‘Pêwîstiya sînemaya Kurdan bi konferanseke lezgîn heye’

90

Derhênerê belgefilma Evdalê Zeynikê ya ku jiyana dengbêj Evdalê Zeynikê vedibêje û li her sê parzemînên Asya, Ewropa û Amerîkayê xelat kom kir, Bulent Gunduz, bal dikişîne ser pirsgirêkên sînemaya Kurdan û dibêje;
“Sînemaya kurdan, weke gelê kurd li cîhanê belav bûye” û wiha didomîne; “Bi ya min, pêwîstiya sînemaya Kurdan bi konferanseke lezgîn heye ku bikaribin di asta navneteweyî de hemû pirsgirêkên sînemeya Kurdan têde gotûbêj bikin.”

Belgefilma Evdalê Zeynikê ya ku li zozan û çêrgehên Serhedê hatiye kişandin û Bulent Gunduz derhêneriya wê dike, ji Kurdistanê bigire heta Srî Lankayê, ji Îngilîstan heta Îrlanda û heta New Yorkê û Holly Woodê gelek xelat wergirtiye. Gunduz der barê asta sînemaya Kurdî û Evdalê Zeynikê re ji ANF’ê re axivî û got; “Bi taybet li Bakûrê Kurdistanê sînema Kurdan di çaxa xwe ya zayînê de ye, lê nekare xwe bi zimanê xwe rave bike, ev yek jî pirsgirêk e. Gelek film bi Tirkî têne kişandin. Filmên li ser erdnîgariya me bi Tirkî têne kişandin û yên bi Kurdî têne kişandin, giyanên her duyan nikare weke hev be.”

‘SÎNEMAYA KURDAN WEKE KURDAN LI CÎHANÊ BELAV BÛYE’

Gunduz wiha behsa sînemaya Kurdan dike; “Bi salan kurd her tim di filmên tirkan de bi dekor û axaftina bi tirkî ya ne dirust dihatin îfadekirin. Niha jî sînemaya xwe bi xwe diafirînin. Sînemaya kurdan, weke gelê kurd li cîhanê belav bûye. Em gelek bê dewlet in, û kolektîfek me an jî sînemayek me ku hemû herêmên Kurdan bigire nava xwe tune ye. Ki ber vê jî her herêmek sînemaya xwe ya karaktrîstîk diafirîne. Sînemaya Kurdan li Tirkiye, Îran, Iraq û diasporayê di cewhera xwe de Kurd in, lê belê di nava her beşekê de taybetmendiyên ji welatên navborî têde hene”

PÊWÎSTÎ BI AVAKIRINA SAZIYEKE FÎNANSEKIRINÊ HEYE

Gunduz dibêje; “Bi taybet Bakûrê Kurdistanê ji bo vê yekê mînakek baş e. Heta astengiyên li pêşiya damezirakîbûn ranebin ez bawer nakim ku ev rewş biguhere. Bi taybet li Tirkiyeyê ji ber sedemên siyasî sînemaye Kurdan bi qasî tê xwestin pêş ve neçûye. Ji bo avakirina saziyekê ku bikaribe mihrîcanên me, senarîstên me, dibistanên me yên sînemayê fînanse bike, divê em hewl bidin ku saziyekê biafirînin.”

DI SÎNEMAYÊ DE PIRSGIRÊKA ZIMAN

Gunduz diyar dike ku hemû xebatên di vî warî de ji bo sînemayê hêja ne û wiha didomîne; “Hemû xebatên tên kirin hêja ne. Bi taybet li Bakûrê Kurdistanê sînema Kurdan di çaxa xwe ya zayînê de ye, lê nekare xwe bi zimanê xwe rave bike, ev yek jî pirsgirêk e. Gelek film bi Tirkî têne kişandin. Filmên li ser erdnîgariya me bi Tirkî têne kişandin û yên bi Kurdî têne kişandin, giyanên her duyan nikare weke hev be.”

DI SÎNEMAYÊ DE QEYRANA NASNAMEYÎ

Gunduz denstîşan dike ku sînemaya Kurdî li Bakûrê Kurdistanê qeyraneke nasnameyî dijî û wiha didomîne; “Em dikarin bibêjin sînemaya Bakûrê Kurdistanê qeyraneke nasnameyî dijî. Divê lêgerîn berdewam bike, ji ber ku film ne tenê ji bo ziman e. Rexnegeriya sînemayê, sernaryo, post produksiyon û belavkarî, evane jî bingeha nasnameyê bi demê re ava dikin. Bi ya min, pêwîstiya sînemaya Kurdan bi konferanseke lezgîn heye ku bikaribin di asta navneteweyî de hemû pirsgirêkên sînemeya Kurdan têde gotûbêj bikin.”

DI ZAROKATIYA XWE DE EVDAL NAS DIKE

Gunduz diyar dike ku pêwîst nake mirov li dûrahiyê li çîrokên filman bigire û ev nînak dide; “Jean Luc Godard yek ji pêşengên pêla nû ya sînemeya Fensî ye. Ew bi xwe ji şagirtên xwe yên ku dixwazin nêrîn ji wî bigirin re dibêje ‘Herin, pêşî filmek ku tiştên ji sibê heta êvarê yên di rojekê de hatine serê we vedibêje, bikişînin’. Yanî ne pêwîst e ku em biçin dûrahiyê li çîroka sînemaya xwe bigerin. Em dikarin ji nêzîkê xwe û derdora xwe dest pê bikin. Di zarokatiya min de kilamên Evdalê Zeynekê şevên min ên zivistana dirêj ên li Serhedê rengîn dikir û dixemiland. Min jî xwest li ser çîrokan hin xebat bimeşînim, lê piştre min dît ku dê xebateke dîtbarî mayîndetir be û min biryar da ku vî filmî çêbikim.”

LI HEMBERÎ TEKNOLOJÎ Û MAKÎNEYAN HEZKIRINA XWEZAYÊ Û EVDALÊ ZEYNIKÊ

Gunduz destnîşan dike ku dengbêjî yek ji mîrasên çanda cîhanê ya ku bi tunebûnê re rû bi rû maye û wiha behsa çanda dengbêjî û Evdal dike; “Çavkaniya dengbêjiyê jî Kurdistan û bi taybet jî herêma Serhedê ye. Her çendî kêm be jî, lê dikarim bibêjim ku ez li cewhera xwe bi xwe vegeriyam. Evdal, çîroka ruh û giyanên ku ji ber tekonolojî û makîneyan dikevin qeyranê, ber bi heskirina xwezayê ve ye û di heman demê de rêwîtiya me ye.”

DI EVDALÊ ZEYNIKÊ DE PEYAMA AZADÎ Û RONAHIYÊ

Gunduz der barê Evdal de dibêje; “Evdal di jiyana xwe de bi hespê xwe û qûlinga xwe ya bask wê şkestî ve geriyaye, li gel Temo û qûlinga xwe ya baskşkestî giliyê mirovahiyê kiriye. Ji ber wê jî gelek klam bi “Temo Lawo” an jî “Qûlinga min” dest pê dikin. Li vir çavê Evdal ên ku kor bûn û baskê şkestî yê qûlingê di carekê de sax dibin. Di bin vê yekê de peyamek heye. Ango ji tarîtiyê ber bi ronahiyê ve, û çawa baskê qûlinga wê sax dibe, qûling difire û diçe asîmanan, ev jî temsîla azadiyê dike. Min jî bi vî ruhî vî filmî kişandiye, bi vê yekê ji parzemîna Asyayê heta Ewropayê gelek xelat wergirt.”

BULENT GUNDUZ KÎ YE?

Derhênerê ciwan ê Kurd Bulent Gunduz di sala 1976’ê de li Qereyaziya Erziromê ji dayîk bûye. Beşa Makîne ya Zanîngeha Sutcu Îmamê ya Mereşê dixwîne. Piştî wê dest bi xwendina dibistana sînema û Tv ya Turker Înanoglû ya TURVAK’ê dike. Di salê 1999-2001 di televîzyona Kanal 6 Haber rojnamevanî dike. Di sala 2001 ji ber hin sedemên siyasî, li Parîsê bi cih dibe. Di sala 2007 de pirtûka bi navê “Leşkerên bi Mikrofon ên Generalan û Kurd” a der barê renxeyên çapemeniyê de derxist. Niha li Parîsê dijî.
ABDULLAH BÎLEN -ANF