13

Min di albûma dawî ya Ciwan Haco “OFF”  de, ne tama “Girtiyên Azadiyê” û ne jî tama “Destana Egîdekî”, ne tama “Sî û Sê Gule” ne jî tama “Bilûra Min” stend. Tew gotinên albumê ji min re sar hatin. Erê pareke mezin stranên evînî ne, lê nizanim ji min re gelek rijî û bê hest hatin (ji bilî du-sê stranan). Kel û coşa evînê zêde xwe bi min neda hîskirin..

Sal 1996 bû. Di kongreya HADEP’ê de ala tirk hatibû daxistin. Bayê nîjadperestiyê her der rapêça bû. Hingê cara yekem bû min di nava baskên ciwanên HADEP’ê yê navçeya Konaka Îzmîrê de cih girtibû. Loma jî ez hê pir bi heyecan bûm. Em gelek caran dihatin têqîb kirin. Loma jî em hinek ditirsiyan jî… Îcar ji van rojan rojek bû. Ez ji awahiya partiyê derketim ji bo ku biçim mala hevalekî. Min li der û dora xwe nihêrî kes li pey min tune bû. Otobus li rawestgehê amade bû. Siwar bûm. Min wolkmena xwe derxist ji çente û albûmek da serê û xwe avêt ber tor û bextê muzîkê…

Hê otobus bi rê neketibû. Keçikek siwar bû, hat li rûnişteka li rex min rûnişt…

Bi qasî deh deqe bû em di rê de bûn. Bala keçikê her li ser min bû.
Helwesta wê hinek bêhna min teng kir…
Ji hereketên wê kifş bû ku dixwest biaxive…
A rast ez piçek tirsiyam û min di ber xwe de got, “ku ew min teqîb bike!”
Vê rewşê zêde dom nekir. Min hew dît keçikê li milê min xist, berguhka min îşaret kir û bi zarekî şêrîn got, “Bende dinlemek istiyorum (Ez jî dixwazim guhdarî bikim)?”
Ez pêşî şaş bûm.
Dûre, berî ku bidimê min jê re bi tirkî got, “Ev albûm bi kurdî ye!”
Hê peyva min temam nebibû keçikê got, “Deng tê min, ez loma dixwazim…”
Min aliyekê berguhkê dayê…
 
Piştî çend deqîqeyan lê guhdarî kir, ji guhê xwe derxist û got, “Ez pir ji vî mirovî hez dikim, cihê ku dengê wî were min nikarim tab bikim…”
Paşê geh wê pirsî min bersivand, geh min pirsî wê bersivand…
Ne kurd bû.
Kurdî jî nedizanî.
Lê miriyê wî kesê ku min lê guhdarî dikir bû…
Qala hin albûm û stranên wî ji min re kir…
A rast min bi qasî wê jî hê ew kes nas nedikir…
Min pirsî ku kurdî nizane çawa, jê fêm dike…
Got, “muzîka wî pir xweş e û hevalên min ji min re gotinan werdigerînin…”
 
Belê ew kesê ku keçikê ew qas jê hez dikir Ciwan Haco bû…
A rast ez hingê pir ecêbmayî mam…
Ji ber ku keçik tirk bû…
Ji ber ku hê gelek kesên kurd hay ji Ciwan tune bûn…
Wê keçikê ji ku ve Ciwan nas dikir… Helbet ez pir kêfxweş bûm. Cara yekem bû ku ez bi Ciwan serbilind bûm.
Min çima ev tişt nivîsîn, ez wê bêjim. Wekî hûn jî dizanin demek berî niha albuma Ciwan a dawî bi navê “OFF” derket piyaseyê. Vê hefteyê min hewl da ku lê guhdarî bikim. Dema ku min ew guhdarî dikir ev tişt tev di hişê min de çûn û hatin… Û ew keçik hate bîra min. Di dawî de min ji xwe pirsî, gelo ew keçik, li vê albumê guhdarî bike dê çi bifikire? Dê bi qasî yên din jê hez bike? Dengê ku ji dilê min hat got, “NA, NA.”
Çima na, îcar ez bi çend hevokan dîtinên xwe vebêjim.
Helbet ez ne pisporê muzîkê me. Tenê ez dengê ji dilê min tê bi we re parve dikim…
Min di vê albûmê de, ne tama “Girtiyên Azadiyê” û ne jî tama “Destana Egîdekî”, ne tama “Sî û Sê Gule” ne jî tama “Bilûra Min” stend. Gotinên albumê tev ji min re sar hatin. Erê pareke mezin stranên evînî ne, lê nizanim ji min re gelek rijî û bê hest hatin (ji bilî du-sê stranan). Kel û coşa evînê zêde xwe bi min neda hîskirin…
Ciwan di albûmên xwe yên berê de, hêmayên etnîkî-kurdewarî bi rock, pop û cazê re anîbû cem hev û ji xwe re tarz û şêwazeke xweser afirandibû. Lê di vê albûmê de ev tarz xuya nake. Bêhtir tarzeke rock û pop derketiye holê… Hêmaya etnikî-kurdewarî li paş maye…
Ligel muzîka albumên din, gotinên stranan jî pir bandorker bûn…
Wekî, “Min navê xwe kola li birçên Diyarbekir”…
Wekî, “Hate ber dêrî, min lê nenêrî/ lê gava ev çû min dil dabû dû..”
Wekî, “Bilûra min, dengê xwe berde! / Dinya, mîna zarokekî berşîr,
ket dergûşa xwe;…”
Wekî, “Zinge zinga dilê min, waye dîsa deng veda / dengê doza welatê min dinya girt û berneda…”
Û wekî yên din…
 
Ciwan, bi vê albûmê hem di hêla gotinan de hem jî şêwazê de ji tarza xwe ya berê bi dûr ketiye…
Yanî bi kurtasî, ji bo ku bibe ‘hunermendek cîhanî’ (!) Ciwan xwe guhertiye û ji tarz û şêwaza xwe ya berê dûr ketiye. Ez hêvîdar im ku bi ya wî bibe. Lê ya rast ez ditirsim ku ev guherîna wî, wî ‘cîhanî-gerdûnî’ neke û berevajî vê yekê bi paş ve bibe…
Tişteke din jî ez tenê dixwazim bînim bîra we, îro li cîhanê bi sedam kom û kes bi muzîka xwe ya etnîkî-polîtîk bûne muzîsyenên gerdûnî û li çar hêlên cîhanê têne guhdarîkirin… Tenê em li kom û muzîsyenên Latîn mêze bikin bes e ez bawer im..
 
Ciwan dê bi vê tarzê çiqas bibe hunermendek gerdûnî ez nizanim, lê wekî kurdekî ya rast zêde xîtabî hestên min nekir…
Belê, ew keçika îzmîrî hate bîra min. Xwezî min niha ew bidîta û hestê wê jê pirs bikira… Wê jî wekî tirkeke ‘fanatîka’ Ciwan bersiv bida min…
Bersiva vê dê çi ba ez nizanim lê…
Dilê min dibêje; “NA, NA”
Waye em jî hatin dawiya nivîsa xwe. Heta ku ev nivîs bi dawî bû, nizanim ku ev bû cara çendan CD bi dawî bû û vegeriya serî. Niha dîsa bi dawî dibe. Û ez jî dibêjim, OFF Ciwan OFF…
***
HELBESTEK
 
Ey Hevala Evîndar
 
Ey hevala evîndar
Ey hevala evîndar evîndar
Tu jî wek min birîndar birîndar
Hene gelek wekî me
Belkî zêdetir ji me zêdetir ji me
Hene gelek wekî me wekî me
Belkî zêdetir ji me zêdetir ji me
Evîn bû rêberê me
Çi anîne serê me
Dûrist nakin evînê
Bê mirês dikin civînê
Çiya bilind dibin jor
Cîhan dibit keska sor
Herdu rewşa vê jînê
Dengê saza evînê

(Cegerxwin)

Davut Ozalp
Diyarname.com

davutozalp@yahoo.com

VIDEO