Li Amedê xebatên mîhrîcanek alternatîf

49

Komeleya Akademiya Sînemaya Rojhilata Navîn ji bo danasîna Mîhrîcana Fîlman a Amedê ya Navneteweyî li salona şano ya Navenda Çand û Ciwanan a Cegerxwînê civîna çapemeniyê li dar xist. Endamê lijneya rêveberiya komeleyê Îlham Bakir daxuyanî da û wiha got: “Em dixwazin feraseta hunera alternatîf a demokratîk, civakperest, azadiya zayendî bi gel re parve bikin. Dîsa em bi mîhrîcana Amedê re hedef dikin ku hemû sînemavanên kurd û yên Rojhilata Navîn bînin ba hev.”

MÎHRÎCANA ALTERNATÎF
Bakir diyar kir ku bi vê mîhrîcanê re ew feraseteke alternatîf armanc dikin û wiha axivî: “Ev mîhrîcan di heman demê de ji bo pêşveçûna sînemaya kurdî jî dê gelekî girîng be. Berhemên sînemaya Rojhilata Navîn jî di vê mîhrîcanê de dê bên pêşandan. Lewma ev jî dê girîng be. Di mîhrîcanê de di çarçoveya rêgezên sînemaya cîhanê de dê hemû berhemên sînemayê bên pêşandan. Lewma bi feraset û pêkhatina vê mîhrîcanê di heman demê de ew ê bibe mîhrîcaneke alternatîf.”

ÇARÇOVEYA RÊGEZAN
Bakir anî ziman ku mîhrîcan dê rêgezên sînemayê esas bigire û der heqê naveroka mîhrîcanê de ev agahî dan: “Di mîhrîcanê de rêgeza sereke dê zimanê kurdî û zaravayên wê bin. Li vê derê ya tê armanckirin piştgiriya zimanê kurdî ya di zimanê kurdî de ye. Em ê senarîstên kurdî dinivîsînin bînin ba hev. Tevî salonên sînemayê dê li gelek deveran jî kêfa sînemayê bê jiyîn û mîhrîcan dê li gelek deverên bajarê belav bibe. Di mîhrîcanê de gelek panel, xebatên atolyeyê, dê bên lidarxistin.”

DÎHA