Mizgîn Tahir

366

Hunermenda navdar a operayê Mizgîn Tahir, ku bi deng û awaza xwe navdare, hewl dide bi awaza xwe ya zîz û hunera operayê çanda kurdan a dengbêjiyê ji nû ve zindî bike.

Mizgîn Tahir, niha li Navenda Çanda Ciwanan a Cegerxwîn ya Diyarbekirê dersa operayê dide xwendekaran û dixwaze çanda dengbêjiyê ji nû ve zindî bike.

Mizgîn Tahir li gelek bajarên cuda li beramber hezaran kes derketiye ser dikê û beşdarî konser, mihrîcan û şahiyên cuda bûye û her tim bi awaz û dengê xwe yê zîz di dilê 100 hezaran kes de cih girtiye

Mizgîn Tahir demeke dirêje ji Rojavayê Kurdistanê hatiye Diyarbekirê û armanca wê ew e hunera xwe ya opera li Diyarbekirê jî pêş bixe.

Mizgîn, niha li Navenda Çanda Ciwanan a Cegerxwîn dersa opera dide gelek şagirtan. Hunermenda dilnizm û dengxweş derbarê hatina xwe ya Diyarbekirê û xebatên xwe de ji DÎHA-yê re axivî.

‘Di zaroktîya xwe de li ber lorîkên dayîka xwe mezin bû’

Mizgîn Tahir, di sala 1974-an de li Rojavayê Kurdistanê gundê Dirbêsiyê ji maleke ku hemû endamên wêye hunermendin ji dayik bû. Mizgîn, ku di nav malbateke hunerhez de mezin bûye 5 xwîşk û 5 birayan wê hene. Mizgîna ku bavê wê jî hunermend e, keça Necîmê Omerî ango Necîmê Tembûrvan e. Her wiha dengê diya wê jî xweş e. Mizgîn Tahir, di zaroktiya xwe de li ber lorîkên dayika xwe mezin bûye, bi çîrok û stranan fêrî çanda kurdewarî bûye û heta îro bi xwe re aniye.

Hunermenda Kurd Mizgîn Tahir, bi evîna opera û dengbêjiyê dijî. Ligel ku di zanîngehê de beşa erdkolojiyê dixwend jî dîsan ji ber ku dilê wê bi muzîkê re bû û evîndarê muzîkê bû, pişt re li Şamê derbasî beşa operayê bû. Mizgîn da zanin ku di jêr bandora malbata xwe ya hunermend de ma ye û dengbejiyê nêzîkî xwe dibîne û dest bi perwerdeya deng û akademiya mûzîkê ya opera dike. Tahîr dîroka stranan, dengbêjî, çîrok û herwiha çanda kurdî bi alikariya dayik û bavê xwe naskiriye.

Destana Memê Alan, Siyamend û Xecê û Kela Dim Dim bi opera tîne ziman

Mizgîn, da zanîn ku piştî wê 9 salan dibistan xwend, derbasî Serê Kaniyê bûye û dibistana navendî li wir xwendiye. Piştre derbasî Şamê bûye û li Şamê 2 salan Erdkeolojî xwendiye. Lê di van 2 salan de li cem Prof. Lubana û Profesora Rûsî Gelîna amedekariya konserwatuarê kir. Profesora Rûsî Gelîna, ji bo perwerdeya konservatuwarê Mizgîn, perwerde kir.

Mizgîn Tahîr piştî perwerdeyeke baş di sala 1999-an de ket ezmûnê û piştî ezmûnê beşa konserwatuarê qezenc kir. Mizgîn, bi lêvkir ku wê dixwest destanên kurdî bi operayê bêje û li ser destana Memê Alan, Siyamend û Xecê û Kela Dim Dim kar kiriye. Mizgîn, diyar kir ku destanên kurdan ji bo parastina çand û dîroka wan gelekî girîng e û ji bo kurd bikaribin çand dîroka xwe zindî bikin divê hunera dengbêjiyê baş biparêzin û tomar bikin.

Her kes bi tirkî diaxife, evna jî pirsgirêk e

Mizgîn Tahir, piştî ku li gelek welatan beşdarî konser û konservatuaran bû, niha li Navenda Çanda Ciwanan a Cegerxwîn dersa opera dide 6 xwendekaran. Tahîr, da zanîn ku li Tirkiye û Diyarbekirê astengiya li pêş wê ya herî mezin zimanê tirkî ye ji ber ku her kes bi tirkî diaxive pirsgirêk jê re derdikevin.

Mizgîn destnîşan kir ku armanca wê di pêşerojê de muzîka opera ya kurdî li Cîhanê belav bike, lê ji ber ti eleqeyeke mezin li hemberî opera nîne xembar û got: ‘’Ji bo ku vê eleqeyê zêde bikim min li Akademiya Cegerxwîn dest bi perwerdeya opera kir.’’ Mizgîn, di wê baweriyê de ye ku muzîk û çanda kurdan bi hunera opera zêdetir dê bighe armanca xwe û di qada navneteweyî de jî belav bibe.