Ciwan Haco “Veger”iya

278

Albûma nû ya Ciwan Haco a bi navê VEGER , ji alîyê şirketa muzîkê ya bi navê “Pelrecords’’ê ve, ku demek berê di muzîka kurdî de bi derfetdayîna dengên nû navê xwe da bihîstin, hatiye hilberandin. Produksiyon û aranjorîya albumê jî Ayhan Evciyê ku ev demeke dirêj e bi Ciwan Haco re dixebite hilgirtiye ser milên xwe.

Herweha di albûmê de, ji muzîsyenên nifşeya nû Ümit Yılmaz bi tembûrê, Ali Busse bi bas-gîtarê, Ata Güner bi perkusyonê, Hüseyin Kemancı bi kemanê, Turan Vurgun bi qanûnê, Göksun Çavdar bi klarnetê, Sercan Halili bi kemançeya klasîk, Mubin Dünen bi neyê, Chris Harms, Steven Pfeffer, Ayhan Evci û Bernd Hilgert bi gîtarê û ji muzîsyenên nifşeya nû yê alman Gerrit Heineman jî bi klavyeyê hevkarîya Ciwan Haco dikin.

Di hin stranên albûmê de Rosna, Yekbûn û Mizgîn bi paşdengên xwe wek vokal alîkarîya Ciwan Haco dikin. Di albûmê de hûrgilîyeke balkêş jî ewe ku, ji bo strana “Esmer” a berhema Aşık Daimi ya bi navê “Ne Ağlarsın”, Ciwan Haco û Hülya Avşarê duetek çêkirine û di klîba heman stranê de jî dileyizin.

Albûma ‘’Veger’’ ku dê ji alîyê Sony Musicê ve bê belavkirin, ji bo ku pêvajoya muzîkal a Ciwan Haco nîşan dide, xwedî taybetîyeke girîng e. Albûm, dê di 14ê sibatê de li refên marketên muzîkê cihê xwe bigre.

Şayanê gotinê ye ku, dê Pelrecords di demeke nêzîk de hemû albûmên ku Ciwan Haco heta niha derxistine bi awayeke giştî cardin bide weşandin.a

Vegerê de 11 stran hene û navê wan wiha ye:

1- Maçek
2- Emîna
3- Çavên tê
4- Can
5- Gula Zer
6- Esmer
7- Li şarê jînê
8- Hest
9- Eman dilo
10- Bûkê
11- Rêya min dûr e