Zeyneva îvo DÎKTORA (Sipîkêra) PÊŞİN

112

“Yêrêvan xeber dide, guhdarêd ezîz, bibihên xeberdana me bi zimanê kurmancî…” -ev cumla hê sala 1931-ê cara ewlin bi lutvê Hecîyê Cindî û helala wî -Zeyneva Îvo bi radîoya Ermenistanê belayî çar qulbê dinyayê bû… Zeyneva Îvora zarotîyêda Zano digotin. Ew, Zevo, Perîşan û birê wana –Bondo, zarêd Îvoyê Heso û Şaka Ereb bûn, gundê Êngûkê, qeza Qersêda diman.

Wana biçûktîya xwe bê xem derbas dikirin, heta şerê hemdinyayêyî pêşin…Zano 4-5 salî bû, gava mala wan da ser revê…
Revêda Îvo giran nexweş dikeve, dimire.
Rom vedikşe û Şaka sitûxar tevî gundî û zarê xwe vedigerine Êngûkê. Salekê şûnda dîsa ji Romê direvin. Gundîyê wana têne Ermenîstanê, diçine Êçmîadzînê. Li wê derê ewana pê dihesin, wekî bona zarê êtîm Aştarakêda êtîmxane vebûye. Şaka Ereb tevî 2-3 kûlfeta, tevî zara bi zor-cefakî têne Aştarakê, diçine wê êtîmxanê. Mezina êtîmxana Aştarakê kûlfeteke kurde xwendî, egin û bedew – xanim Nûra Egît axa Polatbêgova bû. Ew Zano û Bondo êtîmxanêda qebûl dike, lê Zevo, ku qîza mezin bû û Pêrîşana biçûk qebûl nake. Şakê 2-3 cara ser zarê xweda tê-diçe û wê şûnda, dîya min pê dihese, wekî apanê wan Zevo xwera birine. Şakê û keça wêye çuk ji birçîbûnê û nexweşyê mirine.
Zulm bûye…
Wê êtîmxanêda sala 1921-ê Elîxanê Serdar Şahînov, kîjan sêmînarîya Yêrêvanêye rûsî xilaz kiribû, û Nûra Êgît axa kar dikirin.
Payîza sala 1921-ê Êçmîadzînêda êlîfba kurmancîye bi herfê ermenî çap dibe, û xudanê wê elîfbayê, kedkarê çanda gelê kurda Lazo (Hakob Gazaryan) tê êtîmxanê û bi wê pirtûka “Şems” zarê kurda hînî xwendinê dike. Wê êtîmxanêda heta 50-60 zarê kurd hebûne. Ji wanin: nivîskar, rêdaktorê rojnama “Rya teze” Cerdoyê Gênco, xûşka wî –Tezo, birê wî- Şiko, zimanzan, doktor Çerkez Bakayêv, kurapê wî – dîrektorê Xwendinxana kurdaye pêdagogîyê Biroyê Memo, Xanima Rizgo, dersdara baxçe zara Hisreta Mîrze (Hasmîk) û gelekê din.
Çend sal wê ortê derbas dibin. Mêrê meta dîya min te Bondo ji êtîmxanê derdixe dive, lê dîya min –Zano heta sala 1926-a Aştarakêda dimîne, paşê wana divine Celaloxlîyê (Stêpanavana niha), paşê Îcêvanê û pey kutakirina dibistana hevtsalîyêra keçika tînin Yêrêvanê, wekî karxanada bixebitin. Û se keçêd kurd Zano –Zeyneva Îvo, Xanima Rizgo û Hisreta Mîrze ji sala 1930-da dibine binelîyên Yêrêvanê.

Cerdoyê Gênco wê hingê tevî kûlfeta xwe Yêrêvanêda dima û wexta pê dihese, wekî keçikê êtîmxana wane Aştarakê anînê şeher, diçe wana dibîne, teglîfî mala xwe dike. A hema mala Cerdoyê Gêncoda Hecîyê Cindî rastî Zeyneba Îvo tê. Hecîyê Cindî û Cerdoyê Gênco alî van hersê keçika dikin, wekî Xwendinxana kurdaye teze vekîrîda qebûlbin.
Dîya min gilî dike: “Em Têxnîkûmêda (Xwendinxanêda) hatine hildanê. Me kurmancî bîr kiribû. Lawikêd têxnîkûmê diketine kirê me, mera digotin: “Herkê hûn kurmancin, ji kune, qe kes ji merivê we nayêne bîra we…?” Kete bîra min, min go, wekî navê xalê min Miraze, navê xûşka min -Zevoye, navê birê min – Bondoye. Wî çaxî xortek ji cîyê xwe quloz bû û bi şabûn got: “Ê ne Mirazê Ereb xalê Zevoye, ewana ji gundê me Hekone. Ezê cab bikim -bira bên”. Usa ez rastî Zevo û mêrê wê -Teyo hatim. De ew rasthatin emrê minda şabûna ewlin bû. Şabûna dinê jî ew bû, wekî min û Hecî hevdu begemkir, û payîza sala 1931-ê me hev sitend. Lê berî wê yekê ez pey kûrsa yekêra gundê Pampa Kurdada (niha Sîpan) piraktîka pêdagogîyê derbas bûm. Du mehê havînê baxçê zarada çawa terbîyetdar dixebitîm. Ez Pampêda mala Bekirê Şemoda (apê Hecî dihat) dimam. Ez ji gund vegeryam, û min û Hecî hev sitend.

Hecî deqekê vala ne dima, û ez jî tev dixebitîm. Min korêktorya kitêba û rojnamê dikir, diçûme dersa. Ez xwendkar bûm, ew –dersbêjê Xwendinxanê, xwendekarê Zanengehê bû. Gere me gotar ji bona radyoya kurda hazir kira, wir spîkêrî bikira. Hecî pirtûkê dersa hazir dikir, rêdaksîya “Rîya teze” – da kar dikir. Pey kutakirina Zanengehêra kete aspîrantûrayê, ser dîsêrtasyayê dixebitî…
De hatin – çûyîna me jî zef bû. Dihatin ji gunda, bi roja mala meda diman. Nas -nenas dihatin. Dihatin bona karê xwe: erzekê, şikîyatekî bikin. Hîvî Hecî dikirin -alî wana bike, û hertim na-na kirina Hecî tune bû. Pêşya wana diket, bi her teherî wext û qedre xwe xerc dikir, şuxle wana danî sêrî. Wexta pê dihesya, ku mevanê me zargotinê zanin, digot: “De, kerema xwe, minra bêjin”,- û dinvîsî”…
Me hesab kiriye – ji sala 1931-ê heta sala 1937-a 36 pirtûkên Hecîyê Cindîye dersa, berevokên foklorê, yêd edebîyetê, tercima (wergerandinê) hatine çap kirinê… Korektorîya wan pirtûka dupa ewî û Zeyneva Îvo kirine.Ew kar gelekî çetin bûye, ber ku karkirêd çapxanê ermenî bûn, xeberê me fem nedikirin. Û qinyat jî destnivîsar diçûne ber destê wan.
Ji gişka çetintir, dîya min bîr tîne, korêktorîkirina “Folklora kurmanca” bûye (1936). “Ew 670 rûpêl bû, û me 5-6 cara ew pirtûk temiz kir.” Ser pirtûka “Folklora kurmanca” û çend pirtûkên dersa yên salên 30-î hatîye nivîsarê: “Temiz kirin H. C. û Zeyneva Îvo”.

Sala 1934-a Zeyneva Îvo xwendina xwe li Xwendinxana kurdaye Pişkavkazyêye pedagogîyê kuta dike. Hema wê salê jî Xwendinxana ermenîyaye pedagogîyê ji kuta dike. Peyra Zeyneva Îvo çawa mamosta zimên, paşe ya tebîyetzanîyê li xwendinxanêda kar dike. Di Kûrsêd hildana nexwendîtîyê di nava jinada- dersê zimanê kurdî dide. Xwendkarêd wê bûne Eznîva Reşîd, Almasta jina E. Evdal, Asa Elî, Nazê, Gozê….

Hizkirina dê û bavê min zef nazik û bedew bûyê. “Ezîza dile min”, “kinêza min”, “kubarîya min”, “helal û hevala min…” Van xeberava namê bavê min, ku wextê başqe-başqeda dîya minra nivîsîye, destpê dibin…

Pey girtina Hecîyê Cindîra (salêd rêprêsya Stalîn), Zeyneva Îvo ji Xwendinxanê berî didin. Hema wê salê jî (1938) hemû ocaxên çanda me – rojnama “Rîya teze”, radîyo, para nivîskarên kurda, lê du meh dinê Xwendinxane têne dadanê, herfê meyî latînî têne hildanê…
Dîya min herdu keçêd xweye biçûkva -Firîcê û Firîdêva tenê dimîne. Saya hevaleke bavê mine êtîmxanê, ew baxçê Yêrêvanêyî zarayî hejmara 60-da çawa terbîyetdar qebûl dibe.
Bîra min tê çawa sibe-sibe ker û lal em radibûn, diçune wî baxçeyî, êvara jî tirse-tirs dihatine malê.. Paşê me femkir, ku dîya me ditirsya, wekî dikarin wê jî bigirin, yanê jî me malêva sirgûn bikin. Kesî derî me venedikir. Hevalêd bavê minî nezîk gava çev me diketin, rîya xwe diguhastin.
Wede usa bû…
Lê heqîyê alt kir. Bavê min, bi biryara dadê, aza kirin…

Zeyneva Îvo ji sala 1942-ada (7-8sala) – havîna li gundêd Pampa Kurdada, Hekoda, Şamîranêda baxçê zara vekirye û xwexwe jî bûye terbîyetdara zara.

Hecîyê Cindî û Zeyneva Îvo penc keç mezin kirine. Her pênca jî xwendina bilind sitendine.Lê du keç bûne doktor – Firîce bû doktora doxtirîyê, dosênt, lê Nûrê (Nûra Cewarî) -doktora hunermendzanîyê.

Sala 1954-a dîsa bi radîyoya Yêrêvanê hate bihîstinê: “Yêrêvan xeber dide, bibhên xeberdana me bi zimanê kurdî”. Dîsa Hecîyê Cindî û Zeyneva Îvo, pey 16 salên kerbûna radîyoya kurdîra, vê carê jî, lê tek wê roja pêşin, spîkêrîyê kirine…
Frîda Hecî Cewarî Rojnama “Rya teze” 14.05.1996 P.S.

Dîya min, kevanîya Hecîyê Cindî –Zeyneva Îvo, çanda mera kareke mezin kirîye û jarmetike mezin daye Hecîyê Cindî. Naka ew 93 salîye û nexweşe û vê gavê rewşa wêye aborîyê xirabe.

Pêwiste, ku gelê me û Kurdistana me Zeyneva Îvo nas bikin, silavkin û xelatkin. (F.H)

Çavkanî:avestakurd.net