26

Hozan Serhat (1970-1999) hunermendekî bi nav û deng û şehîde tekoşîna azadiyê ye.

Serhat di 24’ê tîrmeha 1970 yî de li Zêdkana (Eleşgirt) Agiriyê tê dinê. Malbata wî bi eslê xwe ji Patnosa Agirî ye. Süleyman Alpdoğan (Serhat) ji du xwişk û sê birayan ê herî biçûk e. Serhat zarokatî û civantiya xwe li Patnosê derbas dike; heya lîseyê li vir dixwîne. Hîn di 7 saliya xwe de bala wî diçe ser tenbûrê.

Di salên 1985–86 an de ku du sal di ser despêkirina şerê çekdarî ya têkoşîna neteweyî ya Kurdistanê re derbas dibe, têkoşîn germ û berfireh dibe. Li hemberî vê, şaxa şerê taybet ê Tirkiyê jî vala nasekine û taktîkan diafirîne. Di encama vê yekê de li Tirkiye û Kurdistanê furyaya hozanên zarok dest pê dike. Bi vî awayî ciwanan dikişînin ber bi vî aliyî de. Süleyman jî wî çaxî ne di zanîna neteweyî de ye û dikeve nav vê bazarê. Ew ji bo ku kaseta xwe ya yekemîn çêke diçe Stenbolê û li wir bi navê Murat Esen kaseta bi navê Gulo derdixe. Di heman demê de yek ji wan hozanên biçûk jî Emrah e. Süleyman demekê bi Emrah re li malekê dimîne lê paşê vedigere Patnosê. Ew di sala 1988 an de dikeve azmûnê û Konservatuwara Dewletê ya Zanîngeha Egeyê beşa Muzîka Tirkî qezenc dike. Salên konserwatuwarê ji bo wî dibin salên xwe pirsiyarkirin û li xwe vegerînê. Ew li vir giraniyê dide nîqaşên li ser di rastiya Kurdistanê de divê rista huner û hunermend çi be .

Li zanîngehê ew û jineke bi navê Yıldız hev û du nas dikin û di 91 ê de dizewecin. Di tîrmeha heman salê de jî her du beşdarî nav refan dibin. Yıldız, ku niha li Girtîgeha Amasyayê ye li Cizîrê tê girtin û 12 sal û 6 mehan cezayê hepsê lê tê birîn. Süleyman jî pêşî diçe Heftanînê ji wir jî derbasî Akademiya Mahsum Korkmaz dibe. Ji wir ji ber profesorbûna wî ya di warê muzîkê de wî dişînin Hunerkomê. Li vir di nav Koma Berxwedan de dixebite.

Li Ewrûpayê ji bo xebata muzîkê her çiqas derfet hebûn jî wî digot şoreşgerek divê vegere welatê xwe, ev ji bo şeroşger peywirek e û wiha digot: “Çavkaniyeke me ya hêja heye. Vegera li ser wê çavkaniyê bi taybetî derxistina çanda kurdî, peywireke me ye.”
Hozan Serhat daxwazên xwe pêk tîne û di sala 1996 an de vedigere ser çavkaniyê. Piştî ku çend mehan li Zapê dimîne, diçe Navenda Çanda Mezopotamyayê ya Hewlêrê. Li vir hema li her deverê başûrê Kurdistanê beşdarî dawet û şahiyan dibe.

Hozan Serhat ji sala 1998 an pê ve bi pratîkî di nav şer de cih digire.
Hozan Serhat di tîrmeha 1999 an de le şer dikeve nav karwanê pakrewanan.

Berhem

Gulo
Hewlêr – 1999

Ji Wikipedia

12

Bawer Can li Dêrika Çiyayê Mazî girêdayî Mêrdînê ji dayik bû. Dibistana Destpêk, Navîn û lîse li Dêrikê xwend.Ket imtihana Universite û qezenckir, Armanca wî biva Mamoste lê jibo ku Stran bi Kurdî digot zilm û zoriyê wî ji welatê wî koçberî Çûkûrova Tirkiyê kir. Bawer can ji zaroktiya xwe di nava hunerdeye, diçû dawetan li Rîtim ( Darbûke ) dixist û stran digot. Bawer Can û hevalê wî Turhan Yapıştıran di sala 1987 an bi navê Koma Azad komek avakirin. Li gelek deveran dawet û Konser Çêkirin. Navê wê komê di demek kurt hudûdên Dêrik ê derbaskir û li Çûkûrova Tirkiye û li hemû deveran belabû. Koma Azad di sala 1991 ê bi damezirandina Navenda Çanda Mezopotamya ( NÇM ) re xebatên xweyî çandî û hunerî li wir berdewamkir. Di sala 1994 a bi navê „ Semal „ kaset derxistin. Di meha 4 a sala 1996 a jiber zilm û zoriyê ji welatê wî bi tûmerî bi dûr xist û di welatê Ewrûpa de derket. Li Ewrûpa jî dîsa xebatên xwe yê hunerî û Muzîkê berdewam dike. Bi Komeke xwirt diçe Dawetan, sahiyan û Konsêran. Nuha Mamosteya Zarokan û Ciwanan dike û ji alyê muzîkê wan perwerde dike. Bawer Can Ji dervî komê bi navê „Vegerya „Kaset û CD çêkir û gelek gotin û muzîk wî çêkiriye. Ji stranên xwe tevan re Kilîp kisand û VCD derxist.

17

Eyşe Şan (1938 Amed-18.12.1996 İzmîr) stranbêjeke navdar a kurd e. Eyşe Şanê bi wi dengê xwe yê şilik û nazik, bı wan kılamên xwe yên resen, gotina bav û kalên me anko (şêr şêre çi jin çi mêr e) di çax û serdemekê de da ispatkirin ku komara stemkara Tirkiyê xewna ji holê rakirina gelê Kurd û hemû taybetmendiyen kulturi û çandiyên Kurdan deqideyekê jı serê xwe dernedixistin.

Eyşe Şan ku di nava civata Kurdan da bi navên mina Eyşana Kurd, Eyşe Şan, Eyşe Xan, Eyşana Osman, Eyşana Eli û Ayşa Şan tê nasîn di Mıjdara sala 1938’an li bajarê Diyarbekirê hat dinê. Ji aliyê bav û dê de xwedi malbatek mezin û navdare. Navê dîya wê Heciye Xanim û ji êla Hacî Mistefa Begên Erzromê ye, navê bavê wê jî Osman e û ji eşîreta mezına Cibrîyan e. Bavê Eyşe Şanê Osman bi xwe ji dengbêjeki navdar û herwiha miroveki gelek dindar û xwedêtirs bû.

Di nava Kurdan de hunera dengbêjiyê mîna kaniya avê bêdawî ye, hertim dizê û çiknabe. Dengbêjên Kurd di vê navê de teisîrek mezin li ser hesta hunerîya Eyşe Şanê lîstin e, çımki herdem dîwanxana mala bavê wê ji dengbêjên herêmên cûr bi cûrên Kurdistanê tejî bû. Li mala wan dengbêjên dengxweş didan ber hev û tev heya roja din berê sibê bi hev re distrîn. Di vê navê de dengbêjê ku ji herkesî dengxweştir û hostatir derbıketa di dawîyê de ji aliyê xwedîyê diwanê xelatek baş distand û herkesi ew piroz dıkır. Ev e´detê qenc bı hezaran sale ku hê ji dı nava Kurdan de dıdome û bı taybet ji gıregırên Kurdan, Axa û Begên xwedi gund herdem deriyê kûşk û dîwanxaneyên xwe ji dengbêjên Kurd re vekiri hiştine û malên wan bûne xwindingehek ji bo bi hêzkirina edebyata şifahî(devki)ya Kıurdan. Dema mirov jiyana dengbêjê mezin Evdalê Zeynikê dixwine baştir bi vê rastiyê dihese. Ji berku Evdal bi piştgiriya maddi û me’inewiya Sûrmeli Mihemed Paşa bêtir di karê xwe de bi serdikeve. Osmanê bavê Eyşe Şanê ji ev karê bav û kalên xwe li gor hêza xwe didomanidin. Dayıka Eyşe Şanê Heciye Xanımê ji carna bı lorikên ku jı wê re dıxwindın, rıha wê ya teji hest û hıssên hunera Kurdewari dixiste bizav û hereketê.

Dema ku dengbêjên Kurd dı mala bavê Eyse Sanê de lı dora hev dıcıviyan Eyşe Şanê jî jı wan çaxên bi qîmet mıfa werdıgırt û bi heval û destexuşkên xwe re li pişta derîyê dîwanxanê heya berê sibê rûdinişt û bi evînek kûr li dengê stranbêj û dengbêjên mêvan guhdarî dikir. Eyşe Şan carna bi bîhîstina dengê wan mest û mendehoş dibû û haya wê ji dinyayê nedima. Ew dibû Zîn û li Cizira Botan bi Memê Alan re dipeyvî, carna ji ew dibû Xecê û li serê çiyayên Sîpan û Xelatê bi Siyamend Silîvî re di geşt û gulzaran de digeriya. Dane berheva dengbêjê mezinê Kurdistanê Evdalê Zeynikê û Gulêya Ermenî weke careke din jêre zindî dibûn. Bı deng û naveroka stranên dengbêjên Kurd serbihuriya Derwêşê Evdî û Edûlê, mîna rêze filmekê li ber çavên wê zindî û derbas dibû. Dı vê derbarê de Eyşe Şan dibêje:‘’ Xweziya der û diwarên mala bavê mın bı zıman bûna ku jı were behsa wan roj û şevan bıkırana, erê ez hertim bi hesret dibêjim xweziya zimanê dîwarê mala me ya li Diyarbakirê hebûya û ji me re qala wan sevbêrkên dengbêjan bikira. Min di quncikan de li dengbêjan guhdarî dikir. Min wisa guhdarî dikir ku yekî gazî min bikira, ezê veciniqiyama. Dengê bavê min yê zîz û xemgîn teisîrek mezin li min dikir. Sal diborîn lê dengê wî ji guhê min derneket ‘’

Sala 1958’an keça Kurd Eyşana hunerdost û dengnazik bo yekemin car di nava civata jinan de stranên ku ji dengbêjên mina bavê xwe hîn dibe, carna distire. Herkes bi bîhîstina dengê wê bi hesret guhdar dimîne û bi vî rengî hunermenda nemir dest bi strîna kilamên cima’eta Kurdan dike.

Malbata Eyşe Şanê pir dîndar bûn, herkes bi xwîndina Qûranê mijûl dibû û di nava dengxweşên xwindina Qûranê de, dîsa jî Eyşe Şan dikeve rêza yekemin. Lê ew evîndara strana Kurdî ye û lı her derê dı nava kom û cıvatên xwebıxwe de bı lorik û besteyên xwe xem û şahiyan di nava dilê mirovên derdora xwe dıafırine.

Eyşe Şan ji despêka xûyakirina hunera xwe ji aliyê bav û birayên xwe ve rastî nerazîbûnan tê, bavê wê ji bo jin û keçan stranbêjiyê bi gunehek mezin dihesbîne û li gor şeri’eta islamê dengê jinê ji bo stranbêjiyê heram û guneh dizane. Dema jı bavê Eyşe Şanê tê xwestın ku çend stranên xwe lı kompaniyekê tomar bıke, ew bi xwe jî pêşnyara pilakçiyan ya ji bo amadekirina kasêtekê napejirîne, lê Eyşe Şan bi hemû zehmetî û kultura paşverotiyê ya li diji xebata huneriya jinan, li berxwe dide û dıxwaze ew ji bı dengê xwe jı cıvata xwe re xızmetekê bıde meşandın.

Bûyerek tal di jiyna Eyse Sanê de ew ji ezîztirîn kesên wê dûr xist. Eyşe Şan hê 20 salî bû ku li ser daxwaza bavê xwe bi xurtekî yê bi navê Sewket Tûran re zewcî. Hercend ew xwediyê kecekê jî bûn, lê ew li hev nehatin û Eyşe Şan piştî vê bûyera nexweş hat bajarê Entabê. Wê dev ji keca xwe ya sê mehî û hemû kesûkarên xwe berdabû û ji bona wê hindê jî xerîbiyê di rewsek wha de teisîrek gelek xirab li ser jiyana wê cêdikir. Li E´ntabê wê bi hizar zemetiyan û bi karê pinîkirin û dirûtina kincên qetyayî debara jiyana xwe dikir. Eyse Sanê bi hevkariya zilamekî yê bi navê Naîl Baysû du salan li radiyoya bajarê E´ntabê bi zimanê Tirkî stran gotin. Lê ji ber ku di dilê Eysana E´lî de evîna strana Kurdî heye, wê ji karê di radyoya E´ntabê derdixin. Pişt re Eysana Kurd hat Istembolê û bo cara yekê bi zimanê Kurdî û Tirkî stranên xwe tomarkirin. Lê xwedîyên plakan mafê wê yê rastîn nedanê û bi firotina kasêtên wê bûn xwedîyê her tiştî. Wê ji herçend bı dengê xwe yê xweş dıkari bıbe xwediyê hertışti û pır dewlemend bıbe lê bêdadiya xwediyên kompaniyên kasêt tomarkırınê, mafê wê nedıdanê û ew hertim feqir û bêkes bû. Bı salan keda wê hat xwarın, jı bona wê ji Eyşe Şanê jı ber vê bêe´daletiyê gelek xem dikişandin. Jı aliyekê dın ew bı vê heqiqetê ji hesıyabû ku sistema cumûreyta Tırkiyê hebûna Kurd û Kurdıstanê inkar dıken û zımanê Kurdi ji qedexeye û dema ew lı gor zagonên sistema Kemalîstan pêngavan hilnegire, mafê wê ji yê mina mafê 25 mılyon Kurdên bakurê Kurdıstanê bê xwarın û pêpestkırın.

Naveroka stranên Eyse Sanê
Naveroka stranên Eyşe Şanê ku aliyekê pênaseya wê jî didin xuyakirin, sê babetên civaki digirin ber xwe:

1_ Stranên kilasik û kilamên bav û kalan ku bı sedan sale sıng bı sıng jı aliyê dengbêjên Kurd ve hatıne gotın û parastın û samanek netewi û diroki tên hesıbandın. Eyşe Şanê ji riya wan şopandiye û gelek stranên kilasik ji mirinê rizgar kirine: Weke strana Cembeliyê mirê Hekariyê, Strana Mem û Zinê(1), Lê lê Bêmal(2), Zeriî heyran, Cemîle, Bêrîvanê, Kocerê, Lawikê Metînî, Meyro, Hesenîko û gelekên dın.

2_ Stranên ku serûkaniya wan jiyan û ditinên Eyşe Şanê ne û wê di çaxê jiyana xwe de afirandine û xwindine. An ji mırov dıkare bêje naveroka wan stranan xwedik û awêneya jıyana Eyşe Şanê ne.

Jı wan strana (Derdê Hewiyê an wela te nastînim) ku lı ser paşverotiya a´det û o´rfên cıvaka Kurdistanê û zordariya mêran û tehqirkırına şexsiyeta jınên Kurd hatiye gotın, bala mirovan pir dıkişine ser xwe. Herwıha strana (Qederê Yar) ku lı ser jıyan û bextreşiyên xwe yên dı cihanê de kişandine, weke tabloyeki bedew neqişandiye.

Eyse Sanê strana ( Xerîbim Dayê ) li ser mirina dayika xwe gotiye ku beriya mirinê ji kurên xwe daxwaza dîtina Eyse Sanê kiribû, lê wan ew daxwaza dayika xwe nepejirandibûn.

3_ Pışti sala 1990’an ku agırê şoreş û serhıldanên netewi li bakurê Kurdıstanê berfırawan bûn, êşiq û heza Eyşe Şanê ya jı bo Kurdıstanê ku bı salan jı alıyê Kemalistan ve hatıbû serkutkırın, ji nûve geş û gor bûn. Jı bona wê ji Eyşe Şanê bı dengê xwe yê hertın xweş bûyerên sıyasi ji ku dı cıvata wê de dıqewmin anin zıman. Stranên siyasi ku Eyşe Şanê di salên dawiya jiyana xwe de xwindıne bı pırani behsa wêrankırına gund û bajarên Kurdıstanê û qetılamên ku dagırkerên Kurdıstanê pêkanine dıke û bı vi rengi Eyşe Şan helwesta xwe ya jı doza welatê xwe re dıde dıyar kırın.

Stranên Werın werın Pêşmergene, Newroz û Diyarbekir lı ser bûyerên Kurdıstanê hatine strin.

Giringiya xebat û hunera Eyşe Şanê di vir de ye ku wê dı wan salên reş de ku sıyaseta asimilasyona Tırkan her dera Kurdıstanê gırtıbû bın bandora xwe û zimanê Kurdî li bakûrê Kurdistanê heta di nava malbatên Kurd de jî qedexe bû, bi zimanê şirînê Kurdî lorik û stranên kurdî gotin û awazên wê bûn melhemek jı bo tenahiya dılbırindar û Kurdistaniyên ku nedixwastin serê xwe ji ber dagirkeran bitewinin.

Dengê wê bû hêviya wan kesên ku baweriya xwe bi Kemalîsm û asîmîlasyona dijwar neanîbûn.

Di çaxê ku jin û mêrên Kurdan li her derê neçar bûn kincên Kurdî ji ber xwe bavêjin, Eyşe Şan bi kiras û fîstanên Kurdî li bajarên Kurdistan û Tirkiyê derket pêşberiya gel û bi dengê xwe yê şilik û nazik evîna ji bo welat, ziman û strana Kurdî di dilê herkesî de diafirand. Ew ji dijminên axa bav û kalên xwe qet netirsya, ji ber ku heya dawiyê baweriya wê bi hebûna gelê Kurd hebû. Li hemberi vê heza wê dijminê nıfşparêz jî li her derê jê re astengi derxistin û ew ji çalakîyên kar û xebata hunerî berbend kirin.

Berevaji xwestekên wan Eyşana Osman jî sond xwar ku qet teslîmî xwestekên Kemalistên nıfşparêz û inkarkar nebe û bı rasti ji xanıma Kurd Eyşe Şanê heya dawiyê ev soza xwe bi cîh anî û qet ji helwesta xwe ya Kurdayetîyê nehat xwarê. Wê dilê gelê xwe şakir û dilê neyaran jî bi deng û stranênê xwe yên bi zimanê qedexekiri, şewtand.

Eyşana Kurd li sala 1972’an çû Elmaniya û li bajarê Munşên bi cihwar bû. Li wir keça wê Şehnaz ku ji bo dayika xwe ji her tiştê dinyayê bi qîmetir û eziztır bû jiyana xwe ji dest da. Piştî vê bûyera tal xemgînîyek mezin li ser jiyana Eyşe Şanê rûnişt û demeke dirêj dev ji xebatên hunerî berda. Piştre careke din ji Almaniya vegerî Kurdistanê.

Sala 1979’an Eyşe Şan ku bı salan bı hesreta ditına başûrê Kurdıstanê bû, çû seredana Kurdên vê perça Kurdistanê û bı germi jı aliyê Kurdên hemû deverên başûrê Kurdıstanê hat pêşwazi kırın. Lı Bexda, Dıhuk, Kerkûk û Hewlêrê bı hunermendên mina M. Arıfê Cıziri, İsa Berwari, Gulbıhar, Tehsin Teha, Nesrîn Sêrwan û gelek kesên dın re derket ser sehnê û bı hevre konsert pêşkêşi gel kırın. Herwiha wê bi gelek kesayeti û hunermendên Kurd re hevditin pêkanin. Segvan Ebddulhekim û Macida xanima wi, hunermend Nesrin Şêrwan, Ebdulrehman Mızori, Dr. Bedirxan Sindi, Resûl Gerdi û gelek kesên din ji wan kesatiyên Kurd bûn ku Eyşe Şan çû ditina wan. Dema Eyşe Şan vegerî Tirkiyê ji aliyê Mîta dewleta Tirkiyê ve pir hat tehdid û nerihet kirin. Di vê derbarê de Eyşe Şan dibêje:’’ Çaxê ez vegerim Tirkiyê, wan ez girtim û pir heqaret li min kirin. Min got xweziya ez neçûbama Kurdistanê û ez poşman bûm, wan ji min re digotin tu karê Kurdinyê dikî…’’.

Lê Eyse Sanê li basûrê Kurdistanê bi wan pêswaziyên bênimune ku ji aliye gelê Kurd ve li wê û hunera wê kiiribûn, bi vê heqîqetê hesiyabû ku keda wê ya wan salên dijwar û bi zehmet vala necûyê û wê di nava dilê gelê xwe de cihekî taybetî girtiye. Ji bôna wê jî hîvîyên mezin di dilê wê de afirîn ku careke de vegere nava Kurdên Kurdistana di bin desthilatdariya Iraqê de.

Ji sala 1979’an heya geşbûna şoreşa li bakurê Kurdistan Eyşe Şanê pir kêm xuya dikir û ji bo debara jiyana xwe di idareyek postxana bajarê İzmirê de dest bi kar kir. Sala 1991’an piştî reva Kurdên başûrê Kurdistanê ji destê Be’isîyên xwînmêj kasêtek pêşkêşî dostên mûzîka Kurdî kir û bi vi rengi careke din bêdengiya salên dûr û dirêj şikand. Dema mirov strana „Werin werin pêşmergene“ li ser reşerojî û qedera gelê Kurd dibîhîse, bêtir bi kûratiya evin û dılsojiya Eyşe Şanê ya ji bo gelê Kurd dihese:

Werin werin Pêşmergene
Derd giranin bêçarane
Ew xerib Kurmancê mene…ax

Ev Dihoke, ev Musile
Zalim Seddam li me hu kir
Zar û zêçê me belakir
Ew qatil fermanê rakir …ax

Û Eyşe Şan bi gotina vê stranê gelê bakurê Kurdistanê vedixwine ku hevkariya birayên xwe yên derbider û aware biken.

Eyşe Şanê gelek stran tomar kırıne ku bi rasti analizkirina berhemên wê kareki hêsan niye.

stranên Lê lê Bêmal, Lorkê lorkê, Daykê qorban, Qederê yar, Cemîle here were, Xezal. Xezal, lêlê dînê, Memir Memir, Xivşê,.Kirasê te melese, Yar Meyro, Derdê Hewiyê, Hepsîyo, min tu dibû, Memê Alan, Nazliyê, Wey Saliho kurmam û gelek stranên din bi dengê wê yê xweş di nava gel da belav bûn.

Eyşe Şanê dı jıyana xwe de jı ber paşverotiya cıvaki û zordariya dagırkerên Kurdıstanê qet xweşi neditin û hertım jı bo bêşansi û êşa gırana jıyana xwe stran dıxwindın. Dema Heciye Xanıma dayıka Eyşe Şanê li Diyarbekirê dımıre, ew jı tırsa bıra û kesên xwe bo cara heri dawiyê ji nıkare dayıka xwe bıbine û vi derdê xwe wıha tine zıman:

Dayıkê qorban ava çemê Dıyarbekır iro dıherıke leme leme e e e
Daykê qorban pêl lı pêlê dıxe davê ser keleme
Wele iro dayıka mın nexweşe waya mın tunine
Hêsırê çavê mi dêrana Xwedê weke baranê biharê dıherıke, nasekıne
Heywax dayê xeribım dayê, hey wax dayê neminım dayê,
Heywax dayê bêkesım dayê, bê te kesê mın nemaye lı vê dunyayê dayê ez bımırım dayê…

Mixabin di nava me de derdek giran heye: heya hunermend û nirxên me yên netewi ji nava me koç neken, em qedirê wan nizanin, dema Eyşe Şan li xerîbiyê mir, kêmtir ji deh kesan di merasima veşartina cenazê wê de beşdarî kirbûn û heta di rojên dawîya jiyana wê de jî, kesî ji rewş û halê wê nepirsî.

Ew hertım bı tenê bû û dı nava xembari û xemginıyek bêdawi de jı nava me koçkır. Ev karê me bêqedriyek mezin bû ji bo xizmeta Eyşe Şasnê ya salên dûr û dirêj.

Dema em li jiyana hunermend û kesayetiyên e´reb, Tirk an jî Faris dinêrîn, dibînîn ku ew hinek zêdetir ji me qîmeta nirxên xwe yên netewî digirin. Mesela dema hunermenda E´reb Omkelsum ê wefat kir zêdetir ji yek milyon kesan di merasima vesartina wê de besdarî kirin. Pistre li ser jiyana wê rêze film hatin cêkirin û…

Qedir û bihayê Eyşe Şanê ji ber bindestiya gel û welat wê, biqasi ku pêwist bû, nehat zanin û girtin. Lê ger wê li hemberi peymana xwe ya teji evin ji bo huner û strana Kurdi bê soz û qirar bûya, an ji bi wi dengê xwe yê bênımune bi zimanê gelên serdest stran bixwindana, bêgoman ewê mina pirensisekê, mezin û bihagiran bûya. Lê di nava Kurdan de pirensisek bê tac û text bû. Wê bêgoman felsefeya Emedê Xani xwindibû û bi derdê gel û welatê xwe baş zanibû.

Eyşe Şan xanımek rewşenbir û welatperwer bû û baş bı derdê bındestiya gel û welatê xwe hesiya bû. Jı bona wê ji hertim wıha digot:

‘’ Derdê bindestiyê pir êş û eleman diafrîne û eger welatekî me yê azad hebûya yê gelê me jî bêtir qîmeta nirxên xwe bizanîba, emê bibin fidayê bindestiya gel û welatê xwe.‘’

Belê …Ger Eyşe Şanê ji mina hınek hunermendên bêhelwest jı bona pere û malê dınyayê huner û kesayetıya xwe ya netewi bıfıroştana, bêgoman ewê dı rewşek baştır de bıjiya.

Rewşa jiyana Eyşe Şanê ya maddi baş bû lê wê tim xwe bêkes û xerib didît. Ew hem ji aliyê civaka paşverûya Kurdan û hem ji ji aliyê sistema Kemalismê ve hatibû tehqir kirin. Ji aliyekê bi derdê neditin û dûriya dayik, xwişk û birayên xwe dişewti û ji aliyê din ji dengê wê ji aliyê berpirsyarên komara Tirkiyê di qirika wê de dihat fetisandin û wan nedihêşt awazan bi zimanê xwe yê zikmaki bixwine. Eyşe Şan du caran zewcî û niha du kur û keçek wê hene.

Hunermenda navdar Eyşe Şan di 18’ê Kanuna sala 1996’an de piştî ku gelek salên dûr û dirêj ji hunera resena gelê xwe yê bindest re xizmetek bêwestan kir ,bı nexweşiya kanser(şirpenc)ê li nexweşxaneya bajarê Izmîrê çû ber dilovaniya Xwedê.

Eyşe Şan ji weke gelek hunermendên dın jı nıfşê pişti xwe re bû xwindıngehek dewlemend û dı roja iro de gelek hunermendên Kurd dane ser şopa wê û kılamên wê dıxwinın

Ji wan mirov dikare navê hozan Zozan, Delal, Fatê û Gulistan Perwer û gelek kesên din bi nav bike.

Xizmet û keda Eyşe Şanê ya diroki qet nayê ji bîr kirin û her sal 18’ê kanunê yê li her dera Kurdistanê ew bê bi bîranîn.

1. Ev stran Eyşe Şan û Cemil Hûro bi hevre xwindine, lê sala ku stran hatiye tomarkirin, min nezani kengiye.

2. Strana Lê lê Bêmal wek Eyşe Şan bixwe ji dide xûyakirin ji Osmanê bavê xwe hinbûye.

Cend stranên Eyse Sanê 

Qederê
Were yar… Qederê yar
Qederê #er bikem mîna qederê xelkê tu ji min re nebûy yar
Te ez kirim peyakê rêdûrê westiyayî peyayê piyadar
Tu bûy siwarekî bi rim û bi mizreq
Li ser pista seêwîxelqê bûy siwar
Yar yar yar qederê yar

Lê qederê… te gostê min helandî
Lê sitûyê lingê min li xelkê dikî xiwar
Lê qederê te ji xwe re ez kirime tucar
Tu ji min re bûyî bazar
Te ez kirime tucarekî bilmez
Bi bazara xwe nizanim kirime zirar yar yar …
Lê qederê maliksewitiyê

Te ez kirime sivanekî yaqe bi qulavê (qirêj) ling bigemar
Tuyê li dawiyê bûye gurekî
Siba tu bircîye har yar yar yar
Lê qederê tu rûnustî li #iya kevir û dar li min tînî
Stûyê min li xelkê dikî xiwar yar yar yar
Yar yar yar qederê yar, yar yar…

Lê qederê …malik sewitiyê
Tu bûy siwarekî te ezê ji xwe re kirim
axakî xwe yê rûsar
Te li dawiyê ez kirim heqsizekî heqvêrmezê bêbextê sextekar yar yar…
lê qederê…
Heftxêrnedî bêbext û sextekar yar yar…
Lê qederê te pasî ez kirime qumarciyekî
Bi destê xwe nizane mala xwe sewitînandî, dilîze
Bi heft salan û dilîze bi qumar
Ay lê qederê ezê nifirekê li te li te bikim

Bila gunehê min bibe marekîresê tîremar
Bila li stûyê te biside qederê bigere mêrge bi mêrge
Yayle bi yayle ji te nemîne war bi war yar yar yar…

Lê qederê… maliksewitiyê wele tirsim tu tim yaxa min bernadî
Te darê cuqûrê daye ser piyê min sêwiya Xwedê
Li welêt derxistime malxerabê te ez gerandime war bi war yar, yar…

Ay lê qederê wele tirsa min ji wê tirsê Tu yaxa min bernadî heya roka vê mirinê
Kefen û sabûn û xwendina xoce qorîna tirbê kundala sar yar yar
qederê yar …

[biguherîne]
Derdê Hewiyê
Wele te nagirim, bîlle te nastînim
Wele te nagirim lo bîlle te nastînim
Derdê hewiyê welle nakisînim
Dayê ez nagirim bavo nastînim
Derdê hewiyê welle nakisînim

Jinê wî diduye cavê wî bircîye
Li malê pevcûye wele nastînim
Dayê nastînim lo, bavo nastînm
Welle te nastînim, bîlle te nastînim
Derdê hewiyê welle nakisînim
Jinê wî care bi dost û yare

Wele nastînim, bîle nastînim
Derdê hewiyê nakisînim
Wele te nastînim, bîlle nastînim

[biguherîne]
Cembelî kurê mîrê Hekarî
Ay de lorî lorî lorî Cembeliyê min lorî
Dergûsa cembeliyê min ji darê mazî
Min hejandî bi zend û bendê xwe yî tazî
Tirsa min ji wê tirsê siba li dû min û Cembeliyê
kurê mîrê Hekariya dibe hawar û gazî
Ay de lorî lorî Cembeliyê min lorî
Dergûsa Cembeliyê min li ser dare dike
Dergûsa delalê dilê min li ser darê dikê
Ezê îsev dergûsa Cembeliyê xwe yê picûk bigirim
Bavêjim ser dêla avê me dikim
Ay de lorî lorî lorî Cembeliyê min lorî

Ax Xwedêyo tu çiqas pakî tu berf û baranekî
Tu rêçê li van zaliman wendakî
Tu min û Cembelîyê kurê mîrê Hekariya
Li zozanê Serefdînê bi hev û dinê sakî
Ay de lorî lorî lorî Cembeliyê min lorî 

Ji Wikipediya

70

Ali Serhat Baran hunermendê kurd e. Baran endamê Koma Dengê Azadî bû.
Ali Serhat Baran di sala 1974’an de li bajarê Amedê hate dinê. Heta Uniwersîtê ew li Amedê xwend. Sala 1991 an de çû Istenbolê û li wir li Uniwersîta Istenbolê beşa rojnamevaniyê xelas kir. Ji sala 1992 an ew dest bi xebata Rojnamevaniyê kir û heta sala 2000 an di rojnameyên kurdî yên politik, wek Azadî, Dengê Azadî, Ronahî, Hêvi û Roja Teze xebitî.
Weki din ew ji 1994 heta 2001 an gitarîst û solîsta koma muzîkê ya Kurdî „Koma Dengê Azadî“ bû û bi vî Komî du Kasetan çêkir.
Sala 2001’an de ew hat Almanyayê û niha bi malbata xwe li Almanyayê li bajara Stuttgartê dijî. Ew niha li Uniwersîteya Stuttgartê beşa Informationsdesign dixwîne.
Ali Serhat Baran xwedî û amadekarê malpera gotinên stranên Kurdî ronibaran.de ye.
Ji Wikipedia

21

Şivan Perwer, 23.12.1955 ê li gundê Sorî (kû li ser Siwergehê ye û dikeve nêvbera Amed û Rûha’yê de) xwedê daye. Cîyê lê xwedêdayî herêmeke xwedî giyaneke (rûh) felsefî ya pir kûr e, mîna dirûvê erdnîgarîya xwe.

Ev dorhêl bi muzîkê tije ya û vê kûrahîya felsefi kabiliyeteke mezin ya mûzikê jî daye mirovan. Bapîrê Şivan Perwer, bîlûrvan û dengbêjeki mezin bû. Eywaneke aidê (xweserê) wî li gund hebû. Bê dost, bê mêvan, bê heval nedikarîya bimîne. Li wan derhêlên nîzik kesên xwedi kabîliyetên çandeyî (mîna mûzîk, destan, çîrok û cûr be cûrên wêjeyê) mûheqeq dibûn mêvanê wi. Sohbetên wanên civakiyên bi muzîkê heya derengîya şevê domdikir. Dengbêj rûdiniştin bi saetan klasikên gelêriyên diroki bi dengên bilind dixwendin û dijîyandin. Mesela; Siyabend û Xecê, Evdalê Zeynikê, Eyşana Îbê, Evdî, Erebê, Bêmal, Delalê Qerejdaxi, Lawkê Metînî, Şêxa Delal, stranên govend û dîlan. Bi vî awayî ji êvarî heya derengîya şevê ji aliyekê bilûr, ji aliyê din keman, an jî dengê dengbêjan li kûrahîya rûhê insanan tesîr dikir, bi sedsalan ew paş de dibirin û ew mirovên bi van guhdarkirinan radizan gelek caran di xewnên xwe de jî ev bûyêr diditan. Ji alîyê din ve zordarîya li Kurdistanê, zulma li ser ziman, çande û şexsiyeta mirovan hêj bêhtir jan (êş) dida mirovan û di pêşberê van tehdayîyan de kîn û nefreta di hûndirê wan de berhev dibû, hest (hiş) û evîna di hûndirê wan de veşartî digerîya ev qêrîn ji dikir kû bi ruhî, bi mirovînî xwe bi tayê jîyanê ve girêbide û dirûvekê muzîkî distand, dibû muzîk. Va ye di vî atmosferî de gelek caran di her bergehi de lehengên (qehreman) bênav digiheştin. Ango di têkoşîna li hemberê zordarîyê de, di bûyerên çandeyiyên ji vê dirûvê jîyanê derdayî kes (şexis) derketine nêvengê (holê). Şivan Perwer di vî atmosferi de giheştîye. Tû kesî xisûsî ew perwerde nekirîye, dijê vê ew bûyereke kû dirûvê jîyanê derxistî nêvengê ye.
Wî di biçûkatîyê de dest bi stran gotinê kir. Di tim bûyerên jîyayî û bîhîstî de ew dijîyan û bi stran ji hundirê xwe derdixist. Mirovên guhdarî Şivan dikirin, ji vî zarokê weha biçûk kû buyerên mezin dijî mat (şaş) dibûn. Buyerên dijiya, an ji xeyal dikir. dikire stran û carinan bi seatan digot. Vêca li dorhêlên xwe caran ne bi çavê zarokan lê dinêrîn. Di civatê de giranîya wi hebû. Lewra, weko hêviyek ya civatê ji wi hebe pê re muamele dikirin her demî. Şivan’ê biçûk li dora xwe de şexsîyeteke fîlozofîk yê muzîkal dihate naskirin û jê heskirin.
Lêbelê li gor Şivan, ev civata, paşdemayî, berteng lê xwedîyê xususîyetinê rind bû, ji alîyê civakî û ccedil;andeyî ve gerek bihata guhartin. Bi wi ser û dinya xwe ya bicûk evên he dê çawa pêk banîna. Van tiştên he gişan riyek ya çareyê bi wi didan lêgerinê. Ji nêv vê civatê derketin, ango bi der ve çûyîn fîkra li hinek tiştên teorîk geran, hin bûn û dûv re jî li civata xwe vegerîn di temenên biçûk de ew kûr kûr diamand. Ji ber kû gelê kurd ji her ali ve hatibû rapêçan û di bin tehdê (tûndîyê) de bû, di ser de polîtîkaya bihûjtin (asimilasyon) ê ya tîr hebû, riya wî ya dî hûndirê, çandîya xwe de bi civakî, teorîk, teknîk û kirdarî (pratîk) pêşveçûna wi hatibû birîn (girtin). Ew civata weha ne azada kû bi vî awayî nedikarî biser bikeve helbet, bêhtir di bergehê çande û hunerî de karîye serfiraz bibe. Derktina Şivan jî mînakek ya vê yekê ye. Weke li jor hati gotin, hunermendên kurdên bi kurdi digotin di jîyaneke berteng, zehmetîyên wê pir, şexsiayata hatî êxisitn, bi deng remanên xweş çiqas hîkarî (tesîr) li civatê bikiran jî, ji ber êxistina xwe ya şexsî nexwdîyê tû biryarê bûn. Hunermendên kurdan yên li gor fermanên (emrên) dewletê hereket dikirin jî, ji rûmerên netewî dihatin dûrxistin, vê carê jî çiqas xwedîyê derfetên (imkan) mezin jî bin, diketin derecek ya bê şexsiyetîyeke din (ya dûwem). Ango an bi kurdî bibêje, li rûmetên xwe xwedî derkeve di bin emrê axayê kurd de bimîne, bibe mirîdê şêx, bibe dengbêjek basit, an jî dest ji rûmetên netewî tevan berde, bibe xwedîyê derfetên maddî, lêbelê mina qaşmerê zordestan hereket bike. Va ye weha bû rewşa çandê, hunermend, muzîsyen, hozan û nivîskarên kurd.
Şivan Perwer li van tevan îsyan kir û çi bigre (çi bibe bila bibe) bi armanca çêkirina herî rind pêkbîne tembûra xwe hilda, hestên xwe yên di kurahîyên gîyanê (ruh) wi de kombûyîn, bûyerên di mejîyê wî de çêbûyîn bi stranên xwe dan gelê xwe. Kî çi bêje bila bêje, kîjan polîtîka kîjan xetê bikêşe, kîjan pêşewa û pêşkêş têkeve kîjan ramanên xwe yên karîyerîst bê wate Şivan dê weha her bi domîne. Lewra ev ya herî raste, wî ji her al^yên jîyanê bi sedan stran ccedil;êkirine û hêj jî didomîne. Hozanê me hêj ciwantir, înamîktir, enêrjîk û bi bîrewerî xebatên xwe didomîne, em hêvî dikin kû dê hêj jî berhemên xweşiktir biafirîne.
Şivan Perwer bi profesyonelî 1975 ê dest bi hunermendîyê kirîye, li gor bûyerên li dinyayê hatin guhartin her sal berhem afirandine, bi klasîkên gelêrî mijol boye, di vî bergehî de rê şanî gelek hunermendan kirîye û bûye mînak ji wan re.
Hêvîya me ew e kû rûmetên hîn rindtir û xweşiktir biafirîne.
Ji bo agahdarîyê: Ev nivîsînên seri li kaseta Şivan Perwer i bi navê Nazê, ku li alîyê ŞIVAN&;PRODUCTIONS û SES ve hatîye çêkirin, hatîye veşandin.

69

Bi bihîstina mûzîkê ya ji dûr ve, destpêkê sîbera zendên wê yên wekî stuyê qazên biharê xuya dibû. Baskên wê yên wekî marekî direqisîn, maquliya xwe radixist ber çavan. Pişt re li gel rûyê Leylayê yê şermoke, bedena wê ya nazik û nazenîn hedî hedî xuya dibû. Li ser bedena wê tûlekê tenik ê ku nexşên bedena wê nevedişart dibiriqî. Li ser dikê komeke ronahiyê belav dibû di nava ronahiyê de jinek sivik sivik dizivirî. Stêran jî hevaltî ji reqasa bi lingên tazî ya li ber tava heyvê pêk dihat, dikirin.

Konfetiyên (sîm) çirîsok li derdorê belav dibin. Leyla bi bedena xwe ya nazelîn giyan dide çîrokeke Rojhilat. Çîroka bêdawî ya Memê ku li Zîna xwe digere, radixe ser dikê. Dema ku rûyê xwe di ber xwe de ditewîne û zendên xwe digihîne hev, perde tê xwarê û salon bi çepikan diheje.

Dema hişyar bû ji xewê, zinge zinga çepikan hê jî di guhên wê de deng vedida. Şeveke havînê bû. Kirasekî şevê ye tenik li ser wê bû. Bayê tenik hem perdeya li ber pacê dihejand û hem jî giyan dida bajarî. Ji nava nivînên xwe rabû û ber bi pencereyê ve meşiya. Bayî bedena wê ya xwêdanî girtî, radimûsa. Bi hestên kûr li bajarê Qahîreyê temaşe kir. Hema bêje reqasa reqasvana bi nav û deng Isadora Duncan ku ji bo Leyla bûbû îdolek bi dawî dibû. Temaşekirina wê jî ji bo Leylayê xweneke mezin bû. Ji ber vê yekê jî xeyal nedikir û ew yek bi tenê dijiya. Prensesa Reqasê ya Cîhanê Isadora Duncan, wê demê di çarçoweya tûrneya xwe ya Rojhilat de hatibû Misirê û vê yekê kêfa Leylayê xweş kiribû.

Leyla Bedirxan, bi kesayetiya xwe û bi jiniya xwe di demekî herî hesas ê emrê xwe de bû. Lê ji niha ve bi xweşikbûna xwe bala her kesê dikişand. Ew bi xweşikbûna bedena xwe hesiyabû û ew ji temenê xwe yê biçûk heta niha bi dizî direqisî. Her çiqas malbata Leylaya biçûk xwest ku peşiyê li xwesteka wê ya reqasê bigire jî wan nidikarî pêşiyê li evîna wê ya reqasê bigirin. Destpêkê li Qahîrê û piştre jî li Swîstreyê, wê periyên reqasê temaşe dikirin. Leyla piştî ku çû Viyanayê dest bi xwendina dibistana reqasê kir. Leyla, cara yekemîn li Operaya Viyanayê derkete ser dikê.

Li ber deriyê dikê jineke ku cilên reqasê li xwe kirine radiwestiya. Di nava tariyê de jineke ku di nava cilên sipî de bi pora xwe ya reş, li cihê xwe mat mabû. Çîqên wê yên dirêj dilerizîn.Gelo ji tirsê an jî ji fikarê bû? Gelo ji çoşa dilê bû lerizîn? Wê jî nedikarî vê yekê bi nav bike. Ji hundir dengê jinên ku bi operayê re distirîn bilind dibû. Bi cilên xwe yê heyî li hemberî şemla dikê mat dima û ji vê yekê ditirsa. Ev hest bûn sedemî lerizîna wê. Van hestên wê yên xwedanxwer piştî çend deqîqeyan cihê xwe ji serkeftineke bandorker a li ser dikê re hişt.

Bi derketina xwe ya yekemîn a ser dikê re, edî rexnegirên hunerê û rojnamevanan Leyla kefş kiribû. Prensesa rojhilatî bi xweşikbûn û reqasa xwe dibe mijara gelek sohbetan. Şahmara Rojhilatê bi bi taybetiya xwe dibe sembola ‘yê/ya din’. Hêj Leyla kêf ji bicihatina xeyalên xwe negirtî, bi êşa rastiyê re rû bi rû dimîne. Bi îdiaya ku ‘reqasên pîroz’ qemar dike, ji Stenbolê, Qahîrê û Kurdistanê nameyên gefan ji bo wê tên. Bi van gefan qedemên Leylayê ji bo demekî dişikên. Li ser sedemên van gefan difikire lê wateyekî nade van nameyan. Reqas (dans) ku li rojava wekî karekî hunerî yê profesyonel dihat zanîn, li Rojhilata Navîn wekî karekî ji rêzê ku kesên ji rêzên dikin dihat pejirandin. Ev kar ne li gorî keça begekî ku dihate nasîn bû!

Lê Leyla jineke bihêz, dildar bû û bi xwe bawer bû. Gelo jineke ku kesayetiya wê ne bi hêz be dikare bireqise? Wê dizanî ku heta dawiya emrê xwe nikare tenê ji bo xwe bireqise û bi vî rengî dilşad bibe. Wê dixwest ku stêrkên ku di dilê wê de veşartî derxîne der. Leyla guh nade gefan û li hunera xwe vedigere. Ji ber vê yekê ye ku navê wê di nava tu berhemên malbata Bedirxanan de derbas nabe. Navê Leylayê di dîroka reqasê de wekî yekemîn balerîna kurd derbas dibe û ew li Amerîka, Ewropa û gelek cihên din beşdarî bernameyan dibe û êdî ew reqasvaneke bi nav û deng e.

Leylayê xem û kesêrên ku di dilê wê de veşartî bi baskên xwe yên wekî yên mînmînikan sivik, belav dike. Û di dawiya her reqasa xwe ya li ser dikê de çengên xwe wekî ku bifire vedike. Leyla wekî sosina ku di biharê de vedibe bû. Wê dizanî ku ew wekî di biharê de demildest vebûyî, dê rojekî jî biçilmise. Herî zêde ji vê yekê ditirsiya. Leyla, li rojava bûbû zimanê gelên birûmet ên rojhilatê. Leyla jî wekî xwedavendên Serdema Antîk ên navê; Înana, Îsîs, Belkîs bû. Leyla ku bi efsûn û egzotîzma Mezopotamyayê reqasên rojhilat pêşkêşî gelên Cîhanê dikir. Leylayê bi Isadora Duncan re li ser heman dikê dans nedikir lê cilên wê ji hêla heman kesê ve dihatin durîn û bûbûn stêrkên heman demê.

Leyla navê xwe ji prenseseke rojhilatî girt û navê xwe wekî reqasvaneke kurd a ku stêrka wê li Ewropayê geş bûye, li dîrokê nivîsand. Prenses û Balerîna Kurd Leyla Bedirhan, di sala 1986’an de li Parîsê reqasa xwe ya dawîn bi mirinê re dike.

Leyla Bedirxan kî ye ?

Leyla Bedirxan di sala 1908’an de li Stenbolê ji dayîk bû û keça Abdullrezak û Henriette Bedîrxan e. Diya wê li Viyana jiyaye û li wir perwerdehiya xwe kiriye û ew jineke avusturyalî ye. Bavê Leyla, Abdulrezak jî ji malbata Bedirxaniyan e ku di nava kurdan de xwedî gotin bû. Leyla li Almanyayê dibistaneya baleyê xelas kir. Keçeke Leyla Bedirxan heye. Navê wê Nevîn Solh e. Leyla Bedirxan li Parîsê di sala 1986’an de jiyana xwe ji dest da.

Mizgîn ARSLAN

10

Aynur, sala 1975an li navçeya Çemîşgezek a ser bi Dêrsimê ji dayîk bû. Perwerdeyiya baxleme û muzîkê li Stenbolê li xwendegeha muzîkê ya bi navê ASM wergirt. Ligel Begüm Erdem û Aşkın Metiner li ser şanê xebitî. Sala 2002yan albuma wê ya pêşîn “SEYİR” derçû. Di album û konsertên muzîkarên weke Metin-Kemal Kahraman, Grup Yorum, Lütfü Gültekin, Anjelika Akbar, Orient Expressions de û ligel vê, di fîlmên televizyon û sînemayê de bi dengê xwe cih girt.

Li nav welêt û li derveyî welêt konsert dan bi zimanên Kurdî û Tirkî. Albuma wê ya bi navê “Keça Kurdan”, sala 2004an ji aliyê Kalan Muzikê ve hate weşandin.

Albuma Aynur a bi navê “Keça Kurdan” stranên folklorîk ên Kurdî-Tirkî û besteyên nû di nava xwe de vehewandiye ku berhema xebateke nêzî salekê ye û muzîkarên mîna Aykut Gürel, Serdar Ataşer, Kemal Sahir Gürel û Burhan Bayar sazkirinên wê pêk aniye. Albuma ku gelek muzîkarên pispor tê de beşdar bûne, bi sazkirinên xwe yên derveyî adetê bal kişand. Aynur ku navbenda dengê wê baş fireh e, ligel serkeftina xwe ya bilind ku gava stranan şirove dike tê dîtin, newayên ku bi siruştî dibêje jî da xuyakirin ku ev xebateke wisa ye ku mereqdarên muzîkê yên “Keça Kurdan” ji berê ve têkevin jêr bandora wê.

Derbarê albumê di çapemeniya Turkiye û cîhanê de nivîsên giring derçûn. Albuma navborî bû yek ji wan albuman ku van salên dawî di warê muzîka Kurdî de gelekî tên firotin. Ev album bû bergê hejmara Sermawez 2004 a kovara Folk Rootsê (fRoots) ku li Brîtanyayê tê weşandin. Di wê nivîsa kovarê de ku bi sernavê “Kurdeke Li Ser Rê” derçû, behsa rabirdûya Aynur û xebata wê ya serkeftî hate kirin. Herwiha, di nivîsa navborî de Aynur li Turkiyeyê bi Sezen Aksu û Li Yewnanistanê jî bi Eleftheria ve hatiye şibandin û hatiye destnîşankirin ku ew bo hemû Kurdan stareke giring e. Ligel vê, li ser bergê pêveka rojnameya The London Times (21 Adar 2005) a bi navê “Çanda Turkiyeyê û dewlemendiyên wê” fotografê Aynurê cih girt.

Aynura ku bi wê strana folklorîk a Kurdî ku di fîlmê Yavuz Turgul ê bi navê “Gönül Yarası (Birîna Dil)” de gotî, gihîşte girseyeke mezin a hezkiriyan, di fîlmekî de ku li Turkiyeyê hatî kişandin, yekem car straneke folklorîk a Kurdî bi awayekî rastewxo (rasterast) got. Aynur, di belgefîlmê Fatih Akın ê bi navê “İstanbul Hatırası / Köprüyü Geçmek (Bîranîna Stenbolê / Derbaskirina Pirê)” de jî bi stranên xwe beşdar bû.

Aynur di nava heyva Gulana 2005an de, ligel Nederlands Blazers Ensemble ku yek ji baştirîn komên amûrên pifekî yên Hollendayê ye, yek jê li Belcîkayê şeş konsert li dar xistin û di van konsertan de ku li bajarên cur bi cur ên Hollendayê hatin sazkirin, bi elaqeyeke mezin hate pêşwazîkirin. Aynur Tîrmeh (Temmûz)a sala 2005an beşdarî “Mihrîcana Turkiyeyê” bû ku li Spanyayê hate lidarxistin û di vê mihrîcanê de ku Sezen Aksu, Erkan Oğur, Kardeş Türküler, Mercan Dede û Burhan Öçal jî tê de beşdar bûn, sê konsert pêşkêş kirin.

Wekî din; derbarê albuma “Keça Kurdan”, piştî belavbûna albumê bi 15 mehan, ji ber strana bi navê “Keça Kurdan”, ji aliyê Dadgeriya Cîgir a 6. Dadgeha Sezaya Giran a Diyarbekirê ve biryara berhevkirina wê hate dayîn bi hinceta “dabeşkeriyê û handana jinan bo derketina serê çiyan”. Biryar hate şandin bo parêzgariya her 81 parêzgehan. Îlona 2005an biryara danheva albumê hate rakirin.

Aynur, di “Bahar” de ku albuma dawî ya Kardeş Türküler e stranek û di “Miraz” de ku albuma dawî ya Mikail Aslan e du stran gotin.

“Dengê awarte yê Aynurê ku çiyayên bi mij û moran, robarên bicoş, hetavê û bêhna xweş a axê di nava xwe de vedihewîne, mîna xwezayê karîger e…”

(Tülay German)

17

Brader muzîkar û wênesazekî kurd e. Brader an go Brader Mûsîkî 1958 li gundê Mûsîka, herêma Mêrdînê hatiye dine. Bavê wî dengbêj bû. Zarotiya xwe li civata bavê xwe li ber stran û serpêhatiyên kurdî derbaskiriye. Dibistana seretayî û navîn li herêma Mêrdînê xwendiye. Lîseya tenduristî li bajarê Wanê xwendiye.

Ji ber xebata xwe yê muzikê dikeve zindana Wanê û 3 meh û nîvan ceza werdigre. Piştî ji dibistanê derdikeve mudurê dibistanê wî saleke ji dibistanê bi dûr dixe. Helbesta xwe ya yekemîn li zindanê çêdike.

Ji 1986 û vir de li Holanda jiyana xwe berdewam dike. Heta niha 10 albûm çêkirine. Piraniya stranên xwe bi xwe çêdike. Xwe di nava strana dengbêjî û nûjen de mîna pirekê dibîne.

Di gelek film û rêzefilman de jî li gel produktionên Kurd û Holandî leyistiye. Weka li Medya TV de, Dengê Defê, Kolanên Xerîbiyê û De Jonge Die Niet Mer Praaten,Van Godlos niha ji di xebatek nu ya filmeki Holandi deyi. Brader li gel xebatên muzîkê û sinema xebatên wênekarî jî dike. Gelek caran li malper û rojnameyan de nivîsên wî hatine weşandin.

Piştî 18 salan cara yeke sala 2004 de vegeriya welat. Li sernaserê welat nêzîkî 30-40 konseri da. Albuma tali di 2005 de bi navê “Pepûlê” derxistiye pêşberî guhdaran.

10

Hozan Canê di sala 1969an de li bajarê Erzerom navca Qereyaziyê hatiye dinê. Dibistana serete jî, li heman navcê xelaskiriye. Ew dibistana navendî li bajarê Edenê qedand. Piştî wê jiyana wî ê muzîkê destpêkir. Di dibistana ASM û Arîf Sağ de, bi alîkariya mamoste Ferqîn Şiyar û Kazim Bora, sê salan dersa deng û stranbêjiyê girt. Ji bo kaseta xwe ya yekem, di studyo ASM de xebitî. Mereq û heskirina muzîkê di dilê wî de, hê ji piçûktayiyê ve destpêkiribû. Hozan Canê di wan deman de guhdariya Radyoya Erîwanê dikir. Kêfa wî pir ji stranên Meryem Xan, Eyşe Şan û Şakiro re dihat. Ew bi hunermenden mezin re Eyşe Şan û Şakiro’ra xebitî. Daxwaza wî ya yî ew bû ku bibê hunermendeke mezin wek Meryem Xan. Mîna wê stranên Kurdî bistirandin, bêje û rêya wan hunermendên bisopînim. Piştî xebata sê mehan li studyo ASM ê, li ser navê “Rê Waye, lê lê lê Dayê” bi rêya Fîrma Ataman kaseta wî a yekemîn derket hole. Li du viya, kaseta “Hozanê Kurdî” derket. Di bin zor û zehmetên li Tirkiyê, ligel van xebatên kasetan wî, konseren jî cêdikir. Ji ber van xebatan ji, polêsên Tirk her tim Hozan Canê dawetê qereqolan dikirin, şkence û zehmetî didan kisandin. Herwiha, di konsereke xwe hatî girtin û birîndarkirin. Ji bo ku derfetên xebata hunerî nemabû, mejbûr mam derketî derveyî welat.

Xebata wî ê muzîkê li Almanya, di bin banê Akademiya Çand û Hunera Kurdî de domkir. Piştî çend salan, bi rêya Kom Muzîkê, kaseteke bi navê “Esqa Welat” derxist. Kaseta wî a pençemîn di studyo D&D Sound Production GbR de, bi navê “Wezîrê Min” derket.

Berhem

Rê Waye, lê lê lê Dayê
Hozanê Kurdî
Esqa Welat
Wezîrê Min

Ji Wikipediya

19

Cewad Merwanî hunermendekî kurd e.
Cewad Merwanî di sala 1964an de li gundê Boşat yê girêdayî herêma Farqînê(Silîva) di nava malbateke hunerhez û Kurdperwer de hat dinê. Cewad xwîndina xwe ya destpêk û navemdî li xwîndingehên bajarê Farqînê bi dawî anîn. Piştre ji bo demeke kurt di Zanîngeha Dîclê de fakûlteya perwedeyê ji bo mamostatiyê xwînd. Lê ji ber sedemên siyasî û pirsgirêka Kurdî neçar ma ku dev ji xwîndinê berde. Ji ber ku ew zû pêhesîya ku bi riya zimanê serdest siyaseta asîmîlasiyônê yê di Kurdistanê de bêtir bê meşandin.

Evîna Cewad ya ji bo muzîka Kurdî di temenê zarokatiyê de bi rêya guhdarkirina radyoyên Êrîvan û Bexdayê zedetir bû. Deng û awazên hunermendên mîna M. Arifê Cizîrî, Meryem Xan, Kawîs Axa, Husêyinê Faro, Hesenê Cizîrî, Nesrîn Şêrwan, Karapêtê Xaço û …hwd bandorek mezin li ser bilindkirina hestên wî yên hunerî hiştin. Cewad ji bona ku di nava deriya hunera Kurdistanê de xwe hînî melevanîyê bike, bi dilekî xweş beşdarîyê di dewat û şahîyên gel de dike. Bavê Cewad (nemir Hecî Mihemed Elî) ku mîna heykeltiraşekî mêimarîyê di herêmê de mirovekî hosta û navdar bû, bi çêkirina neqş û heykelên hunerî li ser kevirên kanî, avahîyên olî û der û dîwarên mizgeft û xanîyên taybetî, bi hunera xwe ya neqşnîgarîyê ji zarokên xwe dawa dikir ku di qada hunerê de bibin xwedîyên hunerekê ku di xizmeta gelê Kurd de be. Cewad di bin teisîra şîretên bavê xwe de hertim xwest ku di qada huner de ber bi pêşve bimeşe. Lê carna desthilatdarîya adet û orfên civaka feodalîzimê li ser rêya wan kelem derdixistin û nedihişt ku di vê rê de li gor xwestekên dilê xwe pêş bikevin. Bihara sala 1984an Cewad di pêşbirkîyekê ya ji bo dengxweşên herêmê ku ji alîyê radyoya Diyarbekirê hatibû lidarxistin, bi yekemîn pile hat xelat kirin û demekê jî di radyôya Amedê de xebitî. Piştre bi hevkarîya karbidestên radyôyê di konservatora bajarê Izmîrê de mijûlî xwîndinê dibe. Lê ji ber ku ew hertim dixwaze bi zimanê Kurdî bistire, vê siyasetê wek bişavtina hunera gelê xwe dibîne û dev ji dersa konservator û xebata di radyôyê de berdide. Bi vî awayî ji bona ku ji gel û çalakîyên xwe yên hunerî dûr nekeve bi pêkanîna komeke muzîkê( Koma Zembîlfiroş) dest bi xebata xwe ya hunerî kir. Di wan salan de ji ber ku agirê şoreşê li Kurdistanê sal bi sal gortir dibû û zimanê Kurdî jî qedexe bû, Cewad bi cesareteke mezin bi Kurdî distirî. Herwiha ji hunermendên ku bi esla xwe Kurd bûn û bi Kurdî nedistirîn dawa dikir ku bi zimanê xwe yê zikmakî bistirin. Ew li hemberî hemû yasayên înkar û qedexekirinê berdewam bû li ser livbazîyên xwe yên hunerî. Ji bona wê jî sala 1987an sê mehan hat girtin ji wir û pêde gelek caran hat girtin û bi îşkenceyên giran rû bi rû ma. Di sala 1989´an Cewad ji aliyê gel ve wek endamê yekemîn yê encûmena şaredarîya Farqînê hat hilbijartin. Cewad careke din sala 1990an bi qasî salekê ji ber çalakîyên siyasî li girtîgeha Amedê hat girtin. Piştî ku ji girtîgehê derket ji ber ku di berdewamkirina kar û xebetê xwe yê Kurdayetîyê de bi îsrar bû; du caran ji alîyê Kontorgerîla ve rastî hêrişên çekdarî hat, lê her du caran jî Cewad ji destê wan filitî û birînên wî zêde xedar nebûn. Di havîna sala 1992an ji ber ku ji aliyê dewletê zêdetir ji heşt salan ceza zindanê jêre hatibû diyarkirin, neçarma ku ji Kurdistanê derkeve. Piştî ku demekê li welatê Sûrîyê ma di dawîya sala 1992an de hat Ewropa û ji wê demê heya roja îro di akademîya çand û hunera Kurdî de xebatên xwe yên çandî-siyasî didomîne.

Cewad Merwanî heya niha albumeke xwe ya bi navê “Penaber” ku ji kilamên siyasî û gelêrî pêk tê, çêkirîye. Herwiha di Orkêstra Senfoniya Kurdî de jî bi xwîndina strana Derwêşê Evdî beşdarî kiriye.

“DEM” albuma Cewad ya duyemîne ku bêgoman di vê serdemê de berhemekî dewlemende.

Cewad di pêşerojê de yê li ser çend berhemên folklorîk(kasêt û CD) û komîserhev kirina stranên Kurdî yên resen(pirtûk) jî bixebeite. Em tev bi dilxweşî li benda xebat û berhemên hozanê xwe yê dengxweş Cewad Merwanî ne.

Ji Wikipedia

VIDEO