STRANBÊJ AYFER DUZDAŞ: Radyoyeke me ya biçûk hebû. Li her derê radyo tunebû. Li malên teketuk hebû. Ji zarokan re qedexe bû ew radyo. Bes balkêş e ligel ku zarok bûm, destûra min hebû ji bo guhdarîkirina radyoyê. Muzîk çêj û tehma jiyanê ye!.. Eyşe Şan delala ber dilê min e… Min sê salan bêrîvantî kir, li ber pez min stran û kilam digotin!..
Ayfer Duztaş; Hunermenda kurd a ciwan û dengxweş… Ev 12 sal in ku li Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) di nava muzîk, deng û awaza kurdî de ye. Yek ji hunermendên xwediyê şêwazeke cuda ye. Li gorî baweriya min, di dengê Ayferê de, êş, jan û zêmarên kurdan veşarî ne. Ligel ku bi salan e dinasim, heta roja gotûbêj û sohbeta me jî, ji min kirî ku zaravayê wê kirmançkî (zazakî) ye, lê wê got ku ew kurmanc e. Piştî xebata salên dirêj, yekem albûma wê ya soloyê, ji hêla Kom Muzîkê, bi navê “Leylan”* derket. Piştî derketina albûmê, ez û Ayfer Duztaş em li hev civiyan; min pirsî Ayfer Duztaş bersivand. Di dawiya sohbeta me de ev gotûbêj derket holê…
SALIHÊ KEVIRBIRÎ: Ayfer Duztaş ji ku ye, di malbateke çawa de mezin bûye, navbera malbatê bi muzîkê re çawa ye, wê çend xwişk û bira hene, perwerdehiya xwe li ku derê/deran kiriye?
AYFER DUZTAŞ: Ez ji Sêwazê me. Em Kurmanc in. Li gundê Aldîwazê ya bi ser Hafikê ve ye hatime dinyayê. Min du xwişk û du bira hene. Mezina me xwişka me ye. Ez a duyemîn im. Heta neh saliya xwe li Sêwazê mam. Min dibistana seretayî heta pola sisêyan, li gund xwend. Paşê me bi malbatî koçî Stenbolê kir. Li Stenbolê, min xwendina xwe ya seretayî û navîn temam kir…
Ayferxan, te got Sêwaz… Malbata te çawa tê naskirin? Wekî malbat, wekî ber û eşîr?
Ez ji malbateke berfireh têm. Ji Eşîra Kurmêşan im. Em Elewî ne…
Kurmêşan? Ev eşîr li Dêrsimê jî heye bawer im…
Belê rast e. Jixwe ber û pêşiyên me, piştî berxwedana Dêrsimê, bi gotineke din piştî karesata 38-an, ji Dêrsimê reviyane çûne Erzinganê, ji wir jî hatine Sêwazê…
Belê… Têkiliya te û muzîkê li gund destpê kir an?
Belê rast e, li gund destpê kir… Wekî min got, heta neh saliya xwe li gund mam. Wekî tu jî dizanî, berê pîlaq hebûn. Kaset nû derketibûn, lê zêdetir pîlaq dihatin guhdarîkirin.
Jixwe piştî guhdarîkirina wan pîlaqan eleqeya min a li ser muzîkê destpê kir. Li hêla din, li gund ji bilî çûyîna dibistanê, em diçûn ber pez jî. Me bêrîvanî dikir. (Bi ken dibêje) Di jiyana min de sê salan bêrîvantî heye!.. Li ber pez min stran û kilam digotin…
Te bi çi zimanî digot, te çi digot?..
Me li malê bi zaravayê kurmancî xeber dida. Wê demê min ji pîlaqên Abdullah Papur kilamên kurdî li ber pez digot. Her wiha stranek hebû ku min herdem digot. Bi zimanê tirkî bû. Strana Edîp Akbayram ya bi rengê; “Anama ana diyesin / babama baba diyesin / sen bize gelin gelesin / nerde kaldın kibar gelin” bû…
Bi vî awayî, min xwe li ser sehnê didît, sehne dihat ber çavên min. Zarokatiyeke wisa sade lê xweş… (Kurtekeserek dikişîne û berdewam dike) Dizanî, bêriya wan rojan dikim…
Radyoyeke me ya biçûk hebû. Li her derê radyo tunebû. Li malên teketuk hebû. Ji zarokan re qedexe bû ew radyo. Bes balkêş e ligel ku zarok bûm, destûra min hebû ji bo guhdarîkirina radyoyê. Herdem radyo di destê min de bû, min guhdarî dikir û stran û kilamên dihatin gotin ji ber dikirin…
Tiştekî balkêş heye ez ji te re bejîm?
Helbet, kerem bike…
Wekî min got di nava malbatê de zimanê axaftinê kurmancî bû. Carcaran çend pîlaq tên ku çend kilam-stranên kurdî tê de hene. Ez jî li dibistanê her stranan dibêjim, lê stranên tirkî. Hestek li min peyda bûye ku dixwazim bi kurdî bistirêm. Di dilê xwe de dibêjim; “Madem em kurd in, bi kurdî/kurmancî dipeyivin nexwe çima ez bi kurdî stranan nabêjim?..”
Ez rabûm min çi kir?
Te çi kir?
Min stranên tirkî dikir kurdî û distira. Min li gorî xwe werdigerande kurdî û min digot… Yek ji wan stranan, strana Îzzet Altinmeşe bû ku digot; “Kaşlarini kaldirirsin / Birbirine değdirirsin / Guzelligin yoktur ama / Sen kendini sevdirirsin”. Min kiribû kurdî û distira. Gelek stranên min ên bi vî rengî hebûn…
Helwesteke balkêş e bi rastî… Ayfer tu jî dizanî, di zarokatiya me de jî hebûn; baş tê bîra min, hinek zarok û şagirt (xwendevan) hebûn ku li dibistana seretayî û navincî, mamosteyan bi hewl û zextan ew derdixistin ser dik û sehneyan. Kilam û stran bi wan didan gotin. Tu jî yek ji wan zarokan bûyî an na?
Belê ez yek ji wan zarokên ku te behs kir bixwe bûm. Herdem li ber çavan bûm. Her sal min di nava xebatên koroyê de cih digirt. Min bi tena serê xwe stran-kilam digotin, lê bi zimanê tirkî. Ji ber ku ne mimkûn e ku mirov li dibistanan bi zimanê kurdî bibêje…
Carcaran dema ku di nava wan xebatan de min cih nedigirt, xew nediket çavên min. Di ketim nava psikolojiyeke xerab. Çawa ku ez sûcdar û tawanbar bim, moralê min xerab dibû. Xemgîn dibûm. Min digot, “Çima ez di nava vê xebatê de tuneme?”. Min her dixwest li ser sehnê bim û bistirêm…
Pîlaqên Abdullah Papur hebûn, ew dihatin guhdarîkirin. Her wiha Hasan Erdogan hebû, wî bi tirkî digot, lê Abdullah Papur bi kurdî jî digot. Me lê guhdarî dikir.
Li gund û di nava malbatê de, stranbêj/kilambêjên din hebûn gelo?
Li nava gund merasîmên cemê hebûn. Di van merasîman de, pîr ango dedeyên me li tembûrê dixist û stran digotin. Her çi di nava malbatê de ye, Mamê min (apê min) Huseyîn Duztaş hebû, bi awayê amator kilam digot. Niha êdî nabêje. Dengê dayîka min gelek xweş e. Tesîreke mezin li ser min hiştiye. Kilamên xemgîniyê, kilamên êş û şewatê dibêje…
Kilamên ku te ji dayîka xwe girtine hene?
Helbet gelek in… Mesela min dixwest di vê albûma xwe de, kilameke ku min ji dayîka xwe wergirtiye, bistirêm. Lê belê nebû qismet. Bi hêvî me careke din ezê bistirêm. Sedema ku niha di vê albûmê de cih negirtin, cudabûna konsepta albûma me bû…
Dayîka te li ser êş û janên 1938-ê kilamên xwe dibêje an?
Na, zêdetir li ser êş û janên malbatê kilamên wê hene. Li gorî hêz û qeweta xwe distire feqîrê… Mesela li ser birayê xwe stran gotiye. Di ciwaniyê de birayê wê jiyana xwe ji dest daye. Zêdetir li ser wî gotiye/dibêje. Zêmarên (agıt) dayîka min gelek hestiyar in mesela…
Heger li bîra te hebe, dikarî bendekî ku dayîka te dibêje, bibêjî?
Himmm, mixabin niha li bîra min tuneye…
Baş e ne xem e. Ezê li ser muzîkê berdewam bikim; Yekem car nîv-profesyonel be jî hevnasiya te û muzîkê li ku derê û çawa destpê kir? Kes an kesên ku piştevaniya te kir hebûn. Seruvena te ya muzîkê bi çi rengî destpê kir?
Ya rast ez bibêjim tu kesek piştgiriya min nekir dema min dest bi karê muzîkê kir… Ji malbatê jî tu kesek yarmetiya min nekir, mala wan ava hê jî nakin! Ji ber ku malbata min naxwaze ez bi muzîkê re eleqedar bibim. Nexasim bi tu awayî alîgirî nakin ku ez bi muzîka kurdî rabim. Li dijî min derdikevin û naxwazin ez bi muzîka kurdî re eleqedar bibim…
Waaa?
Belê mixabin!… Malbata min malbateke Kemalîst e, ji kevneşopiya CHP-ê (Partiya Komarê ya Gel) tê. Diya min hinek nêzîkê min e û hestên neteweyî hinek pêre hene. Dema min li Navena Çanda Mezopotamyayê (NÇM) dest bi xebatê kir, di nava malbatê de problemên mezin derketin. Reaksiyon ango bertekên mezin nîşanî min dan. Demek dirêj min bi bavê xwe re xeber neda li ser vê meselê, pê re nepeyivîm… Belkî tu bawer nekî lê li ser vê meseleyê carek bavê min, ligel dayîka min avêtibû ser NÇM-ê!.. Ji wan re digot; “Ka we keça min bi ku ve biriye?” Ji ber ku ez çûbûm turneyê û min ji wan re jî gotibû…
Beriya hatina NÇM-yê te çi dikir, li ku bûyî? Li gor zanîna min xwendina te ya Dibistana Hunerên Bedew jî heye wan deman…
Belê rast e… Beriya hatina NÇM-yê di kargeheke taybet de min karê muhasebeyê dikir. Her wiha diçûm dibistanê. Piştî min lîse temam kir, neçûm zanîngehê. Ji derve min xwend. Çûm Lîseya Perayê ya Hunerên Bedew (Pera Guzel Sanatlar Lîsesî). Min li wê derê perwerdehiya şanê, perwerdehiya kemanê wergirt. Min perwerdehiya nota-solfejê li wir dît, lê min li NÇM-ê berdewam kir.
Li vê derê dixwazim tu behsa hatina xwe ya NÇM-yê bikî…
Di sala 1996-ê de ez hatim NÇM-yê. Salek me perwerdehiya notayê dît. Salek paşê jî ango di sala 1997-an de “Koma Vengê Sodirî” ava bû. Ez tevli vê komê bûm. Salek em di komê de xebitîn, me prove kirin bi rojan. Salek paşê jî (1998) me li avahiya NÇM-ya Beyogluyê konsera xwe ya yekem pêşkêş kir. Strangotina min a li dibistanan ne tê de, cara yekem min li NÇM-yê li ser sehnê stran gotin… Min wê rojê kilamên “Tew Veyvikê” û “Usenê Min” li wê derê strabû… Wê şevê xew neketibû çavên min… Bawer bike niha jî wisa ye, gava konserek hebe, xew nakeve çavên min… Jixwe ev hest bi te re tunebe tu nikarî vî karî bikî. Lewre ez her dem biheyecan im…
Roja ku tu hatî NÇM-yê tê bîra te? Psîkolojiya te ya wê rojê çawa bû?
Belê wekî îro tê bîra min… Cihê avahiyê li Tarlabaşiya Beyogluya Stenbolê bû. Avahiyeke kevin bû. Ji bo ku ez qeyda xwe ji bo kursa baxlemayê bikim çûbûm wê dere. Heyecana min gelek bû wê rojê…
Ji zarokatiya te heta niha hunermend û dengxweşên “delalên ber dilê te” kî ne?
Min behsa Abdullah Papur kiribû jixwe. Cara yekem min ji wî strana kurmancî guhdarî kir. Yekem car du kaset hebûn ku piranî an giranî stranên kurdî lê hebûn min peyda kirin, kasetên Firat Başkale û Aram Tîgran. Straneke Firat Başkale hebû bi navê “Lorî lorî”, ew her di bîra min de ye… Her wiha strana Aramê Tîgran a bi navê; “Newroz e Newroz e, Bihar e Newroz e”…
Paşê ji stranbêjên kurd, min guh da hunermend Şivan Perwer… Min gelek ji Şivan perwer hez dikir. Lê Eyşe Şana gorbihuşt delala ber dilê min e bi rastî… Herkes li aliyekê Eyşe Şan li aliyekê… Piştî guhdarîkirin û hevnasiya bi dengê Eyşe Şanê re, ez pê hesiyam ku divê dengbêjan nas bikim. Lewre min bala xwe da dengbêjan. Dengbêj di jiyana min de ciheke taybet digirin…
Muzîk ji bo Ayfer Duztaş çi ye? Di jiyana te de çiqas girîng e? Karekî din heye ku tu tercihê muzîkê bikî? Ji te re bibêjin dev ji karê muzîkê berde tê çi bikî?
(Dibe pirkêniya wê dikene) Herhal ezê bêkar bimînim!.. Destê min ji muzîkê bikin, ez xwe ji ser banê navêjim, lê bawer im dê heyecana min a jiyanê jî nemîne… Ez tu karî tercihê karê muzîkê nakim. Muzîk bo min gelek tişt e. Çêj û tehma jiyanê ye muzîk…
Muzîk dikeve xewna te carcaran?
Helbet, gelek caran dikeve xewna min…
Te di nava komên muzîkê yên NÇM-ê de gelek sal borandin. Dema tu niha li wan deman dinêrî, wendahiyên te û destkeftiyên te çi ne? Roj çêbû ku te di nava wan koman de got; “Êdî bes e, nema dikarim bikim!..”
Salih wekî tu jî dizanî yekem xebata min a hevpar (kollektîf) bi Koma Vengê Sodirî destpê kir, paşê bi Koma Asmîn –Koma jinan ku ji 11 jinan pêk dihat- berdewam kir. Bandora erênî û neyînî yên van koman li ser min çêbû. Aliyê erênî ew e ku hûn pratîk dikin, perwerdehiya xwe didomînin. Gelek derfet dikevin destên we di warê muzîkê de. Di vî warî de gelek aliyên baş û sûdewar hebûn…
Aliyê neyînî ew bû ku, min ji zarokatiya xwe ve dixwest bi awayê hunermendeke soloyê bistirêm. Koman kir ku ez ji vê daxwaza xwe bêpar bimînim. Karê kollektîv, karê kesayetî dikuje. Enerjiya te ya heyî, di nava komekê de winda dibe diçe, an jî belav dibe. Bo nimûne, deh sal berê min dest bi soloyê bikira, niha ez li devereke bilindtir bûm…
Lewre jî, heger xebateke xweser (taybet) nebe, ez tu caran naxwazim vegerim xebata koman…
Em vegerin ser xebata te ya nû. Serxêrê be!.. Bi derengî be jî albûma te “Leylan” derket… Hinek behsa vê xebatê bike ji kerema xwe re…
Belê albûma min bi derengî derket. Divê Newrozê li ber destê guhdaran bûya, lê ji ber sedemên taybet û teknîkî 4 meh bi derengî derket. Gelek hunermendên hêja keda xwe tevli albûmê kir. Di salekê de temam bû. Aranjorî û derhêneriya albûmê Mustafa Bîber kir. Me gelek amûr û enstrumentên baş bi kar anî. Sentezeke baş derkete holê. Sentezeke ji çar aliyên welêt di albûmê de tê dîtin. 13 kilam di albûmê de hene ku 12 heb kurmancî, dimilkî (zazakî) û soranî ne. Kilamek bi tirkî-kurdî ye. Me ji strana “Dotmam” (Kilama Çewlikê) re klîbeke xweş çêkir. Strana “Leylo Leylo Ziravê” ya Eyşe Şanê, bi şanazî min xwendiye ku di albûmê de heye…
Rast e, pirsa min li ser wê jî heye… Te berê jî “Sallana sallana neçe seravê” ya Eyşe Şanê strabû û klîba wê çêkiribû. Her du kilam jî tirkî-kurdî ne û yên Eyşe Şanê ne. Çima tirkî-kurdî, çima Eyşe Şan?
Dema me ji kilama “Sallana sallana neçe seravê” re klîb çêkir, di konserên li bajarên kurdan de ji min re wiha digotin; “Tu keça Eyşe Şan î?” Gelek kes min wisa dizanin. Ev bo min rûmetek e. Bi rastî jî di warê manewî de ez xwe wisa hîs dikim. Ez wê wekî dayîk ji xwe re dihesibînim. Gelek jê hez dikim, ji dengê wê gelek hez dikim. Tesîreke mezin li ser min hiştiye Eyşe Şan. Lewre di vê albûmê de min straneke wê bi kar anî. Min dixwest dengê wê bi kar bînim, lê di warê teknîkî de pêk nehat… Çi albûm, kaset û pîlaqên wê hene li ber destên min hene. Didim hev. Eyşe Şan cuda ye ji bo min… Xwezî dem li me biziviriya û min bi Eyşe Şanê re duet bikira…
Bi awayê giştî rewşa muzîka kurdî çawa dinirxînî. Her ku teknîk bipêş dikeve, dezenformasyon jî zêde dibe. Fikra te çi ye di vî warî de?
Rast e, ez jî wekî te difikirim. Ji bilî dezenformasyonê, arabeskbûn û xitimînek jî heye… Mixabin ku berhemên arabesk jê difûre, zêdetir eleqe dibînin, li hêla din albûmên baş, xweser û biqelîte ji eleqeyê bêpar in û nayên firotin…
Min rexneyek heye, beriya ku ji bîr bikim bibêjim; ji nifşên ciwan gelek hunermendên kurd hene ku rabûn û rûniştina wan li ser zimanê tirkî saz dibe. Huner û strangotina wan bi kurdî ye, lê wekî din jiyana wan serdanpê (ji serî heta binî) bi tirkî ye! Hunermendê kurd heye ku dema derdikeve ser sehnê, pêşkêşkirina kilam/strana xwe bi vî awayî dike: “Değerli dinleyiciler siradakî şarkimiz, Mihemed Şêxo’dan ‘Ay lê Gulê’..” (Guhdarên hêja, strana me ya di dorê de ji Mihemed Şêxo ‘Ay lê Gulê’ ye). Piştî vê banga bi tirkî, destpê dikin strana xwe bi kurdî dibêjin… Bavo çima pêşkêşiya xwe bi kurdî nakî?.. Tu jî yek ji wan stranbêjan î gelo? Zimanê kurdî di jiyana te de çiqas serdest e?
Beriya her tiştî spas ji bo pirseke wiha… Helbet tu mafdar î. Ev kêmasî heye di nava hunermendên kurd de. Her çi ez im heta ji min tê, dixwazim kurdî/kurmancî di jiyana min de hebe. Jixwe her bi kurdî stranên xwe dibêjim. Çi kurmancî, çi soranî, çi dimilkî (zazakî). Lê tiştên tu dibêjî jî gelek rast e. Lê tiştekî din heye ku bibêjim, ev demek e ku em hunermendên Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) hewl didin ku di civînên xwe de jî bi kurdî biaxivin. Gelo ev têrê dike? Helbet na, divê kurdî zêdetir bikeve jiyana me. Di serî de jî jiyana min…
Her wiha polîtîkaya dewletê tê zanîn. Tesîra vê polîtîkayê ya li ser malbatê eşkere ye. Lê dîsa jî, divê ev yek ji bo hunermendên kurd nebin hincet. Li aliyê din, divê neyê jibîrkirin ku em ji dewreke wisa hatin ku fîkandina bi kurdî (!) bixwe jî qedexe bû…
Navbera te û amûrên muzîkê ango enstrûmanan çawa ye?
Baş e, ne xerab e!.. Ez li baglamayê dixim. Her wiha li kemanê dixim. Li curayê dixim. Dixwazim li ser sehnê baştir bi kar bînim. Yek ji xeyalên min ên sereke jî ev e…
Pirsa dawî; xeyala te ya herî mezin çi ye?
Xeyala min a herî mezin ew e ku rojek were ez koroyeke mezin a jinan ava bikim…
Ayfer Duztaş, hêvîdar im rojek ew xeyala te pêk were… Gelek spas ji bo bersivdayîna pirsan û vê sohbeta xweş…
Ez gelek kêfxweş bûm bi rastî, spasdarî û malavayî ji min…
Kunyeya Albûmê:
Leylan, Ayfer Duztaş, Kom Muzîk, 2008 Stenbol
Aranjor/Derhêner: Mustafa Bîber
Edît: Ercan Tanriverdî, Mustafa Bîber, Ozgur Ozkan Mete
Mîx: Îhsan Apça, Ozgur Ozkan Mete
Masterîng: Cem Buyukuzun
Studyo: Sound, Ada
Bilûr/Ney/Zirne: Eyup Hamîş, Osman Aktaş
Baxlama, Tomîr, Çoyur, Dîwan: Engîn Arslan
Qilarnet: Kîrpî Bulent
Kemançe: Kadîr Verîm
Ûd: Yildiran Guz
Çello: Tîmûr Atasever
Keman: Adnan Karadûman
Mey, Zirne: Ertan Tekîn
Dengên Elektronîk: Mustafa Bîber
Klasîk Gîtar, Elektronîk Gîtar: Mustafa Bîber
Bas Gîtar, E. Bow, Gîtara Bêperde: Abdullah Şakar
Perkusyon: Ugur Goregen
Vokal: Meral Tekçî, Zelal Gokçe, Eylem Aktaş, Alî Geçîmlî, M. Bîber, Ercan Tanriverdî, Kamer Erdogan, Tacettîn Karagoz, Ayfer Duztaş
Ji bo têkilî û danûstandinê:
www.ayferduztas.com
HEVPEYVÎN: SALIHÊ KEVIRBIRÎ
ÇAVKANÎ: NETKURD
rojnameger@hotmail.com
© Salihê Kevirbirî, 2008