494

“Di nav kurdan de, ji bilî dengbêjan du hêmanên din ên ku muzîk li ser piyan hiştine hene; ya yekem dayik in, a din jî feqiyên îcrakerên muzîka olî ne ku di medreseyan de li ser muzîka olî perwerde bûne. Divê em ji bîr nekin ku muzîka pêşîn muzîka olî ye”

683

Hinek kes piştî mirina xwe bêtir tên nas kirin. Civak baştir dizane ka ew kes xwedî çi merem û armanc bûye û çima di karê xwe da kesekî/e bi îsrar û di encamê da jî serkeftî bûye.

Elbete kêm-zêde kesên serkeftî zû ji hêla gel ve bersiva bihayê keda xwe distînin, lê mumkine ew bersiv têra zehmeta wî/ê neke.  .

68

Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) ya Edeneyê ku di sala 1993’an de bi boneya çanda Kurdan bide jiyandin û pêş bixe, 18 sal berê li metrepolê koçberiyê li Edeneyê hate avakirin.

NÇM’a Edeneyê ji roja hate sazkirin heta îro piştgriyek mezin da parastina çanda Kurdî. NÇM’a Edeneyê ku li dijî polîtikayên dewletê yên başavtin û înkarê têkoşinek mezin dide, heta niha bi xebatên xwe kedek mezin daye çanda Kurdî. NÇM’a Edenyê ku bi boneya parastina çanda Kurdan li koçberiyê hate avakirin li gel zext û zordariyên mezin û polîtîkayên bişavtinê çanda Kurdan parast û gelek berhemên giranbiha afirand. Niha jî tekoşîna parastina Kurdî li metrepolan dimeşîne.
Piştî salên 1990’an li bajarên herêmê bihezaran gund hatin valakirin û bi milyonan Kurd ji şûn û warên xwe koçber bûn. Dehl û rezên xwe, bez û zeviyên xwe, çand û dîroka xwe li pey xwe hiştin û neçar man ku berê xwe bidin bajarên xerîb û kor. Kurdên ku ji hemu nirx, dab û koka xwe dûr ketin û li bajarên biyanî bi cih bûn; li aliyekî ketin nava fikara debarê, li aliyekî dest bi têkoşîna nasname û rûmetê kirin û li aliyê din jî ji bo çand û kevneşopiyên xwe biparêzin ketin nava hewldanan. Piştî ku di sala 1991’an de NÇM li Stenbolê hate avakirin di sala 1993’an de li Edeneyê jî şaxa xwe vekir. NÇM ku di nava şert û mercên pir giran û dijwar de hate avkirin û wekî çeka herî mezin a Kurdan a li dijî polîtîkayên bişavtinê bû, niha jî li diji polîtîkayên taşbet ên dewletê û pergalê tekoşînê dimeşîne.
Xebatkarê NÇM’a Edeneyê Mustafa Yîgît, der barê xebat û armanca NÇM’ê de agahdî dan û diyar kir ku 18 salin bi armanca parastina çanda Kurd hate avakirin û ser parastin û pêşxistina çanda Kurd a li dijî polîtîkayên înkar û bişavtinê têkonişê dide. Yigît anî ziman ku NÇM niha bi 70 xebatkarî xebata çand û hunerê dimeşîne e. Yigît, destnişan kir ku 10 komên wan hene û xebatan dimeşine. Yigît, bilev kir ku niha 150-200 şagirtên wan hene û di atolyeyên tembûr, def û erbanê de xebate dimeşînin.
Yîgît, destnîşan kir ku debara xwe û fînansmana xwe bi berhem û hunerê xwe dikin û hewl didin ku ciwanên Kurd li dijî polîtikayên bişaftin û înkarê bipharêzin. Yigit, destnîşan kir ku dewlet ji bo ciwanne Kurd ji çanda wan û nirxên wan dûr bixe hemû polîtîkayên taybet dimeşîne û ew jî li hemberî vê biyanîbûnê têdikoşin.
Solîstê Koma Pel Îlyas Arzu jî anî ziman ku ew li dijî polîtîkayên taybet hewl didin ku çanda Kurd û ciwanên Kurd biparêzin û têkoşînê didin.

Solîstê Koma Şitlên Azadî Bariş Tezkorkmaz, jî destnîşan kir ku 13 salin di nava kare hunere de cih digire û wiha got: „Parastina çanda Kurdî herî zêde li ser milê de dikeve. Bi taybetî li metrepolan divê hunermend û saziyên çand û hunerê têkoşînek gelek mezin bidin. Ji ber ku kesên ne xurt bikin nikarin xwe li ber vê pêla bişaftin û polîtîkayên taybet bigire. Polîtikayên biyanîbûn, dûrxwistina çandê li ser ciwanên Kurd û çanda Kurd bi taybetî tê meşandin. EM hewl didin ku li hemberî vê pêle rawestin û çandê biparêzin.

DÎHA-EDENE 
YENİ ÖZGÜR POLİTİKA

241

Divê nifşên nû berê xwe bidin bingeha mûzîka kurdî. Ger hûnermdên kurd çavkaniya xwe ji mûzîka gelêrî ya kurdî vernegrin çi modern be çi jî gelêrî be nikarin tiştekî biqelîte û baş û Kurdewarî biafrînin.

“Mûzîka Kurdî ku xwedî newayên di gama mînora sirûstî, bi rîtmên xwe yên dînamîk û xwedî vokala geş e di guhdarvanan de hêsteke bir taybet diafrîne. Li alîyekî pir dînamîk in û li alîyeke din gellek xemgîn”.
Ayako Tatsumura

Nêrîneke giştî û kurt li dîroka mûzîka Kurdî
Rewşa Muzika Kurdî ku di serdemên navîn,nû mijareke lêkolîneke.Niha tenê nêrinek giştî ser Muzika Kurdî kirin.
Kilam, stran û lawikan li Kurdistanê di rewşê ku ji ber sedemên gellek cûda ragihandina nivîskî xetimiye bûne amûrên ku Çand û hûner û dîrok û jiyana rojene û taybetmendiyên sosyal têde hatine kod kirin e. Bi riya dengbêj û kilambêj ta roja me hatine gihandin.
Çavkanîya gelêrî-dîrokîya mûzika Kurdî dengbêjin. Hêmanên bingehîn ya muzîka Kurdî Dengbêj, Stranbêj, Lawikbêj ve Çîrokbêjan e. Dengbêj xwedî hiş û dengekî bihêzin.
Her wiha ji ber ku li erdnîgarîya Kurdistanê her tim digerin pêkanîna hişmendîya netweyî de rolekî girîng leystine.Ji Kurdistanê bi hezaran dengbêj derketîye. Evdalê Zeynikê ku di sedsala 17an jiyaye,Selim Slêman,Kawis Axa,Meyremxan,Hesen Cizrevî,Qerebetê Xaco,Îsa Berwarî jî hin dengbejên ku cara pêşî tê hişa mirov.
Tê ditin ku hunermendê bi navê “ avger” kû di salen qiraltîyeke B.Z 280 û P.Z jiya ye şêweya mûzîkê yê gelên mezopotamya ye sîstamatize kiriye pîrtûka mûzika kurdî bi navê Yahya Alî rîsale fÎl_ mûsÎkî nivisandiye.
Li Kurdistanê piştê mîladê 200’î serdema dagirkeriyê destpêkiribejî di salen 1300’î de ev yek li hemû Kurdistanê belabûye.
Pişte destpêbûna dagirkeriyê înkana vê yekê nemaye kû kurd bi dînamîken xwe mûzîke xwe îcra bikin. Beşa mûzîka kurdî ku ji vê talanû û xetimînê rizgar buye . bi rexsê re têkîlî yekê xûrt heye. Di mûzîka Kurdî de ji xeynî dengbejan du faktorendûn ên ku mûzîka kurdî li ser piyan hiştine hene. Yekemîn dayikin, duyemîn jî feqÎyen k udi medreseyande perwerdeya mûzîka dînî girtine ne. divê em vê yekê jî bi bîr bixin ku gellek behrem û çavkanî yên derbarê mûzîka gellên mazepotamyayeda di sala 1258’de bi êrîşa Moxolan aser Bexdaye ji halê hatine rakirin
Di kurdan de wêjeya nivîskî zide berav nebuye lê wêjeya devkî peşketîye û ev peşketîn bi riya mûzîkê hatiye vegûhestin. Rola vegûhestina jî hozanên ku em dibêjin ‘Dengbêj’ lîstine. Di dîroka kurdan de dengbêj , çîrokbej û stranbêj û walikbêj bune deng û hişa gel. Ev şêweya Mûzîka kurdî bi sedan salan bêy ku zêde bigûhere hatiye parastin.
Di mûzîka Kurdî de gellek şêwe û meqemên ku mûzîkên gelên cîran jî xistiye bandora xwe hene. Di mûzîka Kurdî ag elêrî de em dikarin wan şêweyan birêz bikin; ‘Dengbêjî , Lawje, Heyranok, Pirepayizok, Lawike Siwaran, Destan, Berite/belite, Dilok, Sersso, Narink, Stiranen Kar, Sesbendi, Lorik, Stiranen Merasîman, Katar, Mediha ve Mewluû.’
Çavkaniyên bingehîn a mûzîka gelêrî a Kurdî stranên detankî ên şêr, pevçûnên di nava sîstema feodal, qehremeniyan û stranên nirx û kevneşopiyên Kurdan dihewinin e.
Di salên heta 1970’an jî dîsa stranên ku xwedî şopên mûzîka gelêrî û çanda feodal hatine bikaranîn. Di salên 1970’î de bi pêşketina tevgerên polîtîk mûzîka Kurdî ji nû ve hatiye şîrove kirin lê li şûna modernîze kirinê jhatine dûbare kirin û ser awazên Kurdî gotinên Tirkî hatine nivîsandin û ev yek bûye sedema xetimînê.

“Tirkî”kirina mûzîka Kurdî
Tirk piştî ku di sala 1923an de Komarên xwe avakirin peyvên “Kurd” û Kurdistan qedexe kirin.Li şuna wan destpê bikaranîna navên “Tirkên Çiyayî” û “Şark-Rojhilat” kirin.Ev dîrok teza fermîde milata inkarkirina Kurd û Zimanê Kurdî bûye.Dewleta Tirk di serîde dibistanan,dezgehên fermî û li hemû cihan Kurdî qedexe kir.Di bazarên bajarande gundiyên ku ji xeynî Kurdî zimaneke din nizanîbûn seza dihat dayîn.Ji aliyekî qedexeya ser Zimanê Kurdî berdewam dikir ji layê din de jî sala “Teoriya Roj-Ziman” ku 1935’an de hat pejirandin û di vê teoride angaşta “Asyaya Navîn ku wekî “welatê Tirkan” tê binavkirin wekî dergûşa şaristanîya mirovayetî” û “Zimanê Tirkî jî dayika hemû zimanan e” dihat kirin.Li gorî vê tezê Gelê Kurd eşirekî Turanî ye, ji ber tecrida çiyayên ku Kurd lê diman û ji ber bandora Farisan zimanê xwe ji bîr kirine.Li Tirkîyeye Kurdî ne tanê di dezgehên fermî, bikaranîna wî di nav malan de jî qedexe bû û tenê “zimanek” hebû û e jî Tirkî bû.
Pêşî berhemên devkî ên Tirkî yên bi Kurdan re eleqedar hatina tehrîp kirin. Stranên wekî ün “Türkmen Kızı” (Keça Tirkmen) an jî “Türkmen Gelini” (Bûka Tirkmen) di eslên xwe de ün “Kürdün Kızı” (Keça Kurdan) an jî “Kürdün Gelini” (Bûka Kurdan) e.
Piştre bi destpêbûna polîtîkayên bi temamî tune kirina Kurdan û zimanê wan hewl hatiye dayîn ku hunermedên ku Kurdî distrên bi Kurdî bistrên. Mînakên pêşîn ên vê yekê jî Celal Guzelses, Mukin Tahir, Kel Hamza, Cemil Cankat û çend navên din in. Temsîlkarên Tirkîkirin û ji eslê xwe veqetandinê ên dema me jî mirov dikare navên wekî İbrahim Tatlıses, İzzet Altınmeşe, Belkıs Akkale, Bedri Ayseli, Mahmut Tuncer, Selahattin Alpay, Burhan Çaçan nîşan bide. Navên han bûn aktorên sereke ên asîmîle kirina Kurdan û tune kirina zimanê Tirkî.
Li gor lêkolînan bi hezarn stran ji Kurdî bi Tirkî hatine wergerandin. Ji wan stranan stranên wekî Yek mumik(bir mumdur), Lo berde (lo berde), Welle govend ranabe (Can mercan), Ez kevokim (Hele yar zalim yar), Dayika min (maden dağı dumandır), Hat kerwanê (Mektebin bacaları), Leyla (leyla), Lo dotmam (ben yetim), Lê nazê (le naze), Sinemê (Zap Suyu), Nînno (ninno), Hinê Bînin (kınayı getir aney), Esmer (kibar yarim esmerim) hin mînakên navdarin.
Tirkî kirina stranêm Kurdî bûye yek ji pirsgirêka herî mezin a mûzîka Kurdî. Lê êdî b bilind bûn û dezgehî bûna têkoşîna rizgariya ya gelê Kurd, pêşketina hişmendiya neteweyî ya Kurdî, destkeftiyên dezgehî û psîkolojîk, pêşketina medya û weşangeriya Kurdî êdî rê li encam girtina hewldanên Tirkan a bi vî rengî jî girtiye.

Di nava 50 salên dawî de rêwîtiya mûzîka Kurdî
Mûzîka Kurdî a navbera salên 1900 û 1960 li gor pêşketinên siyasî ên li Krdistanê dewrên baş an jî nebaş derbas kiriye. Em bi taybetî ji bo bakûrê Kurdistanê dikarin bêjin ew dem tarî û bêpêşketinê derbas bûye. Wekî her gavê dîsa nebûna dewletake merkezî û serbixwe a Kurdan ser mûzîka kurdî bandoreke xirab xistiye. Ev yek bûye sedema derneketina sektor û bazara mûzîka Kurdî.
Her wiha ji ber perçe bûna Kurdistanê jî mûzîka Kurdî ku xwedî riheke hevbeş jî derneketiyê holê.
Radyoyên Bexda, Êrîvan û Tehranê di demên xwe de roleke girîng di pêşketina mûzîka kurdî de lîstine. Dengbêj û stranbêjên wek Mihemed Arif Cizrevî, Meyrêmxan, Hesen Cizrewî, Hesen Zîrek, Aram Tigran, Şakiro, Qerebetê Xaco, Eyşê Şan hin navên girîng ên wê demê ne.
Li bakûrê Kurdistanê piştî salên 70’î bi bilind bûna hilşmendiya kurdeyatî û derketina hereketên polîtîk hêdî hêdî mûzîka kurdî jî kiriye wek amûreke ragihandinê a belav kirina fikrên polîtîk. Di mûzîka Kurdî vî tiştî herî zêde Şivan Perwer pêşxistiye û heman demê de jî mûzîka Kurdî gihandiye girseyên mezin. Her wiha stranên Şivan Perwerê di vegûherandina scivakî de jî rolên xwe lîstine. Bi taybetî stranên ku ser jinan gotiye mînaka herî balkêşa vê yekê ne. Bingeha mûzîka Şivan Perwer mûzîka gelêrî akurdî bû piraniya gotinên stranên wî jî helbestên Cegerxwînê bûn.
Piştî darbeya 12 îlonê a li Tirkiye gellek hunermendên kurd neçar man ku derkevin Ewrûpayê. Albûmên ku li dervey welat ditin çêkirin bi naverokên xwe yên polîtîk di mûzîka kurdî şêweya mûzîka şoreşgerî afirandin. Piştî salên 1985’î bi saya deskeftên têkoşîna rizgariya neteweyî ya gelê Kurd zordestiya ser gelê Kurd jî hêdî hêdî ber bi şikandinê ve çû. Li gel vê yekê jî naveroka mûzîka kurdî jî hêdî hêdî dest bi gûhertinê kir. Her wiha bi taybetî piştî salên 90’î bi rabûna qedexeyên ser albûmên kurdî ji nişkave bazareke mezina albûmên kurdî derket holê û êdî hejmara firtina albûmên kurdî gihêş dora milyonan. Lê ev yek ji bo mûzîka Kurdî zêde ne baş bû. Ji ber ku gellek zêde albûm derketin lê nava wan de tenê çend heb xwedî qelîte bûn.
Şivan Perwer, Nîzamettîn Ariç û Ciwan Haco ku piştî salên 1980’Î derketin rolên wan ên di mûzîka kurdî de gellek girîng û mezin in. Her yek jî di terzên xwe de deriyên nû ji bo mûzîka Kurdî vekirin. Ev sê nav jî wekî gellek hûnermedên Kurd neçar ma bûn ku derkevin dervey welat. Lê ev derketinên wan piştre ji bo mûzîka Kurdî bû avantaj.
Kurd hilberînên xwe yên mûzîkê bi navên wek Şakiro, Mehemed Şêxo, Tehsin Taha, Qarabete Xaço, Seid Yusuf, Seid Hesen, Eyşê Şan, Mihemed Arif cizirî gihandin heta îro û naveroka mûzîka kurdî jî dewlemend bû û îro ji hîp-hopê heta rockê berhem tê dayî. Îro Kurd xwedî hunermedên wek Ciwan Haco û şivan Perwer’ê ne ku di qada navnetweyî de jî navdarin.
Bi taybetî piştî salên 90’î di mûzîka kurdî de dema koman destpêkir. Komên ku dest bi çêkirina mûzîka Kurdî kirin zêdetir ji ciwanên kurd ku li metropolan dijîn pêkdihatin û naveroka mûzîka wan jî him polîtîk bû him jî di warê şêweyê de jî senteza mûzîka gêlerî û mûzîka modern bû. Komên han di mûzîka Kurdî de pêşî li dejenere bûyînê girtin û rê nedan ku mûzîka Kurdî ji rêçên xwe veqete.
Her wiha komên wek kamkar jî ku ji rojhilatê Kurdistanê ne di qada navnetweyî de bi formên xwe yên gelêrî navdar bûn.
Li bakûrê Kurdistanê sazîbûna koman herî zêde bi saya NÇM pêş ket. Komên wek Koma Amed, Koma Mezrabotan, Koma Çiya, Vengê Sodirî, Koma Rojhilat, Koma Dengê Azadî, Koma Rewşen, Koma Gulen Xerzan, Mizgîna Sor, Koma Azad, Agire Jîyan komên ku herî zêde derketin pêş bûn. Li Ewrûpayê jî temsîlkarê vê yekê koma berxwedan bû. Hemû endamên Koma Berxwedan niha xebatên xwe yên solo li ser dîkan e.
Her wiha li gel wan koman Koma Kardeş Turkuler, Aynûr, Delîl Dîlanar, Şêxo, Îbrahîm Rojhilat, Rojda, Cewad Merwanî, Burhan Berken, Seyîdxan, Xelîl Xemgûn û çend navên din jî diwarê mûzîka gelêrî aKurdî de berhemên xwedî qelîta dan.
Mûzîka Kurdî heta dest bûna medyaya kurdî bi taybetî tv’yên kurdî bûn kela herî sexlam a zimanê kurdî û li pêşiya asîmîlasyonê bû dîwar.

Pirsgirêkên pêşketina mûzîka modern a Kurdî
Piştî salên 2000’î di mûzîka Kurdî de 2 cûre xebatê bal dikşîne. Yekem karên sivik û erzan ên ji bo firotinê ne. Duyem jî xebatên ser pêşxistina mûzîka Kurdî a gelêrî ne. Wekî mînak albûma bi navê “Sebra Min” a Rojda’yê ku mûzîka gelêrî a kurdî bi mûzîka elektronîk we hatiye sentez kirin mînakeke baş û pêşketî wan xebatn e.
Di mûzîka Kurdî xwedî derketina bingehên mûzîka gelêrî û dengbêjiyê girîng. Ji ber ku encax darekî ku rêçên wê xûrt û sexlem be dikare mezin be û bejna xwe hilde. Ji ber vê yekê parastina mûzîka gelêrî girîng e. Lê nayê vê maneyê ku ceribandinên nû, şêweyên nû nikarin bêne pêşxistin.
Di mûzîka Kurdî de bi taybetî di 15 salên dawî li gor pêşketina mûzîkê li cîhanê xebatên hevmed têne pêkanîn. Di destpêketê her çiqas hinek derdor dijî çêkirina şêweyên dervey mûzîka gelêrî derketibin jî piştre pewîstiya xebatên wsia hate fam kirin.
Ceribandinên pêşîn yê mûzika modern a Kurdî ji hin derdorên kevneperest ve bi tûndî hat rexne kirin jî pêwistîya vê yekê hêdî hêdî hat têgihîştin.
“Divê hilberîna mûzika Kurdî ji rehê xwe qut nebe”.Ev nêrîn raste.Tenê bi vê avahî mayîndeyî tê pêk anîn û rê li ber bêesilkirinê tê girtin.Her wiha asêyîya ku mûzika Tirkî û hin mûzikên milletên din ketine ewê mûzika Kurdî rizgar be.Ger mûzik ji çavkanîya xwe sûdmend be û geş be bi vî rengî dikare hêmanên mayîndeyî û biwespî bixûnife.Divê hilberîna mûzîka gêlerî û dengbêjîya Kurdî him bi avayekî klasîk him jî bi şêwe û sentezên nû were pêşxistin.
Hemû awa û şêweyên ku di mûzikên Cihanê de tê bikaranîn di mûzika Kurdî de jî beyî ku dejenere bikin divê were bikaranîn.Her Kurdekî ne divêt berê ku mûzika gelêrî a Kurdî hez bike.
Ger ciwanekî Kurd biwaze mûzika rock guhdarî bike divê ev bikaribe ku bi zimanê xwe vê şêweyî guhdarî bike.Di mûzika Kurdî de divê rock jî, cazz jî,ragge jî,blues jî,hip-hop jî,punk jî,disco jî ango hemû şêweyan were pêşxisitin.
Li vir de xala girîng qeliteya mûzika ku tê îcra kirin e.Li şûna zalveyê divê pêşxistin were esas girtin.Ango di mûzika Kurdî de rock çêkirin ev rock li gor pîvanên mûzika Kurdî be.
Kesekî bi navê Ciwan Haco ku berîya 30 salan girîngîya vê yekê fam kiribû.
Bê gûman wexta em mehsa mûzîka Kurdî a hemdem bikin divê navê Koma Wetanê ku yekem car forma rockê gihandine mûzîka Kurdî ji bîr nekin. Her wiha navên wek Abbas Ahmed, Mirady, Jan Axîn, Mehmet Atli, Koma Çar Newa, RocKurd, Sozdar, Jan Axîn, Mehmet Atli, Çar Newa Xêro Abbas, Abbas Ahmed, Koma Rewşen, Mirady, Nilüfer Akbal, Yekbûn, Rotînda, Koma Dengê Azadî, Koma Caz Piya, Koma Zelê Melê, Aramo, Rojin, Hamîd, Aras Resûl jî di pêşketina mûzîka moderon a Kurdî Kurdî rolên girîng lîstine û dileyzin jî…
Her wiha navên wek Serhado û Dezz Denîz jî li bakûr û li başûr Rizgar û çend navên din din mûzîka hîp-hopê bi bi zimanê Kurdî gihandin gûhdarvanên xwe.

Di mûzîka moderna Kurdî de cihê Ciwan Haco
Di mûzika modern a Kurdî de rola Ciwan Haco dîrokîye.Têr neke jî îro bi saya riya ku Ciwan Haco vekirîye,gelek albûmên bi awayên rock,pop-folk,pop,ent-cazz û hwd. ketiye nav arşiva mûzika Kurdî.
Tişte herî girîng ewe ku divê were eşkere kirin, karê ku Ciwan Haco dest avêtîye karekî kû pirr wêrekî lê hewceye.
Ciwan Haco bi avayekî profesyonel di dawîya salên 70î di destpêka salên 1980î de dest bi weşandina albûmên xwe kir.
Di wan salan de ji xeynî 2-3 mînakên veşartî di warê mûzîka modern a Kurdî de hebû.Lê vê demê guhdervanên mûzîka Kurdî muhafizekar bûn.Hewldanên pêşî ya çêkirina mûzîka modern a Kurdî ji ber bêeleqeyîyê heta ji ber kardanaweyê neçarî belav bû bûn. “Wek Koma Wetan” Albûmên wan hewldanan encax piştî 20 salên gihêşti bû asta ku layiqê bûn. Di mûzîka Kurdî ya gelêrî de piranî enstumantên wek tembûr,cura,bendîr,keman, bilûr,elbane û hwd. tê bi kar anîn. Di salên heşteyî tenê mûzîka gelêrî û dengbejî dihate çêkirin û dihate hez kirin.
Di demekî wisa de ne hêsan bû ku bi deng û şêwazekî “rojavayî” di nava mûzîka Kurdî bihata ba îcra kirin. Lê Ciwan Haco bi avayekî eqilane tevgeriya û mûzîka xwe bi temamî saunda(deng) rojavayî bi kar neanî û bi formên gelêrîya mûzîka Kurdî mûzîkeke hevbeş û cûda derxiste holê. Ev yek di zarokatîya Ciwan Haco de jî hebû.Ew Mihemed Şêxo,Mirodko û Qerebetê Xaco guhdarî dikir(bi taybetî Mirado û hez dikir).Lê armanca wî wî bingehî danîna tiştekî din bû. Ciwan Haco di hevpeyvînekî xwe de digot “Li gorî min Qerebetê Xaco ne zêde ji Cazê dûr,caz improvizyon û Mirodko û Qerebetê Xaco jî improvizyoneke baş derxistine holê”
Ciwan Haco wek şoreşvana mûzîka Kurdî dikare were bi nav bikin.Heta niha her albûmê Ciwan Haco bi baldarî hate şopandin û gûhdarî kirin. Ciwan haco (Ji xeynî Koma Wetan) mûzîka Kurdî de yekem car şêwazên modern wek rock,blues,cazz, etno-cazz, etno-pop,etno rock,elekronîk cazz bikar anî.Ango bi gotineke din Ciwan Haco destpêka Mûzîka Modern a Kurdî ye.
Ciwan Haco li gel hemû rexneyên neyenî armanca xwe dev ber neda û serket.Piştî Ciwan Haco gelek ciwan û mûzîkkarên kurd dest bi çêkirina mûzîka modern kirin û ev yek jî bû egere pêşketina Mûzîka Kurdî. Albûmên Ciwan Hacobi avayekî giştî bi şêweyên nêzî hev hatibîn amade kirin jî di her albûmê xwe de motîfên cûda bikar tîne.
Di albûmên wî de bi giştî şêwazên rock(em dikarin bibêjin rocka Kurdî rocka kurdî),cazz,etno caz,elektro cazz,folk,rock,folk pop,pop,blues û mûzîka gelêrîya Kurdî cîh digrin. Mûzîk bi giştî ser 3 bingehê rûdine.”Rîtm”,”melodî” û “armonî” ye.
Ciwan Haco di albûmên xwe yên pêşîn zêdetir giranî daye melodî û rîtmê di albûmên xwe yên dawîn de jî armonî û rîtm di pêşde ye.Ango hêmana rîtm hatiye parastin.Parseng û guherîn hêmanên herî giring ya mûzîka Ciwan Haco ye.Ciwan Haco ji albûmên xwe pêşî bi awazên xwe destpêkirîye ango gotin û mûzîkên stranên wî zêdetir aîdê wî bû. Em dikarin bi kurtî derbarê albûmên Ciwan Haco de agahîyên wisa bidin;
Dibe ku qiymeta vê albûmê jî piştî 10 salê were fam kirin.Lê xwedî derneketina Ciwan Haco jî “Derya” yê re tiştekî xemnak e. Ku bo vî albûmê tu klîp nehatîye kişandin. Ciwan Haco her tim mûzîka xwe an go bi gotineke din mûzîka Kurdî pêşxistîye û li gor rewşa giştîya neteweya Kurd û têkoşîna rizgarîya Kurdistanê navaroka albûmên xwe jî guhertîye.
Em wexta vê gûherîna di nava gûherînê de binêrin ku gûherînek biwesf e ka gelo Ciwan Haco di albûmê xwe ya bê de çi surprîzan bike. Ciwan Haco her tim bi peyamên xwe yên Kurdeyatî jî bal dikşîne û tu carî xizmeta “grubeke sîyasî nekirîye û hewl daye ku li gel hemû xelatîyên hin gruban hunera xwe bigehêjîne Neteweya Kurd.
Divê nifşên nû berê xwe bidin bingeha mûzîka kurdî. Ger hûnermdên kurd çavkaniya xwe ji mûzîka gelêrî ya kurdî vernegrin çi modern be çi jî gelêrî be nikarin tiştekî biqelîte û baş û Kurdewarî biafrînin.
Ciwan Haco yekemîn car bala Cîhanê kişande ser mûzîka Kurdî.bi Ciwan Haco mûzîka Kurdî ku li Tirkîye nedihat pejirandin bala “entelluktelan” kişand. Bandora Ciwan Haco ewqas mezin bû ku gelek texlîd an jî dirûvê wî derketi bûn holê.
Ciwan Haco bi avayekî stratejîk tevdigere û him ji alîyekî mûzîka gelêrî-klasîk a Kurdî diparêze ji alîyekî bi naveroka albûmên xwe bo hunera Kurdî dibe mînakeke bêhempa û him jî bi bikaranîna şêweza rojavahî bi formên Kurdî derîyên mûzîka Kurdî bo Cîhanê vedike û mûzîka neteweya bêdewlet û kêm bazar bi avayekî wêrekî digîhîne û asta navneteweyî.Bi vî avahî him bo mûzîkarên din yê Kurd dibe mînekekî sembolîk a xwebawerîyê û him jî zêde xwebawerîya giştîya Kurdan. Mijara hatina Ciwan Haco bo bakûrê Kurdistanê bi taybetî bo Amedê jî wek efsaneyek bû û Ciwan Haco bi pêkanîna xeyalên xwe enseneyekê jî kir rastî.Li Batman û Amedê Ciwan Haco carekî din cûdahîya xwe û rola xwe ya girîng bi pêş çavan xist.
Cihêkî taybetî ya Ciwan Haco di nava gelek Kurdan de heye.Bi taybetî ya ciwanan. Gelek kes di dibistanê de Ciwan Haco naskirin bi taybetî li bakûrê Kurdistanê.Gelek evîn,êş û şadî li gel stranên razdar(mistîk) û kûr ya Ciwan Haco de hate jiyîn. Di zanîngehan de gelek kes bi Ciwan Haco re mûzîka Kurdî heta rastîya Kurd û Kurdistanê naskirin.

Di mûzîka Kurdî de xetimîn û şerma Unkapani….
Di Muzika Kurdî de keşêya herî girîng nebûna pêşesazîya Mûzika Kurdî ye.Arîşeyek din jî ku vê arîşe hemû mijaren diyar dibe ji nebûyîna dewleekî navendî û serbixwe ya Kurdistanê ye.Ji ber wan pisgirêkan riheke hevbaş a Mûzika Kurdî pêk naye.Meselyek din ku zirarê dide Mûzika Kurdî ,wergerandin û talankirina bir sedan klam û stanên Kurdî ye.Çi heyfe ku, gelek caran ev talan bi destê Kurdan tê çêkirin.
Radyoyên Bexda,Tehran û Êrîvan pêşketina Mûzika Kurdî de rolekî girîng leystine. Mihemed Arif Cizrevî,Meyrêmxan,Hesen Cizrewî,Hesen Zîrek Aram Tigran,Şakiro,Qerebetê Xaco,Eyşê Şan û gelek navên din bi wan radyoyan dengên xwe gihandine guhdarvanên Kurd.
Di Muzika Kurdi de herî zêde di şêweyên mûzika gelêrî a Kurdî,mûzaka gelerî aKurdî yê modernizekirî, modern(pop-rock-cazz-pop folk,etno-rock…) û şêweya Dengbejî deberheman tê hilberandin.Kurd hilberîna xwe ya muzikal bi hûnermendên Şakiro, Mehemed Şêxo, Tehsin Taha, Qarabete Xaço, Seid Yusuf ,Seid Hesen,Hesen Zîrek hatiye roja îro edî karine ku perisînin binesazîyake modern.Îro Mûzika Kurdî xwedî hunermendên wek Ciwan Haco û Şivan Perwer ku di qada navneteweyîde bi navûdengin.
Di demên dawî Muzika Kurdî bi hevrastê Mûzika Cihanî xebatên modernize kirî tên kirin -ku divê wisa be-.
Ceribandinên pêşîn yê mûzika modern a Kurdî ji hin dordorên kevneperest ve bi tûndî hat rexne kirin jî pêwistîya vê yekê hêdî hêdî hat têgihîştin.
Xebat û hilberîna di dengbejî û Mûzika Gelêrîya Kurdî de divê were piştgirî kirin heta,xebatên bi vê şêweyî ne bi dengekî xirab li gorî standartên(yekgirtîyên) sounda Cihanî divê bêne pêkanîn.Divê cûdahîya Mûzika Kurdî jî ji mûzikên din li Cihanê bûne “hît” ev be.Divê hilberîna mûzika Kurdî ji rehê xwe qut nebe.Tenê bi vê avahî mayîndeyî tê pêk anîn û rê li ber bêesilkirinê tê girtin.Her weha asêyîya ku mûzika Tirkî û hin mûzikên milletên din ketine ewê mûzika Kurdî rizgar be.Ger mûzik ji çavkanîya xwe sûdmend be û geş be bi vî rengî dikare hêmanên mayîndeyî û biwespî bixûnife.
Lê belê wateya bêesikirinê ne dijî derketina mûzika modern e.Hemû awa û şêweyên ku di mûzikên Cihanê de tê bikaranîn di mûzika Kurdî de jî beyî ku dejenere bikin divê were bikaranîn.Her Kurdekî ne divêtbare ku mûzika gelêrî a Kurdî hez bike.Divê mûzika gelêrî a Kurdî were çêkirin,were parastin,were pêşxistin,were teşvîq kirin,were dorfirehkirin lê raste ku herkesî re were ferz kirin.Ger ciwanekî Kurd biwaze mûzika rock guhdarî bike divê ev bikaribe ku bi zimanê xwe vê şawayî guhdarî bike.Di mûzika Kurdî de divê rock jî, cazz jî,ragge jî,blues jî,hip-hop jî,punk jî,disco jî ango hemû şêweyan were pêşxisitin.Li vir de xala girîng qeliteya mûzika ku tê îcra kirin e. Li şûna zalveyê divê pêşxistin were esas girtin.Ando di mûzika Kurdî de rock çêkirin ev rock li gor pîvanên mûzika Kurdî be.
Tiştê ku mirov pirr eciz dike ewe him bi taybetî li Kurdistana Azad,him jî li Kurdistan Bakûr û li Ewrûpa mercên afirandinê hemû imkanan heye lê gelek hûnermend diçin li Stenbolê albûmên xwe tomar dikin.Ev yek bo Kurdan cihê şermezarîek mezin e.Ev rewş nîşanî dûrbûna ji nirxên sincî û netewî a hin hûnermên û produktorên Kurd nîşan dide.Îro ev navend diviya bû ne Stenbol Hewlêr û Amed bûya.Mûzika Kurdî ku çerxa berjewendî û dêkûdolaban a Unkapanî de were afirandin bila tu kes pêşketin ji mûzika Kurdî hêvî neke.
Hilberîna mûzîka Kurdî a roja me li gor asta destkeftî û berdelên têkoşîna rizgariya netewyî ya Kurdistanê ne zêde geş e. Her çiqas mûzîk gelêrî a kurdî xwedî hilberîn û xerîdariyê be jî piranî xwedî qeliteyek nimz derdikevin pêşberî gûhdarvanan. Kurd di nava gûherîneneke mezin a civakî û sosyal de ne. Kes û beşên ku civaka kurd pêk tînin xwedîyê jiyan û şêweyên cûda ne. Ev cewaziya şêweya civakî bandaorê li mûzîka Kurdî jî dike.
Di mûzîka Kurdî de bi giştî 4 şêwe derdikevin pêş. Ew mûzîka gelêrî, mûzîka hemdem, mûzîka nîv-gelêrî nîv erebesk û albûmên xwedî produksiyona lawaz û bêqelîte ên govend û dîlanû dawetan.
Mixabin Kurdistana Federal ku di gellek qadan de rola pêşengîyê girtiye serxwe di pêşketina mûzîka Kurdî de rolekî pir xirab dileyze. Her wiha li bakûrê kurdistanê her çiqas xebatên baş çêdibin jî ji ber sedemên mp3, înternet, korsan û bêhestiyariya Kurdan para bazara mûzîkêa Kurdî a di bazara mûzîka a li Tirkiyeyê de ji %25’an daketiye ji %5’an
Tiştê herîkambax jî ewe ku hê jî him li bakûrê Kurdistanê him li Ewrûpayê û him jî li başûrê Kurdistanê delfetên berfireh hebin jî hunermedên Kurd albûmên xwe li Stenbolê çêdikin. Diviya bû ku îro navenda mûzîka kurdî ne Stenbol, Amed û Hewlêr bûya.
Li Unqapaniyê mûzîka kurdî di destên dûrî bingeha mûzîka Kurd tê talan kirin û dejenere kirin. Serde jî polîtîkayên şaş a televîyoznên Kurdî vê rewşê hê xirab tir dike. Televîzyonên kurdî mûzîka kurdî yan dikin amûrê îdolojiyê an jî diki qûrbana “navdar” kirinê.
Li cîhanê tu milletan de ecebiya ku hûnermedên Kurd dikin nîne. Piraniya malperên stranbêjên Kurd bi Tirkî ne û di jiyana xwe ya rojane de jî Kurdî bi kar naynin. Û hunera xwe bi Kurdî dikin.. Ka ev huner çiqas dikare “Kurdî” be hûn bifikirin.
Divê nifşên nû berê xwe bidin bingeha mûzîka kurdî. Ger hûnermdên kurd çavkaniya xwe ji mûzîka gelêrî ya kurdî vernegrin çi modern be çi jî gelêrî be nikarin tiştekî biqelîte û baş û Kurdewarî biafrînin.
Divê mûzîka Kurdî ji ve vegere rihê xwe û elsê xwe. Her sal li gel hemû astengî û kêmasiyan bi dehan albûm cihên xwe di arşîva mûzîka kurdî de digrin. Hûnermend û komên wek Ciwan Haco, Şivan Perwer, Koma Dengê Azadi ,Koma Çar Newa, Zekerya, Leyla Feriqî, Aynur, Mehmet Atli, Abbas Ahmed, Rotînda, Koma Hîvron, Dîno, Hanî, Jan Arslan, Bêrî, Şener Yildiz û hwd.. nîşan didin ku berhemên bi qelîte jî dikarin bibin popûlar û gûhdarvan xwedî li wan derdikevin.


Ji bo ku mûzîka Kurdî bigehêje asta ku layiq dike;
-Him li bakûrê Kurdistanê û him jÎ li Kurdistana azad studyoyên li gor pêwîstîyên demê divê bên damezirandin. Divê wezarta Çandê ya hikumeta kurdistana Federal rê li hilberînên xriab bigre û hilberînan kontrol bike.
-Divê şîrketên mûzîka Kurdî ji bo firotin û nasandina albûmên Kurdî stratejên baş peyda bikin û pêwîstiyên dema nû baş fam bikin û bi taybetî giraniyê bidin înternetê.
– Di bi taybetî li bakûrê kurdistanê di hemû perçeyên Kurdistanê de aqademiyên mûzîka Kurdî bêne ava kirin û xebatên pêwîst bi tevlî bûna hemû hûnermend û saziyan bêne meşandin û biryarên hevbeş bêne bicîh anîn. Her wiha divê Yekîtiya Mûzîkjenên kurdistanê ku hemû hunermnedên Kurd digre bin banê xwe were damezirandin.
– Divê li bakûr û başûrê kurdistanê konservatuarên mûzîka kurdî bêne vekirin. Her iha divê ji bo zarokan dibistanên mûzîkê bêne vekirin.
– Divê klîbên kurd bi avayekî bi qelîte bêne kişandin û ji bo hemû llîbên kurdî standartên hevbeş bêne destnîşan kirin.
– Divê wexta albûmek bê amde kirin girîngiyê li promosyonê jî were dayîn û dev ji bi kar anîna Tirkî an jî Îngîlîzî were berdan.
– Divê gûhdarvanên Kurd dev ji korsana berdin û fam bikin ku sektor bûna mûzîka Kurdî encax bi zêde firotinê pêK tê.
– Divê hunermedên Kurd di warê zimanê kurdî de bi hestiyarî tevbigerin û malperên xwe bi Kurdî amade bikin.
– Derbarê mûzîka Kurdî de projeyên navneteweyî pêşkeşî UNESCO, NY û YE bêne pêşkeşkirin.
– Divê dev ji teqlît kirina mûzîka Tirkî were berdan û neye ji bîr kirin ku herî zêde îxtîyaca Tirkan bi texlîd kirinê heye.
Çavkanî
Kürt müzik grupları – Hasan Güner
Metropolleşme ve Türkiye’deki Kürtlerin müziği- Vedat Yıldırım
Geleneksel Kürt müziğine genel bir bakış – Derleyenler: Nezan Newzat Çelebi, Vedat Yıldırım, Aytekin G. Ataş
Kürt Müziği – Erol Mutlu, Kendal Nezan, Mehrdad R. Izady, Ayako Tatsumura, Christian Poche, Dieter Christensen, Archimandrite Komitas – Avesta Yayınları
Tarz û Stîlên muzika Kurdî- Rotînda Yetkîner
Kürt Müziği, dansları ve şarkıları – Mehmet Bayrak – Özge yayınları
Nêrînêk Li Dîroka Kurdistanê -Zekî BOZARSLAN (Weşanên Doz)
HAWAR NET/MuzikKurd (www.muzikkurd.hk-mg.net)
çavkanî: hawarnet

59

Diyarbekir: Slogana “Jina delal jina bejinzirav e” di nava Kurdan de ne populer e. Ne jinên kurd dixwazin zeîf bibin û ne jî mêrên kurd ji jinên bejinzirav hez dikin. Diyetisyen Muhammed Şahîn, eşkere kir ku Kurd ji jinên bejinzirav hez nakin û jinên kurd jî naxwazin bibin sifir beden.

 Jinên bejinzirav ku di medyaya tirk de pir zêde pesnê wan tê dayîn, di nava Kurdan de populerîteya xwe wenda kirin. Di nava Kurdan de şîretên ji bo jinan ên weke “Bi qasî qutiya niftikekî penîr bixwin”, “ji bo zeîfbûnê nan nexwin” û “nêzî şekir nebin” hema hema qet bi kêr nayên. Diyetisyen ji bo jinên ku dixwazin bejna wan zirav be û ji qelewiyê xilas bibin re dibêjin “pêşî tenduristî” û wiha dibêjin: “Ji her xwarinê hindik lê tim bixwin. Hûn nikarin bi birçîkirina zik û bi xwarineke yek cûre ji kîloyên xwe xilas bibin.”

 ‘Em hêj bi meqarne re nan dixwin’

 Diyetîsyenê Nexweşxaneya Venî Vîdiyê, Dr. Muhammed Şahîn, ku rêya bejinziraviyê nîşanî jinên qelew dide, derbarê xwarina Kurdan û daxwazên zeîfbûna jinan de, ji Rûdawê re axivî. Şahîn bal kişand ku li Bakurê Kurdistanê zêdetir xwarinên bi rûn, karbonhîdrat û şekir tên tercîhkirin û wiha got: “Civaka me hê jî bi meqarne û birincê re nan dixwin. Ev cureya xwarinê bi mirov re kîloyên zêde çêdike. Dema mirov difikire ku birinc û meqarne bi rûnê nivîşk tê çêkirin, wê çaxê ev pirsgirêk du qat zêdetir dibe.” Şahîn diyar kir ku piraniya nexweşên wî yan bi gazinca nexweşiya dil, şekir, kolesterol an jî daxwaza zeîfbûnê tên ba wî û eşkere kir ku piraniya jinan ji bo zeîfbûnê serî lê didin.

 ‘Zeîfbûn di destê jinan de ye’

 Şahîn da zanîn ku ew ti caran garantiya “tu yê ji sedî sed zeîf bibî” nadin ti kesî û got ku di zanistiyê de ev tişt ne pêkan e. Şahîn wiha axivî: “Diyet li gorî mirovan diguhere. Awayê jiyana mirovan pir girîng e. Em li vir awayê jiyana mirovan pirsyar dikin. Em serê pêşîn li çîroka wê guhdar dikin. Ev kes çi dike? Dixebite yan na? Piraniya wextê xwe li ku derbas dike? Çiqas pere qezenc dike? Bersiva van pirsan ji bo me pir girîng e. Çimkî divê em ji bo wan kesan cureyê xwarinan rêz bikin, lê ger ev kes nikaribin tiştên em dinivîsin bikirin, wê çaxê ti wateya diyetê namîne. Jixwe ne pêkan e ew diyet pêk bê. Çimkî ew kes jixwe nikarin wan tiştên ku em ê pêşniyar bikin bikire.”

 ‘Bedena sifir naxwazin’

 Şahîn bal kişand ku li Amedê û bajarên kurdan ji jinên bejinzirav hez nakin û jixwe bi jinên vê erdnîgariyê re kompleksa “bedena sifir” tune ye. Şahîn nêrînên xwe wiha anî zimên: “Komeke marjînal ku bedena sifir dixwaze, hertim heye. Lê serê me bi vê pirsgirêkê re naêşe. Li herêmê ji jinên bejin zirav hez nakin. Jin jî naxwazin pir zeîf bin. Di vî warî de dikarim vê bêjim; li herêmê hejmara jinên ku ji bo sitandina kîloyan serî li me didin jî ne kêm in. Dayîna kîloyê bi serê xwe ne tenê di destê diyetîsyenan de ye. Divê pêşîn mirov lêkolîn bike ka di metabolîzmaya wan kesan de pirsgirêk heye yan tune ye. Tîroît di zeîfbûnê de cihekî pir girîng digre. Ji bo kesên ku dixwazin kîlo bistînin, em pêşî lêkolîna tîroîtê dikin.”

Bawer Çem
Rudaw.net

65

Gabar Çiyan: ”Di Edebiyata Kurdî dîmenên erotîk û çarçoveya etîkî” mijarek giring e…
Dîmenên erotîk di gelek berhemên kurdî de rojane derdikevin pêşiya me. Di dawet û dîlanan de, jin û mêr xwezaya berhemê dipejirînin û dîlana xwe dikşînin. Bandora çandên biyanî û tercumekirina şaş ya îdeolojiyan, sansura şexsî û tabûyên şiklî rê li ber digirin ku dewlemendiya gelerî derbasî ser rûpelan bibe.

Divê em tevayên pirsên xwe eşkere niqaş bikin. Çi pirsan nekin tabû. Pîvanên exlaqî li ber çavan bigirin, li dîtinên hev guhdarî bikin û sudan ji hev bigirin. Pêwîst e nêrînên cewaz nebe sedema nexweşî û sêrêşan. Xeletiyan bi rêya rexneyên biratî û dostaniyê rast bikin.
Li ser vê bingehê, em vê pirsa giring didin ber niqaşê û dîtinên cewaz bi we re pay dikin…
Nivîskar Silêman Demir:
Hêza wê stûnek bingehîn ên jiyanê ye

Silêman Demir Kîye

Demir, serê adara 1956-an li Hebîsê, gundê Nisêbînê çê bûye. Ew li gund çê bûye, lê li Nisêbînê mezin bûye. Ew ji sala 1986-an ve li Swêdê dijî. Heta niha sê romanên wî derketine. Wî hin werger jî kirine û wek pirtûk hatine weşandin. Demir him kar dike û him dinivîsine. Nivîskar Demir li Swêdê dijî.
– Di wêjeya devkî, di stiran, serpêhatî û çîrokên kurdî de erotîk mijarek bingehîn xuyanî dike. Dîtina we ji vê awirê li ser çand û edebiyata kurdî çi ye?
S.D. Ev rastî, ji ber hêza wê ya xwezayî ye. Ez dixwazim pêşî bibêjim ku erotîk, wek gotin, bi Yûnanî ye, ji gotina eros tê û evînê. Di hiner de wek nîşandana laşê jin û mêran û pêwendiyên seksî tê zanîn. Her wilo gotina erotîk di hiner de, bi ber, bereketê û karîna xwedayî re pêwendîdar e û mirovan destûra ku ev yek bandorê li xwestin, kar, pêwendî û psîkolojiya wan bike dane wê. Mirovan di dema antîk de bawer dikirin ku ew derfeta jiyanê ye û ew dike ku jiyan berdewam be. Ji xwe bawer dikirin ku dinya bi xwe jineke spehî ya har e û erotîk dike ew bikaribe her babet xwarinê bide mirovan, haywan û çûk çêlîkan bînin.
Hez û hêza ji bo erotîkê him ew e û him jî bûyereke biyolojîk e, hêleke xwezayî ya jiyana mirovan e, stûnek ji stûnên bingehîn ên jiyana wan e. Ew bixwazin nexwazin, ew di jiyana wan, hiş û hêviyên wan de heye. Mirov, ji bo gihiştin û bidestxistina wê, bal û wextê xwe bi kêfxweşî didinê û xwe diwestînin. Ferq nake mirov ji kîjan miletî ye, ya jî baweriya mirov a olî çi ye, ew her heye. Li gora miletan, çand û ola wan, erotîk dikare bi azadî bê jiyan û ya jî qedexeyek li ser hebe. Lê di dilê tevan de bi qasî hev heye û wê her hebe. Ev çend hezar sal in ku mirov erotîkê wek mijara hiner bi kar tînin û dijîn, lê ne jê têr bûne û ne jî gihiştine baweriya ku serrast kirine. Ew xemleke hiner a abadîn e. Ew kaniya xwestineke bê dawî ye. Bi baweriya min ev yek dike ku mirov cîhekî girîng bidin erotîkê. Heger bi nivîskî ne azad be, wek li ba me bi muzîk tê gotin û pêşkêşkirin.
Li ba me kurdan, him ji ber ku qedexebûneke olî li ser heye û him jî hinera me ya nivîskî bi qasî ku hewcedariya mirovan pê heye, dîmenên bi erotîkê xemilandî nedaye wan û kêmasiyên hiner temam nekiriye, ew di muzîkê de xurt bûye û xweşiyê wilo dide mirovan. Carnan gelekî kûr dadikeve û tixûbên qedexebûna olî û çandî gelekî derbas dike. Lê em kurd bi kêfxweşî lê guhdar dikin û eyb nabînin. Navên hêlên bedena jinan ên ji navikê ber jor ve, hemû heşkere tên gotin, hejmartin û pesinandin. Çawa xweşî jê tê dîtin û pê tê dan, hemû tên gotin.
– Bi giştî, erotîk di romana kurdî de xwe ji tabuyê rizgar nekiriye.
Dîtina te li ser pirsê çi ye?

S.D. Bi baweriya min ev yek bi bingehîn ji ber qedexebûna olî û çanda ku di bin bandora olê de maye, tê. Ji ber ku hîna hemû tabûyên di vê derbarê de nehatine hilweşandin, her yek xwe bi xwe sansur dike. Baweriya serdest ew e ku wê eyb bê dîtin, wê neyê pejirandin. Her wilo, bi baweriya min, bikaranîna erotîkê di berhemên edebî de, bêyî ku beloq û wek pîneyekî xuya bike, nê hêsan e. Her yek nikare xwe lê rakişîne.
Lê bi qasî ku ev zahmetî û qedexe li ber erotîkê heye, di edebiyata kurdan de baş hatiyê bikaranîn. Mem û Zîn cîhekî baş dide vê mijar û xwestinê. Vê dawiyê li welêt hin helbestvan û çîroknivîsar bi dilêrî radihijin vê mijarê. Ez bawer im ku wê di dema pêş de awayê bikaranînê baştir bê naskirin û xweştir bê bikaranîn.
– Îdeolojî û baweriyên olî yên biyanî li Kurdistanê, ji awira tabukirina dîmenên erotîk û cîhana xeyalê bandora xwe ya neyênî çawa dikare bê şirovekirin?
S.D. Ez dikarim bi hêsanî bibêjim ku îslamê xisaratên mezin di vê derbarê de jî da exlaq, xwestin, hêvî û çanda me. Dîrok dide zanîn ku em kurd di vê derabarê de pir lîberaltir û firehtir in. Muzîka me jî vê yekê dide xuyakirin. Lê bi xurtbûna îslamê ya li welatê me re, ew lîberalîzma me bû paşverûbûn û firehbûna me jî cîh da qedexebûnan. Em kurd, di vê dereberê de ne jiyana xwe dijîn. Îslamê û kolonyalîzmê çanda xwe kir dewsa ya me.
Vê yekê ne tenê derfeta xweşiya dîtin û bihîstina erotîkê ji me stendiye, lê bi awayekî tarî zincîr li mejî û ramanvaniya me ya jiyana rastî jî xistiye û civat jî ji hev de xistiye. Mêr dane aliyekî û jin dane aliyê din; em kirine wek du civatan. Û her ku diçe ji hev dûrtir dikevin. Êşa birîn û tabûyên di vê derbarê de, ji bo ciwanan dibe îşkenceyeke dijwar a ku seranserê rojan mejiyê wan dagir dike.
– Car caran di romanên kurdî de dîmenên erotîk xuyanî dikin. Hinek ji wan bi hosteyî di nava berhemê de hatine hilandin, hunandin. Lê hinek jê jî, bi xetên qalind derdikevin holê. Çarçoveya etîkî û ya hunera nivîsîna romanê ji awira bikaranîna dîmenên erotîk çi ye?
S.D. Hinera romanê, ji peykervaniyê fêrî erotîkê bûye. Erotîk seranserê dema klasîk mijara peykervaniyê bû. Gava ku b.z. dor salên 450 kirasê Afrodihe jê hat kirin û peykerê wê tazî hat çêkirin, êdî dîwarê di vê derbarê de li ber erotîkê yê dawî jî hat hilweşandin. Her wilo xwedayên zilam jî tazî hatin çêkirin. Bi wî awayî spehîbûna jinbûnê û hêza egîtiya zilaman dihat heşkerekirin. Wênevaniyê jî erotîk wek peykervaniyê girt. Helbestvanî her wilo. Gava bi dû re roman wek hiner geş bû, wê jî hêdî hêdî erotîk ji xwe re kir mijar û firehtir kir. Li hin deveran û hi caran bû dîmenên dema seksê yên bêkêmasî. Êdî gelekî xwezayî ye ku romana kurdan jî bide ser vê rêyê. Lê rast e, dîmenên erotîkî di romana kurdî de, hin caran ne bi hostayî hatine bikaranîn û beloq dimînin, wek xwestina nivîskêr tên xuyakirin. Bêguman divê ev yek jî wek hemû mijaran xweş, di cih de û gava hewce be nerm bê bikaranîn. Nabe ku mirov li gora xwestina xwe bikeve nav û xwe lê berde. Her wilo nabe ku mirov hema jinekê ji zilaman re tazî bike û bike xweşiya dil û çavên wan. Ya jî berovajî vê. Û nabe ku hima nû gava jin û zilamek li deverekê tenê bimînin, mirov wan berde ser hev. Divê ev yek li gora herk û çûna romanê dibe. Heger ew ê xwe ji hev re tazî bikin, wî çaxî divê nivîskar destûrê bide wan û nekeve pêşiya wan. Ya jî, heger rewşa çîrokê û bûyeran rê nade tiştekî wilo, divê nivîskar tu kesan bi zorê tazî neke û dîmenên erotîkî yên ne hewce ava neke. Divê nivîskarek bikaribe têbigihije bê ma mirovên bi rastî çawa wê hêla jiyana xwe dijîn û li gora wê bike mijara romana xwe. Divê ew rûmetê bide xwendevan rolgirên romana xwe, divê ew wan ji hev re erzan û nizm neke.
– Di romanê de xetera dîmenên erotîk ku ber bi porno ve here çiqas heye? Mirov çawa dikare vê cewaziyê derxîne holê?
S.D. Erotîk evîn û xwestinên evînî ye; lê ji ber ku erotîk di gotina rojane de bûye navê dîmenên seksî, tirs û metirsek di vir de heye. Lê divê bê zanîn ku porno kar û tîcareta bi tazîkirina jinan û kirina seksê ye, lê erotîk bi xwestina mirovan ya azad e. Heger erotîk wek gotin di wateya tazîkirin û dîmenên seksî yên bêpîvan de bê bikaranîn jî, ez bawer im ku tu romannivîsarê xwedî hiş, erotîkê bibe heta porno. Herî zêde, dibe wek gava mirov di jiyana rast de dijîn, ew karekî mirovan yê mirovî ye, mafê wan yê ku mirov wan zêde nerehet neke di stûyê mirov de heye. Rastiyeke din ew e ku divê bê zanîn ku ne xwestin û karîna nivîskar bike mirov di romanê de seksê bi hev re bikin. Heger herka çîrokê û pêwendiyên jiyana mirovên di romanê de wan bibe wir, wî çaxî nivîskar bes tenê destûrê dide wan. Tiştê nivîskarek dikare bike, ev e, ne bi gotinên erotîkî avakirina dîmenên seksî û pê sorkirina mirovan e.
– Erotîk di romanê de dikare carna bi zimanek xurt, bi hunerek bilind cihê xwe bigire. Lê ew dîmen dikarin zêde ekstrêm bin. Sînor ji bo dîmenên wisa çiqasî pêwîst e? Bi danîna sînoran, azadî û hîsên nivîskar nayên sînorkirin?
S.D. Bi min, bersiva berî niha, bersiva vê pirsê jî dide. Lê ez dixwazim bibêjim, nivîskar mirovekî/e rewşenbîr e, ew seksê wek mafê mirovan yê xwezayî û bingehîn nas dike. Her wilo ew ji sansurê jî hez nake, ew ji mafê gotinê û jiyaneke azad hez dike. Gava mirovên çîroka wî/ê di romanê de dikin û dixwazin bên ba hev, ew nikare û naxwaze wê yekê li wan qedexe bike û wan ji hev bistîne. Her wilo heger ew hewl bide tiştekî wilo bike, wê xuya bike û ew xuyakirin wek gemareke genî bikeve romanê. Kî dixwaze romaneke wilo bixwîne! Romannivîsar, ne hisên xwe, lê ew çîrokekê dinivîse. Divê ew wê çîrokê tevî binivîse/bibêje.
Zarathustra News – zarathustra_news@comhem.se

21

Li navenda Beyogluya Stenbolê atolyeyeke şanoyê… Di nava şert û mercên gelek zehmet û dijwar de, hewla pêkanîna şano ango ‘tiyatroya kurdî’ didin. Heta ji min tê, berê xwe didim avahiya ku ji kavilbûnê anîne merhaleya leystikên hunerî. Dibêjim ‘kavil’… Ji ber ku wan camêrên hanê, wan dildarên hunera kurdî avahiyeke ‘sergoyî’ kirê dikin, ne bi rojan lê bi mehan tamîrat û tadîlatan dikin û di ber re jî çavkanî, serpêhatî, çîrok û meseleyên bav û kalên xwe pêşkêşî dêhn û bala şanohezan dikin…

Seyr-î Mesel, di Sermaweza 2002’yan de ava dibe…
Her çiqas ev çar sal in kar û barên hunerî dimeşînin jî, rabirdû û bingeha xebata Seyr-î Meselê diçe 15 sal berê. Lewre berî ku bê avakirin, kom xebata hunerî di bin banê ‘Teatra Jiyana Nû’ ya Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) de dimeşand. Şayanê gotinê ye ku Teatra Jiyana Nû, di sala 1992’yan de dest bi xebata şanoyê kiribû ku hê jî wekî komeke NÇM’ê xebatên xwe berdewam dike. Paşê ji ber hin sedemên navxweyî, komek veqetiya û bi 25 kesan Seyr-î Mesel hate damezirandin.

***
Li gorî derhêner û avakarê Seyr-î Meselê Erdal Cevîz pirsgirêka herî mezin a li pêşiya tiyatroya kurd, di warê sazîbûnê de derdikeve holê. Li ser vê yekê bigazinc e: “Di her warê sazîbûna kurdan de problem hene. Helbet mesele bi ‘pirsa nasnameyê’ ve jî girêdahî ye. Bo nimûne, di warê peydakirina malzeme û mijaran de tu kêmasiyên me tunene. Di pêvajoyeke ku tiyatroya kurdî li ber sekeratê ye de, di nava mehekê de bi du leystikan em derketin pêşberî hezkiriyên tiyatroya kurdî. Îro behsa tu mijaran, behsa sê efsane an çîrokên kurdan ji me re bike, emê bikarin hefteya pêşiya me bikin tiyatro û diyariyê we bikin..!” Dibêje û berdewam dike: “Lê, em salonên şanoyê peyda nakin, li welêt cihê ku em bikaribin lê tiyatro bikin, wekî tiliyên destekî kêm in mixabin…”

Seyr-î Mesel, li gorî baweriya min sazîbûneke wisa ye ku bi awayeke profesyonel lê bi rûhekî amator kar û barên xwe dimeşîne. Heta niha bi her du zaravayên kurdî; kurmancî û zazakî (kirmanckî) –kêm caran bi zimanê tirkî- derketiye pêşberî temaşevanên xwe. ‘Qal û Qir’ yekem leystik e ku di sala 2003’yan de bi zaravayên kurmancî û kirmanckî bo dêhn û bala temaşevanan hatiye leyîstin. Min bixwe jî du caran li ‘Qal û Qir’ temaşe kir ku bi ya min ‘şaheser’ek e şanoya kurdî ye. Tevî vê leystikê, tevahiya lîstikên Seyr-î Meselê, bêyî ku metneke nivîskî hebe bi performans û awayeke ‘xwe bi xwe-dogaçlama-‘ tê pêşkêşkirin. Gelek caran hew mirov dibîne ku temaşevan bixwe jî bûye beşek ji hêmayên şanoyê û rasterast xwe di nava axaftin û performansê de dibîne. Ji bilî Qal û Qir;
‘Kemero Bask’ (kirmanckî, 2003),
‘Xezika Tebeşîrê’ (kurmancî-ji bo zarokan, 2003),
‘Sayê Morû’ (Şahmeran, çîrok, kirmanckî, 2005),
‘Sêva Periyan’ (Çîroka Elbistanê, kurmancî, 2005),
Mesele ne kadar Ozağ?’ (tirkî-kurdî, 2005),
‘Xewn û Xeyal’ û ‘Jan û Xeyal’ (Ji du perde û 11 kurtelîstikan pêk tê, kurdî, 2007),
Öç (intikam-ji Orhan Asena, tirkî, 2006),
‘Arkadaş Arıyorum’ (tirkî, ji bo zarokan, 2006)

***
Heta niha ji bilî bajarên Stenbol, Enqere, Îzmîr, Edene û Mêrsînê; li 10 bajarên kurdan –Diyarbekir, Dêrsim, Wan, Riha, Batman, Çewlik, Şirnex, Erzingan, Dîlok û Mêrdînê- û li navçeyên bi navê Misirc (Kurtalan), Silopî, Farqîn, Cizîr, Qoser, Nisêbîn, Mazîdaxî, Bismil, Pîran, Mazgîrt, Xozat, Wêranşar û Wartoyê temaşevan bûne mêvanên Seyr-î Meselê. Armanca komê ew e ku salê carek derkevin geşta şanogeriyê li Kurdistanê… Yekem car di nîveka vê mehê de ew dê biçin Başûrê Kurdistanê ku ji hêla Yekitiya Sendîkavanên Kurdistanê-Tayê Dihokê ve hatine vexwendin. Şanoger diyar dikin ku vexwendina wan ji hêla Rayedar Adil Hesen ve hatiye kirin.

Erdal Cevîz, li ser baldarî û eleqeya temaşevanên kurd ên li bajarên kurdan şanaz e: “Beşdariya gel gelek baş e. Hezkirina xwe, reaksiyona xwe, rexneya xwe bêyî ku binepixîne û bide navê eşkere dike. Dibe beşek ji tiyatroyê û hebûna wê diselmîne. Bi taybetî ji bo lîstika Qal û Qir, em gelek serbilind û şanaz in. Gelê Diyarbekirê ev peyam da me: ‘Hûn gelek ji dil û azad in!’…”

Gelo armanca sereke ya komê çi bû? Fermo em guhê xwe dîsa bidin Erdal Cevîz: “Li NÇM’yê jî, li Seyr-î Meselê jî armanca me ew bû ku em tiyatroyeke li ser piyan disekine û bînin pê. Rêk û pêkî ji bo me gelek girîng bû. Li devereke wekî welatê me ku çanda şanoyê tuneye, liserpiyanmayîn ne hêsan e. Dema em xwe û komên din ên şanoyê didin ber hev, em dibînin ku em bi ser ketine!..”

Bêyî ku em kedkarên Seyr-î Meselê binav bikin dawî li gotara xwe bînin bawer im emê heqê wan bixwin: Erdal Cevîz, İbrahim Turgay, Metin Turan, Berfin Zenderlioglu, Güler İnce, Baran Demir, Musa Yildirim, Alişan Önlü, Feyyaz Duman, Hamdi Kahraman, Newroz Baz, Bedriye Aydemir, Nazmi Kırık, Nurten Demirbaş, Dilek Eniş û Kazim Ekinci…

Kurdên li Stenbolê dijîn û kurdên ku dê werin Stenbolê; heger dema we hebe bifermin werin serdana Seyr-î Meselê. Çand û hunereke xweş û kurdewar li benda we ye. Helbet çay û qehwe jî..!
Tîyatro Seyr-î Mesel: Şehit Muhtar Mah. İmam Adnan – Nane Sk. No: 5 K: 4 Beyoğlu / Stenbol (www.seyrimesel.com)

Salihê Kevirbirî
Çavkani:NETKURD

11

Mûzîk yek ji stûnên bingehîn yên ku jiyana xwezayê xwe dispêrê û xweza bi xwe ew afrandiye. Bi tevayî roleke bingehîn û bilind di cîhana mirovan de dilîze. Dikarim bibêjim felsefeya herî bedew û dewlemend ji hunandinên hunera jiyanê, mûzîk e. Zemîna ku hunera jiyanê li ser ava dibe, para herî mezin tê de, ya mûzîkê ye. Dema ku mûzîka civatekê rengîn û dewlemend be, tê wê wateyê ku ramana şaristanî li cem wê civatê bilind û bedew e û berovajî wê jî rast e.     

Gelek zaniyar û felozofên cîhanî, nêrîn û analîzên xwe li qelem dane, ku heta niha bedewtirîn alava ku mirov hestiyar dike û bi jiyana wî re têkel dibe mûzîk e. Bethoven (1770-1827) ne ku mûzîkeke ji rêzê afirand, lê belê bi sed salekî di pêşiya civaka xwe de bû û di nêrîna wî de ku mûzîk ji şarezayî û felsefeyê bilindtir e. Mûzîk ne tenê bandora xwe li ser jiyana mirovan dike, lê belê bandora wê li ser şînahî û lawiran jî bi hêz e. Ev çi ye gelo, ku bi xwezayê re jîndar û wisa xwedan bandoreke mezin e ku kêliyekê jî sîstema jiyanê bê wê nameşe. Ne ku reveke ji jîwariya mirov û xwezayê ye lê belê eşkerekirina nîgarên jîndariyê ye. Lewra jê re hatiye gotin (senskirîtiya sirûştê) ango rastiya surişta veşartî.

Heger nav li sedsala hivdehan hatiya kirin ku sedsala zaroktiya mûzîka cîhanî bû, ji sedsala hijdehan re  sedsala ciwaniya mûzîkê hatiye gotin û sedsala nozdehan bûye sedsala kemilandina mûzîka cîhanî. Ji fikra hebûna xwedayan ya ku mirov nabîne û bi zanista ku mirov dipelîne û diafirîne nikarin ji vê pirsê bêpar bimînin. Niha jî gelek lêkolînên ku li ser rewşa nexweşan ji aliyê pesporan ve dibin, tê wê asteya ku bibêjin; dermanê gelek nexweşiyan e û li vir mebesta min destnîşankirina mûzîkê ye. Ne ku tenê instrumentên mûzîkê dikarin bibin zimanê vê vejînê, lê di bingeha xwe de û ya ku wek çavkanî dikeve destên me, xweza ye. Xweza bi av, asîman, çiya, deşt, kevnewar û keviran dikarin bi hendesa mûzîkek bilind rabin û xwezayê tije melodî bikin.

Li vir ez dixwazim werim ser mijara xwe, ya bi mûzîkê ve girêdayî, Strana kurdî û rola wê di vejîna taybetmendiya hebûna çanda kurdan de. Dengê awaza şîn û şadûmaniyê, dengbêjiya jan û jiyana mirovên diltenik, ew dengên ku tije tirajîdiya jiyana nîvco ye. Dikarim weku gelek caran jî hatiye gotin, ku “strana kurdî roleke mizin di dîroka kurdan ya hestiyar de lîstiye”. Gelek caran bi rola nivîskar, dîrokzan, zimanhez, helbestvan û siyasetmedar rabûye.

Di strana kurdî de dîrok û çîroka serpêhatiyên kurdan wek morîkan bidar ve bûye. Lê mixabin, ligel vê yekê jî, tim keda wî hunermedî piçûk ji aliyê padîşah û paşayan ve hatiye pejirandin û ew di bin baskên xwe de fetisandine. Ligel van hemû tiştan jî, dîsa parek ji keda xwe parastine. Bi gotineke din, bûne şirovekar û nûnerên çanda gelê xwe yê perîşan.

Ev serpêhatî di qonaxên dîrokê de, ji destê nifşekî ketiye destê nifşê piştî wî û bi vî awayî berdewam bûye, heta rojên îro ku em dibêjin mûzîka kurdî dewlemende û ji me re wek sermiyanekî dihêle. Dijminên me, wek gurên birçî vî mîratî bindest dikin û ji xwe re dikin mal. Li vir ez naxwazim serê we gêj bikim ku çawa stran û stranbêjê baş bi ser ketin û ên bêkêr di qulên bêjingê re derbasbûn û ji bîr bûn. Ew stranbêjên ku bi ser ketin, nav û dengê wan heta roja îro di guhên kurdan de ne.

Dengvedana wan gelek sînorên têlkirî yên qedexe derbas kirin û dilê neviyên wan bi wan şad bûn. Ji xwe gelek nemûne di nav destên me de hene û mirov dikare bi dehan ji wan navdaran destnîşan bikin û mîna kilasîkên xwe wan bibînin: Şakiro, M. A. Cezrawî, Şeroyê Biro, Mişo Bekelbûrê Berazî ku ji herêma Kobanê / Deşta Sirûcê, ji stranên wî yên ku ji ber xwe ve afirandine (Cebelî, Mem û Zîn, Delal, Eyşa Îbê….) û gelek stran li ser Bozan Beg û Hirço Beg jî strandine. Bûye nêzî 50 salî ku çûye ser

dilovaniya xwe, Baqî Xido ku bi eslê xwe Ereb e, lê bi erebî nizane û hemû stranên wî bi kurdî bûn e, Reşîdê Mam Çûçanê, Umerê Cemlo, Kawîs Axa, Meryemxan …… hwd.

Nabe em li cem klasîkan tenê rawestin û qala nifşên nuh nekin. Ji xwe nabe jî em li wî sînorî bisekinin. Niha ji berê bêhtir derfet li pêşiya wan kesên deng xweş vebûne û bi saya globalizmê û alavên teknolojiya ragihandina nûjen, dikarin dengê hunera me li asteke berfireh û bi lezgîniyek e ku nayê bawerkirin belav bibe. Bêguman ew jî li gorî bêjinga guhdaran dimîne. Ew guhdarên ku azad bin ne di bin perwerdekirina hin aliyan de bin.

Li vir pîvandina hemû mirovan ne wek hev in, lê dîsa jî piranî tê pejirandin. Ne her yekî ku ez ji dengê wî hez bikin, divê tu jî jê hez bikî na nexêr, helbet bi afirandina rengan re jiyan xweşik û bedew dibe û her mirovek rengekî hildibijêre. Ew  mafê ku xweza jê re tirxan kiriye divê ji dest mirovan neyê girtin. Helbet bi dehan nav hene, ku tenê dengên xwe perwerde dikin ji bo qezenckirina pereyan, ji bo zemawendan û hene jî xwe birçî dikin ji bo têrkirina dengên xwe, dengê xwe  wek erkekî mirovane diparêzin. Hene jî dikarin dengê xwe pir erzan bikin ji bo razîbûna çend kesayetan  … Ji bo kes dilê xwe ji min negre, ez pir nadim nav û navan rêz nakim, lê wek ez dizanim, rastî piçekî tal e.

Arşevê Oskan
Çavkani: Avesta Kurd

22

Stenbol her wekî gelek warên civakî-ramyarî-siyasî-çandî; di warê hunerî de jî qadeke girîng e di jiyana kurdan e. Şano ango tiyatro yek ji xalên bingehîn a hunera kurdî ye.

Ji ber ku hîmê Şanogeriya Kurdî ango giraniya Şanoya Kurdî li Stenbolê hatiye avêtin û kirin, me di vê dosyaya xwe de giraniya boçûnan ji şanogerên kurd ên li stenbolê wergirtin. Tenê şanogerek heye ku ramanên xwe ji Kopenhaga Danîmarkayê bo me ragihandiye ku ew bixwe jî, di salên 1990-î de yek ji hîmdarên Şanoya Kurdî bûye li Stenbolê.

Bêyî ku em gotina xwe dirêj bikin û ji mijarê awarê bibin, dosyaya xwe dispêrin we. Fermo hûn û Li bakurê welêt pirsgirêkên Şanoya Kurdî… 

Erdal Cevîz

Derhênerê Şanoyê

Teatra Seyr-î Mesel, StenbolLi bajarekî hebûna şanoyê, bi qasî hebûna kolanekê girîng e!..

Gava mirov li bakur behsa Şanoya Kurdî bike, divê mirov hay ji rastiya xwe hebe. Şanoya Kurdî jî, wekî tevahiya saziyên kurdan sazîbûna xwe nebiriye serî ango temam nekiriye. Kurd hê jî têkoşîna nasnameya xwe didin û ji bo vê yekê şer dikin. hê nikarin zimanê xwe bi azadî biaxivin. Di nava egerên wisa de em behsa Şanoya Kurd dikin.

Nirxên çandî, nirxên hunerî ji hêla kesên din ve li kurdan têne empozekirin. Her çiqas bi heman zimanî mijûl bibin û xwediyê nirxên hevpar ên dîrokî bin jî; li bakur, başûr, rojhilat û rojava çandeke hevpar a kurdan tuneye. Li bakur û li başûr nêzîktêdayîna kurdan li ser hunerê ne yek e. Li heman tiştî nakenin. Bo heman tiştî nagirîn jî. Ji bo kurdekî li Batmanê û kurdekî li Stenbolê jî rewş heman tişt e. Di nava vê rastiyê de em behsa Şanoya Kurdan dikin ku hewl dide bijî.  Gava em bala xwe didinê, bi awayeke eşkere derdikeve holê ku Şanoya Kurd li Stenbolê teşe girtiye. Ango di nava gelê xwe de nexemiliye, nekemiliye. Li Stenbolê hûn di nava zor û zehmetiyên giran de hewla çêkirina şanoyê didin. Hûn diçin ber piyê temaşevan û temaşevan tînin şanoyê.

Ev rewş, rewşa berovajîkirina rastiya me bixwe ye. dibe ku em pêşketina heyî wekî pêşketineke sunî (çêkirî) binirxînin. Lê heye ku carinan nûbûnek li dijî vê yekê be. Têkoşîna azadiyê hinek jî ev e.

Gava şano bandorek biafirîne, beramberî xwe tiştên din jî tîne. Wê demê bi qefleyan dê endamên şanoger qesta şanoyê bikin. Gava di dilê wan de şanogerî hebe, dê heta sax bin vî karî bimeşînin. Wê jiyana xwe goriyê şanoyê bikin. Lê di nava kurdan de kesên ku jiyana xwe goriyê şanoyê bikin qet tunene, derneketine. Sedem ew e ku şanogerek çend salan dike û dev jê berdide. Bi kurtasî hinek kes dikarin rabin û bêjin sedem aborî ye.  lê di rastiya xwe de sedem ne aborî ye. kurd, miletekî xizan in lê ji bo têkoşîna rizgariyê ji tu tiştî texsîr nekirine. Her tiştên xwe dane. Bi mal, bi can. Ev 25-30 sal in ku têkoşîna rizgariyê dimeşînin û çi lazim e dikin. Lê bi sedan sal in ku têdikoşin. Lewre jî pirsgirêka sereke ne ekonomîk e.

Vê gavê li Tirkiyeyê li ser şanoya kurdî qedexebûneke fermî tuneye. Lê nêrîneke dewletê û nêrîneke civakê heye. Ev dikarin bêne şikênandin. Mesele li vir ev e; di serî de kesên ku şanoya kurd dikin, divê gelek baş kar bikin. Divê rê li ber temambûna hunerê, li ber temambûna leyistikan, temambûna repertuaran û temambûna derdoreke ku piştgirî dide wan bê vekirin. Herkesek di nava vê hunerê de dikare van pirsgirêkan çareser bike, lê nayê û gav navêje.

Pêwîst e gavên baş bêne avêtin. Kom bêne zêdekirin. Rast e zêdebûn dê bi xwe re girîftan jî bîne. Lê bi vî awayî kesên ku bi şanoyê re eleqedar dibin jî dê zêde bibin. Kesên ku dinivîsin, dikarin metnên şanoyê amade bikin. Mesele ev e; hunereke dramê ya kurdan heye? Televizyon dikeve nava vê hunerê. Hunerên sehneyê hemû dikevin nava vê hunerê. Bo nimûne; gava em behsa çavkaniyên şanoya kurdî dikin, di serî de behsa dengbêjan tê kirin.  Lê di rastiya xwe de tu pêşeroja dengbêjan di roja me ya îroyîn de nemaye. Dengbêjên mayî kal bûne. Dengbêjên nû dê ranebin. Berdewamiya wan ne mimkûn e. Lewre divê em kevneşopiyeke hunera dramê biafirînin. Nirxên kevneşopî bi tenê di nava sehneyên modern de dikarin hebûna xwe biparêzin.

Şanoya Kurd a niha bi zimanê kurdî hebûneke teatral dikare heta çi radeyê modernîze bike? Lîstîkvanên wê, repertuarên wê heta çi radeyê dikare lîstikên modern derxe holê? Dikare bibe xwedî repertuareke çawa? Temeşavanên xwe dikare çawa bidest bixe. Şanoya Kurd di 20 salên dawî de ev yek afirandiye. Lê divê ev têrê neke. Divê ji sînorên xwe derkeve. Bo nimûne, komeke şanoyê dema derdikeve, du lîstik amade dike û beşdarî festîvalekê dibe çiqas têrê dike? Ev ji bilî bûyereke siyasî ne tu tişt e. Ha we komeleyek ava kiriye û ji şahiyekê heta şahiyeke din şanoyek pêşkêş kiriye; ha we ji festîvalek heta festîvalek şanoyek pêşkêş kiriye. Tu ferq tuneye!..  

Divê çawa bibe? Divê komên rêkûpêk hebin û lîstikan pêşkêş bikin. Li her bajarî divê gelek kom li gelek deveran gelek lîstikan pêşkêş bikin. Divê ev berdewamî her hebe. Her wiha divê li Tirkiyeyê polîtîkayeke teatral hebe. Divê polîtîkayeke bi vî rengî yê saziyên çandî hebe. Divê rêveberiyên herêmî di vî warî de karê dikeve ser milên wan bikin. Li bajarên wan divê şano hebin. Heger tunebe dê çi bibe? Pêwîst be emê herin li koşeyên qehwexaneyan û hunera xwe pêşkêş bikin ku bi salan e em wisa dikin. Li bajarekî hebûna şanoyê, bi qasî hebûna kolanekê girîng e.

Heger dewleteke me hebûya, dê şanoyeka me jî hebûya. Dê dibistanên şanoya wê jî hebûya. Encam ev e: kesên ku Şanoya Kurd ava kirin, ne kesên ku zimanê vî gelî dizanibûn, ne jî li dibistan û akademiyan xwendibûn. Lewre saziyên wisa yên kurdan tunene. Ji ber vê yekê gelek kes şanogehan vediguhêzin dibistan û akademiyan. Kurdan ji ber vê şano kir; gotin zimanê min heye, çanda min heye, nasnameya min heye, em jî dikarin vî karî bikin’.. pêvajo wisa destpê kir. Lewre jî gava em dibêjin pirsgirêkên Şanoya Kurd, em behsa pirsgirêkên naxweyî yên şanoyê dikin.

Di salên 90-î de çi derfetên şanoya ku ava dibû hebû? Ma Şanoya Kurdî hebû ku derfetên wê hebin? Şanoya Kurd tunebû. Lîstikvanên hazir hebûn, derhênerên hazir hebûn, salonên hazir hebûn û hin kesan got fermo, werin şano bikin? Nexêr! Pêvajoyeke wisa bû ku qet nedihate pejirandin û naskirin. Şano li jêrzemînên xaniyan (bodrom) de dihate kirin. Em ji wan rojan hatin.

Gava em îro li pişt xwe dinêrin em digihêjin vê qeneatê; Şanoya Kurd li gorî wan rojan li paş e, derfetên îro zêdetir in.  Wan rojan kesî bawer nedikir ku mirov dikare bi zimanê kurdî şano çebike.  Lê îro bi vî zimanî bi dehan lîstikên baş hene.  Lê dîsa jî giraniyek, xurtbûneke şanoyê nehatiye pê.

Êdî ji bo şanoyê hewce nake mirov bimire. Riyên zagonî êdî hene. Wan rojan di destên kurdan de şaredarî tunebûn îro hene. Festîvalên çandî-hunerî tunebûn, îro hene. Problem ev e: Ev derfet çawa têne bikaranîn? Kê û bi çi awayî van derfetan birêxistin dike? Di vî warî de pirsgirêk derdikevin.

Di civakên wekî civaka kurd de, her kes her tiştî dizane. Herkes xwedî maf e ku mirovan darizîne. Lewre zagonên me tunene. Bi mantiqeke olî –ku ev mantiqa afarozê ye- her tişt an pîroz e an jî binalet e! Navbera vê tuneye. İro tu pîroz î, sibê tu dikarî bêyî naletkirin. Ji ber ku ev yek nayê nirxandin, tenê gava em li kadroyan dinêrin, tê dîtin ku kadro tarûmar bûne. Kadroyan berê xwe dane çanda serdest a popûler. Ev zeafiyetek e. Xetereya xerabûna hevîrtirşê ye.

Şanoya Kurd gava xwediyê vê zanînê be dê biqede: ‘Bila şert û mercên şanoyê pêk were, ezê şanoyê bikim!’. Şanogerî ev e ku tu derfet tunebe mirov şanoyê bike. Dewlet butçe bide kesekî li qehwexaneyekê jî, ew dikare çalakiyên şanoyê bike.

Bi dehan sazî hene. Bi vî awayî şano nabe. Kesek ku bi kurdî dizane rabe tekstek ji ber bike, derhênerek bibîne, ronahîsazek peyda bike, şanoyek li dar bixe û bibêje; ‘min şanoya kurdî kir!’… Ev ne normal e. Gava tu tiştekî wisa bikî divê tu piraniya şanoyên cîhanê binasî, lê bikolî. Ji Yewnana Antîk heta Comedia De’ l Arte’ê tevahiya pêşketinan divê bizanibî. Ji Moliere heta Sheakspeare; ji pêvajoya şanoya epîk ya Bretch heta  pêvajoya şanoya absurt ya Grotosvkî zanîna te hebe. Ji Stanislavski heta Meyerhold û dawiya trajîk ya Arteud bê zanîn.

Dîsa jî rewş zêde ne kambax e. Şanoya heyî xwediyê hêzekê ye ku dikare van kêmasiyan ji holê rabike. Divê mirov hay ji vê hêzê hebe û piştgo neke…

***

Kemal Orgun

Derhênerê Şanoyê

Navenda Çanda Mezopotamyayê, Stenbol

Pêşketina civakekê, bi hejmara kursiyên şanoyê derdikeve holê

Jibo ku mirov bersiva vê pirsê bide divê mirov di bin banê çend beşan de bîne zimên. 

Pirsgirêkên perverdehiyê. 

Pirsgirêkên piştgiriyê

Pirsgirêkên nebûna avahiyên şanoyê

Pirsgirêkên zimanê kurdî

Pirsgirêkên aborî

Li Bakurê Kurdistanê di destpêka avakirina şanoyê da xebat bi awayên amatorî destpê kirin. Ne tenê bi metodên amatoriyê, di pîvanên beşdariya şanoyê de jî amatorî û pirsgirêk hebûn. Li seranserê dinyayê kesên ku dixwazin şanoyê bikin, pêvîst e li gorî pîvanên şanogeriyê tevbigerin. Gelo kesên ku dixwaze tev li şanoyê bibe xwediyê dengekî çawa ye, fizîka wî ji bo şanoyê çiqas guncav e? Wekî din di warê entelektuliyê de tê nirxandin. Lê di destpêka Şanoya Kurdî li bakur de, dema kesek bixwesta tev li şanoyê bibûya tevahiya van pîvanan dihat binpêkirin. Kesî guh nedida van pîvanan.

Gelo pîvana me çi bû? Pîvan ew bû ku, ew kes çiqas welatparêz e!.. Yanê tekane pîvan welatparêzî bû. Ew yek bû sedema xetereyên mezin. Bo nimûne dibe ku kesek welatparêz û kedkar be lê me didît ku tu bingeha vî ya şanoyê tuneye. Welatparêzî têrî hunera şanoyê nake. Dibe ku tu welatparêz bî lê te pirtûkek nexwendiye. An jî di jiyana xwe de tu neçûyî şanoyê û te li lîstikeke şanoyê temaşe nekiriye. Welatparêz e lê  guhê wî giran e, fizîka wî ne li cîh e, dengê wî xirab e, bê rîtm e. Niha rewş cûdatir e. Mirov li ba têkoşîna rizgariyê cih negire jî, divê mirov ne li dijî be jî.

Şanoya Kurdî bêyî perverdehiyê hate avakirin. Gava me dest bi Şanoya Kurdî kir em hemû bêperwerde bûn. Konservatûarên me yên şanoyê tunebûn. Di aliyê teknîkê de, di aliyê lîstikvaniyê de, di aliyê nivîskarî û entelektueliyê de jî rewş wiha bû. Dekor, ronahî, kostum hemû bi pirsgirêk bûn. Di roja me ya îro de jî, ji ber  ku avahiyên me hê jî tunene, ev pirsgirêk hê jî berdevam in.

Mesela ev 16 sal in ku em Şanoya Kurdî dikin.  Hê jî siyasetmedarên kurd û hemû rêvebirên kurdan gava ku tê gotin, dibêjin li darê dinyayê 40 milyon kurd hene. Rast e, 40 milyon kurd hene lê hê jî dibistaneke wan a şanoyê tuneye… Hê jî holeke wan a şanoyê tuneye. Ew tê çi wateyê? Tê wê wateyê ku pirsgirêk berdevam e. Ji bo perverdehiyê şert û merc nehatine bicihkirin. Ew pirsgirêkeke civakî ye û divê civak li ser vê pirsgirêkê raweste.

Pirsgirêka din, pirsgirêka piştgiriyê ye. Me li Navenda Çanda Mezopotamyayê dest bi şanoyê kir. Di nav şert û mercên wê demê de gelek lîstikên xweş jî hatin afirandin. Şanoyên ku hate kirin bandoreke mezin li gel kir. Lê tiştê ku wê demê dihatin kirin, piraniya wan îro nayên qebûlkirin . Ji ber ku temaşavan jî guherî. Êdî naçe her listîkê. Hildibijêre. Bêjingê dike.

Şanoyê, pêşî li Stenbolê destpê kir, paşê li gelek bajarên Kurdistanê,li şaxên NÇM di bin serbana van şaxan de komên şanoyê hatin damezirandin. Lê heta niha, her şanoyek bi serê xwe hereket kir. Yekitîyeke xurt di nav şanoyên kurd de çênebû. Divê em banek ava bikin ku tevahiya wan koman werin cem hev, pirsgirêkên xwe bibînin û li çareseriyan bigerin. Di warê rêxistinî de yekitiyeke Şanoya Kurd tuneye.   Komên şanoyê perçe perçe ne. Divê em rêxistînî û yekitiya şanoyê pêk bînin.

Pirsgirêka din kêmasiyên avahiyên şanoyê ye. Konservatuvar nehatine avakirin, cihê ku mirov lê perverde bibe venebûne. Wekî din dibistan û salonên Şanoya Kurd tunene. Şanoya Kurd bê kursî ye, kursiyên Şanoyên Kurd jî tunene. Pêşketina civakekê, bi hejmara kursiyên şanoyê derdikeve holê. Ji bo Tirkîyê jî wisa ye. Rewş ji bo kurdan kambaxtir e.

Pirsgirêka din wekî min got pirsgirêka ziman e. Ji ber ku zimanê kurdî bi salane hatiye qedexekirin, perwerdehî jî nehatiye kirin. Ew yek tesîra xwe li şonoyê jî dike. Şanoger divê ji temaşavanan zêdetir hakimê ziman bin. Bi tirkî fikirîn û kurdî lîstin û di civakê de her wiha di nava şanogeran de jî serdestiya zimanê tirkî problemê dijwatir dike.

Pirsgirêkek jî pirsgirêka aborî ye. Li tevahiya dinyayê komên şanoyê bi fonan, bi butçeyên mezin şanoyê xwe pêşkeş dikin. Alîkariya dewletê û alîkariya fonan girîng in. Dewlet tu alîkariyê nade Şanoya Kurd. Kurd hemwelatiyên komara Tirkiyeyê ne. Leşkeriya xwe dikin, baca xwe didin. Lewre jî di nava butçeya Şanoya Dewletê de baca Kurdan jî heye lê mixabin deriyên Şanoya Dewleta Tirk ji Şanoya Kurd re girtî ye. Ew trajedî û nakokiyeke mezin e. Ji bo ku Şanoya Kurd bê butçe ye, di warê pêşketina şanoyê de pirsgirêkên mezin derdikeve holê. Mesela gelek projeyên me hene. Bo nimûne projeya Evdalê Zeynikê. Ez li tevahiya bajarên Bakurê Kurdistanê geriyam û min li ser lêkolîn kir. Her tişt amade ye lê ji ber bêderfetiya aboriyê, em nikarin projeya xwe bibin sêrî.

Kî tê piştî demeke diçe. Lê divê kesê ku vî karî bike dabara xwe jê bike. Ji ber ku nikare dev jê berdide û diçe. Yanê bi tevahî helwesteke amatorî heye li ser Şanoya Kurd.

***

Berfîn Zenderlîoglu

Şanogera Teatra Seyr-î Mesel, Stenbol

Hê jî em şanogerî wekî ‘qeşmerî’ dibînin!..

Pirsgirêk wisa mezin in ku em nikarin wisa bi çend sohbetan behsa wan bikin. Lewre jî divê sazîbûneke wisa bê avakirin ku ev kêşe herdem were nîqaşkirin. Bo nimûne, pêwîst e di zûtirîn demî de li Bakur ‘Yekîtiya Hunermendên Kurd’ were avakirin.

Pirsgirêka hunera kurdî li bakurê welatê me gelek êş û jan dibîne. Di nav beşên hunerê de jî, rewşa şanoyê bi gotineke di cih de ‘karesat’ e. Ligel ku şano ango tiyatro hunereke pîroz e, di nav gelê me de ev yek ne wisa ye. Şano pîroz nayê dîtin.

Pirsgirêkên şanoya kurdî li bakur gelek zêde ne. Di serî de pirsgirêka ziman heye. Kurd belawela bûne, penaberiya wan her diçe zêde dibe. Di rewşa penaberiyê de derbeya mezin ziman dixwe. Gelek kesên ku îro şanoya kurdî dikin, zimanê xwe yê zikmakî baş nizanin. Beşek ji şanogeran heye ku piştî jiyana şanoyê; li jiyana derve de têkilî û danûstandinên xwe hemû bi zimanê tirkî dimeşîne. Ji ber vê yekê jî, di pêşkêşkirina hunera xwe de ew kes zêde serketî nabe. Em şanogerên kurd hemû ji vê derdê muzdarîb in.

Helbet em nabêjin kesê şanoya kurdî dikin divê sedî sed hakimê zimanê kurdî bin. Na; ji xwe ev vê demê ne mimkûn e. Lê mesele ew e ku ew bikarin bêyî ku kêmasiyên mezin rû bidin, hunera xwe pêşkêşî hunerhezan bikin. 

Kêşeyeke din jî, fikirandina bi tirkî ye. Piraniya hunermendan gava hunera kurdî dikin bi tirkî diramin, difikirin û bi kurdî hunera xwe pêşkêş dikin. Wê demê jî, hunereke seqet derdikeve holê. Pêwîst e şanoger û hunermendê kurd bi kurdî bifikire, kurdewar be û di sazkirina têkiliyên xwe yên civakî de zimanê kurdî ji xwe re bingeh werbigire.

Tunebûna belge ango arşîvê jî bi serê xwe pirsgirêk e. Em ji arşîveke wisa bêpar in ku em nikarin li ser dîroka Şanoya Kurdî rastî kitêbek ango belgeyan werin. Di vî warî de rewşa başûr jî, ji rewşa bakur ne baştir e. Mînakekê bidim; gava em li başûr bûn, mamosteyekî şanoya kurdî ji me re got ku bes kitêbek li ser şanoya kurdî heye, lê ew jî bi zimanê erebî ye. hê jî li kurdî nehatiye wergerandin û neketiye destê me.

Di warê reklam, danasînê de jî em ji gelek tiştan bêpar in. Promosyona şanoyê nayê kirin. Kesek xwe nade ber vî karî. Sponsorî qet tuneye mesela. Gelek caran tenê muzîk wekî huner tê hesibandin di nava kurdan de. Reklam, danasîn ji bo muzîkê tê kirin. Sponsor têne peydakirin lê kes xwe nade ber karê şanoyê.

Siyasetmedarên kurd dikarin ji bo siyasetê gelek propoganda bikin, gelek derfetan seferber bikin lê gava tê xwestin ku ji bo hunera kurdî jî hinek xwe hewl bidin, vê yekê nakin. Siyasetmedar jî baş dizanin ku gava hunera neteweyek tunebe, zimanê wê tunebe, ew wekî netewe nayê hesibandin.  

Li gorî baweriya min problema temaşevanan tuneye. Herdem kesên ku werin û li şanoya me temaşe bikin hene. Mesele tunebûna salonan e. Li bajarên kurdan bi dehezaran kes hene ku li benda lîstikên şanoyê ne. Gava em diçin em bi vê yekê dihesin jixwe. Lê ligel ku îro li herêmê gelek şaredarî di destên kurdan de ne jî, salonên ku em hunera xwe lê pêşkêş bikin wekî tiliyên destan kêm in.

Kêmbûna kadroyên ku şanoya kurdî bikin jî kêmasiyeke mezin e. Kadro zû bi zû nayên gihandin. Tê û piştî 2-3 lîstikan dev jê berdide. Helbet ev ne kêmasiya wan e. Mafê wan jî heye. Ji ber ku tu hatina (aborî-dabar) wî/ê ji şanoyê tuneye. Divê dabara xwe bike. Li bajarekî wekî Stenbolê rabûn û rûniştin jî bi pereyan e. Mirov divê karekî din bikin ku dabara xwe bikin. Ji ber vê yekê jî lîstikvan ango kadroyên şanoyê di destên me de namînin.

Gava dewleta te tunebe tu nikarî li ser piyan bimînî. Her wiha butçeya te divê hebe heta tu karê hunerî bibî serî û bi ser bikevî. Em ji van egeran bêpar in. Aborî belaya serê me hunermendan e. Di karê hunerê de gava tuj pere qezenc nekî tu nikarî bibî profesyonel jî.

Li gorî baweriya min, hunera em dikin hunereke ‘pîne’ ye. gava tu serê sibê herî di karekî de bixebitî, êvarê jî werî karê hunerê bikî, hunera derdikeve holê jî dibe hunereke ‘pîneyî’!.. kengê em ji vê pînebûnê xelas bûn, wê gavê em dikarin bibêjin em ‘hinek’ gerdûnî û profesyonel bûne.

Kêmbûna lîstikvanên jin kêmasiyeke mezin e û dibe egera yek ji aloziyan. Malbat, ol, civak nahêle ku jin derkeve qada hunerê. Di  şanoyê de ev rewş kambaxtir e!..  ne wekî berê be jî, derketina ser sehneya şanoyê hê jî wekî ‘qeşmerî’ tê hesibandin. Gelek caran keçên ku dikevin qada hunerê bi taybetî qada şanoyê, nikarin êdî biçin mala xwe. Têkiliyên wan û malbata wan xera dibe. Ew rewş li başûr jî ne cuda ye mixabin.

Pirsgirêkek jî di qada siyasî de derdikeve holê. Sazî, dezgeh, partî û rêxistin gelek caran ferq û meyliyan dikin. Bo nimûne bi salan e ku li bakurê welêt festîvalên hunerê çêdibin, li gel ku em serî lê didin jî em nayên vexwendin ango dawetkirin. Ez li sedema vê yekê difikirim tênagihêm çima wisa dibe. Lewre em jî şanoya kurdî dikin, em jî kurd in…

*** 

Metin Turan

Lîstikvanê Şanoyê, Stenbol�
Şanoya Kurd ne tenê pirsgirêka şanogerên kurd e

 
Em dizanin ku li Tirkiyeyê, temenê Şanoya Kurdî li herî zêde 17 sal e. beriya sala 1990-î xebata şanoyeke domdar çênebûye. Ji 1990-î heta niha bi dehan komên şanoyê ava bûne û bi dehan şanoger û lîstikvan gihîştine.

Ji van kom û şanogeran hinek ji wan xebata xwe didomînin. Gelek ji wan jî, ji ber zor û zehmetiyên jiyanê û şanoyê karên şanoyê berdane û winda bûne. Bêguman ji bo şanogerên kurd, xizanî û bêderfetî ne hincet e. Wekî tê zanîn di nava hunera cîhanê de nimûneyên hunerî û hunermendiyê hene. Ji ber vê jî, dîtina min ew e ku, xizanî ne sedema bêafiraneriyê ye, huner bê pere jî çêdibe. Helbet, di nava avabuna şanoya kurdî de, divê hêla aborî jî bê fikirandin. Di nava avubûna Şanoya Kurdi de beşên cûr bi cûr hene ku li benda avabûnê ne. Bi ditîna min, ji wan beşên ku li benda avabunê ne, lîstikvanî û derhênerî ye. Piştre jî ziman, lîstik, sazûman, werger, nivîskariya şanoyê, piştgiriya şanoyê û perwerdehî rêz dibe. Bêguman, derhênerî di avabuna Şanoya Kurdî de gelek girîng e. Li gorî min hewcedariya derhênerîyê, ji lîstikvaniyê zêdetir e. Çava ku şano bê temaşevan nabe, lîstikvan jî bê derhêner nabe, her du girêdahiyê hev in.

Di nava wan komên avabuyî de gelek şanoger gihîştin. Bi rastî jî komên Şanoya Kurdî, wekî Dibistana Şanoya Kurdî kar kirin. Kesên ku di nava wan komên avabuyî de kar dikirin, hem mamoste bûn, hem jî şagirt bûn. Şagirtên Şanoya Kurdî bibûn mamosteyên xwe. Heta niha 17 sal derbas bûn. Di nava van 17 salan de gelek tişt hîn bûn û ji bo domdariya Şanoya Kurdî azmûneke girîng û pêwîst hiştin bo şanogerên nûhatî. Ji ber vê jî, ji niha û pê ve tiştên ku di van 17 salan de hatine çêkirin, hewce ye derbixin holê û deriyê azmûneke nû  vekin. Bila mamosteyê me ew 17 sal be. A niha diyar e ku azmûneke Şanoya Kurdî heye. Pirs ev e; em şanogerên Kurd ji niha û pê ve dikarin çi bikin?

Divê armanc ew be ku şanoger her zêde bibin, di nava vê zêdebûnê de jî têkiliya di navbera wan de xurt û geş bibe. Armanc ew e ku şanoger xwe bigihîne gel.  Ji bo em bi awayeke pratîk behsa şanoyê bikin, divê ev yek hebe. Helbet Şanoya Kurd ne tenê pirsgirêka şanogerên kurd e. Pirsgirêka saziyên kurdan e jî.  Pirsgirêka siyasetê ye jî. Di vî warî de divê bernameyên tevahiya van saziyan hebin û ji hev sûd werbigirin. Gava em behsa vê yekê dikin, divê em xemên teatral, hunerî û estetîk li derveyî vê mijarê nehêlin. Ev ne domdariyeke 3-4 salan e; divê mirov behsa domdariya 30-40 salan bike.  Heta em xeyala 30-40 sal paşê nekin, em nikarin Şanoya Kurdî kar bikin. 

*** 

Yildiz Gultekîn

Kevneşanogera Teatra Jiyana Nû, Kopenhag

 

Şanoya Kurdî populer nîne, ji ber ku pere qezenc nake!

Berî her tistî,ez dixwazim behsa gotinen hinek şanogeran bikim. Gelo Şanoya Kurdî heye,an na? Çima di serî de min ev got? Ji ber ku çend meh beriya îro, yekî bi xwe digot; ‘Ez şanogerekî kurd ê herî baş im!..

Lê gotinên wî û kirinên wî qet jî hevdu ne digirtin. Ew bi xwe kare şanogeriye dike; ji aliyekî ve jî dibêje Şanoya Kurdî tuneye. Yekser li ber televizyonê ez şas mam. Min got; ‘Ev camêrê hanê behsa çi dike? Ew çi dibeje? Ewê ku van gotinan dibêje, çima ji xwe re dibeje ez şanoger im? Çima derdikeve ser televizyonan, çima hevpeyvinan bi rojnameyan re çedike? Ma ne şerm e, hem şanogertiyê bike, ji xwe re beje ez şanoger im, paşê jî bibêje Şanoya Kurdî tuneye!? Ma tu kor î! Here rupelên dîrokê veke be ka Şanoya Kurdî beri çend salan dameziriye. Ji ber van gotinan ez gelekî qehirîm. Mirovekî ji xwe re bêje ez şanogerekî kurd ê pispor im, dûre jî bêje Şanoya Kurdî tuneye! Qehirbûna min ji ber ve yeke ye. Heyran, qurban wê çaxê çima tu ji xwe re dibejî ez şanoger im? Bêje ez lîstikvan im, bi awayeke pak ji nav
derkeve here, ev ci gotin in?

Belê, Şanoya Kurdî heye,lê pirsgirêkên wê jî hene. Karê şanoyê her tim bi�
pirsgirek in, ev fikra min e. Ji sala 1946-an virde pirsên Şanoya Kurdi tu caran ne
hatiye careserkirin. We demê em bêjin Şanoya Kurdî nû bû û nikaribû xwe
ber bi pêsve bibe. Yan jî wê demê Komara Mehabad hê nû ava bibû, ji ber vê
avabûnê, wan nedikarî yekser bingeha şanoyê saxlem bikin, xurt bikin an jî
şanogerên pispor bigihînin van rojan. Ew dem demeke giran û zehmet bû. Ji ber
vê jî şano bi ser neket.

Şanoya li Bakure Kurdistanê, ji sala 1992-yan heta niha, hem xwe gihande merheleyeke
mezin, hem jî şanogerên pispor gihandin ve rojê. Kesek nikare bibeje Şanoya
Kurdî û şanogerên kurd tunene. Ev meseleyeke din e. Niha meseleya me pirsgirekên şanoyê ne.

Ev pirsgirêk çi ne? Divê em bala xwe bidin van meseleyan. 60-70 sal beriya niha
teksta şanoyê hatiye nivîsandin, lê belê mixabin nehatiye lîstin. Ew teksta şanoyê ne bûye lîstik û derneketiye peşberî temaşevanan. Wê demê dibe ku derfet tunebûn, le niha derfetên lîstikvaniye û yên şanoyê hene. Em dibejin ev hemû jî hene, le belê fînans tuneye ku şano xwe bi pêşve bibe, an jî şanogeren nû derxe holê. Dema şanoya kurdî ya li  Bakure Kurdistanê hate damezirandin, hemû şanoger an xwendevan bûn, an jî karker bûn. haya kesî ji Şanoya Kurdî û şanoya cihane tunebu. lê wan di her alî de xwe gihandin. Bersiva hemû tiştan didan, lê tenê hinek problemeke wan hebû; aborî. Tunebûna aboriyê pêşiya pir tiştan digire.

Niha tu dibejî emê lîstikeke nû derxin. Temam derxin, le hune ji aliyê ve aborî çawa bikin? Dema we dest bi derxistina lîstikê kir, wê deme pirsgirêk jî hêdi hêdî derdikevin. Berî her tiştî dekora listikê, muzik, aksesuar, kostum û ya heri giring jî sehne…

Li Tirkiyeyê dema tu Şanoya Kurdî ava biki û bi zimanê kurdî bilizî, ev
meseleyeke pir mezin e.

Yek; Tu nikarî bi rehetî bi zimanê kurdî şanoyê bikî.
Dudu; Heke sehneyeke te tunebe, kesek salon û sehneya xwe nade te.
Sisê; Berî her tiştî ji bo derxistina listikekê, gerek e aboriya te baş be, an
jî hin kesên xwedî kar alîkariya te bikin.

Çar; Ya herî girîng heke tu giredayî saziyeke kurd nebî, an jî di bin tesîra
hinekan de neminî,tu carî tu nikarî bi pêşve herî.

Di saziyeke kurdan de tu dikarî lîstikan jî bilîzi, komên şanoyan jî ava bikî, lê belê pêşveçûna te ne mimkûn e. An pirsgirêkên saziyê derdikevin pêşberî te. heke tu şanogeriya xwe û koma şanoyê hinekî bi pêşve bibî, ji te re dibêjin; ‘Evqas peşveçûn ne baş e, komên me yên din li paş dimînin!..’ Wê demê tu çi bikî jî nikarî tiştekî bikî. An fikrên te nayên pejirandin an tu dûrî kurdewariyê yî an tu rasterast li ser xeta kurdîtiyê nînî an jî tu dibî oportunîst… An jî, ji te re dibêjin te çend heb pirtûkên felsefîk  xwendine, tu li serê me bûyî feylesof!..  Niha li Kurdistana bakur Şanoya Kurdî  nikare bi pêşve here. Çima nikare? Min li jor got, heta ku ev pirsgirêk neyên çareserkirin, Şanoya Kurdî jî bi pêşve naçe.

Pirsgirêka herî girîng jî dewleta te tuneye. Saziyên te hene, lê belê ew
sazî nikarin pirsgirêkan çareser bikin. H eke dewleteke me  hebûya, ev pirsgirêk jî nedibûn. Şanoya Kurdî populer nîne. Çima? Ji ber ku Şanoya Kurdî pere qezenc nake! a heri populer Muzîka Kurdî ye, lewre ew pere bi saziya xwe dide qezenckirin.

Şanoyên Tirk çima li pêş in? An jî lîstikvanên wan çima zû bi zû têne naskirin? Ji ber ku saziyên wan û radyo û televizyonên wan pir in, derfetên wan zedetir in. Wezerata Çandî her tim li pişta wan e. Kî li pişta me heye? Şanogerên me yên hêja hene, lîstikên me yên
baş  hene, lê derfetên me tunene. Komên me yên şanoyê pir in, lê belê nikarin zêde tiştekî bikin, nikarin lîstikên mezin û balkêş pêk bînin. Ne sehneyên wan hene,ne jî salon. Her koma şanoyê finansmana xwe bi xwe dike. Derdê koman tu kes nakişîne, an jî saziyekî me alîkariyê nade wan. 

Diyar e ev qedera Şanoya Kurdî û şanogerên kurd e…

*** 

Aydin Orak
Şanogerê Teatra Avesta

  

Xwedê alîkariya me bike!..

Li Kurdistana Tirkiyeyê rewşa Şanoya Kurdî ji aliyekî ve baş e, ji aliyekî ve xerab e. Sedem ew e ku li cihên wekî Stenbol û metropolên ku kurd lê dijîn, şanogerên kurd li şanoyên biyanî temaşe dikin û li gorî xwe estetîkeke şanoyê diafirînin. Xwe û nêrîna xwe pêş de dibin. Dixwazin xwe bigihînin asta şanoya cîhanî. Aliyê ne baş jî ew e ku, di mêjî, afirandin, aborî û hin tiştên din de pir tiral in.

Xwendin, nivîsîn, lêkolîn û lêpirsîn di warê şanogeriyê de pir kêm e, ya rast em dikarin bibêjin ku qet tuneye. Bikaranîna zimanê kurdî pir qels e û şaş tê bikaranîn.

Di şano û şanogeriyê de pirsgirêka aborî di heyama me ya îroyîn de mixabin astengiya sereke ye. Li ciyeke wekî Kurdistana Tirkiyeyê ku girêdahî dagiriya Tirkiyeyê ye, tevî înkar û qedexeyên fiîlî, hem ji aliyê cihê ku şano tê lê sehnekirin ango salonên şanoyê û hem helwesta çapemenî, ewlekarî û şaredariyên tirk, şanogeriyê dixe rewşeke neyînî. Li bakurê welêt, helwesta siyasetmedar, karsaz û şaredariyên kurd jî em wek nehisguhiyê dikarin bilêv bikin. Mixabin di warê şanogeriya kurd a li Bakûrê Kurdistanê de ji erêniyê bêhtir neyînî li hola sehneya şanoya kurd e.

Mijareke din a sereke ew e ku tu caran di navbera kurdan de yekitî çênebûye. Her wiha di navbera şanogeriya kurd de jî yekitî tuneye. Yekîtiya şanoya kurdên bakur, başûr, rojhilat û kurdên li diyasporayê jî tuneye. Yek ji pirsgirêkên din jî têkiliya şanogerên bakûr bi hev re tuneye. Ji têkîliyeke erênî bi wêdetir; çavnebarî, hesûdî û neyartî mixabin di nav me de heye. Em şanogerên bakûr ji dêvla ku alîkarî bidin hev, gora hev dikolin. Ji dêvla ku em kar bikin, em hev dixwin. Xwedê alîkariya me bike!..

Salihê Kevirbirî

rojnameger@hotmail.com
Çavkani: Netkurd

26

Ew mîna roniyeke nû ye di cîhana muzîka kurdî de: Lorîn Berzincî. Di şibata îsal de bi navê Çîrokên Evînê yekemîn alboma wê derket.   Evîn, bêrîkirin û dîsa evîn: Hema bêje stranek kurdî tune ye, ku behsa van mijaran nake. Lorîn Berzincî jî li ser evînê distirê. Lê ev dengê kurdî yê ciwan bi stîla xwe ya teze xwe ji yên dî cuda dike.         

Stranbêja 27-salî dizane bê piraniya hezkiriyên muzîka kurdî dixwazin li çi guhdar dikin, lê dîsa jî wê biryar da ku stîleke wê ya taybetî hebe: “Bi rastî weke keçek kurd ku di nav Kurdan de mezin bûye, kêfa min jî gelekî ji muzîka dîlan û folklora kurdî re tê. Lê min biryar dabû ku eger ez CDeyeke nû çêkim, divê mirov tiştekî nû pêşkêşî miletê xwe bike; tiştekî nû ji bo min ku ez çêbikim û ne tiştekî ku ez rabim dubare bikim. Îca eger stîlek bi dilê herkesî be yan na, ez bawer nakim ku mirov tucarî kare herkesî razî bike. Bi kêmanî min xwe razî kir, wekî destpêk.”

Lê ta ku Lorîn alboma xwe “Çîrokên Evînê” bi dest xist, pênc sal derbas bûn. Li kêleka xwendina wê ya Rojhilatnasiyê û herweha dersên wê yên xurtkirina deng, divyabû ku Lorîn kar jî bike, da ku bikaribe mesrefa projekta xwe ya dil derxîne. Di cîhaneke muzîkê mîna ya kurdî de, ku bazareke muzîkê ya organîzekirî nas nake, ne diyar e bê wê ev berhem tucarî mesrefa xwe derxîne. Lê ji bo Lorîn ne tenê serketina aborî giring e: Xebata di muzîka wê de hişt ku bi taybetî kesayetiya wê xurtir bibe: „Gelek caran min ev pirs ji xwe kiriye. Wek keç di temenekî biçûk de di brancha muzîkê de ne hesanî ye. Lê niha piştî ku derketiye, û min bi kêmanî pênc sal ji temenê xwe dan wê, ez ne poşman im; ez bawer im ez piçekî bi xwe serbilind im jî. Baş e mirov ku ji xwe re isbat bike ku ez jî dikarim, ne tenê wek keç, lê wek mirov, dikarim tiştekî nû çêbikim, tiştekî ku min çêkiribe”.

Lorîn Berzincî ji 11-saliya xwe de li Swêdê dijî, li welatekî ku ji bo siyaseta xwe ya integratsyonê ya serketî hatiye naskirin. Hunermenda ji Kurdistana Suriyê ji vê yekê sûd girt: Ji bilî paraztina çanda xwe ya kurdî, evîndara muzîkê ya xwedî talenta zimanan karî xwe ji çanda rojava ya dewlemend re veke: „Mîna gelek ciwanên ku li derveyî welat mezin bûne, mirov piçekî ji herdu çandan dikişîne xwe. Ez piçekî ji baştirînên kurdî dibim û piçekî ji baştirînên swêdî. Ez dixwazim ez tewazineke xwe bibîbim. Mirov gava şexsiyeta xwe dît, xwe nas kir, ez bawer im dikare karekî baştir jî bi pêş ve bibe. Prinsîpa min a di jiyanê de ev e: Ku ez ji xwe bawer bim, ez bawer dikim mirov dikare xwe û kesên li dora xwe jî qanii bike.“

Stranên Lorîn bi kurdî ne û ew dibêje ku ji bilî bi kurdî ne di bala wê de ye ku ew bi zimanine dî bistirê. Ji bo wê zimanê dayikê meseleyeke dil e, wek ku ew diyar dike. Lê wek wê, muzîka wê jî ketiye bin bandora çanda rojavayî: „Ez bawer dikim bandoreke mezin e. Malbata me gelekî kurdperez e. Lê ji aliyê guh û mejiyê min ve kêfa min ji muzîka cîhanî re tê, ne tenê ji ya ewropî tenê re. Ez bawer im mesela ku gerek mirov li gorî guhdarên kurdî yan ên dî here, di dema niha de şaş e. Ez bawer dikim tiştê ji dil derkeve, gerek derkeve û bigihê dil. Îca niha di vê demê de ev şexsiyeta Lorîn e. Ev tiştk di muzîka min de jî diyar dibe. Em ji bîr nekin ku min zêdî nîvê temenê xwe li Swêdê derbas kiriye. Lê dilê min her dîsa kurd e, û ji Qamişlo me.“

Li Qamişloyê Lorîn ji dayik bûye. Strana ku wê di alboma xwe de diyarî bajarê xwe kiriye, nîşan dide bê çiqasî ev bajar jê re giring e. Lê tevê vî yekê jî hişê Lorîn di navbera Qamişlo û Stockholmê de diçe û tê, bêyî ku ew ji xwe re destnîşan bike bê ka ew li kû derê xwe li malê hest dike: “Gelek ciwan hene, ne xwe li wê derê dibînin, ne jî xwe li derveyî welêt dibînin. Qamişlo ji min re ne welat e, Swêd ji min re ne welat e, lê bi rastî Qamişlo ji min re ciyek e ku ez carinan di xeyalên xwe de direvêmê, xwe lê diveşêrim. Ez dihisim min zaroktiya xwe li wê derê hişt, ew zaroktiya bi ken derbas bû. Rêya derketina me ji welat zaroktiya min kujt, xweşbûna jiyanê kujt. Ew ji min re tim hesret e. Heta ji min tê ez gelek caran dixwazim herim wir û ez diçim jî.“

www.lorinmusic.com

Sîrwan H. Berko – Dortmund
çavakani: www.amude.com

VIDEO