Cemil Oguz : Hûn diçin li fîlmekî temaşe dikin…

56

Hûn diçin li fîlmekî temaşe dikin, her kêliya wî we dikişîne nava xwe, di nav rêyên dûvedirêj û fetlokî de we winda dike, li pişt her girî dîmeneke din derdikeve pêşberî we û hûn careke din evîndarê wê dibin…     �
Rê her dirêj dibe, carinan ji nav çiyan re diçe, carinan dibe deşteke berfireh, di nav wê deştê de hûn bi tenê… Her ku diçe bûyereke diqewime, her ku diçe hûn zêdetir tiştan dibînin.

Gund derdikevin pêşberî we, xaniyên du qatîn, yên xweşik, yên ku ji dûr ve wekî tabloyeke, wêneyeke li pêşberî we sekinîne. 

Hûn mirovan ji wê derê dibînin, mirovên ku parçeyeke ji we ne bes, ew parçeyê we ne li cem we ne.

Hûn dîmenan dibînin, her dîmeneke careke din we evîndarê wir dike, ew dîmenên parçeyên dilê we, lê ji navê re bend derbas bûne.

Ji wir dengek tê guhê xwe, dengek xemgîn, dengek ji dil, dengê jinekê û hûn di nav wî dengî de winda dibin. Deng dibe dengê dilê we, newa dibe newaya muzîka we, pêşî hûn hêstiran dibarînin li hember dengê xemgîn, dûre hûn kêfeke jê digirin, tên ser xwe ji ber ku xwedî dengekî wisa ne, ji ber muzîkeke we ya wisa heye li ser rûyê dinê.

Hûn rêwitiya xwe didomînin bi saya MAMO* û hûn tên gundekî ku 1433 jin** ji ber ku bi kurdî stran gotine sirgûnê wê gundê kirine. Li wir jin rêz bi rêz, qor bi qor û di dest de def we pêşwazî dikin. Na, xaliyên sor nîn in, orkestrayên pêşwaziyê jî nîn in, bes ew bi xwe orkestra ne, orkestraya dilê we, ya gelê we û lêdikevin def, distrên dengên ji dil.

Hûn li ber gotina Mamo, “Bi zindî yan mirî, min derxe ser dikê” serê xwe ditewînin, tam di wir de hûn naletên li yên ku nehiştine Mamo stranan bistrê dikin. Di wê demê de êdî dengê Mamoyê gorbihuşt hûn in û li ser dikê dengê dilê we heye…

Hûn keçikek bi navê Nîvîmang dibînin, keçika dengxweş, dengê ku miriyan zindî dike. Dilê we li defê dide ji bo wê, dengê dil û defê dikeve nava hev; tevî dengê wê dibe, hûn sermest dibin.

Hûn evîndarê wê dibin, ew sehne dibe sehneya we, hûn dixwazin ew sehne bisekine, neherike, bicemide li wir û hûn tenê li wê sehneyê temaşe bikin. Hûn keçikên gundên xwe, tînin bîra xwe, ew gundê ku hûn qet neçûbûnê û li vê bajarê biyanî hûn êşê dikişînin çima ku hûn nikarin biçin wî gundî…

Di nav van xeyalan de fîlm diherike bêyî ku hûn fêm bikin li dû fîlm in an li dû keçikê… Ev êdî ji bo we ne xem e, ji ber ku we hem ji fîlm, hem ji keçikê hez kiriye û her du jî êdî kêfê didin we.

Hûn tên li asêgehan diqelibin, li pêş we zebaniyên bi rutbe hene, girtine rêya we. Tirs dikeve dilê we, tirsa ku hûnê nikaribin dengê dilê xwe, dengê dilê wê derxin ser dikê, dik wê bê dilê we bimîne, newaya we wê negihîje xwişk û birên te yên aliyê din ê dîwar…

Rêyên din dibin çare ji bo we, lê rê girtî ne, bendav hatine danîn, derî hatine dadan…

Dema hûn ji salonê derdikevin hûn sersem bûne û çend tişt dimînin di serê we de: Lîstikvaniya Mamo ku bi wê temena xwe, bi wê extiyariya xwe ew qas rê çûye, ew qas ked daye…

Muzîka ku her bi we re bûye di van rêyan de bi we we dimîne, wekî tema kêliyeke xweş.

Û evîn bi we re maye, bi vê re careke din hezkirina ji keçên kurd…

Di dawiyê de careke din hûn dibêjin: Sipas Behmen Qubadî ji bo fîlmê te yê nû Nîvê Heyvê. Sipas û bila her kameraya te bixebite.
Belê, fîlmê Behmen Qubadî yê dawî “Nîvê Heyvê” di çarçoveya 26’emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê de dê 3 caran bê nîşandayîn. Lê berê vê yekê ji bo hin endamên çapemeniyê yên hilbijêr duh seanseke taybet pêk hat. Di nav endamên çapemeniyê de ji kurdan ez û Davut jî hebûn.
Piştî fîlm ev gotin ji min hatin…

Not: Di çarçoveya festîvalê de Nîvê Heyvên,
10.04.2007’an, saet 16.00’an de li Salona Emekê,
12.04.2007’an, saet 21.30’an de li Salona Atlasê�
û 14.04.2007’an de jî saet 13.30’yan de li salona sînemayê ya Rexxê dê bê nîşandayîn.

diyarname.com