Li ser kilamên kurdî

145

Min kovara Esmerê ya hejmara 7’an (Gelawêj 2005) xwend û ez lê hûr bûm. Di vê hejmarê de li ser Şivan Perwer beşeke berfireh heye. Ji aliyê Ferzende Kaya ve, bi Şivan Perwer re hevpeyvînek hatiye amade kirin. (Rp:26- 30). Ev hevpeyvîn bi sernavê “ Kîme Ez? ” hatiye weşandin. Di kovarê de hevpeyvîneke duyemîn a ku ji aliyê Eylul Geroglu ve hatiye amade kirin jî, cîh digire. Ev hevpeyvîn jî, bi sernavê “ Çek û xîret, her dem li kêleka hev in ” hatiye weşandin. (Rp: 32-34) Di kovarê de nirxandinên Gulistan Perwer, Serxwebûn Perwer, Mehmet Uzun û Murat Oztemir cîh digirin.            

Gulistan dibêje:
“ Ew mirovekî bi hêrs e. Ewilî, ji min re mamostetî kir û piştre jî ji kurê min re. Hege îro, ez jî û kurê min jî, hege em li ser navê hunerê hebin; ev yek encameke keda mezin a Şivan Perwer e. ” (Rp: 27)
Serxwebûn jî dinivîse ku, “ Bavê min fitîlê bombeyê ye. ” (Rp: 29)
Mehmet Uzun jî di nivîsa xwe ya bi sernavê “ Domandina rêçenasiyeke ” de dibêje:
“ Gelek hunermendên hemnifşê Şivan, digel xwediyê dengekî mîna dengê wî xweş in jî ew ne bi kurdî, zimanekî din hildibijêrin. Lewra, bazareke zimanê kurdî tune û bi kurdî afirandin, xeternak e. ” (Rp:31)
Murat Oztemir jî, ji bo Şivan Perwer wiha dibêje:
“ Ew, zuhreya zimanê kurdî ye. ” (RP: 33)
Nivîsên ku li ser Şivan Perwer hatine amade kirin, bi nêzîkê 20 (bist) wêneyan hatine xurtkirin. Wêne, gelekî raveker û hêja ne. Berg û wêneya bergê jî wisa.
Ev hejmara Esmerê, di der heqê Şivan Perwer de zanayî û wêneyên hêja vedihewîne. Mîna wekî hemû hejmarên kovarê, ev hejmar jî xweser û hêja ye.
Ez pêdivî pê dibînim ku ez di vê nivîsê de, li ser mijareke cuda rawestim.
Di sala 1988’an, di mehên havînê de, hevpeyvîneke Gulîstan Perwer (Di pêveka rojnameya Rojeva Welat) hatibû weşandin. Di vê hevpeyvînê de hunermenda hêja, zêdetirê (bîst) 20 caran peyva “ türkü ” yê bikar dianî. Gotinên wek “ kürt türküsü – kilama kurd ” , “ Kürtçe türküler- kilamên kurdî ” di temamiya hevpeyvînê de, pir caran dihate bikar anîn. Ne peyvên mîna kilam, sitran, dîlok, goranî; lê peyva “ türkü ” dihate bikar anîn.

Hunermenda muzîka kurd ji (bîst) 20 salan zêdetir e ku, li derveyê welatê xwe li mişextiyê dijî. Digel vê yekê, bi awayekî şidyayî girêdayîmayîna wê ya bi nirxên çanda tirk re û bi awayekî germ, pêkneanîna wê ya ji bo pevgihîna nirxên xwe yên resen, min gelekî heyirî hiştibû. Min jî di wan rojan de di nivîseke xwe yan di hevpeyvîneke de, beyî ku ez navê wê hildim; min ev helwesta wê rexne kiribû.
Hunermenda Gulîstan dîlok, sitran û kilaman dibêje. Di maneya “ türkü ” de wergerandina van wûşeyan (sitran, kilam, dîlok… ) çewt e.
Di vê wergerê de, mirov dikare wûşeyên mîna sitran, awaz, dilo, xoyrat û mayayê ras-terast bikar bîne. Lê bikaranîna peyva “ türkü ”, gelekî çewt e.
Lewra peyva “ türkü ”, aîdê çanda tirk e û di wateya “ xweseriya tirk ” de ye.
Helbestek dema ku bi tirkî bê nivîsandin, bi muzîk û melodiyê bê derbirîn, wê demê ew dibe “ türkü. ”
Lê, dema ku helbestek bi erebî bê nivîsandin; ji derbîrana wê re “türkü- ya erebî ” nayê gotin. Divê mirov bibêje kilama erebî yan kilamên gelê ereb. Û hwd.

Divê mirov, bi melodiyê derbirîna helbesteke yewnanî re “ türkü- ya yewnan ” , bi melodiyê derbirîna helbesteke îngilîzî re “ türkü- ya Îngilîz ” nebêje.
Gotina, kilamên gelê yewnan an kilamên gelê îngilîz, êdî rast e.
Ji ber vê yekê, gotina “ türkü- ya kurdî ” , “ türkü- ya ermenî ” çewt e.
Kurd, vê peyvê bi timikî bikar tînin. Di cih de be ne di cih de be, vê peyvê bikar tînin.
Ew kesên ku dijberê asîmîlasyonê ne û dibêjin: “Em li hemberê sepandina siyaseta asîmîlasyonê têdiloşin”; ew jî vê peyvê bikar tînin. Çima bikar tînin?
Niha ev yek, hêjayê lê hûrbûnê ye. Li Tirkiyeyê, li der û dorên mirovên şoreşger, nêrînek bicihbûyî heye û li gorî vê nêrînê:
“Mirovên şoreşger, nêzîkê gel in. Gel kilaman (türkü) dibêje, şoreşger jî kilaman dibêjin.
Burjuvazî jî, sitranan (şarkı) dibêje, feodal jî sitranan dibêjin.”
Di vê xalê de kilam, dijberê sitranê tê nirxandin.

Kurd di dewsa peyvên kilam, sitran, dîlok, goranî û dilo de; peyva “türkü”yê bikar tînin û bi vê yekê re, dixwazin nîşan bidin da ku ew şoreşger in.
Ev nêzîktêdayîn, xwezîpêanîneke xirab e, texlîdeke ne baş e. Ne baş e, ku mirov wateyeke çînî, wiha bide van peyvên sitran û kilamê. Îcar jî, divê kurd ji vê yekê têgihiştinek çînî dernexin. Ev çewt e.

Kurd, gelek caran bi ev pirsên rojavayiyan re rû bi rû dibin:
“Li Rojhilata Navîn, kurdan digel hemû zordestî û tehdeyên, ku bi awayekî rêkûpêk hatine meşandin; çawa bûye ku heta roja me, hebûna xwe ya neteweyî berdewam kirine?”

Dostên kurdan yên rojavayî, piştî ku vê pirsê dikin; ji bo hîmdarkirina pirsên xwe jî, dibêjin: “Li aliyekî zordestiya Tirkiyeyê, li aliyekî zordestiya Îranê, li aliyekî din jî zordestiya Îrakê û Sûriyeyê… ” û gotinên xwe, rave jî dikin.
Bêguman, digel hemû zordestiyan hatina kurdan a heta roja me, bi saya ziman û çanda kurd e.

DENGBÊJÎ, damareke girîng a ziman û kulturê ye. Ê baş e, dengbêj li ku derê rûdine? Muzîka xwe li kû derê pêk tîne?

Dengbêj, li ku rûdine bila rûnê; hiskî dixwaze bila li konê serpereştê êlê rûnê, an dixwaze bila li mala axa rûnê, ma ne ew tişt in ku gelê kurd wan dijîn?
Di dewsa sitran, kilam, dîlok, dilo û goranî de, ji aliyê kurdan ve bikar anîna peyva “türkü”yê, di maneya “türkü” de wergerandina wan a tirkî, gelo nîşana çi ye?
Ev yek nîşan dide ku mejiyê kurdan, heta şaneya (hucreya) herî biçûk jî, asîmîle bûye. Ya herî kêm, ev yek nîşan dide ku mejiyên kurdan di bin bandorên asîmîlasyonîst de maye.
Yên ku dijberê vê asîmîlasyonê ne û dibêjin “Em li hemberê vê asîmîlasyonê têdikoşin” tê dîtin ku ew jî, vê peyvê bi timikî bikar tînin.

Di sala 1988’an, di ew nivîsa ku me qala wê kir de, Gulistan di vê çerçoweyê de hatibû rexnekirin. Di wê hevpeyvînê de, ku di sala 2005’an de Ferzende Kaya bi Şivan re pêk anîbû; di pênc (5) deran de ev peyv (türkü) tê bikar anîn. Heta dibêje ew diya min a ku nêzîkê muzîkê bû; ew ê jî “türkü” yan distra.
Dibêje; “türkü” yên bi tirkî, “türkü ” yên bi kurdî.” Gotina “türkü” yên bi tirkî, helbet gotineke rast e. Ji xwe, ew bi tirkî têne derbirîn. Lê “ türkü ”yên kurdî? …
Ev yek, gelo ne dengvedana wê çanda tirk a ku dixwazin biniçilînin serê kurdan e? Şivan Perwer çima sitran, dîlok û kilamê bi peyva “türkü”yê îfade dike?
Gelo çima sitran, dîlok, dilo, goranî û kilam nayên bîra wî?
“Kîne Em?”, “türkü”ye gelo? Yên li ser Halepçeyê hatine gotin, ew “türkü” ne gelo?
Ew rewş, rewşeke metelhişt e.
Lê kurd û giyana kurdan, ne tiştekî wiha fambar e.
Ziman û kultura gelê kurd, demeke dirêj e ku din tehde û zordestiyê de tê girtin û civaka kurdan jî, civakeke çewsandî ye.
Di vê civakê de hemû kêmnetewokên civakî, pelçiqandî ne û hatine çewsandin.
Ka em li dawiya salên 1970’yan bifikirin. Salên 1977- 1978’an, bînin bîra xwe. Di wan salan de Şivan Perwer di civateke wiha pelçiqandî de, nûneriya vejînê dikir.
Helbestkar û ramanwerê hêja, Orhan Kotan carekê wiha gotibû:
“Kekê Îsmail. Şivan Perwer bi tembûr û gotinên xwe rih dide girseyên me yên çavtirsiyayî ku wiha wekî miriyan radiwestin. Wan, radike ser lingan. Bi muzîkê, ajîtasyoneke mezin diafirîne. ”

Min jî, di wê dewrê de li kolana Îzmîrê ew vejîna ku li hawirdorê weşanxaneya Komelê pêk dihat, dîtibû. Ê baş e, hunermendekî wiha ku bi bandorekê mezin nûneriya vê vejînê dike; çawa dibe ku ew têgehên çanda niçilî bikar tîne? Tiştekî din ku ez pê ecêbmayî mam; di wê kurtenivîsa Serxwebûn ya ku ji bo nirxandina Şivan Perwer hatibû hivîsandin de, di şeş (6) deran de bikaranîna wî a peyva “türkü” yê bû.
Serxwebûn, ji bilî vê peyvê bi tu peyvî nizane. Bi kilam, sitran, dîlok û hwd. nizane.
Ev rewşa Serxwebûn ku ev mirov li Ewropayê ji dayik bûye, bi çanda niçilî re rûbirû nebû ye û perwerdeya xwe di pergaleke êdî serbest de bi pêş xistiye, balkêş e.
Dîsa rewşeke balkêş e ku Serxwebûn, di wê kurtenivîsa xwe de Şivan Perwerê bavê xwe ne bi têgehên kulturê, lê bi têgehên leşkerî mîna wek bombe û fitîla bombeyê, dinirxîne.
Lê tiştek heye ku ez dixwazim, vê yekê jî bibêjim:
Gelo çiqasê vê gunehê yê Serxwebûn e û çiqasê wê ya kovara Esmer an Ferzende Kaya û Muhsin Kızılkaya ye? Ez bi vê yekê, nizanim.
Peyva “türkü” di nivîsa Mehmet Uzun de carekî û di nivîsa Murat Oztemir de jî, sê (3) caran derbas dibe. Ev peyv, di nivîsa Eylul Geroglu de jî, pênc (5) caran derbas dibe. Di nirxandina Gulistan de, ev peyv nayê bikar anîn.
Di der heqê Beşikçi de nirxandineka kurdan heye. Ew dibêjin:
“Ew heman tiştan dinivîsîne û radiweste…”
Ev yek, nirxandineke banegehî û ji ber e. Kurd, Beşikçi naxwînin.
Dibêjin: “Em bi Beşikçi dizanin… ”
Lê dema ku li Beşikçi rast tên, dibêjin:
“Kekê İsmail, tu li ser çi dixebitî, tu çi dinivîsî, pirtûkeke nû heye gelo?”
Ango, ew dibêjin:
“Me hemû tiştên ku hatine nivîsandin xwendin, em li benda yên nû ne.”
û întîbayeke wiha diafirînin.
Di rastiyê de ne wiha ye. Yên ku berê hatine nivîsandin, ê wan ew ne xwendine.
Kurd, Beşikçi naxwînin. Dibêjin: “Ji xwe em pê zanin.”
Ev gotina min, divê wekî gazin an wekî lomeyeke neyê dîtin. Ev yek, destnîşankirinek e.
Belam, kurd bi mirovên xwe yên xwende û ne xwende re, bi esnaf û qaçaxçiyên xwe re, bi gerîla û cerdevanên xwe re, bi jin û mêrên xwe re, bi kevneşoperest û nûjenên xwe re û bi xasûk û tiralên xwe re; mirovên baş û xweşbîn in.
Li ser babeta peyva “türkü” heta niha, gelek nivîs hene. Ev babet, ne nû ye. Û zêdetirîn deh sal in tê nîqaş kirin. Lê divê ev yek, ji bo her kurdekî / kê cuda cuda bê nivîsandin û divê cuda cuda bête axaftin.
Çend mîlyon kurd hene? Em bibêjin bîst (20) mîlyon kurd hene. Divê bîst (20) mîlyon caran filan bê nivîsandin û were axaftin.
Di nivîsa Murat Oztemir de, têgeha zuhre derbas dibe. Şivan Perwer û muzîka Şivan Perwer, bi vê têgehê tê nirxandin. Ez jî dikarim vê têgehê bikar bînim. Peyva “türkü” jî, mîna wekî peyva zuhreyê niqteyeke girîng e.
Hema ji kurdan yek jî, di nivîsa xwe de wê peyvê (türkü) bikar bîne û peyvên mîna sitran, kilam, dîlok û hwd. ne wekî sitran, kilam û dîlokê û wekî “türkü” wergerîne; mirov ji bo mirovî dikare bibêje ku ew mirov heta parçeyê mejiyê xwe yê herî biçûk jî asîmîle bûye û di bin bandorên asîmîlasyonîst de maye.
Kurd, bi gotin û bikaranîna wê peyvê nikarin xwe bigihînin tu derê.
Pêwîst e, kurd bi nîrxên xwe yên resen re hevdîtineke germ pêk bînin.
Di hevpeyvîna xwe de Şivan Perwer dibêje:
“Weqfa Şivan Perwer a Çand û Hunerê ” hatiye damezrandin. Kurd, gelekî saziyên bi vî rengî ava dikin. Lê, nava wan tije nakin. Ji bo vê yekê naxebitin û sebir nakin.
Piştî demekî ji bîr dikin û diçe.
Hêviya min ew e ku, “Weqfa Şivan Perwer a Çand û Hunerê” bibe saziyeke mayînde û demên dirêj hebûna xwe bidomîne.
Bê guman, xebatên wiha hêja ne û wê xebatên hêja pêk bînin.

Dr. Îsmaîl Beşîkçî 
Wergera ji tirkî:  Alî Yuzen

Diyarname