Di Edebiyata Kurdî de: Dîmenên erotîk û etîk

67

Gabar Çiyan: ”Di Edebiyata Kurdî dîmenên erotîk û çarçoveya etîkî” mijarek giring e…
Dîmenên erotîk di gelek berhemên kurdî de rojane derdikevin pêşiya me. Di dawet û dîlanan de, jin û mêr xwezaya berhemê dipejirînin û dîlana xwe dikşînin. Bandora çandên biyanî û tercumekirina şaş ya îdeolojiyan, sansura şexsî û tabûyên şiklî rê li ber digirin ku dewlemendiya gelerî derbasî ser rûpelan bibe.

Divê em tevayên pirsên xwe eşkere niqaş bikin. Çi pirsan nekin tabû. Pîvanên exlaqî li ber çavan bigirin, li dîtinên hev guhdarî bikin û sudan ji hev bigirin. Pêwîst e nêrînên cewaz nebe sedema nexweşî û sêrêşan. Xeletiyan bi rêya rexneyên biratî û dostaniyê rast bikin.
Li ser vê bingehê, em vê pirsa giring didin ber niqaşê û dîtinên cewaz bi we re pay dikin…
Nivîskar Silêman Demir:
Hêza wê stûnek bingehîn ên jiyanê ye

Silêman Demir Kîye

Demir, serê adara 1956-an li Hebîsê, gundê Nisêbînê çê bûye. Ew li gund çê bûye, lê li Nisêbînê mezin bûye. Ew ji sala 1986-an ve li Swêdê dijî. Heta niha sê romanên wî derketine. Wî hin werger jî kirine û wek pirtûk hatine weşandin. Demir him kar dike û him dinivîsine. Nivîskar Demir li Swêdê dijî.
– Di wêjeya devkî, di stiran, serpêhatî û çîrokên kurdî de erotîk mijarek bingehîn xuyanî dike. Dîtina we ji vê awirê li ser çand û edebiyata kurdî çi ye?
S.D. Ev rastî, ji ber hêza wê ya xwezayî ye. Ez dixwazim pêşî bibêjim ku erotîk, wek gotin, bi Yûnanî ye, ji gotina eros tê û evînê. Di hiner de wek nîşandana laşê jin û mêran û pêwendiyên seksî tê zanîn. Her wilo gotina erotîk di hiner de, bi ber, bereketê û karîna xwedayî re pêwendîdar e û mirovan destûra ku ev yek bandorê li xwestin, kar, pêwendî û psîkolojiya wan bike dane wê. Mirovan di dema antîk de bawer dikirin ku ew derfeta jiyanê ye û ew dike ku jiyan berdewam be. Ji xwe bawer dikirin ku dinya bi xwe jineke spehî ya har e û erotîk dike ew bikaribe her babet xwarinê bide mirovan, haywan û çûk çêlîkan bînin.
Hez û hêza ji bo erotîkê him ew e û him jî bûyereke biyolojîk e, hêleke xwezayî ya jiyana mirovan e, stûnek ji stûnên bingehîn ên jiyana wan e. Ew bixwazin nexwazin, ew di jiyana wan, hiş û hêviyên wan de heye. Mirov, ji bo gihiştin û bidestxistina wê, bal û wextê xwe bi kêfxweşî didinê û xwe diwestînin. Ferq nake mirov ji kîjan miletî ye, ya jî baweriya mirov a olî çi ye, ew her heye. Li gora miletan, çand û ola wan, erotîk dikare bi azadî bê jiyan û ya jî qedexeyek li ser hebe. Lê di dilê tevan de bi qasî hev heye û wê her hebe. Ev çend hezar sal in ku mirov erotîkê wek mijara hiner bi kar tînin û dijîn, lê ne jê têr bûne û ne jî gihiştine baweriya ku serrast kirine. Ew xemleke hiner a abadîn e. Ew kaniya xwestineke bê dawî ye. Bi baweriya min ev yek dike ku mirov cîhekî girîng bidin erotîkê. Heger bi nivîskî ne azad be, wek li ba me bi muzîk tê gotin û pêşkêşkirin.
Li ba me kurdan, him ji ber ku qedexebûneke olî li ser heye û him jî hinera me ya nivîskî bi qasî ku hewcedariya mirovan pê heye, dîmenên bi erotîkê xemilandî nedaye wan û kêmasiyên hiner temam nekiriye, ew di muzîkê de xurt bûye û xweşiyê wilo dide mirovan. Carnan gelekî kûr dadikeve û tixûbên qedexebûna olî û çandî gelekî derbas dike. Lê em kurd bi kêfxweşî lê guhdar dikin û eyb nabînin. Navên hêlên bedena jinan ên ji navikê ber jor ve, hemû heşkere tên gotin, hejmartin û pesinandin. Çawa xweşî jê tê dîtin û pê tê dan, hemû tên gotin.
– Bi giştî, erotîk di romana kurdî de xwe ji tabuyê rizgar nekiriye.
Dîtina te li ser pirsê çi ye?

S.D. Bi baweriya min ev yek bi bingehîn ji ber qedexebûna olî û çanda ku di bin bandora olê de maye, tê. Ji ber ku hîna hemû tabûyên di vê derbarê de nehatine hilweşandin, her yek xwe bi xwe sansur dike. Baweriya serdest ew e ku wê eyb bê dîtin, wê neyê pejirandin. Her wilo, bi baweriya min, bikaranîna erotîkê di berhemên edebî de, bêyî ku beloq û wek pîneyekî xuya bike, nê hêsan e. Her yek nikare xwe lê rakişîne.
Lê bi qasî ku ev zahmetî û qedexe li ber erotîkê heye, di edebiyata kurdan de baş hatiyê bikaranîn. Mem û Zîn cîhekî baş dide vê mijar û xwestinê. Vê dawiyê li welêt hin helbestvan û çîroknivîsar bi dilêrî radihijin vê mijarê. Ez bawer im ku wê di dema pêş de awayê bikaranînê baştir bê naskirin û xweştir bê bikaranîn.
– Îdeolojî û baweriyên olî yên biyanî li Kurdistanê, ji awira tabukirina dîmenên erotîk û cîhana xeyalê bandora xwe ya neyênî çawa dikare bê şirovekirin?
S.D. Ez dikarim bi hêsanî bibêjim ku îslamê xisaratên mezin di vê derbarê de jî da exlaq, xwestin, hêvî û çanda me. Dîrok dide zanîn ku em kurd di vê derabarê de pir lîberaltir û firehtir in. Muzîka me jî vê yekê dide xuyakirin. Lê bi xurtbûna îslamê ya li welatê me re, ew lîberalîzma me bû paşverûbûn û firehbûna me jî cîh da qedexebûnan. Em kurd, di vê dereberê de ne jiyana xwe dijîn. Îslamê û kolonyalîzmê çanda xwe kir dewsa ya me.
Vê yekê ne tenê derfeta xweşiya dîtin û bihîstina erotîkê ji me stendiye, lê bi awayekî tarî zincîr li mejî û ramanvaniya me ya jiyana rastî jî xistiye û civat jî ji hev de xistiye. Mêr dane aliyekî û jin dane aliyê din; em kirine wek du civatan. Û her ku diçe ji hev dûrtir dikevin. Êşa birîn û tabûyên di vê derbarê de, ji bo ciwanan dibe îşkenceyeke dijwar a ku seranserê rojan mejiyê wan dagir dike.
– Car caran di romanên kurdî de dîmenên erotîk xuyanî dikin. Hinek ji wan bi hosteyî di nava berhemê de hatine hilandin, hunandin. Lê hinek jê jî, bi xetên qalind derdikevin holê. Çarçoveya etîkî û ya hunera nivîsîna romanê ji awira bikaranîna dîmenên erotîk çi ye?
S.D. Hinera romanê, ji peykervaniyê fêrî erotîkê bûye. Erotîk seranserê dema klasîk mijara peykervaniyê bû. Gava ku b.z. dor salên 450 kirasê Afrodihe jê hat kirin û peykerê wê tazî hat çêkirin, êdî dîwarê di vê derbarê de li ber erotîkê yê dawî jî hat hilweşandin. Her wilo xwedayên zilam jî tazî hatin çêkirin. Bi wî awayî spehîbûna jinbûnê û hêza egîtiya zilaman dihat heşkerekirin. Wênevaniyê jî erotîk wek peykervaniyê girt. Helbestvanî her wilo. Gava bi dû re roman wek hiner geş bû, wê jî hêdî hêdî erotîk ji xwe re kir mijar û firehtir kir. Li hin deveran û hi caran bû dîmenên dema seksê yên bêkêmasî. Êdî gelekî xwezayî ye ku romana kurdan jî bide ser vê rêyê. Lê rast e, dîmenên erotîkî di romana kurdî de, hin caran ne bi hostayî hatine bikaranîn û beloq dimînin, wek xwestina nivîskêr tên xuyakirin. Bêguman divê ev yek jî wek hemû mijaran xweş, di cih de û gava hewce be nerm bê bikaranîn. Nabe ku mirov li gora xwestina xwe bikeve nav û xwe lê berde. Her wilo nabe ku mirov hema jinekê ji zilaman re tazî bike û bike xweşiya dil û çavên wan. Ya jî berovajî vê. Û nabe ku hima nû gava jin û zilamek li deverekê tenê bimînin, mirov wan berde ser hev. Divê ev yek li gora herk û çûna romanê dibe. Heger ew ê xwe ji hev re tazî bikin, wî çaxî divê nivîskar destûrê bide wan û nekeve pêşiya wan. Ya jî, heger rewşa çîrokê û bûyeran rê nade tiştekî wilo, divê nivîskar tu kesan bi zorê tazî neke û dîmenên erotîkî yên ne hewce ava neke. Divê nivîskarek bikaribe têbigihije bê ma mirovên bi rastî çawa wê hêla jiyana xwe dijîn û li gora wê bike mijara romana xwe. Divê ew rûmetê bide xwendevan rolgirên romana xwe, divê ew wan ji hev re erzan û nizm neke.
– Di romanê de xetera dîmenên erotîk ku ber bi porno ve here çiqas heye? Mirov çawa dikare vê cewaziyê derxîne holê?
S.D. Erotîk evîn û xwestinên evînî ye; lê ji ber ku erotîk di gotina rojane de bûye navê dîmenên seksî, tirs û metirsek di vir de heye. Lê divê bê zanîn ku porno kar û tîcareta bi tazîkirina jinan û kirina seksê ye, lê erotîk bi xwestina mirovan ya azad e. Heger erotîk wek gotin di wateya tazîkirin û dîmenên seksî yên bêpîvan de bê bikaranîn jî, ez bawer im ku tu romannivîsarê xwedî hiş, erotîkê bibe heta porno. Herî zêde, dibe wek gava mirov di jiyana rast de dijîn, ew karekî mirovan yê mirovî ye, mafê wan yê ku mirov wan zêde nerehet neke di stûyê mirov de heye. Rastiyeke din ew e ku divê bê zanîn ku ne xwestin û karîna nivîskar bike mirov di romanê de seksê bi hev re bikin. Heger herka çîrokê û pêwendiyên jiyana mirovên di romanê de wan bibe wir, wî çaxî nivîskar bes tenê destûrê dide wan. Tiştê nivîskarek dikare bike, ev e, ne bi gotinên erotîkî avakirina dîmenên seksî û pê sorkirina mirovan e.
– Erotîk di romanê de dikare carna bi zimanek xurt, bi hunerek bilind cihê xwe bigire. Lê ew dîmen dikarin zêde ekstrêm bin. Sînor ji bo dîmenên wisa çiqasî pêwîst e? Bi danîna sînoran, azadî û hîsên nivîskar nayên sînorkirin?
S.D. Bi min, bersiva berî niha, bersiva vê pirsê jî dide. Lê ez dixwazim bibêjim, nivîskar mirovekî/e rewşenbîr e, ew seksê wek mafê mirovan yê xwezayî û bingehîn nas dike. Her wilo ew ji sansurê jî hez nake, ew ji mafê gotinê û jiyaneke azad hez dike. Gava mirovên çîroka wî/ê di romanê de dikin û dixwazin bên ba hev, ew nikare û naxwaze wê yekê li wan qedexe bike û wan ji hev bistîne. Her wilo heger ew hewl bide tiştekî wilo bike, wê xuya bike û ew xuyakirin wek gemareke genî bikeve romanê. Kî dixwaze romaneke wilo bixwîne! Romannivîsar, ne hisên xwe, lê ew çîrokekê dinivîse. Divê ew wê çîrokê tevî binivîse/bibêje.
Zarathustra News – zarathustra_news@comhem.se