Çar Newa û laboratuara wê

74

Destpêk
Ji serê salên nodî ye ku, piştî rakirina qedexeya zimanan a li Turkiyê, gellek kes û koman dest bi muzîkê kiriye û ji ber ku ev karê hunera kurdî bi awayekî berdî berdan tê kirin jî, mirov mecbûr dimîne hin tiştinan destnîşan bike.
Nivîskarê vê nivîsê ne muzîknas e, dengê wî jî ji yê herkesî xerabtir e, lê belê ji ber ku ew li ber bikaranîna zimanê kurdî ya di muzîkê de dikeve û diêşe (gellekî diêşe ku carinan hin stran dibin weke kêran û li piştê dikevin) û ji ber ku kêm kesan bala xwe daye van kirinên « ecêb », ew ê li vira weke « aşiqekî vî zimanî » behsa hin têbiniyên xwe bike. 
    

Heke hûn bala xwe bidin hin komên kurdan yên bakurî, hûn ê bibînin ku, di ber keda li ser muzîka kurdî re, du « qetlîam » tavilê ber bi çav dikevin. Yek jê qetlîama zimanê kurdî ye, ya din jî qetlîama muzîk û rîtmên kurdî ye ku heke ne ji hin komên kurdî yên ku hêviyê didin mirov bûya, mirov dê di nava vê dejenerasyonê de ji desthilanîn biketaya.

Wekî din, hin stranbêj jî hene ku ew jî xwedêgiravî muzîka kurdî dikin an jî ew dibêjin qey ew karekî baş dikin, lê di eslê xwe de ne weha ye. Ev dejenerasyona ku em behs dikin, xerabkirina muzîk, ritm û di ser de jî xerabkirina zimanê kurdî ye. Peyva modernbûyinê ya ku ji berê de di nava civata me de çewt hatiye fahmkirin, di nava muzîka me ya nuh de weke xweşibandina biyaniyan diyar dibe ku mirov carinan gellekî li ber talana vê çanda kurdî dikeve. Bi alîkariya vê nivîsê, werin em li vira peyvekê ji wan re bibêjin ku belkî alîkariya wan jî bike. Bala xwe bidinê ku hin kesan bi navê ”rocka kurdî” û ”popa kurdî” celebekî muzîkê yê weha ava kirine ku mirov nikare tiştekî bi kurdî tê de bibîne û mirov bi tenê dikare jê re bibêje ”dejenerasyona kurdî”. Ji muzîkê bigirin heta bi edebiyatê û sînemayê, ev dejenerasyon di nava civata me de êdî bûye fenomekek.

Van demên dawiyê, êdî mirov lê dinihere, kurdî di muzîkê de xitimiye û hunermendê kurd weke fotokopiyên xerab xuya dikin ku orjînala wan bêtir di muzîka tirkî de heye. Em rastiyê ji hevdu re bibêjin ku bila kesek dilê xwe negire. Heyran, hin hunermendên me hene ku divê êdî dev ji guhdarîkirina Haluk Leventê tirk berdin. Ji melodiyên wan ta bi peydakirina gotinan, mirov dibêje qey Haluk Levent bûye xwedayê wan. Heke divê mirov xwe bişibîne hin kesan, di nava muzîka rojavayî de xwedayên vî karî hene. Bila biçin li Pink Floyd guhdarî bikin, li Metallica, li Noir Desir, hetta li Beatles guhdarî bikin, lê ew diçin li kopyaya kopyayan guhdarî dikin û xwe dişibînin wan ku mirov dibêje ”êdî bes e!”. Em di hemû warên hunerê de tim referansên xelet hildibêjin û êdî divê di vî warî de em hin tiştan destnîşan bikin.

Gellekan ji me – bi kêmanî carekê be jî – ev yek dîtiye ku stranbêjên kurd di konsertan de dibêjin: ”Şimdi de kürtçe bir halk türküsü soyleyelim.”. («Nuha jî ka em türküsüyekê bi kurdî bêjin») Heyran bi kurdî ”halk türküsü” tuneye! Carinan jî bi turkî dibêjin : ”Şimdi de konserimizi Rojbaş Gerilla ile bitirelim.” («Nuha jî ka em konserta xwe bi Rojbaş Gerîlla bi dawî bikin ») û bi kurdî « Rojbaş Gerîlla » dibêjin û xelk ji wan re li çepikan dixin. Talaneke bi vê xezebê tucarî nehatiye dîtin.

Koma Çar Newa di konserteke xwe de (wêne: www.komacarnewa.com)

Di salên hefteyî de, Koma Wetan bi bandora Jimi Hendrix û Deep Purple muzîkeke nuh di kurdî de ava kiribû, lê belê Koma Wetan xwe ji kurdayetiyê û ya giringtir xwe ji zimanê kurdî bi dûr nexistibû. Heke hûn bala xwe bidinê, hemû gotinên stranan bi kurdiyeke weha hatine peydakirin ku mirov nikare tu eybê tê de bibîne. Ev kom di salên nodî de ji aliyê kurdên bakurî ve hate kişfkirin, lê di pratîkê de tu bandor li hunermendên kurd nekiriye. Lê ka gelo, yên dema me jî mîna Koma Wetan dixebitin ? Pêdivî pê nîne ku mirov zêde bifikire. Bersiv « na » ye.

Em ê di vê nivîsê de bi alîkariya albuma koma Çar Newa ya dawîn “Zîz” behsa vê guherînê bikin û bibêjin bê li gora me çi kêmanî di çalakiya kurdan ya hunerî de heye, û hunermendên me divê bêtir bala xwe bidin çi û di karên xwe de çawa zimanê xwe û hunera xwe li hember vê dejenerasyonê biparêzin.

Dawî

Di nava komên kurdên bakurî yên muzîkê de, ku piştî serbestbûyina zimanê kurdî derketine, cihekî koma Çar Newa yê taybetî heye. Ev kom li ser hîmên Koma Amed hatiye avakirin û ji serê salên nodî ve ye ku endamên vê komê xwe daye hezkirin. Albuma wan ya bi navê « Dergûş » tê bîra herkesî. Ma « Êvarê »ya bi dengê Silêmên yê zîz hespên dilê kê har nekirine?

Erê, gava ku em dibêjin Koma Amed, herî zêde ew album tê bîra mirov. Digel ku komê navê xwe guheriye jî ji ber navdarbûna Serhêd û Silêmên herkes dizane ku Çar Newa dewama Koma Amed e. Piştî « Sî » û « Mak », ev du hefte ne ku albuma wan ya nuh derketiye: « Zîz ».

Ji bo çi ne kesekî din an jî komeke din, lê mijara vê nivîsê li ser kar û xebatên Çar Newa ye? Bersiva wê hêsan e. Di nava hemû koman de, baştirîn koma ku, beyî ku xwe ji hîmên muzîka kurdî ya gelêrî bi dûr bixe, kariye senteza muzîka kurdî û ya rojavayî ava kiriye, ev kom e. Di vira de em bi tenê behsa komên piştî nodî dikin.

Taybetmendiyeke Çar Newa heye ku guhdarên wê baş pê dizanin. Ev kom digel ku stranên nuh çêdike jî, bêtir xwe dispêre stranên gelêrî. Ji ber wê ye ku, digel ku di albuma wan a yekem de jî hin stranên bi vî rengî hebûn, mîna « Rindê », hemû albumên wan yên din di bin siya « Dergûş »ê de diman. Lê belê, bi vê albuma « Zîz », hem bi hilbijartina stranan û hem jî bi awayê xebatê ku em ê behsa wê bikin, mirov dikare bi rehetî bibêje ku Koma Çar Newa xwe ji vê siya wê albuma « Dergûş »a deh sal berê rizgar kiriye. Di vî warî de divê mirov keda Fikrî Kutlay, Ahmet Kaya û Mustafa Biber ji bîr neke û wan ji bo vê berhemê pîroz bike. Ev hersê kes di nava vê komê de ne bi qasî Serhêd û Silêmên navdar in, ji ber ku di koman de solîst ji kesên din bêtir bi pêş derdikevin.

Fikrî û Ahmet kesine weha ne ku muzîk bûye jiyana wan. Xelk di demên xwe yên vala de karine din dikin, lê belê ev herdu kes, ku herdu jî textor in, mirov dibêje qey di demên vala de jî tûrikên wan li piştê û didin pey stranan. Ev herdu « textorên stranên kurdî » wan stranan li ku be jî peyda dikin û tînin « laboratuara » xwe û li ser dixebitin. Ev çalakiya laboratuarê bûye taybetmendiya Çar Newayê ku mirov mecbûr e ku bêtir behsa wê bike.

Heke mirov bala xwe bide vê albuma dawîn, mirov bi hêsanî biryarê dide ku stranên ku mirov di cih de dikin hogirê xwe, ew stran in ku di vê laboratuarê re derbas bûne: « şimikreş », « çîmenê », « hemamê » û « hawar ».
Ev herçar stran stranên gelêrî ne ku ji aliyê van textoran ve li herêma Botan, li derdora Colemêrgê û Şirnexê hatine berhevkirin. Ahmet bi xwe ji vê herêmê ye û hezkirina Fikrî ya stranên gelêrî jî karê wan hêsantir kiriye. Lê belê çalakiya wan bi berhevkirinê ve xelas nabe.

Kesên ku nêzîkî vê komê ne, vê çalakiyê baş nas dikin. Hin stranên wan carinan deh salan jî di laboratuarê de dimînin. Ev laboratuar jî ne bi tenê ji bo stranên gelêrî tê bikaranîn. Herweha hin stranên nû jî ku di vê albumê de hene, deh sal berê hatine nivîsandin û heryek ji wan bi kêmanî neh an deh versiyonên wan hene.

Stranbêjên Koma Çar Newa: Serhed û Silêman

Lê belê di vê laboratuarê de ev herdu textor ne bi tena serê xwe ne. Di vî karê wan de Mistefayek heye ku ne mumkin e ku mirov nebe heyranê wî û karê wî. Ev sihêrbazê stranên kurdî destê xwe bide çi, dike zêr. Harmoniya melodiyan û enstumanan jî bi pirranî berhema wî ye. Hema bala xwe bidin « çîmênê » û « hawar », hûn ê fahm bikin. Diviya Çar Newa hebekî zêdetir ji hunera Mistefê îstifade bikiraya. Nûkirina stranên gelêrî ancax dikare bi vî awayî bibe. Aha ji ber wê ye ku Çar Newa heq dike ku mirov bala xwe baştir bide xebatên wê û hin rexneyan jî lê bigire.

Sê solîstên vê komê hene: Serhad, Silêman û Ahmet. Lê belê, qey ji ber ku endamên komê li dûrî hevdu dijîn, hestek bi mirov re çêdibe ku weke ku Çar Newa ji van hersê dengan têr destkewtî nabe. Albuma « Sî » ji ya komê bêtir bûbû weke albuma Serhêd û gellek kesan jî ev yek ji endamên komê re gotiye. Lê belê Çar Newa xatirê rexneyan digire. Nemaze di vê albuma « Zîz » de Çar Newa êdî ji bin nîrê dengê Serhêd derketiye û bêtir bûye « kom ». Lê dîsa jî Serhad di vê albumê de şeş stranan dibêje : « de bê », « taxa jêrê », « şevek tarî », « zeynebê », « delal » û « almast ». Hemû stranên wî jî ji aliyê Merdên ve hatine aranjekirin. Lê belê pirsgirêka vê albumê jî bêtir di nava van stranan re diyar dibin ku ew jî nêviyê albumê ye, ji ber ku di albumê de duwazdeh stran hene.

Em ji « de bê » dest pê bikin. Ev strana ku bi zaravayê zazakî hatiye nivîsandin, ji pênc xulekan zêdetir didome, lê belê bi tenê deqeya dawîn tê guhdarîkirin ji ber ku monotoniyek û dubarekirineke weha lê hatiye bar kirin ku xewa mirov li ber tê. Bûye weke du stranên cuda ku ya yekem li vê albuma delal nake.

« Taxa jêrê » straneke Ahmet Kaya ye ku berê bi tirkî hatiye gotin. Serhad di hevpeyvînekê de dibêje ku Ahmet Kaya dixwast stranên xwe bike kurdî, lê belê umrê wî têrê nekir û bi vê hesretê çû ser dilavaniya xwe (16ê mijdara 2000an) û wî jî ji ber wê xwastiye straneke wî bibêje. Karekî bi vî rengî di albuma « Kulîlka Azadî » (albuma Koma Amed ya yekem) û « Sî » (albuma Çar Newa ya yekem) de jî hatibû kirin. « Kulîlka Azadî » ji aliyê herkesî ve tê naskirin, ji ber wê, em ê behsa wê nekin. Di « Sî » de helbesta Ahmed Arif ya bi navê « Enedol im ez » hatibû wergerandin ku wergereke gellekî xerab bû û navê Çar Newa jî bi xwe re xerab dikir. Em zêde behs nekin û bi tenê nimûneyeke ji vê stranê bidin, de ka hûn ji xwe re bifikirin bê ew bi kurdî ye an na:

Min dergûşan daye Nûh
Deydikan, hêlekanan
Enedol im ez tu dinasî?
Hember xelkê rojê tazî
Şerm dikim şerm dikim

Bimeşe bi ser û ser

Tû bike rûyê cellad
Yê xwedî keysê, xayin û fesat
Di ber xwe bide bi neynûk, bi diran
Bi evîn bi hêvî

Hema ji herdu rêzikên serî diyar dibe ku kesê ku ev werger kiriye, bi gramera kurdî nizane. Ji ber ku di gramera kurmanciyê de mirov nikare tiştekî weha qebûl bike. Ergatîv yek bingehên rastnivîsandina kurmanciyê ye û diyar e ku wergêrê vê stranê hay ji vê têgeha rêzimanî nebûye.

Di « Taxa Jêrê » de vê carê wergêr guheriye. A. Rahman Çelîk kurdiyeke baş li stranê bar kiriye (ji bilî çewtiyên tewangê ku em wan jî weke qisûrekê dihesibînin, rastnivîsandina vê stranê jî ne temam e), lê belê dîsa jî, ji ber ku ew straneke weha ye ku kurdên bakurî ji berê de pê dizanin, mirov nikare heman tahma stranên Çar Newa jê bike. Ya baştir ew e ku Çar Newa dev ji wergeran berde û awayê xwe yê xebatê xerab neke. Ji ber ku ya ku Çar Newa daye hezkirin, ne wergerên wê ne.

Heman rexne dikare li strana « şevek tarî » jî were girtin. Ev stran rasterast bi kurdî hatiye nivîsandin, lê belê bêhneke wergerê jê tê ku bi rastî jî bêhneke nexweş e û hezkiriyên zimanê kurdî gellekî aciz dike. Kurd tucarî weha napeyivin û heke mirov bi tirkî nizanibe, mirov dikare vê helbestê xelet jî fahm bike. Herweha, helbesta kurdî jî bi fikira tirkî nayê nivîsandin, ji xwe ev helbest jî helbestên Ahmed Arif tîne bîra mirov. Helbestkarên kurd ji zû ve xwe ji bandora Ahmed Arif xelas kiriye, lê belê dîsa jî carê hin karên weha tên kirin ku êdî mirov nikare qebûl bike.

Di nava stranên Serhêd de bi tenê ”Zeynebê” hebekî cuda ye û bi şêweya hîp-hopê hatiye xelaskirin. Lê belê, ev jî diyar dike ku Serhêd hê ji xwe re şeweyeke gotina stranan peyda nekiriye. Di navbera beşê ”de bê” yê duyem de û gotina vê stranê de jî cudabûnek heye. Dengê Serhêd bêtir li vî beşê ”de bê” yê duyem dike, ji ber ku mirov baş fahm dike ku wî ew beş hîs kiriye û gotiye, lê belê di guhdarkirina stranên wî yên din de mixabin heman hest bi mirov re çênabe.

Em dîsa vegerin ser « şimikreş », « çîmenê », « hemamê » û « hawar ». Ev herçar stran baştir temsîla rengê Çar Newa dikin. Çima em weha dibêjin? Ka em, ji bilî wê xebata laboratuarê ku me li jorê behsa wê kiribû, hebekî bala xwe bidin amûrên ku di van stranan de hatine bikaranîn.

Muzîka kurdî ya klasîk bi tembûrê tê naskirin. Ribab û cumbuş û bisk jî di vî warî de tembûrê temam dikin. Belkî ji radeyekê û bi şûn ve divê mirov bikare destê xwe ji vê klasîzma muzîka kurdî bişo, da ku hin rêyên xitimî ku tê de em tim xwe dubare dikin li ber muzîka me vebe. Elbet muzîka modern ne ew e ku mirov hema tembûrê biavêje û bibêje qey mirov muzîka rojavayî dike. Muzîk çiqas hemdem an jî ”modern” be jî, divê berî hertiştî kurdî be. Di hemû celebên hunera kurdî de divê mirov vê yekê ji bîr neke. Huner lêkolîn e jî, berhemdariyeke hemdem û hişmendiyeke hunerî ya hemdem jê re divê.

Di nava komên kurdî de, koma ku herî baş vê sentezê dike, weke ku me got, bê şik Çar Newa ye. Çar Newa ev kar di albuma ”sî” de jî û di ya ”mak” de jî kiribû û bi ser ketibû jî, lê belê şêweya ku bi vê albuma ”zîz” hatiye peydakirin, cîhekî weha dide Çar Newa ku mirov wê li ser hemû komên din datîne. Çar Newa ritmên kurdî xerab nake, bi tenê wan ji nû ve derdixe holê û aranjeyeke xweş li wan dike. Ji ber wê, gava ku hûn di ”şimikreş” û ”çîmenê” de tembûrê nebînin jî, hûn baş dizanin ku ew rîtm kurdî ye. Lê dîsa jî, di ”hemamê” û ”hawar” de, li ber tembûr, ribab, cumbuş, dahol û erbanê (hemamê), hûn herweha elektro gîtar û bas û drums û perkussionê jî dibînin. Lê bala xwe bidinê, alavên muzîkê çi bin jî, ritma van herçar stranan kurdî ye. Elbet ev kar berê jî hatiye kirin, lê belê nuha gava ku navê Çar Newa tê gotin, ev senteza ritmên kurdî ya bi harmoniya rojavayî jî tê bîra mirov. ”Hemamê” yek ji wan şaheserên vê komê ye ku ne mumkin e ku mirov nebe hogirê wê. Silêman jî dengekî weha li ser e ku ji wî pê ve kesekî nikarîbû ew stran weha xweşik bixwendaya. Ji xwe ”Hawar” bi vî awayî û bi dengê Ahmet bûye weke çemekî ku dibêje ”xuşş” û bendan xerab dike. Muzîk bi awayekî dişibe wênayan jî. Gava ku mirov li ”hawar” û ”çîmenê” guhdar dike, şayesa şoreşekê li ber çavê mirov ava dibe ku mirov baştir fahm dike bê zimanê kurdî çi xweş e û bi rastî jî pêdiviya hunera kurdî bi dejenerekirinan ve tuneye. Hêja ye ku mirov, bi tenê ji bo van stranan be jî, wan pîroz bike.

Ji ber wê, Çar Newa divê di karê xwe de giraniyê bêtir bide vê hêla nûjenkirina stranên gelêrî û laboratuarê û herweha stranên wan gelêrî be jî, ne gelêrî be jî, divê ji hunera Mistefa Biber jî bêtir destkewtî bibe.
Ibrahîm Seydo Aydogan