Rola mûzîk û dengbêjiyê, di parastina çandê de

29

Mûzîk yek ji stûnên bingehîn yên ku jiyana xwezayê xwe dispêrê û xweza bi xwe ew afrandiye. Bi tevayî roleke bingehîn û bilind di cîhana mirovan de dilîze. Dikarim bibêjim felsefeya herî bedew û dewlemend ji hunandinên hunera jiyanê, mûzîk e. Zemîna ku hunera jiyanê li ser ava dibe, para herî mezin tê de, ya mûzîkê ye. Dema ku mûzîka civatekê rengîn û dewlemend be, tê wê wateyê ku ramana şaristanî li cem wê civatê bilind û bedew e û berovajî wê jî rast e.     

Gelek zaniyar û felozofên cîhanî, nêrîn û analîzên xwe li qelem dane, ku heta niha bedewtirîn alava ku mirov hestiyar dike û bi jiyana wî re têkel dibe mûzîk e. Bethoven (1770-1827) ne ku mûzîkeke ji rêzê afirand, lê belê bi sed salekî di pêşiya civaka xwe de bû û di nêrîna wî de ku mûzîk ji şarezayî û felsefeyê bilindtir e. Mûzîk ne tenê bandora xwe li ser jiyana mirovan dike, lê belê bandora wê li ser şînahî û lawiran jî bi hêz e. Ev çi ye gelo, ku bi xwezayê re jîndar û wisa xwedan bandoreke mezin e ku kêliyekê jî sîstema jiyanê bê wê nameşe. Ne ku reveke ji jîwariya mirov û xwezayê ye lê belê eşkerekirina nîgarên jîndariyê ye. Lewra jê re hatiye gotin (senskirîtiya sirûştê) ango rastiya surişta veşartî.

Heger nav li sedsala hivdehan hatiya kirin ku sedsala zaroktiya mûzîka cîhanî bû, ji sedsala hijdehan re  sedsala ciwaniya mûzîkê hatiye gotin û sedsala nozdehan bûye sedsala kemilandina mûzîka cîhanî. Ji fikra hebûna xwedayan ya ku mirov nabîne û bi zanista ku mirov dipelîne û diafirîne nikarin ji vê pirsê bêpar bimînin. Niha jî gelek lêkolînên ku li ser rewşa nexweşan ji aliyê pesporan ve dibin, tê wê asteya ku bibêjin; dermanê gelek nexweşiyan e û li vir mebesta min destnîşankirina mûzîkê ye. Ne ku tenê instrumentên mûzîkê dikarin bibin zimanê vê vejînê, lê di bingeha xwe de û ya ku wek çavkanî dikeve destên me, xweza ye. Xweza bi av, asîman, çiya, deşt, kevnewar û keviran dikarin bi hendesa mûzîkek bilind rabin û xwezayê tije melodî bikin.

Li vir ez dixwazim werim ser mijara xwe, ya bi mûzîkê ve girêdayî, Strana kurdî û rola wê di vejîna taybetmendiya hebûna çanda kurdan de. Dengê awaza şîn û şadûmaniyê, dengbêjiya jan û jiyana mirovên diltenik, ew dengên ku tije tirajîdiya jiyana nîvco ye. Dikarim weku gelek caran jî hatiye gotin, ku “strana kurdî roleke mizin di dîroka kurdan ya hestiyar de lîstiye”. Gelek caran bi rola nivîskar, dîrokzan, zimanhez, helbestvan û siyasetmedar rabûye.

Di strana kurdî de dîrok û çîroka serpêhatiyên kurdan wek morîkan bidar ve bûye. Lê mixabin, ligel vê yekê jî, tim keda wî hunermedî piçûk ji aliyê padîşah û paşayan ve hatiye pejirandin û ew di bin baskên xwe de fetisandine. Ligel van hemû tiştan jî, dîsa parek ji keda xwe parastine. Bi gotineke din, bûne şirovekar û nûnerên çanda gelê xwe yê perîşan.

Ev serpêhatî di qonaxên dîrokê de, ji destê nifşekî ketiye destê nifşê piştî wî û bi vî awayî berdewam bûye, heta rojên îro ku em dibêjin mûzîka kurdî dewlemende û ji me re wek sermiyanekî dihêle. Dijminên me, wek gurên birçî vî mîratî bindest dikin û ji xwe re dikin mal. Li vir ez naxwazim serê we gêj bikim ku çawa stran û stranbêjê baş bi ser ketin û ên bêkêr di qulên bêjingê re derbasbûn û ji bîr bûn. Ew stranbêjên ku bi ser ketin, nav û dengê wan heta roja îro di guhên kurdan de ne.

Dengvedana wan gelek sînorên têlkirî yên qedexe derbas kirin û dilê neviyên wan bi wan şad bûn. Ji xwe gelek nemûne di nav destên me de hene û mirov dikare bi dehan ji wan navdaran destnîşan bikin û mîna kilasîkên xwe wan bibînin: Şakiro, M. A. Cezrawî, Şeroyê Biro, Mişo Bekelbûrê Berazî ku ji herêma Kobanê / Deşta Sirûcê, ji stranên wî yên ku ji ber xwe ve afirandine (Cebelî, Mem û Zîn, Delal, Eyşa Îbê….) û gelek stran li ser Bozan Beg û Hirço Beg jî strandine. Bûye nêzî 50 salî ku çûye ser

dilovaniya xwe, Baqî Xido ku bi eslê xwe Ereb e, lê bi erebî nizane û hemû stranên wî bi kurdî bûn e, Reşîdê Mam Çûçanê, Umerê Cemlo, Kawîs Axa, Meryemxan …… hwd.

Nabe em li cem klasîkan tenê rawestin û qala nifşên nuh nekin. Ji xwe nabe jî em li wî sînorî bisekinin. Niha ji berê bêhtir derfet li pêşiya wan kesên deng xweş vebûne û bi saya globalizmê û alavên teknolojiya ragihandina nûjen, dikarin dengê hunera me li asteke berfireh û bi lezgîniyek e ku nayê bawerkirin belav bibe. Bêguman ew jî li gorî bêjinga guhdaran dimîne. Ew guhdarên ku azad bin ne di bin perwerdekirina hin aliyan de bin.

Li vir pîvandina hemû mirovan ne wek hev in, lê dîsa jî piranî tê pejirandin. Ne her yekî ku ez ji dengê wî hez bikin, divê tu jî jê hez bikî na nexêr, helbet bi afirandina rengan re jiyan xweşik û bedew dibe û her mirovek rengekî hildibijêre. Ew  mafê ku xweza jê re tirxan kiriye divê ji dest mirovan neyê girtin. Helbet bi dehan nav hene, ku tenê dengên xwe perwerde dikin ji bo qezenckirina pereyan, ji bo zemawendan û hene jî xwe birçî dikin ji bo têrkirina dengên xwe, dengê xwe  wek erkekî mirovane diparêzin. Hene jî dikarin dengê xwe pir erzan bikin ji bo razîbûna çend kesayetan  … Ji bo kes dilê xwe ji min negre, ez pir nadim nav û navan rêz nakim, lê wek ez dizanim, rastî piçekî tal e.

Arşevê Oskan
Çavkani: Avesta Kurd