Derhêner Kuçuk: Ji sînemaya kurd wê tiştên baş derkevin

38

Ozkan Kuçuk heta niha çend belgefîlm kişandine. Herî dawî belgefîlmekî bi navê “Seyîd” kişand. “Seyîd” li ser bavê Kuçuk bi xwe ye ku bavê wî “Dede”yekî (Pîrekî) elewiyan e. “Seyîd” îsal di Festîvala Fîlman a Stenbolê de hat nîşandayîn û ecibandin. Derhêner Kuçuk ku niha li Amedê di bin banê Navenda Çanda Cegerxwîn de karê sînemayê didomîne me pêre hevpeyvîneke li ser “Seyîd” û belgefîlmkariya kurd pêk anî.

Ez dixwazim pêşî vê bipirsim: Dema te ji ‘Dede’ re got ez dixwazim tişteke wisa bikişînim reaksiyoneke çawa nîşan da?

Reaksiyon normal bû. Lê ez bawerim ew jî nedifikiriya tişteke wisa wê derkeve. Zêdetir wî digot belkî em tiştek wekî nasandinê çêbikin. Dibe ku niha jî hê nizane tesîra wî çawa ye. Ji ber ku nekarî li sînemayê lê temaşe bike, nizane temaşevan çawa difikirin, çi hîs dikin. Ew bixwe di dinyayekî din de ye. Ji aliyê wî ve mesele tişteke din e. Ji bo min ez fîlmekî çêdikim, dixwazim hin kes fêrî hin tiştan bibin, lê ji aliyê wî ve ev e; min hin tişt jê pirsîne, ew bi zarokê xwe re axivî ye.

Diya te çi got?

Dema me li mal temaşe kir, diya min ji bo hin tiştan got; Çi hewceye tu qala malbatê dikî? Min jî got; Ji bo mijarê lazim e. Wî ev kar kiriye lê çawa kiriye? Ew ji nav nakokiyên çawa derketiye? Cemevî  (Cemxane) çawa çêkiriye? Dema tu qala kesek bikî, tu mecbûr î li ser nakokiyên wî jî, li ser pirsgirêkan jî bisekinî.

Di belgefîlm de PÎR’ek (DEDE’yek) heye. Pîrek, zimanek û dîrokek heye.

Rast e.

Tu dixwazî temaşevan kîjan aliyê derxin pêş, kîjanê fêm bikin?

Tu nikarî ji hev qut bikî, ji hev ne cuda ne. Ji aliyê olî de, baweriyê de elewîtî her bi paş ve xistine, her tim bi ser de çûne. Aliyê din de zimanê me jî wisa ye. Zimanê kurdî her tim di bin zordariyê de maye. Tu nikarî wî Pîrî jî qut bikî. Jiyana wî di nav van de diçe. Di nav van zordarî de, tiştên wisa de hat û çû. Hemû jî lazim in. Ew bi xwe ji alî olî de tiştan dike, lê li aliyê din divê di nav jiyanê de bi zimanê xwe derdê xwe bîne ziman. Mesele ev e.

Çima te xwest belgefîlmekî wisa çêbikî?

Li aliyekî, ji aliyê dokumanteran ve tu dinêrî bi hin mirovan re têkiliyên te hene; ew malbata te be jî, hevalên te bin jî, têkiliyên te hene, lê tu zêde li ser nasekinî, tu zêde hin tiştan par ve nakî. Tu li eynî malbatê bî, eynî karî bikî, tu heval bî jî hev zêde nas nakî. Ev belgefîlm zêdetir ji bo vê tişteke baş e. Ji bo parvekirin, ji bo hev du naskirinê û nasandina wan a ji bo kesên din baş e. Ji bo van ez li ser sekinîm. Bi vê re, têkiliyeke min a nû bi bavê min re çêbû. Ji aliyê din ve jî pêdivî pê hebû. Wî gelek tişt kiriye ji aliyê baweriyê ve, gelek tiştên muhîm jî kiriye, min nexwest ev veşarî bimînin. Min xwest bêne naskirin, bêne dîtin. Lê ne wekî qehreman, dibe ku ne qehreman be jî lê bi îtîqat karê xwe kiriye, ev tişteke muhîm e. Divê milet bibînin. Loma di bin navê “Çîrokên ji derdora me” ez dikişînim. Berê min “Pîlava Binok” kişandibû, niha jî ev. Bi nêrîneke din mêzekirina li der û dora xwe.

Di belgefîlm de wekî min got pîrek, zimanek û dîrokek heye. Belgefîlm bi kurtahî qala wan dike. Lê wekî ku 30 salên paşî yên kurdan zêde neketine nav belgefîlm. Mînak di belgefîlm de firokek li ezman difire, tu dizanî ew nîşaneya 25-30 salên dawî ye lê wekî din tiştek tune ye. Gelo te xwest tu xwe sansur bikî?

Na. A rast ne sansur e. Di belgefîlm de jî heye, cihekê ew (Pîr) dibêje kamerayê bigire. Li wir ew qala wan tiştan dike, qala hin tiştan dike. Wî nedixwest hin tiştan li ber kamerayê bibêje, min jî nexwest eşkere bikim, min hurmet nîşanî dîtina wî da. Dibe ku wî aliyê xwe de sansurek kir, min jî got ev nêrîna wî ye, bila wisa be. Lê ez bawerim mirov bifikire, ji vê jî mirov dikare hin tiştan derxe holê. Min bi temamî qut nekiriye. Ji aliyê dîrokê de jî, dibêjin: Dîrok dubare ye. Dîsa heman tişt hene. Ji aliyekê ve sirgûn, qetlîam, tiştên wisa her di jiyana me de derketine holê. Di belgefîlm de ev hemû hatine, bi ser mirovekî re em qala dîrokekî dikin. Mînak li aliyê Elewîtî ve heta Kerbelayê diçe. Aliyê din ve hem Elewîtî, hem kurdîtî. Dîsa 30 salên dawî, hin pirsgirêkên malbatê derketine. Ji ser jiyana mirovekî tu dikarî dîrokê bibînî.

Di medreseyan de jiyan jî, perwerdehî jî bi kurdî bû. Di Cemxaneyan de her çiqas ew kurd bin jî wekî ku bi tirkî be. Di fîlm de jî ev hinekî xwe nîşan dide. Gelo Elewîtî tirkîtî ye? Yan jî çima wisa ye?

Ez bawerim hinekî mecbûr mane. Mecbûr mane li ser zimanê resmî biçin. Ji xwe ji her alî de bi ser wan de hatine. Belkî fikirîne ku bi vî awayî xwe biparêzin. Ez zêde nizanim tam çawa bûye. Aliyekî di nav Elewîtî de, li nav Elewîtiya Anatoliyê de tirkî pir heye. Tirk jî zêde ne. Bandor lê kirine. Zemanekî gelek bandor li elewiyên Anatoliyê jî, li yên Dêrsimê jî kirine. Îhtîmal e ji wir zêdetir tirkî bandor li îbadeta wan kirine. Li aliyekê sedema wê ya ji dîrokî heye, aliyekê de xwestine xwe biparêzin.

Baş e. Ez wisa bipirsim: Ew dikarin bi kurdî îbadeta xwe bikin?

Belê, ev ne pirsgirêk e. Ew dikarin. Lê sedemên wê hene.

‘Dede’ dibêjin ‘Zimanê me hat qedexekirin’?..

Belê. Ew ne tişteke biçûk e. Tiştek muhîm e. Tiştên ku wan li dû xwe hiştine tiştên mezin in. Asîmîlasyon (Pişaftin). Asîmîlasyona ku li ser kurdan hatiye kirin, herî zêde jî li Dêrsimê hatiye kirin. Baweriya min ev e. Dibe ku ev jî zêde tesîr lê kirine. Lê hin Elewiyên Dêrsimê hene bi zazakî îbedeta xwe dikin. Min wisa dît, kurmancên wir zêdetir bi tirkî îbadetê dikin, lê yên zaza, zêdetir zazakî bikar tînin. Yanê xwestine Dêrsimê asîmîle bikin lê hemû nebûne. Ev jî mijareke din e, dibe ku mirov li ser vê jî bisekine.

Di belgefîlmên te de mirov li pêş in. “Karkerên Avahiyan”, “Pîlava Binok”, “Seyîd”. Navenda mijara te mirov in. Tu dikarî li ser vê tercihê çi bibêjî?

Ez ji vê hez dikim. Ez dixwazim wekî portre li ser mirovan bisekinim. Tiştek din jî; di belgefîlm yan jî sînemayê de, divê tu mirovan nas bikî, têkilî deynî, hev nas bikî û parve bikî. Dibe ku çanda Elewîtî jî wisa ye ku mirovan digire navendê. Dibe ku ji wir jî hatiye. Ez jê hez dikim. Ez naxwazim qala tiştê ku her kesî dîtiye bikim. Tiştên ku her kesî nedîtiye. Tiştên ku her kesî bi mirovan re nedîtiye jî dikare tiştan bîne ziman. Ev muhîm e. Tu dikarî yên herî qehreman jî bikişînî, lê jiyana li quncikek veşarî maye tu dikarî wê jî bînî ziman. Huner mirovahî tîne ziman, ez jî wê dikim.

Ez dema li kunyeya Ozkan Kuçuk dinêrim, heta niha belgefîlm kişandine. A- Tu dixwazî ji belgefîlman xilas bibî, dev ji wan berdî yan na? B- Tuyê kengê ji belgefîlm derbasî fîlm bibî?

Niha ez li ser fîlmekî metrajdirêj dixebitim, ez senaryoya wî dinivîsim. Ji Fona Balkan jî piştgirî min girt. Navê fîlm “Bexçeya Porteqalan” e. Ez li ser dixebitim lê ez naxwazim dest ji dokumanterê berdim. Ez fîlmên metrajdirêj bikişînim jî li aliyê din ez dixwazim dokumanteran bidomînim. Dibe ku rojek bê deh, bîst heb dokumanterên “Çîrokên ji derdora me” derkevin holê. Ez dixwazim bidomînim, yan jî kesên dixwazin vî karî bikin ez bi wan re bikim, alîkarî bidim wan. Jixwe li Amedê gelek “Çîrokên ji derdora me” hene. Lê di nêzîk de ger derfet hebin ezê vî fîlmî bikişînim…

Wekî ku tu ji fîlm zêdetir qîmetê didî belgefîlman…

Belgefîlm zêdetir rastiyên însanî tînin ziman. Ev rastiyek e û ez ji vê hez dikim. Di fîlmên ‘kurmaca’ (vesazkirî) de her tiştî tu ava dikî û nîşan didî. Ev pirsgirêk e. Tu dinyayekî çêdikî, nîşan didî û dibêjî ev rastî ye. Lê ew ne rastî ye. Di dokumanterê de jî tam ne rastî ye, kamera heye, vesazkirin çêdibe, nizanim çi heye, lê dîsa jî zêdetirîn nêzîkê rastiyê ye. Ev terciha min e. Dema ez fîlmê metrajdirêj çêbikim ez bawerim ewê jî li vî alî be hinekî. Ne zêde ‘kurmaca’ be.Wê zêdetirîn xwerû û bi xwezayî derkeve holê.

Tu kesek ji Dêrsimê û elewî yî. Dêrsim û Elewîtî ji bo te, ji bo hunera te tê çi wateyê?

Ew der axa ku şikil daye min e. Niha, hemû tevger û rawestana min, her tişt ji wê axê hatiye girtin. Ez mecbûr mame zimanê xwe yê dayikê ji bîr bikim û paşê dîsa ez hînê wê bûme. Parçeya çanda ji kalên xwe ku navenda baweriyekê bûn jî min girtiye. Ji van tiştan ez vê encamê derdixim: Qîmetê didim mirov. Pejirandina mirovbûnê û li ser navê mirovahiyê mirov tiştinan bike. Hem di Elewîtî de ev heye, hem li Dêrsimê, li gor xwezaya kurdan ev heye. Ew tên cem hev; hevdîtineke gelek baş e. Baweriya min ev e.

Her belgefîlmkar şêweyeke wî/ê heye. Tu ji şêweya belgefîlmên kî hez dikî? Wisa kesek ku tu bibêjî ez gelek jê hez dikim hene?

A rast ne ji bo belgefîlm lê ji bo sînemayê hin derhêner hene di nav dîroka sînemayê de ku me ji wan feyz girtiye. Hin mamosteyên me jî hebûn wekî mamoste Ahmet (Soner), Semir (Aslanyurek) û Hüseyin Kuzu, me ji wan jî gelek tişt girtiye. Tiştê ku ez difirikim, li ser şêweya sînemayê, şagirtên din jî wisa difikirin. Mînak Ozcan (Alper), Kazim (Oz), dibe ku Huseyîn (Karabey), ev nêzî hev difikirin. Dibe ku ji vir şêweyeke sînemayê derkeve. Ev ne tenê ji bo belgefîlm, ji bo sînemayê. Mînak şêweya Brecht. Mînak dibêje “Ji biyanîbûnê, biyanîkirin”. Di nav sînemayê de Godard gelek bikar aniye. Yekî fransî ye. Di nav fîlmê metrajdirêj de kameramanê nîşan dide. Yanê derdê wî çi ye, dibêje ku ev fîlmekî ye tu seyr dikî. Ew ne xeyal e. Rastî tenê ev e ku ‘Em li fîlmekî temaşe dikin’. Lewma ew şikil dide şêweyê. Ez jî di nav fîlmên xwe de car caran kamerayê nîşan didim, carinan hin problem hene divê tu nîşan nedî di montajê de, lê ez wisa nakim, ez wan jî nîşan didim. Di wir de ez dixwazim bi kêmasiyên xwe re jî rû bi rû bimînim.
Birayên Taviani hene, dîsa Theo Angelopoulos heye ez ji wan hez dikim, lê di belgefîlm de kesek ez bikevim bin bandorê nîn e. Li gor şertên taybet ez bi şêweyeke dikişînim. Dikim tiştek li gor xwe, dibe ku aliyên wî yên xweser hebin.

Rewşa belgefîlmkarên kurdan çawa ye?

Baş e. Mînak di Festîvala Stenbolê ya îsal de gelek belgefîlmên kurdî hebûn. Hemû jî li ser meseleyên kurdan bûn. Ew dixwazin derdê xwe bînin ziman. Ev jî wê şêweyan derxe holê. Ev tişteke muhîm e. Dema 95-96-97’an de me dest pê kir, belgefîlmekî kurt bi kurdî tune bû. Niha tenê di nav vê festîvalê de 6-7 belgefîlm hebûn. Qala meseleyên kurdî dikin. Zimanê sînemayê diceribînin. Gelek baş e. Û tiştên baş wê ji vir derkevin. Vî alî de ez dibêjim baş e.

Li Amedê, li Navenda Cegerxwîn we beşa sînemayê vekiriye. Hûnê çi bikin?

Emê dibistaneke sînemayê ava bikin. Emê li ser wê bixebitin. Hin tişt hê ne zelal in lê em dixwazin wekî ekoleke (nifşek) dibistaneke çêbikin. Ne dibistaneke sînemayê ya ji rêze, ekoleke sînemayê. Ev ekol jî heta îro me çi kiriye ji wir wê derkeve holê. Yanê me çi ji mamosteyên xwe dît, me çi li wan zêde kir û em bi sînemayê dikarin çi bikin, dikarin çawa bikin? Li ser vê gelo em dikarin zimanekî sînemayê wekî ekol derxin holê? Û li Amedê gelek kes hene dixwazin karê sînemayê bikin, bibin sînemager. Ji bo wan em dixwazin dibistaneke ava bikin.

Hûnê pirtûkên sînemayê wergerînin kurdî…

Rast e. Di vê dibistana sînemayê de em dixwazin dersên sînemayê bi kurdî bidin. Zêdetir bi kurdî. Ger mêvanên me hebin, biyanî bin û bên ji bo dersdayînê, dibe bi tirkî, bi îngilîzî yan bi zimanê din be lê wê dersên me zêdetir bi kurdî bin. Çend pirtûkên bingehîn ên li ser sînemayê em dixwazin wergerînin kurdî û li ser wan dersan bidin. Hin pirtûkên li ser senaryoyê, li ser vesazkirin û hin tiştên din hene lê hê ne diyar e emê kîjanan wergerînin. Ez bawerim li nav kurdên Tirkiyeyê wê yekem car sînema bi kurdî bê nasîn, kurdî ders bê dayîn, pirtûkên sînemayê bêne wergerandin.

Kazim Oz “Dûr” kişandiye li ser malbata xwe. Rodi Yuzbaşi “Miraz” kişandiye dîsa li ser koç û birê wî ye. Te “Seyîd” kişandiye li ser bavê xwe. Belgefîlmkarên me çima mijarên wan her malbata wan e?

Tiştên ku tu baş pê dizanî, tu dikarî baş bînî ziman. Dibe ku ji wir tê. Derdora xwe baş dizanin. Meseleya kurdan jî wisa ye. Kurd niha li der û dora xwe dinêrin. Her tişt li der û dora te ye, ne dûr e, nêzî te ye. Li wir ji aliyê însaniyetê, aliyê dîrokê ve her tişt heye. Belkî tu bi xwe yî jî. Tu gavek din bavêjî dibe ku tu qala xwe bikî. Lê li derdora te her tişt heye.

Pirsa dawî: Hin kes dibêjin kî çi dikişîne hema bila bikişîne. Baş an xirab. Tu jî wisa dibêjî?

Belê ez jî wisa dibêjim lê li vir pirsgirêkek heye. Her kes divê bikişîne, bigihîje wê derfetê. Derfeta kişandin û nîşandayînê bi dest bixe lê divê her kes berpirsî jî bigire ser milên xwe. Yanê mesele dikişînin, lê berpirsiyarî nagirin ser milê xwe. Zû dibêjin ‘Temam, em bûn’. Divê zû nebêjin em bûn. Her tişt bila ji bo kemilîbûnê bibe gaveke. Ev girîng e. Divê mirov nebêje ez kemilîm, ez temam bûme. Divê bifikire ez baştir dikarim çawa bikim? Bi kesek din re çawa dikarim parve bikim û em tiştên baş bikişînin? Ev girîng in. Li nav me jî hene, tiştek kişandiye, lê reklamê wî tiştî zêdetir pêş e, fîlm li dû diçe. Ev ji bo pêşerojê jî bi talûke ye. Ev reklam lêgerîna li tiştê baştir ji holê radike. Divê mirov her gav tiştên baştir bikin.

***

Ozkan Kuçuk kî ye?

Derhêner Ozkan Kuçuk di sala 1975’an de li Dêrsimê hatiye dinê. Ji Beşa Endazyariya Hawirê ya Zanîngeha Yildiz Teknîkê di sala 1997’an de mezûn bûye. Bi teça xwe ya bi navê “Salên 90’î de Sînemaya Tirkiyeyê” li Beşa Radyo-Televîzyon û Sînemayê ya Zanîngeha Marmarayê lîsansa xwe ya bilind kiriye. Ji sala 1999’an ve li Kolektîfa Sînemayê ya Mezopotamyayê xebat kiriye, û nivîsên li ser sînemayê nivîsandiye.

Fîlmên wî:

2005 – “Pîlava Binok”, Video-Belgefîlm, 45 dq.,
2005 – “Li Serxaniyên Diyarbekirê”, Video-Belgefîlm, 27dq.
2004 – “Mamoste Arsen”, Video-Belgefîlm, 29 dq.,
2003 – “Yillar Sonra, İşte DİYAR-i BEKİR” (Piştî Salan Vaye Diyar-ê Bekir), Video-Belgefîlm, 70 dq.
1999 – “Karkerên Avahiyan”, Video-Belgefîlm, 23 dq. (Xebata komî)

Xelatên ku wî girtine:
“Li Serxaniyên Diyarbekirê”
– Festîvala Hawirê ya PAM, 2005: Xelata duyemîniyê
– Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Enqereyê, 2006: Xelata sêyemîniyê.
– Festîvala Fîlman a ji bo Aştiyê, 2006: Xelata Hawirê

Hevpeyvîn: Cemil Oguz
Jêder: DİYARNAME

SIMILAR ARTICLES