20

Meryem Xan yekemîn jina kurd e ku bi zaravaya kurmanciya bakur stran li ser qewanan tomar kirine. Sala 1904’ê li Dêrgola Botanê hat dine. Meryem Xan ji bo hunera kurdî zehmetekî gelek mezin kişandiye. Ji bona wê jî nav û hunera wê heya roja îro jî tên hez kirin.

Di Kurdistanê de Meryem Xan yekemîn pêşenga stranbejiya jina kurd e.

Meryem Xan sala 1949’an li bajarê Bexdayê di nava xeribî û êşên mezin de çu rehmetê.

Ji Wikipedia

11

Kamkaran Kamgeran (Kamkaran, bi Farsi كامكارها Kâmkârhâ, bi Ingilîzî ji wan re ’Kamkars’ tê gotin), malbateke Kurd ku ji heft birayan û xwîşkekê pêk tê, yek ji muzîkvan û muzîkarên Îranê û Kurdistanê ne. Repertuwara wan ji muzîka Kurd ya dewlemed û rengareng bi awazên tûj û ji rîtmên muzîka Iranê ya kalsîk pêk tê. Repertuwara muzîka Kurd gelek cur e û di dîroka xwe ya kevin de ra û şaxên xwe berdane nav laşên mirovan.

Ji Wikipedia

12

Çiqas ku bizava Kurdan ya siyasî û rizgarîxwazîyê ber bi pêşve diçe, hunera Kurdan jî di gelek qadan da tê gûherandin. Ciwanên Kurd gelek modern difikirin û kar dikin ku nasnameya muzîk û hunera Kurdan bi gelên cîhanê jî bidin nasandin.

Hozan Kawa bi hêz û evîneke kûr ya ji bo stran û awazên Kurdî çend sale ku ji armanceke wiha pîroz re di liv û lebateke bêwestan da ye.

Kawa di gundekî herêma Serhedê li bakurê Kurdistanê hat dinê. Gundê Palas yê girêdayî bajarê Mûşê jî mîna gelek cihwarên din bi dengbêjên xwe naskiriye. Li serhedê dengbêjên mîna Evdalê Zeynikê, Şakiro, Reso, Husêynê Muşê û gelek kesên din heya roja îro jî mîna xwîndingehekê tên hesibandin. Kawa di etmosfêrekî wiha da û li jêr bandora deng û hunera hunermendên Serhedê çavên xwe bi roniya cihanê vekirin.

Dayika wî( Gulêya Elif) rojekê jêre wiha gotibû: “ Lawê min ez şîretekê li te dikim ku piştî mirina min jî qet ji bîra neke: Ger tu dixwazî ez bi serbilindî te ji xwe re lawikekî hêja bihesibînim û ji te hez bikim, divê tu vî dengê xwe yê xweş bêxî xizmeta hunera Kurdî û mîna Reso, Şakiro û Evdalê Zeynikê bibî xwedî navekî bilind û bêmirin….“.

Kawa ji yazde(11) xwîşik û biran yê kurê herî dawiyê yê malbatê ye. Bavê wî jî li ser kar û xebata wî ya hunerî gelek geşbîn bû û jê dawa dikir ku bibe welatparêzekî baş.

Kawa xwîndina xwe ya olî di medreseyên Kurdî da da destpêkirin. Li rex vê xwîndina xwe ya dibistanê jî bi zimanê Tirkî didomand. Lê cîhana bîr û ramanên Kawa tenê di jiyana huner û muzîkê da dibihûrî. Ji ber wê jî xwîndina xwe di nîvco hişt û xwest ku bi yekcarî bi awayekî profesyonal karê muzîk û hunerê bike.

Li ser vê armancê ji 15 saliyê û pêda di nava xelkê da dest bi strînê kir. Sala 1987an li bajarê Muşê bi komeke muzîkê dest bi gotina stranên rojê kir. Herî zêde ew di bin bandora stranên gelêrî û koma Berxwedan da mabû. Di nava çalakiyê wê koma muzîkê da ew distirî.

Ji ber xwîndina stranên Kurdî û çalakiyên çandî Kawa sala 1993an bi qasî du salan ket girtîgeha bajrê Muşê. Hemû sûçê wî Kurdbûn û bi Kurdî strîn bû. Piştî derketina ji girtîgehê êdî rewşa siyasî li Kurdistanê û qedexebûna karên çandî-hunerî dest nedida ku ew li wira jiyana xwe berdewam bike. Ji ber wê jî tenê heftiyekê li malê ma û payîza sala 1995an neça ma ku rêya mişextiyê bigire ber xwe û hat Ewropa. Çîrka derketina ji Kurdistanê û gehiştina welatê Firansa bi serê xwe çîrokeke dûr û dirêje. Zehmetiyên jiyana li Firansa jî pir bûn, lê evîna ji bo bi destxistina armancên mezin jî pir germ û gur bû. Kawa şîretên bav û dayika xwe ya dilovan qet jî bîra nedikirin.

Li Firansa piştî heftiyek dest bi karê huner û xebata welatperweriyê kir. Di Newroza 1996an mîna şanoger û berpirsyarê lîstikvanên koma govend û muzîkê derket pêşberî gel û di vê qadê da pêngava yekê hilanî. Ji ber ku di şanoyê da rolê Kawayê Asinger dilîst, êdî ji wê rojê û pêda nasnavê hunerî yê „ Kawa “ jêre hat diyar kirin. Ji wê rojê û pêda heya sala 2000an ku bû endamê Koma Berxwedan, bênavber Hozan Kawa di hemû çalakiyên Kurdayetiyê da amade û niha jî di nava Kurdên Kurdistanê da navekî naskiriye.

Di nava Koma Berxwedan da da dest bi amadekirina albûma xwe ya yekemîn“ Ava Evînê“ kir. Berhemê wî yê yekê ku di yekê Îlûna sala 2001an da derketibû, bi germî ji aliyê guhdaran ve hat pêşwazîkirin. Piştî vê pêşwaziya germ Hozan Kawa 4ê Nîsana sala 2004an albûma xwe ya duyemîn“ Taya Dila“ jî derxist.

Kawa derheqa albûma xwe ya sêyemîn “ Ez û Tu“ da wiha dibêje :“ Ez li bendê nebûm ku gel yê wiha ji min xwedî derkeve û dengê min guhdar bike. Ji ber wê jî min xwest ku albûma min ya sêyemîn xwedî tam û çêjeke din be ku li gor hezkirina gel bibim bersiveke layîqî gelê xwe…“.

Bi mizgîniyek mezin vaye berhemê Kawa yê sêyemîn jî li ber destê weye. Ew bi hîvîye ku pêşniyar, rexne û dîtinên we hunerhezên stran û awazên Kurdî yên resen, di paşerojê da rêyeke hê berfirehtir li ber wî vebike.

Hozan Kawa di dawiyê da wiha dibêje:“ Hebûna me mîna xizmetkarên peyv û strana Kurdî bi hebûna gelê me ve girêdayî ye.“

Amadekar: Kakşar Oremar

Email: kakshar_oremar@yahoo.de

16

Dayika Rojîn ji Sûrîyê bavê wê jî Kurdê Mêrdînêye. Li Edenê hatiye dinê. Pênç zarokê malbata wê heye. Ew a navîn e. Wek gelek zarokê li vî welatî dijî jiyana wê jî di nav tunebûnê de û trajîk derbasbûye.

Xwendina xwe a serî û navîn li Edenê qedand. Dure jî “Adana Belediye Konservatuary” (konservatuar a şaredarê Edenê) domand. Her çi qas malbata wê li dij derdiket jî wê şaxê xwe ji huner nebirî. Çar sala çu qursa qerete. Ew fêrî teknîka xwe parastinê û dengê bû. Di vê navê de bi amatorî mûzîkê re dadiket û dersê şanê distand.
Di sala 1990î de ket “Adana Devlet Konservatuary”. Di eynî salê de beşdarî festîwal a tiyatro a Erlangenê bû. Bi leyistik a “Tazîye” beşa xwe bi dereceke başh qedand. Piştî xwendina xwe qedand li “Ankara Devlet Tiyatrosu” dest bi xebatê kir. Li devreyî welêt tiyatroya zaroka û a xorta çêkir.
Peymana albûma xweyî pêşî di sala 1996a de çêkir. Lê sala 2000a de albûm xelas bû. Ev astengîyek piyaseya mûzîkê bû. Çar sala gelek wexta wê biribû. Albûma wê ya pêşî, “Ya Hep Ya Hiç” di sala 2000a de derket. Gelek bal kişand û dengekî bilind derxist. Piştî vê, bi fîrmaya profesyonel û navneteweyî, Sony Mûzik re peyman danî. Bi vî awayî sîngleya xweyî pêşî derxist û di arenaya navneteweyî de xweqebûl kirin dan, derbasî jiyanê bû. Ev di serî de ji bo wê dûre jî ji bo mûzika Kurdî û a etnîk pêşketinek başh bû. Albûma wê ya duda bi navê “Sî” wek sîngle di 2003a de derket. Ev sîngle ji terefê gel hat qebûl kirin û gihîşt gelek deveran. Di Festîwal a Doşu Beyazitê de ji ber stranek Kurdî got DGMê biyara girtina wê a giyabî (paşpenî) da. Li berxweda. Qîrîya kû tu sûc nekiriye û teslîm nabe. Di vê demê de xebatên wê yî ji bo albûma nû berdewam bû. Di sala 2005a de albûma xweyî dawî “Jan/Syzy” derxist. Vê albûmê ji ber têkîlîyên di hundirê wê de û mijarên wê, gelek deng derxist. Lewre di albûmê de 9 bi Kurdî, 6 bi Tirkî 15 stran hebû. Stranek qlasîk a awaza wê Ara Dinçkiyan çêkiriye û Sezen Aksû dibêje “Vazgeçtim”; a Melike Demiraş “Arkadaş”, û a Lorena Mc Kennit “Tango to Evoro bi Kurdî got. Strana Hakky Bulut ku li Turkiyê pir bi nave “Ykimiz Bir Fidanyz” jî got. Taybetiyek din a albûmê jî hema bêje nîvê stran û awazê di albûmê de wê çêkiribû. Albûma nû iwmeyek cidî da jiyana wêyî huner. Li ser albûmê gelek hevpeyvîn bi televîzyon û qezeta re kir. Di 12 Nisan 2005a de xelat a “Altyn Kelebek, En Yyi Halk (Etnik) Müzik” sitand. Xelat a “Altyn Kelebek” ev cara 32a ye tê dan û bi rayê gelî, xwedîyê xelatê tê tespît kirin.
Xelat di dîroka xwede cara pêşîye kû dikeve destê hunermendek muzîka Kurdî çêdike. Ev hunermend a di şaxê xwede perwerdeye û piralîye, piştî konservatuar qedand, li “Adana Devlet Tiyatrosu” de, di gelek leyistika de rol sitandiye. Dûre jî di gelek leyistikên “Ankara Devlet Tiyatrosu”de rol sitandiye. Li Britanya tîyatroya zarok û xorta çekireye. Piştî bi qederê salekê li wir ma vegeriya Turkîyê…
Leyistikên heta neha leyistiye.

Bozuk Düzen
Romeo Juliet
Ferhat ile Şirin
Asiye Nasıl Kurtulur
Kanlı Düğün
Köşe Kapmaca
Sevgili Doktor
Taziye
Kiss Me Cate
Orkestra
Yeşil Trampetçi
Çok Geç Olmadan
Çamaşırhane
Kadınlarda savaşı Yitirdi
Mutsuz prens ile komik prenses
Chasing Shadows.(gölgelerin peşinde)
Morgan Dağı’ndan İniş.
İstanbul Efendisi
TV projeleri
Rinso reklamı
Bosch reklamı
Orkid reklamı
Hülya Avşar show
Tatlı Kaçıklar
Yasemince
Evimiz olacak mı?
Böyle mi olacaktı?
Nisan Yağmuru
Feride
Kadınlar Klubu
… Hunermend hîn ali “Erzurum Devlet Tiyatrosu” bi profesyonelî leyistikvanîyê dike.

15

Hozan Natalya 27.06.1976 li Ermenistane li gunde Schirazlu hatiye dunyaye .Bi esle xwe Natalya kurda Bakure Kurdistane ye, bi sedan salane kal u bave we ji welate xwe dur ketine, le bele hesreta welateki azad u serbxwe di dile wan de heye u herdem ji we bimine.

Di sala 1983 -an Natalya xwendna xwe ya dibistane despedike li ermenistane li bajare Abovyan.
Di sala 1989- an malbata Natalya kocberi Ukraina dibin u li we dere ji Natalya bi serkeftin di sala 1993 -an xwendna xwe ya navin xelaz dike. Ruhe huneri, ku Natalya bi salan dernedixist hole, cara yekemin di sala 1995- an li Newroze de reca huner ji Natalya re bu wek armanc. Heskirina huner cikas dicu mezintir dibu u bi awayi ji tekst u awazen Natalya be zehmet dihatin afirandin.
Di sala 1996- an Natalya xwendna xwe ya Hiquq despedike her cikas ev herdu xwestakana ji hev dur ji bun le bele ji bo Natalya herdu ji bun wek armanc.
Di salen xwendevanya xwe Natalya huner ji bona we bibu wek karek ji alye nasandina cand u kultura kurda gelen biyani re. Di gelek Festivalen u konzerten Sovyeta bere stranen geleri u nujen ji alye Natalya ve dihate peskes kirin.
Di sala 2001 -an xwendna xwe ya Hiquq xelas dike u pisti we bere xwe dide Europa ji ber pesxistina hunere xwe u di xismeta gele xwe da di reya huneri bimese.
Di sala 2002- an bi reya Pesbirka musike ya Televiziona kurdi Medya tv di besa nujen de ci ye yekemin digre u bi awayi ji xelata CD distine. Bi derketna CD ya yekemin „Xeyal“
Natalya dikeve nava dile gelek guhdarvana.
Jiyana xwe Natalya li Almanya derbas dike u li we dere ji hunera xwe u xwendna xwe ya nu Sozial-pedagog bihevre dimesine.

14

Jan Axîn di sala 1973’an de li gundekî Batman’ê hatîye dinyayê. Ji biçukatîya xwe de muzîk, hest û remanên Kurdî di gîyanê wî de cihekî girîng girtin. 

Di muzîka Kurdî’ de klasîkên mîna Mihemed Şêxo, Tehsîn Taha, Mehmed Arifê Cizrawî û Miradko, li ser muzîka wî tesîr kirin. Ji biçûkatiya xwe de ji temburê hez kir û berhemên xwe bi tembura xwe afirand. Di sala 1997’ an de beşa perwerdehiyê xelas kir. Berî berhema xwe, di nava xebat û organîzasyonên muzîka Kurdî de cîh girt. Li ser vê bingeha xwurt muzîka xwe ava kir û bi muzîka nujen ya cîhanê neqişand.  Di muzîka cîhanê de jî li kom û kesên mîna Pînk floyd, Gary Moore, Nîrvana, Bon Jovî û kesên mîna wan guhdarî kir. Bîr û bawerîya wî eve ku muzîka Kurdî jî  di nava muzîka cîhanê de êdî rola xwe bileyîze, ji ber ku muzîka Kurdî jî di keskesora vê cîhanê de rengekî taybet û bêhempa ye.

VIDEO