363

Hunermenda navdar a operayê Mizgîn Tahir, ku bi deng û awaza xwe navdare, hewl dide bi awaza xwe ya zîz û hunera operayê çanda kurdan a dengbêjiyê ji nû ve zindî bike.

Mizgîn Tahir, niha li Navenda Çanda Ciwanan a Cegerxwîn ya Diyarbekirê dersa operayê dide xwendekaran û dixwaze çanda dengbêjiyê ji nû ve zindî bike.

Mizgîn Tahir li gelek bajarên cuda li beramber hezaran kes derketiye ser dikê û beşdarî konser, mihrîcan û şahiyên cuda bûye û her tim bi awaz û dengê xwe yê zîz di dilê 100 hezaran kes de cih girtiye

Mizgîn Tahir demeke dirêje ji Rojavayê Kurdistanê hatiye Diyarbekirê û armanca wê ew e hunera xwe ya opera li Diyarbekirê jî pêş bixe.

Mizgîn, niha li Navenda Çanda Ciwanan a Cegerxwîn dersa opera dide gelek şagirtan. Hunermenda dilnizm û dengxweş derbarê hatina xwe ya Diyarbekirê û xebatên xwe de ji DÎHA-yê re axivî.

‘Di zaroktîya xwe de li ber lorîkên dayîka xwe mezin bû’

Mizgîn Tahir, di sala 1974-an de li Rojavayê Kurdistanê gundê Dirbêsiyê ji maleke ku hemû endamên wêye hunermendin ji dayik bû. Mizgîn, ku di nav malbateke hunerhez de mezin bûye 5 xwîşk û 5 birayan wê hene. Mizgîna ku bavê wê jî hunermend e, keça Necîmê Omerî ango Necîmê Tembûrvan e. Her wiha dengê diya wê jî xweş e. Mizgîn Tahir, di zaroktiya xwe de li ber lorîkên dayika xwe mezin bûye, bi çîrok û stranan fêrî çanda kurdewarî bûye û heta îro bi xwe re aniye.

Hunermenda Kurd Mizgîn Tahir, bi evîna opera û dengbêjiyê dijî. Ligel ku di zanîngehê de beşa erdkolojiyê dixwend jî dîsan ji ber ku dilê wê bi muzîkê re bû û evîndarê muzîkê bû, pişt re li Şamê derbasî beşa operayê bû. Mizgîn da zanin ku di jêr bandora malbata xwe ya hunermend de ma ye û dengbejiyê nêzîkî xwe dibîne û dest bi perwerdeya deng û akademiya mûzîkê ya opera dike. Tahîr dîroka stranan, dengbêjî, çîrok û herwiha çanda kurdî bi alikariya dayik û bavê xwe naskiriye.

Destana Memê Alan, Siyamend û Xecê û Kela Dim Dim bi opera tîne ziman

Mizgîn, da zanîn ku piştî wê 9 salan dibistan xwend, derbasî Serê Kaniyê bûye û dibistana navendî li wir xwendiye. Piştre derbasî Şamê bûye û li Şamê 2 salan Erdkeolojî xwendiye. Lê di van 2 salan de li cem Prof. Lubana û Profesora Rûsî Gelîna amedekariya konserwatuarê kir. Profesora Rûsî Gelîna, ji bo perwerdeya konservatuwarê Mizgîn, perwerde kir.

Mizgîn Tahîr piştî perwerdeyeke baş di sala 1999-an de ket ezmûnê û piştî ezmûnê beşa konserwatuarê qezenc kir. Mizgîn, bi lêvkir ku wê dixwest destanên kurdî bi operayê bêje û li ser destana Memê Alan, Siyamend û Xecê û Kela Dim Dim kar kiriye. Mizgîn, diyar kir ku destanên kurdan ji bo parastina çand û dîroka wan gelekî girîng e û ji bo kurd bikaribin çand dîroka xwe zindî bikin divê hunera dengbêjiyê baş biparêzin û tomar bikin.

Her kes bi tirkî diaxife, evna jî pirsgirêk e

Mizgîn Tahir, piştî ku li gelek welatan beşdarî konser û konservatuaran bû, niha li Navenda Çanda Ciwanan a Cegerxwîn dersa opera dide 6 xwendekaran. Tahîr, da zanîn ku li Tirkiye û Diyarbekirê astengiya li pêş wê ya herî mezin zimanê tirkî ye ji ber ku her kes bi tirkî diaxive pirsgirêk jê re derdikevin.

Mizgîn destnîşan kir ku armanca wê di pêşerojê de muzîka opera ya kurdî li Cîhanê belav bike, lê ji ber ti eleqeyeke mezin li hemberî opera nîne xembar û got: ‘’Ji bo ku vê eleqeyê zêde bikim min li Akademiya Cegerxwîn dest bi perwerdeya opera kir.’’ Mizgîn, di wê baweriyê de ye ku muzîk û çanda kurdan bi hunera opera zêdetir dê bighe armanca xwe û di qada navneteweyî de jî belav bibe.

162

Ez di sala 1978’an de li Stenbolê hatime dinyayê. Ji Çewlikê me. Min dibistana seretayî, navîn û lîseyê li Stenbolê kuta kir. Xebata xwe ya hunerî min di sala 1991’ê de li beşa Dansên Gelêrî, di Koma Dîlanê ya di bin banê KAYY-DER’ê de dest pê kir. Di sala 1994’an de ez du salan wekî solo-vokal bi koma muzîkê ya bi navê Koma Dengê Bratî re xebitîm. Di sala 1996’an de ez ji KAYY-DER’ê derketim û min dest pê kir ez li NÇM’ê xebitîm. Paşê du salan min ji Oğuz Abadan derzên armonî, pîano û ji Şahîn Saruhan derzên şanê wergirt.

Di sala 1997’an de ez bi Koma Çiya ve têkil bûm û sê salan min ji komê re solo-vokalî kir ez derketim ser sahneyê û min li pîanoyê da. Di heman katê de ez ji bo albûma bi navê “Venamire” ya ku komê di sala 99’an de derxistiye, xebitîm. Li gel xebata xwe ya bi komê re, ez du salan bi Koma Asmîn ya ku me di sala 98’an de ji jinan pêk anîbû xebitîm. Di Koma Asmîn de tevî xebata xwe ya bi awayê solo-vokalî, demekê min li pîano û perkusyonê da. Di sala 2000’an de ez tevî projeye bi navê “Şahiya Stranan” a ku me li gel hemû muzîkjenan ava kiribû, bûm. Ez wekî vokal ji bo herdu albûmên “Şahiya Stranan 1-2″ ên ku ji stranên gelêrî yên Kurdî veguhêztibûn Tirkî xebitîm.
Di navbera salên 2004-2006’an de ez bi Agirê Jiyan re xebitîm û di sala 2006’an de me albûma “De Were” pêk anî. Niha ez xebata xwe ya ji bo “Şahiya Stranan” didomînim. Ez di nav projeya “Aheng” a jinan a me sê jinan di sala 2007’an ava kiriye de me. Ji bilî van yekan ez xebata xwe ya ji bo albûmeke solo didomînim.

www.meraltekci.com

332

Lorîn Berzincî di sala 1980 ê li bajarê Qamişloyê ji dayik bû, di malbateke mezin de mezin bû. Di temenê xwe ya 10 saliyê de bi malbata xwe re mal bar kir Europayê û li welatê Swêdê bi cih bû. Berzincî di pênc saliyê xwe de dest bi strangotinê û fêrbûna gotinên stranan kir. 14 saliya xwe de dest bi nîvîsandina stranan û çêkirina awazan kir.

Berzincî, beşdarî gelek komên muzîkê bûye. Piştra biryara xwe daye ku ew muzîka xwe ya taybetî çê bike. Albûma wê ya yekemîn îsal derket
Berzincî, ji aliyek de xwendina bilind (universîtê) li Fakulta Zanistiya Rojhilata Navîn bi zanistiya ramyarî û zimanê Rojhilata Navîn re, wek kurdî (soranî, kurmancî), farisî û erebî dixwîne. Ji bilî xwendina universîtêyê muzîk û teknîka strangotinê xwendiye.

 

110

amira_erotikNavê wê yê eslî Amîra Zanganeh e, bavê wê kurd, diya wê dengbêjeka operayê ya rûs e. Ew li Brîtanyayê di 1 tîrmeha 1971ê de ji diya xwe bûye, li Brîtanyayê û li Îrlandayê mezin bûye. Nasnameya îrlandî pê re ye û ew niha li Fransayê dijî.Cara pêşîn ji bal fotokêş Helmut Newton hatiye keşfkirin û li navenda modayê a Parîsê a bi navê Chanel û wekî din jî ji Jean-Paul Gaultier re fotomodelî kiriye. Li Parîsê li konservatuarê (Conservatoire National D’Art Dramatique) xwendiye. Cara pêşî ji bo rola xwe ya Sandra a di fîlmê La Vérité Si je Mens de ji bo xelata César hatiye berbijêrkirin. Cara pêşîn sala 1999ê di piyesa de Aunt Dan and Lemonbi Miranda Richardson re rola Hedda Geblerê lîstiye. Di sala 200ê de di zincîrefîlmên hûrxelek ên bi navê Şevên Erebî de rola Moriana lîstiye. Vê zincîre xelekê Xelata Emma wergirtiye

Fîlmên din ên naskirî ku Amîra Casar tê de rol girtine ev in:

1. Anatomiya Dojehê, Anatomie de l’enfer (2004)
2. Sylvia, Sylvia (2003)
3. Min bavê xwe çawa kuşt, Comment j’ai tué mon père (2002)
4. Buñuel û Maseya Hz. Süleymanî, Buñuel y la mesa del rey Salomón (2001)

Amadekar:Netkurd

331

Ciwan Haco di sala 1957an de li Sûriyê bajarê Qamişlo hate dinyayê.Piştî xwendina xwe ya lîseyê çû Elmanya û li wir ketê ûnîversîta Bochum.Ciwan li Bochumê sê sal tahsîla mûzîkê çêkir.Piştre jî bi şiklekî profesyonel dest bi qaset û cd yan kir.

Li Tirkiyê “Sî û sê gule”,”Durî”,”Blûra min”,”Gula sor”,”Destana egideki” û “Leyla” çap bu. bû.”Peşmerge”,”serîhildan”,”Diarbekîr”, “Girtîyê azadî yê” jî li ewrupa derketin.

Ciwan Haco,muzîka otantîk a kurdî bi formên folk-rock ji nu va serastkir.Hunermend bi avayî stranên kurd bi dinê nasand û stranên kevneşapî di nav gelek baskên mûzîkê di cîh danî.

“Destana egîdekî”,destana-şiîra romannivîsêkurd a bi nav û bi deng Mehmed uzun e.Nivîskar di wê destanê de behsa çîroka pênç xortên kurd dike.Ciwan Haco ew destana Mehmed Uzun bi aranjeyek nûyen,bi formên etno-caz dixwîne.Me vî berhemê nû pêşkeşîyê Guhdarên xweyê delal kir.

15

Ez di 01.12.1966an de li gundê Hêwedan(navê wê bi Tlrkî Ayvatli) di herêma Mazgirtê ya girêdayî bajarê Dêrsimê, di rojeke sara zivisatanê de ku bi wê re min êsek mezin da dayika xwe ya hêja, çavên xwe bi jiyanê vekirin. Min navê duyê yê zarokên malbata xwe bi dest xitibû.

Yenî dayika min ya xostvî beriya min bi hevkariya bavê minî ne biçûk(?) zarokekî din yê kur û pistî min jî du keç û di dawiyê de jî lawekî din, hejmara endamên malbata me temamkiribûn. Dayik, bav û me 5 xwîsk û biran, malbateke 7 kesî ku weke malbatek biçûk bê hesibandin, li ser erdê gundê xwe pêkanîbû.
Di gundekî 20 malî de mîna hemû malbatên din me jî bi nîv karê rencberî û ajeldariyê(yanî bi kirina her du karên rencberiya li ser e’rd û xwedîkirina heywanên kevî) debara jiyanê birêve derbas dikir. Li rexê van du karan, bavê min jî bi dihul(dehul)a xwe mîna nanînerekî malbatê, jiyan derbas dikir. Babê min yê ku di nava gelê herêmê de pir dihat hezkirin û pir bas dihul lêdixist, hunermendekî rastîn û nîv profesyonel bû. Ew evîndarê karê xwe yê hunerî bû. Merc û dijwarîyên jiyanê û hinek caran sansên ku ji mere çêdibûn,pistre qederek wisa ji mere çêkir ku ez û bavê xwe bibin hevkarên hev. Û ji xeynî wê rêz û hurmetê, min bi wî hevkarê xwe yê pir hêja û wê hevkariya wî ya muqedes û paqij hertim xwe mirovekî bi xirur hiss dikir. Wî di ser û têkosîna jiyanê de ez hînî gelek tisan kirim.
Xwîndina dibistana ji sinifa 1’ê heya 5’ê min di gundekî cîranê gundê me de û sinfên 3, 4 û 5an jî li Elezîz(Elazig)ê bi dawî anî. Xwîndina dibistana navîn û lîsa xwe jî min li Bîngolê xwîndin. Salên herî xwes û bedewên temenê ciwaniya min li Bîngolê derbas bûn. Êdî hêdî-hêcfî ketina temenê ciwanîyê û xwîngermiya salên gerim yên destpêka ciwaniyê, yekemîn bûyera evîndariyê jî bi min re jiyand. Piraniya çaxên li dervey dema xwîndinê, min di gundê xwe yî hezkirî de derbas dikirin. Min di gund de her karê ku dikir, bi zanyarî û awayê pir profesyonelî dibire serî(pêktanî). Bi hez û evîneke bêdawî min dixwest karê xwe bikem. Min ji gund û gundîyên xwe pir hez dikir. Ew evîn û hesreta min ya ji wan re hêjî mîna germiya wê helmêye ku mirov çawa naneke kerbûyî û nûderketî ku ji tenurê tê derxistin e. Bedewî û bêhna wê evîn û hesreta gerim û bêdawî hê jî di dil, çav û difina min de maye.
Xwîndin bi dawî bû. Pistî salekê ku ez li metrepolan xebitîm, eskeriya stemkar jî hat, bê ku fedî bikem, min ew jî kir û bi dawî^bû. Pistre sala 1988an li demsalê payîzê yallah… ez hatim Ewropayê. Êdî li vira çi hebû? Em hatin. Li Ewropa bêy ku dema xwe vala derbas bikem, min dest bi çalakiyên hunerî kir. Di çalakiyên Muzîk, Tiyatro û Folklorê de besdar bûm. Elbete li rex van karên han, herî bêtir bi muzîkê re mijûl bûm. Wiha bû… Êca we yê ji kû bizanîba ku pistî çend salan sûnda ezê rojrkê li ser serê we bibim bela!?.

Jiyana Min Ya Hunerî
Hertim hemû dibêjim me ji temenê zarokatiyê destpêkir. Ez jî ji diya xwe bûme û nebûme, min bi straneke tejî qêrîn û giriyê dest bi jiyanê kiriye. Ew stran di salên demdirêj de dewam kiriye, hertim min ew stran gotiye û ew stran dema min gotiye bi çavên tejî hêsir strîme û hemû mirov û kesên derdora min jî ji bihîstina wê strana min pir nerihet bûne. Ev strana min çiqasî ku ez mezin bûm û min bêtir jiyana gelê xwe yê belngaz û xemkês naskir, reng û cewherê wê jî hat gûherandin. Ez mezin bûm lê ew strana min hîna jî berdewame, lê ne mîna berê. Êdî ez bi deng nabêjim, ez bi nihînî û di nava dilê xwe de ji xwe re dixwînim. Lê carna belkî insan pêdihesin dema ku hêsirên çavên min vê raza min didin xuyanîkirin, lê ji bilî wê kes dengê vê strana min nabihîse û êdî tikesî jî nerihet nakim.
Di xwîndingeha destpêkê de ez distirîm, bi min didan gotin. Ji min re digotin dengê te xwese û vê gotinê ez paldidam(teswîq) dikirim û hêz û bizav dida min. Min pilak(qewan) û radiyo guhdar dikirin. Lê tenê min ji wan stranên ku bi navê “Sarkî_ Kilam” bi me didan nasandin, guhdarî dikir. Wî çaxî min ji “Sanat Muzig”ê nefret dikir. Bavê min jî wiha bû. Min radiyoya Êrîvanê guhdar dikir û hertim stran jî ezber dikirin. Zû-zû stranên Kurdî yên govend û dîlanê min ezber dikirin. Pistre di dewatên gundan de bi wan keçên bedew re me ew stran bi sêweya dudengî(du qolî) dixwîndin û em tevda dilîstin. Hêjî dema ku ez stranên govendê dibêjim, ew bandora wan ya bêdawî, rûyê wan yê bedew û bêguneh, çavên waû-yênresbelek^hîn mîna melekeyan li pês çavên min sîn dibin û dibiriqin. Ew rojên xwes, ew dêmên Kurdî û xwsik hêjî mîna dîmenekê zindî û ji bîranebûyî li ber çavên minin. Bi denggir(teyip)ên normal min kasêt tejî dikirin û di her malekê de kasêtên min yên korsan hebûn. Hertim di nava gund, zevî, mesa rojane û her derekê de ez distjrîm. Zimanê min yê dan û standina bi gel re tenê stranên min bûn. Êdî ev kar bibû tistekî normal û herkes hînî vî karê min bibû. Qet ji bîra nakem carekê min bi ga cot dikir(dajût) û li zev^eke nêzî min kalekî gundî jî cot dikir. Wê rojê devê min qet nesekinîbû. Êvarê dema em çûn nava gund, ew kalê hêja li min vegerî û got: Yaw…kuro te îro serê min bir, law mirov deqekê disekine haaa…”.

Ya rast saza xwe ya yekê ku hinekî disibî amrazê sazê!!, min bi xwe durist kir. Yanî ii Bîngolê li cihê mehkemê qutiyeke pîlan ya ji dar ku cihê alarma wira bû, min dizî. Pistre li dartirasxaneyeke çarrêyana Bîngolê min darekî zirav û dirêj jî dizî. Û pistre bi hevkariya heval û gundiyê min yê bi navê Elî Gun ku me bi hevre li Bîngolê ders dixwend, têla jêriya mandolîna wî jî min bi daxwazek bi îsrar jê stand. Pistre min evane tev mîna hevîr tevfîhev kirin û ji wan tevan tistekî mîna sazê derket. Ev enstûrmentê xerîb û ecêb ji min re bavê hemû sazan e. Çimkî bi rêya wê sazê ez êdî hînî lêxsitin û derxistin(afirandin)a awaz û melodiyan jî bûm. Pistre di 15 rojên bêhinvedana salê de min bavê xwe xapand. Min go:” bavo mamostayê muzîkê ji min sazê dixwaze…”. Bersiva bavê min dema ku hîna saniyek jî derbas nebibû ev bû:” Ez diya wî mamostay… destên wê maç bikem. Di vê roja zivistanê de ez ji te û mamostayê te re sazê li kû bînim”. Elbete pistî ziyareta dayika mamostayê min, bi jetêkê û nêrînek tund silavek jî dabû diya min. Yanî di vê bûyera tejî hêrs û nifrîn de dayika min jî para xwe standibû. Lê bavê min ew gotin wisa bi hêz û hirs bi lêv kir ku ger diya mamostayê min di nava sinorên Tirkiyê de jiyan derbas bikira û ne dûr bûya, %100 guhên wê dilivlivîn û yê bigota” eva çi bi min hat yaw, çimkî ez xwe rihet hiss nakim!”. Bi her awayî wê salê ez û birayê xwe em çûnji gundekî din me ji hevalekî bavê xwe sazek stand û bi xwe re anî malê. Êdî sazeke min ya rastî(heqîqî) hebû. Heycan û bexteweriya wê çaxê qet nikarim bidim famkirin û xew nedikete çavên min. Ez hînî lêxsitina sazê bûm û min dikanî pêre bistirim jî. Êdî ez yekî wiha bûm ku min saz lêdixist û pêre distirîm jî. Herkesî ji dengê min hez dikir. Di hemû demên helkeftî(minasib) de, di dewat û dîlanan de, di malên gundiyan de, di çaxê eskeriyê de, li cihê karkirinê tevan ji min dawa lêxistina sazê û kilamstrînê dikirin. Çiqas ku ez distirîm bandoreke mezintir jî li ser min çêdibû û pêre xeyalên min yên dûr û dirêj jî çêdibûn:” Rojekê ez jî yê bibim hunermend?, gelo di TV, radiyo û li ser sehnê yê bistirim?!” Ez hertim di bîr û xiyalên wê rojê de bûm. Êdî ber bi kûda diçûm, tim distirîm û li cem min sazek jî hebû.
Pistre bêje di qedera min de hatina Ewropa jî hebû. Ez hatim welatê Almaniya û min di nava çalakiyên Koma Berxwedan de cih girt. Koma Berxwedan ji min re bû xwîndingeh. Ji tecrubeyên hevalên xwe û têgehstinên wan min bi awayekî rast û aqilane feyde stand û ez li ser têbînîyên wan xebitîm. Xebat û çalakiyên komê, kursên hunerî û pistre me lo^Qy^ên^wrileûflîçêkirin, Evane tev ji min re bûn tecrûbe, cesaret û dersên hunerê. Ji aliyekî din çimkî ez çûm her aliyê cîhanê û me ji gel re konsert pêskês kirin û tevlîbûna di nava konserên çandên cur bi cur de ji min re tecrûbeyên mezintir jî diafirandin. Yanî tevlîbûna konserên li hemû deverên cîhanê û mayîna di bin bandora çandên cuda de him ji aliyekî cesaret dida min, him ji aliyekî din jî ew berpirsyartiya hunermenditiyê li hember civakê, gel û girîngîtiya karê huner û hunermendîyê jî pêre çêdibû. Min barekî giran li ser milên xwe hiss dikir. Di nava 7 berhemên K. Berxwedan de bi du an jî stranekê ez jî besdar bûm. Pistre min di sala 1992an de kasêta xwe ya yekemîn(mîna solîst) ya bi navê (KERWAN) derxist. Li pey wê CENGA JINÊ û pistre jî WAY DINYAYE û li pey wê re jî 7ÎNA ROJÊ û di herî dawiyê de GULÊ NEÇE jî min pêskêsî xizmeta we guhdarên hêja kir… Di van albumên xwe de min herî bêtir stranên xwe gotin, lê carna jî min helbestên hevalên xwe yên hunermend û hêja jî xwîndin. Ji xeynî wê stranên Kurdî yên pir xwes û evîndarî ku bêhna folklora gelê Kurd ji wan tê, di repertuara min de cihekî cudanebûyî ji xwe re girtin û min dest ji wan kilamên otantîk nekisand. Çikî ji wan kilaman hetim bêhna evîn û jiyanê tê.
Tistekî din ku ez nikarim ji gotina wê derbas bibim, ev rastiye: Di jiyana min ya hunerî de keda bihagiran(bi qîmet) û girînga hevalê min yê muzîsyen, birayê min ELJIKIZER tisteke ku nayê ji bîra kirin. Em bi serhev de nêzî 12 sale ku çalakiyên muzîkê bi hevre dikin û bi hevre derdikevin ser sehnê. Keda wî ji min re hertim tistekî muqedes bûye. ELJ di mesa min ya hunerî de bêtir ji herkesî cefa kisandiye û serbazekî bê nav û nîssane. Bi kurtî ew çavê min e.

Bi dawî nebû… bas an jî xirab ji bo ku hunermendek çiqas bê naskirin, ez jîtêm naskirin. Heya niha min 5 album çêkirine. Lê hêjî mîna ku min di destpêkê de digot: xiyala wê hindê ku rojekê ezê bibim hunermend, dikarim bibim hunermend!, min bernade. Ev pirsgirêk hîn jî bi awayetö rojane li pêsiya min e. Ji bo ku mirov di nava wan nirxên hunera cîhanî ya berfireh de kuncekê ji xwe re peyda bike an jî cihekê ji xwere bibîne, bi popûlîzimê re xweziyeke wiha cî bi cî nabe. Hebûna dengê xwes, çêkirina bi dehan albuman, popûlerîzim û hwd… karekî wiha bi zehmet û nemumkin nîne. Mirov dikare bi hinek hewldanan bigehije van daxwazan. Lê tenê ji bo vana mirov nikare bibe hunermend. Ji ber ku ez hersiqasî ku ketim nava deriya hunerê, berpirsyartî û zanebûn zêdetir li ser milên min rûnistin. Girîngî û ciddyeta vî karî sal bi sal ji min eskeretir bûn. Yanî ez têgehistim ku mirov tenê bi popûlîzimê nabe hunermend û hunermend netenê popûlîzime. Çiqasî ku tu di rêya hunerê de ber bi pêsve mesiyay, berpirsyartîyên te jî mezintir dibin. Wê demê ya rast ewe ku hunermendê rastîn ne ew yê ku gelek popûlere an jî yê ku pir albumên wî tên çêkirin û firotin. Hunermendê rastîn ew kese yê ku bi awayekî cewherî hunereke dewlemend diafirîne û hemû nirxên intirnational û sirûstî di hunera xwe de dike bingeh û li gor hêza xwe ya hunerî civakê ji rewsa wê ya tarî ber bi ronahiyê, ji kirêtî(nexwesikî) û nebasiyê ber bi bedewbûn û basiyê ve dibe û bi rêya hunera xwe civakê ber bi pêsve diherikîne û rê nîsanî wan dide û kanalîze dike. Ez ji hemû mirovên hêja û guhdarên xwe re bi dil û can rêz û hurmetên xwe yen bedawi pêskês dikim.
DIYAR
Têbînî: Werger ji zimanê Tirkî bo ser zimanê Kurdî: Kaksar OREMAR

23

Di sala 1969’an de, li dilê Serhed ê Bazîd ku li gûntara çiyayê Agirî ye ji dayîk dibe. Dibistana seretayî , ya navîn û lise li Bazîdê kuta dike.Di sala 1991’an de bi damezrîna N.Ç.M. ’ê re di warê muzîkê de dest bi xebatên xwe yî profesyonel dike. Di wan salan de Koma Rojhılat ava dike. Tevî komê di sala 1997’ande albuma ” mezrabotan ım ez” derdixe. Hunermend ji welatê dengbêjîyê tê ku ev ax warê Ehmedê Xanî ye. Li aliyê din radyoya êrîvane ji bandoreke mezın li serê kiribû.Ev hest bi xebatên li ser huner û muzîkê ya li nav NÇM’ê gihaşt û bi pêş ket.Di vê demê de tevî koma xwe li welat, li Ewrûpa, li Qafgasya û li deverên din ên dinyayê konsertan pêk tîne. Piştî demeka di kargêriya beşa muzîkê ya NÇM’ê de di sala 2001’an de ji bo programeke Newrozê diçe Avustralya û li wê derê dimîne. Bi taybeti lêkolînên xwe yên liser kelepora dengbejiyê û muzîka otantik li Avustralya didomîne. Hunermend xebatên di vê albumê de wek dilopek di derya ked û bîreweriya welatê xwe de dibîne .Ew album bi repertuar û şîroveya hunermend hêza wi ya radebilind û nasnameya wi ya hunerî derdixe holê.

Bengî
Bengî navê xwespêrîya evînê ye. Bengî dîlê evînê ye. Lê bengî derdestkirî nîn e. Bandora zorê lê nabe, ew nayê dîlgirtin. Rêzik û nirxên civakî li bejna wî nayên.
Ew li gor rastiyên evînê dijî û ji bo wan rastiyan dikare dev ji jiyanê berde jî. Sofîyê Evînê Bengî, hemû jiyana xwe wekî çilrojiya di silûkê de dijî.
Ew welîyek evîndar e. Weke Xellac li ser çarmixê, ji hemû êşan azadbûyî stranên evînî dibêje.
Evîndariya Memê Alan, dilsoziya Tajdîn, dilsojiya Sîyabend e Bengî. Hibra pênûsa Ehmedê Xanî ye, Ilma Melayê Cizîrî ye, navê Cîgerxwîn e.
Awaza dengbêjan e Bengî, ku hezar sal e li zinarên çiyayên bilind olan dide.

Nîjad Arda

13

Kazim Oz (tr:Kazım Öz) derhêner û fîlmçêkerê kurd e.
Oz di sala 1973an de li Dêrsimê hate dinê. Diplomeya zanîngeha muhendîsiyê girt. Di sala 1998an de xwendegeha sînemeyê tewa kir û di nav koma teatra Jiyana Nû de wek lîstikvan û senograf çar salan cîh girt. Ji sala 1996an vir de li Stenbolê di Navenda Çanda Mezopotamya şaxê sînemayê de kar dike. Wî gellek berhemên mîna belgefîlm, kurtefîlm û fîlmên dirêj derxistin holê û hindek ji van berheman di qada navnetewî te xelat jî girtine.

Fîlmên Kazim Oz
Ax (1999)
Fotograf (2000)

Ji Wikipedia

18

Xemgîn Bîrhat hunermendê kurd e.
Dr. Xemgîn Bîrhat di sala 1961´an de, li Dêrsimê hate dinê. Di sala 1980´de xwendina lîseyê kuta kir û ji bo xwendina bilind diçe Elmanyayê. Hunera Kurd li vê derê hîn baştir naskir. Li ser muzîk û hunera Kurdî bi gelek hunermendên kurdre, weke Zozan, Çiya, Şehîd Sefkan û Mizgîn xebat kir û bi hevkariya wan hunermendan yekemîn car Yekîtiya Hunermendên Welatparêz Kurdistan, HUNERKOM di sala 1983´an de ava kirin. Li vê derê weke endamekî çalak xebitî û di sazkirina Koma Berxwedan de cîhekî girîng girt. Dr. Xemgîn Bîrhat xebata xwe a hunerî, ji sala 1983´an heta niha, di nav xebatên Koma Berxwedan de jî berdewam dike. Di nav Koma Berxwedande hem gelek stran şîrove kiriye û hem jî besteyên ku li hemu welat deng dane, afirandiye û nivîsandiye.
Dr. Xemgîn Bîrhat ji bilî tekoşîna civakî û hunerî, xwendina xwe ya akademîk jî domandiye û li zanîngeha bilind li bajarê Münster (Elmanya) li ser rojnamevaniyê xwendina xwe ya dawîn kuta kiriye û doktora xwe li ser Muzîka Kurdî stendiye.

Dr. Xemgîn Bîrhat heta nîha pênç kaset tomarkirine. Di nav 16 berhemên Koma Berxwedan de ji Xemgîn Bîrhat gelek stran şîrove kiriye û nivîsandîye.

Ji Wikipedia

32

Rotînda Yetkiner hunermendekî kurd e.
Di kasetekê de xwe bi vê rengê dide nas kirin:
Huner ji bo min reng û giyana jiyanê ye, lewra jî ji bo ku ez an jî kesên din vê giyanê û rengê xirab nekin, li gor hêz û zanyariya xwe çi ji destê min tê, pêk tînim. Min di sala 1963an de li Gimgimê ji dinê re got merhaba û ketim nava jiyana dijwar û bi aloz. Weke pirrî hunermedan, min jî di zarokatiya xwe de dil da hunerê û ez bawerim ku heya rih di canê min de hebe, wê dilê û mejûye min ji bo hunerê kar bike.

Di nehsaliya xwe de, weke her zarokê Kurdan, ne bi daxwaziya xwe be jî, zimanê Tirkî fêrbûm û bi perwerdekê xurt li du 17 salan min Unîversîte qedand. Lê aliyekê dilê min tim bi jan û sikestî bû. Ji ber ku ez ne li gor xwezayiya eslê xwe, ne li gor nasnama netewa xwe û ne jî bi zimanê gelê xwe dijiyam. Min di gelek xebatên hunerî de cîh girt, lê heya ez neketim nava xebatên NÇM (Naveda Çanda Mezopotamya) nîvco mabûm. Tim aliyekê min kêm dima. Tekosîna Azadiyê weke her Kurdê giyanekê nû da min jî û min bi vê rihê di nava hunerê de ji xwe re qadekê nû avakir.Ez di wê baweriyê de me ku, kêmasiyên hunera min hebe jî, min di muzîka Kurdî de xwest ku ez rêçeke nû biafirînim. Lê textîr û dîtina herî rast ya we guhdêrên ezîz e. Di hunera min de giyana çiyayên asê, hêza gelê Kurd, daxwaz û keda min a bi hurmeta gelê min xemilandî, heye. Min dixwast ku ez muzîka gelê xwe û bingehên muzîka rojava û muzîka pêsketî bigihêjînim hev û sentezek avakim. Ji vê daxwaza min re, Têkosîna Azadiyê bû mînaka herî rast û berbiçav. Ji xebata ÇAR STÊRK, KEDKAR, SÎSER, NAYGOTIN û heya LI TE GERIYAM lêgerîna min a di nava hunerê de berdewam kir û wê ev lêgerîn bidome jî. Ji xwe huner lêgerîna xwesikbûn û evîna mirovhiyê ye.Kê/ kî dixwaze bi min re bikeve tkiliyek betir kur an jigermtir, dikare bi reya imeyla xwe bighejine min.

Berhem

Sîser 1996
Naygotin 2001
Li Te Geriyam 2003

Ji Wikipedia

VIDEO