Guhar(tim) an neguherîn

82

Lîstika Mûrat Batgî ya bi navê “Zimandirêj” kevneşopiyeke henekan li dû xwe hişt. Batgî di “Zimandirêj” de bi performansa xwe ya serkeftî re balê kişand ser pirsgireka ziman û nasnameyê…

Motîfa di navenda lîstikê de ji hêlekê ve mirov ji kena zikopişto dikir, ji hêlekê ve jî balê dikişand ser hişmendiya me ya birîndar.

Motîfa Kurdên ku dixwazin lîstika Shakespeare ya bi navê “Hamlet” bilîzin, şanîkereke di cih de bû bo hişmendiya Kurdan. Belê, kurdên ku ne zimanê xwe yê zikmakî ne jî zimanê serdestê ku bi zorê hîn bûne bi temamî nizanin, bi rêya qerfê re careke din hatibû pêşberî me û em ji hêlekê ve bi vê rewşa grotesk dikeniyan, ji hêlekê ve jî bi hêza qerfê ya darizandinê re me -bi rêya prototîpê li ser sahnê- xwe didarizand.

“Guhar(tim)” jî performanseke li ser “guherînê” ye. Di demên dawî de têgih û qodên pêvajoya polîtîk a Kurdan pir zû guherîn û di nav gel de cihê xwe girtin. Lêbelê ev têgihên nû ji dêvla ku zanebûn û ramaneke nû biafirîne hişmendiyeke birîndar li dû xwe hişt. Lewre mîna ku Wîttgenstein balê dikişîne ser; wate di girêder (baglam) û bikaranînê de ye. Têgihên nû yên ku ji hêla pêvajoya polîtîk ve hatin afirandin ji ber ku ji hêla gel ve nayên xwendin û bi devkî dikevin civatan, bê girêder dimînin. Ev rewş jî dibe sebeba hişmendiyeke birîndar. Lewre weke ku tê zanîn mirov bi ziman difikire, loma jî têgihên jiberbûyî ji ber ku bê girêder in, bêwate ne jî.
Batgî, di performansa xwe ya bi navê Guhar(tim)’ê de xwestiye kesên ku guherînê tenê bi teşeyî fam dikin hîcv bike. Lêbelê Batgî guherînê bi bikaranîna têgihan re girtiye dest û li ser diyardeya ku têgih jiyanê merc dike nesekiniye. Gel têgihên nû jiberdike û ji ber ku nirxa girêdera wan nizane di navbera wan û têgihan de biyanîbûn dest pê dike. Ev biyanîbûna têgihan ji hêlekê ve biyanîbûna bi xwe re diafirîne. Di kesên ku têgihan bê nirxa girêdera wan bikar tîne de piştî demekê hem biyanîbûna bi xwe re, hem jî biyanîbûna bi dora xwe re dest pê dike. Guhar(tim) ji ber ku bi teşeyî li guherînê awir vedaye û li ser kûrahiya vê rewşê nesekiniye bandora rexneya xwe kêmtir kiriye. Ji dêvla ku temaya xwe kûrtir bike, bi motîfên cûda re mişraq belav bûye.
Xwezayîbûn taybetiya xwepêşandinên performansan e. Ev rewş gelek caran performansê xurt bike jî, car caran jî dixîne. Lêbelê xwezayîbû be jî her tim galeleyek (taslaq) heye. Ev galele ji bo sînorên mijarê yê ku dikare xera bibe tê danîn. Guhar(tim) sînorên mişraqa xwe bi têgiha “guherînê” xêz kiriye lêbelê awirên xwe lê kûr venedaye. Loma jî bandora ku “Zimandirêj” li dû xwe hişt, Guhar(im)’ê jî kir bin siya xwe. Lewre mîna ziman qerf û henek jî, di girêdera xwe de bi wate dibe û nêzikbûyina teşeyî li derveyî girêderê, nêrînek ji dûr ve ye.

Zana Serwer
Çavakanî: Diyarname.com