“Agir Ketiye dilê min”

60

Gelek kes bi xêra stranbêj Beyto Can pê hesiyan ku “agir ketiye di dilê wan de.” Dema ev kes bi xêra wî bi “agirê di dilê xwe de” hesiyan, êdî ew bi tefandina agirê di dilê xwe de mijûl bûn û heya kesî ji wan ji agirê di dilê Beyto Can de nema. Ev jibîrkirina Beyto Can bû sedem ku ew êdî taştêya xwe bi madeyên “ethanolî” veke.

Ji ber ev made şewathez in, agirê di dilê wî de li şûna bitefe, her roj geştir dibe…Min cara yekem strana Beyto Can ya bi navê “Agir ketiye dilê min” ango “Rinda min” ji dîmenên kongreyeka DEHAP’ê, ji dengê stranbêj Seher Dilovan bihîst. Piştî bihîstina wê stranê, bi rojan ew melodî li ser zimanê min diçû û dihat.

Wekî gelek kesan, min jî piştî demeke dirêj di televîzyonê de Beyto Can dît û bi wî awayî ez pê hesiyam ku ew strana ez mest kiribûm, strana wî ye. Bi gotineke din: Min bi wê stranê ew nas kir.

Sal derbas bûn, her roj stranên nû ji hêla hunermendan ve hatin afirandin lê belê strana “agir ketiye dilê min” ji rojevê derneket û hê jî li ser devê stranhezan e. Bi baweriya min ew dû sirûda neteweyî re, di nava kurdan de strana herî zêde tê nasîn e. Heta belkî li hin deverên Bakur ji sirûdê bêhtir jî were nasîn.

Stranbêjên ji her çar parçeyên welêt vê stranê distrên û stranbêjên mîna Zekeriya, Îbrahîm Tatlises, Hemê Hacî, Suzan Bamernî, Evdilqehar Zaxoyî, Îzet Yildizhan, Gulê Bejnê, Muzafer Yîgît û hwd. ev stran di Cd’yên xwe de strandin.

Kesekî ev stran wergerand zimanê tirkî lê belê ji bo kesên mîna Î. Talises û Î. Yildizhan ev stran bi kurdî strandibûn, ji wergera wê ya tirkî nehat hezkirin.

Her wiha hunermendekî ev stran wergerand zaravayê soranî jî lê belê hunermendên mîna Zekariya kurmanciya wê ji mêj ve bi soranîaxan dabû nas kirin û ji soraniya wê jî nehat hezkirin.

Beyto Can di hevpeyvîneke xwe ya di radyoyê de ya bi Zana Serîn re dibêje ku piraniya hunermendan beyî ku destûrê jê bixwazin ew stran di berhemên xwe de strandine.

Ji bilî meseleya destûrê, ez di tehrîbata stranê de bêhûrmetiyeke mezin li dijî Beyto Can dibînim. Hem yên destûr xwestine û hem jî yên nexwestine guhartinek biçûk di gotinên stranê de kirine û ev bêhûrmetî zêde bala min dikişîne.

Di nava stranê de hevokeke wisa derbas dibe: “… tu bi qedrê xwedê kî nebêje Beyto dîn e.”

Balkêş e ku hemû stranbêjan tehrîbat li ser vê hevokê kirine. Wan, yan navê xwe lê kirine di şûna navê Beyto de, yan jî gotineke din li şûna navê Beyto bi cîh kirine.

Pêwîstiya behsa kompleksa hunermendên kurd ên ku tehrîbat li ser navê Beyto kirina nake lê belê rewşa Tatlîses bala min kişand. Ew dema stranên Mahzunî Şerîf distrînê, bi awayekê serfiraz navê M. Şerîf jî dibêje. Miheqeq dema Îbo jî bi kurdî stranan dibêje, ew jî mîna hunermendên din yên kurd dibe xwedî kompleks û li şûna navê xwediyê stranê, navê xwe distrîne.

Ez tenê dizanim ku dema Sezen Aksu di strana “Ne aglarsin Zulfu Siyahim” navê Hozan Daîmî dibêje û Tarkan di strana “Uzun Înce bir yoldayim” navê Aşiq Veysel dibêje, ew her du ji stêrbûna xwe geştir dibin.


nivîsa Zekî Ozmen…

zekiozmen@hotmail.com
 Çavkanî: diyarname.com