27

Ozkan Kuçuk heta niha çend belgefîlm kişandine. Herî dawî belgefîlmekî bi navê “Seyîd” kişand. “Seyîd” li ser bavê Kuçuk bi xwe ye ku bavê wî “Dede”yekî (Pîrekî) elewiyan e. “Seyîd” îsal di Festîvala Fîlman a Stenbolê de hat nîşandayîn û ecibandin. Derhêner Kuçuk ku niha li Amedê di bin banê Navenda Çanda Cegerxwîn de karê sînemayê didomîne me pêre hevpeyvîneke li ser “Seyîd” û belgefîlmkariya kurd pêk anî.

Ez dixwazim pêşî vê bipirsim: Dema te ji ‘Dede’ re got ez dixwazim tişteke wisa bikişînim reaksiyoneke çawa nîşan da?

Reaksiyon normal bû. Lê ez bawerim ew jî nedifikiriya tişteke wisa wê derkeve. Zêdetir wî digot belkî em tiştek wekî nasandinê çêbikin. Dibe ku niha jî hê nizane tesîra wî çawa ye. Ji ber ku nekarî li sînemayê lê temaşe bike, nizane temaşevan çawa difikirin, çi hîs dikin. Ew bixwe di dinyayekî din de ye. Ji aliyê wî ve mesele tişteke din e. Ji bo min ez fîlmekî çêdikim, dixwazim hin kes fêrî hin tiştan bibin, lê ji aliyê wî ve ev e; min hin tişt jê pirsîne, ew bi zarokê xwe re axivî ye.

Diya te çi got?

Dema me li mal temaşe kir, diya min ji bo hin tiştan got; Çi hewceye tu qala malbatê dikî? Min jî got; Ji bo mijarê lazim e. Wî ev kar kiriye lê çawa kiriye? Ew ji nav nakokiyên çawa derketiye? Cemevî  (Cemxane) çawa çêkiriye? Dema tu qala kesek bikî, tu mecbûr î li ser nakokiyên wî jî, li ser pirsgirêkan jî bisekinî.

Di belgefîlm de PÎR’ek (DEDE’yek) heye. Pîrek, zimanek û dîrokek heye.

Rast e.

Tu dixwazî temaşevan kîjan aliyê derxin pêş, kîjanê fêm bikin?

Tu nikarî ji hev qut bikî, ji hev ne cuda ne. Ji aliyê olî de, baweriyê de elewîtî her bi paş ve xistine, her tim bi ser de çûne. Aliyê din de zimanê me jî wisa ye. Zimanê kurdî her tim di bin zordariyê de maye. Tu nikarî wî Pîrî jî qut bikî. Jiyana wî di nav van de diçe. Di nav van zordarî de, tiştên wisa de hat û çû. Hemû jî lazim in. Ew bi xwe ji alî olî de tiştan dike, lê li aliyê din divê di nav jiyanê de bi zimanê xwe derdê xwe bîne ziman. Mesele ev e.

Çima te xwest belgefîlmekî wisa çêbikî?

Li aliyekî, ji aliyê dokumanteran ve tu dinêrî bi hin mirovan re têkiliyên te hene; ew malbata te be jî, hevalên te bin jî, têkiliyên te hene, lê tu zêde li ser nasekinî, tu zêde hin tiştan par ve nakî. Tu li eynî malbatê bî, eynî karî bikî, tu heval bî jî hev zêde nas nakî. Ev belgefîlm zêdetir ji bo vê tişteke baş e. Ji bo parvekirin, ji bo hev du naskirinê û nasandina wan a ji bo kesên din baş e. Ji bo van ez li ser sekinîm. Bi vê re, têkiliyeke min a nû bi bavê min re çêbû. Ji aliyê din ve jî pêdivî pê hebû. Wî gelek tişt kiriye ji aliyê baweriyê ve, gelek tiştên muhîm jî kiriye, min nexwest ev veşarî bimînin. Min xwest bêne naskirin, bêne dîtin. Lê ne wekî qehreman, dibe ku ne qehreman be jî lê bi îtîqat karê xwe kiriye, ev tişteke muhîm e. Divê milet bibînin. Loma di bin navê “Çîrokên ji derdora me” ez dikişînim. Berê min “Pîlava Binok” kişandibû, niha jî ev. Bi nêrîneke din mêzekirina li der û dora xwe.

Di belgefîlm de wekî min got pîrek, zimanek û dîrokek heye. Belgefîlm bi kurtahî qala wan dike. Lê wekî ku 30 salên paşî yên kurdan zêde neketine nav belgefîlm. Mînak di belgefîlm de firokek li ezman difire, tu dizanî ew nîşaneya 25-30 salên dawî ye lê wekî din tiştek tune ye. Gelo te xwest tu xwe sansur bikî?

Na. A rast ne sansur e. Di belgefîlm de jî heye, cihekê ew (Pîr) dibêje kamerayê bigire. Li wir ew qala wan tiştan dike, qala hin tiştan dike. Wî nedixwest hin tiştan li ber kamerayê bibêje, min jî nexwest eşkere bikim, min hurmet nîşanî dîtina wî da. Dibe ku wî aliyê xwe de sansurek kir, min jî got ev nêrîna wî ye, bila wisa be. Lê ez bawerim mirov bifikire, ji vê jî mirov dikare hin tiştan derxe holê. Min bi temamî qut nekiriye. Ji aliyê dîrokê de jî, dibêjin: Dîrok dubare ye. Dîsa heman tişt hene. Ji aliyekê ve sirgûn, qetlîam, tiştên wisa her di jiyana me de derketine holê. Di belgefîlm de ev hemû hatine, bi ser mirovekî re em qala dîrokekî dikin. Mînak li aliyê Elewîtî ve heta Kerbelayê diçe. Aliyê din ve hem Elewîtî, hem kurdîtî. Dîsa 30 salên dawî, hin pirsgirêkên malbatê derketine. Ji ser jiyana mirovekî tu dikarî dîrokê bibînî.

Di medreseyan de jiyan jî, perwerdehî jî bi kurdî bû. Di Cemxaneyan de her çiqas ew kurd bin jî wekî ku bi tirkî be. Di fîlm de jî ev hinekî xwe nîşan dide. Gelo Elewîtî tirkîtî ye? Yan jî çima wisa ye?

Ez bawerim hinekî mecbûr mane. Mecbûr mane li ser zimanê resmî biçin. Ji xwe ji her alî de bi ser wan de hatine. Belkî fikirîne ku bi vî awayî xwe biparêzin. Ez zêde nizanim tam çawa bûye. Aliyekî di nav Elewîtî de, li nav Elewîtiya Anatoliyê de tirkî pir heye. Tirk jî zêde ne. Bandor lê kirine. Zemanekî gelek bandor li elewiyên Anatoliyê jî, li yên Dêrsimê jî kirine. Îhtîmal e ji wir zêdetir tirkî bandor li îbadeta wan kirine. Li aliyekê sedema wê ya ji dîrokî heye, aliyekê de xwestine xwe biparêzin.

Baş e. Ez wisa bipirsim: Ew dikarin bi kurdî îbadeta xwe bikin?

Belê, ev ne pirsgirêk e. Ew dikarin. Lê sedemên wê hene.

‘Dede’ dibêjin ‘Zimanê me hat qedexekirin’?..

Belê. Ew ne tişteke biçûk e. Tiştek muhîm e. Tiştên ku wan li dû xwe hiştine tiştên mezin in. Asîmîlasyon (Pişaftin). Asîmîlasyona ku li ser kurdan hatiye kirin, herî zêde jî li Dêrsimê hatiye kirin. Baweriya min ev e. Dibe ku ev jî zêde tesîr lê kirine. Lê hin Elewiyên Dêrsimê hene bi zazakî îbedeta xwe dikin. Min wisa dît, kurmancên wir zêdetir bi tirkî îbadetê dikin, lê yên zaza, zêdetir zazakî bikar tînin. Yanê xwestine Dêrsimê asîmîle bikin lê hemû nebûne. Ev jî mijareke din e, dibe ku mirov li ser vê jî bisekine.

Di belgefîlmên te de mirov li pêş in. “Karkerên Avahiyan”, “Pîlava Binok”, “Seyîd”. Navenda mijara te mirov in. Tu dikarî li ser vê tercihê çi bibêjî?

Ez ji vê hez dikim. Ez dixwazim wekî portre li ser mirovan bisekinim. Tiştek din jî; di belgefîlm yan jî sînemayê de, divê tu mirovan nas bikî, têkilî deynî, hev nas bikî û parve bikî. Dibe ku çanda Elewîtî jî wisa ye ku mirovan digire navendê. Dibe ku ji wir jî hatiye. Ez jê hez dikim. Ez naxwazim qala tiştê ku her kesî dîtiye bikim. Tiştên ku her kesî nedîtiye. Tiştên ku her kesî bi mirovan re nedîtiye jî dikare tiştan bîne ziman. Ev muhîm e. Tu dikarî yên herî qehreman jî bikişînî, lê jiyana li quncikek veşarî maye tu dikarî wê jî bînî ziman. Huner mirovahî tîne ziman, ez jî wê dikim.

Ez dema li kunyeya Ozkan Kuçuk dinêrim, heta niha belgefîlm kişandine. A- Tu dixwazî ji belgefîlman xilas bibî, dev ji wan berdî yan na? B- Tuyê kengê ji belgefîlm derbasî fîlm bibî?

Niha ez li ser fîlmekî metrajdirêj dixebitim, ez senaryoya wî dinivîsim. Ji Fona Balkan jî piştgirî min girt. Navê fîlm “Bexçeya Porteqalan” e. Ez li ser dixebitim lê ez naxwazim dest ji dokumanterê berdim. Ez fîlmên metrajdirêj bikişînim jî li aliyê din ez dixwazim dokumanteran bidomînim. Dibe ku rojek bê deh, bîst heb dokumanterên “Çîrokên ji derdora me” derkevin holê. Ez dixwazim bidomînim, yan jî kesên dixwazin vî karî bikin ez bi wan re bikim, alîkarî bidim wan. Jixwe li Amedê gelek “Çîrokên ji derdora me” hene. Lê di nêzîk de ger derfet hebin ezê vî fîlmî bikişînim…

Wekî ku tu ji fîlm zêdetir qîmetê didî belgefîlman…

Belgefîlm zêdetir rastiyên însanî tînin ziman. Ev rastiyek e û ez ji vê hez dikim. Di fîlmên ‘kurmaca’ (vesazkirî) de her tiştî tu ava dikî û nîşan didî. Ev pirsgirêk e. Tu dinyayekî çêdikî, nîşan didî û dibêjî ev rastî ye. Lê ew ne rastî ye. Di dokumanterê de jî tam ne rastî ye, kamera heye, vesazkirin çêdibe, nizanim çi heye, lê dîsa jî zêdetirîn nêzîkê rastiyê ye. Ev terciha min e. Dema ez fîlmê metrajdirêj çêbikim ez bawerim ewê jî li vî alî be hinekî. Ne zêde ‘kurmaca’ be.Wê zêdetirîn xwerû û bi xwezayî derkeve holê.

Tu kesek ji Dêrsimê û elewî yî. Dêrsim û Elewîtî ji bo te, ji bo hunera te tê çi wateyê?

Ew der axa ku şikil daye min e. Niha, hemû tevger û rawestana min, her tişt ji wê axê hatiye girtin. Ez mecbûr mame zimanê xwe yê dayikê ji bîr bikim û paşê dîsa ez hînê wê bûme. Parçeya çanda ji kalên xwe ku navenda baweriyekê bûn jî min girtiye. Ji van tiştan ez vê encamê derdixim: Qîmetê didim mirov. Pejirandina mirovbûnê û li ser navê mirovahiyê mirov tiştinan bike. Hem di Elewîtî de ev heye, hem li Dêrsimê, li gor xwezaya kurdan ev heye. Ew tên cem hev; hevdîtineke gelek baş e. Baweriya min ev e.

Her belgefîlmkar şêweyeke wî/ê heye. Tu ji şêweya belgefîlmên kî hez dikî? Wisa kesek ku tu bibêjî ez gelek jê hez dikim hene?

A rast ne ji bo belgefîlm lê ji bo sînemayê hin derhêner hene di nav dîroka sînemayê de ku me ji wan feyz girtiye. Hin mamosteyên me jî hebûn wekî mamoste Ahmet (Soner), Semir (Aslanyurek) û Hüseyin Kuzu, me ji wan jî gelek tişt girtiye. Tiştê ku ez difirikim, li ser şêweya sînemayê, şagirtên din jî wisa difikirin. Mînak Ozcan (Alper), Kazim (Oz), dibe ku Huseyîn (Karabey), ev nêzî hev difikirin. Dibe ku ji vir şêweyeke sînemayê derkeve. Ev ne tenê ji bo belgefîlm, ji bo sînemayê. Mînak şêweya Brecht. Mînak dibêje “Ji biyanîbûnê, biyanîkirin”. Di nav sînemayê de Godard gelek bikar aniye. Yekî fransî ye. Di nav fîlmê metrajdirêj de kameramanê nîşan dide. Yanê derdê wî çi ye, dibêje ku ev fîlmekî ye tu seyr dikî. Ew ne xeyal e. Rastî tenê ev e ku ‘Em li fîlmekî temaşe dikin’. Lewma ew şikil dide şêweyê. Ez jî di nav fîlmên xwe de car caran kamerayê nîşan didim, carinan hin problem hene divê tu nîşan nedî di montajê de, lê ez wisa nakim, ez wan jî nîşan didim. Di wir de ez dixwazim bi kêmasiyên xwe re jî rû bi rû bimînim.
Birayên Taviani hene, dîsa Theo Angelopoulos heye ez ji wan hez dikim, lê di belgefîlm de kesek ez bikevim bin bandorê nîn e. Li gor şertên taybet ez bi şêweyeke dikişînim. Dikim tiştek li gor xwe, dibe ku aliyên wî yên xweser hebin.

Rewşa belgefîlmkarên kurdan çawa ye?

Baş e. Mînak di Festîvala Stenbolê ya îsal de gelek belgefîlmên kurdî hebûn. Hemû jî li ser meseleyên kurdan bûn. Ew dixwazin derdê xwe bînin ziman. Ev jî wê şêweyan derxe holê. Ev tişteke muhîm e. Dema 95-96-97’an de me dest pê kir, belgefîlmekî kurt bi kurdî tune bû. Niha tenê di nav vê festîvalê de 6-7 belgefîlm hebûn. Qala meseleyên kurdî dikin. Zimanê sînemayê diceribînin. Gelek baş e. Û tiştên baş wê ji vir derkevin. Vî alî de ez dibêjim baş e.

Li Amedê, li Navenda Cegerxwîn we beşa sînemayê vekiriye. Hûnê çi bikin?

Emê dibistaneke sînemayê ava bikin. Emê li ser wê bixebitin. Hin tişt hê ne zelal in lê em dixwazin wekî ekoleke (nifşek) dibistaneke çêbikin. Ne dibistaneke sînemayê ya ji rêze, ekoleke sînemayê. Ev ekol jî heta îro me çi kiriye ji wir wê derkeve holê. Yanê me çi ji mamosteyên xwe dît, me çi li wan zêde kir û em bi sînemayê dikarin çi bikin, dikarin çawa bikin? Li ser vê gelo em dikarin zimanekî sînemayê wekî ekol derxin holê? Û li Amedê gelek kes hene dixwazin karê sînemayê bikin, bibin sînemager. Ji bo wan em dixwazin dibistaneke ava bikin.

Hûnê pirtûkên sînemayê wergerînin kurdî…

Rast e. Di vê dibistana sînemayê de em dixwazin dersên sînemayê bi kurdî bidin. Zêdetir bi kurdî. Ger mêvanên me hebin, biyanî bin û bên ji bo dersdayînê, dibe bi tirkî, bi îngilîzî yan bi zimanê din be lê wê dersên me zêdetir bi kurdî bin. Çend pirtûkên bingehîn ên li ser sînemayê em dixwazin wergerînin kurdî û li ser wan dersan bidin. Hin pirtûkên li ser senaryoyê, li ser vesazkirin û hin tiştên din hene lê hê ne diyar e emê kîjanan wergerînin. Ez bawerim li nav kurdên Tirkiyeyê wê yekem car sînema bi kurdî bê nasîn, kurdî ders bê dayîn, pirtûkên sînemayê bêne wergerandin.

Kazim Oz “Dûr” kişandiye li ser malbata xwe. Rodi Yuzbaşi “Miraz” kişandiye dîsa li ser koç û birê wî ye. Te “Seyîd” kişandiye li ser bavê xwe. Belgefîlmkarên me çima mijarên wan her malbata wan e?

Tiştên ku tu baş pê dizanî, tu dikarî baş bînî ziman. Dibe ku ji wir tê. Derdora xwe baş dizanin. Meseleya kurdan jî wisa ye. Kurd niha li der û dora xwe dinêrin. Her tişt li der û dora te ye, ne dûr e, nêzî te ye. Li wir ji aliyê însaniyetê, aliyê dîrokê ve her tişt heye. Belkî tu bi xwe yî jî. Tu gavek din bavêjî dibe ku tu qala xwe bikî. Lê li derdora te her tişt heye.

Pirsa dawî: Hin kes dibêjin kî çi dikişîne hema bila bikişîne. Baş an xirab. Tu jî wisa dibêjî?

Belê ez jî wisa dibêjim lê li vir pirsgirêkek heye. Her kes divê bikişîne, bigihîje wê derfetê. Derfeta kişandin û nîşandayînê bi dest bixe lê divê her kes berpirsî jî bigire ser milên xwe. Yanê mesele dikişînin, lê berpirsiyarî nagirin ser milê xwe. Zû dibêjin ‘Temam, em bûn’. Divê zû nebêjin em bûn. Her tişt bila ji bo kemilîbûnê bibe gaveke. Ev girîng e. Divê mirov nebêje ez kemilîm, ez temam bûme. Divê bifikire ez baştir dikarim çawa bikim? Bi kesek din re çawa dikarim parve bikim û em tiştên baş bikişînin? Ev girîng in. Li nav me jî hene, tiştek kişandiye, lê reklamê wî tiştî zêdetir pêş e, fîlm li dû diçe. Ev ji bo pêşerojê jî bi talûke ye. Ev reklam lêgerîna li tiştê baştir ji holê radike. Divê mirov her gav tiştên baştir bikin.

***

Ozkan Kuçuk kî ye?

Derhêner Ozkan Kuçuk di sala 1975’an de li Dêrsimê hatiye dinê. Ji Beşa Endazyariya Hawirê ya Zanîngeha Yildiz Teknîkê di sala 1997’an de mezûn bûye. Bi teça xwe ya bi navê “Salên 90’î de Sînemaya Tirkiyeyê” li Beşa Radyo-Televîzyon û Sînemayê ya Zanîngeha Marmarayê lîsansa xwe ya bilind kiriye. Ji sala 1999’an ve li Kolektîfa Sînemayê ya Mezopotamyayê xebat kiriye, û nivîsên li ser sînemayê nivîsandiye.

Fîlmên wî:

2005 – “Pîlava Binok”, Video-Belgefîlm, 45 dq.,
2005 – “Li Serxaniyên Diyarbekirê”, Video-Belgefîlm, 27dq.
2004 – “Mamoste Arsen”, Video-Belgefîlm, 29 dq.,
2003 – “Yillar Sonra, İşte DİYAR-i BEKİR” (Piştî Salan Vaye Diyar-ê Bekir), Video-Belgefîlm, 70 dq.
1999 – “Karkerên Avahiyan”, Video-Belgefîlm, 23 dq. (Xebata komî)

Xelatên ku wî girtine:
“Li Serxaniyên Diyarbekirê”
– Festîvala Hawirê ya PAM, 2005: Xelata duyemîniyê
– Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Enqereyê, 2006: Xelata sêyemîniyê.
– Festîvala Fîlman a ji bo Aştiyê, 2006: Xelata Hawirê

Hevpeyvîn: Cemil Oguz
Jêder: DİYARNAME

11

Sömürgecilik üzerine söz söylemek isteyen biri, bunu sadece tarihte olup bitmiş şeyleri anlatarak yapamaz. Bollain’in filmi, bir ucu 1492’ye, diğer ucu Bolivya’nın barikat savaşlarına giden bir zincirin iki halkasını eşsiz bir biçimde birleştiriyor.
 

Dün aslında bugün ve gelecektir

Sahip oldukları her şeyi değişmeye hazırlar. Silahsızlar ve silahları tanımıyorlar. Demir kullanmıyorlar. Mızraklarını kamıştan yapıyorlar. Bunlardan iyi köleler olabilir. Elli kişiyle hepsine boyun eğdirebiliriz.

1492 yılının ekim ayında Kristof  Kolomb, ilk izlenimlerini böyle yazıyordu günlüğüne. Gerçekten de öyle yapmışlardı. İlk saflığını insafsızca sömürdükleri yerliler daha sonra öfkeyle ayağa kalktıklarında da güçler o kadar dengesizdi ki, gerçekten de elli kişiyle binlerce yerlinin kanına girebildiler. Daha sonraki 500 yıl, tek bir zincirin halkaları gibiydi…

Iciar Bollain’in İspanya’nın 2011 Oscar adayı olan filmi Yağmuru Bile, bu uzun ve kanlı zincirin ilk ve son halkalarını bir araya getiriyor. Kristof Kolomb’un gerçek sömürgeci yüzünü açığa çıkaracak bir film çekmeyi kafaya takmış olan yönetmen Sebastian, Latin Amerika’nın en “yerli” ülkesi olan Bolivya’da işe giriştiğinde, umduğundan farklı bir tabloyla karşılaşır. Kolomb’dan 500 yıl sonra, bu kez Bolivya’nın yoksulları, çok basit ama çok hayati bir nesne için barikatların arkasında, ayaklanma halindedir: Su!

Böylece anlaşılır ki, sömürgecilik üstüne söz söylemek isteyen biri, Kolomb’un bugünkü versiyonlarına dokunmadan yapamamaktadır. IMF projeleriyle ülkenin üzerine kabus gibi çöken su şirketleri ile 1492’nin kanlı haydudu arasında fark olmadığı gibi, varoş emekçilerini hayvanca döven polisle 500 yıl öncesinin zırhlı serserileri arasında da fark yoktur. Sosyalist yönetmen Ken Loach’un daimi senaristi Paul Laverty’nin yazdığı senaryonun en zekice olan yanı da bu zaten! Filmin içinde bir süre sonra Sebastian’ın çektiği filmin bölümleri ile bugünkü gerçek hayat o kadar birbirine karışıyor ki, adeta yüzyılları aşan bir devamlılık ortaya çıkıyor ve siz neyin ne zaman yaşanmış olduğunu unutuyorsunuz. Su şirketlerini anlatırken “Londra ve Kaliforniya’dan gelenler daha neyimizi alacak; nefesimizi mi?” diye soran oyuncu/sokak militanı Daniel, adeta yüzlerce yıl önce Arawak yerlilerinin sorduğu soruyu sormaktadır. Aynı Daniel, yanan odunların üzerinden sömürgecilere rol gereği “Sizi küçümsüyorum” diye yiğitçe haykırırken, aslında rolün ötesinde, sokaklarda, barikatlarda yaptığını aynen tekrarlamaktadır; aslında çekimden ayrıldığında da yaptığı budur. Bu arada ne pahasına olursa olsun bütün o karmaşanın içinde filmi bitirmek isteyen Costa ve Sebastian da sokaklardaki yaşamın gerçeğine sırtlarını çeviremeyecek ve trajik kararlar vereceklerdir. Çünkü sokakta yatan cesetlerin gerçeği, aslında yapmak istedikleri filmin gerçeğidir. Film boyunca sürekli biçimde yüzyılları atlayarak bugün ve geçmişe dönen kamera, Bollain’in müthiş ustalığıyla bize hep bu gerçeği yaşatıyor.

Kolomb’un ilk ekibinde olduğu halde daha sonraları yarattıkları vahşetten utanç duyan papaz Bartolome de las Casas, şöyle anlatıyor yerlileri: “Geniş komünler halinde her biri 600 kişiyi barındıran çan biçiminde evlerde yaşıyorlardı… Alım satım ya da benzeri hiçbir ticari davranış göstermiyorlardı; yaşamak için doğal çevrelerinin onlara sunduklarıyla yetiniyorlardı. Sahip oldukları şeyler konusunda son derece cömertlerdi ve dostlarının da sahip oldukları şeyler konusunda kendileri gibi olmasını bekler ve olamayanlara kızarlardı.”

Bollain’in filmini dikkatli bir gözle izlerseniz eğer, yoksulların yaptığı “halk komitesi” toplantısının da tam böyle bir şey olduğunu fark edersiniz. Aradaki tek fark ise, sanırım bu kez artık ezilenlerin 500 yıl önceki kadar saf olmadıklarıdır.

Sonuçta, “Yağmuru Bile” gerçek bir politik film izlemek isteyenler için heyecan verici bir deneyim olacaktır.

M. Ender ÖNDEŞ

23

Yönetmenler Mehmet Hadi Sümer ve Halil Fırat Yazar Kürtçe rock müzik üzerine bir belgesel çekti. ‘Bé Wetan’ın (Vatansız) gösterim için desteğe ihtiyacı var

Kürtçe rock müziğin, kökeni neye dayanıyor, dalları nereye uzanıyor?

Halil Fırat Yazar: Koma Wetan bir şarkısında diyor ki; ‘Tu bayê sar çi digeri/ Mîna hespa bê gemuzî’… (Sen ey soğuk rüzgar ne geziyorsun, gem vurulmaz bir at gibi…) Kürtçe rock dediğimizde dal-kök gibi durağan bir formda değil de, o gem vurulmaz rüzgar ile tanımlamak ruhuna daha uygun olacaktır sanıyorum. John Lennon’ın da, Flitê Quto’nun da saçlarını dalgalandırmış bir rüzgar.

Belgeselin adı neden ‘Bé Wetan’?

Mehmet Hadi Sümer: İlk Kürt rock grubunun adı Koma Wetan (Grup Vatan) ama grup üyeleri ne bu grubu kurduklarında ne de bu adı aldıklarında vatanlarını görmüşlerdi! Kafkaslarda, ailelerinin sürgünlüğü ve kaçışlarının devamı olarak zaten vatansızdılar. Sadece Kürt rock müziği değil, Kürt müziğinin ana unsuru olarak vatan söyleminin şekillendiricisinin ‘vatansızlık’ olduğunu anlamak için kâhin olmaya gerek yok. Kürtçe şarkıların sözlerini deşifre ettiğinizde görüyorsunuz ki sevgiliye yapılan güzellemeler bile vatanla özdeşleştiriliyor, ama ortada ezbere bildiğiniz anlamıyla bir ‘vatan’ yok. Belgeselde de müzisyenler kendilerini anlatırken aslında ‘vatansızlıklarını’ anlatıyorlar.

Koma Wetan sizin bu belgeseli çekmeniz için en önemli motivasyon oldu sanırım?

HFY: Evet tabii. Koma Wetan’ı inceleyin, baştan sona ‘delilik’. Çünkü, bu ülkenin koca koca adamlarının oturup, ciddi ciddi bing-bang’ı tartışır gibi, ‘kart-kurt’ teorisini üretmeye başladığı yıllar. Ve ‘kart-kurt’tan değil de, Beatles’dan, Qarapetê Xaco’dan etkilenmek haddini kendinde bulan üç Kürt bir Ermeni gencinin hikayesidir Koma Wetan. Bu aynı zamanda sanatın etkisinin, saltanatların gücünü zaman içinde nasıl komik hale düşürdüğünü içinde barındıran bir gerçektir. Ve daha ilginç olan ise, bu grup kurucusu ve vokalisti Kerem Gerdenzerî 60 yaşına gelene kadar ülkesini görmeden yazdı o kadar şarkıyı. Baştan sona merak yaratan bir grup.

Başka hangi topluluklar var?

MHS: Koma Wetan’la başlayan Kürt rock müziğinin yolculuğu, yine kendi doğdukları topraklardan uzakta Adana’da MKM’de müziğe başlayan Koma Rewşen’e, çıkardıkları iki albümlerini de evde kendi imkânlarıyla basan yeraltı grubu Siya Şevê’ye ve Hakkâri’de ‘sıfır noktasındaki’ ilk Kürt heavy metal grubu olan Ferec’e kadar uzanıyor.

Koma Wetan ekibi belgeselde “Biz bu müziği yapmaya başladığımızda ne Rammstein’ı ne Metallica’yı tanıyorduk. Çalmaya başladıktan çok sonra tanıdık onları” diyor. Kürtçe rock’ın özgünlüğü nerede?

HFY: Sanatta doğal duygu çakışmaları normal bir durum. Belki şu anda bile dünyanın iki ayrı kıtasında, iki ayrı müzisyen, aynı gökyüzünün yıldızlarına bakıp yazıyordur şarkılarını. Kaldı ki metal müzik Rammstein ya da Iron Maiden vs. isimleriyle bir aidiyet kazanmış olsa da, bu isimlerden çok zamanlar önce bile bir uçurumun dibinde yankılanan rüzgarın ıslık sesi, o türü ortaya çıkarmıştı. Kürtçe rock’ta politik kimlik ön plandadır. Rock’n’roll 2. Dünya Savaşı sonrası anti militarist bir kimlikle doğdu. Kürt rock müziği ise kapitalizmin kışında, o ruhu kalbinin serasında yeşertiyor.

Sözlerde hangi tema işleniyor?

MHS: Kürt rock müziği diğer Kürt müzik gruplarına göre daha ideolojik ve politik bir çizgide duruyor. Biçim ve içerik birbirini besliyor ve sözler Kürt müziğinde alışık olduğumuz ‘lê lê ve lo lo’ lardan daha farklı oluyor. Koma Rewşen ‘Zagros’ adlı şarkısında dağları ima ederek ‘Zagros, bu baharda çocuklarını doyurdu’ derken, Ferec ‘Helikopter’ şarkısında 80 darbesini eleştiriyor.

Siz ne dinleyerek büyüdünüz?

MHS: Ailelerimiz gibi Aram Tigran, Xarapet Xaco, Arif Cizrawi gibi Kürt klasik müziğinin ustalarını, dengbejleri dinleyerek büyüdük, hâlâ da dinliyoruz. Ama hepimizin hayatında bir dönüm noktası olarak Koma Wetan’ı dinlemenin öncesi ve sonrası vardır. Dünyanın Beatles’la tanışması neyse Kürdün Wetan’la tanışması müzikal anlamda odur. Eski kuşaklar geleneksel motiflerde daha ısrarcılar tabii ama Kürt modernizasyonu sadece siyasal ve sosyal olarak değil, aynı zamanda kültürel olarak da şekilleniyor. Kürtçe rock popüler değil ama şu anki Kürt rock gruplarının popülarite kaygılarının olduğunu sanmıyorum.

Kürtler için popüler müzik nedir?

MHS: Kürtler için popüler müzik türünün ne olduğunu Kürtlerin bir araya geldiklerinde, alanlarda sokaklarda hangi türküleri bir ağızdan söylediklerinden anlayabilirsiniz. Müzik ile olan ilişkimiz ise malum kapı gıcırtısına bile halaya duran bir halkız. Duygu aktarımında edebiyattaki açığımızı müzikle kapatıyoruz, belki de bu sebepten Türk halkı bizi anlamıyor, çünkü dilimizi bilmiyorlar. Albüm almaya hâlâ çekiniyoruz sanırım, çünkü yasaklı zamanlardaki sakladığımız Kürtçe kasetlerimizin bir kısmı hâlâ toprağın altında duruyor, yeni albümlerde ‘bilinmeyen dil’ vasfına rağmen TRT gibi bir kurum tarafından bile telifsiz olarak kullanılıyor; herhalde TRT6 da para vermemek için bizim gibi internetten indiriyor.

Bir gün Türk müzik kanallarında ‘Kürtçe rock’ dinleyebilecek miyiz?

MHS: Türk müzik kanallarında Türkçe rock bile çok fazla kendine yer bulamıyorken Kürtçe rock dinlemek ne kadar gerçekçi siz karar verin. Çünkü hangi müziğin ne kadar dinleneceğini piyasa belirliyor. Piyasa olmuşsanız, apolitikseniz, magazinelseniz, popüler bir iş yapıyorsanız sonuna kadar kapılar size açık. Misal, bir bakın Anadolu rock gruplarından hangisine denk gelebiliyorsunuz müzik kanallarında? Türkçe sözlü Batı müziğidir tüm gün dinlettikleri, şimdi kaldı ki Kürt rock müzik gruplarına sahne verecekler? Yanında iki de bira satamıyorsa mümkün değil dediğiniz. İlle de olacaksa, Kürtlerin kendi müzik kanallarını serbestçe kurup kendi müziklerini serbestçe dinlemeleri daha makbuldür.

Belgeselden ilginç bir hikâyeniz var mıdır anlatabileceğiniz?

HFY: Adana’da Koma Rewşen ile söyleşi esnasında, arabesk üzerine hararetle konuşurken, dışarıdan aniden bağlama ile arabesk müzik çalınması oldukça ironik olmuştu bizim için.

Bé Wetan ne zaman gösterilecek?

HFY: İlk olarak Diyarbakır’da, Cegerxwin Kültür Merkezi’nin düzenlediği ‘FilmAmed’ günleri kapsamında gösterildi. Büyük bir ilgi gördü. Filmi bölgede sivil itaatsizlik eylemi olarak kurulan Demokratik Çözüm çadırlarında gösterecektik ki polis çadırları bir gecede yerle bir etti. Biz yine de önce bölgede altyazısız, kendi diliyle anlayanlara göstermek istiyoruz. Sonra, eğer sinema salonu bulursak göstereceğiz. Son olarak da filmi izlemek isteyenler için de internette paylaşacağız tabii ki.

Bundan sonraki projeleriniz neler?

HFY: Şu an bir kısa film üzerinde çalışıyoruz. Öyküyü bitirdik. Senaryoya geçeceğiz. Bu yaz çekmeyi öngörüyoruz.

ELİF TÜRKÖLMEZ/radikal

14

Şaredariya Batmanê bernameya 2’yemîn Festîvala Fîlman a Yilmaz Guney eşkere kir. Cîgira Şaredar Gulîstan Akel diyar kir ku festîval dê 6 rojan bidome û di beşên pêşbaziya belgefîlman, kurtefîl û çîrokên fîlmên kurt de bê lidarxistin.

Li Batmanê şaredarî 2’yemîn Festîvala Fîlman a Yilmaz Guney li dar dixe. Par jî wekî bêşpirka kurtefîlman hatibû lidarxistin lê îsal wekî festîval dê bê organîzekirin.

Ji bo eşkerekirina bernameyê li Salona Sînemayê ya Yilmaz Guney a Şaredariya Batmanê daxuyaniyeke çapemeniyê hate lidarxistin.

Li gor daxuyaniya ku hate dayîn di festîvalê de dê beşên pêşbaziya belgefîlman, kurtefîlm û çîrokên kurtefîlman cih bigire. Her wiha di festîvalê de dê semîner bên lidar xistin, der barê mafên mirovan de fîlm bên nîşandan û panel û gotûbêj bên lidarxistin.
Festîval îsal dê di navbera 14-19’ê sermawezê de bê lidarxistin û kesên ku bixwazen beşdar bibin jî divê heta 3’ê rezberê serî li amadekarên festîvalê bidin.

Der barê bernameyê de Gulîstan Akyel diyar kir ku ew ji ber li ser navê yilmaz Guney xebateke wisa li dar dixin pir kêfxweş in. Akel wiha axivî: “Me di dema şaredarê me Nejdet Atalay ê ku niha girtî ye de biryara vê xebatê da. Îsal careke din em bi hev re ne. Em ê îsal festîvalê li dar bixin. Em bi şîara ‘Em bi kevneşopiya Yilmaz Guney ber bi pêşerojê ve diçin’ îsal 6 rojan festîval li dar dixin. Festîval dê îsal bi 3 beşan pêk bê.”

Akel destînşan kir ku ew ê xelatan bidin kesên dê bi ser kevin.

Kesên bixwazin beşdar bibin dikarin ji vê navnîşanê forma serîlêdanê bigirin û serî lê bidin:
www.yilmazguneyfilmfestivali.com

22

5. Londra Kürt Film Festivali’nin organizatörlerinden Mustafa Gündoğdu, “Yönetmenliği kariyer edinmek isteyen ancak piyasa koşullarından dolayı umutları kırılan sinemacıları cesaretlendiriyoruz” diyor. Her geçen sene daha nitelikli bir muhtevaya bürünen ve büyük ilgi toplayan Londra Kürt Film Festivali’nin beşincisi, 30 Kasım-06 Aralık tarihleri arasında gerçekleşti. Yedi gün boyunca 8’i uzun, 92’si kısa metrajlı film ve 40 belgeselin 39 ayrı gösterimle vizyona girdiği festivalde geçen yıllara oranla daha yoğun bir katılımın olduğu gözlenirken, festival organizasyonunun genelinde gözle görülür bir kalite artışının olması dikkat çekti.

Festivalin kapanış galasının ardından biraraya geldiğimiz Londra Kürt Film Festivali (LKFF) Organize Komitesi Koordinatörü Mustafa Gündoğdu ile festivale ilişkin konuşma fırsatı bulduk.

Festivalin beşinci senesini geride bıraktınız. İlk dört yılla karşılaştırdığınızda ortaya çıkan sonucu nasıl değerlendiriyorsunuz?

İlk festivalimizi 2001 yılında gerçekleştirmiştik. O dönemdeki ürünler, birkaç uzun birkaç kısa metrajlı film ve birkaç tane de belgeselden ibaretti. Daha ziyade Kuzey Kürtlerinin sinema çalışmalarının gösterildiği dar bir içeriğe sahipti. İkincisine de böyle bir yansıma oldu, ancak üçüncü seneden itibaren ciddi bir gelişme içerisine girdik. Çünkü komitemize Güney Kürdistanlı Kürtleri de dahil ettik. Program renklileşti. Gösterdiğimiz film sayısı arttı. Böylece festival daha kapsayıcı bir çehreye büründü. Farklı insanları çekmeye başladık. Bu yılki organizasyon için, katılım, kalite ve benzeri kıstaslar üzerinden değerlendirildiğinde yüzde yüz bir gelişme olduğunu söyleyebilirim. Bu durum biraz da üretilen filmlerin sayısının artmasıyla doğru orantılı gelişti. Özellikle Güney Kürdistan’da gençler arasında ciddi bir film faaliyeti yayılmaya başladı. Keza Doğu Kürdistan’da da bu yönlü gelişen ivme festivalimizde direk yansımasını buldu. Festivalimizin diğer festivallerden önemli bir farkı da ülkedeki insanlarla direk temasımızın olmasıydı. Bu; normalde bir festivalin ulaşamayacağı filmlere direkt ulaşma imkanı yarattı. Bu yöntemi Avrupa’da çalışan diğer arkadaşlara da önerdik. Zaman zaman Kürdistan’ın farklı alanlarını ziyaret ediyoruz. Bu da bizim açımızdan avantaj sağlıyor.

Konuşmanınızda LKFF’nin 3’üncü yılının bir dönüm noktası olduğunu ifade ettiniz. Biraz açar mısınız?

Londra’da temsil açısından güçlü dört ana Kürt derneğinden ikişer temsilci aldık. Bunlar Halkevi, Kürdiş, Kürt Kültür Merkezi, Sürgündeki Kürt Derneği temsilcileriydi. İkisi Güney ikisi de Kuzeyli Kürtlerin derneği. Bize göre bu dernekler buradaki tüm Kürtlerin temsilini yansıtıyor. Ayrıca birde bağımsız olarak komitede ben varım. Tabii bunun dışında çalışmalarımıza, organizasyonumuza gönüllü olarak destek veren kişiler de var. Bu şekilde gittikçe Kürtleri aşan bir festival haline gelmeye başladı. Londra’da yaşayan diğer toplumların da ilgisi arttı. Bu sebeple festivalin merkezini, etkinliğimizi daha rahat koşullarda sergileyebileceğimiz bir noktaya kaydırma düşüncesine ulaşmış bulunuyoruz.

Londra’da gerçekleştirdiğiniz festivallerin Kürt sinemasına ne gibi katkıları oluyor?

Burada festivalimizde gösterilen filmlerin çoğu başka herhangi bir festivalde gösterilmemiş olan filmler. Kürdistan’ın Kürt sinemacıların koşulları biliniyor. Çoğu kıt kanaat kendi olanakları ile sinema yapıyorlar. Özellikle kısa metrajlı filmeleri yapan Kürt sinemacılarının ürünlerini başka festivallere gönderme olanakları yok. Bu bakımdan bakıldığında LKFF’nin sunduğu büyük bir imkan söz konusu. Avrupa’nın en önemli şehirlerinden birinde bu filmler gösteriliyor. Söz konusu filmlerin Avrupalı prodüktörler tarafından izlenmesinin olanağı yaratılıyor. Bu prodüktörlerin bu filmleri satın alması ya da farklı televizyonda yayınlamak üzere gösterim haklarını alma girişimlerine ön ayak olmuş oluyoruz. Bir diğeri; film yapma olanakları olmayan insanları film yapmaya teşvik ediyor ve yönetmenliği kariyer edinmek isteyen ancak piyasa koşullarından dolayı umutları kırılan sinemacıları cesaretlendiriyoruz.

Bu yıl bir kısa film yarışması düzenledik Yılmaz Güney anısına. Bu yarışmaya seksenin üzerinde film katıldı. Bu çok büyük bir rakam. Biz biliyoruz ki; bu filmler arasında sadece yarışma tarihinin açıklanmasının ardından çekilmiş, yani yarışmamıza özel olanları var. Çünkü biz yarının kaliteli Kürt filmlerinin temelinin kısa filmlerle atılacağını, yetkin ve başarılı Kürt sinemacılarının bu noktada ortaya çıkacaklarını düşünüyoruz. Belgesel ve uzun metrajlı filmlerin büyük bir kısmı ise maddi kaygılar nedeniyle sinema sektöründe gözardı edileceğinden, vizyona girmeleri mümkün olmayan filmelerin de gösterimini sağlamış oluyoruz. Festivalimizin ana kaygısı Kürt sinemasının gelişmesine hizmet etmek. Maddi bir kaygı yok. Mali gelirlerin tamamı sponsorluk üzerinden elde edilen gelirler ve bu gelirler direk festivalin masraflarına harcanıyor. Biz her yıl Kürt yönetmenlerini festivale davet ediyoruz. Birbirleriyle iletişim ve dayanışma imkanlarını sağlıyoruz. Londra çokkültürlü bir yer. Bu açıdan yönetmenler, farklı farklı izleyici kitlelerin tepkilerini öğrenmiş oluyorlar.

Festivale sinema çevrelerinin ilgisi nasıldı?

LKFF’nin başarısı ile birlikte Avrupa ve Dünya’nın farklı yerlerinden çok ciddi teklifler almaya başladık. Mesela New York ve İtalya’dan çok ciddi teklifler aldık. Yine festivalimizin bir diğer amacı da Kürt sinema mirasını araştırmak ve filmleri desteklemek.

Bu yılki festivali karşılaştığınız ilgi açısından nasıl değerlendiriyorsunuz?

Önceki yıllara göre artan sayıda bir katılım oldu. Sıkıntılarda yaşadık tabii ki. Kuzey Kürtlerinin ilgisinin az olduğunu gördük bu yıl. Bu sanırım Kuzey Kürdistan’da sinema başta olmak üzere sanatın genel anlamda yaşadığı kısırlıkla alakalı. Mesela biz Kuzey Kürdistan’da çekilen uzun metrajlı filmlerden “Fotoğraf” filmini verdik ki bu film beş yıl kadar önce çekilmiş bir film. Bu bir sıkıntı. Netice itibariyle biz ‘Vizontele’ gibi filmleri Kürt filmi diye gösterecek değiliz.

Festival süresince basın-yayın kuruluşlarının yoğun bir ilgisi ile karşılaştınız. Türk basınında festivalinize ilişkin farklı bir tavır geliştiğine tanık olduk…

Geçtiğimiz yıllara oranla çok ciddi bir medya sponsoru desteği vardı arkamızda. Aralarında Roj tv, Kurdsat, Kurdistan, Newroz, Rojhelat, Kurd Channel, Vin, Tishk, Zagros olmak üzere Kürtlerin tüm tv kanalları bize sponsor oldu. Yine Londra’da dağıtılan yerel gazetemiz Telgraf reklam ve haberleri ile ciddi destek sundu bizlere. Irak kanalı El-Şarkiya ciddi bir biçimde festivalimizi takip etti. Ancak daha çok Kuzey Kürtlerine hitap eden medya organlarında yeterince yer bulmadığımız kanısındayım. Arap basını ve İngiliz basınında çok ciddi yer bulduk. Ancak Türk medyası ile ciddi sorunlar yaşadık. Birtakım kuruluşlarda gerçekle yakından uzaktan alakası olmayan yayınlar çıktı…

HALİL GAM/ LONDRA
Yeni Özgür Politika

20

Ez xelkê welatekî me ku sînema tê de qet tune an jî pir kêm e. Mîletê min naçe sînemayê. Ji sînema xwe hez nake û nas jî nake. Sînema ji bo kurdan hîn jî şerm e.

– Kek Hiner rojbaş. Xwendevanên Netkurdê cenabê te baş dinasin. Lê dîsa jî dikarî piçekî behsa xwe bikî. Hiner Saleem kî ye û niha çi dike?

– Hiner Saleem kî ye? Tiştê esasî û girîng ez însan im û kurd im. Lê hemû tiştên din ez sergerdan im û digerim. Digerim carnan bêyî ku ez bizanibim çi digerim.

 Vê havînê min fîlmekî nû bi navê DOL temam kir ku di meha çile (january) de ê bikeve vîzyonê. 

 – Tu hunermendekî piralî yî. Berê bi karê resamî mijûl dibûyî. Paşê ketî nav dinya sînemaya kurdî. Sînema çawa bala te kişand?

– Di dawîya sala 1960ê de ez zarok bûm. Em li çîyan li gundê BILÊ yê nêzîkî devera Barzan bûn. Elekrîk tunebû û ambargoyê li ser herêmên rizgarkirî berdewam dikir. Carnan bavê min guhdarîya radyoya xwe ya kevn a malê rûsî dikir ku bi deh panzdeh baterîyan girêdabûn. Baterî li derve bûn, radyo li hundirê malê. Bavê min pir hez ji nûçeyên derheq kurdan dikir. Carnan şeş mehan yek peyv an xeber derheq Kurdistanê nedibihîst. Lê ji dîya min re digot ku hevalakî wî bihîstîye ku behsa kurdan bûye. Em hemû malbat bi vê nûçeyê gellek kêfxweş dibûn. Ji bo me tenê peyvek derheq kurdan derketaya wê peyvê bi rojan têrî me dikir.

Ji bilî radyoyê carnan bavê min pirtûkên klasîkî ên kurdî ku bidizî hatibûn çapkirin dianî malê û em tev mecbûr dikirin ku em guh bidin wan helbestan. Ew ên tê bîra min şaîrekî bi navê MACIN bû. Wekîdin berhemên Melayê Cizirî, Nalî, Şêx Rezayê Telebanî û wekî din bûn. Bavê min ji ber ku me tu înterese ji bo wan berheman nebû xwe gellekî aciz dikir.

Heta rojekê ku pirtûkek klasikî a kurdî ku di nav de illustrasyon (tablo) hebûn anî bo malê. Ev tabloyên keçên kurdên serbilind bûn. Por dirêj, sîngên dewlemend, cilên rengîn û li pişt wan çar çîya hebûn. Cara yekê bû ku min tabloyek an wêneyek dîtibû. Bi xêra wan tabloyan min bawer dikir ku Xwedê heye. Bi xêra wan tabloyan kêfa min bi şiîrên kurdî hat. Min bêyî ku jê fahm bikim pir şîir ezber kirin û xewna min ji bo tabloçêkirinê dest pêkir.

Zemanê otonomîyê di sala 1970 yan de em serbilind bûn û bi pîqabekê vedigerîyan bo malê. Tifinga birno ya bavê min li ser milê wî bû. Xalê min ku li şantîyeka petrolê li Kerkûkê karker bû ji kar hatibû avêtin. Di mala wî de televîzyonek hebû. Li wir min cara yekem TV dît ku wêne dimeşin û dilivin. Ew roj ew bûyer bû destpêka xewna min a çêkirina wêneyên ku dilivin. Ez hefteyekê li ber televîzyonê rûniştim. Gava şoka min derbas bû min fahm kir ku ew wêneyên ku dilivin wêneyên Seddam Husseyîn û Ehmed Hassan Bekir bûn û şiir û muzîka ku dibihîzim li ser panarabîzm û pesindana rejîma Baasê bûn. Lê min fahm nedikir çima televîzyon bi zimanê kurdî qise nedikir. Min fahm nekir ew sandoqa bisîhir çi ye?

 

Lê min wê gavê sond xwar ku ez ê rojekê kurdan di vê sandoqê re derbas bikim û ew sandoq ê bi kurdî jî bipeyive. Min digot ez ê yan bibim elektrîsyen an jî dansos. Yekem heza min ji bo sînemayê wê gavê çêbû. Di serê min de xeyala sînema û muzîkê dest pêkir. Îro bi xêra Yilmaz Guney û Behmen Kubadî ev sandoq bi kurdî dipeyîve.      

– Wek gellek tiştên din ên kurdan beşa sînemayê bazaraka vala ye. Ji destpêkê heta niha çi astengên mezin bûn mişkile bo xebata te?

Ez xelkê welatekî me ku sînema tê de qet tune an jî pir kêm e. Mîletê min naçe sînemayê. Ji sînema xwe hez nake û nas jî nake. Sînema ji bo kurdan hîn jî şerm e bi biçûkxistinê li mêr an keça aktor ku li sînemayê dilîze, dinihêre. Kesên ku sînemayê çêdikin hîn biçûktir tên dîtin. Di nav kurdan de gotinek heye gava heya biçe dibêjin ”Bû sînema”. Û herî zêde mûsîbettir ku çend çeteyên dewletên dagîrker ew jî qedexe kiriye.

Lê tiştê ecêbmayî miletê min bêtir ji bo aktrîs û aktorên milletên serdest ku Kurdistanê dagîr kirine, hurmet heye. Fîlmekî wek Kurtlar Wadîsî ku ji alîyê hunerî de pir xirab e û fîlmekî dij bi kurd e jî, bi hezaran kurdên feqîr û qurbiser ku bi firotina doneran pere qezenç dikin ketin dorê û çûn temaşeyê wî fîlmî kirin. Fîlmekî li dijî wan û li dijî nasnameya wan e.

Lê bi neynûka be jî ez û derhênerên wek Behmenê Qubadî em ê di karê xwe de berdewam bin sînema ji bo nifşên pêşerojê çêbikin. 

Îro heşt neh kanalên kurdan hene. Yekê ji wan bi belaşî be jî fîlmên min nexwestine. Her çarsed parçeyên Kurdistanê yek sînema fîlmekî min belav nekiriye. Lê fîlmên min li Newyork, li Paris, Sydney, Toronto, Stockholm, Berlin û Cannesê tên belav kirin. Li festîvalên binavûdeng ên wek Venedîk û Cannesê di pêşbirkeyan de beşdarî dike.

– Kurd mîletekî nêzikî 40 mîlyon in. Bi hezaran bûyer, serpêhatî û serencamên vî miletî hene ku heta îro jî nebûne babeta fîlman. Te bi berhemên xwe çiqas dikaribû valahîyeka wiha tije bikî?

– Her fîlmek nêzikî saetek nîv e û her fîlmçêker jî di jîyana xwe de heger hertiştê wî baş bimeşe dikare 20 fîlman çêke. Ez bîst salên din jî bijîm û fîlman çêkim û 40 saetan behsa jîyan û êşa kurdan bikim têr nake. Êşa kurdan ewende mezin û fireh e ku emrê min qîm nake vê valahîyê tije bikim.

Ne Hiner, Behmen û Yilmaz, pênsedên din jî derkevin nikarin behsa vî miletî bikin. Ev milet e ku fîlmê xwe temaşe nake, qîymet nadê, hurmeta rejîsor û hunermendên xwe nizane lê hurmeteka mezin dide aktorên dagîrkeran. Ew dikarin mesrefên zêde ji bo merivên wiha bikin. Lê artîst, hunermend û rejîsorên kurd li ba wan bêqîymet e.

Jin û mêrek di temaşakirina fîlmekî min de ji ber ku du aktor hevûdû maç dikirin  xwe aciz kirin û derketine derveyî sinemayê.

Dewlemendên kurdan ji bo xwarinekê dikarin bi hezaran dolar mesref ji bo şexsê min bikin. Lê ger ez bixwazim hezar dolar nadin ji bo çêkirina fîlmekî.

– Mîzah di fîlmên te de temaya sereke ye. Ji bo te sînora mîzah û realîzm çawa ji hev cuda dibin?

– Dibêjin însanekî muhterem bi şerm û heya kêf nagire. Mîzah (Humor) şêweyekî biedeb e. Ez dixwazim behsa trajedîya kurdan bikim lê ji ber ku ew trajedî ewqas mezin e ez dixwazim wê bi mîzah bînim ziman ku temaşevanên bîyanî ji min nerevin ji ber ku trajedîya kurdan her zordestî, kîmyebaran û kuştin e. Ji ber ku ew ji min nerevin ez dixwazim bi vî awayî wan bikşînim sînemayê kurdî.

– Bi rejisorên din ên kurd re pêwendîya te çawa ye? Carnan hevkarî an şêwirmendî di navbera we de pêk tên?

  

– Ez ji bo pêşeroja fîlmê kurdî pir bihêvî me. Li çar perçeyên Kurdistanê nifşekî nû hazir dibe. Çimkî Behmen û ez tenê têrê nakin. Lê kêfa min pir bi kar û enerjîya Behmenî têt. Ez li ser navê Zerdeştî hêvîdar im ku emrê wî sed sal be û bikaribe sed fîlmên din ji bo me çêke. Ez sedî sed bawer im ku sed Behmen û Hiner dê ji nav kurdan derkevin.

– Tu jî wek hevalekî wî yê nêzîk bi Mehemed Uzun re hatibûyî Dîyarbekrê. Nêzikî şeş rojan em li gel hev li cem wî bûn. Hestên te yên wan rojan çi bûn?

  

  

– Herdem ez ji Dîyarbekirê derbas bûme hêsir bi çavên min ketine. Her şevên ku vê dawîyê ez li wir bûm giriyê min ji bo Dîyarbekirê dihat. Hêvîya me jî, şîn û şadîyê me jî Dîyarbekir e.

Vê carê min hêvî û dihata Dîyarbekirê di çavên nemirê Mehemed Uzunî de dîtin. Mehemed wek Dîyarbekirê hezar salên din jî zor û zordestî dom bikin ew herdû her dimînin. 

– Fîlmê te yê dawî Zero Kilometer beşdarî Festîvala Cannesê bû. Serketinek wiha mezin çawa pêk hat ? Zero Kilometer çiqas dikaribû bersîva hêvîyên te bide?

  

– Rejîsor an aktorekî tirk biçe Festîvala Antalyayê ev yeka ji bo wî dibe sermîyaneke heta heta.  Hurmet ji bo kesên ku xwe digîhînin Festîvala Antalyayê, lê Antalya wek ku zarokek di mehela xwe de fûtbolê bilîze. Lê gihîştina Cannesê ji bo rejîsorekî gellek zehmet e. Wek meriv li Real Madridê reqem 10 bilîze. Millet hene ku sed sal in dîrokên wan hene lê tu car wek rejîsorê wî welatî neçûne Cannesê. Dinya alem dizane Cannes li ku ye lê kurd hêj vê rastîyê nizanin.

 

-Wek rejisorekî kurd tu herî zêde çi wek asteng li pêşîya karê xwe dibînî? Gelê Kurdistanê, Hukumeta Herêmê Kurdistanê (HHK) û rêxistinên din ên sivîl ên kurdan çawa li te xwedî derketin? 

  

– Gellek însanên baş wek hunermend û artîst îro li quncikê zîndan û bendîxaneyên welatên dewrûberê Kurdistanê de ne. Elhamdûrellah li Rojhilata Navîn HHK bi qasê tûwana û îmkanên xwe piştgirîya hunermendan dike. Heger alîkarîya HHK neba belkî du fîlmên min dawîyê hêj zehmettir çêbûbana.

– Tu niha bi çi mijûl dibî? Fîlmekî te yê din taze xelas bû. Dikarî piçek behsa fîlma DOL bikî? Li ser wî hêvîyên te çi ne?

– Fîlmê DOL (DEHOL) li her çar parçeyên Kurdistanê derbas dibe. Aktorên wê kurdên hemû beşan in. Ji bakur Nazmi Kirik, aktirîsa pir bidihat Belçîm Bilgin, Ciwan Haco, Rojîn, Abdullah Keskin, Omar Çavşîn, Behmen Hacî û hunermendeka tirk Ayten Soykök û pir kesên din tê de rol girtine. Meha yekê a 2007 ew dê li Ewropayê be, lê hêvîdar im li gellek welatên din jî bikeve vîzyonê. 

– Sînemeya kurdî ji dema Yilmaz Guney heta îro di kîjan merheleyê re derbas bûye. Tu pêşerojê çawa dibînî û projeyên te yên pêşerojê çi ne?

– Bîyanîperest xwe dêxud. Ez ne dijî bîyanîya me. Berî her tiştî ez hurmeta dê, bav û kalên xwe digrim. Ez merivekî humanîst im. Dinyayeka bê kurd naxwazim. Kesên ku êrîşê ziman û hebûna kurdan bike pêwîst be ez ê her tişt bikarbînim da ku hebûna kurd û Kurdistanê pê biparêzim.Miletekî wek kurdan ku ji her di bin zilm û zordestîyê re derbas bûye divê bikaribe bersîva êrîşkeran bide.

Heger Başûr bi hemû înad, milk û emlak, bi xwîn û rih û dil bîstûçar seatan herroj kar ji bo millet nekiribûya îro ev destkevtin nediket destê kurdan. Loma divê em wê wek ronîya çavên xwe biparêzin.

  

– Gellek sipas Kek Hiner. Ez ji bo te serketinê dixwazin. Gotina te ya dawî ji bo xwendevanên Netkurdê çiye?

  

– Ez jî sipasê te dikim û serketina te dixwazim.

Amadekar:Hevpeyivîn: Keya Îzol
Çavkanî :
NETKURD

VIDEO