Dengê azadiyê, sembola biratiyê: Aram Dîkran

692

Hinek kes piştî mirina xwe bêtir tên nas kirin. Civak baştir dizane ka ew kes xwedî çi merem û armanc bûye û çima di karê xwe da kesekî/e bi îsrar û di encamê da jî serkeftî bûye.

Elbete kêm-zêde kesên serkeftî zû ji hêla gel ve bersiva bihayê keda xwe distînin, lê mumkine ew bersiv têra zehmeta wî/ê neke.  . Mamosta Aram Tîgran yek ji wan kesan bû ku di saxiya xwe da hezkirina gel ya ji xwe re baş hiss kir. Ew ewladekî şîr helal derket û şîretên bavê xwe ji bîr nekirin. Kurdên emeknas jî hurmeta wî tim digirtin û qîmeta keda wî baş dizanin. Sedem jî ew bû ku Aram him wefadar û him jî aşiqê karê xwe bû. Bi xwe re durû nebû û li pey popolîsim û şexsiyetek kazib nebû. Bi vê re jî çiqas ku bi xwe re rûrast bû, ji wê zêdetir jî bi gel û civakê re rast û durist bû. Kesên ku bi xwe û karê xwe re semîmî ne, zû rêya xwe ya jiyanê peyda dikin. Di karê xwe de jî dibine bispor û mamosta.
Aram Dîkran ji roja ku dest pêkir heya roja ku xatir ji jiyanê xwest, tim di karê xwe yê hunerî da li pey mukemilbûnê bû. Têhnatiya wî ya ji hunerê re neşest. Ew û Cumbuşa xwe bi qasî 57 salan bûn xeml û rewşa jiyana me Kurdan.
Di salroja wexera wî ya dawiyê da min xwest bêtir jiyan û evîna wî ya ji huner û zimanê Kurdî re raxim ber çavan. Ev nivîs bi vê meremê hate amade kirin.

Jiyan û destpêka karê hunerî
Aram Tîgran an jî bi navê xwe yê orjînal Aram Dîkran Melikiyan 15ê Çileya sala 1934an li bajarê Qamîşlo di nava malbateke feqîr da hat dinê. Bavê wî Dîkran Sakoyê Mêlo bi esla xwe ji Ermeniyên navça Pasorê ye ku beriya tevkujiya Ermenan rûniştvanê gundê Beimde(Kigrvank) yê girêdayî bajarê Farqînê li bakurê Kurdistanê bû. Hingî rûniştivanên gund Kurd û Ermenî bûn. Li pey tevkujî û reva Ermeniya navê gund ji hêla dewletê ve bû Ayhan ku niha gundekî avedan û pir xweş e.
Dîkranê bav hem bilûrvan û hem jî helbestên melodîk dinivîsîn. Bi vê re bû ku pişt re wî di jiyana hunerî ya mamosta Aram da rolekî gelek mezin û ber biçav lîst. Stranên Dîkranê bav: Bilbilo, Lêlê rihê, Çil çil kezî, Yar yara Boşatî û dehan berhemên din ew şahkar in yên ku navê mamosta A. Tîgran bêtir di nava Kurdan da belav kirin.

Şîrta bavê wî
Li pey qir û fermana Ermeniyan ya di salên 1915an heya 1918an da bapîrê Aram “Sakoyê Mêlo” jî yek ji wan kesan bû ku bi destê Osmaniyan hatibû kuştin. Lê bavê Aram bi xêra axayekî Kurd yê li herêma Sasonê ji mirinê difilite û nakeve ber şûrê kuştina Osmanîyên nifşparêz. Dîkran heya sax bû ev qencî ji bîr nekir û hurmet û siyaneta Kurda weke ferzekî insanî tim li ber çavên wî bû. Mamosta A. Tîgran bixwe di vê derbarê de wiha dibêje:“ Bavê min jî mîna gelek Ermeniyên din di çaxê tevkujiyê de bi riya Kurdan ji kuştina bi destê Tirkan hatibû rizgarkirin. Ji bona wê jî hertim ji min re wiha digot:” Kurê min, dinya ye, hilketin û daketin tê de pir in, qedir û qîmetê gelê Kurd bizanîbe. Kurdan ji bîra neke. Emek, zehmetî û xiwêhdana wan li ser min pir e. Ewan ez xwedî kirime û ger hûn çar bira û du xwîşik vê gavê li ser rûyê dinê dijîn, bi xêra Kurda ye. Heke dijmin min bikuşta, hûn jî nedihatin rû dinê. Ew axayê Kurd ku çend salan ez di mala xwe de xwedî kirim û pişt re ez şandim binxetê, jiyana me rizgar kir. Bi xêra wan vê gavê hûn li rûyê dinê dijîn. Ji bona wê jî divê hûn vê emeka wan qet ji bîra nekin. Bi stranên xwe zimanê Kurdî biqedirîne û van helbestên ku ez didime te bike stranên xweş. Tu bixwe jî bibe dostek baş ji Kurdan re û emeka wan ticarî ji bîra neke…“
Bi vê gotina dîrokî re yê ku mirov pê dihese ka çima Dîkarê bav strana Bibilo daye kurê xwe ku bi dengê xwe bike berhemî bêmirin. Dîkran Sakoyê Mêlo di starana Bilbilo da Kurd şibandine bilbilekî birîndar û Kurdistan jî şibandiye qefeseke zêrîn.
Aram hê di mektebê da wexta emirê wî 13-14 sal bû, dersbêjên xwendingehê heza wî ya ji hunerê re kifş dikin.
Dîkran Sakoyê Mêlo di destpêka sala 1928an da ji bakurê Kurdistanê derbasî bajarê Qamîşlo dibe û li wira bi cihwar dibe. Di jiyana xwe ya hevpar da ew û Azniv Boxosiyan bûn xwediyê du keç û çar kuran ku ew jî Bayzar, Zovînar, Aram, Kêvork, Sarkîs û Hayik in.
Li Qamîşlo Dîkranê Sako dostekî nêzî mamosta Cegerxwîn bû û li wira ew her du kesên destpêkê bûn ku bi helbset, melodî û şîretên xwe rêya 57 salan xizmeta ji hunera Kurdî re li pêşberî hunermend Aram Dîkranê dengxweş vekirin.
Li ser dxawaz û şîreta bavê xwe yê wefdar û emknas mamosta Aram heya sax bû bi hunera xwe ya rengîn û dewlemend re bû dergevanekî parastina çand û hunera Kurdî. Wî samanekî nû li ser xana hunera Kurdî zêde kir. Stranên mîna “şev çû, Gulfiroş û çendîn berhemên din” encama dostaniya wî bi nemir Cegrxwîn re ne.

Ermenî û Folklora Kurda
Dewlemendiya folklor û çanda Kurda nav û dengê gelek hunermendên cîran jî li cihanê belav kiriye. Di vê navê da hunermend û nivîskarên Ermen di rêza yekê da cih digirin. Ji bona wê jî Kurda qedir û qîmeta wan gelek li ber çava girtiye û ew ji bîr nekirine. Komîtas Vardapet(1869-1935), Aram Xaçatoriyan(1903-1978), Karapêtê Xaço(1900-2005), Dawidê Xilo(?-?), Hovannes Badaliyan(1924-2001) û Aram Dîkran ji wan hunermendên Ermenî ne ku navdariya wan bi rêya stran û kilamên Kurdî belavî cihanê bûye.
Carekê mozîkologê navdarê Ermenî Komîtas wiha gotibû: “Ez dema bi Kurdî distrim ruhê min sivik dibe. Keser, axîn, evîn û lîrîk tevlîhev dibin, tê bêjî çîya dinalin… awazeke kûvî dikeve nav û kilam û cewherê meqamê şîrin dike.”
Wihaye ku em dibînin Aram jî mîna her du muzîkolog û kompozîtorên Ermenî “Komîtas û Aram Xaçatoriyan” bi melodî û awazên xemgîn ji hêlekê êş û elemên Ermen û Kurda raxistin ber çavan û ji hêla din jî dewlemendiya folkolor û çanda Kurda careke din bi bîra nifşên nû yên li pey xwe jî anî.
Ji temenê 18 saliyê dest pêkir, lê heza wî ji stran û hunerê re wisa mezin û bêdawî bû ku heya mirinê li ser rêya vê evîna xwe ya îlahî meşiya û qet jî newestiya.
Aram kesekî cuda ji gel nebû û di nava xweşî û nexweşiyên gel da jî li kêleka wan nelebitî.

Deng û Hunera Aram
Ji nîvê sedsala derbasbûyî û heya destpêka sedsala 21an Aram Tîgranê ku wek sembola biratiya Kurd û Ermeniyan jî hatiye naskirin, bi qasî 57 salan xizmeta muzîk û hunera Kurdî kir. Melodî û awazên ku rih û hisên mirova dikelînin: Ay Dîleberê, Zimanê Kurdî, Ez sazbend im, Bibilo, Rojbaş Diyarbekir, Ey Welato, Çiyayê Gabarê, Zîlan, Keçê ji bona te ez dînim, Xemilî Zozan, Derî veke û bi dehan stranên din ew berhem in yên ku li ser navê hunermendê navdar Aram Tîgran ketine ser zarê xelkê û li her dera Kurdistanê belav bûne. Wî mîna rewannasekî bispor aliyê Kurda yê civakî û girêdana wan ya bi heza ji hunerê re baş tespît kiribû. Wî baş dizanî ku riha Kurda ya tejî liv û lebat bi stran û kilamên wan yên xweş û rîtmîk re namire. Ev heza tije coş û lebat jî îlhama xwe ji çiya, newal û sirûşta bedewa Kurdistanê distîne.
Analîza hunera Aram me bi gelek rastiyên din jî dihesîne. Di huner û ramanên wî da biratiya gelan li ser bingehê jiyaneke tejî aştî, demokrasî û wekheviyê heye. Stranên wî xweş û melodîk, zimanê wî rewan û pak, awaz û gotinên wî jî zû li ser dila cihê xwe vediken. Aram wek kesekî bi pirensîp giranî û qîmeta huner û jiyanê baş dizanî.
Ew hunermendê gelan bû. Kûr û dûr difikirî, hizr û ramanên wî jî pir homanîstî û international bûn. Ji berw ê jî herdem wiha digot:“ Tu hunermendî lê heker ne insanî, nabe. Huner û insaniyet bi hev re gêrêdayî ne. Evane mukemilê hev in.“

Van deh salên dawiyê dema dihate mala min, min ew baştir nas kir. Aram wek şervanekî qada huner û xebatên çandî her rojê li derekê bû. Mutewazî û fîdakar, Cumbuşa wî li her derê pê re û dîwana wî jî her carê germ bû. Cumbuşa wî jê re mîna çekekê bû.

Li Qamîşlo dest pêkir…

Aram karê xwe yê hunerî li sala 1952an da di nava dewat û şahiyên Kurd, Ereb û Ermeniyan de tevî wê koma ku bi birayên xwe re çêkiribû, da destpêkirin. Berî wê dema ku hê nûciwan bû di komeke dêrên Xirstaniyan da sirûdên olî digotin.
Bavê wî di karê strangotinê de pir ew teşwîq dikir ku bi hez û hêzeke mezin riya hunerê bidomîne.
Hinek aliyên jiyana Kurda ya civakî-siyasî ji salên 50an heya 2009an di stran û hunera Aram da wek panoramayekê dîrokekê radixin ber çavan. Bi taybetî jî stranên ku piştî salên 1990an gotine û xwedî naverokek siyasî ne, rolekî erênî li ser şiyarkirina gelê Kurd lîstine.
Aram Tîgran bi dengê xwe yê germ û tejî soz dewlemendiyek li ser xizîneya ziman û hunera Kurdî zêde kiriye. Kilamên Aram yên evîndariyê “rewşa civakî” û kilamên siyasî jî “rewşa siyasî” ya gelê Kurd didin nasandin.
Melodî û awazên ku rih û hisên mirovan dikelînin, bi tona dengê Aram xwedî çêjeke cuda ne.
Ew herdem aşiqê stirînê bû. Kela dilê xwe û hemû hesretên xwe yên veşartî bi saz û stranên xwe ji dilê xwe yê tejî evîn û heza ji insanyetê re derdixstin. Wiha bû ku Aram ket dilê dîroka hunerê û bû xwedî ekol an jî xwesndingeheke nû û taybet bixwe.
Di bîr û ramanên Aram yên hunerî da hertim perspektîvên nû hebûn. Ji berw ê jî pir cara wiha digot:” hunerê da min jiyan, ji vî hunerê xwe min kişand şbûn û huner ji min re her tişteke…”

Zimanê dê ji herkesî re şirîne. Aram dema bi zimanê Ermenî distra hemû qêrîn û axînên ferman û tevkujiyên li dijî bav kalên wî di qirka wî da xuya bûn.

Kesayetiya Aram Tîgran
Hunermend Aram Dîkran bi pirensîbên xwe yên exlaqî û kesayetiya xwe ya bilind jî di nava Kurdan de xwedî rûmet û hurmetek bilind e. Ew tim kesekî rûxweş û herdem dev biken bû.
Felsefa wî ya biratiyê û jiyana tije aştiyê bû. Ji Kurda hez dikir û dizanî ku di sedsalên derbasbûyî da carana dijmina bira ji hev kirine û hinek kes ji her du aliyan ve hatine xapandin. Ew mirovekî sirûştî û sade, lê xwedî hunereke kûr û bi naveroka xwe dewlemend bû. Ev xala girîng bû ku navê Aram kire navekî nemir. Ji ber wê jî mirov dikare bêje herkes nikare rihet û zû xitaba dilan bike, lê Aram di karekî wiha da semîmî û kesekî serkeftî û hosta bû.
Ew ji xem û elemên du gelên Kurd û Ermen ticarî xafil nebû. Carna li ser Egîd, Zîlan û Mezlum Dogan û dema nivîskar û rewşenbîrê Ermenî Hrant Dinkê jî ji hêla nifşperestên Tirk ve hate teror kirin, wî bi xemeke giran awazên xwe pêşkêşî wî kirin. Strana jêr yek ji wan stranên bi zimanê Ermenî bû ku carekê di bernama Baxçê Gulan da Aram li ser xatra H. Dink gotibû:
„ Yerêvan bagê marêl
Lêlîm aman Lêlîm aman
Hokis madag yem arêl
Boyit memem sarî axçik sirun axçik
Sari Naral ceyran axçik…“

Bîranînek ne jibîrkirî:
Kesên zana û dûrbîn zû bi meznahiya karê kesên bispor dihesin. Aram di bîranînên xwe da behsa rojeke dîrokî dike: Çawişekî Kurd di rêvîngiya Êrîvanê de je re wiha gotibû:” herkes dikare bibe xwedî sê stêrk û li ser milên wî bibiriqin, lê herkes nikare bibe Aram Tîgran û civakekê bi şadî û dilxweşî li ser piya bihêle. Ez aşiqê hunera te me mamosta Aram.”

Li ser aştiya li cihanê pir bi îsrar bû. Ji bona wê jî mirov dikare rihet bibêje: Ew dilekî du perçeyî ye, dilê Kurda û Ermena, lê evîna wî bi zimanê Kurdî pir germtir bû. Li ser biratiya du gelên Kurd û Ermenî pir bi îsrar bû. Tim wiha digot:” Divê em neyên xapandin, êş û elemên me yek bûne û heta koka me jî yeke…”

Cumbuşa Aram
Çîroka jiyan û rêya hunera Aram bi Cumbuşa wî ve gîrêdayî ye. Kêm hunermend hene ku bêtir ji jiyan û heta malbata xwe jî ji huner û enstûrmenta xwe wiha hez bikin. Cumbuşa wî jê re her tişt bû û dema tilêyên xwe li ser têlên wê dianîn û dibirin, ew dengê têlan tevî hissên wî yên kûr dibû û rûbarê awazên wî ber bi cihaneke din ve diherikîn. Hê li Êrîvanê bû ku li ser saza xwe wiha qêriyabû:“ Têla sazê min zirave / Dengekî xweş wê jê rabe
Wê li dinyayê belav be / Dinya alem wê pê şabe…“

Li Êrîvanê carekê nexweş dikev û wiha behsa wê rojê dike:

„ Ez berî çend salan dema li Ermenistanê bûm nexweşiya (Olser) li ser min çêbû. Ez birim nexweşxanê ku operasiyon(cerahî) li ser min bê çêkirin, lê berya wê ez birim odeya min û gotin:“ Tuyê heftiyekê li vira razî û bi dermanan emê nexweşiya te çareser bikin.“
Piştî du rojan min bîriya saza xwe kir, çawa bikim? çûm cem doxtor, ji min re got:“ Tiştê wiha bûye û qewimiye? Ma tu herî kuderê yê saza te bi tere be,?, nexweşxane û sazbendî? qet hev digirin?“. Min ji doxtor dîsa rica kir ku bihêle ez Cumbuşa xwe bînim cem xwe û ji xwe re carna lêxim. Ez birim cem doxtorê mezin û daxwaza min jê re got. Doxtorê mezin ji min pirsî:“ Tu ji ku derê yî?“ min jê re got:“ Ez ji Ermeniyên Sûriyê me“. Wî jî got:“ de başe çimkî hûn mêvanên me yên nû ne, em xwesteka te dipejrînin.“
Min Cumbuşa xwe anî. Doxtor ji min re gotibû ku dema îstraheta nexweşan ku di salonê de digerin, divê deng ji saza te dernekeve. Min di oda xwe de dest bi lêxistinê kir. Min dît hemû nexweş hatin cem min û bi bê dengî li saz û awazên min guhdarî kirin. Êdî di odê da cih nema, neçar nexweşan ez kişandim salonê ku li wir ji bona wan Cumbuşê lêxim. Çend roj derbas bûn, doxtor hatin ku derziyan li hinek nexweşan xin, nexweşan nepejrandin, gotin:“ derzî û dermanên we bi qasî dengê saza Aram li me teisîr nekiriye, me dermanê xwe dît, êdî bese…“
Pir cara jî mamosta Aram wiha digot:“ Huner ji min re derziye, hebe, dermane, ez bêhuner hêçim…“

Henekên Aram
Tim ken û xemleke hunerî li ser rû û lêvên Aram bû. Dema li mirova dinêrî bi rûyekî wisa xweş û lêvên bi ken li ba muxatebê xwe bû ku destê mirova jê bernedibû. Ji gotin û suhbeta wî ya xweş, ji kena wî ya tejî hemû semîmiyeta dinyayê, civata ku ew tê de bû, herdem germ dima. Gotineke wî ya felsefî hebû ku di qalibê heneka da digot:“ Ez te bikime mezinê dinyayê tu yê çi bikî?!“
Û li pey wê jî li bendê bû ka mirov yê çi bije. Ji etmosfêrê xemgîn hez nedikir û tim dixwest ku mirov bi rûxweşî û henekan jiyanê derbas bikin.
Wî dixwest hemû top û tankên dinyayê bihelîne û bike Cumbuş, mey û tembûr.

Bîr û ramanên Aram

Aram bi rabûn–rûniştina xwe, bi saz û sazbendiya xwe mirovekî giran bû. Bê kîn û kidûret, dilpak û aşiqê rastî û duristiyê bû. Wî hertim wiha digot:“ dinya mezin û xweşe, têra her kesî heye. Ti tişt ji miletçîtiyê xirabtir nîne.”
Wî dizanî ku di dirêjahiya dîrokê da ezab û tirajêdiya Kurda ji ya Ermeniya kêmtir nebûye. Ji bona wê jî li ser esasê vê felsefa xwe ya homanîstî stranên biratiyê gotin. Tevî hemû zehmetiyên heyî çi cara armancên xwe yên mirovheziyê ne ji bîr kirin û ne jî pirensîpên xwe yên exlaqî terikandin. Ji ber wê jî di nav Kurdan û civakên ku lê dima, zû hate hezkirinê.

Berhemên Aram Tîgran
Yekemîn strana ku Aram gotiye “şev cû” ye ku helbesta wê ya nemir Cegerxwîn e û naveroka wê jî xwedî mesajeke siyasî ye.
“Tenê hiştim ay dil îşev çima çû / Wî ez kuştim ay dil îşev çima çû.
Rabe pey kev ay dil zû w(î)ê werîne / Te´z biriştim ay dil îşev çima çû. »
Aram Tîgran mîna kesekî evîndarê karê xwe, di jiyana xwe ya hunerî û domdirêj da bi sedan stranên Kurdî, Ermenî, Yunanî, Tirkî, Siryanî û Erebî çêkirin û gotin. Lê stêrka wî ya hunerî bêtir di nava Kurdan da geş bû û tevî ku bixwe Ermen bû, herkesî ew mîna hunermendekî Kurd dinasîn. Ew gelek di bin bandora hunera babê xwe da maye.

Berhemê Dawiyê
14mîn berhem an jî CDya herî dawiyê ya mamosta Aram tenê bi Cumbuşa wî û li jêr navê “Gelê Kurd dest bi din destê hev” piştî mirina wî belav bû. Di wê CDyê da Aram bi dengekî bilind ji Kurda dixweze ku dest ji qelptiyê berdin, bibin yek û dewleteke xwe ye serbixwe ava bikin. Ez wê Cdya wî wek wesiyetnameya wî ya herî dawiyê jî dihesibînim.

Istîla Aram Tîgran
Aram Tîgran ji kaniya stranên Kurdî sûdekî mezin disatnd, lê tama deng û istîla wî dikir ku dengê wî zû di nava gel da belav bibe. Aram herdem li ser serkeftina xwe ya di qada hunerê da wiha digot:” Dê û bav ji zarokên xwe re mektaba yekê û ya herî mezin in. Min jî şîretên bavê xwe li ser rêya jiyana xwe ya hunerî ceribandin û tê de jî biserketin…”
Herwiha wî gelek cara jî wiha digot:” Di wextê min da cihazên moderin tunebûn, pirsgirêkên jiyanê pir bûn, lê niha îmkan pir in. Ji ber wê jî xortên ku dikevin ser rêya hunerê bila baş perwerde bibin, nota hîn bibin û ji her tiştekî girîngtir bi zimanê xwe yê zikmakî biaxivin û bixwînin.”

Bihayê hunerê
Di dîrokê da hinek tişt emirdirêjin û namirin. Huner û stran zêdetir ji temenê mirova dijîn. Melodiyên mamosta Aram wisa xweş bûn ku orkêstra radioya Êrîvanê ew bi enstûrmental jî qeyd kirin.
Mirov şade ku di “fonda zêrîn”a radioya Êrîvanê da wî bi sedan stran li pey xwe hiştin û kirin xizîneyek giranbuha û bêmirin. Çimkî Aram dizanî ku stran zêdetir ji hinek dewlet û hemû partiyên siyasî dijîn. Ew baş pêhesiya bû ku hisên germ, kûr û kedeke mezin ji afirandina hunerê re pêwîste. An jî hêza hunerê ji hemû hêza mezintire. Li ser bingehê vê hêz û heza mezin Aram Tîgran heya mirinê jî ji hunerê têr nebû. Carekê li ROJ TV di bernama Dîlanar da wiha axivî:“ Ez qet ji hunerê têr nabim, nizanim Xwedê çi daye min!. Ez dixwazim heya çil salên din jî li Cumbuşê xim û kilama bêjim…“

Li Radioya Êrîvanê
Aram di temenê 23ê saliyê da bi keçeke Ermenî ya bi navê Sîrvart Melikyan‎ re zewicî. Ew bûn xwediyê du kur û du keçan: Sêvan, Aycemîk, Dîkran û Hagop. Sala 1966an Aram bi malbata xwe re çûn Ermenistanê. Ew li bajarê Aboviyan dijiyan û heya sala 1985´an di radioya Êrîvanê de mîna xebatkarekî bi fêrmî di her du beşên Kurdî û Erebî da dixebitî. Sala 1990´an hat Ewropa û heya dawiya jiyanê li wira bû.
Di belavbûna huner, nav û dengê Aram Dîkran da rolê radioya Êrîvan û Kurdên Ermenistan û Gurcistanê gelek mezin û bi bandor bûye. Dema li Qamîşlo bû navdariya wî sinordar bû, lê weke bixwe jî dibêje radioya Êrîvanê nav û dengê wî li cihanê belav kir.

Evîna Aram
Evîn û heza Aram ji ziman, huner û doza Kurdan ya rewa re wisa bi hêz, germ û gor bû ku hezar hîvî di çav, liv û lebatên wî da xuya bûn. Wî li ser bingeha muzîka Kurdî kar û xebata xwe da destpêkirin û ji sinorê nasnama muzîk û hunera Kurdî jî derneket. Naskirin û hakimyeta wî wiha dikir ku baş stranê bi guhdarên xwe re bide famkirin û hezkirin. Çimkî hemû demên wî yên jiyanê û îlhamên wî tim bandor lêdikirin.
Li ser vê hez û evîna wî sala 2004an çend stranbêj û hunermendên Kurd ji bo qedirgirtina hunera Aram CDyek li jêr navê:”Evîna Aram” çêkirin. Hunermend Sarhat Çarnewa di destpêk û bidawî anîna vê xebatê da kedeke mezin da. Vê xebatê ji herkesî re da selmandin ku Aram semboleke dîroka gelan bû. Hingî di merasimeke taybetî da wiha gotibû: “ bawer bikin cara yekemîn ku min ew dît, ez giriyam. Zor-zor sipas. Her yek ji we rengek daye stranên min. Her kilamekê min we rengek jê re daye.”

Aram û Doza Kurdistanê
Aram hê li Qamîşlo bû ku di bin bandora malmezin û rewşenbîrên Kurd da dest bi gotina hinek stranên bi naveroka xwe siyasî kir. Malbata Haco Axa û şexsê mamosta Cegerxwîn ji her hêlê ve pir hevkariya wî kirin. Li Êrîvanê jî Kurd, Kurdistan û êş-elemên bindestiya gelê Kurd ji bîra Aram neçûn.

Di tengasiyên gelê Kurd da Aram Tîgran remzek bû. Çimkî dema ku zimanê Kurdî yasax bû, wî bi rêya radioyê behsa zimanê qedexikirî kir:

Bi xemil û rewşe, şirîn û xweşe Şirîn û xweşe zimanê Kurdî “

Ji bo şirînkirin û bihêzkirina biratiya Kurd û Ermeniyan û naskirina dijiminên wan yên hevpar wî bi zimanê Ermenî li ser Kurdistanê stran afirandin, bi Kurdî jî li ser Hayistanê helbest û awaz çêkirin.
Lê di qunaxê dawiyê ya jiyana xwe da ji salên 1990an û pêde dema ku ji Ermenistanê derbasî Ewropa bû, dengê xwe bêtir tevîl şoreşa bakurê Kurdistanê dike. Ew êdî bi kilamên xwe derd û elemên Kurda li bakurê Kurdistanê radixe ber çavan. Bi dengê xwe yê germ destê hevkariyê dirêjî Kurda û bizava rizgarîxwaziyê li bakurê Kurdistanê dike. Ew li dijî xwînrêjî û hovîtiyên artêşa Tirka radibe û ji dil dinale ku dengê mezlumiyeta Kurda bigehîne her derê. Ji Kurdekî bêtir kedê dide ku dijminê hevpar biser nekeve.
Aram Tîgran sala 1997an bi hevala xwe Sîrvart Melîkiyan re çû seredana rêzdar Abdulah Öcalan û li wira ew hevdîtin di dîroka jiyana wî da bû bîranîneke şirîn û nejibîrkirî.

Li akademiya Mahsum Korkmaz di pêşwaziyeke gelek germ de rêzdar Öcalan û çend endamên din yên komîta navnedîya PKKê mêvandariya Aram kirin. Ji şano û govendê bigire heya helbest û xwendina gotaran, şervanên doza Kurdistanê bi germî pêşwaziya wî kirin.

Wê rojê jî Aram dîsa sozeke wiha dabû Kurda û serok Öcalan:”
Insehla… înşelah emê dest bidin destê hev, em Ermenî û Kurd. Ez bi hîvîme ku emê dijminê xwe bavêjin ser piştê, emê wan bavêjine erdê û rastî şikestê bînin. Helbet ev rê nîşanî me daye ji roja ewilî serokê me yê netewî heval Öcalan. Ez dîsa sipas dikim ji we teva û hatina min û dîtina we ji me re şabûneke zeif mezine. Cara yekemîne ez tême vira. Û ez heya saxim û sihet û quwet di nava laşê min da heye, ji wera heya paşiyê hazirim.”

Çûyna Kurdistan û Amedê
Gelek caran di stran û hevdîtinên xwe da Aram navê Diyarbekirê bi lêv kiriyê. Aram evîndarê Amedê bû û herdem li benda derfetekê bû ku heya saxe wî bajarê dêrîn bibîne. Roja ku li Amedê çû ser dikê jî wiha qêriyabû:
“ Cîwarê bav û kalan pir şêrîne / Ew sor û bedenê tev dîrokî ne
Roj baş Diyarbekir, me pir bîriya te kir / Em hatin te bibînin te derî li me vekir “

Pêşwaziya gel li Amedê pir germ û bi coş bû.
Sed hezar kes zêdetri çûbûn konserta wî ku heya hingî karekî wiha kêm hatibû dîtin. Wî çendîn cara li ser wê qedirgirtinê sipasiya xwe ji Amed û Kurdistanê re da da diyarkirin.

Mirina Aram Tîgran
Heya sax bû Kurda biha û qîmeta wî dizanîn û hurmeteke mezin jê re girtin. Carekê sala 2007an ji hêla akademiya Kurdî bo 50 saliya kar û xizmeta xwe hate xelatkirin. Wî qet ew roj ji bîr nekir. Li her derê bi dilxweşî li ser axivî.
Roja 6ê Tebaxa sala 2009an berê sibê Aram bi felca mejî ket û du roj pişt re di 8ê Tebaxê da li nexweşxaneyeke Athena li welatê Yunan wefat kir.
Tevî ku wesiyet kiribû ku li Amedê bê veşartin, lê dewleta Tirkiyê izna karekî wiha neda. Roja 17ê Tebaxa sala 2009an cenazê Aram Dîkran bi merasimeke taybetî û beşdarbûna hezaran kesan li goristana Jeeta bajarê Bruksel hate veşartin.

Aram heya roja ku sax bû di eniya hunerê da mîna şervanekî xebata xwe beredwan kir. Wî carna li ser gerîla, carna li ser şehîda û carna jî li ser serokên Kurda stran gotin û hîviyên mezin di dil û mejiyê Kurdên bindest û bêdewlet da afirandin.
Dema çû rehmetê li her dera Kurdistanê xemê xwe bi ser reng û rûyê gel da kişand. Li Amedê xema ji destçûyîna wî bi merasimên taybetî û dirûşmên weke „şehîd namirin“, hatin li darxistin.
Dayikeke Kurd li Amedê ji Aram re wiha gotibû:“ Tu pêxemberî, pêxemberê kilamanî pismam! şîrê dayka te li te helal be! Hurmet û sîyanet ji wî miletî ra ku tu xuliqandî… “

Û di roja îro da tirba wî bûye ziyaretgeha Kurdan û hunermendên ku bi stran û awazên wî mezin bûn, li xerîbiyê jî wî ji bîr nakin.

KAKŞAR OREMAR
kaksharoremar@gmail.com

YENİ ÖZGÜR POLİTİKA