Ednan Kerîm: Hestên netewî bi rêya hunerê xurttir dibin

129

Ednan Kerim niha bi Koma Kamkaran re CD yek amade dike û ji aliyê din ve hêviya vegera welat dike. Di nava stranbêjên Rojhilat û Başûr de kesê ku stranên kurmancî bi awaza herî xweş dibêje Ednan Kerîm e. Hunermend Ednan Kerîm bo Rûdawê axivî û behsa destpêkirina karê hunerî heta projeyên xwe yên dahatû kirin.

Rûdaw: Tu li Kerkûkê jidayikbûyî û li Silêmaniyê mezin bûyî, tu xwe weke xelkê kuderê dibînî?

Ednan Kerîm: Mala bavê min xelkê gundê Jajlê li Şarbajêr in û diya min jî ji Şarbajêr e. Gava ku bavê min hat Silêmaniyê, karê polîsiyê bidest ket û piştre bo Kerkûkê hat veguhastin û li şirketa petrolê bû nobedar. Ez di sala 1960î de, li Kerkûkê jidayik bûm. Ji ber wê ya ku pêwendiya bavê min bi şoreşa Îlonê re hebû û li wir berpirsê duyemîn bû, piştî du salan ji Kerkûkê ew veguhastin Besre û nêzîka 6 salan li wir ma, ji wir jî tê Şarbajêr. Piştre ez, diya xwe û xûşkên xwe diçin Mawet li cem bavê min û li wir min qonaxa seretayî xwendiye. Yanî ji Kerkûk, Silêmanî, Şarbajêr û Mezinawî me.

Çêdibe hinekî behsa strana `Destmalê` ku te li gel koma muzîkê ya Silêmaniyê li Bexdayê got, ji me re bikî. Gelo ew stran bû sedemê nasîna te weke stranbêj?

Strana `Destmalê` straneke folkilorî ye, min bi dengê Mihemedê Mamilê lê guhdarî kiriye. Temenê min 16 sal bû, pêdiviya komê bi çend kesan hebû bo festîvala stranan li Bexdayê; dengên me test kirin. Ez di qonaxa yekemîn de biserketim. Gava em çûne festîvalê, hunermend Kerîm Xemzeyî ku divabû ew stran bigota nehatibû. Mamoste Enwer Qeredaxî ji me re got kê dikare ji dêvla kak Kerîm ve wê stranê bêje. Min jî destê xwe bilind kir, êdî ew desthildan bû sedemê wê ya ku ez wê stranê bêjim û weke stranbêjekî pê hatim naskirin.

Tu tevî gelek festîvalên herêmî û cîhanî bûyî. Weke yekemîn hunermendê Kurd tu tevlî festîvala Efrîqa jî bûyî…

Ev festîval li Nairobî ya paytexta Kenyayê bû. Em birin parka Sefari ku li seranserê cîhanê naskirî ye. Ev festîval salane tê kirin ku bi navê, lava bo avê, yanî lûbandina bo hatina baranê tê sazkirin. Ez jî yek bûm ji wan 126 hunermendên ku ji seranserê cîhanê hatibûn dawetkirin bo festîvala sala 2009ê. Tiştê ku balkêş bû, ez tenê tevî ûda xwe beşdar bûm. Gava guhdariya dengê min kirin, ew kesê ku rêvebiriya festîvalê dikir, ji min re got hez dikim guhdariya straneke herêma we bikim. Min jî meqamekî xorşîd jê re got, pir bi dilê wî bû.

Li gor te gelo ti nasîna wan bi muzîka kurdî hebû?

Ewên ji Ewrûpa hatibûn muzîka kurdî nas dikirin. Lê gelek ji yên ku ji cihên din hatibûn muzîka kurdî nebihîstibûn. Xweş bû gava min bi xelkê dan naskirin weke hunermendekî Kurdistanê min binavkirin. Tiştê balkêş bû ku festîval sade bû, sehne ji giya, xwelî û qirşikan hatibû çêkirin.

Tu bi xwe raya te çi ye li ser beşdariya Kamkaran di berhemên te de, ji ber Kamkaran weke ku bi xwe jî dibên muzîkê bona her hunermendekî lê nadin?

Bi rastî di cihê xwe de ye ku Kurd şanaziyê bi gruba Kamkaran bikin û bêjin ew nasnameya hunera muzîka me ne. Ev grub ewqasî mezin e ku divê Kurd weke dîrok behsa wan bikin. Kamkaran niha ji navçeya xwe hatine derve û sînorên xwe derbas kirine. Dikarim bêjim li hemû cîhanê, herî kîjan paytextê dizanin Kamkaran kî ne! Ew şanaziyê bi muzîka Kurdî û Kurdbûna xwe dikin. Ev di aliyê netewî de, lê her çi aliyên teknîkî û hunerî ye ewqasî bilind e ku behsa wê nayê kirin. Piraniya wan mamosteyên muzîkê ne û di gruba muzîkê ya orkestraya Tehranê de muzîkê lê didin û ew bi xwe xwendingeha wan a taybet li Tehranê heye ku dersên muzîkê lê dibêjin. Mamoste Hoşeng Kamkar li derve xwendiye û diktora wî heye. Niha ew bûne xwendingeheke mezin û çend grubên Kurdî hene ku dixwazin ji wan fêr bibin. Lewra bo min cihê şanaziyê ye ku bikarim li gel wan kar bikim.

Eger wisa be projeyê te yê bê li gel Kamkaran çiye?

Projeya min a nû li gel Kamkaran CDiyekî taybet bi helbestên mamoste Ebdulla Peşêw e. Hemû helbestên wî ne û pêşkêşî mamosteyê me yê mezin Ebdulla Peşêw dikin. Mamoste Peşêw bi xwe jî hatibû Stockholmê, bi dengê xwe çend helbestên xwe xwendin û di CD de bicih dibin. Kamkaran herdem rêzeke taybet bo helbestvanên kurd ên naskirî, nemaze Peşêw û Şêrko Bêkes digirin. Wan carekê CDiyek pêşkêşî Elî Merdan kirin û niha jî pêşkêşî Peşêw dikin.

Pir caran behsa wêya tê kirin ku rexnegirên Kurdan nînin nemaze di warê edebiyat û muzîkê de…

Li welatekî weke Swêdê, xwedî berhem bi xwe berhema xwe ji te re dişîne da ku rexneyan lê bigirî û binirxînî. Lê hinek caran li Kurdistanê gava rexneyan digirin girêdidin bi helwêsta siyasî, rexneyan digirin bo têkbirina kesayetiya mirov, rexneyan digirin bo biçûkbûna te û mezinbûna xwe, gelo ev tenê li welatê me heye yan jî li Rojhilata Navîn û welatên din heye ev mijareke din e.

Te çend stranên Kurmancî jî gotine, berovajî gelek stranbêjên başûr û rojhilatê Kurdistanê, te ew pir xweş gotine, nemaze jî fonetîka te pir baş e. Li welêt têkiliyên te bi Behdînan re çêbûne yan li derve?

Gava li Kurdistanê jî bûm, bi min xweş bû guhdariya Mihemed Arif Cezîrî, Tehsîn Teha, Hesen Cizîrî û yên din bikim. Lê gava hatim derve û yekemîn car di sala 1998ê de li Medya Tv min çend bernameyên zindî weşandin, ew bû tecrubeyeke mezin ji min re, li wir têkiliyên min li gel Kurdên bakur xurttir bûn û min guhdariya hunera wan kir. Ew hest li cem min çêbû û ji min re derket ku li Kurdistanê du cih hene: Bakur û Hewraman. Lewra min hez kiriye çavlêkirin yan jî ew liva ku di qirika hunermendên bakur de heye dubare bikim, vêga jî pir guhdariya wan dikim, lê hê jî kêmasiyên min hene.

Di paşerojê de jî tê stranên Behdînî û Kurmancî bêjî?

Ez her beşekî Kurdistanê weke parçekî laşê xwe dibînim. Eger destekî min Silêmanî be destê min ê din Mehabad e, eger çavekî min Qamişlo be, çavê min ê din Amed e. Huner dikare ruhê netewî bilindtir bike. Çima sînoran derbas nekim û ji Silêmaniyê neçime Amed, Dêrsim û Qamişloyê? Ji bextê xweş heyamekê Medya Tv hebû. Vêga jî hunermendên bakur bo başûr tên vexwendin û konser ji wan re tên sazkirin. Bi baweriya min hestên netewî bi rêya hunerê zêdetir dikare xurttir bibe.

Xerîbiyê çi da te û çi ji te stand?

Xerîbiyê ew pêwendî ji min stand ku jê re dibêjin jiyan. Li vir sibê diçî kar û êvarê vedigerî, hevalek dixwaze were ba te dema te tune yan berovajî, ev pêwendiya hişk a vir ruhê mirov dertîne. Tiştê xerîbiyê daye min, hezkirina welêt zêdetir li cem min mezin kir. 

Eger wisa ye te hizra wê yekê kiriye vegerî welêt, çima venagerî?

Gava mirov welatê xwe li pey xwe dihêle balansa mirov jî têk diçe û lewma biryar di cihê xwe de namînin. Vêga kurê min ê biçûk di qonaxa du yê navendî de ye, divê wê qurbaniyê bidimê heta li ser piyê xwe radiweste. Niha kur û keça min a mezin li Kurdistanê dijîn, hêviya min ew e ku vegerim û herim Jajlê li Şarbajêr, li ser parçe zeviyekî xwe gulekê biçînim, darekê biçînim, lê hinek qurbaniyên din mane divê bidim.

Diyar e guhdarên te di nav desthilatdar û siyasetvanan de jî hene. Par Nêçîrvan Barzanî di hevpeyvînekê de got, pir ji deng û stranên Ednan Kerîm hez dikim, hesta te çi bû himber vê nêrînê?

Bi rastî gava dixwînî kesek navdar an jî siyasetvanek li Kurdistanê ji dengê te hez dike, têdigihî ku te karek kiriye lewma çûyî dilê wî kesî. Min ew xwendibû, kesên din jî weke Kak Mezherê Xaliqî eger navê min anîbin ku dengê min xweş e weke hunermendekî dilê min xweş dike.

Par te konserek bi hevkariya Asiya Cell saz kir. Nêzîkbûna hunermendan ji wergirtina alîkariyê ji hikûmet û şirketên bazirganî çawa dibînî?

Ez vêya weke tiştekî baş dibînim. Li hemû cîhanê wisa ye, ez kêfxweş bûm ku Asiya Cell ew kar ji min re kir û karekî pir rêkûpêk bû û bi serkeftî bidawî hat. Xweşhal im ku ev niha bibe model. Pêwîst nake hunermend here Wezareta Rewşenbîrî daxwaza pereyan bike, dû re jî di rojnameyekê de yek dinya tometan li pey bêxin.

Strana kurdî li parçeyên din ên Kurdistanê û Ewrûpa çawa ye?

Ji ber çi muzîka hindî, efrîqî, erebî û îranî li Ewrûpa naskirî ne, ji ber ku resentiya xwe parastine. Gava kesekî Hindî bi tarê muzîkê lê dide xelk lê guhdarî dikin. Gava Kamkaran bi cilên kurdî û def û dahol û amûrên din ên Kurdî ve têne ser sehnê û xelkê dihejînin ji ber wê ya ye ku cihê ne. Ger her ew bi keman, piyano û gitarekê bên di van festîvalan de beşdar bibin, ti kes guhdariya wan nake.

Kawe Emîn
ji Rudaw’ê

SIMILAR ARTICLES