21

Niha li nav ciwanan muzîka hîp hopê belav dibe. Ev yek xwe ji jiyana wan heta posterên li mala wan hatine daliqandin de nîşan dide. Û niha Serhado albuna hip hopê derxist.Stranbêjê ciwan Serhado bi albûma xwe ya bi navê “Xewna jiyan” hem yekem berhama hîp hop a bi kurdî weşand û hem jî valahiya hîp hopê di nava muzîka kurdî de dagirt.

Piraniya nifşê nû yê kurdan yê li Ewropayê dijî bi hîp hopê dirabe û bi hîp hopê diraze. Mirov li Almanya pêrgî kêm ciwanan tê ku li Boschido, Kool Savas, Azad an Eminem guhdarî nekin.

Çawa demekî arabeskvan ji bo nifşekî îdol bûn, hîp hopvan jî îro ji bo gelek ciwanan îdol in. Mirov hezkirina wan ya ji bo hîp hopvanan di cil û bergên wan de, di sohbet, di posterên odeyan, di melodiyê telefonan û li ser monîtor û dîsplayên wan de dibîne.

Bi dehan ciwan hene ku studyoyên xwe yên muzîkê di odeya xwe de çêkirine û bi amatorî muzîka hîp hopê hem bi kurdî û hem jî bi almanî distrînin û tomar dikin. Dema ez carcaran sohbetên du xwarziyên xwe yên ku di mal de studyoya muzîkê ji bo hîp hopê ava kirine dibînim, dengbêjî tê bîra min. Ez bawer dikim ku mirov hîp hopê dikare mîna ´dengbêjiya hemdem ya nifşê nû’ destnîşan bike, ji ber çawa dîwanên dengbêjiyê ji bo nifşên berê watedar bûn, îro jî hîp hop ji bo ciwanan heman rolî dilîze. 

Dema ji berya çend salan koma bi navê Kîne Em li ser înternetê çend stranên xwe yên bi şêweya hîp hopê belav kirin, ew stran bi hezaran car hatin daxistin. Potansiyela guhdarên hîp hop a bi kurdî hebû lê belê hewlên cidî ji bo afirandina vê şêweya muzîkê di nava kurdan de nehatin kirin.

Ciwanan heya niha alîkarî ji bo profesyonelbûnê ji tu devaran nedistandin û li gelek deveran bi îdeaya “herimandina muzîka kurdî” dihatin rencîdekirin.

Organîzatorên kurd ev nû derdora du salan e ferqa vê potansiyelê dikin û hêdî hêdî kesên mîna Dezz Denîz beşdarî şev û çalakiyên çandî yên kurdî dikin.

Serhado bi albuma xwe deriyek nû di nava muzîka de vekir û digel wê yekê valahiyek jî dagirt. Çawa Koma Watan ji bo rock a kurdî mîlad e, albûma Serhado jî ji bo hîp hop a kurdî mîlad e.

Divê mirov Kom Muzîkê ji bo vê cesareta wê ya ji bo weşandina albûmê pîroz bike û Serhado jî ji bo vê xebata wî ji dil spas bike.

Spas Serhado!

zekiozmen@hotmail.com
Diyarname

16

Hûn diçin li fîlmekî temaşe dikin, her kêliya wî we dikişîne nava xwe, di nav rêyên dûvedirêj û fetlokî de we winda dike, li pişt her girî dîmeneke din derdikeve pêşberî we û hûn careke din evîndarê wê dibin…     �
Rê her dirêj dibe, carinan ji nav çiyan re diçe, carinan dibe deşteke berfireh, di nav wê deştê de hûn bi tenê… Her ku diçe bûyereke diqewime, her ku diçe hûn zêdetir tiştan dibînin.

Gund derdikevin pêşberî we, xaniyên du qatîn, yên xweşik, yên ku ji dûr ve wekî tabloyeke, wêneyeke li pêşberî we sekinîne. 

Hûn mirovan ji wê derê dibînin, mirovên ku parçeyeke ji we ne bes, ew parçeyê we ne li cem we ne.

Hûn dîmenan dibînin, her dîmeneke careke din we evîndarê wir dike, ew dîmenên parçeyên dilê we, lê ji navê re bend derbas bûne.

Ji wir dengek tê guhê xwe, dengek xemgîn, dengek ji dil, dengê jinekê û hûn di nav wî dengî de winda dibin. Deng dibe dengê dilê we, newa dibe newaya muzîka we, pêşî hûn hêstiran dibarînin li hember dengê xemgîn, dûre hûn kêfeke jê digirin, tên ser xwe ji ber ku xwedî dengekî wisa ne, ji ber muzîkeke we ya wisa heye li ser rûyê dinê.

Hûn rêwitiya xwe didomînin bi saya MAMO* û hûn tên gundekî ku 1433 jin** ji ber ku bi kurdî stran gotine sirgûnê wê gundê kirine. Li wir jin rêz bi rêz, qor bi qor û di dest de def we pêşwazî dikin. Na, xaliyên sor nîn in, orkestrayên pêşwaziyê jî nîn in, bes ew bi xwe orkestra ne, orkestraya dilê we, ya gelê we û lêdikevin def, distrên dengên ji dil.

Hûn li ber gotina Mamo, “Bi zindî yan mirî, min derxe ser dikê” serê xwe ditewînin, tam di wir de hûn naletên li yên ku nehiştine Mamo stranan bistrê dikin. Di wê demê de êdî dengê Mamoyê gorbihuşt hûn in û li ser dikê dengê dilê we heye…

Hûn keçikek bi navê Nîvîmang dibînin, keçika dengxweş, dengê ku miriyan zindî dike. Dilê we li defê dide ji bo wê, dengê dil û defê dikeve nava hev; tevî dengê wê dibe, hûn sermest dibin.

Hûn evîndarê wê dibin, ew sehne dibe sehneya we, hûn dixwazin ew sehne bisekine, neherike, bicemide li wir û hûn tenê li wê sehneyê temaşe bikin. Hûn keçikên gundên xwe, tînin bîra xwe, ew gundê ku hûn qet neçûbûnê û li vê bajarê biyanî hûn êşê dikişînin çima ku hûn nikarin biçin wî gundî…

Di nav van xeyalan de fîlm diherike bêyî ku hûn fêm bikin li dû fîlm in an li dû keçikê… Ev êdî ji bo we ne xem e, ji ber ku we hem ji fîlm, hem ji keçikê hez kiriye û her du jî êdî kêfê didin we.

Hûn tên li asêgehan diqelibin, li pêş we zebaniyên bi rutbe hene, girtine rêya we. Tirs dikeve dilê we, tirsa ku hûnê nikaribin dengê dilê xwe, dengê dilê wê derxin ser dikê, dik wê bê dilê we bimîne, newaya we wê negihîje xwişk û birên te yên aliyê din ê dîwar…

Rêyên din dibin çare ji bo we, lê rê girtî ne, bendav hatine danîn, derî hatine dadan…

Dema hûn ji salonê derdikevin hûn sersem bûne û çend tişt dimînin di serê we de: Lîstikvaniya Mamo ku bi wê temena xwe, bi wê extiyariya xwe ew qas rê çûye, ew qas ked daye…

Muzîka ku her bi we re bûye di van rêyan de bi we we dimîne, wekî tema kêliyeke xweş.

Û evîn bi we re maye, bi vê re careke din hezkirina ji keçên kurd…

Di dawiyê de careke din hûn dibêjin: Sipas Behmen Qubadî ji bo fîlmê te yê nû Nîvê Heyvê. Sipas û bila her kameraya te bixebite.
Belê, fîlmê Behmen Qubadî yê dawî “Nîvê Heyvê” di çarçoveya 26’emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê de dê 3 caran bê nîşandayîn. Lê berê vê yekê ji bo hin endamên çapemeniyê yên hilbijêr duh seanseke taybet pêk hat. Di nav endamên çapemeniyê de ji kurdan ez û Davut jî hebûn.
Piştî fîlm ev gotin ji min hatin…

Not: Di çarçoveya festîvalê de Nîvê Heyvên,
10.04.2007’an, saet 16.00’an de li Salona Emekê,
12.04.2007’an, saet 21.30’an de li Salona Atlasê�
û 14.04.2007’an de jî saet 13.30’yan de li salona sînemayê ya Rexxê dê bê nîşandayîn.

diyarname.com

41

Min kovara Esmerê ya hejmara 7’an (Gelawêj 2005) xwend û ez lê hûr bûm. Di vê hejmarê de li ser Şivan Perwer beşeke berfireh heye. Ji aliyê Ferzende Kaya ve, bi Şivan Perwer re hevpeyvînek hatiye amade kirin. (Rp:26- 30). Ev hevpeyvîn bi sernavê “ Kîme Ez? ” hatiye weşandin. Di kovarê de hevpeyvîneke duyemîn a ku ji aliyê Eylul Geroglu ve hatiye amade kirin jî, cîh digire. Ev hevpeyvîn jî, bi sernavê “ Çek û xîret, her dem li kêleka hev in ” hatiye weşandin. (Rp: 32-34) Di kovarê de nirxandinên Gulistan Perwer, Serxwebûn Perwer, Mehmet Uzun û Murat Oztemir cîh digirin.            

Gulistan dibêje:
“ Ew mirovekî bi hêrs e. Ewilî, ji min re mamostetî kir û piştre jî ji kurê min re. Hege îro, ez jî û kurê min jî, hege em li ser navê hunerê hebin; ev yek encameke keda mezin a Şivan Perwer e. ” (Rp: 27)
Serxwebûn jî dinivîse ku, “ Bavê min fitîlê bombeyê ye. ” (Rp: 29)
Mehmet Uzun jî di nivîsa xwe ya bi sernavê “ Domandina rêçenasiyeke ” de dibêje:
“ Gelek hunermendên hemnifşê Şivan, digel xwediyê dengekî mîna dengê wî xweş in jî ew ne bi kurdî, zimanekî din hildibijêrin. Lewra, bazareke zimanê kurdî tune û bi kurdî afirandin, xeternak e. ” (Rp:31)
Murat Oztemir jî, ji bo Şivan Perwer wiha dibêje:
“ Ew, zuhreya zimanê kurdî ye. ” (RP: 33)
Nivîsên ku li ser Şivan Perwer hatine amade kirin, bi nêzîkê 20 (bist) wêneyan hatine xurtkirin. Wêne, gelekî raveker û hêja ne. Berg û wêneya bergê jî wisa.
Ev hejmara Esmerê, di der heqê Şivan Perwer de zanayî û wêneyên hêja vedihewîne. Mîna wekî hemû hejmarên kovarê, ev hejmar jî xweser û hêja ye.
Ez pêdivî pê dibînim ku ez di vê nivîsê de, li ser mijareke cuda rawestim.
Di sala 1988’an, di mehên havînê de, hevpeyvîneke Gulîstan Perwer (Di pêveka rojnameya Rojeva Welat) hatibû weşandin. Di vê hevpeyvînê de hunermenda hêja, zêdetirê (bîst) 20 caran peyva “ türkü ” yê bikar dianî. Gotinên wek “ kürt türküsü – kilama kurd ” , “ Kürtçe türküler- kilamên kurdî ” di temamiya hevpeyvînê de, pir caran dihate bikar anîn. Ne peyvên mîna kilam, sitran, dîlok, goranî; lê peyva “ türkü ” dihate bikar anîn.

Hunermenda muzîka kurd ji (bîst) 20 salan zêdetir e ku, li derveyê welatê xwe li mişextiyê dijî. Digel vê yekê, bi awayekî şidyayî girêdayîmayîna wê ya bi nirxên çanda tirk re û bi awayekî germ, pêkneanîna wê ya ji bo pevgihîna nirxên xwe yên resen, min gelekî heyirî hiştibû. Min jî di wan rojan de di nivîseke xwe yan di hevpeyvîneke de, beyî ku ez navê wê hildim; min ev helwesta wê rexne kiribû.
Hunermenda Gulîstan dîlok, sitran û kilaman dibêje. Di maneya “ türkü ” de wergerandina van wûşeyan (sitran, kilam, dîlok… ) çewt e.
Di vê wergerê de, mirov dikare wûşeyên mîna sitran, awaz, dilo, xoyrat û mayayê ras-terast bikar bîne. Lê bikaranîna peyva “ türkü ”, gelekî çewt e.
Lewra peyva “ türkü ”, aîdê çanda tirk e û di wateya “ xweseriya tirk ” de ye.
Helbestek dema ku bi tirkî bê nivîsandin, bi muzîk û melodiyê bê derbirîn, wê demê ew dibe “ türkü. ”
Lê, dema ku helbestek bi erebî bê nivîsandin; ji derbîrana wê re “türkü- ya erebî ” nayê gotin. Divê mirov bibêje kilama erebî yan kilamên gelê ereb. Û hwd.

Divê mirov, bi melodiyê derbirîna helbesteke yewnanî re “ türkü- ya yewnan ” , bi melodiyê derbirîna helbesteke îngilîzî re “ türkü- ya Îngilîz ” nebêje.
Gotina, kilamên gelê yewnan an kilamên gelê îngilîz, êdî rast e.
Ji ber vê yekê, gotina “ türkü- ya kurdî ” , “ türkü- ya ermenî ” çewt e.
Kurd, vê peyvê bi timikî bikar tînin. Di cih de be ne di cih de be, vê peyvê bikar tînin.
Ew kesên ku dijberê asîmîlasyonê ne û dibêjin: “Em li hemberê sepandina siyaseta asîmîlasyonê têdiloşin”; ew jî vê peyvê bikar tînin. Çima bikar tînin?
Niha ev yek, hêjayê lê hûrbûnê ye. Li Tirkiyeyê, li der û dorên mirovên şoreşger, nêrînek bicihbûyî heye û li gorî vê nêrînê:
“Mirovên şoreşger, nêzîkê gel in. Gel kilaman (türkü) dibêje, şoreşger jî kilaman dibêjin.
Burjuvazî jî, sitranan (şarkı) dibêje, feodal jî sitranan dibêjin.”
Di vê xalê de kilam, dijberê sitranê tê nirxandin.

Kurd di dewsa peyvên kilam, sitran, dîlok, goranî û dilo de; peyva “türkü”yê bikar tînin û bi vê yekê re, dixwazin nîşan bidin da ku ew şoreşger in.
Ev nêzîktêdayîn, xwezîpêanîneke xirab e, texlîdeke ne baş e. Ne baş e, ku mirov wateyeke çînî, wiha bide van peyvên sitran û kilamê. Îcar jî, divê kurd ji vê yekê têgihiştinek çînî dernexin. Ev çewt e.

Kurd, gelek caran bi ev pirsên rojavayiyan re rû bi rû dibin:
“Li Rojhilata Navîn, kurdan digel hemû zordestî û tehdeyên, ku bi awayekî rêkûpêk hatine meşandin; çawa bûye ku heta roja me, hebûna xwe ya neteweyî berdewam kirine?”

Dostên kurdan yên rojavayî, piştî ku vê pirsê dikin; ji bo hîmdarkirina pirsên xwe jî, dibêjin: “Li aliyekî zordestiya Tirkiyeyê, li aliyekî zordestiya Îranê, li aliyekî din jî zordestiya Îrakê û Sûriyeyê… ” û gotinên xwe, rave jî dikin.
Bêguman, digel hemû zordestiyan hatina kurdan a heta roja me, bi saya ziman û çanda kurd e.

DENGBÊJÎ, damareke girîng a ziman û kulturê ye. Ê baş e, dengbêj li ku derê rûdine? Muzîka xwe li kû derê pêk tîne?

Dengbêj, li ku rûdine bila rûnê; hiskî dixwaze bila li konê serpereştê êlê rûnê, an dixwaze bila li mala axa rûnê, ma ne ew tişt in ku gelê kurd wan dijîn?
Di dewsa sitran, kilam, dîlok, dilo û goranî de, ji aliyê kurdan ve bikar anîna peyva “türkü”yê, di maneya “türkü” de wergerandina wan a tirkî, gelo nîşana çi ye?
Ev yek nîşan dide ku mejiyê kurdan, heta şaneya (hucreya) herî biçûk jî, asîmîle bûye. Ya herî kêm, ev yek nîşan dide ku mejiyên kurdan di bin bandorên asîmîlasyonîst de maye.
Yên ku dijberê vê asîmîlasyonê ne û dibêjin “Em li hemberê vê asîmîlasyonê têdikoşin” tê dîtin ku ew jî, vê peyvê bi timikî bikar tînin.

Di sala 1988’an, di ew nivîsa ku me qala wê kir de, Gulistan di vê çerçoweyê de hatibû rexnekirin. Di wê hevpeyvînê de, ku di sala 2005’an de Ferzende Kaya bi Şivan re pêk anîbû; di pênc (5) deran de ev peyv (türkü) tê bikar anîn. Heta dibêje ew diya min a ku nêzîkê muzîkê bû; ew ê jî “türkü” yan distra.
Dibêje; “türkü” yên bi tirkî, “türkü ” yên bi kurdî.” Gotina “türkü” yên bi tirkî, helbet gotineke rast e. Ji xwe, ew bi tirkî têne derbirîn. Lê “ türkü ”yên kurdî? …
Ev yek, gelo ne dengvedana wê çanda tirk a ku dixwazin biniçilînin serê kurdan e? Şivan Perwer çima sitran, dîlok û kilamê bi peyva “türkü”yê îfade dike?
Gelo çima sitran, dîlok, dilo, goranî û kilam nayên bîra wî?
“Kîne Em?”, “türkü”ye gelo? Yên li ser Halepçeyê hatine gotin, ew “türkü” ne gelo?
Ew rewş, rewşeke metelhişt e.
Lê kurd û giyana kurdan, ne tiştekî wiha fambar e.
Ziman û kultura gelê kurd, demeke dirêj e ku din tehde û zordestiyê de tê girtin û civaka kurdan jî, civakeke çewsandî ye.
Di vê civakê de hemû kêmnetewokên civakî, pelçiqandî ne û hatine çewsandin.
Ka em li dawiya salên 1970’yan bifikirin. Salên 1977- 1978’an, bînin bîra xwe. Di wan salan de Şivan Perwer di civateke wiha pelçiqandî de, nûneriya vejînê dikir.
Helbestkar û ramanwerê hêja, Orhan Kotan carekê wiha gotibû:
“Kekê Îsmail. Şivan Perwer bi tembûr û gotinên xwe rih dide girseyên me yên çavtirsiyayî ku wiha wekî miriyan radiwestin. Wan, radike ser lingan. Bi muzîkê, ajîtasyoneke mezin diafirîne. ”

Min jî, di wê dewrê de li kolana Îzmîrê ew vejîna ku li hawirdorê weşanxaneya Komelê pêk dihat, dîtibû. Ê baş e, hunermendekî wiha ku bi bandorekê mezin nûneriya vê vejînê dike; çawa dibe ku ew têgehên çanda niçilî bikar tîne? Tiştekî din ku ez pê ecêbmayî mam; di wê kurtenivîsa Serxwebûn ya ku ji bo nirxandina Şivan Perwer hatibû hivîsandin de, di şeş (6) deran de bikaranîna wî a peyva “türkü” yê bû.
Serxwebûn, ji bilî vê peyvê bi tu peyvî nizane. Bi kilam, sitran, dîlok û hwd. nizane.
Ev rewşa Serxwebûn ku ev mirov li Ewropayê ji dayik bûye, bi çanda niçilî re rûbirû nebû ye û perwerdeya xwe di pergaleke êdî serbest de bi pêş xistiye, balkêş e.
Dîsa rewşeke balkêş e ku Serxwebûn, di wê kurtenivîsa xwe de Şivan Perwerê bavê xwe ne bi têgehên kulturê, lê bi têgehên leşkerî mîna wek bombe û fitîla bombeyê, dinirxîne.
Lê tiştek heye ku ez dixwazim, vê yekê jî bibêjim:
Gelo çiqasê vê gunehê yê Serxwebûn e û çiqasê wê ya kovara Esmer an Ferzende Kaya û Muhsin Kızılkaya ye? Ez bi vê yekê, nizanim.
Peyva “türkü” di nivîsa Mehmet Uzun de carekî û di nivîsa Murat Oztemir de jî, sê (3) caran derbas dibe. Ev peyv, di nivîsa Eylul Geroglu de jî, pênc (5) caran derbas dibe. Di nirxandina Gulistan de, ev peyv nayê bikar anîn.
Di der heqê Beşikçi de nirxandineka kurdan heye. Ew dibêjin:
“Ew heman tiştan dinivîsîne û radiweste…”
Ev yek, nirxandineke banegehî û ji ber e. Kurd, Beşikçi naxwînin.
Dibêjin: “Em bi Beşikçi dizanin… ”
Lê dema ku li Beşikçi rast tên, dibêjin:
“Kekê İsmail, tu li ser çi dixebitî, tu çi dinivîsî, pirtûkeke nû heye gelo?”
Ango, ew dibêjin:
“Me hemû tiştên ku hatine nivîsandin xwendin, em li benda yên nû ne.”
û întîbayeke wiha diafirînin.
Di rastiyê de ne wiha ye. Yên ku berê hatine nivîsandin, ê wan ew ne xwendine.
Kurd, Beşikçi naxwînin. Dibêjin: “Ji xwe em pê zanin.”
Ev gotina min, divê wekî gazin an wekî lomeyeke neyê dîtin. Ev yek, destnîşankirinek e.
Belam, kurd bi mirovên xwe yên xwende û ne xwende re, bi esnaf û qaçaxçiyên xwe re, bi gerîla û cerdevanên xwe re, bi jin û mêrên xwe re, bi kevneşoperest û nûjenên xwe re û bi xasûk û tiralên xwe re; mirovên baş û xweşbîn in.
Li ser babeta peyva “türkü” heta niha, gelek nivîs hene. Ev babet, ne nû ye. Û zêdetirîn deh sal in tê nîqaş kirin. Lê divê ev yek, ji bo her kurdekî / kê cuda cuda bê nivîsandin û divê cuda cuda bête axaftin.
Çend mîlyon kurd hene? Em bibêjin bîst (20) mîlyon kurd hene. Divê bîst (20) mîlyon caran filan bê nivîsandin û were axaftin.
Di nivîsa Murat Oztemir de, têgeha zuhre derbas dibe. Şivan Perwer û muzîka Şivan Perwer, bi vê têgehê tê nirxandin. Ez jî dikarim vê têgehê bikar bînim. Peyva “türkü” jî, mîna wekî peyva zuhreyê niqteyeke girîng e.
Hema ji kurdan yek jî, di nivîsa xwe de wê peyvê (türkü) bikar bîne û peyvên mîna sitran, kilam, dîlok û hwd. ne wekî sitran, kilam û dîlokê û wekî “türkü” wergerîne; mirov ji bo mirovî dikare bibêje ku ew mirov heta parçeyê mejiyê xwe yê herî biçûk jî asîmîle bûye û di bin bandorên asîmîlasyonîst de maye.
Kurd, bi gotin û bikaranîna wê peyvê nikarin xwe bigihînin tu derê.
Pêwîst e, kurd bi nîrxên xwe yên resen re hevdîtineke germ pêk bînin.
Di hevpeyvîna xwe de Şivan Perwer dibêje:
“Weqfa Şivan Perwer a Çand û Hunerê ” hatiye damezrandin. Kurd, gelekî saziyên bi vî rengî ava dikin. Lê, nava wan tije nakin. Ji bo vê yekê naxebitin û sebir nakin.
Piştî demekî ji bîr dikin û diçe.
Hêviya min ew e ku, “Weqfa Şivan Perwer a Çand û Hunerê” bibe saziyeke mayînde û demên dirêj hebûna xwe bidomîne.
Bê guman, xebatên wiha hêja ne û wê xebatên hêja pêk bînin.

Dr. Îsmaîl Beşîkçî 
Wergera ji tirkî:  Alî Yuzen

Diyarname

14

Destpêk
Ji serê salên nodî ye ku, piştî rakirina qedexeya zimanan a li Turkiyê, gellek kes û koman dest bi muzîkê kiriye û ji ber ku ev karê hunera kurdî bi awayekî berdî berdan tê kirin jî, mirov mecbûr dimîne hin tiştinan destnîşan bike.
Nivîskarê vê nivîsê ne muzîknas e, dengê wî jî ji yê herkesî xerabtir e, lê belê ji ber ku ew li ber bikaranîna zimanê kurdî ya di muzîkê de dikeve û diêşe (gellekî diêşe ku carinan hin stran dibin weke kêran û li piştê dikevin) û ji ber ku kêm kesan bala xwe daye van kirinên « ecêb », ew ê li vira weke « aşiqekî vî zimanî » behsa hin têbiniyên xwe bike. 
    

Heke hûn bala xwe bidin hin komên kurdan yên bakurî, hûn ê bibînin ku, di ber keda li ser muzîka kurdî re, du « qetlîam » tavilê ber bi çav dikevin. Yek jê qetlîama zimanê kurdî ye, ya din jî qetlîama muzîk û rîtmên kurdî ye ku heke ne ji hin komên kurdî yên ku hêviyê didin mirov bûya, mirov dê di nava vê dejenerasyonê de ji desthilanîn biketaya.

Wekî din, hin stranbêj jî hene ku ew jî xwedêgiravî muzîka kurdî dikin an jî ew dibêjin qey ew karekî baş dikin, lê di eslê xwe de ne weha ye. Ev dejenerasyona ku em behs dikin, xerabkirina muzîk, ritm û di ser de jî xerabkirina zimanê kurdî ye. Peyva modernbûyinê ya ku ji berê de di nava civata me de çewt hatiye fahmkirin, di nava muzîka me ya nuh de weke xweşibandina biyaniyan diyar dibe ku mirov carinan gellekî li ber talana vê çanda kurdî dikeve. Bi alîkariya vê nivîsê, werin em li vira peyvekê ji wan re bibêjin ku belkî alîkariya wan jî bike. Bala xwe bidinê ku hin kesan bi navê ”rocka kurdî” û ”popa kurdî” celebekî muzîkê yê weha ava kirine ku mirov nikare tiştekî bi kurdî tê de bibîne û mirov bi tenê dikare jê re bibêje ”dejenerasyona kurdî”. Ji muzîkê bigirin heta bi edebiyatê û sînemayê, ev dejenerasyon di nava civata me de êdî bûye fenomekek.

Van demên dawiyê, êdî mirov lê dinihere, kurdî di muzîkê de xitimiye û hunermendê kurd weke fotokopiyên xerab xuya dikin ku orjînala wan bêtir di muzîka tirkî de heye. Em rastiyê ji hevdu re bibêjin ku bila kesek dilê xwe negire. Heyran, hin hunermendên me hene ku divê êdî dev ji guhdarîkirina Haluk Leventê tirk berdin. Ji melodiyên wan ta bi peydakirina gotinan, mirov dibêje qey Haluk Levent bûye xwedayê wan. Heke divê mirov xwe bişibîne hin kesan, di nava muzîka rojavayî de xwedayên vî karî hene. Bila biçin li Pink Floyd guhdarî bikin, li Metallica, li Noir Desir, hetta li Beatles guhdarî bikin, lê ew diçin li kopyaya kopyayan guhdarî dikin û xwe dişibînin wan ku mirov dibêje ”êdî bes e!”. Em di hemû warên hunerê de tim referansên xelet hildibêjin û êdî divê di vî warî de em hin tiştan destnîşan bikin.

Gellekan ji me – bi kêmanî carekê be jî – ev yek dîtiye ku stranbêjên kurd di konsertan de dibêjin: ”Şimdi de kürtçe bir halk türküsü soyleyelim.”. («Nuha jî ka em türküsüyekê bi kurdî bêjin») Heyran bi kurdî ”halk türküsü” tuneye! Carinan jî bi turkî dibêjin : ”Şimdi de konserimizi Rojbaş Gerilla ile bitirelim.” («Nuha jî ka em konserta xwe bi Rojbaş Gerîlla bi dawî bikin ») û bi kurdî « Rojbaş Gerîlla » dibêjin û xelk ji wan re li çepikan dixin. Talaneke bi vê xezebê tucarî nehatiye dîtin.

Koma Çar Newa di konserteke xwe de (wêne: www.komacarnewa.com)

Di salên hefteyî de, Koma Wetan bi bandora Jimi Hendrix û Deep Purple muzîkeke nuh di kurdî de ava kiribû, lê belê Koma Wetan xwe ji kurdayetiyê û ya giringtir xwe ji zimanê kurdî bi dûr nexistibû. Heke hûn bala xwe bidinê, hemû gotinên stranan bi kurdiyeke weha hatine peydakirin ku mirov nikare tu eybê tê de bibîne. Ev kom di salên nodî de ji aliyê kurdên bakurî ve hate kişfkirin, lê di pratîkê de tu bandor li hunermendên kurd nekiriye. Lê ka gelo, yên dema me jî mîna Koma Wetan dixebitin ? Pêdivî pê nîne ku mirov zêde bifikire. Bersiv « na » ye.

Em ê di vê nivîsê de bi alîkariya albuma koma Çar Newa ya dawîn “Zîz” behsa vê guherînê bikin û bibêjin bê li gora me çi kêmanî di çalakiya kurdan ya hunerî de heye, û hunermendên me divê bêtir bala xwe bidin çi û di karên xwe de çawa zimanê xwe û hunera xwe li hember vê dejenerasyonê biparêzin.

Dawî

Di nava komên kurdên bakurî yên muzîkê de, ku piştî serbestbûyina zimanê kurdî derketine, cihekî koma Çar Newa yê taybetî heye. Ev kom li ser hîmên Koma Amed hatiye avakirin û ji serê salên nodî ve ye ku endamên vê komê xwe daye hezkirin. Albuma wan ya bi navê « Dergûş » tê bîra herkesî. Ma « Êvarê »ya bi dengê Silêmên yê zîz hespên dilê kê har nekirine?

Erê, gava ku em dibêjin Koma Amed, herî zêde ew album tê bîra mirov. Digel ku komê navê xwe guheriye jî ji ber navdarbûna Serhêd û Silêmên herkes dizane ku Çar Newa dewama Koma Amed e. Piştî « Sî » û « Mak », ev du hefte ne ku albuma wan ya nuh derketiye: « Zîz ».

Ji bo çi ne kesekî din an jî komeke din, lê mijara vê nivîsê li ser kar û xebatên Çar Newa ye? Bersiva wê hêsan e. Di nava hemû koman de, baştirîn koma ku, beyî ku xwe ji hîmên muzîka kurdî ya gelêrî bi dûr bixe, kariye senteza muzîka kurdî û ya rojavayî ava kiriye, ev kom e. Di vira de em bi tenê behsa komên piştî nodî dikin.

Taybetmendiyeke Çar Newa heye ku guhdarên wê baş pê dizanin. Ev kom digel ku stranên nuh çêdike jî, bêtir xwe dispêre stranên gelêrî. Ji ber wê ye ku, digel ku di albuma wan a yekem de jî hin stranên bi vî rengî hebûn, mîna « Rindê », hemû albumên wan yên din di bin siya « Dergûş »ê de diman. Lê belê, bi vê albuma « Zîz », hem bi hilbijartina stranan û hem jî bi awayê xebatê ku em ê behsa wê bikin, mirov dikare bi rehetî bibêje ku Koma Çar Newa xwe ji vê siya wê albuma « Dergûş »a deh sal berê rizgar kiriye. Di vî warî de divê mirov keda Fikrî Kutlay, Ahmet Kaya û Mustafa Biber ji bîr neke û wan ji bo vê berhemê pîroz bike. Ev hersê kes di nava vê komê de ne bi qasî Serhêd û Silêmên navdar in, ji ber ku di koman de solîst ji kesên din bêtir bi pêş derdikevin.

Fikrî û Ahmet kesine weha ne ku muzîk bûye jiyana wan. Xelk di demên xwe yên vala de karine din dikin, lê belê ev herdu kes, ku herdu jî textor in, mirov dibêje qey di demên vala de jî tûrikên wan li piştê û didin pey stranan. Ev herdu « textorên stranên kurdî » wan stranan li ku be jî peyda dikin û tînin « laboratuara » xwe û li ser dixebitin. Ev çalakiya laboratuarê bûye taybetmendiya Çar Newayê ku mirov mecbûr e ku bêtir behsa wê bike.

Heke mirov bala xwe bide vê albuma dawîn, mirov bi hêsanî biryarê dide ku stranên ku mirov di cih de dikin hogirê xwe, ew stran in ku di vê laboratuarê re derbas bûne: « şimikreş », « çîmenê », « hemamê » û « hawar ».
Ev herçar stran stranên gelêrî ne ku ji aliyê van textoran ve li herêma Botan, li derdora Colemêrgê û Şirnexê hatine berhevkirin. Ahmet bi xwe ji vê herêmê ye û hezkirina Fikrî ya stranên gelêrî jî karê wan hêsantir kiriye. Lê belê çalakiya wan bi berhevkirinê ve xelas nabe.

Kesên ku nêzîkî vê komê ne, vê çalakiyê baş nas dikin. Hin stranên wan carinan deh salan jî di laboratuarê de dimînin. Ev laboratuar jî ne bi tenê ji bo stranên gelêrî tê bikaranîn. Herweha hin stranên nû jî ku di vê albumê de hene, deh sal berê hatine nivîsandin û heryek ji wan bi kêmanî neh an deh versiyonên wan hene.

Stranbêjên Koma Çar Newa: Serhed û Silêman

Lê belê di vê laboratuarê de ev herdu textor ne bi tena serê xwe ne. Di vî karê wan de Mistefayek heye ku ne mumkin e ku mirov nebe heyranê wî û karê wî. Ev sihêrbazê stranên kurdî destê xwe bide çi, dike zêr. Harmoniya melodiyan û enstumanan jî bi pirranî berhema wî ye. Hema bala xwe bidin « çîmênê » û « hawar », hûn ê fahm bikin. Diviya Çar Newa hebekî zêdetir ji hunera Mistefê îstifade bikiraya. Nûkirina stranên gelêrî ancax dikare bi vî awayî bibe. Aha ji ber wê ye ku Çar Newa heq dike ku mirov bala xwe baştir bide xebatên wê û hin rexneyan jî lê bigire.

Sê solîstên vê komê hene: Serhad, Silêman û Ahmet. Lê belê, qey ji ber ku endamên komê li dûrî hevdu dijîn, hestek bi mirov re çêdibe ku weke ku Çar Newa ji van hersê dengan têr destkewtî nabe. Albuma « Sî » ji ya komê bêtir bûbû weke albuma Serhêd û gellek kesan jî ev yek ji endamên komê re gotiye. Lê belê Çar Newa xatirê rexneyan digire. Nemaze di vê albuma « Zîz » de Çar Newa êdî ji bin nîrê dengê Serhêd derketiye û bêtir bûye « kom ». Lê dîsa jî Serhad di vê albumê de şeş stranan dibêje : « de bê », « taxa jêrê », « şevek tarî », « zeynebê », « delal » û « almast ». Hemû stranên wî jî ji aliyê Merdên ve hatine aranjekirin. Lê belê pirsgirêka vê albumê jî bêtir di nava van stranan re diyar dibin ku ew jî nêviyê albumê ye, ji ber ku di albumê de duwazdeh stran hene.

Em ji « de bê » dest pê bikin. Ev strana ku bi zaravayê zazakî hatiye nivîsandin, ji pênc xulekan zêdetir didome, lê belê bi tenê deqeya dawîn tê guhdarîkirin ji ber ku monotoniyek û dubarekirineke weha lê hatiye bar kirin ku xewa mirov li ber tê. Bûye weke du stranên cuda ku ya yekem li vê albuma delal nake.

« Taxa jêrê » straneke Ahmet Kaya ye ku berê bi tirkî hatiye gotin. Serhad di hevpeyvînekê de dibêje ku Ahmet Kaya dixwast stranên xwe bike kurdî, lê belê umrê wî têrê nekir û bi vê hesretê çû ser dilavaniya xwe (16ê mijdara 2000an) û wî jî ji ber wê xwastiye straneke wî bibêje. Karekî bi vî rengî di albuma « Kulîlka Azadî » (albuma Koma Amed ya yekem) û « Sî » (albuma Çar Newa ya yekem) de jî hatibû kirin. « Kulîlka Azadî » ji aliyê herkesî ve tê naskirin, ji ber wê, em ê behsa wê nekin. Di « Sî » de helbesta Ahmed Arif ya bi navê « Enedol im ez » hatibû wergerandin ku wergereke gellekî xerab bû û navê Çar Newa jî bi xwe re xerab dikir. Em zêde behs nekin û bi tenê nimûneyeke ji vê stranê bidin, de ka hûn ji xwe re bifikirin bê ew bi kurdî ye an na:

Min dergûşan daye Nûh
Deydikan, hêlekanan
Enedol im ez tu dinasî?
Hember xelkê rojê tazî
Şerm dikim şerm dikim

Bimeşe bi ser û ser

Tû bike rûyê cellad
Yê xwedî keysê, xayin û fesat
Di ber xwe bide bi neynûk, bi diran
Bi evîn bi hêvî

Hema ji herdu rêzikên serî diyar dibe ku kesê ku ev werger kiriye, bi gramera kurdî nizane. Ji ber ku di gramera kurmanciyê de mirov nikare tiştekî weha qebûl bike. Ergatîv yek bingehên rastnivîsandina kurmanciyê ye û diyar e ku wergêrê vê stranê hay ji vê têgeha rêzimanî nebûye.

Di « Taxa Jêrê » de vê carê wergêr guheriye. A. Rahman Çelîk kurdiyeke baş li stranê bar kiriye (ji bilî çewtiyên tewangê ku em wan jî weke qisûrekê dihesibînin, rastnivîsandina vê stranê jî ne temam e), lê belê dîsa jî, ji ber ku ew straneke weha ye ku kurdên bakurî ji berê de pê dizanin, mirov nikare heman tahma stranên Çar Newa jê bike. Ya baştir ew e ku Çar Newa dev ji wergeran berde û awayê xwe yê xebatê xerab neke. Ji ber ku ya ku Çar Newa daye hezkirin, ne wergerên wê ne.

Heman rexne dikare li strana « şevek tarî » jî were girtin. Ev stran rasterast bi kurdî hatiye nivîsandin, lê belê bêhneke wergerê jê tê ku bi rastî jî bêhneke nexweş e û hezkiriyên zimanê kurdî gellekî aciz dike. Kurd tucarî weha napeyivin û heke mirov bi tirkî nizanibe, mirov dikare vê helbestê xelet jî fahm bike. Herweha, helbesta kurdî jî bi fikira tirkî nayê nivîsandin, ji xwe ev helbest jî helbestên Ahmed Arif tîne bîra mirov. Helbestkarên kurd ji zû ve xwe ji bandora Ahmed Arif xelas kiriye, lê belê dîsa jî carê hin karên weha tên kirin ku êdî mirov nikare qebûl bike.

Di nava stranên Serhêd de bi tenê ”Zeynebê” hebekî cuda ye û bi şêweya hîp-hopê hatiye xelaskirin. Lê belê, ev jî diyar dike ku Serhêd hê ji xwe re şeweyeke gotina stranan peyda nekiriye. Di navbera beşê ”de bê” yê duyem de û gotina vê stranê de jî cudabûnek heye. Dengê Serhêd bêtir li vî beşê ”de bê” yê duyem dike, ji ber ku mirov baş fahm dike ku wî ew beş hîs kiriye û gotiye, lê belê di guhdarkirina stranên wî yên din de mixabin heman hest bi mirov re çênabe.

Em dîsa vegerin ser « şimikreş », « çîmenê », « hemamê » û « hawar ». Ev herçar stran baştir temsîla rengê Çar Newa dikin. Çima em weha dibêjin? Ka em, ji bilî wê xebata laboratuarê ku me li jorê behsa wê kiribû, hebekî bala xwe bidin amûrên ku di van stranan de hatine bikaranîn.

Muzîka kurdî ya klasîk bi tembûrê tê naskirin. Ribab û cumbuş û bisk jî di vî warî de tembûrê temam dikin. Belkî ji radeyekê û bi şûn ve divê mirov bikare destê xwe ji vê klasîzma muzîka kurdî bişo, da ku hin rêyên xitimî ku tê de em tim xwe dubare dikin li ber muzîka me vebe. Elbet muzîka modern ne ew e ku mirov hema tembûrê biavêje û bibêje qey mirov muzîka rojavayî dike. Muzîk çiqas hemdem an jî ”modern” be jî, divê berî hertiştî kurdî be. Di hemû celebên hunera kurdî de divê mirov vê yekê ji bîr neke. Huner lêkolîn e jî, berhemdariyeke hemdem û hişmendiyeke hunerî ya hemdem jê re divê.

Di nava komên kurdî de, koma ku herî baş vê sentezê dike, weke ku me got, bê şik Çar Newa ye. Çar Newa ev kar di albuma ”sî” de jî û di ya ”mak” de jî kiribû û bi ser ketibû jî, lê belê şêweya ku bi vê albuma ”zîz” hatiye peydakirin, cîhekî weha dide Çar Newa ku mirov wê li ser hemû komên din datîne. Çar Newa ritmên kurdî xerab nake, bi tenê wan ji nû ve derdixe holê û aranjeyeke xweş li wan dike. Ji ber wê, gava ku hûn di ”şimikreş” û ”çîmenê” de tembûrê nebînin jî, hûn baş dizanin ku ew rîtm kurdî ye. Lê dîsa jî, di ”hemamê” û ”hawar” de, li ber tembûr, ribab, cumbuş, dahol û erbanê (hemamê), hûn herweha elektro gîtar û bas û drums û perkussionê jî dibînin. Lê bala xwe bidinê, alavên muzîkê çi bin jî, ritma van herçar stranan kurdî ye. Elbet ev kar berê jî hatiye kirin, lê belê nuha gava ku navê Çar Newa tê gotin, ev senteza ritmên kurdî ya bi harmoniya rojavayî jî tê bîra mirov. ”Hemamê” yek ji wan şaheserên vê komê ye ku ne mumkin e ku mirov nebe hogirê wê. Silêman jî dengekî weha li ser e ku ji wî pê ve kesekî nikarîbû ew stran weha xweşik bixwendaya. Ji xwe ”Hawar” bi vî awayî û bi dengê Ahmet bûye weke çemekî ku dibêje ”xuşş” û bendan xerab dike. Muzîk bi awayekî dişibe wênayan jî. Gava ku mirov li ”hawar” û ”çîmenê” guhdar dike, şayesa şoreşekê li ber çavê mirov ava dibe ku mirov baştir fahm dike bê zimanê kurdî çi xweş e û bi rastî jî pêdiviya hunera kurdî bi dejenerekirinan ve tuneye. Hêja ye ku mirov, bi tenê ji bo van stranan be jî, wan pîroz bike.

Ji ber wê, Çar Newa divê di karê xwe de giraniyê bêtir bide vê hêla nûjenkirina stranên gelêrî û laboratuarê û herweha stranên wan gelêrî be jî, ne gelêrî be jî, divê ji hunera Mistefa Biber jî bêtir destkewtî bibe.
Ibrahîm Seydo Aydogan

16

Ceribandinên pêşîn yê mûzika modern a Kurdî ji hin derdorên kevneperest ve bi tûndî hat rexne kirin jî pêwistîya vê yekê hêdî hêdî hat têgihîştin.“Divê hilberîna mûzika Kurdî ji rehê xwe qut nebe”.Ev nêrîn raste.Tenê bi vê avahî mayîndeyî tê pêk anîn û rê li ber bêesilkirinê tê girtin.Her wİha asêyîya ku mûzika Tirkî û hin mûzikên milletên din ketine ewê mûzika Kurdî rizgar be.

Ger mûzik ji çavkanîya xwe sûdmend be û geş be bi vî rengî dikare hêmanên mayîndeyî û biwespî bixûnife.Divê hilberîna mûzîka gêlerî û dengbêjîya Kurdî him bi avayekî klasîk him jî bi şêwe û sentezên nû were pêşxistin. Hemû awa û şêweyên ku di mûzikên Cihanê de tê bikaranîn di mûzika Kurdî de jî beyî ku dejenere bikin divê were bikaranîn.Her Kurdekî ne divêt berê ku mûzika gelêrî a Kurdî hez bike.

Ger ciwanekî Kurd biwaze mûzika rock guhdarî bike divê ev bikaribe ku bi zimanê xwe vê şêweyî guhdarî bike.Di mûzika Kurdî de divê rock jî, cazz jî,ragge jî,blues jî,hip-hop jî,punk jî,disco jî ango hemû şêweyan were pêşxisitin.Li vir de xala girîng qeliteya mûzika ku tê îcra kirin e.Li şûna zalveyê divê pêşxistin were esas girtin.Ango di mûzika Kurdî de rock çêkirin ev rock li gor pîvanên mûzika Kurdî be.

Kesekî bi navê Ciwan Haco ku berîya 30 salan girîngîya vê yekê fam kiribû.

Ciwan Haco di sala 1957an de li Sûriyê bajarê Qamişlo hate dinyayê.Piştî xwendina xwe ya lîseyê çû Elmanya û li wir ketê ûnîversîta Bochum.Ciwan li Bochumê sê sal tahsîla mûzîkê çêkir.Piştre jî bi şiklekî profesyonel dest bi albûmanan kir.

Tişte herî girîng ewe ku divê were eşkere kirin, karê ku Ciwan Haco dest avêtîye karekî kû pirr wêrekî lê hewceye.

Ciwan Haco bi avayekî profesyonel di dawîya salên 70î di destpêka salên 1980î de dest bi weşandina albûmên xwe kir.

Di wan salan de ji xeynî 2-3 mînakên veşartî di warê mûzîka modern a Kurdî de hebû.Lê vê demê guhdervanên mûzîka Kurdî muhafizekar bûn.Hewldanên pêşî ya çêkirina mûzîka modern a Kurdî ji ber bêeleqeyîyê heta ji ber kardanaweyê neçarî belav bû bûn. “Wek Koma Wetan”

Albûmên wan hewldanan encax piştî 20 salên gihêşti bû asta ku layiqê bûn.

Di mûzîka Kurdî ya gelêrî de piranî enstumantên wek tembûr,cura,bendîr,keman, bilûr,elbane û hwd. tê bi kar anîn.Di salên heşteyî tenê mûzîka gelêrî û dengbejî dihate çêkirin û dihate hez kirin.

Di demekî wisa de ne hêsan bû ku bi deng û şêwazekî “rojavayî” di nava mûzîka Kurdî bihata ba îcra kirin.Lê Ciwan Haco bi avayekî eqilane tevgerîya û mûzîka xwe bi temamî saunda(deng) rojavayî bi kar neanî û bi formên gelêrîya mûzîka Kurdî mûzîkeke hevbeş û cûda derxiste holê.

Ev yek di zarokatîya Ciwan Haco de jî hebû.Ew Mihemed Şêxo,Mirodko û Qerebetê Xaco guhdarî dikir(bi taybetî Mirado û hez dikir).Lê armanca wî wî bingehî danîna tiştekî din bû.

Ciwan Haco di hevpeyvînekî xwe de digot “Li gorî min Qerebetê Xaco ne zêde ji Cazê dûr,caz improvizyon û Mirodko û Qerebetê Xaco jî improvizyoneke baş derxistine holê”

Naveroka stranên Ciwan Haco dû beşin.Yek stranên civakî,niştiman perwerî dudyan jî evîn,veqetîn,hezkirin,hêvî û xweşik bûne.

Ciwan Haco,muzîka otantîk a kurdî bi formên folk-rock ji nu ve serastkir. Hunermend bi avayî stranên kurd bi dinê nasand û stranên kevneşapî di nav gelek baskên mûzîkê di cîh danî.

Cihê Ciwan Haco di nava mûzîka Kurdî de

Ciwan Haco wek şoreşvana mûzîka Kurdî dikare were bi nav bikin.Heta niha her albûmê Ciwan Haco bi baldarî hate şopandin û gûhdarî kirin. .Ciwan haco (Ji xeynî Koma Wetan) mûzîka Kurdî de yekem car şêwazên modern wek rock,blues,cazz, etno-cazz, etno-pop,etno rock,elekronîk cazz bikar anî.Ango bi gotineke din Ciwan Haco destpêka Mûzîka Modern a Kurdî ye.

Ciwan Haco li gel hemû rexneyên neyenî armanca xwe dev ber neda û serket.Piştî Ciwan Haco gelek ciwan û mûzîkkarên kurd dest bi çêkirina mûzîka modern kirin û ev yek jî bû egere pêşketina Mûzîka Kurdî.

Albûmên Ciwan Hacobi avayekî giştî bi şêweyên nêzî hev hatibîn amade kirin jî di her albûmê xwe de motîfên cûda bikar tîne.

Di albûmên wî de bi giştî şêwazên rock(em dikarin bibêjin rocka Kurdî rocka kurdî),cazz,etno caz,elektro cazz,folk,rock,folk pop,pop,blues û mûzîka gelêrîya Kurdî cîh digrin.

Mûzîk bi giştî ser 3 bingehê rûdine.”Rîtm”,”melodî” û “armonî” ye.

Ciwan Haco di albûmên xwe yên pêşîn zêdetir giranî daye melodî û rîtmê di albûmên xwe yên dawîn de jî armonî û rîtm di pêşde ye.Ango hêmana rîtm hatiye parastin.Parseng û guherîn hêmanên herî giring ya mûzîka Ciwan Haco ye.

Ciwan Haco ji albûmên xwe pêşî bi awazên xwe destpêkirîye ango gotin û mûzîkên stranên wî zêdetir aîdê wî bû.

Em dikarin bi kurtî derbarê albûmên Ciwan Haco de agahîyên wisa bidin;

1-Emîna Emîna(1970)
Ev albûmeke amatorîye li Qamişlo li mala Ciwan Haco de bi hevkarîya nivîsandina hin gotinên stranan ji alîyê xwişka Ciwan Haco, Dîlber Haco ve di teybekî de hatîye tomar kirin.Zêdetir ji stanên gelêrî pêk tê şêweya albûmê mûzîka gêlerî ye.Ev albûm avayê kopî kirina guhdarvanan belav bûye.

2-Pêşmerge(1979)
Yekem albûma profesyonel ya Ciwan Haco ye.Albumeke poltîk e û tesîre marksîzmê tê dîtin.Albûma şêwaza wî herî zêde ya gêlerî û merşî(sirûdî) ye. Amûrên tenbûr,akerdiyon û perkusyon hatine bikaranîn.Ji alîyê qelîteya tomar kirinê de albûmeke qels e.Naveroka stranan piranî derbarê şer,şores,rizgarî, sosyalîzm pêk tên. Helbestên Cigerxwîn, wekî albûmên Şivan Perwer hatiye bikaranîn.Hatina tarzekî nû di mûzîka Kurdî de hindik be jî xwe nîşan kirîye.

3-Diyarbekîr(1981)
Di vî albûmê degîtara klasîk ku heta wê demê zêde nedihat bi kara anîn bi piranî cîh cîh girtîye.Ahengeke baş ya tenbûr û gîtarê derketîye holê.Ev albûm zêdetir bi stana Dîyarnekîr(Min navê xwe kola) binavûdend e.Li gor albûma xwe ya berê Ciwan Haco gellek xwe pêşxistîye.Melodî serdest e.

4-Gûla Sor(1983)
Ev albûm nîşaneke vebûna riyeke nû di mûzîka Kurdî de ye.Di Gula Sor de ensturmanên rojavahî wek dahol(baterî),saksafon,bas gîtar bi giranî hatine bikar anîn.Ev yek jî, ji bo mûzîka Kurdî destpêka şoreşeke bûye.Stranên Gula Sor, Hevalê Evîndar,Cané,Yêrîvan,Lê Dîné hé jî albûmên populerin.

5-Leyla(1985)
Albûma Leyla jî di bikaranîna gîtar û tenbûran de dişibe albûmên berê, lê li gor 4 albûmên pêşî formên rock û cazê zêdetir hatiye bikaranîn.Lê di alîyê saundê de em dikarin bêjin ku albûm “bi avê çûye” yanî di hêla qelîteya deng de pirsgirêkek heye û gelek deng baş naye bihîstin.Albûm albûmeke xweş e,lê bûtye qurbana studyoyê. Strana Leyla ji helbestekê Cigerxwîn hatîye çêkirin.Her wiha stranên wek “Behra Wanê” , ” Girîyanim Bese” du stranên balkeş ya wî albûmê ye.

6-Girtîyên Azadîyê(1987)
Albûma Girtîyên Azadîyê albûmeke cûdatir e.Ji xeynî “Girtîyên Azadîyê” di albûmên Ciwan Haco de bi giranî amûrên wek elekrogîtar,gîtar,dahol(baterî),bas gîtar hatîye bikaranîn,lê di vê albûmê de giranî ya tenbûr û bilûr heye.Helbesta bi navê “Generalê Tirsonek” yek ji herî girîng ya ji nav berhemên Ciwan Haco ye.Qelîteya dengê ya wî albûmê li gor albûmên berê gellek baştire.

7-Çaw Bella(1989)
Yekem konaxa guherîna mûzîka Ciwan Haco di vê albûmê de pêk tê.Di vê albûmê motîfên raco hin pêşdaye lê zêdetir stranên gêlerî ya Kurdî hatine bikaranîn.Di vê albûmê de jî li gor şertên vê demê ya têkoşîna rizgarîya Kurdistanê stranên polîtîk ciheke sereke digrin.”Keçikê”,Pêjna te Naye”,”Nisêbîna Rengîn” û Çaw Bella girîngtirîn stranên vî albûmê ne.

8-Sî û Sê Gûle(1991)
Sî û Sê Gûle bi temamî destpeka konaxa dûyemîn ya serpehatîya mûzîka Ciwan Haco ye.Ev albûm nîşana bilind bûna profesyonelîya Ciwan Haco ye jî.Ji alîyê naverokê de zêdetir polîtk e.Helbesta Ehmed Erîd ya bi navê Sî û Sê Gûle bi avayekî destanî bi ahenga melodî,jixweberî,vokal,newa,rîtm,qerîn,kartêkerî û bi li hev hatina hestên “rastîya mirinê” , “kovan” ,”hêrs”,” têkoşîn” û “hêvîye” bêgûman berhemekê nuwaze ye.Di albûmê giranîya malbata Haco jî tê dîtin.Goran Haco,Dîlber Haco û Çelebî Haco jî bi peyv û awazên xwe tevlî albûmê bûne.Helbesta “Dîyalog” ê wek berdewamîya Sî û Sê Gûle ye.Stranên wek “Ti Ciwanî”,”Dîyarbekîr”,”Nikarim” û Gul Gula Min” hin stranên ku hatiye hezkirin ya vê albûmê ne.Mijarên civakî û takekesî bi avayekî wesfdar hatiye pêşkeş kirin.Her wiha ev albûm yekem albûma Ciwan Haco ye ku bi avayekî resmî di nava Tirkîye de derketîye bazar e.

9-Dûrî(1994)
Dûrî di warê mûzîkqelîteyê de yek ji albûma herî biindtir e.Di vê albûmê de li gor albûmên xwe yên berê zêdetir improvîzyon(jixweberî) hatiye bikarnaîn û her wiha ev yek nîşana şêwaza albûma “Bilûra Min” jî daye.Helbesta Serbûrîyek di mûzîka Kurdî xwedî textekêke sexleme ku wê neyê hejandin.Ciwan Haco di Serbûrîyek de li şûna amûran bi dengê xwe melodîya stranê diafrîne.Yek ji girîngîya û sedema bi qelîte bûna wî albûmê orkestraya Ciwan Haco ye.Mûzîsyenên ku di vî albûmê de cîh girtine bi piranî bi hunermend û komên navdar ya mûzîka Cîhanê kar kirine û her yek di qadê xwe de şareza ye.Di vê albûmê de di çerçoveya stratejîya pêşxistina mûzîkê de naverok hinek guherîye.Mijarên takekesî hin derketîye pêş.Ciwan Haco guherîna xwe ser bingeha bo cîhê xwe peyda kirina lêgeranên nû de pêk tîne.

10-Bilûra Min(1997)
Bilûra Min di warê mûzîkqelîteyê de yek ji albûma herî biindtir e.Di navbera “Dûrî” û “Bilûra Min” gelek hêlên hevbeş hene.Lê Bilura min zêdetir nêzî caz û bluseye.Jixweberî gihêştîye asta herî bilind.Ciwan Haco di vê albûmê gihîştîye vê qenaatê ku êdî albûmên wî divê ne tenê ji alîyê Kurdan ve,her wiha ji alîyê milletên din we jî were guhdarî kirin.Di vê albûmê de di peyvan de hêsan bûn sade bûnek heye û beramberî vê yekî awaz ber bi kur bûnê ve çûye.Piranî amûrên gîtara bas,saksafon û amûrên lêdanî hatine bikaranîn.Hema hemû stranên vî albûmê tê hez kirin û tê zanîn.strana Bilûra min ya Celted elî Bedîrxan e ku ew di salên 1930î de di kovara Hawar de bi navê “Seydayê Gerok” weşandi bû.

11-Destana Egîdekî(1998)
Destana Egîdekî ji hemû albûmên Ciwan Haco cûdatir e.Ciwan Haco helbesta dirêj ya nivîskar Mehmed Uzun ya bi navê “Destana Egîdekî ” bi şêwaza etno-jazz hatîye çêkirin.Destana Egîdekî bi hemû taybetmendîyên xwe di mûzîka Kurdî de xwedî cihêkî cûda ye.

12-Derya(2003)
Derya piştî navebrekî dirêj hate derxistin. “Derya” bi şêwaya elektronîk cazz hatiye amade kirin û asta qelîteya wê albûmê gelek zêde ye.Ev albûm ji aliye guhdarwanên wî ve baş nehate têgihêştin.Mînakeke din ya vê şêwazê di mûzîka Kurdî de nîne.Her wiha li rojhilata navîn em dikarin bêjin ku di warê xwe dîsa albûmeke bêmînak e an jî yek ji pêşengê vê terzêyê.

Albûm giranî ji improvizyonan pêk tê.Strana Pero straneke balkeş û ji alîyê peyvan de jî ku ya Hekîm Sefkan e xwedî teybetmendîye.

Dibe ku qiymeta vê albûmê jî piştî 10 salê were fam kirin.Lê xwedî derneketina Ciwan Haco jî “Derya” yê re tiştekî xemnak e.Ku bo vî albûmê tu klîp nehatîye kişandin.

13-Na Na(2004)
“Na Na” albûmeke single ye.Albûm bi temamî cû de ye û giranî tarza pop hatîye bikaranîn.Wek nîşaneya albûma “Off” e.Bi albûma Na Na rewşa şêwaze pop,dîsko di nava mûzîka Kurdî de kete konaxekî nû.Bi vê albûmê Kurd bi riya Ciwan Haco dan îspat kirin ku Kurd di her şêwazê mûzîkê de serkeftîne û beyî dejenere kirn jÎ pop dikare bê çêkirin.Di firotinê de jî serkeftinek baş bi dest xist.

14-Off(2006)
Di albûmê de 13 stran cîh digrin.Navê stranan evin;

1-Ez dimam,2-Dil Ketîme,3-Felek,4-Daristana te,5-Dipirsin,6-Kal,7-Xunav,8-Welatê Min,9-Havîn,10-Li Hêvîya te,11-Winda Bû,12-Hayê,13-Gotin Sar Dibin

Stranên Felek û Welatê min bi şêwaza mûzîka gêlêrî hatine amade kirin.Stanên din jî şêweyên pop û rock in.Strana “Dipirsin” bi zaravaya Kurdî ya Kurmancîya Jêr ango Soranî ye.

Saunda albûmê gellek pêşketîya wekî albûma “Na Na”.Di vê albûmê de qadroya berê ya Ciwan HAco bi temamî hatîye bikaranîn dîsa bi mûzîjenên bîyanî re hatiye karkirin lê aranjeyên stranên aîdê Ahyan Evcî ye.Her çiqas hin rexne haitbin jî bo wî albûmê Ciwan dîsa biryarek baş da bû “Off” di mûzîka hemdem a Kurdî derîyeke nû vekir.

Bandora Rewşa demê di albûmên wî de

Wekî tê dîtin Ciwan Haco her tim mûzîka xwe an go bi gotineke din mûzîka Kurdî pêşxistîye û li gor rewşa giştîya neteweya Kurd û têkoşîna rizgarîya Kurdistanê navaroka albûmên xwe jî guhertîye.

Em wexta vê gûherîna di nava gûherînê de binêrin ku gûherînek biwesf e ka gelo Ciwan Haco di albûmê xwe ya bê de çi surprîzan bike. Ciwan Haco her tim bi peyamên xwe yên Kurdeyatî jî bal dikşîne û tu carî xizmeta “grubeke sîyasî nekirîye û hewl daye ku li gel hemû xelatîyên hin gruban hunera xwe bigehêjîne Neteweya Kurd.

Ciwan Haco yekemîn car bala Cîhanê kişande ser mûzîka Kurdî.bi Ciwan Haco mûzîka Kurdî ku li Tirkîye nedihat pejirandin bala “entelluktelan” kişand.

Bandora Ciwan Haco ewqas mezin bû ku gelek texlîd an jî dirûvê wî derketi bûn holê.

Ciwan Haco bi avayekî stratejîk tevdigere û him ji alîyekî mûzîka gelêrî-klasîk a Kurdî diparêze ji alîyekî bi naveroka albûmên xwe bo hunera Kurdî dibe mînakeke bêhempa û him jî bi bikaranîna şêweza rojavahî bi formên Kurdî derîyên mûzîka Kurdî bo Cîhanê vedike û mûzîka neteweya bêdewlet û kêm bazar bi avayekî wêrekî digîhîne û asta navneteweyî.Bi vî avahî him bo mûzîkarên din yê Kurd dibe mînekekî sembolîk a xwebawerîyê û him jî zêde xwebawerîya giştîya Kurdan.

Mijara hatina Ciwan Haco bo bakûrê Kurdistanê bi taybetî bo Amedê jî wek efsaneyek bû û Ciwan Haco bi pêkanîna xeyalên xwe enseneyekê jî kir rastî.Li Batman û Amedê Ciwan Haco carekî din cûdahîya xwe û rola xwe ya girîng bi pêş çavan xist.

Cihêkî taybetî ya Ciwan Haco di nava gelek Kurdan de heye.Bi taybetî ya ciwanan. Gelek kes di dibistanê de Ciwan Haco naskirin bi taybetî li bakûrê Kurdistanê.Gelek evîn,êş û şadî li gel stranên razdar(mistîk) û kûr ya Ciwan Haco de hate jiyîn.

Di zanîngehan de gelek kes bi Ciwan Haco re mûzîka Kurdî heta rastîya Kurd û Kurdistanê naskirin.

Li bakûrê Kurdistanê di lîseyan de lêgerîn avêtina ser sinifan ji alîyê rêvebirên dibistanê ve dibû.Ev lêgerîn bo cixare,kêr an jî bo tiştên “qedexe” dihat çêkirin.Kî zane li ser çend xwendekarê de kasetên Ciwan Haco hatine girtin.Ev hêla hêstane bi bîdarîyên çendîn kesan encax dibe mijarekek din ya pirtukekê.

Ciwan Haco ne tenê bo albûmên xwe lezî da pêşketina mûzîka modern a Kurdî her wiha derîya mûzîka Kurdî bi teybetmendîyên resen û Kurdeyatî bo cîhanê vekir.

Serhad B.Rênas / Etem Ferqîn KURDISTAN-NETEW
Çavkanî:http://www.muzikkurd.hkmg.net/

8

Çima raya giştî meraqa hevberdana Şivan Perwer û Gulistanê dike? Ji ber çi hinek malperên kurdî nûçeya zeweca komedyenê tirkî Yilmaz Erdogan û Gulçîn Belgînêö mîna nûçeya “flaş” weşandin? Gelo hevberdan an zeweca kesên ku mirov qet di jiyana xwe de merhebayek jî nedaye ji bo civakê çima ew qasî meraq e û gelo bingeheke nûçegihaniya magazîna kurdî heye?

Di rastiyê de zewac û hevbardana kesên bi nav û deng ne erênî ne jî neyînî bandorê li ser civakê dike. Her çiqas piraniya kesên meraqa nûçeyên magazînî dikin, bi şexsî ew kesên ku bi nav û deng nas jî nakin, ew di warê cewherî de girêdaneke xwe ango hevnasîneke di dilê xwe de ya bi wan re dibînin.

Ev hevnasîn jî tenê yek alî ye û bi rêya alavên cure ne. Dema mirov li Cd’yekê guhdarî dike û kêfa mirov ji wê muzîkê re were, mirov albumên heman hunermendî yên piştre jî derdikevin dikire û bi vî awayî girêdaneke îndîrekt derdikeve meydanê. Mirov bi rêya vê albûmê ew hunermend yek alî nas kiriye û bi kirîna albûmên din ên heman hunermendî sohbeta xwe ya îndîrekt bi wî hunermendî re berdewam dike. Dema mirov pirs bike ka albumek nû ya wî hunermendî derketiye an na, mirov bi awayekê îndîrekt pirsa halê wî hunermendî dike.

Ev girêdana îndîrekt a bi hunera hunermend re dibe sedem ku mirov meraqa jiyana wî ya şexsî jî bike û bi vî awayî dema nûçeyên magazînî têne weşandin, mirov bi balkêşî li jiyana wî temaşe dike. Di heman demê de hesteke wisa bi mirov re çêdibe, wekî ku ew kesê bi nav û deng derd û kêfxweşiya xwe ji wî heyranê xwe re bibêje.

***

Meraqa magazînê wekî hemû civakan, di nava kurdan de jî heye. Her çiqas televîzyon, rojname û kovarên kurdî rê nedin nûçeyên magazînî jî, mirov di îstatîstîkên malperan de dibîne ku mirov herî zêde nûçeyên magazînî dixwînin.

Ger malpereke kurdî ya magazînî ya profesyonel bê çêkirin, ew malper wê rekorê bişkîne. Bêguman ji bo profesyonaliyê divê konseptek baş bê amadekirin. Di destpêkê de divê malper bi xwe çavkaniya xwe be û têkiliyek baş a nûçegihanên wê “bi raya bi nav û dengan” re hebe.

Sedemê behskirina min a malpereke profesyonel a magazînî ew e ku hê jî piraniya nûçeyên malperan rê didin nûçeyên magazînî ên ku ji profesyonaliyê dûr in û bingeheka wan a “nûçegihaniya magazînî” nîn e.

***

Bêguman wê gelek kes bibêjin ku “pêdewiya civaka me li şûna magazînê bi tiştên din heye.”

Rast e, ez jî wisa difikirim lê belê meraqa civaka me ya magazînê ji ya civakên din ne kêmtir e!

zekiozmen@hotmail.com 

Çavkani: Diyarname.com

17

Gelek kes bi xêra stranbêj Beyto Can pê hesiyan ku “agir ketiye di dilê wan de.” Dema ev kes bi xêra wî bi “agirê di dilê xwe de” hesiyan, êdî ew bi tefandina agirê di dilê xwe de mijûl bûn û heya kesî ji wan ji agirê di dilê Beyto Can de nema. Ev jibîrkirina Beyto Can bû sedem ku ew êdî taştêya xwe bi madeyên “ethanolî” veke.

Ji ber ev made şewathez in, agirê di dilê wî de li şûna bitefe, her roj geştir dibe…Min cara yekem strana Beyto Can ya bi navê “Agir ketiye dilê min” ango “Rinda min” ji dîmenên kongreyeka DEHAP’ê, ji dengê stranbêj Seher Dilovan bihîst. Piştî bihîstina wê stranê, bi rojan ew melodî li ser zimanê min diçû û dihat.

Wekî gelek kesan, min jî piştî demeke dirêj di televîzyonê de Beyto Can dît û bi wî awayî ez pê hesiyam ku ew strana ez mest kiribûm, strana wî ye. Bi gotineke din: Min bi wê stranê ew nas kir.

Sal derbas bûn, her roj stranên nû ji hêla hunermendan ve hatin afirandin lê belê strana “agir ketiye dilê min” ji rojevê derneket û hê jî li ser devê stranhezan e. Bi baweriya min ew dû sirûda neteweyî re, di nava kurdan de strana herî zêde tê nasîn e. Heta belkî li hin deverên Bakur ji sirûdê bêhtir jî were nasîn.

Stranbêjên ji her çar parçeyên welêt vê stranê distrên û stranbêjên mîna Zekeriya, Îbrahîm Tatlises, Hemê Hacî, Suzan Bamernî, Evdilqehar Zaxoyî, Îzet Yildizhan, Gulê Bejnê, Muzafer Yîgît û hwd. ev stran di Cd’yên xwe de strandin.

Kesekî ev stran wergerand zimanê tirkî lê belê ji bo kesên mîna Î. Talises û Î. Yildizhan ev stran bi kurdî strandibûn, ji wergera wê ya tirkî nehat hezkirin.

Her wiha hunermendekî ev stran wergerand zaravayê soranî jî lê belê hunermendên mîna Zekariya kurmanciya wê ji mêj ve bi soranîaxan dabû nas kirin û ji soraniya wê jî nehat hezkirin.

Beyto Can di hevpeyvîneke xwe ya di radyoyê de ya bi Zana Serîn re dibêje ku piraniya hunermendan beyî ku destûrê jê bixwazin ew stran di berhemên xwe de strandine.

Ji bilî meseleya destûrê, ez di tehrîbata stranê de bêhûrmetiyeke mezin li dijî Beyto Can dibînim. Hem yên destûr xwestine û hem jî yên nexwestine guhartinek biçûk di gotinên stranê de kirine û ev bêhûrmetî zêde bala min dikişîne.

Di nava stranê de hevokeke wisa derbas dibe: “… tu bi qedrê xwedê kî nebêje Beyto dîn e.”

Balkêş e ku hemû stranbêjan tehrîbat li ser vê hevokê kirine. Wan, yan navê xwe lê kirine di şûna navê Beyto de, yan jî gotineke din li şûna navê Beyto bi cîh kirine.

Pêwîstiya behsa kompleksa hunermendên kurd ên ku tehrîbat li ser navê Beyto kirina nake lê belê rewşa Tatlîses bala min kişand. Ew dema stranên Mahzunî Şerîf distrînê, bi awayekê serfiraz navê M. Şerîf jî dibêje. Miheqeq dema Îbo jî bi kurdî stranan dibêje, ew jî mîna hunermendên din yên kurd dibe xwedî kompleks û li şûna navê xwediyê stranê, navê xwe distrîne.

Ez tenê dizanim ku dema Sezen Aksu di strana “Ne aglarsin Zulfu Siyahim” navê Hozan Daîmî dibêje û Tarkan di strana “Uzun Înce bir yoldayim” navê Aşiq Veysel dibêje, ew her du ji stêrbûna xwe geştir dibin.


nivîsa Zekî Ozmen…

zekiozmen@hotmail.com
 Çavkanî: diyarname.com

20

“Yêrêvan xeber dide, guhdarêd ezîz, bibihên xeberdana me bi zimanê kurmancî…” -ev cumla hê sala 1931-ê cara ewlin bi lutvê Hecîyê Cindî û helala wî -Zeyneva Îvo bi radîoya Ermenistanê belayî çar qulbê dinyayê bû… Zeyneva Îvora zarotîyêda Zano digotin. Ew, Zevo, Perîşan û birê wana –Bondo, zarêd Îvoyê Heso û Şaka Ereb bûn, gundê Êngûkê, qeza Qersêda diman.

Wana biçûktîya xwe bê xem derbas dikirin, heta şerê hemdinyayêyî pêşin…Zano 4-5 salî bû, gava mala wan da ser revê…
Revêda Îvo giran nexweş dikeve, dimire.
Rom vedikşe û Şaka sitûxar tevî gundî û zarê xwe vedigerine Êngûkê. Salekê şûnda dîsa ji Romê direvin. Gundîyê wana têne Ermenîstanê, diçine Êçmîadzînê. Li wê derê ewana pê dihesin, wekî bona zarê êtîm Aştarakêda êtîmxane vebûye. Şaka Ereb tevî 2-3 kûlfeta, tevî zara bi zor-cefakî têne Aştarakê, diçine wê êtîmxanê. Mezina êtîmxana Aştarakê kûlfeteke kurde xwendî, egin û bedew – xanim Nûra Egît axa Polatbêgova bû. Ew Zano û Bondo êtîmxanêda qebûl dike, lê Zevo, ku qîza mezin bû û Pêrîşana biçûk qebûl nake. Şakê 2-3 cara ser zarê xweda tê-diçe û wê şûnda, dîya min pê dihese, wekî apanê wan Zevo xwera birine. Şakê û keça wêye çuk ji birçîbûnê û nexweşyê mirine.
Zulm bûye…
Wê êtîmxanêda sala 1921-ê Elîxanê Serdar Şahînov, kîjan sêmînarîya Yêrêvanêye rûsî xilaz kiribû, û Nûra Êgît axa kar dikirin.
Payîza sala 1921-ê Êçmîadzînêda êlîfba kurmancîye bi herfê ermenî çap dibe, û xudanê wê elîfbayê, kedkarê çanda gelê kurda Lazo (Hakob Gazaryan) tê êtîmxanê û bi wê pirtûka “Şems” zarê kurda hînî xwendinê dike. Wê êtîmxanêda heta 50-60 zarê kurd hebûne. Ji wanin: nivîskar, rêdaktorê rojnama “Rya teze” Cerdoyê Gênco, xûşka wî –Tezo, birê wî- Şiko, zimanzan, doktor Çerkez Bakayêv, kurapê wî – dîrektorê Xwendinxana kurdaye pêdagogîyê Biroyê Memo, Xanima Rizgo, dersdara baxçe zara Hisreta Mîrze (Hasmîk) û gelekê din.
Çend sal wê ortê derbas dibin. Mêrê meta dîya min te Bondo ji êtîmxanê derdixe dive, lê dîya min –Zano heta sala 1926-a Aştarakêda dimîne, paşê wana divine Celaloxlîyê (Stêpanavana niha), paşê Îcêvanê û pey kutakirina dibistana hevtsalîyêra keçika tînin Yêrêvanê, wekî karxanada bixebitin. Û se keçêd kurd Zano –Zeyneva Îvo, Xanima Rizgo û Hisreta Mîrze ji sala 1930-da dibine binelîyên Yêrêvanê.

Cerdoyê Gênco wê hingê tevî kûlfeta xwe Yêrêvanêda dima û wexta pê dihese, wekî keçikê êtîmxana wane Aştarakê anînê şeher, diçe wana dibîne, teglîfî mala xwe dike. A hema mala Cerdoyê Gêncoda Hecîyê Cindî rastî Zeyneba Îvo tê. Hecîyê Cindî û Cerdoyê Gênco alî van hersê keçika dikin, wekî Xwendinxana kurdaye teze vekîrîda qebûlbin.
Dîya min gilî dike: “Em Têxnîkûmêda (Xwendinxanêda) hatine hildanê. Me kurmancî bîr kiribû. Lawikêd têxnîkûmê diketine kirê me, mera digotin: “Herkê hûn kurmancin, ji kune, qe kes ji merivê we nayêne bîra we…?” Kete bîra min, min go, wekî navê xalê min Miraze, navê xûşka min -Zevoye, navê birê min – Bondoye. Wî çaxî xortek ji cîyê xwe quloz bû û bi şabûn got: “Ê ne Mirazê Ereb xalê Zevoye, ewana ji gundê me Hekone. Ezê cab bikim -bira bên”. Usa ez rastî Zevo û mêrê wê -Teyo hatim. De ew rasthatin emrê minda şabûna ewlin bû. Şabûna dinê jî ew bû, wekî min û Hecî hevdu begemkir, û payîza sala 1931-ê me hev sitend. Lê berî wê yekê ez pey kûrsa yekêra gundê Pampa Kurdada (niha Sîpan) piraktîka pêdagogîyê derbas bûm. Du mehê havînê baxçê zarada çawa terbîyetdar dixebitîm. Ez Pampêda mala Bekirê Şemoda (apê Hecî dihat) dimam. Ez ji gund vegeryam, û min û Hecî hev sitend.

Hecî deqekê vala ne dima, û ez jî tev dixebitîm. Min korêktorya kitêba û rojnamê dikir, diçûme dersa. Ez xwendkar bûm, ew –dersbêjê Xwendinxanê, xwendekarê Zanengehê bû. Gere me gotar ji bona radyoya kurda hazir kira, wir spîkêrî bikira. Hecî pirtûkê dersa hazir dikir, rêdaksîya “Rîya teze” – da kar dikir. Pey kutakirina Zanengehêra kete aspîrantûrayê, ser dîsêrtasyayê dixebitî…
De hatin – çûyîna me jî zef bû. Dihatin ji gunda, bi roja mala meda diman. Nas -nenas dihatin. Dihatin bona karê xwe: erzekê, şikîyatekî bikin. Hîvî Hecî dikirin -alî wana bike, û hertim na-na kirina Hecî tune bû. Pêşya wana diket, bi her teherî wext û qedre xwe xerc dikir, şuxle wana danî sêrî. Wexta pê dihesya, ku mevanê me zargotinê zanin, digot: “De, kerema xwe, minra bêjin”,- û dinvîsî”…
Me hesab kiriye – ji sala 1931-ê heta sala 1937-a 36 pirtûkên Hecîyê Cindîye dersa, berevokên foklorê, yêd edebîyetê, tercima (wergerandinê) hatine çap kirinê… Korektorîya wan pirtûka dupa ewî û Zeyneva Îvo kirine.Ew kar gelekî çetin bûye, ber ku karkirêd çapxanê ermenî bûn, xeberê me fem nedikirin. Û qinyat jî destnivîsar diçûne ber destê wan.
Ji gişka çetintir, dîya min bîr tîne, korêktorîkirina “Folklora kurmanca” bûye (1936). “Ew 670 rûpêl bû, û me 5-6 cara ew pirtûk temiz kir.” Ser pirtûka “Folklora kurmanca” û çend pirtûkên dersa yên salên 30-î hatîye nivîsarê: “Temiz kirin H. C. û Zeyneva Îvo”.

Sala 1934-a Zeyneva Îvo xwendina xwe li Xwendinxana kurdaye Pişkavkazyêye pedagogîyê kuta dike. Hema wê salê jî Xwendinxana ermenîyaye pedagogîyê ji kuta dike. Peyra Zeyneva Îvo çawa mamosta zimên, paşe ya tebîyetzanîyê li xwendinxanêda kar dike. Di Kûrsêd hildana nexwendîtîyê di nava jinada- dersê zimanê kurdî dide. Xwendkarêd wê bûne Eznîva Reşîd, Almasta jina E. Evdal, Asa Elî, Nazê, Gozê….

Hizkirina dê û bavê min zef nazik û bedew bûyê. “Ezîza dile min”, “kinêza min”, “kubarîya min”, “helal û hevala min…” Van xeberava namê bavê min, ku wextê başqe-başqeda dîya minra nivîsîye, destpê dibin…

Pey girtina Hecîyê Cindîra (salêd rêprêsya Stalîn), Zeyneva Îvo ji Xwendinxanê berî didin. Hema wê salê jî (1938) hemû ocaxên çanda me – rojnama “Rîya teze”, radîyo, para nivîskarên kurda, lê du meh dinê Xwendinxane têne dadanê, herfê meyî latînî têne hildanê…
Dîya min herdu keçêd xweye biçûkva -Firîcê û Firîdêva tenê dimîne. Saya hevaleke bavê mine êtîmxanê, ew baxçê Yêrêvanêyî zarayî hejmara 60-da çawa terbîyetdar qebûl dibe.
Bîra min tê çawa sibe-sibe ker û lal em radibûn, diçune wî baxçeyî, êvara jî tirse-tirs dihatine malê.. Paşê me femkir, ku dîya me ditirsya, wekî dikarin wê jî bigirin, yanê jî me malêva sirgûn bikin. Kesî derî me venedikir. Hevalêd bavê minî nezîk gava çev me diketin, rîya xwe diguhastin.
Wede usa bû…
Lê heqîyê alt kir. Bavê min, bi biryara dadê, aza kirin…

Zeyneva Îvo ji sala 1942-ada (7-8sala) – havîna li gundêd Pampa Kurdada, Hekoda, Şamîranêda baxçê zara vekirye û xwexwe jî bûye terbîyetdara zara.

Hecîyê Cindî û Zeyneva Îvo penc keç mezin kirine. Her pênca jî xwendina bilind sitendine.Lê du keç bûne doktor – Firîce bû doktora doxtirîyê, dosênt, lê Nûrê (Nûra Cewarî) -doktora hunermendzanîyê.

Sala 1954-a dîsa bi radîyoya Yêrêvanê hate bihîstinê: “Yêrêvan xeber dide, bibhên xeberdana me bi zimanê kurdî”. Dîsa Hecîyê Cindî û Zeyneva Îvo, pey 16 salên kerbûna radîyoya kurdîra, vê carê jî, lê tek wê roja pêşin, spîkêrîyê kirine…
Frîda Hecî Cewarî Rojnama “Rya teze” 14.05.1996 P.S.

Dîya min, kevanîya Hecîyê Cindî –Zeyneva Îvo, çanda mera kareke mezin kirîye û jarmetike mezin daye Hecîyê Cindî. Naka ew 93 salîye û nexweşe û vê gavê rewşa wêye aborîyê xirabe.

Pêwiste, ku gelê me û Kurdistana me Zeyneva Îvo nas bikin, silavkin û xelatkin. (F.H)

Çavkanî:avestakurd.net

31

Benazir Butto wek ”Xwişka Rohilatê” hatiye nas kirin.[1] Lê belê dayîka wê çawa li vir jî xuya dibe wek ”Keça Kurdan” derbasî dîrokê bûye. Di sala 2005an de hin rojname, kovar û malperên kurdî dîyar kirin ko dayîka serokvezîra berê ya Pakistanê Benazir Butoyê kurd e.  
  Vê nûçeya piçûk herwisa di medyayên zimanên dî de jî cîh girt.   Ji bilî van çend gotinan tu zaniyarî û agahdarî zêde belav nebûn. Navê dayîka wê çi ye, bi kêmanî qet nebe mirov dikaribû sûretekî wê peyda bikira.

Çi dibe bila bibe ev nûçe, nûçeyeke giring bû. Angorî vê nûçeya jorîn nûnerê partîyeke kurd li Romayê di civîneke Sosyalîst Internasyonalê de rastî Benazir Buttoyê hatiye û Benazir Buttoyê jê re gotiye ko dayîka wê bi koka xwe kurd e û di serekweziriya wê de rola dayîka wê û rola çanda kurdî mezin bûye.[2]

Ev nivîs di sala 2005an de belav bû. Divê em li vir dîyar bikin ko kurdbûna dayîka Benazir Butoyê berê jî dihate zanîn, lê belê haya kesî ji vê yekê tune bû an jî zêde belav nebibû. Nivîskarê kurd, Yaşar Kaya di nivîseke xwe ya bi 22/5 2001 tarîxî de dibêje ko angorî agahdariyên hevalekî wî, dayîka Benazir Butoyê kurd e.[3] Dema em çavkaniyên di derbara vê yekê de raçav dikin em dibînin ko kurdbûna dayîka Benazir Butoyê bala lêkolerên din jî kişandiye. Kesekî bi navê Ahmed Abdalla ko bi saziya etnîkî ya Pakistanê ve mijûl bûye wek mîsal hê di salên 1973an de dîyar kiriye ko Begum Nusret Butto bi koka xwe kurda Kermanşahê ye û ji eşîra Selaheddînê Eyûbî tê ko temamiya misilmanan pê serbilind dibin. Nivîskar vê yekê ji bo Pakistanê şansekî mezin dihesibîne:

”A special personality who deserves mention in this context is the First Lady of Pakistan, Begum Nusrat Bhutto, wife of President Zulfikar Ali Bhutto. She is a Kurd from Kirmanshah in Iran and belongs to the tribe which produced the illustrious Muslim general and monarch Sultan Salahuddin Ayubi. Pakistan is indeed fortunate to have its first lady from the kith and kin of a soldier of whom the entire Muslim world is proud…”[4] 

» Begum Nusret digel herdu keçên xwe, Benazir (li milê çepê) û Senem

Sala 2002an di civîneke Sosyalîst Internationalê de li bajarê Kazablankayê (li Fasê) çend kurd û Benazir Butto tên bal hev û bi hev ra sohbetê dikin. Yek ji van kesan jî Brûsk Reşvan e ko niha li Kanadayê dimîne. Angorî îfadeyên Brûsk Reşwan, Benazir Buttoyê li wir jî kûrdbûna xwe dîyar kiriye û serbilindiya xwe nîşan daye. Gelek spas ji Brûsk Reşvan re bona ko wî ev agahdarî û sûret bi leza ”brûskê!” gihande me. 

» Brûsk Reşvan û hin kurdên din bi Benazir Buttoyê re li Kazablankayê sohbetê dikin (2002)

Benazir Butto di bîranînên xwe de di derbarê malbata xwe û dayîka xwe de hin agahiyên kurt dide û her wisa jî çend sûretên dayîka xwe weşandiye.[5] Lê belê Benazir di van bîranînên xwe de tenê dibêje ko dayîka wê ji Îranê ye. Ew, di derbarê kalik û pîrikên xwe yên ji aliyê dayîkê de zêdetir zaniyariyan pêşkêş nake. Angorî nûçeyên rojnameyan (Daily Times 5/11 2004) şêwirmenda Begum Nusret Buttoyê, Fakhar Zaman di derbarê jîyana Begum Nusret Buttoyê de pirtûkek amade kiriye: “Personality and Politics of Begum Bhutto”. Lê belê ev pirtûk li pirtûkxaneyên mezin de nayê dîtin û navê wê di katalogan de jî derbas nabe. Wisa tê xuya kirin hê çap nebûye yan jî nehatiye pirtûkxaneyan Ewropayê. Mimkûn e di vê xebatê de zêdetir agahî di derbarê jîyana wê de hebin. Lêkolînên di derbarê Begum Nusret Buttoyê de divê her berdewam bikin. Ev nivîs û çend xetên me tenê ji hin notên bîyografîk pêk tên. Me xwest tenê li vir bala xwendevanan bikşînin ser vê babeta ko wek bi sedan babetên mayî ko bi salan her wisa di taldekî de pêçayî û veşartî mane.

Navê dayîka Benazir Buttoyê, Nusret Butto ye. Ji bo nezaketê jê re her Begum Nusret Butto hatiye gotin. Peyva ”begum” wek xanzade û xanim hatiye bi kar anîn. Ew, keça kurdekî Kermanşahê bûye, kal û bavên wê ji Kurdistana Îranê ne. Bavê Nusret Xanimê bi bazirganiyê ve mijûl bûye. Begum Nusret Butto berî zewaca xwe, di salên 1947–48-an de alîkariya penaberên ko ji Îranê dihatin Pakîstanê kiriye û bi saziya The Women’s National Guard re hevkarî kiriye. Keçeke sosyal û pêşketî bûye. Begum Nusret Butto jina duwem a Zulfîkar Alî Butto ye. Ew di sala 1951an de dizewicin. Serekwezîra berê a Pakistanê, Benazir Butto ji vê zewacê hatiye dinê. Keçeke wan dîsa çêdibe, navê wê jî Senem datînin. Zewacên wan salan gelek caran dihatin tertîp kirin, ne bi dilê keçan bû. Lê belê xwişka Benazirê, Senem yek ji wan bû ko mêrê xwe bi xwe hilbijart. Du brayên Benazir û Senemê hene: Mîr Murteza û Şah Nawaz. Lê belê paşê herdu jî tên kuştin. Şah Newaz di sala 1984an de li Parîsê û Mîr Murteza jî di sala 1996an ji aliyê polîs de li Karaçiyê tê kuştin.

Bavê Begum Nusret Xanimê keçên xwe şandine kolejê, ew di nav serbestî û azadîke mezin de jîyane. Begum Nusret Xanimê di navbera salên 1974-1977 de seroka Xaça Sor a Pakistanê bûye. Nusret Xanim dema mêrê wê li jîyanê bû hertim bi mêrê xwe re tevayî welat welat digeriya, taca rola jina yekem a Pakistanê hertim bilind kiriye. Benazir Butto di bîranînên xwe de di derbarê dayîka xwe de wiha dibêje: “Dayîka min û xwişkên wê bi rûvekirî diçûne Karaçiyê û erebeyên xwe bi xwe dajotin”.[6] Benazîr Butto di bîranînên xwe de dîyar dike ko dayîka wê yek ji wan kesan e ko jê gelek tişt fêr bûye. Di van salan de wisa tê xuyan hin endamên malbata Begun Nusret Xanimê li Karaçiyê diman. Benazir Butto di bîranînên xwe de navê keçeke xwişka dayîka xwe dide, navê wê Fexriye bûye. Di wan rojên teng û dijwar de Fexriye timê li bal wan bûye, ew bi tenê nehîştine. Wisa tê xuyan ko di van salan de li Pakistanê komeke kurdan hebûye ko ji kurdên Îranê pêk hatiye. Begum Nusret Xanim di roja 23/3 1929an de hatiye dinê û niha li Dubaiyê dimîne. Angorî nûçeyên dawî ji ber nexweşiyê tenduristiya wê zêde nebaş e.

Pakistana ko hertim wek “welatê pakan” hatiye nasîn, lê belê hin caran ketiye destên nepakan. Çawa tê zanîn Zulfîkar Alî Butto (1928-1979) di sala 1977an de piştî darbeyeke leşkerî ji karê xwe yê serekweziriyê tê bi dûr xistin û li şûna wî General Zia ul-Haq tê ser textî. Zulfîkar Alî Butto du salan şûnda di sala 1979an de hate darda kirin. Partiya Gel a Pakistanê di van salên dijwar de mirov dikare bêje bi saya Nusret Xanimê li ser piya ma. Ew bûbû sembol ji bo hemû Pakistanê. Hertim cesaret daye zarokên xwe û gelê Pakistanê. Nusret Xanim piştî ko mêrê wê hate girtin, rojên gelek dijwar û xirab derbas kir. Lêdan, îşkence û eziyetekî mezin dît. Carekê Begum Nusret Butto bi qafê xwe tê birîndar kirin, doxtor mecbûr mane ko donzdeh kêl (dirûn) lêxin. Bi salan ew û keça xwe di malê de hatin girtin û di bin çavan de mane. Piştî dardakirina mêrê wê, ew paşê diçe Londonê li bal keçên xwe Benazir û Senemê dimîne (1984-1988). Li wir cîhê mêrê xwe girt, angorî hêza xwe serokatiya muxalefeta Pakistanê kir. Paşê ev kara dewrî keça xwe, Benazirê kir. 

» Begum Nusret Butto têt birîndar kirin

Benazir Butto di 21-ê hezîrana sala 1953ê de li Karaçiyê hate dinê. Wek dayîka xwe hertim rûvekerî wek jineke nûjen jîyana xwe berdewam kir. Dayîka wê hertim jê re bûye rêber û nimûne. Paşê êdî malbata Buttoyan keçên xwe şandine dibistanê. Di wan deman de ev yeka dikaribû wek skandalên mezin bihata hesibandin. Benazir Butto li Amerîka û Îngîltereyê maye, li Harvard û Oxfortê xwendiye. Ew dibêje ko çar salên ko ew li Amerîkayê maye, ji bo wê salên here giring in û ew di nav van çar salan de fêr bûye ko demokrasî çi ye.[7] Wê, felsefe, sîyaset û ekonomî xwendiye. Benazir di malê de wek zaroka here mezin bûye. Dema dê û bavê wê diçûne seferan, berpirsiyarîke mezin diket ser milên Benazirê. Ew gelek caran di malê de bi navê Pinkie dihate nasîn. Benazir di bîranînên xwe de dibêje ko ew di nav malbata Buttoyan de jina yekem e ko diçû dervayî welat ji bo xwendinê. Her wisa jî di malbatê de jina pêşîn bû ko rûyê xwe vekiriye. Nifşeke nû û xwendî di nav malbata Buttoyan de pêk dihat.

Benazir Butto di navbera salên 1984-1986an de li sirgûnê ma. Di sala 1986an de biryara xwe girt ko vegere Pakistanê, pêşengiya gel bike. Di sala 1987an de jî mêr dike. Piştî mirina Ziya ul-Haq di hilbijartinan de wek serekwezîra Pakistanê hate hilbijartin. Çawa tê zanîn Ziya ul-Haq di qezayeke balafirê de mir (1988). Benazir Butto yek ji wan jinan bû ko li welatekî misilman dibû serekwezîr. Serekweziriya wê, rûmet û prestîja jinên Rohilatê bilind kir. Dema serekwezîrîyê 1988–1990 û 1993–1996an de, ew bi navê ”Xwişka Rohilatê” û Keça Rohilatê hate nasîn. Dayîka wê, Begum Nusret Xanim jî, di kabîneta sala 1989an de bûye wezîr. Benazîr Butto di sala 1993an de careke din hate hilbijartin. Lê belê hêzên li hemberî wê hertim dijwarî û astengî li pêşberî wê derxistine. 

» Begum Nusret Butto, li milê rastê bi Cîhan Sadaat re li Qahîreyê (1972)

Kurdbûna Begum Nusret Buttoyê ji gelek aliyan ve giring e. Bona ko ew, jina Zulfîkar Ali Butto û dayîka Benazir Buttoyê ye, loma jî ew gelekî hatiye nasîn. Di nivîskariya dîroka jinên kurd de serpêhatiya kurdbûna Begum Nusret Butto firsend û îmkaneke mezin dide lêkoleran. Him dayîk û him jî ev keç wek sembolên azadiyê, pêşketin û tekoşînê hatine nasîn. Bi zelalbûna vê babetê berî her tiştî zanyarî û agahdariyên me ên di derbarê tevgera jinên kurd de zêdetir û rengîntir dibe. Du jinên ko bi curet (cesaret) û modernbûna xwe derbasî dîrokê bûne û nav dane çawa tê xuyan bi koka xwe kurd in. Ev nûçe her wisa jî di dîroka pêwendiyên kurdî û pakistanî de rûpelekî nû pêk tîne. Dema mirov hemû van babetan tîne bal hev, wê demê mirov baş têdighê ko keşîfkirina kurdbûna Begum Nusret Buttoyê çiqas giring e. 

» Benazir Butto

—–

[1] Benazir Bhutto, Östern Dotter, Forum,1988.

[2] Ali Özşerik, Irak İçin Üçlü Federsayon İstendi, Özgür Politika 20/7 2003.

[3] Yaşar Kaya, Pazarlık, Özgür Politika 22/5 2001.

[4] Adnan Syed, Ethnicity and Provincialism in Pakistan (www.geocities.com/pak_history/ethnicity.html)

[5] Benazir Bhutto, Östern Dotter, Forum,1988.

[6] Benazir Bhutto, Österns Dotter, rûp.43

[7] Benazir Bhutto, Österns Dotter, rûp.60.

———————————–
Nivîskar: ROHAT ALAKOM
Weşandin: 2006-05-23

22

Lîstika Mûrat Batgî ya bi navê “Zimandirêj” kevneşopiyeke henekan li dû xwe hişt. Batgî di “Zimandirêj” de bi performansa xwe ya serkeftî re balê kişand ser pirsgireka ziman û nasnameyê…

Motîfa di navenda lîstikê de ji hêlekê ve mirov ji kena zikopişto dikir, ji hêlekê ve jî balê dikişand ser hişmendiya me ya birîndar.

Motîfa Kurdên ku dixwazin lîstika Shakespeare ya bi navê “Hamlet” bilîzin, şanîkereke di cih de bû bo hişmendiya Kurdan. Belê, kurdên ku ne zimanê xwe yê zikmakî ne jî zimanê serdestê ku bi zorê hîn bûne bi temamî nizanin, bi rêya qerfê re careke din hatibû pêşberî me û em ji hêlekê ve bi vê rewşa grotesk dikeniyan, ji hêlekê ve jî bi hêza qerfê ya darizandinê re me -bi rêya prototîpê li ser sahnê- xwe didarizand.

“Guhar(tim)” jî performanseke li ser “guherînê” ye. Di demên dawî de têgih û qodên pêvajoya polîtîk a Kurdan pir zû guherîn û di nav gel de cihê xwe girtin. Lêbelê ev têgihên nû ji dêvla ku zanebûn û ramaneke nû biafirîne hişmendiyeke birîndar li dû xwe hişt. Lewre mîna ku Wîttgenstein balê dikişîne ser; wate di girêder (baglam) û bikaranînê de ye. Têgihên nû yên ku ji hêla pêvajoya polîtîk ve hatin afirandin ji ber ku ji hêla gel ve nayên xwendin û bi devkî dikevin civatan, bê girêder dimînin. Ev rewş jî dibe sebeba hişmendiyeke birîndar. Lewre weke ku tê zanîn mirov bi ziman difikire, loma jî têgihên jiberbûyî ji ber ku bê girêder in, bêwate ne jî.
Batgî, di performansa xwe ya bi navê Guhar(tim)’ê de xwestiye kesên ku guherînê tenê bi teşeyî fam dikin hîcv bike. Lêbelê Batgî guherînê bi bikaranîna têgihan re girtiye dest û li ser diyardeya ku têgih jiyanê merc dike nesekiniye. Gel têgihên nû jiberdike û ji ber ku nirxa girêdera wan nizane di navbera wan û têgihan de biyanîbûn dest pê dike. Ev biyanîbûna têgihan ji hêlekê ve biyanîbûna bi xwe re diafirîne. Di kesên ku têgihan bê nirxa girêdera wan bikar tîne de piştî demekê hem biyanîbûna bi xwe re, hem jî biyanîbûna bi dora xwe re dest pê dike. Guhar(tim) ji ber ku bi teşeyî li guherînê awir vedaye û li ser kûrahiya vê rewşê nesekiniye bandora rexneya xwe kêmtir kiriye. Ji dêvla ku temaya xwe kûrtir bike, bi motîfên cûda re mişraq belav bûye.
Xwezayîbûn taybetiya xwepêşandinên performansan e. Ev rewş gelek caran performansê xurt bike jî, car caran jî dixîne. Lêbelê xwezayîbû be jî her tim galeleyek (taslaq) heye. Ev galele ji bo sînorên mijarê yê ku dikare xera bibe tê danîn. Guhar(tim) sînorên mişraqa xwe bi têgiha “guherînê” xêz kiriye lêbelê awirên xwe lê kûr venedaye. Loma jî bandora ku “Zimandirêj” li dû xwe hişt, Guhar(im)’ê jî kir bin siya xwe. Lewre mîna ziman qerf û henek jî, di girêdera xwe de bi wate dibe û nêzikbûyina teşeyî li derveyî girêderê, nêrînek ji dûr ve ye.

Zana Serwer
Çavakanî: Diyarname.com

VIDEO