38

Ne hewce ye em te bidin nasandin, ji  xwe kurd hemû te nas dikin. Lê dixwazim tu ji xwendewanên me ra bibêjî, te di rewşeka çawa de dest bi xebata muzîkê kir?

Hûn dizanin berê 1980ê li Kurdistana Bakur rewş çawa bû.Min berê 80yî li Almanyayê dest bi xebata muzîkê kir. Wê gavê li Kurdistana Bakur şert û mercên stirandina bi kurdî, mijulbûyina bi hunera kurdî re tunebû. Gelê me di rewşeka pir dijwar de bû. Min di şartên ûsa de dest bi stiranê kir

 

Wê gavê jinên dengbêj ne ewqas zêde bûn. Ya te ne dengbêjî ji bû. Tu wek şoreşger ketî sehnê. Ew ji ku tê?

– Ez ne wek dengbêj ketim qada muzîkê. Mesajên min ên siyasî hebûn. Gelê Kurd di bin asîmîlasyoneka dijwar da bû. Me bi stiranên xwe xwast em nîşanî kurdan bidin ku ew kurd in û dexwaza mafên xwe bikin. Ew ji alîyê min ve wek serhildanekê bû.

Gulistan nêzîkî 30 sal e muzîk çêdike. Heta niha tu ji kîjan merheleyan derbas buyî, te kîjan şeweyên muzîkê bi kar anîne û tu niha şêweya mûzîka xwe çawa dinirxinî?

– Bingeha muzîka min gelêrî ye. Min muzîka şoreşgerî jî çekir, lê dîsa ji bi awayê muzîka gelerî bû. Ez wê di baweriyê da me ku xebata ku min heta niha kiriye û ez ê bikim jî li ser bingeha muzîka gelêrî ye. Lê ez dixwazim muzîka gelerî ji aliyê harmonî va bêtir dewlemend bikim, bê ku were xirakirin. Ez kilamên gelêrî digrim, girêdayiyê bingehê dimînim, lê melodiyê fireh dikim.

Tu hacet û metodên hevdem ango rojawa bi kar tînî?

– Ez saund û teknîk bi kar tînîm, lê pir caran hacetên hevdem bi kar naynim. Ez hacetên kurdî wek def, zurne, mey, ney, erbane bi kar tînîm. Ez dijî muzîka makîneyê me, ew ne stîla min e.

Hinek hûnermendên kurd hene ku her cure hacetên hevdem bi kar tînîn, lê dîsa jî mirov ruhê muzîka Kkrdî tê da his dike. Di hinekan de jî ew ruhê kurdî nayê hez kirin. Tu vê çawa dinirxinî?

– Ez ne dijî me ku muzîka kurdî ya pop, caz, rock û yên din hebin. Hemû neteweyan ew cure muzîk anîne nav muzîka xwe. Ew li gor daxwaza civatê ye, lê ez hez nakim wan hacetan di muzîka xwe da bi kar bînîm.

Di jiyana hemû civatan de cîhê muzîkê girîng e. Di tevgera azadîxwaz a kurd de muzîka kurdî pir rolea berbiçav lîstiye. Li gor dîtîne te ew ji ku te?

– Civata kurd pir polîtîk bû. Çima muzîk civata kurd de pir rolekê girîng lîstiye?

Yek, ji ber ku dewleta me tune bû ya duwemîn mektebên me tune bûn, zimanê kurdî di her çar parçeyên Kurdistanê de jî ne zimanê perwerdeyî bû. Ya seyemîn hîn qasî 10 sal e ku massmedya ketiye nav civata kurd. Berê di nav civata kurd de rola medyayê ne ewqas giring bû. Yanî tu tiştê kurdan tune bû. Ne mektep, ne televîzyon, ne radio, ne rojname bi kurdî hebû.

Tenê muzîk, ango stiran mabûn. Çêkirin û belavkirina kasetan ne ewqas zor bû. Yek kasêt dihat çekirin, lê ew di nav gel da bi hezaran dihat kopya kirin û belav kirin.

Ji bo xwendina pirtûk û rojnameyan fêrbûna xwendina kurdî hewce bû, lê muzîk ne ûsa ye. Muzîk dikeve her malê û jin, zarok, kal, pîr her kes guhdarî dike û di binê tesîra wê de dimîne. Ji ber wê di tevgera azadîxwaz a kurd de muzîk û hunermendan roleka pir berbiçav lîstiye.

Jiyana te ya rojane çawa ye?

– Ez li Swêdê dijîm. Ez ji sedî sed wek jineka kurd dijîm, jiyana min ya malê kurdewarî ye. Lê jiyana derve li gorî şart û mercên Ewropayê ye. Tu li kîjan welatê dijî , divê tu zimanê wî welatî, kultura wî welatî bizanibî, ango tu entegreyê wî welatê bibî. Ez zimanê wan dizanim û ji aliyê entegrasyinê de tu problema min nîne.

Lawê te muzîka te guhdarî dike?

– Lawê min muzîka min guhdarî dike, lê muzîka min çênake. Kurê min Serxwebûn li Londonê akademiya muzîkê xwend û niha Weqfa bavê xwe bi rê va dibe.

Serxwebûn li malê wek kurdekî mezin bû û li Ewropayê xwend, li vir dijî, kultura Ewropa jî baş nasdike. Cegerxwîn hem kurd mezin buye, hem ji ewropî, herdû aliyên wî pir pêşketî ne. Cegerxwîn muzîka kurdî ya klasîk ji guhdarî dike. Ew muzîka min ji guhdarî dike , lê rexne jî dike.

Cegerxwîn dixwaze ji bo kurdan kar bike, lê dixwaze berê sîstema xebata kurdan biguhere. Ew çuye Kurdistan dîtiye, dibejê pewîstiya kurdan bi sîsteman heye. Ew , dixwaze xizmetekê bike ji bo miletê xwe. Ma çima cuhî ji Amerîkayê neçûn welatê xwe ava nekirin?!

Tu qasî 30 sel e ku li derveyî welat î û bi tevgera siyasî va ji pêwendiyên te hene. Xeyr ji te jî li dîasporayê gelekî hunermendên kurd hene. Hunermend di eynî wextê de dîplomatên çandî ne ji. Gelo hunermendên kurd di vî warî de wazîfeyên xwe bi cîh anîne?

– Mixabin hûnermendên kurd nekaribûne bibin elçiyên çandî yên gelê kurd. Li vir kêmasiyên hunermendan hene. Ez naxwazim tevgera siyasî ya kurd rexne bikim, lê wan jî ew kar girîng nedîtin, alîkarî nekir.

Tu li welat bimana ê çi biba? Koçberî çi tesîr kiriye li ser muzîka te?

Gulistan: Ez li welat bimama, min qet nekaribuû ez bistrêm. Ji aliyê civakî va ez ji malbateka şex û mela têm. Malbata min qet misade nedikir ez bistrêm. Ji aliye siyasî va di wan salan de min bi kurdî klam bigota, tirkan an min bikuşta, an ji biavête zîndanê.
Koçberî tenê te dixwe, tenê ji te digre tu tişt nade te.

Wek hûnermendeka jin avantajên te çi ne? Dezavantajên te çine?

– Ez jin bûm , ez ketim pêş civatê min klam got, kurdan pir baş pêşwazî li min kir. Ez nikarim bêbextî bikim, bêjim kurdan ez wek hûnermendeka jin nepejirandim, an jî negatîf pêşwaziya min kir. Kurdan hemêza xwe ji bo min vekir. Çima? Belki ji ber ku hevalê jiyana min di nav kurdan de gelekî heskirî bû. Belkî ji ber ku mesajên min yên siyasî hesreta dilê wan dianî ziman. Hesreta dilê wan kurd û Kurdistan bû. Cara yekemîn jineka kurd rabûbû li ser sehne kurd û Kurdistan digot. Ji ber wan sebeban jin, zarok, kal, pîr, civan hemû civak ez hembêz kirim. Li aliyê din, ez her tim dibêjim xwezika ez hûnermend nebûma. Me pir jiyaneka giran derbas kir. Civata me civateka gundî bu. Em ji hûnermendên vê civatê bûn. Mixabin tu pêşketineka ber bi çav çênebû. Ne ji aliyê me, ne ji ji aliyê civata kurd ya Ewropayê.

Vîzyona Gulistan çi ye?

– Ez însaneka realist im, ne xeyalparest im. Ez li gorî rastiya xwe, gorî şart û mercan hereket dikim. Ez 44 salî me, lê dilê min dixwaze ez hîn pir tiştên baş bikim ji bo gelê xwe. Ji aliyê din ez pir westiya me. Ez edî naxwazim bi metodên kevn kar bikim. Divê em metodên xebata xwe biguherin. Ez dixwazim tiştekî heta niha min nekiriye, bikim. Ez li Kurdistanê bûma, min şîrketeke vekiriba û rêze-fîlmên kurdî çekiriba. Piranî kurdan rêze fîlmên tirkan, ereban û yên din dinêrin. Çend kanalên televîzyonên kurd hene, hemû an heta êvarê muzîkê diweşînîn , an ji bernameyên siyasî çêdikin. Divê kurd jî êdî rêze-fîlman çêkin ku keç û xortên kurdan te de bilizîn, televîzyonên kurdan werin temaşekirin.

Ez bawer dikim te fîlm jî çêkiriye?

– Belê fîlmekê min heye, min di fîlmekê de lîstiye. Di sala 1985an de min şanoyeke bi kurdî amade kir, muzîkalek bû. Di vê şanoyê de kesên wek Ayşe Emel Mesci û Tuncel Kurtîz ji lîstîn. Ew herdû şanogerên profosyonel bûn. Me ji bo 1500 kesan lîst. Me dixwast li Ewropayê turne çêkin, lê şartên me rê nedan. Vê gavê ji bo min digotin, Gulistan wek lîstikvan bêtir serketî ye.

Tu 30 sal e karê muzîkê dikî. Piraniya keç û xortên kurdan ku niha distrên bi kilamên Şivan û Gulistan mezin bûne. Tu rewşa muzîka kurdî niha çawa dibînî?

– Min bêtir dipa. Divê baştir bûna, divê ji me pêşketir bûna, lê mixabin kesekî Şivan û Gulistan derbas nekir. Tiştê ku me 30 sal berê digot, îro tên gotin. Ne ji aliye muzîkê ve, ne ji aliyê şîirê ve, ne jî ji aliyê awaz ve em nehatine derbas kirin.

Raya giştî ya kurd dizane ku Şivan û Gulistan ji hev veqetiyane. Niha pêwendiya we çawa ye?

– Pêwendiya me wek du însanan baş e. Em mirovê hev in, bavên me pismamên hev in. Ewan têkiliya xwe qet nebirî, wan alaqedar nake em li vir çi jiyane. Ew dibêjin ew jiyana we ya şexsî ye, em têkiliyê jiyana we nabin. Em mirovê hev in, xwîn ne av e ji bo wan.

A duduyan min û Şivan me gelekî ked da hevûdû. Me di şartên gelek dijwar de destê hev girt û xebateka pir giranbiha kir. Bê gûman em dost in, rêza me ji hevûdû ra heye, hurmeta nava me tu car neşikest. Em du însanên bîrewer û sîvîl in. Em nikarbûn bi hevra wek jin û mêr bijîn, lê mirov dikare dost bimîne, heval bimîne, rêz û hurmeta hev bigre û jiyana xwe berdewam bike.

Ez wek jineka kurd wacîbeyên xwe tînîm cîh. Ew ji wek mêrekê kurd wacîbeyên xwe tine cîh Li hember xebata me, hember civata me tu kemasiyên me nîne. Em herdû ji hewl didin ku ji bo Serxwebûn bibin mînak. Serxwebûn car cara li cem Şivan e, car caran li ba min e. Elbet ji bo wî zehmet e, hîn jî naxwaze rewşa nû qebûl bike.

Gava Gulistan û Şivan derdiketin ser sehne, hemû temaşwan bi wan diketin cezbê. Gelo ne mumkune hûn dîsa bi hev ra derkevin sehneyê?

– Miletê me jî, ji hev veqetîna me jiya, qebûl nake, naxwaze qebûl bike. Lê divê mirov hurmeta şexsiyeta însanan jî bigire. Her kes karê xwe li sere xwe didomîne. Niha ez nikarim bersîva te bidim.

(Beşekî vê hevpeyvînê “ Peyama Kurd” de hatiye weşandin.)

Amadekar:Seyîdxan Kurij
Çavkanî :

VIDEO