19

Beser ŞahînBeser Şahîn hunermendeke kurd e. Bi taybetî bi strana xwe “Rojbaş” bi nav û deng bû.
Beser Şahîn di sala 25.03.1969’an de li gundê Şaxko (Körü Köprü) di nava malbateke nîv hal xweş de hat dinê. Şaxko gundekî xwes ji herêma Zara (girêdayî Koçgirî)ye ku li gor pergala komara Tirkiyê girêdayî wilayeta Sêwasê ye. Koçgirî di dîoka siyasîya Kurdistanê de xwedî cih û rûmeteke bilind e. Di nava deh zarokên malê (pênc xwesik û pên biran) de Beser keça herî biçûka malê ye. Di nava Kurdên Elewî û herêmên jiyana wan de huner li gor zagonên olî û civakî cihekî bilind digire ber xwe. Jin û mêr di helkevt(minasibet)ên olî, civakî û siyasî de bi hevre dixebitin û di ti waran de cudatî di navbera wan de nayê dîtin.

Ji bona wê jî li herêma Koçgirî, Dêrsim, Bîngol û herêmên din navê gelek jinên soresger jî di dîroka siyasîya Kurdistanê de tê dîtin. Beser heya temenê 12 saliyê û bi dawîanîna xwîndina xwe ya destpêkê di gundê Sahiko de bû. Pistre ji bo dewama xwîdina xwe ya navendî hat Istembolê. Ramanên Kurdperwerî yên Husênê bavê Besê, bandorek mezin li ser bîr û ramanên wê jî danî. Ji ber ku Husên Sahîn di warê naskirina pirsgirêka Kurdî û zordariyên sîstema Kemalîsmê mirovekî gehstî bû û li ser dîroka siyasîya Kurdistanê jî gelek pirtûk xwendibûn. Hevalên wî yên herî bas pirtûkên wî bûn. Bîr û ramanên Kurdayetiyê mîna mîrasekê bandora xwe li ser mejiyê zarokên malê jî dihist.

Beser Sahîn bi gelek hevalên xwe re di bin mercên giran de ji sala 1989an heya sala 1991an dest bi xebatek berfireh kirin ku “ Navenda Çanda Mezopotamiya ” li bajarê Istembolê damezrînin. Bi damezrandina NÇM wan karîn di demeke kin de di nava dilê Tirkiyê de bi sedan ciwan hunermend, helbestvan û nivîskar li dora hev bicivînin û germiyek mezin di nava Kurdên koçber di nava meterepolên Tirkiyê de biafirînin. Berî wê Beser di nava du komên Koma Serhildan û Koma Çiya de bû ku têde him xebatên muzîkê û him jî xebatên folklorê pêskês dikirin.

Zivistana sala 1992’an Beser ji bo besdarîkirina di festîvaleke çandî-hunerî de hat Almaniya, lê ji ber ku dewleta Tirkiyê biryara girtina wê derxistibû, êdî nekarî veger Tirkiyê. Ji wê salê heya niha ew li Almaniya di nava dijî. Di qada Ewropa de jî ew karê xwe yê hunerî-siyasî dimesîne.

Berhem
Rozerîn (Album) (bi Koma Çiya)
Berivane (Album)
Nûrheq (Album)
Roj (Album)

Ji Wikipedia

20

Bangîn (Hikmet Cemîl) hunermendekî kurd e.
Di dilê çiyayê Kurmênc de, gundê Mabata ku mîna morîkeke şîne li ser sînga Efrîna xweşik tê xuya kirin. Li wî cihê ku hunera xweristê û spehîbûna wê digihê asta herî bilind, dengê Bengîn bi zelalî bilind dibû. Weke pêwîstiyekê ku xweristê reng dida xwe, xwe xweşiktir dikir.

Bi derxistina kasêta yekem (çi bêjim welat Kurdistan e) sala 1978’an Bengîn cihê xwe di hunera Kurdî de nîşan da. Herweha kasêta duyem (şoreş – 1979) û ya sêyem (Welato Kurdistan – 1982) taybetiya deng û muzîka wî bû sedema vekirina deriyê dilê gel. Bengîn ev dilsozî bi êşa gelê xwe yê bindest û têkoşer re bi kasêta çarem (zinara Erebî – 1984) da çenspandin. Çiqasî ev dilsozî bûbe sedema koçberiya Bengîn û derbederiya wî jî, bîstûpênc (25) salin ku neçar bûye ji hundurê welat derketiye, lê tucarî welat ji hundurê wî derneketiye. Ev hevde (17) sale ku Bengîn tu kasêtên nû dernexistine, lewra (vegera Bengîn) piştî van salan bi stîleke nû wateyeke din distîne.

Ji Wikipedia

13

Stranbêjê Hip-Hop Azad, sala 1976ê da, li Sînê, rojhilatê da, hatîye dinyayê. Ew niha li Elmanya, bajarê Frankfurt dijî û hip-hopgerek mezine. Em Hip-Hop dikarin bi muzîka dengbêjan hevberî bikin, ferqa wî tenu yekê; mirov stranên Hip-Hop zû dibêje.
Albûma wî yekemîn (Leben) li “Charts”ê Elmanya rewşa 50 girt, ya duyemîn (Nordwestschlagzeilen) rewşa 30 û ya dawî rewşa 10a, ji lîsteya Albûman ya en zêde hatin firoşandin.
Kilamê wî yî navdar “Freiheit” (Azadî) a ku wî bi Nasser Rezazî re strand, Azad li gel Kurdan pir meşhûr kir. Hunermendê Azad klamê xwe bi zimanê elmanî distri. Heta niha sê albûm derxist:

Leben (2001) (bi Kurdî – Jîyan)
Nordwestschlagzeilen (2003)
Der Bozz (2004)

Ji Wikipedia

15

Alî Baran hunermendê Kurd e.
Ali Baran sala 1956 li gundê Bargeni-Axucan`ê (Hozat-Dêrsim) hatiye Dinê. Navê wî yê rastî Ali Baranê lê guhdarên wî bi navê Baran nas dikin. Di nav malbata wî de him kirmanckî (dimilî) û him jî kurmancî diaxifin. Baran herdû devokan jî hîn dibe û niha bi herdû devokan stranan dibêje.

Baran`di dema 7 saliye xwe, çuna dibistanê`de hini zimanê tirki buye. Dibistana ortê li bajare Elezîzê xelas kirîye, pistre diçe Lise lê ji sebeben siyasî ji Dibistanê sala 1973 hate avêtin dicê Xozate 1978 de Lisê temam dike û base dice Almanye.

Bavê Baran, hunermendê bi nav û deng Mahmud Baran e. Kaseten wî hene. Dayika Baran ji xwes distrine, Ji bo vê sebebê zaroktiya wî di nav huner û hunermenden kurd de derbas dibe.Ew di nav stranên Arif Cizrewî, H. Cizrewî, Kavîs Axa, Meryem Xan û wd. de mezin dibe. Ji xwe hê jî stranên ew dengbêjan arenje dike û siklekî nûjen dilorîne.

Baran di 6 saliya xwe de li dahole û 12 saliya xwe de li tenbûrê dixe û li Dibistana gund û li Lise li pirozîyan bi Tirkî distirine. Baran cara yekemîn sala 1976 li Xozatê derdikeve pês gel û kurmancî distrinê. Pistre ji gelek deran derdikeve pês gel û strenên soresî dibêje.Bi stranên xwe li ser gel tesîrek mezin diafrîne. Li bo vê yêkê polês gelek caran êrîsê wî dike. Sala 1977 li Diyarbekir li sînema Dîlanê konserekî mezin dide û li vir tê girtin.Nêzîkî 2 mehan di girtîgehê`de dimîne. Pistî hepsa Diyarbekir diçe Almanye û diçe Universîte. Li vir demek besa kîmya,demek besa muzîke dixwîne û pistre jî dest li xwendinê berdide û bi temamî xwe dide muzîkê.

Di sala 1981`de Cuntên Askerê disa hatin ser hikmi û Baran di sala 1982`de li biyaniyê Tirkan avitîn, le ev dibe peneber (iltica) u pase biyaniya Almanan digre.

Kaseta Baranê yekemîn di sala 1981`de bi navê “Lo warê” li Elmanye derdikeve Pistre di sala 1984 de ”Deriyê Hepisxane”, sala 1987 de “Ey Dersimê”. Di 1989`de “Helepce û Zindan”, di sala 1991`de “Cene Cene”. Di sala 1993 Baran bi Pasporte Elmanî vedigere Welatên xwe û kasete “Deste ma ”cedike û sala 1995 jî Konzertekî Baranê Zindî, bi nave “Baran Leif Konzert” ku bi zimanê Elmanî ji diaxivin derdikewe, bi temamî heta niha 8 Kaseten Muzikê, CD û Kaseten Video derketine. Baran Tembur, Saz, Cumbus û Dahul-Def ledexwe.

Alî Baran albûmeke xwe yê bi navê “Evîna Me” jî di salên dawî da derxist.

Ji Wikipediya

16

Keremê T. Geredenzerî hate dunayê 6 Adarê tîva 1952 li bajarê Tibîlîsê (Gurcistan).
Bavê Kerem – Taharê Hacî Gerdenzerî
Dayika Kerem – Redîfa Nacîv-beg Reşî
Bass-gîtar Kerem Gerdenzerî hîmbiye li mekteba mûzîkê.
Tîva 1974 K. Gerdenzerî çêdike koma kurdî ya mûzîka modêrn.
Sazbendê komê hev dahatin guhastin heta tîva 1976. Navê komê danîn “Wetan”.

Sazbendê koma “Wetan”:
Derfan – Rafaêlê Şamilê Dasinî;
Keyboard – Lêvon Grîgorî Şaxbazyan;
Solo-gîtar, vokal – Omarê Sebrîyê Recevî;
Berpirsyarê komê, bass-gîtar, vokal – Keremê Taharê Gerdenzerî

Koma “Wetan” hertim derdket konkûrsa her wisa ji fêstîvala, kîjan derbasdibûn di Gurcistanê.
Tîva 1977 “Wetan” bû laûryatê konkûrsa “Stranên modêrn”.
Rêpêrtûara koma “Wetan” da xêncî arence strasnên kurdî yên gelerî cî girtibûn stranên K. Gerdenzerî.

Tîva 1990 li fabrîka Aprêlêvskî Ordêna Lênîn hate çapkir alboma koma “Wetan”, lê fonograma wê albomê hatibû nivîsandin sala 1979 bi fîrma “Mêlodîya” di bajarê Tibîlîsî.

Tîva 1991 koma “Wetan” hev belabû. K. Gerdenzerî sala 1992 da derbasî Moskvaê bû.

Sala 1996 – 1998 K. Gerdenzerî dixebite ser alboma nûh – “Azadî”, bi alîkariya Lêonîd Atabêkov, Nîkolay Şêstov û Alêksandir Vorobyov.

Sala 1999 – 2001 K. Gerdenzerî çêdike alboma nuh “Hewar”. Her wisa jî di wê salê derdkive alboma “Sitranên Kerem T. Gerdenzerî bi Orkestor”.

“Sitranên hilbijartî ji alboman Kerem T. Gerdenzerî ” derket sala 2002.

Vê gavê K. Gerdenzerî dixebite ser alboma nûh…

Berhemên Gerdenzerî
1. “Baê paîzê” 1979
2. “Azadî” 1998
3.”Hewar” 2001
4. “Sitranên Kerem T. Gerdenzerî bi Orkestor” 2001
5. “Sitranên hilbijartî ji alboman Kerem T. Gerdenzerî ” 2002

27

Dilgeş hunermendekî kurd e.
Hozan Dilgeş di sala 1952 de li Bajarê Merdînê hatiye ru dinê. Kaseta xwe a yekemîn di sala 1978 de çêkir.
Di vê kaseta xweda rewşa bindestiya gelê Kurdistan tîne ziman û dibêje: “ma qey bindestî para meye.” Kaseta xwe a duwemîn di sala 1979 de derdixe. Di vê Kaseta xwe de banga şer li dijî bindestîyê dike û dibêje “here şoreşê here kurê min / li te helal be şîrê berê min.” Kaseta xwe a sisyan di sala 1980 de çêdike û di virde bala Gel dikşîne ser Kurdistana Rojhilat ku di bindestê Xumeynî de dinale û dibêje:“xum xum xumeynî, tu xwîna kurda dimijî.”

Di kaseta xwe a çaran de ku sala 1981 de derxistiye, terora cuntaya 12 Elunê li Kurdistana Bakur şermezar dike û banga xwe bi agirê Newrozê dike “Newroze Newroze cejna kurdane / Brano cejna we pîroz be.”Hozan Dilgeş şerê Gelê kurd li dijî zordestiyê wek doza Proleterya li dijî Kapîtalîzmê dinirxîne û di kaseta xwe a pençan de (1983) banga Karkeran dike: “Ey Karker û Proleter tu dixebitî şev û roj / dunya li pişta teye tu çima birçiye lo şev û roj.” Bi destpêkirina şerê çekdarî li kurdistana Bakur bandora xwe dide ser hunera Dilgeş jî . Dilgeş kaseta xwe a şeşan heftan û heştan (1986-1990) bi alîkariya HUNERKOM çêdike û dîsa banga xebatê dike û bîranîna şehîdan tîne ziman.

Li Merdînê li Bagokê
Xwîn herîkê wekê cokê
şer devam kir şev û rokê
bijî şerê me li Bagokê.
Her wuha hozan Dilgeş di helbestên xwe da bala Gel dikşîne ser îdeolojî û Felsefeya nuh ku Gelê kurd tide dömeşe û li ser seokê Netewî wuha dibêje: “Serokê gelemperî / Xweş rêzan û rêberî / qehremanê Kurdistan tu çira find û fenerî.” Di vê Kaseta xweyî nuh de Hozan Dilgeş dîsa bîranîna şehîdan û buyerên dawî tîne ziman. Em dêbêjin her bijî Hozan Dilgeş em hevîdarin û em dizanên Dilgeş bi helbestên xwe û bi xebata xwe dilê Gelê me da cîh girtiye.

Ji Wikipedia

26

Esker Demirbaş an Asker Demirbaş (* 1942 li Erdêxan) yek ji stranbêjên Kurd e. Plaka xwe ya pêşîn di sala 1972’î de derxistiye. Heya niha 4 plak û ewçend jî kasêt û CD çêkiriye. Albûma wî ya dawî ji aliyê Kom Mûzîkê ve hatiye amadekirin. Ew niha amadekariya albûmeke nû dike.

Di zarokatiya xwe de ji apê (mamê) xwe Surmelî, Qeferê Mirtib û dengbêjên hemandemî fêrî stranbêjiyê bûye. Di xebatên xwe yî çandî de rastî gelek astengiyan hatiye, lê berxwedaye û biserketiye.

Ew wekî stranên gelêrî, stranên xwe jî distrîne û gelek stranên wî hene. Mixabin ew nekariye bixwîne, lê bi keda xwe sala 1965’î de çûye dibistanê. Ji sala 1972’î virde stranbêjiyê dike, herçendî beriya 1995’î hinde navber dabe jî.

12

Copy hîn sê sal derbaz nekir bu ku rjêma Behis dishelatiya xwe xurt kir bu û mina bahoza reş komkujî û sîyaseta be ereb kirnê li ser bajara wan kerkukê demeşand. Ji ber vaye malbata Çopy îdin nikarbun li kerkukê jîyan biken û naçar man berê xwe bidene çîyayên kurdistanê û bi armanca derketin ji bo dervey welat, pştî saleki li Holendayê bi cîbun.

Ji ber van sedemaji Çopy pir zu bi dur ma ji sozên gelê kurd û derdora xwe. Herwsa bêbeş ma ji fêrbuna zamana kurdî ya resen û paqij. Lê bav û dîya wî harîkrîyeka wsa kirn ku Çopy zimana kurdî ji bîr neke û hîn bibe. Ev 17 salin ku Çopy bi malbata xwera li holendaye jiyan dike, bav û dîya wî û herdu brayên ji wî biçukitr Binar (19 sal) û Rojgar (13) sal.
Jîyana hunerî
Çopy ji zarokatîya xweve hez ji muzîk û stranan kirye. Ji 7 salîya xwede çuye komeka koral li bajêra Haillo li holendayê, li wir bi grupekî re stran gotîye û carnajî strana solo bi çopy hatîye daîyn. Li dibsatanejî de çopy gelek zîrek bûye û li salekê da bûye xwendevana yekemin li dibstana xwe. Çopy li 13 salîya xwede çûye dibstana (Deng) û jibo ku bi awayekî zanstî tişteki ji zansta deng nasbike û hîn bibe 2 salanjî li vê dibstanê xwendye. Li 16 salîya xwede çûye koma Berxwedan li akadîmîya kurdi li Elmanyaê, li vrda Çopy zêdetir eşqawî ji bo muzîk û stranên folklora kûrdî çûye. Herwsa her li vêderê mamosta Wurya Ehmed naskirye û îdin karwana hunera Çopy bi rengekî fermî û cdî destpêkrye. Niha Berhemeka CD ya Çopy Derketye. Tu bixwazî zêdetir hîn bibî klîk bike ser (Berhem).

16

Dı sala 1980 de ez lı bajarê Xantenê, almanya, jı dayîk bûm. Bı emrê xwe yî pıçûk (6 salî) mın dest bı karê hunerî, tembûrê, kır. Lı vêderê ez spasdıkım jı boy qalkê mın, ê kû wî wextî tembûra mın ya yekemîn wek hedîyek da mın.

Dı nav salan de ez gelek aletên mûzîkî yên dın jî fêrbûm, wek ork, gîtar, perkusîyon ûwd., lê belê dîsajî ez dıkarım bêjım, kû bala mın herî zêde kışîya lı ser tembûrê. Dı destpêka weşana televizyona kurdî, Med-tv, dı sala 1993, ez bı rîya hunermendê nemır Şehid Serhat (tê bîra me helbesta ,,sîpanê”) ketım têkılîya akademîya kurdî lı almanyayê û mın bı gelek hunermendên kurd re karê xwe yê hunerî dewamkır.
Dı sala 1996 de, Koma Cîwan hate damezrandın, komek tenê jı bıra, dı peyre jî bêhtir dewlemend bû bı alîkarîya hevalên mın wek Sîdar, Sinan, Okan, Bariş, Coşkun û yên dın. Jı sala 1997, gelek caran dı Med-tv de, mın gelek konser lı welat (Qamışlo, Hesekê, Dêrik), lı Beyrût, û lı derveyî welat, wek Kanada, Welatên Yekbûyî yên Amerika (USA), Avûstralya û Ewrûpa da.
Dı payîza sala 2004 albûma mın ya yekemîn bı navê ,,Yara mın” wê derkeve. Weke hûn dızanın, zemanek dırêj bıhûrî bı xebata vê albûmê, lewma jî ez hêvîdarım, hûn wextên bı kêf û xweşî bı guhdarkırına vê albûmê re derbasbıkın.
Bı sılavên germ, Ayhan

13

Nizamettin Ariç hunermedekî kurd e. Bi muzîk û fîlmên xwe tê nas kirin. Ew bi navê Feqiyê Teyran hate naskirin, lê belê navê wî yê rastîn Nizamettin Ariç e. Ariç li herêmeke ku dengbêjî lê xurt bû hate dinyayê, li Serhedan. Ew li ber dengê Şakiro, Gerabêtê Xaço, Meyrem Xan û Zadîne Şakir mezin bû. Di sala 1956 ji ber hinek sedeman aborî malbata Ariç ji Agrî bar dike Enqerê. Di sala 1976 de jî ew bi awayekî aktûv di radyoya TRT ya Enqereê de programên hunerî amade dike. Ji ber ku ew di sala 1979 de li Agrî konsrekê bi zimanê Kurdî pêşkêş dike, ji TRT tê avêtin. Piştre di navbera salên 1979-1980 de cara yekemîn bi navê Feqiyê Teyran albomên bi navê Bêrîvan, Dîlan û Diyarbekir derdixe.

Nizamettin Ariç, xwediyê stîleke taybeti ye, ew hunermendekî deng xweş, deng bilind û gotin şêrîn e. Bi giranî wî stranên folklorîk gotine, lê belê gelek helbestên Cegerxwîn jî bi dengê xwe pêşkêş kirine.

Yek ji albomên wî yên meşhûr Zînê ye. Zînê neynika trajedî û dramaya gelê Kurd, Şahînê Bekirê Soreklî nivîsandiye.

Li kêleka stranan Ariç fîlmeke serkeftî jî pêşkêş kiriye, ew jî Klamek ji bo Beko ye.

25 salên jiyana xwe pêkêşî stran û hunera kurdî kirin. Bi deng, awaz û sazbendiya xwe wî bi her awahî hewl da ku vê çandê biparêze û ji bo nifşên pêşerojê bi awayekî modern pêkêş bike. Yek ji afirandinên wî jî ew bû ku stranên folklorîk bi şêweyekî nû biafirîne. Ne tenê serkeftina di awayê strandinê de, her wiha wî di warê rejîsoriya fîlman û lîstikvaniyê de nîçan da.

Berhem

Klamek ji bo Beko – fîlm
Bêrîvan
Dîlan
Diyarbekir
Zînê
Halepçe (Wêneyên xewnê)

Ji Wikipedia

VIDEO