Jineke kurd – Begum Nusret Butto

123

Benazir Butto wek ”Xwişka Rohilatê” hatiye nas kirin.[1] Lê belê dayîka wê çawa li vir jî xuya dibe wek ”Keça Kurdan” derbasî dîrokê bûye. Di sala 2005an de hin rojname, kovar û malperên kurdî dîyar kirin ko dayîka serokvezîra berê ya Pakistanê Benazir Butoyê kurd e.  
  Vê nûçeya piçûk herwisa di medyayên zimanên dî de jî cîh girt.   Ji bilî van çend gotinan tu zaniyarî û agahdarî zêde belav nebûn. Navê dayîka wê çi ye, bi kêmanî qet nebe mirov dikaribû sûretekî wê peyda bikira.

Çi dibe bila bibe ev nûçe, nûçeyeke giring bû. Angorî vê nûçeya jorîn nûnerê partîyeke kurd li Romayê di civîneke Sosyalîst Internasyonalê de rastî Benazir Buttoyê hatiye û Benazir Buttoyê jê re gotiye ko dayîka wê bi koka xwe kurd e û di serekweziriya wê de rola dayîka wê û rola çanda kurdî mezin bûye.[2]

Ev nivîs di sala 2005an de belav bû. Divê em li vir dîyar bikin ko kurdbûna dayîka Benazir Butoyê berê jî dihate zanîn, lê belê haya kesî ji vê yekê tune bû an jî zêde belav nebibû. Nivîskarê kurd, Yaşar Kaya di nivîseke xwe ya bi 22/5 2001 tarîxî de dibêje ko angorî agahdariyên hevalekî wî, dayîka Benazir Butoyê kurd e.[3] Dema em çavkaniyên di derbara vê yekê de raçav dikin em dibînin ko kurdbûna dayîka Benazir Butoyê bala lêkolerên din jî kişandiye. Kesekî bi navê Ahmed Abdalla ko bi saziya etnîkî ya Pakistanê ve mijûl bûye wek mîsal hê di salên 1973an de dîyar kiriye ko Begum Nusret Butto bi koka xwe kurda Kermanşahê ye û ji eşîra Selaheddînê Eyûbî tê ko temamiya misilmanan pê serbilind dibin. Nivîskar vê yekê ji bo Pakistanê şansekî mezin dihesibîne:

”A special personality who deserves mention in this context is the First Lady of Pakistan, Begum Nusrat Bhutto, wife of President Zulfikar Ali Bhutto. She is a Kurd from Kirmanshah in Iran and belongs to the tribe which produced the illustrious Muslim general and monarch Sultan Salahuddin Ayubi. Pakistan is indeed fortunate to have its first lady from the kith and kin of a soldier of whom the entire Muslim world is proud…”[4] 

» Begum Nusret digel herdu keçên xwe, Benazir (li milê çepê) û Senem

Sala 2002an di civîneke Sosyalîst Internationalê de li bajarê Kazablankayê (li Fasê) çend kurd û Benazir Butto tên bal hev û bi hev ra sohbetê dikin. Yek ji van kesan jî Brûsk Reşvan e ko niha li Kanadayê dimîne. Angorî îfadeyên Brûsk Reşwan, Benazir Buttoyê li wir jî kûrdbûna xwe dîyar kiriye û serbilindiya xwe nîşan daye. Gelek spas ji Brûsk Reşvan re bona ko wî ev agahdarî û sûret bi leza ”brûskê!” gihande me. 

» Brûsk Reşvan û hin kurdên din bi Benazir Buttoyê re li Kazablankayê sohbetê dikin (2002)

Benazir Butto di bîranînên xwe de di derbarê malbata xwe û dayîka xwe de hin agahiyên kurt dide û her wisa jî çend sûretên dayîka xwe weşandiye.[5] Lê belê Benazir di van bîranînên xwe de tenê dibêje ko dayîka wê ji Îranê ye. Ew, di derbarê kalik û pîrikên xwe yên ji aliyê dayîkê de zêdetir zaniyariyan pêşkêş nake. Angorî nûçeyên rojnameyan (Daily Times 5/11 2004) şêwirmenda Begum Nusret Buttoyê, Fakhar Zaman di derbarê jîyana Begum Nusret Buttoyê de pirtûkek amade kiriye: “Personality and Politics of Begum Bhutto”. Lê belê ev pirtûk li pirtûkxaneyên mezin de nayê dîtin û navê wê di katalogan de jî derbas nabe. Wisa tê xuya kirin hê çap nebûye yan jî nehatiye pirtûkxaneyan Ewropayê. Mimkûn e di vê xebatê de zêdetir agahî di derbarê jîyana wê de hebin. Lêkolînên di derbarê Begum Nusret Buttoyê de divê her berdewam bikin. Ev nivîs û çend xetên me tenê ji hin notên bîyografîk pêk tên. Me xwest tenê li vir bala xwendevanan bikşînin ser vê babeta ko wek bi sedan babetên mayî ko bi salan her wisa di taldekî de pêçayî û veşartî mane.

Navê dayîka Benazir Buttoyê, Nusret Butto ye. Ji bo nezaketê jê re her Begum Nusret Butto hatiye gotin. Peyva ”begum” wek xanzade û xanim hatiye bi kar anîn. Ew, keça kurdekî Kermanşahê bûye, kal û bavên wê ji Kurdistana Îranê ne. Bavê Nusret Xanimê bi bazirganiyê ve mijûl bûye. Begum Nusret Butto berî zewaca xwe, di salên 1947–48-an de alîkariya penaberên ko ji Îranê dihatin Pakîstanê kiriye û bi saziya The Women’s National Guard re hevkarî kiriye. Keçeke sosyal û pêşketî bûye. Begum Nusret Butto jina duwem a Zulfîkar Alî Butto ye. Ew di sala 1951an de dizewicin. Serekwezîra berê a Pakistanê, Benazir Butto ji vê zewacê hatiye dinê. Keçeke wan dîsa çêdibe, navê wê jî Senem datînin. Zewacên wan salan gelek caran dihatin tertîp kirin, ne bi dilê keçan bû. Lê belê xwişka Benazirê, Senem yek ji wan bû ko mêrê xwe bi xwe hilbijart. Du brayên Benazir û Senemê hene: Mîr Murteza û Şah Nawaz. Lê belê paşê herdu jî tên kuştin. Şah Newaz di sala 1984an de li Parîsê û Mîr Murteza jî di sala 1996an ji aliyê polîs de li Karaçiyê tê kuştin.

Bavê Begum Nusret Xanimê keçên xwe şandine kolejê, ew di nav serbestî û azadîke mezin de jîyane. Begum Nusret Xanimê di navbera salên 1974-1977 de seroka Xaça Sor a Pakistanê bûye. Nusret Xanim dema mêrê wê li jîyanê bû hertim bi mêrê xwe re tevayî welat welat digeriya, taca rola jina yekem a Pakistanê hertim bilind kiriye. Benazir Butto di bîranînên xwe de di derbarê dayîka xwe de wiha dibêje: “Dayîka min û xwişkên wê bi rûvekirî diçûne Karaçiyê û erebeyên xwe bi xwe dajotin”.[6] Benazîr Butto di bîranînên xwe de dîyar dike ko dayîka wê yek ji wan kesan e ko jê gelek tişt fêr bûye. Di van salan de wisa tê xuyan hin endamên malbata Begun Nusret Xanimê li Karaçiyê diman. Benazir Butto di bîranînên xwe de navê keçeke xwişka dayîka xwe dide, navê wê Fexriye bûye. Di wan rojên teng û dijwar de Fexriye timê li bal wan bûye, ew bi tenê nehîştine. Wisa tê xuyan ko di van salan de li Pakistanê komeke kurdan hebûye ko ji kurdên Îranê pêk hatiye. Begum Nusret Xanim di roja 23/3 1929an de hatiye dinê û niha li Dubaiyê dimîne. Angorî nûçeyên dawî ji ber nexweşiyê tenduristiya wê zêde nebaş e.

Pakistana ko hertim wek “welatê pakan” hatiye nasîn, lê belê hin caran ketiye destên nepakan. Çawa tê zanîn Zulfîkar Alî Butto (1928-1979) di sala 1977an de piştî darbeyeke leşkerî ji karê xwe yê serekweziriyê tê bi dûr xistin û li şûna wî General Zia ul-Haq tê ser textî. Zulfîkar Alî Butto du salan şûnda di sala 1979an de hate darda kirin. Partiya Gel a Pakistanê di van salên dijwar de mirov dikare bêje bi saya Nusret Xanimê li ser piya ma. Ew bûbû sembol ji bo hemû Pakistanê. Hertim cesaret daye zarokên xwe û gelê Pakistanê. Nusret Xanim piştî ko mêrê wê hate girtin, rojên gelek dijwar û xirab derbas kir. Lêdan, îşkence û eziyetekî mezin dît. Carekê Begum Nusret Butto bi qafê xwe tê birîndar kirin, doxtor mecbûr mane ko donzdeh kêl (dirûn) lêxin. Bi salan ew û keça xwe di malê de hatin girtin û di bin çavan de mane. Piştî dardakirina mêrê wê, ew paşê diçe Londonê li bal keçên xwe Benazir û Senemê dimîne (1984-1988). Li wir cîhê mêrê xwe girt, angorî hêza xwe serokatiya muxalefeta Pakistanê kir. Paşê ev kara dewrî keça xwe, Benazirê kir. 

» Begum Nusret Butto têt birîndar kirin

Benazir Butto di 21-ê hezîrana sala 1953ê de li Karaçiyê hate dinê. Wek dayîka xwe hertim rûvekerî wek jineke nûjen jîyana xwe berdewam kir. Dayîka wê hertim jê re bûye rêber û nimûne. Paşê êdî malbata Buttoyan keçên xwe şandine dibistanê. Di wan deman de ev yeka dikaribû wek skandalên mezin bihata hesibandin. Benazir Butto li Amerîka û Îngîltereyê maye, li Harvard û Oxfortê xwendiye. Ew dibêje ko çar salên ko ew li Amerîkayê maye, ji bo wê salên here giring in û ew di nav van çar salan de fêr bûye ko demokrasî çi ye.[7] Wê, felsefe, sîyaset û ekonomî xwendiye. Benazir di malê de wek zaroka here mezin bûye. Dema dê û bavê wê diçûne seferan, berpirsiyarîke mezin diket ser milên Benazirê. Ew gelek caran di malê de bi navê Pinkie dihate nasîn. Benazir di bîranînên xwe de dibêje ko ew di nav malbata Buttoyan de jina yekem e ko diçû dervayî welat ji bo xwendinê. Her wisa jî di malbatê de jina pêşîn bû ko rûyê xwe vekiriye. Nifşeke nû û xwendî di nav malbata Buttoyan de pêk dihat.

Benazir Butto di navbera salên 1984-1986an de li sirgûnê ma. Di sala 1986an de biryara xwe girt ko vegere Pakistanê, pêşengiya gel bike. Di sala 1987an de jî mêr dike. Piştî mirina Ziya ul-Haq di hilbijartinan de wek serekwezîra Pakistanê hate hilbijartin. Çawa tê zanîn Ziya ul-Haq di qezayeke balafirê de mir (1988). Benazir Butto yek ji wan jinan bû ko li welatekî misilman dibû serekwezîr. Serekweziriya wê, rûmet û prestîja jinên Rohilatê bilind kir. Dema serekwezîrîyê 1988–1990 û 1993–1996an de, ew bi navê ”Xwişka Rohilatê” û Keça Rohilatê hate nasîn. Dayîka wê, Begum Nusret Xanim jî, di kabîneta sala 1989an de bûye wezîr. Benazîr Butto di sala 1993an de careke din hate hilbijartin. Lê belê hêzên li hemberî wê hertim dijwarî û astengî li pêşberî wê derxistine. 

» Begum Nusret Butto, li milê rastê bi Cîhan Sadaat re li Qahîreyê (1972)

Kurdbûna Begum Nusret Buttoyê ji gelek aliyan ve giring e. Bona ko ew, jina Zulfîkar Ali Butto û dayîka Benazir Buttoyê ye, loma jî ew gelekî hatiye nasîn. Di nivîskariya dîroka jinên kurd de serpêhatiya kurdbûna Begum Nusret Butto firsend û îmkaneke mezin dide lêkoleran. Him dayîk û him jî ev keç wek sembolên azadiyê, pêşketin û tekoşînê hatine nasîn. Bi zelalbûna vê babetê berî her tiştî zanyarî û agahdariyên me ên di derbarê tevgera jinên kurd de zêdetir û rengîntir dibe. Du jinên ko bi curet (cesaret) û modernbûna xwe derbasî dîrokê bûne û nav dane çawa tê xuyan bi koka xwe kurd in. Ev nûçe her wisa jî di dîroka pêwendiyên kurdî û pakistanî de rûpelekî nû pêk tîne. Dema mirov hemû van babetan tîne bal hev, wê demê mirov baş têdighê ko keşîfkirina kurdbûna Begum Nusret Buttoyê çiqas giring e. 

» Benazir Butto

—–

[1] Benazir Bhutto, Östern Dotter, Forum,1988.

[2] Ali Özşerik, Irak İçin Üçlü Federsayon İstendi, Özgür Politika 20/7 2003.

[3] Yaşar Kaya, Pazarlık, Özgür Politika 22/5 2001.

[4] Adnan Syed, Ethnicity and Provincialism in Pakistan (www.geocities.com/pak_history/ethnicity.html)

[5] Benazir Bhutto, Östern Dotter, Forum,1988.

[6] Benazir Bhutto, Österns Dotter, rûp.43

[7] Benazir Bhutto, Österns Dotter, rûp.60.

———————————–
Nivîskar: ROHAT ALAKOM
Weşandin: 2006-05-23