KURDİSH MAGAZİN

Mizgîn Tahir
Hunermenda navdar a operayê Mizgîn Tahir, ku bi deng û awaza xwe navdare, hewl dide bi awaza xwe ya zîz û hunera operayê çanda kurdan a dengbêjiyê ji nû ve zindî bike.

Mizgîn Tahir, niha li Navenda Çanda Ciwanan a Cegerxwîn ya Diyarbekirê dersa operayê dide xwendekaran û dixwaze çanda dengbêjiyê ji nû ve zindî bike.

Mizgîn Tahir li gelek bajarên cuda li beramber hezaran kes derketiye ser dikê û beşdarî konser,  mihrîcan û şahiyên cuda bûye û her tim bi awaz û dengê xwe yê zîz di dilê 100 hezaran kes de cih girtiye

Mizgîn Tahir demeke dirêje ji Rojavayê Kurdistanê hatiye Diyarbekirê û armanca wê ew e hunera xwe ya opera li Diyarbekirê jî pêş bixe.

Mizgîn, niha li Navenda Çanda Ciwanan a Cegerxwîn dersa opera dide gelek şagirtan. Hunermenda dilnizm û dengxweş derbarê hatina xwe ya Diyarbekirê û xebatên xwe de ji DÎHA-yê re axivî.

‘Di zaroktîya xwe de li ber lorîkên dayîka xwe mezin bû’

Mizgîn Tahir, di sala 1974-an de li Rojavayê Kurdistanê gundê Dirbêsiyê ji maleke ku hemû endamên wêye hunermendin ji dayik bû. Mizgîn, ku di nav malbateke hunerhez de mezin bûye 5 xwîşk û 5 birayan wê hene. Mizgîna ku bavê wê jî hunermend e, keça Necîmê Omerî ango Necîmê Tembûrvan e. Her wiha dengê diya wê jî xweş e. Mizgîn Tahir, di zaroktiya xwe de li ber lorîkên dayika xwe mezin bûye, bi çîrok û stranan fêrî çanda kurdewarî bûye û heta îro bi xwe re aniye.

Hunermenda Kurd Mizgîn Tahir, bi evîna opera û dengbêjiyê dijî. Ligel ku di zanîngehê de beşa erdkolojiyê dixwend jî dîsan ji ber ku dilê wê bi muzîkê re bû û evîndarê muzîkê bû, pişt re li Şamê derbasî beşa operayê bû. Mizgîn da zanin ku di jêr bandora malbata xwe ya hunermend de ma ye û dengbejiyê nêzîkî xwe dibîne û dest bi perwerdeya deng û akademiya mûzîkê ya opera dike. Tahîr dîroka stranan, dengbêjî, çîrok û herwiha çanda kurdî bi alikariya dayik û bavê xwe naskiriye.

Destana Memê Alan, Siyamend û Xecê û Kela Dim Dim bi opera tîne ziman

Mizgîn, da zanîn ku piştî wê 9 salan dibistan xwend, derbasî Serê Kaniyê bûye û dibistana navendî li wir xwendiye. Piştre derbasî Şamê bûye û li Şamê 2 salan Erdkeolojî xwendiye. Lê di van 2 salan de li cem Prof. Lubana û Profesora Rûsî Gelîna amedekariya konserwatuarê kir. Profesora Rûsî Gelîna, ji bo perwerdeya konservatuwarê Mizgîn, perwerde kir.

Mizgîn Tahîr piştî perwerdeyeke baş di sala 1999-an de ket ezmûnê û piştî ezmûnê beşa konserwatuarê qezenc kir. Mizgîn, bi lêvkir ku wê dixwest destanên kurdî bi operayê bêje û li ser destana Memê Alan, Siyamend û Xecê û Kela Dim Dim kar kiriye. Mizgîn, diyar kir ku destanên kurdan ji bo parastina çand û dîroka wan gelekî girîng e û ji bo kurd bikaribin çand dîroka xwe zindî bikin divê hunera dengbêjiyê baş biparêzin û tomar bikin.

Her kes bi tirkî diaxife, evna jî pirsgirêk e

Mizgîn Tahir, piştî ku li gelek welatan beşdarî konser û konservatuaran bû, niha li Navenda Çanda Ciwanan a Cegerxwîn dersa opera dide 6 xwendekaran. Tahîr, da zanîn ku li Tirkiye û Diyarbekirê astengiya li pêş wê ya herî mezin zimanê tirkî ye ji ber ku her kes bi tirkî diaxive pirsgirêk jê re derdikevin.

Mizgîn destnîşan kir ku armanca wê di pêşerojê de muzîka opera ya kurdî li Cîhanê belav bike, lê ji ber ti eleqeyeke mezin li hemberî opera nîne xembar û got: ‘’Ji bo ku vê eleqeyê zêde bikim min li Akademiya Cegerxwîn dest bi perwerdeya opera kir.’’ Mizgîn, di wê baweriyê de ye ku muzîk û çanda kurdan bi hunera opera zêdetir dê bighe armanca xwe û di qada navneteweyî de jî belav bibe.

Ciwan Haco “Veger”iya
Albûma nû ya Ciwan Haco a bi navê VEGER , ji alîyê şirketa muzîkê ya bi navê “Pelrecords’’ê ve, ku demek berê di muzîka kurdî de bi derfetdayîna dengên nû navê xwe da bihîstin, hatiye hilberandin. Produksiyon û aranjorîya albumê jî Ayhan Evciyê ku ev demeke dirêj e bi Ciwan Haco re dixebite hilgirtiye ser milên xwe.

Herweha di albûmê de, ji muzîsyenên nifşeya nû Ümit Yılmaz bi tembûrê,  Ali Busse bi bas-gîtarê,  Ata Güner bi perkusyonê, Hüseyin Kemancı bi kemanê, Turan Vurgun bi qanûnê, Göksun Çavdar bi klarnetê, Sercan Halili bi kemançeya klasîk, Mubin Dünen bi neyê, Chris Harms, Steven Pfeffer, Ayhan Evci û Bernd Hilgert bi gîtarê û ji muzîsyenên nifşeya nû yê alman Gerrit Heineman jî bi klavyeyê hevkarîya Ciwan Haco dikin.

Di hin stranên albûmê de Rosna, Yekbûn û Mizgîn bi paşdengên xwe wek vokal alîkarîya Ciwan Haco dikin.    Di albûmê de hûrgilîyeke balkêş jî ewe ku, ji bo strana “Esmer” a berhema  Aşık Daimi ya bi navê “Ne Ağlarsın”,  Ciwan Haco û Hülya Avşarê duetek çêkirine û di klîba heman stranê de jî dileyizin.

Albûma ‘’Veger’’ ku dê ji alîyê Sony Musicê ve bê belavkirin, ji bo ku pêvajoya muzîkal a Ciwan Haco nîşan dide, xwedî taybetîyeke girîng e. Albûm, dê di 14ê sibatê de li refên marketên muzîkê cihê xwe bigre.

Şayanê gotinê ye ku, dê Pelrecords di demeke nêzîk de hemû albûmên ku Ciwan Haco heta niha derxistine bi awayeke giştî cardin bide weşandin.a

Vegerê de 11 stran hene û navê wan wiha ye:

1- Maçek

2- Emîna

3- Çavên tê

4- Can

5- Gula Zer

6- Esmer

7- Li şarê jînê

8- Hest

9- Eman dilo

10- Bûkê

11- Rêya min dûr e

Hevpeyvîna li gel Koma Rewşen
Em Koma Rewşen wekî duyemîn koma rock muzîka Kurdî nas dikin, lê we ya yekemîn ji Rockê pir cuda bû, û bi albûma duyemîn we cureya muzîka xwe guherand, wekî pirsa yekemîn ez dixwazim vê bipirsim; çima ev guherîn û çima Rock Muzîk? Li cem we Rock muzîkê tê çi wateyê?

Dîroka Koma Rewşen wek dîroka NÇMê ye. Komên ku di warê muzikê de afirandin çêkirî, komên ku derketî, bi awayekî polîtîk hatine cem hev heta niha. Xetekî NÇMê hebû, heta niha. Ew xet jî, em dikarin bêjin hevketinên îdeolojîk bûn.

Heta niha çend komên derketin, ji hundirê şer derketine. Koma Rewşen jî, li ser vê xetê ava bûye. Komeke ku di nava şerekî qirêj de ronahîyê dixwaze, bû. Fikrên rewşenbîrî diparastin. Lê ne zêde li ser teknîka mûzîkê, zêde li ser kûrahiya mûzîkê…

Mirov dikare bêje qista herî mezin a wê mûzîkê polîtîk bû. Em jî mûzîka polîtîk çêdikin, lê derfetê wan jî tune bû da ku lêkolînan bikin û mûzîka gorî daxwazên xwe çêkin. Di nav şer de bûn, her dem binçav bûn, bi pirsgirêkên cur be cur re rû bi rû bûn.

Koma Rewşen di sala 1998′an de hat belavkirin, du solîst ji komê derketin, jixwe kom belav bû. Wê demê ez jî nû tevlî bibûm. Çend hevalên mayîn, me ji xwe re xeyalek ava kir. Ji bo pêşerojê, mûzika ku aîdê me, ê ku ji rihê me derketiye çi ye, em wê çêkin. Bi salan em li ser vê sekînin. Me nikarî bêjî, em ê ji sedê sed mûzîka rock çêkin lê xwezayê me, em hêdî hêdî bi wî alî ve birin. Koma Rewşen, komeke xebatker e jî, wê demê heftîyê heft rojan me xebat digirtin. Di nav wan xebatan de cûreyê wê bi vî awayî zelal bû. Û xebatên wek ‘Asê’ û ‘Pola Nû’ derketin.

-Heta niha sê albûmên we derketin, ger hûn her sêyan bidin ber hev, hûn kîjan albûmê bêtir serkeftî dibînin?

Bi rastî her albûm ji mirov re dibe kuçekê(kevir) avahîyê. Her albûma ku me çêkirî ji me re bû sedema bilindbûnekî. Tu albûmekî jê bikişînî wê binî vala bibe. Mirov dikare bêje ku hemû albûm jî wisa ne, lê ê ku herî ji dil, me çêkirî, ê ku herî bê tirs, me çêkirî, ê ku herî bê şik û bê pirsgirêk me çêkirî, Pola Nû bû. Yanî Pola Nû ji me re êdî bû merhaleyek destxistî. Ji Pola Nû û wê de em azad in edî, em dikarin mûzîka xwe li gorî dilê xwe, bi her awayî çêkin.

-Yanî em dikarin bêjin pola nû ji bo we asta herî bilind e?

Belê belê, asta herî bilind e, lê xebatên ji berê jî, bûne sedeme pola nû.

-Bi taybetî di albûma dawîn (Pola nû) de gotin, awaz û stîla we pir orjînal û yekta ye? Lê dîsa jî gelo Koma Rewşen tu kesi ji xwe re wekî mînak distîne? Ne tenê ji-xwe-re-mînak-girtin, mesela gelo ji muzîka cîhanê, yên ku hûn pir guhdar dikin, hene?

Em dikarin bêjin di dema lîseyê de me pir zêdetir guhdarvanî kir, lê aniha zêde guhdarvanî nema. Ez bawer im di pir ê hunermendan de ev xwezane heye. Ê ku te têr dike, tu guhdar dikî. Ê ku te têr dike roj bi roj kêm dibe. Ne ku ji wê yekê ye ku tu gelî gelî serkeftî yî, lê tu êdî ji wê mûzîkê ewk bûyî yanî êdî runiştiye ser ruhê wê mûzîkê. Di vî warî de em dikarin bêjin ji 98′an de heya heta pênc sal berî niha jî me zêde guhdar dikir. Ji komên ciwan bigire heta komên kevin. Ji Greenday heya System Of A Down. Bi piranî yên bîyanî. ji ber ku ev stîl hinek jî ji destê wan serkeftî buye. Lê aniha pirsgirêka me ew e ku em mûzîka xwe bikî xwedî tamekî zehf, ku di dîrokê de cihê xwe bigire. Di vî warî de xebatê me bi temamî li ser albûmên me yên nû ne. Xeyalê me hene ji bo pêşerojê. Ji bo van xeyalan niha em di nav tevgerê de ne.

-We di albûma xwe ya dawîn de cih daye stranekî Koma Wetan. Ger em vegerin wan salan, hûn dikarin çi bêjin dermafê Koma Wetan û kalîteya rock muzîka Kurdîya wê demê?

Bi rastî jî Koma Wetan, tê şîrovekirin, carna dibêjin tarzekî pop e, carina jî dibêjin tarzekî akustîk rock e. Lê ev sedê sed zelal e ku destpêkerê mûzîka rock in. Anuha ew sembolê me yê mûzîka rock in. Bi ruhekî kurdî û bi dilekî mezin di wê demê de ava kirine. Em dikarin vê bêjin ku Koma Wetan nava derfetên teng de dest bi vê mûzîkê kiriye. Dema ku wan mûzîka rock çêdikir di cîhanê de furyayeke mezin hebû alîyê belavbûna rockê de. Bi rastî jî li gora dema xwe, em mêze dikin, albûmekî tenê çêkirîye lê saxlem (hêja, pir baş, qewî an jî zexm) çêkirîye û di dîrokê de cihê xwe girtiye. Em ê jî vê yekê heta dawîn biparêzin. Di rojên pêşiya me de belkî em rojên Koma Wetan çêkin, belkî em festîvalên rock çêkin. Em niha di nav tevgerê de ne.

-Û rock muzîka Kurdî ya niha… Bi qasî ez dizanim, ji xeynî we hunermendên wekî Rojhan Beken, Mirady, Jan Axîn jî hene ku bi temamî rock distirin, hûn dermafê rewşa rock muzîka Kurdî ya niha, çi difikirin?

Bi rastî ji bilî van hevalên we hêjmartî pir kom derketine heya niha. Mesela, têkilîyê min gelek hene bi van koman re, ji her alîyê Kurdistanê ji Tirkîyê û ji Ewropayê. Em dikarin bêjin nêzikî pazdeh komên ku mûzîka rock bi kar tînin derketiye. Em di nav têkilîyê de ne û em hêvî dikin roj bi roj zêde bibe. Guhdarvan zêde dibe, yên ku xwe nêzikî vê tarzê dibîne, roj bi roj rengê xwe xuya dikin. Têkiliyên me gelek baş e bi van hevalan re. Ji bo pêşerojê projeyên me hene bi hev re, ji bo ku em li amedê festîvala rockê amade bikin, nêzikî du salan e ku em di nav tevgerê de ne. Yanî em dikarin bêjin ev salek û nîv e, em di nav tevgerê de ne û di nav têkilîyê de ne ku em festîvalek xweser a mûzîka rock a Kurdî, çêkin, destpê bikin û her sal çêkin. Ev jî bi şert û mercan ve girêdayî ye. Çawa Kurd parçe parçe ne, hunermendên Kurd jî di nava xwe de parçe parçe ne. Van salan em dikarin bêjin ku têkiliyên me çêtir in.

-Heta niha taybetî em li ser rock’a Kurdî rawestîyan lê, dema hûn li giştîya hemû cureyên muzîka Kurdî dinêrin hûn dikarin bêjin ku hûn hêvîdar in?

Mûzîka kurdî ya giştî bi destê kargeh û prodûksîyon û cihên weşana ye. Em bêjin, televîzyon û prodûksîyon çi nîşan bide,+ wê gel bi wî alî pêş ve here, paş ve here. Aliyê mûzîkê de muhakkak guhertin hene, em dikarin bêjin îsal em ji par belkî serftîtir in. Lê tabî çandên cûr be cûr hatine nav me. çanda pop, çanda arabesk zêde zêde cih bune. Di vê warê evna çandên parazît in, gerek ev çand bên tûnekirin, paqijkirin ku pêşveçûn hebe. Ji ber ku ev çand mirov paş de dibe û dibe sedema nefikirinê, dibe sedema negiştinê, biçukbûnê. Ji bo pêşveçûna mûzîka Kurdî em dikarin bêjin ku gerek cî yê herî mezin çanda alternatîf û çanda etnîk bigire. Çanda me ya etnîk, a aîdê Kurda, temamî yê ku tama jiyana Kurdî jê tê û ji bilî vê yekê çanda alternetîf… ku jiyanek ji gelê me re ava bike.

-Mûzîka rockê bi serdildêrîya xwe, bi îsyankarîya xwe navdar e. Wê çaxê hûn jî serhidêr î. Nexwe hûn dikarin ji xwendevanên me re bibêjin ka hûn li hemberî çi, li dijî çi ser hiltînî?

Em di nava şert û mercên Kurdistanê de dijîn, zarokên Kurdistanî ne û em li hemberî zilma Surî, li hemberî zilma bajûr û zêdetir Kurdistana bakur û rojhilat, em dikarin bêjin zilmek zêde heye. Pirsgirêka me ya yekem ev pirsgirêk e. Zarokekî Kurd nikare li gorî daxwaza xwe perwerdehî bistîne, li gorî daxwaza xwe jiyanekî ji rengê xwe bijî. Ev ji min re pirsgirêka herî mezin e. Dayikekî Kurd çi dixwaze aniha em jî wê dixwazin. Ji bo vê rojê wisa ye. Lê pêşerojê heger Kurdistanek azad jî bê, dîsa pirsgirêkên me pir in û em alternatîf in. Em bêjin qeymeqamek, valîyek Kurdî jiyan bike û bi Kurdî mêtingerî bike, ez vê jî qebûl nakim. Alternatîfî heya dawiya jiyanê ye yanî. Zanyarek dibêje; hingî ku pirsgirêkên civakî heye, wê agirê mûzîka rockê herdem gur bibe, çiqas pirsgirêk hene, wê ewqas gur bibe.

-Gelo em dikarin bêjin ku serhildana we piçekî jî li hemberî muzîka kurdî ya ji-rêzê ye?

Ne, em dikarin bêjin, mesele ez, ê ku zêdeyî van stranan diafirînim, lê ez aniha herî zêde li dengbêjan guhdar dikim. Vê sala dawî de mûzîkên ku ez guhdar dikim ji sedî nod dengbêj in. Ji bo stîlên wek hev, stîlên ku çanda mirov dixînin, stîlên ku nafikirin, stîlên ku evînê, şert û merên jiyanê, xwezayê nebîne, ê ku li hemberî vê yekê di nava çewtiyê de be, em hemberî wan in. Lê derketina me jî ne li hemberî mûzikên roja em derketin, bû. Em hemberî çanda popûler û arabesk in, lê derketina me berî her tiştî li hemberî şert û merên jiyanê ye. Di nav wan şert û mercan de me dixwest em sînyalekî ji dewleta Tirkiyê re bişînin. Û heger ji me bê, ewqas ronehiyek hebe, em ronahiyekê bidin.

-Pirsa min a dawîn; Amadekarî ya we ji bo albûmekî nû heye gelo, an jî em piçekî bihêvî wisa bipirsin; Albûma we ya nû kengê derdikeve?

Aniha em di nava tevgerê de ne. Em aniha ketine nav albûma nû. Albûma nû albûmekî akustîk e. Xebatekî ‘navberê’ ye, ne hişk e. Enstrûmanên akustîk tên bikaranîn. Hinek gotinên, em bêjin, di nava dîroka Kurdistanê de ê ku jiyana xwe bi qehremantî bi dawî kirî, em dixwazin çend helbestên wan bikin stran. Yanî helbestên şervanan. Û bi awayekî akustîk, em dixwain vê albûmê bikin wek albûmekî bîranîn jî. Bîranîna qehremanan… Bi awayekî vîdeo, em ê çêkin. Di konseran de em ê dîmenan bikişînin. Konserek taybet em ê çêkin, konserek biçuk. Dîmenên statîk ne ewqas kînetîk. Ji ber ku albûmekî bîranîn e. Em bawer in ku heya şeş heft mehan wê derkeve. Heger em pê re bigihînin dibe ku sê mehan de jî derkeve. Di vî werî de em dikarin bêjin ku ev jî wê di jiyana Koma Rewşen de bibe xalekî herî giring. Ev albûm ji ber ku albûmek taybet e. Ne hişk e lê bi ruhê xwe dîsa ji mûzîka rock tê.

-Ji ber ku we me guhdar kir û wextê xwe da me, ez li ser navê malbata kovara QEDEXE pir pir spas dikim û di karên we yên pêşerojê de ji we re serkeftin dixwazim.

Em jî gelek gelek spas dikin, em dixwazin bêjin li ser xêrê jî be kovara we. Serkeftin ji we re.

Li Amedê pirtûkxaneyekî nû
Li Navenda Ciwanan û Çandê ya Cegerxweîn ya Şaredariya Peyasê Pirtûkxaneya Aynur Artan ya ji sed hezaran pirtûkan hate vekirin. Di pirtûkxaneyê de pirtûkên bi kurdî, tirkî û gelek kovarên çand û hûnerê cih digirin.

Li Navenda Ciwanan û Çandê ya Cegerxwîn ya Şaredariya Peyasê pirtûkxaneya bi sed hezaran pirtûkan hate vekirin. Pirtûkxaneya bi navê Aynur Artan hate vekirin.

Wekîlê Şaredarê Peyasê Mahmut Dag, Alîkarên şaredarê Peyasê Servet Yilmaz, Îhsan Avci, Hevserokên Rêxistina BDP’ê ya Peyasê Aygun Taşkin, Erkan Erencî, Serokê Komeleya Nivîskarên Kurd Şehmuz Sefer, endamên meclîsa şaredariyê, Midûrê Karên civakî û çandî Mahmut Buyukbayram û gelek kesên din tevlî bûn.

Wekîlê Şaredarê Peyasê Mahmut Dag di vekirina pirtûkxaneyê de axaftine kir û diyar kir ku pirtûkxane ji bo alîkariyê bide ciwanan gelek girîng e û wiha got: “Heye niha me li 5 malên piştigiriyê û navendên jinan pirtûkxane vekirin. Lê ev pirtûkxane ji ber pirtûkên wê gelek zêdene û ji hemû kesî re vekiriye gelek girîng e.” Li pirtûkxaneyê pirtûkên kurdî, tirkî û gelek kovarên çand û hûnerê hene. Kesên dixwazin bibin endamên pirtûkxaneyê dikarin pirtûkan bibin malê.

‘Gelên wendayî’ li pêşangehê hatin ba hev
Li bajarê Diyarbekirê, pêşangeha kulturên kevin ên bajarê hat vekirin û tê de,

suryanî, ermenî û êzîdî li hev kom bûn.

Pêşangeha bi navê “kulturên berê

yên Diyarbekirê”, ku ji aliyê Osman Koker hatiye amadekirin, li galeriya Amedê

ya Sûmer Parkê de hat vekirin.

Di pêşangehê de, zêdetirî

200 wêne, ku piranî yên dawiya sedsala 19ê û destpêka sedsala 20ê bûn, hatin

nîşandan. Di wêneyan de, ji bilî pêkhateya mîmarî ya wê demê ya Diyarbekirê,

jiyana rojane ya xelkê bajêr jî tê nîşandan.

Di merasima vekirina

pêşangehê de, şaredarê Diyarbekirê Osman Baydemîr, ji cemaeta suryanî Can

Şakarer, qeşeyê dêra Dayikameryem Yusuf Akyuz, serokê civata rêveber a kulturê

ya Anadolu, Osman Kavala, nivîskarê ermenî Migirdîç Margosyan û serokê komela

GUNSÎAD Şah Îsmaîl Bedirhanoglu beşdar bûn.

Amadekarê pêşangehê Osman

Koker, ji AKnewsê re got, di dîroka Diyarbekirê de, xelkê nemisulman roleke

girîng hebûye, lê di dibistanan de behsa vê yekê nayê kirin.
Koker, diyar

kir, ev pêşangeh bo wê hatiye vekirin ku jiyanên ku wenda bûne dîsa bên

dîtin.

Nivîskar Migirdîç Margosyan jî got, dema ez li nav pêşangehê de

geriyam, qet kêfxweş nebûm, ji ber ku min dît me gelek tiştên mezin wenda

kiriye.

Şaredarê Diyarbekirê Osman Baydemîr jî got, xeyala wî ya herî

mezin, ew e ku zimanên suryanî û ermenî dîsa li Diyarbekirê zindî û şîn

bibe.

Pêşangeh dê heta 7ê sibata îsal bidome.

Koma Ribad albûmeke muzîk û stranan li devera Behdînan çêdike
Di serê sala nû de koma Ribad dê albûma Warê Me daxe bazarê. Çar parçe muzîk, şeş stran û straneke koralî di vê albûmê de ne. Serokê pişka muzîkê li Koma Ribad diyar dike ku gruba wan yekemîn gruba muzîkê ye ku albûmeke wisa li Dihokê çêbike.

Serokê pişka muzîkê li koma Ribad muzîkjen Mihemed Zekî, li ser navê albûma koma wan ji Rûdawê re diyar kir: “Warê Me, navê parçeyeke muzîkê ya folklorî ye di albûmê de.” Mihemed Zekî bi xwe karê dabeşkirina muzîkê bo vê albûmê kiriye.

Serokê pişka muzîkê li koma Ribad dibêje ku albûm bi awayekî Kurdî û moderin hatiye amadekirin: “Gelek amûrên Kurdî tê de hatine bikaranîn ligel amûrên muzîkê yên rojavayî. Gruba me yekemîn gruba muzîkê ye ku albûmeke wisa bo cara yekê li Dihokê çêdike.” Gruba Ribad bona berhemanîna vê albûmê girêbestek ligel kanala Vîn girêdaye, ew dê du ji berhemên albûmê bikin klîp, ku strana Zimanê Kurdî û strana Bêriyê ne ku ji hozana Ebdulezîz Silêman e, ji awaza Semîr Zaxoyî ye.

“Heke kar neke êdî ji bo çi ye?”

Muzîkjenê navbirî dibîne ku ev albûm bo rêveberiya giştî ya rewşenbîrî û hunerî û rêveberiya muzîkê li Dihokê destkefteke mezin e, herwiha dibêje: “Me kar di albûmê de kiribû heya nîvî, ji nû ve wan butçe bo me veqetand, me hinek karên deng û hinek karên dî yên piçûk li Tirkiyê jî kirine, bi alîkariya Xwedê albûma me serê sala nû dê li bazaran be.”

Derbarê gîrobûna butçeya vê albûmê, rêveberê giştî yê rewşenbîrî û hunerî li Dihokê Adil Hesen got: “Koma Ribad mehane alîkariyê ji rêveberiya me werdigire, ya yekê alîkariya mehane ye, ya duyemîn jî hejmareke zêde ya endamên wê girêbest in li cem me û xwedî meaş in, gava komeke mirov hebe û butçeya xwe ya mehane werbigire û girêbestên xwe jî hebin, vêce heke ew kom kar neke ji ber çi ye, lewma dema ew karekî dikin ew erkê wan e, ger ne tenê dema ku berhemekê çêdikin dê alîkariya wan bikin ne ku mehane, dema koma Ribad albûm çêkir û heya nîvî çûn wan dît diravên li ber destê wan têr nake, lewma li gor bernameya wezareta rewşenbîrî û hunerî ku carna piştgiriya hinek albûm û berheman dike, me beşekî pereyan bo koma Ribad terxan kir da ku albûma xwe pê timam bikin, vêce ji ber çi butçe gîro bûye. Ew kom ne dezgeheke hikûmî ye ku mafê wan li ser me hebe, ya duyem jî em hemû dizanin heya butçeya hikûmetê ji aliyê parlamentoyê neyê pesendkirin, heya weke heyva 7-8an asê dibe, ya sêyem jî gava pere tên veqetandin jî em ji nû ve li gor wan pereyan bernameya xwe ya salê datînin.”

Muzîkjeneke Holendî: Ez kêfxweş im tê de beşdar bûme

Muzîkjena Holendî Shyan, li ser beşdariya xwe di vê albûmê de dibêje: “Navê parçeya muzîkê ku min amade kiriye Elpetuku ye, parçeyeke muzîkê ya folklore Amerîkaya Latîn e, vêce piştî serokê pişka muzîkê li koma Ribad daxwaza amadekirina parçeyeke muzîkê ya rojavayî ji min kir, min li ser daxwaza wan ev parçeya muzîkê amade kir.”

Shyan ku li pişka muzîkê li peymangeha hunerên ciwan li Dihokê mamoste ye, derbarê beşdariya xwe di albûmeke Kurdî de kêfxweşiya xwe nîşan dan û ji Rûdawê re got: “Ez kêfxweş im ku min ev karê piçûk di vê albûmê de kiriye.”

Ew di wê baweriyê de ye ku xelkê Kurdistanê dê guhê xwe bidin parçeya muzîka wê: “Her kesê ji muzîkê hez bike dê guhdariya muzîka hemû cîhanê bike, ez dixwazim bi berdewamî pişkdariyê di çêkirina albumen Kurdî de bikim, hez dikim kar di çêkirina her karekî hunerî de bikim û karê amadekirina jenîn û muzîkê jî bikim.”

Serokê Koma Dihokê: Dirustkirina albûman ne pêşbirke ye

Koma Ribad dibêje ew yekemîn e ku li devera Behdînan albûmeke bi vî rengî çêbike, lê serokê koma Dihokê ya muzîkê Cemal Mihemed Edîb dibêje: “Her grubek gava karekî bicî tîne, vêce ew kar kengî kiribe yan berî hemûyan kirine ne giring e, lê tiştê giring ew e ew karê mirov dike bo çi dike û naveroka wê çi ye. Ez sipasiya her kesekî diikim ku karekî hunerî yê baş kiribe.”

Edîb herwiha got, koma Dihokê salek û nîv e berhemek amade kiriye ku ji 10 trakan pêk tê, ku ji parçeyên muzîkê û stranan pêk tê: “Lê ev sal û nîv e me ew berhem bi nivîsar pêşkêşî rêveberiya hunerî ya muzîkê li Dihokê kiriye, ji bo em jî wê berhemê weke albûm çêkin, lê li wir bi hênceta nebûna pereyan rawestiyaye. Vêce meseleya dirustkirina albûman ne pêşbirke ye ka kî dê berî kî bibeze.”

Rêveberê hunerî yê muzîkê li Dihokê Emîr Sedîq li ser gîrobûna alîkarîkirina vê projeya koma Dihokê got: “Bo sala bê projeya koma Dihokê berdewam e û emê alîkariya wan bikin.”

Ji RUDAW.NET ‘ê

Li Diyarbekirê kêfa operaya bi Kurdî
Hunermenda opera ya kurd, Mizgîn Tahir, li Diyarbekirê konserek da û bi stranên kurdî, alîgirên xwe kêfxweş kir.

Hunermenda kurd, Mizgîn Tahir, ku bi şêwazê opera stranan dibêje û mûzîkê çêdike, li navenda kulturî ya Cigerxwîn a Diyarbekirê konserek da.

Di konserê de, gelek temaşevan amade bûn û bi stranên kurdî yên Mizgînê kêfxweş bûn. Strana kurdî ya “Lorîka

Adîloş”, ji aliyê temaşevanan ve bi germî hat pêşwazîkirin. Mizgînê, stranên kurdî yên klasî jî got û piştî konserê, rayedarên şaredariya Kayapinarê,

gul dan wê û ew pîroz kirin.

Arp ile erbanenin buluşması
Amed Kayapınar Belediyesi Cegerxwin Gençlik Kültür ve Sanat Merkezi’nin Kasım ayı aylık etkinlikleri kapsamında Cegerxwin Tiyatro Salonu’nda sanatçı Tara Jaff, konser verdi.

Sahneye çıkmasıyla binlerce kişi ayakta Tara Jaff’ı alkışladı. Tara Jaff, arp eşliğinde şarkılar söyleyerek, dinleyicilere duygulu dolu dakikalar yaşattı. Ardından erbane sanatçısı Şerko erbanesiyle, Mizgin Tahir de şarkılarıyla Tara Jaff’ın arpına eşlik etti. Jaff, sahnede yaklaşık 3 saat söylediği şarkılarla dinleyicilere duygu dolu anlar yaşattı.

NÇM’ê mûzîka dîwana Baba Tahirê Hemedanî pêşkêş kir
Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM), guhdariya muzîka “Diwan-a Dubeytî” ya helbestvanê Kurd ê navdar Baba Tahirê Uryanî Hemedanî pêşkêş kir.

Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM), berhema helbestvanê wêjeya klasîk a kurd Baba Tahirê Uryanî Hemedanî ya bi navê “Diwan-a Dubeytî” bi guhdarên xwe re parve kir. NÇM’ê li Dika Hunerên Pêşandanê Avê guhdariya muzîkê pêşkêşî hunerhezan kir. Hunermendên NÇM’ê, li Amed, Cizîr, Nisêbîn û Qoserê derketin ser dikê. Hunermendên NÇM’ê, ji ber erdheja Wanê bernameyên xwe yên Misirc, Bîsmîl û Stenbolê betal kiribû. Hermena Hemedanî ya ji 13 beytan pêk tê rastî eleqeyek mezin hat.

Di guhdariyê de ji muzîkê zêdetir cil û bergên kevneşopiya kurd dide nîşandan bala temaşevanan kişand ser xwe. Pêşandana ku rastî eleqeyek gelek mezin hat, beşdaran li ser piyan li çepikan xistin. Piştî guhdariyê hunermendê NÇM’ê Serhat Kural, diyar kir ku ew êşa welatiyên Wanê parve dikin û girtina parêzeran şermezar kir. Kural, xwest rojên aştî, aram û wekhevîyê bi ruh bibin û ji bo vê yekê têdikoşin.

Baba Tahirê Hemedanî kî ye

Baba Tahirê Uryanî yê Hemedanî di navbera salên 937 û 1010′an de jiya ye. Ew bi Baba Tahirê Uryanî yê Hemedanî tê naskirin. Ji ber ku ew ji maqûlên ola ehlê heqê (yarsan) bû digotinê Baban ku hevwateya peyva pîr e ya ku ji bo rêberên olî dihat bi karanîn. Wî bawerî bi sofîzmê hebû û ji ber hindê jî navê Uryanî yanî rûtî li xwe kiribû. Ew li Hemedanê ji dayik bûye û her li wê derê jî miriye. Wî bi zaraveya lûrrî nivîsiye, lê goranî jî zaniye û ew carna di helbestên xwe de tevlî zaraveya xwe kiriye. Helbesta wî bi dildariya xudê û afrînerî pir e û bi pesindana ciwaniyê ku belge ye li ser hebûn û yekbûna afirînerî, xudêyî mişt e. Diyar dibe ku wî helbestên xwe bo Yarsaniyan nivîsîne û li cem wan wekî sirûd û stran dihatin gotin. Destnnivîsên Baba Tahirî ya dubetiyên wî di arşîvên cîhanî de hebûn û hindek rojhilatnasan ew di sedsala 19 û 20′an de bi wergera wê bo zimanên xwe yên mîna îngilîzî, fransî û elmanî weşandibûn.

Ciwan Haco: Ez naxwazim bûyerê çêkim, divê ew min çêke
Ciwan Haco, hunermendekî siyasetşop e, guhdar û çavgerê pirsa netewî ye li herçar perçeyên Kurdistanê û li her deverên cîhanê ku kurd lê dijîn. Pir xemgîn e bi nebûna cîwarekî ku Kurd tê de serbixwe û serfiraz bin û xwediyê dewlet û xak û asîman bin.

Ciwan Haco gelek stranên radîkal di rêveçûna xwe ya hunerî de ristine û di hin deman de, qîr daye miletê xwe, lê dibêje: Nema êdî divê ez xelkê sorkim û rakim ser piya û ez li derveyî welat bijîm, ya rast ew e ku buyer ji hundirê welêt xwe çêke û wî çaxî hûn ê bibînin ku çawa pîtê agirê dilê min di herêmên rojava de ronî bide û bibe nejdvanên şoreşê ji Efrînê ta Kobaniyê, Qamişlo, Tirbespî û Dêrikahemko.

Ciwan Haco di CDya xwe ya dawî de stranekê bi Hulya Avşar re dibêje û dibêje, “Em dikarin wiha xwe bi Tirk û Ereban bidin nasîn.”

Rudaw: Ev CDya we ya nû ya çenda ye? Çîroka wê çawa ye?

Ev CD dibe 15`mîn. Min li bajarê Hamburgê tomarkir, çîroka wê heye: Dema ez 15 salî bûm, min guhdarî radyoyeke tirkî dikir ku ji Amedê dihat weşandin, bê guman hin ji wan stranan li xweşiya min dihat. Xuşka min Dîlber gotinên wan bi rêk û pêk saz dikirin, bi vî awayî min bi dest stranan kir, piştî hatim Almanya xelkên me ji min xwestin ku vegerim awaz û ritmên kevin. Lê di wê demê de, ez bi stîleke nûjen re mijûlbûm û bi wê rêgehê ez hatim nasîn û cawaziyeke min peydebû, û ew daxwaz îro pêkhat di vê cd e ya nû de.

Cudabûn heye ji CDyên berê, ji layên gotinan yan jî muzîkê ve?

Belê, ji aliyê muzîkê ve bi şêweyekî klasîk saz bûye, digel modern e jî, lê bi krasekî kevneșopî hatiye avakirin, bi piranî meqamê beyat e. Herwiha ew tiştekî bingehîn e di stranên zaravê kurmancî de. Bi têkstekî serbixwe ye jî, bi tevahî 11 stran in, yek jê gotinên min in û herwiha yên Cegerxwîn, Yûsiv Berazî… Di vê CDyê de, wê bandora muzîka pop, caz, tunebin. Mebest ji vê ew e ku ez hindekê vegerim sazên pêşîn ku ji min re derfeta yekemîn hat, wek derwazekê ketime nava cîhana hunerî.

Diyar e Hulya Avşar, tevlî vê CDyê bûye û we stranek bi hevre gotiye, rastiya wê çi ye?

Belê rast e, Hulya Avşar bi eslê xwe ve kurd e, gelek metirsînên tewanbar di axaftinên wê de peyde dibûn, ji ber wisa girîngiya strana bi hunermendeke weke Hulya û bi alîkariya wan, ez ê bikarim deng û stranên kurdî bigihînim miletê tirk û bi milyonan însan guhdarî bikin û hemûyan vehisînim ku em aştîxwaz in, xwediyê muzîk û hunerê ne. Bi baweriya min wê alîkariyê bide çareseriya pirsgirêka kurd.

Medya tirkî, te wekî hunermendekî alîgirê PKK dibîne, digel ku stranên te bi gelemperî piştgêriya aştî, wekhevî û biratiya gelan dike, ti çawa vê yekê dinerxînî?

Ez wekî kesayetî, hîc tevlî rêxistinên siyasî nebûme, PKK realîteyek Kurdan e tevgereke berfireh e, weke her partiyên sereke li seranserî Kurdistanê, ez wekî hunermendekî kurd min li ser herçar parçeyan strandiye û her bûyerekê rudayî hestê min lê xwedî derketiye û dilê min jê re lêxistiye, Helebçe, Enfal, Geliyê Zîlan û Serhildana Qamişlo.

Li ser vê mijarê, em dixwazin bê zelal kirin, gelo alîgirya hunermendekî mîna te, wê zererê nede ravêja te?

Sedî sed wilo ye, min di rêveçûna xwe ya hunerî de, car caran stranên radîkal jî tomarkirine. Ev helwest ne ji tunebûnê yan jî ji valahiyê hat, hestên rasteqînî yê hunermend girêdayî ye bi rewşa milet ve, lê divê ev bîr û baweriyên çewt bên guhertin, tenê bi alavên aştî û diyalogan pirsgirêk û aloz çareser dibin, ew amûrên kevin û bêzar kîndariyê li hemberî gelan diçîne, şer û kuştin divê raweste, divê metoden sivîl xwe bidin pêş. Pêwîst e em jî wek dor û derê xwe bi rengên nûjen xebata xwe bidomînin, ji xelkên cîhanê re rastiya miletê kurd nîşanbikin, bi rêgeya fîlman, muzîk, tv…

Tu hunermendekî ji Rojavayê Kurdistanê yî û haya te ji xwepêşandanên li seranserî Sûriyê jî heye, gelo hunera kurd dikare di vir de roleke çawa bileyîze?

Bê guman şoreş li dar e, lê eger em werin herêmên Kurdan û rola wê di vê şoreşê de çi ye, divê em bêjin ku biryar di destê hundir de ye, ew ji min baştir serdema xwe dinase, rastî ne ew e ku li derveyî welêt qîra bidim yan jî berê wan bidim tevlîheviyê û wan rakim ser piyan, ev durûtî ye û xapandin di vê helwestê de heye. Gava pêşin ew e ku bûyer li Rojavayê Kurdistanê xwe çêke, ne erka huermend e ku xwe bike serwerê miletê xwe, tenê piştgêr û alîkar be.

Ciwan Haco li gelek deveran bi taybetî li parçê Kurdistana Bakur, li ser hilma şoreşê strandiye, gelo ma hîna hilma şoreşa Sûriyê hestê Ciwan Haco ne hejandiye?

Belê, di sala 2004ê de hilma berxwedana bajarê Qamişlo li hestê min da, yekser di roja sisiyan de fêrmêskên çave min rijiyan û min li ser pakrewanên serhildanê strand.

Ez alîkar û dilsozê xwepêşandanên ciwanên kurd im ku li hemû bajar û bajorêkên herêmên Rojava de diyardibin, lê çima ta îro min ne strandiye? Ji ber bûyer hîna germ ne keliyaye da ku hestê min bihejîne, stran ji ber xwe nayê, lê ez li bendê me ku hilm û heja berxwedana Rojavayê Kurdistanê hest û çerqê giyanê min bihejîne. Dixwazim bêjim hîna buyerê hilma germê nedaye hestê min, ez naxwazim bûyerê çêkim, gerek ew min çêke.

Abdulkader Bedredîn

Rûdaw