Seyr-î Mesel…

22

Li navenda Beyogluya Stenbolê atolyeyeke şanoyê… Di nava şert û mercên gelek zehmet û dijwar de, hewla pêkanîna şano ango ‘tiyatroya kurdî’ didin. Heta ji min tê, berê xwe didim avahiya ku ji kavilbûnê anîne merhaleya leystikên hunerî. Dibêjim ‘kavil’… Ji ber ku wan camêrên hanê, wan dildarên hunera kurdî avahiyeke ‘sergoyî’ kirê dikin, ne bi rojan lê bi mehan tamîrat û tadîlatan dikin û di ber re jî çavkanî, serpêhatî, çîrok û meseleyên bav û kalên xwe pêşkêşî dêhn û bala şanohezan dikin…

Seyr-î Mesel, di Sermaweza 2002’yan de ava dibe…
Her çiqas ev çar sal in kar û barên hunerî dimeşînin jî, rabirdû û bingeha xebata Seyr-î Meselê diçe 15 sal berê. Lewre berî ku bê avakirin, kom xebata hunerî di bin banê ‘Teatra Jiyana Nû’ ya Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) de dimeşand. Şayanê gotinê ye ku Teatra Jiyana Nû, di sala 1992’yan de dest bi xebata şanoyê kiribû ku hê jî wekî komeke NÇM’ê xebatên xwe berdewam dike. Paşê ji ber hin sedemên navxweyî, komek veqetiya û bi 25 kesan Seyr-î Mesel hate damezirandin.

***
Li gorî derhêner û avakarê Seyr-î Meselê Erdal Cevîz pirsgirêka herî mezin a li pêşiya tiyatroya kurd, di warê sazîbûnê de derdikeve holê. Li ser vê yekê bigazinc e: “Di her warê sazîbûna kurdan de problem hene. Helbet mesele bi ‘pirsa nasnameyê’ ve jî girêdahî ye. Bo nimûne, di warê peydakirina malzeme û mijaran de tu kêmasiyên me tunene. Di pêvajoyeke ku tiyatroya kurdî li ber sekeratê ye de, di nava mehekê de bi du leystikan em derketin pêşberî hezkiriyên tiyatroya kurdî. Îro behsa tu mijaran, behsa sê efsane an çîrokên kurdan ji me re bike, emê bikarin hefteya pêşiya me bikin tiyatro û diyariyê we bikin..!” Dibêje û berdewam dike: “Lê, em salonên şanoyê peyda nakin, li welêt cihê ku em bikaribin lê tiyatro bikin, wekî tiliyên destekî kêm in mixabin…”

Seyr-î Mesel, li gorî baweriya min sazîbûneke wisa ye ku bi awayeke profesyonel lê bi rûhekî amator kar û barên xwe dimeşîne. Heta niha bi her du zaravayên kurdî; kurmancî û zazakî (kirmanckî) –kêm caran bi zimanê tirkî- derketiye pêşberî temaşevanên xwe. ‘Qal û Qir’ yekem leystik e ku di sala 2003’yan de bi zaravayên kurmancî û kirmanckî bo dêhn û bala temaşevanan hatiye leyîstin. Min bixwe jî du caran li ‘Qal û Qir’ temaşe kir ku bi ya min ‘şaheser’ek e şanoya kurdî ye. Tevî vê leystikê, tevahiya lîstikên Seyr-î Meselê, bêyî ku metneke nivîskî hebe bi performans û awayeke ‘xwe bi xwe-dogaçlama-‘ tê pêşkêşkirin. Gelek caran hew mirov dibîne ku temaşevan bixwe jî bûye beşek ji hêmayên şanoyê û rasterast xwe di nava axaftin û performansê de dibîne. Ji bilî Qal û Qir;
‘Kemero Bask’ (kirmanckî, 2003),
‘Xezika Tebeşîrê’ (kurmancî-ji bo zarokan, 2003),
‘Sayê Morû’ (Şahmeran, çîrok, kirmanckî, 2005),
‘Sêva Periyan’ (Çîroka Elbistanê, kurmancî, 2005),
Mesele ne kadar Ozağ?’ (tirkî-kurdî, 2005),
‘Xewn û Xeyal’ û ‘Jan û Xeyal’ (Ji du perde û 11 kurtelîstikan pêk tê, kurdî, 2007),
Öç (intikam-ji Orhan Asena, tirkî, 2006),
‘Arkadaş Arıyorum’ (tirkî, ji bo zarokan, 2006)

***
Heta niha ji bilî bajarên Stenbol, Enqere, Îzmîr, Edene û Mêrsînê; li 10 bajarên kurdan –Diyarbekir, Dêrsim, Wan, Riha, Batman, Çewlik, Şirnex, Erzingan, Dîlok û Mêrdînê- û li navçeyên bi navê Misirc (Kurtalan), Silopî, Farqîn, Cizîr, Qoser, Nisêbîn, Mazîdaxî, Bismil, Pîran, Mazgîrt, Xozat, Wêranşar û Wartoyê temaşevan bûne mêvanên Seyr-î Meselê. Armanca komê ew e ku salê carek derkevin geşta şanogeriyê li Kurdistanê… Yekem car di nîveka vê mehê de ew dê biçin Başûrê Kurdistanê ku ji hêla Yekitiya Sendîkavanên Kurdistanê-Tayê Dihokê ve hatine vexwendin. Şanoger diyar dikin ku vexwendina wan ji hêla Rayedar Adil Hesen ve hatiye kirin.

Erdal Cevîz, li ser baldarî û eleqeya temaşevanên kurd ên li bajarên kurdan şanaz e: “Beşdariya gel gelek baş e. Hezkirina xwe, reaksiyona xwe, rexneya xwe bêyî ku binepixîne û bide navê eşkere dike. Dibe beşek ji tiyatroyê û hebûna wê diselmîne. Bi taybetî ji bo lîstika Qal û Qir, em gelek serbilind û şanaz in. Gelê Diyarbekirê ev peyam da me: ‘Hûn gelek ji dil û azad in!’…”

Gelo armanca sereke ya komê çi bû? Fermo em guhê xwe dîsa bidin Erdal Cevîz: “Li NÇM’yê jî, li Seyr-î Meselê jî armanca me ew bû ku em tiyatroyeke li ser piyan disekine û bînin pê. Rêk û pêkî ji bo me gelek girîng bû. Li devereke wekî welatê me ku çanda şanoyê tuneye, liserpiyanmayîn ne hêsan e. Dema em xwe û komên din ên şanoyê didin ber hev, em dibînin ku em bi ser ketine!..”

Bêyî ku em kedkarên Seyr-î Meselê binav bikin dawî li gotara xwe bînin bawer im emê heqê wan bixwin: Erdal Cevîz, İbrahim Turgay, Metin Turan, Berfin Zenderlioglu, Güler İnce, Baran Demir, Musa Yildirim, Alişan Önlü, Feyyaz Duman, Hamdi Kahraman, Newroz Baz, Bedriye Aydemir, Nazmi Kırık, Nurten Demirbaş, Dilek Eniş û Kazim Ekinci…

Kurdên li Stenbolê dijîn û kurdên ku dê werin Stenbolê; heger dema we hebe bifermin werin serdana Seyr-î Meselê. Çand û hunereke xweş û kurdewar li benda we ye. Helbet çay û qehwe jî..!
Tîyatro Seyr-î Mesel: Şehit Muhtar Mah. İmam Adnan – Nane Sk. No: 5 K: 4 Beyoğlu / Stenbol (www.seyrimesel.com)

Salihê Kevirbirî
Çavkani:NETKURD