Serhat Çarnewa yekem single ya xwe derxist: Bazîd

243

Stranbêjê Kurd Serhat ku salên dirêj di Koma Amed û Koma Çarnewa de hunera xwepêşkeş kir piştî belav bûna Koma Çarnewayê berhema xwe yekemîn a solo derxist.

Serhat bi singleke (albuma ku straneke tê) hat. Navê albuma Serhat’ê “Bazîd” e û di berhemê de gellek hunermendên Kurd ên ji devera Bazîdê jî cih digrin.  Her wiha ji bo strana 10 deqîqeyî ku behsa dîrok û açnda Bazîd û Agiriyê dike klîbek dewlemend jî hatiye çêkirin.  Hûn a niha dikarin albuma nû ya Serhatê bi riya Deezer û Spotify’ê bi avayekî qanûnî guhdarî bikin û têxin nav arşîva xwe.

HAWAR NET