Ciwan te çi kir; Albûma Haco qet nehat ecibandin

105

Hezkiriyên Ciwan haco ew 6 salin li benda albûmake nû de bûn. Ev demeke dirêj bû ku heyecana derketina albûma nû ya Ciwan haco di nav hezkiriyên wî de belav bûbû.

Albûma Ciwan Haco ya nû a binavê “Veger” derket. Lê ev veger ji bo hezkiriyên dilsoz ên Ciwan Haco’yê şokek mezin bû. Albûma nû ya Ciwan Hacoyê ji aliyê piraniya hezkiriyên wî yên daîmî ve nehate ecibandin û ev yek di rojên dawî de medyaya sosyal de jî bû sedema nîqaşan. Albûma veger bi temamî şêweya klasîk hatibû amade kirin. Nehat fam kirin ku Ciwan Haco çima albûmek wisa derxist? Jixwe bi sedan hunermedên ku bi mûzîka gelêrî Kurdî albûman çêdikin hene û di vî warî de gellek hunermedên serkeftî hene.

Ciwan Haco wek “mîrê mûzîka nûjen ya Kurdî” tê naskirin û bi saya xebatên wî bi dehan ciwan dest bi hilberîna mûzîka Kurdî a bi terzên rojavayî kirin. Ciwan Haco ji bo mûzîka Kurdî deriyên pir girîng vekir. Terza Ciwan Haco di her albûmê de dihat gûhertin lê Ciwan Haco terza xwe ya bingehîn a “nûjenxwaz” a xweser di her albûma xwe de diparast. Sedema ewqas navdar bûna Ciwan Haco bi saya ev terza wî ya cihêreng bû.

Lê Ciwan Haco di albûma xwe dawîn de bi helwesteke populîst tevgeriya û albûmek xwerû mûzîka gelêrî derxist. Ku piraniya stranên di vê albûmê jixwe di albûmên berê de hebûn. Rewşa herî xirab jî eve ku hin stranên han di eslê xwe bi Tirkî bûn. Heman demê de dengê xirab ya Hulya Avşar jî asta qelitaya albûmê hê daxistiye.

Gelo çi pêwîstiya vê yekê hebû?

Hezkiriyên Haco albûmeke nû dixwazin

Niha hezkiriyên Ciwan Haco hêvî dikin ku bila ev albûma albûmeke “navber” be û di demekî nêz Ciwan Haco pencereyên nûtir li mûzîka Kurdî veke.

Ciwan Haco ku bi albûmên xwe lezgînî da pêşketina mûzîka modern a Kurdî her wiha deriya mûzîka Kurdî li gel taybetmendîyên xwe yên resen û Kurdeyatî bo cîhanê vekir.

Divê dîsa jî guhdarvanên Ciwan Haco xwedî li albûma Veger jî derkevin û bikirin da ku Ciwan Haco karibe hilberîna xwe bidomîne.

Lê divê Ciwan Haco jî bizanibe ku girîngiya Ciwan Haco ji ber cûdayî û cihêrengîya wî dihat û Ciwan Haco sembola “gûherîn”ê bû, albûma ‘Veger’ ji bo “mûzîka Ciwan Haco” paşde gav avêtin e û ne ji bo Ciwan Haco ne jî ji bo mûzîka Kurdî tu fêyde nayîne û gûhdarvanên Ciwan Haco niha li benda albûmeke nû de ne, ku têde karibin Ciwan Haco’yê bibînin, gûherînê bibînin, pêşketînê bibînin, rengên nû bibînin.

Ger wisa nebe ne dûre ku prestîj û populeriteya Ciwan Haco ji nişka ve dakeve.

Divê Haco gûh bide gûhdarvanên xwe yên daîmî û kevn û dilsoz.

Cihê Ciwan Haco di nava mûzîka Kurdî de

Ciwan Haco wek şoreşvana mûzîka Kurdî bi nav bikin.Heta niha her albûmê Ciwan Haco bi baldarî hate şopandin û gûhdarî kirin. Ciwan Haco 27 sale ku xizmetê dide Mûzîka Kurdî, 13 albûmên wî tevlî arşîva mûzîka Kurdî bûne. Ciwan Haco (Ji xeynî Koma Wetan) mûzîka Kurdî de yekem car şêwazên modern wek rock, blues, cazz ,etno-cazz, etno-pop, etno rock, elekronîn cazz bikar anî. Ango bi gotineke din Ciwan Haco destpêka mûzîka modern a Kurdî ye.

Ciwan Haco li gel hemû rexneyên neyenî armanca xwe dev ber neda û serket.Piştî Ciwan Haco gelek ciwan û mûzîkkarên kurd dest bi çêkirina mûzîka modern kirin û ev yek jî bû egere pêşketina Mûzîka Kurdî.

Ciwan Haco her timbi peyamên xwe yên Kurdeyatî jî bal dikşîne û tu carî xizmeta “grubeke sîyasî nekirîye û hewl daye ku li gel hemû xelatîyên hin gruban hunera xwe bigehêjîne neteweya Kurd.

Albûmên Ciwan Haco Ku hate niha derketine evin;

1-Emîna Emîna(1970)

2-Pêşmerge(1979)

3-Diyarbekîr(1981)

4-Gûla Sor(1983)

5-Leyla(1985)

6-Girtîyên Azadîyê(1987)

7-Çaw Bella(1989)

8-Sî û Sê Gulle(1991)

9-Dûrî(1994)

10-Bilûra Min(1997)

11-Destana Egîdekî(1998)

12-Derya(2003)

13-Na Na(2004)

14-Off(2006)

15- Veger (2012)

Her wiha di dema serhildana 12ê adarê ya rojavayê Kurdistanê de jî stran û klîbek bi navê “Binxet Xembare” weşandibû.

Jê nemînin…

Peşnîyarê me ku ger peyda bikin divê albûma Derya (2003) bistînin û guhdarî bikin. Derya bi şêwaya elektronîk cazz hatiye amade kirin û asta qelîteya wê albûmê gelek zêde ye.

(HAWAR NET MuzîkKurd)