20

Ji kerema xwe re tu dikarî hinekî behsa xwe bikî?
Ez 15’ê meha rêbendanê, roja yekemîn a Îda Qurbanê ji bajarên Kurdistanê yê herî sar li Erziromê, li qeza Xinisê hatime dinê. Tevî min em sê xwişk û sê bira ne. Ez zaroka dawîn a malbatê me û ji ber vê yekê pir kêfxweş im. Diya min kevaniya malê ye. Ew jî wek gelek dayikên Kurd xwarinan xweş çêdike û pir fedakar e. Bavê min ji memûriyetê teqawid bûye.   

Min di jiyana xwe de kêmasiya gelek tiştan hîs kir lê ez tu carî ji hezkirinê bêpar nemam. Min dibistana seretayî û ya navîn li Xinisê xwend. Ez di sinifa duwemîn a lîseyê de bûm em ji Xinisê çûn Edenê û min li wir lîseya Sunar Nurî Çomu xelas kir. Sala ku ez ketim îmtihanê û min fakulteya îktîsadê kar kir, min dev jê berda û hatim Ewropayê.

 Eleqeya te bi muzîkê re kîngê çêbû?

Li gor gotina malbat û hin nasên min, min hê di pitikiya xwe de gava dest bi xeberdanê kiriye eleqeya min bi muzîkê re çêbûye. Min wê demê hê nikaribû bêjeyan tam bianiya zimanî, stranan tevî notayên wan xwendibûye. Hewesa min a li ser hunermendiyê di wan salan de dest pê kiriye. Min li malê ji xwe re dik (sehne) pêk anîbûye, cilên xwe bi şar û desmalan xemilandîbûye, tişteke wek mîkrofonê dabûye destê xwe û min eynî wek hunermendan stran gotibûye. Min vê rewşê gava em çûne mêvandariya xizmên xwe jî berdewam kiribûye. Û ev rewşa hanê heta dawiya zarokatiya min ewha berdewam kiriye.

Gava te hê dest bi muzîkê nekiribû tesîra kê li ser te  çêbûbû?

Min beriya niha jî behs kiribû, ku eşqa min a li ser muzîkê hê di piçûkatiya min de dest pê kiribû. Ev rewşa hanê bi xwe re eleqeya bi huner û hunermendan re jî anî. Eleqeya min  bi piranî bi muzîka gelêrî re hebû. Min wê demê bi kêfxweşî guhdariya Belkis Akkale dikir. Min hunermendên wek Sezen Aksu, Nîzamettîn Ariç û Şivan Perwer dieciband.

Di nava malbata we de xeynî te yên bi muzîkê mijûl dibin hene?

Xwarziyê min Onder Denîz heye, ew jî hunermend e. Dengê xwişka min a mezin xweş e. Yê kekê min jî pir xweş e, lê eleqeya wan tu carî bi awayê profesyonelî bi muzîkê re çênebû. Min û xwarziyê xwe Onder li Berlînê Koroya Gelêrî ya Kurdî pêk anîbû, xwişka min a mezin di wê koroyê de demeke dirêj cih girt.

Tu qet dikarî enstrumanekê lêbixî?

Na.

Di warê muzîkê de xebatên te yên profesyonelî kîngê dest pê kirin?

Wekî min li jorê jî behs kiribû, her ku firset çêdibû, min hezkirina xwe ya li ser muzîkê dianî zimanî. Lê belê li cihê ku ez lê dijiyam ji hêla jiyana civakî de hin astengî hebûn. Ji helwestên feodal ên li dijî jinan min jî gotin dixwarin û ji neçarî li gor hin qaydeyên civatê tevdigeryam. Sala ku min dibistana seretayî xelas kir, me şeveke şahiyê amade kiribû. Min di nav koro û şanoyê de cih girtibû û li pêşberî hezar kesî sê stran (solo) xwendibû; ku ev rewşa hanê herkesî şad û bextewar kiribû. Lê belê bi pişt re bi mezinbûna emrê min re sînor jî dihatin avakirin. Ji ber wê yekê tenê beşdarî yek-du bernameyan bûm, ku ew bername li Edenê ji hêla dibistanê ve hatibûn amadekirin. Ta ku ez di sala 1995’an de hatim Elmanyayê. Min li  Elmanyayê di Şûbeya Berlînê ya Akademiya Çanda Kurdî de bi lîstikên folklorê dest bi xebatên çandî kir. Piştî wê min demeke dirêj di nav koroyên Muzîka Gelêrî ya Kurdî de cih girt û wan koroyan organîze kir. Ji aliyê din jî ez beşdarî xebatên koroyê ya Akademiya Navendî dibûm, dersên wek nota û solfejê digirt û bi xebatên repertuarê jî min xwe di pratîkê de pêşde dibir. Di vê navê de min di Koma Berxwedan de jî cih girt.

Di sala 2002’an de Medya Tv pêşbirkeke deng saz kiribû. Pêşbirk ji sê kategoriyan pêk dihat; kategoriya gelêrî, kategoriya dengbêj û kategoriya nûjen. Xelata yekemînên kategoriyan album bû. Xelata kategoriya duwemînan klîb bû û xelata kategoriya sêyemînan jî konser bû. Min biryar girt û di kategoriya gelêrî de bi strana “Bejnê” beşdarî pêşbirkê bûm. Bêşik îxtimala min a binketinê jî hebû, lê min dixwest ez xwe biceribînim. Em ketin pêşbirkê û ez ji nav 80-90 misabiqan bûm yekemîn û ev yeka hanê di jiyana min a muzîkê de bû xala werçerxê. Di weşana Medya Tv a zindî ya ku 7-8 saetan ajot de dilê herkesî bi hestên tirs û şahiyê mişt bûbû. Di encamê de yekemîniya pêşbirkê tevî şahiyê berpirsiyariyeke mezin jî hildabû min. Min bi vê berpirsiyariyê amadekariya albuma xwe ya Bejnê, ya ku dê piştî du salan derkeve, kir. Axirê sala 2004’an li bajarê Kolnê di Festîvala Çandî ya Kurdî de min albuma xwe Bejnê bi hezkiriyên xwe re parve kir.

Tu li Ewropa û li derveyê Ewropayê beşdarî kîjan çalakiyan bû?

Bi derketina albuma min re bernameyên min jî zêde bûn. Min li Kurdistanê, li gelek cihên Ewropayê, li Emerîka û Tirkiyeyê konser dan, beşdarî festîval û dawetan, çalakiyên piştgiriyê û bernameyên televîzyonan bûm. Dema ez beşdarî van bernameyan bûm, dîyaloga min a bi gel re ez gelek î şad û bextewar kirim. Ez pir ji wan hez dikim.

Albuma te “Bejnê” gihîşt piraniya gel. Demeke dirêj di ser re derbas bû, lê dîsa jî min divê tu behsa albuma “Bejnê” bikî.

Bejnê nûxwiriya min e, wek zaroka ewil a dayikê. Hesta ku mirov di emrê xwe yê piçûk de bi hezkirineke mezin li nav dilê xwe xwedî bike û dîsa bi gelê xwe yê ku mirov zehf jê hez dike re parve bike hesteke pir cuda ye.

Min di albuma Bejnê de bi giranî stranên gelêrî xwendin. Qirika min û eleqeya min a bi muzîka gelêrî re di hilbijartina repertuarê de roleke mezin lîst. Min di hilbijartina repertuarê de cih da herêmên cuda. Di albumê de ji her herêmê reng û hestên taybetmend hene; ji herêma Gimgimê bi Zazakî strana “Erê Nîna”,  ji Silêmaniyê bi Soranî strana “Ey Xuda”, ji herêma Konyayê strana “Waylê”, ji Bîngol û herêma Serhedê ê stranên gelêrî yên pir têne hezkirin, hin potpurî û berhemên nû. Di albumên gelek hunermendan de bi piranî stranek tê hezkirin, tê guhdarîkirin. Lê di ya min de ewha nebû. Piştî pêşbirkê cara ewil ez bi strana Bejnê hatim naskirin û hin kes hê jî bi navê Bejnê gazî min dikin. Bi taybetî piştî ku klîb hat kişandin strana Erê Nîna serkevtineke baş bi dest xist û ev stran ji hêla zarokan ve zehf hate hezkirin. Dîsa gelê Kurd ji  klîba Lo Gede ya ku senaryoya wê bi naveroka xwe esprîtuel e gelek hez kir. Me klîba Lo Gede bi piştgiriya gelê Mexmûrê çêkir, ku ev yeka hanê ji bo min wateyeke cuda îfade dike. Strana Xezalê û strana Ji Vir Şûnda û klîbên wan ji hêla gelê me yê Başûr ve hê zêde hatin ecibandin.

Klîba Xezalê di heman demê de di malpera Rojaciwan de ji salekê zêdetir e di lîsteya klîban de li rêza yekemîn cih digire. Klîba Dengê Zerdeşt û ya Çiyayên Me zivistana par li Batman û Amedê hatin kişandin. Dema ev klîb dihatin kişandin me gelek zehmetî dît; lewre hewa ecêb sar bû û em dikir bicemidiyana. Klîba Ey Xuda li Kanadayê hate kişandin. Strana bi navê Çiyayên Me di albumê de tunebû, min piştî albumê wê stranê ji bo bîranîna hevala xwe ya hêja û berketî Utayê çêkir. Me dengê Utayê jî di stranê de bi kar anî û bi pişt re jî me jê re klîbek kişand. Dema me ji Çiyayên Me re klîb dikişand kela dilê min radibû û ez li ber bayê hestên bîranîna Utayê diketim.
 

  

Te çima ew qas klîb çêkir? Sedema wê çi ye? 

Li gor baweriya min stran bi klîban têne naskirin.Mixabin albumên me nagihîjin her derê. Bi saya klîb û televîzyonan mirov dikare bigihîje girseyên herî mezin. Derengmayîna albuma duwemîn ez teşwîqê klîban kirim. Divê mirov bi awayekî li rojevê karibe bimîne. Ev jî ancax bi cihêrengî û nûjeniyan bibe. Li aliyê din jî ez gava bi karê klîban mijûl dibim kêfa min tê, şa dibim. Û lewre ez ji lîstikvaniyê jî gelek hez dikim. Heşt klîbên min hene. Min ji wan şeş heban li Kurdistanê çêkir.

Ji bo albuma duwemîn tu xebatên te hene?

Ji qewlê pêşiyên me ve “wekî ku tu agir berdî barûdê!” A mesela min û albuma duwemîn jî tişteke ewha ye. Mixabin gelek hevalên hunermend heman probleman dijîn. Korsan û guhdarîkirina muzîkan a ji înternetê îro ew qas pir pêşde çûye, ku ji ber vê yekê ewha xuya ye modeya albumê dike biqede û sînglee bikeve şûna albumê. Ji bo albuma duwemîn repertuara min hazir e, lê belê ji ber rewşa aboriyê ez jî wek hunermendên din di tengasiyê de me. Ji ber problemên min li jorê jî behs kiribû mesrefa ku em û şîrketên me dikin piştî album derdikeve li me venagere. Dema album bê firotin ji bo albuma nû rê vedibe, lê eger neyê firotin rê li pêşiya me dixetime. Li gor fikra min di vê mijarê de divê piştgiriyeke hêzdar, hevkariyeke xurt çêbibe. Yanê divê dewlemendên Kurdan di vî warî de hesas bin.

Gelê Kurd zehf ji te hez kir. Gelo sedema vê hezkirinê çi ye?

Sedema vê hezkirinê ev e; ez ji wan pir hez dikim û di nava me de diyalogeke pir germ heye. Esas ew vê pirsê hê çêtir dê bikaribin bibersivînin, ku ev întibaya min e. Hezkirina wan hêz dide min û ji ber vê yekê jî min divê her tim a herî baş pêşkêşî wan bikim. Lê mixabin ev jî li gor şert û îmkanan pêk tê.

Ez dixwazim viya jî bînim zimanî; ez dibêjim qey bêtir zarok ji min hez dikin. Hezkirina wan ji bo min tişteke zehf girîng e. Ez jî zehf ji wan hez dikim. Di bernameyên min de bi wan re bi dehan bîranînên min pêk tên.

Ez dixwazim ji wan bîranînan yekê bi we re parve bikim; li Fransayê, li bajarê Marsîlyayê di bernameyê de bûm, du keçikên 4 salî hatin ba min, yekê weka ku li ber diya xwe bigere got “Gulêêê!..” Min got “çi cana min?” Keçikê destê xwe danî ser dêma xwe û got “Gulê diranê min dêşe!” Keçika pê re jî bi heman awayî got “Gulêêê! Diranê min jî dêşe!” Min her du keçikan hembêz kir û got “oy ez bimrim! Ez ê çi bikim… Hadê em herin nexweşxaneyê.”  Her du keçikan bi hev re gotin “na, na! Em biçin mala me. Gulêêê tu were mala me!”

Û weke vê gelek bîranînan bi min didin jiyandin

 

Li pêşberî temaşevanan tu dikevî heyecanê?

Ez bi piranî li ser dikê gelek rehet im, zêde nakevim heyecanê. Li gor baweriya min li ser dikê hêzeke efsûndar heye. Lewre ez li wir problem û west û stresên xwe ji bîrve dikim, tenê hunera xwe bi temaşevanan re parve dikim. Yanê digel hemû zehmetiyan hûn karekî xweş û pîroz dikin û ev jî we şad û bextewar dike.

Tu ji hunermendên Kurdan kîjanî zêdetir diecibînî?

Ez bêtir Nîzamettîn Ariç, Şivan Perwer û Serhatê pakrewan diecibînim. Ez ji hunermendên me yên jin jî Meyrem Xan, Eyşe Şan û Mizgîna pakrewan pir diecibînim; lewre di warê hunerê de li gor şertên dewra xwe têkoşîn dane û ji ber vê yekê jî ji bo min bûne wekok.

Tu qet çûyî Kurdistana Başûr ango tu ji aliyê wan ve hat vexwendin?

Belê, cara ewil ji bo Festîvala Mexmûrê hatibûm vexwendin. Hestên ku min li wir jiya tu carî dê ji bîra min neçin. Gelê Mexmûrê di nav şertên dijwar de bi derd û kul û êşeke mezin dijiya. Lê digel vê yekê wan bi dilqencî û germahî eleqe nîşanî me dan. Li wê axa Mexmûrê hest cuda tên zimanî û stran bi wan re bi awayekî hê cuda tên parvekirin.

Piştî Festîvala Mexmûrê li Hewlêrê di Zagros Tv’yê de li bernameyekê bûm mêvan.  

Bi hunermendên Kurdistana Başûr re diyalogên te hene?

Têkiliya min bi hunermendên Başûr re heye lê ne pir xurt e. Li gor baweriya min ragihana hunermendên Kurd li çar parçeyê Kurdistanê qels e, kêm e. Li gor fikra min di vê mijarê de  ji sexsan bêtir sazî di nav xwe de xebateke hevpar bimeşînin dê ji bo çand û humera Kurdî hê erênî be, hê çêtir be.

Tu rewşa muzîka Kurdî ya îro çawa dibînî?

Eger em li gor demên berê binirxînin muzîka Kurdî îro gelek pêşve çûye. Di warê muzîka Kurdî de gelek tiştên xweş pêk hatin, berhemên bi qalîte hatin pêşkêşkirin. Lê belê mixabin em hê negihîştine merhaleya standardên dunyayê.

Li Ewropayê problemên muzîka Kurdî çi ne?

Li Ewropayê şert gelek baş in û ji bo ku mirov di warê muzîkê de tiştên bi qalîte çêbike zemîneke xweş heye. Lê ev şertên baş û zemîna xweş çi qas tên bikaranîn, nizanim. Divê ev mijara hanê were minaqeşekirin. Eger hunermend di warê muzîkê de xwe tam bi pêşve nebe, xwe tam amade neke û hema tavilê daxwaziya navdarbûnê bike dê hem qalîteya xwe û hem jî qalîteya muzîkê bixîne.


Ji bo dahatûyê tu planên te hene?

Eger şert pêk bên ez ê pêşî albumeke nû çêbikim. Eger nebe ez ê di şûna albumê de bi formatên cuda xebatên xwe bidomînim û bi pişt re klîban çêbikim.

Di warê muzîkê de cihê ku te divê tu bigihîjê kuder e?

Ez dixwazim di warê muzîkê de ya herî baş bim.

Xeyala te ya herî mezin çi ye?

Min divê ez bigihîjim gelê Amedê, derbikevim ser dikê û li pêşberî wan hunera xwe îcra bikim.

Ji bo vê hevpeyivînê gelek sipas dikim.

Ez jî gelek sipas dikim û ji bo we serkevtinê dixwazim.

Hevpeyivîn: Mustafa Gazî

Çavkanî :  Netkurd

21

Şanoger Aydin Orak, yek ji şarezayên ciwanên kurd e ku ev çend sal in, gelek caran bi çalakiyên xwe yên çandî û hunerî em rastî navê wî tên. Her çiqas bi şanogeriyê nasraw be jî; wergeran dike, karê rojnamegeriyê jî dimeşîne. Nisêbînî ye, di sala 1982-yan de hatiye dinyayê. Di sala 1997-an de li Stenbolê dest bi karê şanoyê kiriye.

Di sala 2000-î de tevli şanoya Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) dibe. Heta niha bi çend lîstikên cihêreng, derketiye pêşberî şanohezan: ‘Prometheusê Zincîrkirî’, ‘Kar û Bêkar’, ‘Girav’, ‘Sala nû Hinek Zû’ û lîstika Teatra Avestayê ku hîn jî berdewam dike ‘Rojnivîska Dînekî’ û ‘Tu ne Gara yî’. Orak, di çend fîlm û rêzefilman de lêyîstiye. Di gelek kovar û rojnameyan de nivîsiye/dinivîse.

Ji Gogol- Rojnivîska Dînekî,  ji Musa Dînç- Ji serê zînde peyvên didin fikirîn, ji Yaşar Kemal- Teneke, ji Haşmet Zeybek- Theodora wergerandiye kurdî. Karê wergerê berdewam dike. Xwediyê pirtûkeke helbestan a bi navê ‘Hestên Veşartî’ (2005) ye.

Aydın Orak di gelek fîlmên televîzyonê û rêzefîlman de jî lîstiye. Di sala 2004-an de di fîlmê ku derhêneriya wê Ahmet Soner kiriye ‘Perwane’ û çend fîlmên bi tirkî de lîstikvaniyê kiriye.

Li Stenbolê, ‘Navenda Perwerdeya Gel-Beşa Lîstikvaniyê’ qedandiye. Vê gavê ‘Teatra Avesta’ ku wî û çend hevalên xwe damezirandiye birêve dibe. Orak,li Navenda Çanda Arzela perwerdehiya lîstikvaniyê dide û bi qursiyerên xwe re lîstikeke kurdî ya bi navê “Deq” derxistiye ser sehneyê. Li Stenbolê li Navenda Hûnerên Dîtbarî-Beşa Derhêneriya Şanoyê û Zaningeha Anatoliya-Beşa Civakî perwerdehiya xwe berdewam dike.

Li ser şanoya kurdî û mijarên pê re têkildar re me pirsî Aydin Orak bi dilgermî bersivand. 

Em devê kîjan rojname, kovar û malperî vekin em pêrgî navê te tên. Nivîsan dinivîsî, roportajan dikî, roportajan didî. Hindik maye em te di televizyonan de jî bibînin. Lê tu şanogerekî jîr î. Ev enerjî ji ku tê? Aydin Orak rojnameger e, nivîskar e, rexnegir e ango şanoger e?

Tiştên ku kêfa min jê re tê dikim. Ango dinivîsim, şanoyê dikim, wergerê dikim û gelek tiştên din dikim. Lê karê min ê sereke û tekane şano ye. Kê çawa min binav dike, bi dilê xwe ye. Lê, ez xwe wekî şanogerekî ji rêzê dihesibînin. Rojnamevantiyê dikim di ajanseke nûçeyan de, di kovaran de nivîsên li ser şanoyê dinivîsim. Di hin malperên şanoyê û malperên cûda de zêdetirîn nivîsên şanoyê bi çavê şanogerekî dinivîsim. Ez dixwazim her karê ku dikim di çerçoveya şanoyê de bikim. Ango lîstikvaniya sînema û rezefîlman jî, helbestnivîsîn û xwendin jî, wergera tekstên şanoyê jî û nivîsên li ser şanoyê jî karê min e. Hin kes dibêjin; ‘Tu çiqas karan bi hev re dikî, ma tu nawestî?’. Dibêjim; ‘heger ez van karan nekim, ango nexebitim ji sedî sed ez ê bimirim!.. Yan jî ezê qanserî bibim! Ez malbata xwe, hevalên xwe, civak û derdorê li derekê dihêlim, qet dernakevim betlanê û van karan dikim. Ev hinek jî nexweşî ye. Ez tiştê ku ezê bikim û dikim qet naxwazim biaxivim. Heta ku kar dernekeve holê û kes û kûs nebînin, pesindan û behskirin ji quretiyê pê de ne tiştekî din e. Ji bo vê yekê dibêjim; Aydin Orak ji bo min hîn nebûye tiştek, dema ku bû tiştek jî, wê demê ev yek mirina wî ye. Ez naxwazim bimirim…

  

Jiyana te ya şanoyê kengê destpê kir? Tesadûfî bû an xwestekekî zarokatiyê bû? Meraq dikim, di xwendina xwe de jî derketî pêşberî mamoste û şagirtên hevalên xwe? 

  

Min û çend hevalên xwe di mekteba seretayî de qeşmerî an jî lîstik û teqlîtên filman û mamosteyan dikir. Me wisa derdor dikenandin. Hevalên min pir komîk bûn, lê min xwe komîk nedidît. Hin jî xwe komîk nabînim. Piştî ku dibistana navîn qediya, ez hatim Stenbolê. Li vir piştî ku min lîstikên kurdî temaşe kirin. Li xweşa min çûn. Wê demê min di karê tekstîlê de kar dikir. Piştre min dev ji kar berda û hemû bal û hişê xwe da ser şanoyê. Û niha em bi hev re li vir in.

 

Şano ji bo te çi ye? Çiqas ketiye nava jiyana te? Bêyî şanoyê, Aydin Orak çiqas kêm e? Careke din werî dinyayê, te niyet heye dîsa ‘toz û telaza’ şanoyê bikêşî nava xwe? 

Şano hevrûkirina min û jiyanê ye. Gotineke min ji bo jiyanê heye û ez wê gotina xwe bi zimanê wî kesê li ser sehneyê ji însanan re dibêjim. Heta yek însanê ku temaşe û guhdarî bike hebe ez dixwazim vê gotinê berdewam bikim. Şano ketiye jiyana min, ez nikarim xwe jê xilas bikim. Ji ber ku şano ne karê kesê biaqil e! Şano gelek ked dixwaze, wext dixwaze, pere dixwaze lê, li hember evqas tiştan tenê çepik tên. Belkî jî evqas ked ji bo du deqe çepik e. Ku şanoyê nekim nikarim tiştekî din bikim.Ango jiyaneke bê şano naxwazim bifikirim. Ev yek ne tenê ji bo min, ji bo herkesî kêmasiyeke pir mezin e. Ku careke din werim dinyayê; dixwazim bi her awayî şano hebe, dîsa lîstikvaniyê bikim. Ku di dinyayê de şano tenebe, wê kêmasî hebe, ji ber ku di heyama berê de jî mirovan şano dikir. Bi rîtûelan, bi ayînan…

Yekem car bi awayê profesyonel te li Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) dest bi hunera şanogeriyê kir. Ev demek e jî ku di bin banê ‘Teatra Avesta’ de keda şanoya kurdî didî. Hinek behsa Tiyatro Avesta ji me re bike. Kengê ava bûye, ji çend kesan pêk tê, heta niha çi kiriye, hewl dide çi bike?

 

Teatra Avesta, hîn dema ku ez li Navenda Çanda Mezopotamyayê dixebitîm, min û çend hevalên xwe di sala 2003-an de me bi lîstikekê, bi pêşkêşkirineke li Zaningeha Stenbolê weke komeke serbixwe ava kir. Ez û Cîhan Şan berpirsiyarê komê ne. Me gelek nîqaş û lêkolîn li ser şanoyê kir. Piştre me biryar da ku em lîstika Gogol a bi navê ‘Rojnivîska Dînekî’ bilîzin. Gelek perwerde û tecrûbe me ji kesên pispor girtin. Dawiyê me lîstik derxist û di serî de 10. Mihricana Navnetewî Ya Enqere, Stenbol, Amed, Batman, Hewlêr û li gelek cihên din me ev lîstik pêşkêş kir. Ev lîstik hîn tê lîstin. Niha jî me lîstika Azîz Nesîn a bi navê ‘Tu ne Gara yî’ derxistiye ser sehneyê. Ji bo vê lîstikê me ji Şanoya Dewletê Ya Stenbolê bo derhênertiyê Turgay Tanulku aniye, derhêneriya lîstikê ew dike. Teatra Avesta komeke taybet e, em dikarin bibêjin koma projeyan e. Ango du kesên esas hene di komê de, yên din wek lîstikvan, dekorvan, kostûm, derhêner in. Em serê pêşî projeyên xwe li gora asta şanoyê, piştre li gora zimanê wê hildibijêrin.

Aborî çiqas dibe asteng li pêşiya xebatên we? Bo nimûne salon an jî cihekî we yê kar heye gelo? Heger hebe hûn bi rehetî dikarin kirêya cihê xwe bidin? 

 

Mixabin di çêkirina hûnera îroyîn de pere roleke mezin dilîze. Şano bê aborî nikare bê çêkirin. Di dinyayê de ji xeynî şanoyên dewletê, hemû şanoyên taybet zehmetiyên aborî dikişînin. Ev kar ji bo şanoya kurd hîn zêdetir e. Êdî şano mixabin bêyî sponsoran ango bêyî alîkariya aborî nayê çêkirin. Li cihekî wekî Tirkiyeyê, şano di rewşeke xetere de ye. Lê dîsa jî ji aliyê dewletê ve her sal du trîlyon lîreyên tirk  ji bo şanoyên taybet tên dayîn. Lê dîsa jî hin kes nerazîbûnên xwe nîşan didin. Ku em vegerin şanoya kurd; alîkariya aborî ji aliyê tu kesan ve nayê dayîn, bo ku kurdî ye sponsor tunene. Û ya herî girîng, dewlet ji du trîlyonên ku her sal bo şanoyan belav dike, ‘çerxiyek’ jî nade şanoyên kurdan. Ji ber ku kurd ne hemwelatiyê Tirkiyê tên dîtin. Di dema (bac) vergî û leşkeriyê de em hemwelatiyê Tirkiyeyê ne, lê ji bo tiştekî wisa em ne hemwelatiyê wan in!.. Ev hem durûtiye hem neheqî ye. Cihekî ku em lê provayên xwe bikin tuneye, ango salona me ya şanoyê tuneye. Em carinan li salonên komên din provayên xwe dikin. Em dixwazin di demeke nêz de ji Teatra Avestayê re yan bûroyekê, yan jî salonekê kirê bikin. Lê divê wê demê alîkarek an jî sponsorekî baş derkeve û bêje; ‘ezê alîkariya şanoya we bikim’.

Bi awayê giştî kêşeyên li ber şanoya kurdî çi ne? Bi baweriya min li metropolekî wekî Stenbolê de, gelek kesên karê şanoya kurdî dikin, paşê fêrî zimanê kurdî bûne, gelek caran jî zimanekî şikestî bi kar tînin. Başnezanîna zimanê kurdî qelîteya şanoyê kêm nake gelo? Di amadekirina tekstan de hûn yarmetî ji kesên ku ziman baş dizanin werdigirin an na? 

 

Herçiqas şano karê ziman be, di heman demê de karê beden û mîmîkan e jî. Helbet divê şanoger ji herkesî baştir kurdî bikar bîne. Û ji herkesî xweştir bi kurdî biaxive. Lê divê were zanîn ku sehne, dîtbarî, zimanê beden û mîmîk li pêşiya zimanê lîstikê ye. Ango axaftin li dawiya van hemûyan e. Divê ji bo tekstên kurdî em alîkariyê ji zimanzanan bigirin, lê em ne mecbûr in wekî wan biaxifin. Wêjevanên kurd carinan rexne dikin, ji wan kirî em li ser sehneyê edebiyatê dikin! Na. Edebiyat karê wêjevanan e. Em mecbûr in ku zimanê li ser sehneyê tê axaftin bi temaşevanên xwe bidin fêmkirin. Lê ne bi axaftineke şikestî û ji rêzê. Em bibêjin zimanekî ne gelek wêjeyî, ne jî şikestî. Rastiyeke berbiçav heye; mixabin em şanogerên kurd bi kurdî nizanin, hin ji me gramerê nizanin, hin bilêvbûne nizanin, hin jî ji devla ‘nêr’, ‘mê’ bikar tînin. Yanê zimanê şanogerên kurd şikestiye. Di civaka kurd de, kesên herî xirab ziman bikar tînin, şanoger bixwe ne!.. 

Bingeha şanoyê di nava kurdan de heta kengê diçe? Gelo te hay jê heye, yekem car şano ango tiyatro kengê û li ku derê hatiye pêşkêşkirin? 

 

Wekî tê zanîn bingeha şanoyê ji rîtûel û kevneşopiyan tê. Em hemû çanda kurdan bi dengbêj û çîrokbêjiyê ve girê didin. Rast e, ji ber ku çavkanî û bingeha şanoya kurdan jî dengbêj in. Dengbêj, çîrokbêj û vebêj dema ku di nava civakê de dest bi serpêhatiyan dikin û dibêjin, di heman demê de dilîzin jî. Yanê li vir lîstikvanî û şano derdikeve holê. Çîrokbêj dema ku çîroka xwe dibêje, carinan teqlît dike, dikeve şiklê wî/ê û kesên li civatê jî temaşevanên wî/ê dengbêjî ne. Belê, ji ber ku ev tişt bi zanistî nehatiye çêkirin, têne ji bo şanoya me dibe şanoya kevneşop û lîstikên gelêrî û çavkaniya şanoya kurd. Bi kurtasî piştre em derbasî şanoya kurd a dramatîk dibin. Em her dem behs dikin; 1918 Memê Alan, 1946 Dayika Niştiman, 1959 Birîna Reş. Lê piştre em ji kurdên başûr hîn bûn ku di sala 1920-î de şanoya kurdî kirine. Di salên 90-î de jî herkes dizane ku li Tirkiyeyê şano çawa çêbûye. Bi kurtasî Navenda Çanda Mezopotamya û şaxên wê û şanoyên sazî, dezgeh û yên taybet…

Li Rojhilata Navîn û Anatoliyayê mirov dikare şanoya kurdan bi şanoya faris, ereb û tirkan re mûqayese bike? Heger bike şanoya kurdan di asteke kambax de ye bawer im?  

 

Mixabin rast e. Hem ji aliyê teknîkê ve hem jî ji aliyê kirina şanoyê ve em ne serketî ne. Lê em bihêvî ne. Em dixwazin di warê şanoyê de tiştinan bikin. Şanoya tirkan a herî nêzîkî me ye ji aliyê têkiliyê ve. Gelekî serkeftî ye şanoya tirkî. Li Tirkiye û Kurdistana Tirkiyeyê çend komên ku şanoya kurdî dikin hene. Lê mixabin em nikarin bi şanoya tirk re mûqayese bikin. Lê çend nimûne hene di şanoya kurdî de. Ango lîstikên ku ne kêmî şanoya tirkî û ya cîhanê ne. Ev jî ji salê ancax yek dudu heb derdikevin. Kambaxiya şanoya kurd ne tenê sûcê şanogerên kurd e. Ev kambaxî, bi pirsgirêkên civaka kurd ve jî girêdahî ne.

Di şanogeriya kurdan de rol û erka karakterên bi navê ‘Keçelo’, ‘Şemo’, ‘Kûmreş’ çi ye? 

 

Her şanoya miletekî karakterekî xwe heye. Bo şanoya tirk Meddah, Kavuklu, Pîşekar û hwd. hene. Bo şanoya kurd ku em navekî lê bikin, ez bawerim hîn zû ye. Dibêjim ku ev karakterên ku te anî ziman, dibe ku bibin karakterên gelêrî di şanoya kurdan de. Û şanoya kurdan bi van karakteran derkeve pêş. Li her herêma Kurdistanê herî kêm deh karakterên ku ji şanoyê re bibin mînak wê derkevin. Lê berî vê yekê divê karakterên neteweyî derkevin holê. Ya rastî, bi gotinê tiştek dernakeve holê. Divê ev tişt werin pêkanîn. Piştî salan nifşên ku pişt me re tên, wê nav lê bikin bawer im.

Li gorî bîr û boçûna te, xisletên şanogerekî baş divê çi bin? Bo nimûne ji bo şanogerek jî pîvanên razan, xwarin, vexwarin, rabûn, rûniştin hene? 

 

Ev tiştekî guherbar e. Lê profîla şanogerekî bi rêk û pêk diyar e. Şanogerekî baş; berî her tiştî divê ziman baş bikar bîne, bedena xwe baş bikar bîne û xwedî zanisteke entellektûelî be. Derdorê û civakê baş binase. Ji herkesî bêhtir xwediyê/a hestiyariya bûyeran be û li dijî her bûyerê bikare reaksiyonê nîşan bide. Wekî din pîvana şanogeriyê ew e ku; karibe ‘ji birçîna nemire’. Ango karibe xwe bi şanoyê xwedî bike. Nanê xwe ji şanoyê qezenc bike. Ev ji bo şanogerên serdema me, serkeftinên mezin in.

Hema yekser hate bîra min; heger Sheakspeare kurd bûya, li gorî fikra te dê beriya her tiştî şanoya çi/çawa çêkira? 

 

Beriya her tiştî dibe ku berhem û karaktera wî ya bi nav û deng ne Hamlet be, Kendal, Şoreş an jî Zinar be. Entrîkayên di navbera kurd û tirk, ereb û eceman de bikira mijar ji xwe re. Dibe ku evîna Mem û Zîn ji dêvla Romeo û Julliet ve binivîsanda. Belkî jî berhemên wî dihatin qedexekirin ji aliyê pergalê ve û tim dihatin şewitandin. Ji bo ku dê behsa kurdan bikira wê dewletên Tirkiye, Sûriye, Îran û Iraq berhemên Sheakspearê kurd qedexe bikira. Belkî jî ew dikuştin an jî, ji bo qedexekirina ramanê ew dixistin girtîgehê û wî jî ji bo zextên li ser girtiyan xwe dişewitand. Her wiha, dibe ku di 20-ê îlona 1992-an de li Diyarbekirê ji aliyê dewletê ve dihate gulebarankirin…

Gotinên balkêş… Aydin, mezintirîn xeyala te çi ye di warê şanogeriyê de? 

 

Dixwazim li navenda şanoya cîhanê singekî bikûtim. Singekî wisa ku zû bi zû ji erdê dernekeve. Ne tenê bo şanoya kurdan, her wiha ji bo şanoya cîhanê xebatên baş bikim. Lê armanca min ew e ku di bin sîwana kurdî de vê hûnerê bipêş bixim. Dixwazim bi hemû dînamîkên xwe, ji şanoya kurdî re xizmetê bikim. Û di şanoya kurdî de bi hemû cûreyan hebim. Di serî de bibim lîstikvanekî baş, piştre derhêner, nivîskar û wergêr. Bi gotineke popûler; bi ‘kurt û kurmancî’ her dixwazim bo şanoyê kar bikim û hew!..

Spas ji bo vê sohbeta xweş…

 

Spasdarî ji min. Serkeftin bo şanoya kurdî…

HEVPEYVÎN: SALIHÊ KEVIRBIRÎ
Çavkanî :  NETKURD

19

Ji kerema xwe re tu dikarî piçekî behsa xwe bikî
Ez di sala 1970’î de li gundê Alqemerê ya ser bi Îdirê ve hatime dinê. Tevî min em çar bira û çar xwişk in. Min dibistana seretayî qedandiye. Ez zewicandî bûm, lê ji ber hin probleman me hevdu berda, em ji hev qetiyan. Lawekî min î penzdeh salî heye. Bavê min çûye rehmetê, diya min li Amedê dijî.

Navê Xalo navekî balkêş e. Ev navê hanê ji ku hat aqilê te?
Navê min ê di nasnameyê de Suleyman Karadenîz e. Navê Xalo di çanda me de zehf tê hezkirin. Em vî leqebî li mirovên ku jê gelek hezdikin datînin. Ji ber ku ez dixwazim mirov qiymetekê bidin min û ji min hez bikin min vî vî navî (navê mustear) li xwe danî. Li hêla din, ev nav û muzîka min ahengekê pêktînin.
Serpêhatiya te ya muzîkê kîngê dest pê kir?

Serpêhatiya min a muzîkê di zarokatiya min de bi gahdarîkirina radyoya Yêrîvanê re dest pê kir. Bi pişt re di çalakiyên mekteb û cejnan de derketim ser dikê û min stran gotin. Heta nozdeh saliya xwe li bajarên Tirkiyeyê yên cuda de derketim ser dikê. Ez qet neçûme perwerdegehên muzîkê. Ez xwe bi xwe hînî muzîkê bûm. Ez piştî 19 saliya xwe çûm Ewropayê û li wir di cihên cuda de min hunera xwe domand.

Hunermendên ku tu di bin tesîra wan de mayî hene?

Ez bi giranî di bin tesîra Şivan Perwer, Ahmet Kaya û Aram Tîgran de mam.

Tu kîjan enstrumanan dikarî bi kar bînî?

Ez bi awayekî amatorî li gîtarê dixim.

Albuma te ya “Bila Bêjin Dîno Bila” nû derket. Min guhdariya albuma te kir û min zehf eciband. We albumeke xweş çêkiriye. Tu ji kerema xwe re dikarî behsa vê albuma xwe bikî?

Ez di çêkirina albumê de bi hunermendê Îspanyayî Carlos, hunermendê Efrîkayî Şotland, humermendên Elmanyayî Elif, Elbi û Feriş, derhêner Necip Yilgin, Fatih Kisaparmak û Ayhan Evcî re xebitîm. Gotin û muzîkên stranên ku di albumê de gih girtine yên min in. Di her stranekê de çîroka jiyanekê heye. Di dem û cihên cuda de hatine nivîsîn. Ji ber vê yekê min xwe wek derwêşê stranên xwe, wek Kurdiya evînê dît; lê belê ji hêla madiyat û manewiyatê de min her tenêbûnê jiya. Min êş û hesretên ku min xwe yên kevn tevî stranên xwe kir û vê albumê çêkir.

Dengekî te yê zehf xweş û balkêş heye. Terza te jî ewha xweş û balkêş e. Te di albumê de sentezek pêk aniye, ne wusa?

Ez gotinên ewha xweş ji te dibihîzim şanaz dibim, gelek sipas dikim. Li gor min muzîk zimanekî gerdûnî ye. Min bi armanca gerdûnîkirina zimanê xwe sentezeke ewha pêkanî. Lê belê teqdîr a mirovan e.

Te di mijara muzîkê de qet ders girtin an tu hat perwerdekirin?

Na, ez qet nehatim perwerdekirin. Lê ez xwe bi xwe fêrî her tiştî bûm. Heger mirov bi cehd û ezîm be, dilxwaz be dê miheqeq bi ser bikeve.

Tu hunera xwe li ku îcra dikî? Cihên ku tu lê derdikevî ser dikê hene?

Bi piranî li bajarên Ewropayê yên cuda derdikevim ser dikê. Ez dixwazim li welêt, li pêşberî gelê xwe hunera xwe îcra bikim; ku ev ji bo min hesret û armanceke mezin e.

Gava tu li Ewropayê derdikevî ser dikê mirovên biyanî tên guhdariya te dikin?

Erê, mirovên biyanî tên guhdariya min dikin. Bi piranî biyaniyên wek Elman, Îspanyol, Îngiliz û Ereb tên.

Têkiliya te û ya Kurdên Başûr çawa ye?

Ez pê hesiyam, ku li Başûr albuma min tê firotin û klîbên min tên temaşekirin. Projeyeke me ya ji sê konseran pêkhatî heye. Hêvî dikim ez ê ji mirovên wekî te nirxdar jî alîkariyê bistînim.

Tu ji xeynî muzîkê karekî din dikî?

Na, nakim.

Tu rewşa muzîka Kurdî ya îroyîn çawa dibînî?

Li gor fikra min muzîka Kurdî îro ber bi başiyê diçe. Lewre beriya vê demê mirovên me li çand û hunera xwe zêde xwedî derneketin. Lê îro bi saya têkoşîna neteweyî û hişdarbûniyê hunermendên Kurd dikarin li her derê hunera xwe îcra bikin. Li hêla din di warê muzîka Kurdî de êdî terzên cuda bûne xwediyên cihên qewîn û ji ber vê yekê jî muzîka Kurdî ji xwe re girseyeke mezin a guhdaran pêk aniye.

Di warê muzîkê de cihê ku te divê tu bigihîjê kuder e?

Min divê ez di warê muzîkê de bigihîjim cihê herî baş.

Xeyala te ya herî mezin çi ye?

Min divê ez mayînde bim, nemir bim.

Ji bo vê hevpeyivînê gelek sipas dikim.

Ji ber ku we firseteke ewha mezin da min gelek sipas dikim û ji bo Netkurd û xebatkarên wê serkevtinê dixwazim.

Hevpeyivîn: Mustafa Gazî
Çavkanî : NETKURD

24

Malbata min malbateke hunermend e. Birayê min ê mezin li cimbûşê dixîne, navê wî Remezan Omerî ye, ku dengê wî gelek î xweş e. Birayê min ê din li biskê dixîne, ew jî navê wî Şukrî ye. Xwişkeke min heye navê wê Gulistan e. Ew bi navê xwe yê Gulistan Sobarî hatiye naskirin. Stranbêj e, ew jî hunermendeke delal e.

Ji kerema xwe re tu dikarî piçekî behsa xwe bikî?

Ez ji Kurdistana Sûriyê me. Li bajarê Dirbêsiyê ji dayik bûm. Tevî min em şeş xwişk û pênc bira ne Bavê min ew jî hunermend bû, jê re digotin Necîmê Omerî an Necîmê Tembûrvan. Diya min dengê wê xweş e lê nastrê.. Wê tenê ji me re lorîk digotin, çîrok digotin, çîrokên stranan digotin.

Te kîjan mekteban xwend û tu çawa ketî konservatuarê?

Min heta sinifa nehan li Dirbêsiyê xwend, jê pê de ez hatim Serê Kaniyê û min li vir lîse xwend. Ji wir jî çûm Şamê. Min li Şamê ewilî du salan arkeolojî xwend. Lê di wan du salên hanê de min li cem profesor Lubana û profesora Rûsî Gelîna haziriya konservatuarê kir. Gelîna li konservatuara Şamê profesora deng bû, min jê dersên taybet ên operayê distendin,. Profesora Rûsî Gelîna ez ji bo konservatuarê hazir kirim. Bi pişt re ez di sala 1999’an de ketim îmtihanê û min konservatuar kar kir.

Dema te li Şamê konservatuar dixwend çalakiyên te yên hunerî çêbûn?

Ez hîna di konservatuarê de bûm min gelek kar dikirin, karên Kurdî. Min bi mamoste Reşît Sofî re li Şamê, li Mekteb Embarê konserek da. Wê hînga hanê sala min a duwemîn bû li konservatuarê, min di bin sponsoriya Merkeza Spanî de konser da û bi pişt re min konserek taybet a Kurdî da. Sala sêyemîn min du stranên filklorî, ên gelêrî tomar kir û du stranên Mozart wergerandin Kurdî û tomar kir û wan her çar stranan ji televîzyona Kurdsatê re bi rê kir. Piştî ku xwendina min a konservatuarê xelas bû min li Navenda Çanda Frensî de konserek taybet da. Ez hatim Serê Kaniyê, min li vir jî konserek da. Ez çûm Silêmaniyê, min li wir du konser da. Îsal jî ez beşdarî Festîvala Çand û Hunerê ya Şaredariya Mezin a Amedê bûm, min li ser dika Şanoya Amfî konserek da.

Di mijara muzîkê de tesîra kê li ser te çêbû?

Ez bi xwe gelekî di bin tesîra dengbêjan de mam. Dengê bavê min û metka min gelekî xweş bû, wan tesîreke mezin li ser min pêkanîn.

Min gelek dengbêj û stranbêjan guhdar kir; wek Husêynê Farî, Şakiro, Fadilê Cizîrî, Karapetê Xaço, Şivan Perwer, Ehmed Kaya, Ezedîn Temo, Nîzamedîn Ariç û gelekên din. Ez gava li wan guhdarî dikim, ez hez ji hestên wan dikim, hestên wan tesîrê li min dikin.

Di nava malbata we de xeynî te yên bi muzîkê mijûl dibin hene?

Malbata min malbateke hunermend e. Birayê min ê mezin li cimbûşê dixîne, navê wî Remezan Omerî ye, ku dengê wî gelek î xweş e. Birayê min ê din li biskê dixîne, ew jî navê wî Şukrî ye. Xwişkeke min heye navê wê Gulistan e. Ew bi navê xwe yê Gulistan Sobarî hatiye naskirin. Stranbêj e, ew jî hunermendeke delal e.

Tu qet çû Ewropayê û te li wir konser da?

Ez neçûme lê bes gazî min kirin, Roj Tv gazî min kir, wê hînga hanê konsera min hebû li Silêmaniyê, min nikanîbû, lewre min soz dabû mirovên li Silêmaniyê.


Mizgîn, hunera te hunereke nûjen e û tu bi xwe hunermendeke nûjen î. Mirovên me yên Kurd piştî ku guhdariya te dikin rexneyên çawa li te digirin? Ango nirxên wan çawa ne?

Ew hinkî ecêbmayî dimînin. Dibînin ku terza min terzeke cuda ye, dengê min dirêj e, nefesa min dirêj e. Vî tiştê hanê (dengdirêjî, nefesdirêjî) bi rastî li cem dengbêjan dibînim, di nav kultûra Kurdî de ez dibînim.

Tu dikarî kîjan enstrumanan bi kar bînî?

Ez hinkî li piyanoyê dixînim. Li konservatuarê amêra (amûr) min a yekemîn deng bû, a duwemîn jî piyano bû. Li konservatuarê em fêrî piyanoyê dikirin ji bo ku em amêra yekemîn (deng) li ser amêra (piyano) duwemîn deynin.

Gava tu derdikevî ser dikê û li pêşberî temaşevanan opera dixwînî tu dikevî heyecanê?
Belê, ez dikevim heyecanê lê bi piranî ez li ser dikê, li pêşberî temaşevanan wê heyecana xwe vedişêrim û hişê xwe didim ser stranan.

Ji bo vê hevpeyivînê gelek sipas dikim.

Ez gelek î kêfxweş bûm. Ji ber ku we vê firseta xweş pêşkêşî min kir ez jî sipas dikim.

Amadekar: Mustafa Gazî
Çavkanî : Netkurd.

15

Yekbûn di sala 1979’an de li Îstenbolê hatiye dinê. Malbata wê ji Mêrdînê ye. Demekê di nav Koma Çiya de wek solîst xebitî. Bi pişt re ji komê qetiya û bi serê xwe bi navê “Nîrwana” albumek çêkir. Yekbûnê beriya demeke kurt bi navê “Kejê” albumeke nû pêşkêşî muzîkhezan kir.

Albuma te ya duwemîn “Kejê” nû derket. Albumeke zehf xweş bûye. Tu dikarî ji kerema xwe re behsa albuma xwe ya nû bikî?
Belê. Xebata albuma min a duwemîn derdora salek û nîv ajot. Dema ketim lêgerîna repertuarê, min guhdariya nêzîkî 700 stranan kir. Em wek ekîbekê xebitîn û me bi vî awayî vê berhema hunerî pêşkêşî muzîkhezan kir. Di albumê de 12 stran hene; du stran bi Tirkî, deh heb jî bi Kurdî ne.
Di berga albumê de tiştekî bala min kişand; navên xwediyên stranan nehatiye nivîsîn. Gelo xeletiyek çêbû an na?
Erê, mixabin xeletiyek çêbû. Ez rastî xezeba grafîker hatim. Piştî ku grafîker rewşa bergê ya dawîn xelas dike, êdî bergê dişînin çapsaziyê, ji ber ku bernameya li ser dihate xebitîn li çapsaziyê tunebû berg bi bernameyeke cuda  hatiye şandin û bernameya me hatiye ji bîrvekirin. Em ê wê xeletiyê êdî di çapa duwemîn de sererast bikin.
Di albumê de sê berhemên ku aîdî te hene. Tu her tim stranan diafirînî?
Esas di albumê de du stranên min hene, “Nikarim” û “Gulê.” Ez nikarim her tim stranan biafirînim, lewre zû bi zû naecibînim. Stranên heyî jî yên ku min ji navê hilbijartine, yên kêfa min zêde jê re têne ne, 
 
Tu bi albuma xwe ya yekemîn “Nîrwana”yê ji aliyê muzîkhezan ve gelek hat hezkirin. Tu qet fikirî, ku piştî pênc salan bi çavekî rexneyî li “Nîrwana”yê binêrî?
Erê. Bi rastî gelek tişt hatine guhertin. Ez rexneyan bi awayekî sitemkarane li xwe nagirim, lewre guhertin, pêşveçûn tişteke xweş e. Heger ez îro vê albuma ku pir diecibînim piştî du salan karibim rexneyan lê bigirim, nexwe ez pêşve çûme.
 
 
Te kîngê bi awayê profesyonelî dest bi muzîkê kir?
 
Heger profesyonelî bi mektebê bê qiyaskirin, ez dikarim bibêjim ku piştî 2002’an min bi awayekî hişmendî hinek tişt çêkir; lewre êdî ez mezûna zanîngehê bûm û min dizanîbû ku ez çi dixwazim. Lê belê gav avêtina min a warê muzîkê sala 1989’an e.
 
Avantaj û dezavantajên hunermendên jin çi ne?
Eşkere bibêjim ku min avantajên jinbûnê nedî an min bi kar neanî, lê li aliyê din dezavantajên wê pêkhatin. Ji ber ku civaka me bi çavê meta ango mal li jinan dinêre, bivê nevê hunermendên jin zorî û zehmetiyan dikişînin.
 
Tu muzîka xwe bi kîjan terzê dinavînî?
Ez her dem dibêjim; muzîka xwe ya ku îcra dikim bi bêjeyan naxemilînim û wek sentezekê nîşanî mirovan nadim an naxim nav qalibên guhertî û serê mirovan tevlihev nakim û bi pişt re nabêjim tiştê ku kes nake ez dikim. Ez di vê mijarê de her bi îdia peyivîm; albumên ku niha tên çêkirin ji sedî nod pop in, yanî muzîkên populer in, lê hunermendên me naxwazin vê yekê qebûl bikin. Ez muzîka pop îcra dikim, lewre ez xwe di nav felsefeya jîn û baweriyên diyarkirî yên terzên muzîkan ên ku nav lê hatine danîn de nabînim. Ez guhdariya bi her cureyî muzîkên ku kêfa min jê re tên dikim û di xebatên xwe de jî bi her cureyî terzan -ên ku kêfa min jê re tên- tetbîq dikim, lê belê wan naxim nav sînor û qalibekî.
 
 Tu kîjan enstrumanan dikarî bi kar bînî?

Baxleme, gîtar, piyano û perkusyon.

 
Hunermendên ku tu di bin tesîra wan de ma hene?
Bêşik ez jî wek herkesî di bin tesîra Şivan Perwer de mam. Bavê min zehf guhdariya dengê Aram Tîgran ê nerm û stranên wî dikir, bi saya bavê xwe min jî ji Aram hez kir. Û ez di bin tesîra dengbêjên Botanê de jî gelek mam. Ew hunermendên ku min li jorê behsa wan kirin hîna di piçûkatiya min de tesîrê li min kiribûn, ku hîna jî tesîra wan dewam dike.
 
Cihekî ku tu bi dewamî lê derdikevî ser dikê heye?

Erê, ez niha li Taksîmê rojên în û yekşeman li  “Taksîm The Kanat Chi”yê derdikevim ser dikê programa muzîkê çêdikim. Ez bi xwe hevparê “Taksîm The Kanat Chi”yê me. Ez li cihê (cafe) xwe bi kêfxweşî programa xwe çêdikim.
 
Tu guhdariya kîjan muzîkan dikî?

Ez guhdariya hemû terzan dikim lê belê ya ku herî zêde kêfa min jê re tê jazza etnîk e.

 
Têkiliya te bi Kurdên Başûrî re çawa ye?
Têkiliya min bi wan re zehf baş e. Beriya çend mehan min û Armanc li çar bajarên Başûr konser da, Kurdên wî alî em bi awayekî ecayib ecibandin. Min ji wan hez kir, wan jî ji min gelek hez kirin…
 
Tu rewşa muzîka Kurdî ya îroyîn çawa dibînî?
Li gor min xebatên baş derdikevin. Amatorî wekî ku biqede êdî. Lê belê problema herî mezin siyasetmedarên me ne. Li ser navê hunera Kurdî pengavên hêzdar navêjin. Ev yeka hanê bi xwe re wendabûna huner û hunermendan pêktîne. Ez gelek bi siûd im, ku şîrketa min heye û min albumeke li gor dilê xwe çêkir. Lê belê niha gelek hevalên min ji bo çêkirina albumekê nikarin şîrketekê peyda bikin. Yên ku pereyên wen hene bi qeweta xwe ji xwe re albuman çêdikin, yên bê pere mecbûr dimînin û diçin di karekî din de ji xwe re dixebitin. Hêvî dikim ev yeka hanê ewha dewam neke û rewşa huner û hunermendên Kurd ber bi başiyê biçe.
 
“MİN DİXWEST Bİ STİNG AN CELİNE DİON RE Lİ SER DİKÊ STRAN BİGOTA”
 
Xeyala te ya herî mezin çi ye?
Xeyalên min gelek in. Min dixwest bi Sting an Celine Dion re li ser dikê stran bigota an min muzîkên fîlmekî verast bikira û min xelata Oscarê werbigirta an min dixwest li pêşberî 500 hezar kesî bistra. Lê wekî ku tu jî dibêjî ev xeyal in. Belê, ev xeyalên min dê pêkbên? Mimkûn e lê gelek gelek zor e… Min van xeyalên xwe ji ber Kurdbûna xwe dixwest pêkbianya, lewre ez baş dizanim di qebûlkirina nasnameyê de ku huner çi qas girîng e.
 
Ji bo vê hevpeyivînê gelek sipas dikim.
Ez jî sipas dikim û ji bo Netkurdê serkevtinê dixwazim.

Hevpeyivîn: Mustafa Gazî
Çavkanî :
Netkurd

36

Leystikvana kurd Niştî Stêrk û derhenere filmê ”Sifir kilometre”, ”Dol” di filmekî nû de hatin cem hevdu. Ji derhenerê kurd yê binavûdeng Hiner Saleem filmekî nû. Derhenerê kurd ku xwedîye filmê ”Sifir kilometre” û ”Dol” e û di gelek festîvalên sînemêye yê navnetevî de bubu bernamzetê xêlatên navnetevî niha bi navê ”Nach dem sturtz/Piştî têkçûne” filmêkî nû derdixwe berçavê hêzjêkêre sînemê yê kurd û cîhanê. Filmê ku kişandina/taswîrkirina kamera hatîye qedandin û liber amadekirinê yê we di demek nezîk de di salonê sînemayê werê pêşkêşkirin.

Di derbarî filmê nû yê Hiner Saleem KurdistanWEBB bi yek (leytikvana) şanogera film ya serêkê hûnermenda kurd Niştî Stêrk re kurta röportaj/hevpeyvînek çêkir û em vê pêşkêşî hêzjêkêrê hûnera kurdî dikin.
Berî ku em dest bi röportaja xwe bikin ez dixwazim hinekî hûnermenda kurd Niştî Stêrk bidim naskirin: Niştî Stêrk li Swêd dijî û perwerdeya xwe ya şanogerîyê/tiyatro li swêd dîtîye. Stêrk, ji derveyî karê şanogerîye/tîyatroye di gelek filmê swêdî de jî rolên cûda cûda de cih girtîyê. Kêça kurd Stêrk, herwiha di radyoya swêd ya fermî SR(Sveriges Radio) de jî gelek bernama û leystikên radyoyê de kar kirîye. Ji dervayî karê film û radyoya alîye Niştî Stêk yê nivîkarîye jî heye. Niştî Stêrk berî niha li swêd pirtûkek zaroka ku jiyana lawikek kurd wek mijar hatîyê pêşkêşkirin bi navê ”Navêmin Ramazana” nivîsand. Nivîskarîya hûnermenda kurd niha di rojnameya swêdî ”City” û rojname herêma Göteborg göteborgposten(ji 15 tebaxê pê de) de bi nivîskarîya qunciknivîsîne berdewam dike. Kêça kurd Niştî Stêrk li swêd gelek xelatên cûda cûda yê sazîyên sivîl û fermî jî vergirtina.

– Firat Aygun: Di destpêkê de ez dixwazim bixêrhatinê bidim cenabê we û spasîya xwe bikim ji bo vê kurtêröportajê. Berî ku em derbasî liser navaroka film bibin tu karê hinekî bahsa filme kurdî yê nû bike?

– Niştî Stêrk: Spas. Navê film bi almanî ”Nach dem Sturtz” ku bi kurdî mirov karê bibêjê ”Piştî Têkçûne”. Senaryo û derhenerîya film ji alîyê derhenerê kurd ku ji alîye gelek kesa tê naskirin Hiner Saleem hatîyê kirin.

– Rola te ya film çibu, yanî tê de film de kujan/kîjan karakter leyist?

– Min di filmde rola jinêk kurd ku berî werê Ewrûpa û Almanya bibe penaber li çiyayê Kurdistanê pêşmergetî kiribu leyist. Navê jina kurd di film de Amîra ye.

– Tu wek kêçak kurd ku perwerdeya xwe ya sînemeyê li Ewrûpa bi derhenerê biyanî re standîyê, te derhenerîya derhenerekî kurd çawa dît? An jî wiha pirsa xwe bikin: Derhenerîya Hiner Saleem çawa bu ji bo Niştî Stêrk?

– Bi rastî jî gelekî guhartîbu şêweya derhenerîya Hiner Saleem. Saleem, xwe bi senaryoyê re girênade û dinav çûyîna filmde senaryoya film dugherîne û dewlementtir dike. Ev şêwa ne şewaka ku ez fêrbuma bi derhenere biyanî û swêdî re. Lê bi rastî pir xweş û guhartîbu dema leystina rolên film. Ez cara yekêmîn di filmêkî e bi vî avayî leyistim û heger min li filmê Hiner Saleem berî niha nenerîba û di derbarî wî de nexwedî agahdarbana min wûsa qebûl nedikir. Lê ez bi rehetî karim bibêjim karekî serkêftîbu.

– Tu karê hinekî bahsa film bikê? Mijara film çiyê?

– Mijara film li Almanya derbas dibe. Piştî têkçûna Saddam li Iraqê hin malbatê kurd li herêmek Almanya ya ku lê dimînin şahîyekê pêk tînin ji bo pîrozbahîye. Di şahîyê û pîrozbahîyê de hin buyerên nexweş rû didin. Piştî van buyerên nexweş jiyana van malbatê kurd li vê herêma dibê wek trajêdîyê û pirr xemgînî û dilêşî di berdewamîya jiyana wan de pêk te.

– Senaryo û mijara film tu çawa dibîne?

– Ez bahwarim berî ku film pêşkêşî hêzjêkerê sînemeya bibe we tevlî hin festîvalên navnetevî yê filma bibe. Afirandina senaryoyê pir guhartî û balkêşê. Ez bahwarim ev filmê Hiner Saleem we di gelek festîvala de xelatan bistîne. Jiber ku bi rastî senaryo pirr guhartî û bi zanistî hatîye amadekirin.

– Wextê pêşkêşkirina film hîn ne dîyara?

– Na! Jiber ku nû ev du rojin bêşa kişandina kamera qedîya. Hîn montaj û amadakirina hin tiştên teknîkî jî hene. Lê ez bahwarim film pêşî di festîvala Berlin ya filma ya li Almanya yê werê pêşkêşkirin. Jiber ku min dît ku şirketa fînansorê film wûsa hazirîya xwe dike.

– Wek Niştî Stêrk tu zehmetî kişand di rêçûna senaryoyê de?

– Ez nikarim bibêjim min zehmetî nekişand. Jiber ku di rêçûna senaryo sedî sed nedîyara. Wek text, nivîs di destê leystikvanê film de nîna. Li gor derhenerîya Hiner Saleem senaryoya film dihat guhartin. Lê dîsa ez dibêjim ev alî ne alîyekî xerab an jî negatîfa bi awakî pozîtîf, erênî tesîra xwe li ser film û leysikvana kir.

– Tu karê hinekî di derbarî fînansor an jî çêkerê filmê kurdî de agahdarî bide?

– Film ji alîyê produksîyona Mîtos û Agathafilm hat çêkirin.( Di amadekirina film ya teknîkî de min gelek piştgirî dît. Di vî beşî de karmande norwecî, kurd û almanî hene). Li vir ez dixwazim spasîyê xwe ji bo karmend û xwedana şirketa Mîtos bikim.

– Ku em van hemî buyerên di çêkirina film de deynin alîkî bi giştî tu karê çi bibêjê di derbarî, film, sînemaya kurdî…?

– Ez dixwazim livir çend tiştan bibêjim ji bo çêkerê film û derhenerê kurd. Bila derhenerê kurd, nivîsakerê senaryo ya girîngî bidin leystikvan û hûnermendên kurd. Ne tene ji bo rolên talî yan jî yê negirîng/figurant wan bidin leyistandin. Niha leystikvanê me yê kurd yê jin jî çêbune wek; Yildiz Gultekin, Belçîm Bilgin. Pêwîsta derhener û şirketên filma ku xwedanê wan kurdin van tiştan liber çav bigrin û giranîyê bidin leysikvanê kurd. Ji derveyî vê pêwîsta were zanîn ku mijara filma çênabe ku bi pirranî mêr bin. Jinên kurd jî hene û jiyana jinên kurd jî mixabin bi hemî xweşî û nexweşîya xwe liber çawa ciwata kurd û cîhaneyê. Pêwîsta sînemaya kurdî bere xwe bide pirsgirêkê jina kurd ya li Kurdistanê û li derveyî Kurdistanê.

– Em spas dikin ji bo vê banga te ya girîng û kurta hevpeyvîna te ji bo KurdistanWEBB. Hêvîdarin ku ev film û hîn filmên pêşarojê de jî tu biserbikevê.

-Spasa ji bo we.

KurdistanWEBB
3.08.2007
Stockholm

32

Hunermend Yekbûn bi berhemeke nû “Kejê” derket pêşberî hezkiriyên xwe û me jî li ser berhem û jiyana wê gotûbêjek pê re amade kir. Ji ta heta derziyê û ji aş heta bajêr, em li ser her tiştî axivîn. Gelo ew heta niha bûye evîndar, li ser siyasetê çi difikire, bi çi rengî li ser berhema xwe xebitiye û gelek pirsên din.

Gelo di derxistina berhema duyem de tu dereng nemayî?

Albûma min a yekem di 2002’yan de derketibû lê li gorî min ji bo tu tiştî ne dereng e. Heta niha, ji bo vê berhemê min dixwest ku ez xebateke baş çêbikim û bi rastî ji her tişt li gorî dilê min çebû. Di warê burokrasiyê de hin astengî çêbûn û em 6 mehan dereng man. Lê xem nake. Car caran tê serê mirov.

Tu çiqas li ser xebitî, yanî çiqas dema te girt?

Ez dikarim bêjim piştî ku albûma min a yekem derket hêdî hêdî ev xebata nû jî dest pê kir. Piştî ku em ketin studyoyê nêzikî salekê xebatan berdewam kir.

Di nava wê demê de, pirsgirêka herî mezin çi bû? Astengî hebûn an na?

Pirsgirêka herî mezin ekîba produksiyonê tune bû. Ji bo her tiştî pirsgirêkek derdiket. Vê yekê jî ez diwestandim. Hêvîdar im ku di qada hunera kurdî de jî êdî ekîbên profesyonel bêne avakirin û hunermend tenê li ser hunera xwe bixebitin.

Te bi çi awayî stranên xwe hilbijartin?

Min ji nava arşîva xwe nêzîkî 500 stranî hilbijartin û ez, produktor û aranjorê ku bi min re xebitîn, em rûniştin, me yek bi yek guhdarî kir. Heta ku ev repertuar derket. Wekî din hevalên ku ji bo stran û stranên gelêrî alîkarî dan min hebûn, ez ji niha ve spasiya wan dikim. Yanî ez ne bi tenê bûm.

Berhema te bi giştî ji çend stranan pêk tê û stranên te bi xwe jî hene yan na?

12 stran in û 2 jê bi tirkî ne. Du stran jî yên min bi xwe ne. Stranên bi navê “Nikarim” û “Gulê”…

Herî zêde kê alîkariya te kir?

Wele ez nikarim tenê navekî bêjim lê di amadekariya vê berhemê de produktorê min zêde nav xebatê de cih negirtibe jî di aliyê aborî de pirsgirêk dernexistin. Wekî din di nav xebatê de her wext Nail Yurtsever, Metin Kalaç li cem min bûn, spas ji wan re…

Tu herî zêde ji kîjan stranê hez dikî? Bêguman mirov ji hemûyan hez dike û paşê di berhemê de cih didî wan, lê ya herî ku kêfa te jê re tê kîjan e?

Her stran ji bo min bêguman pir taybetî ne, lê ez dikarim bêjim cihê strana “Nikarim” pir cuda ye. Helbesta wê, aranje û şîrovekirina wê jî min bi xwe çêkiriye. Ji bo vê sedemê cihê vê stranê pir cuda ye.

Gelo strana Kejê bi rastî dikare berhema te temsîl bike?

Çima na? (Dikene)

Bi dîtina min strana “Yar Eman” wê gelekî bê hezkirin, tu çi difikirî?

(Dikene û ez bawer im bi pirsa min dikene û wiha dibêje) Belê gava min ew stran bihîst bi rastî pir kêfa min jê re hat. Hevalê Îkram Balekanî berhevkarê wê stranê bû. Pir spas ji bo alîkariya wî. Ez bawer im guhdar jê hez bikin.

Tu bi ekîba berê re xebitî yan jî te şirket û ekîba xwe guhertiye?

Belê niha albûma min ya duyem ji aliyê Metropol Muzîkê ve hate çapkirin. Ya yekem Kom Muzîkê tomar kiribû. Lê vê carê çênebû.

Ferq û cudahiya di navbera Kejê û Nîrwana de çi ye?

Bi rastî pir ferq heye, guhdar jî wê bibînin. Niha albûma “Kejê” bi rastî jî gihîştina Yekbûnê nîşan dide. Tarzê vê albûmê jî girêdayî vê yekê hatiye guherîn.

Terzê te çi pê hat? Te çima terzê xwe guhart?

Ev 17 sal in ez di nava kar û xebatên hunerî de me û bi muzîkê re mijûl im. Her wext muzîk bi pêş dikeve û heta ku ji destê min tê ez ji tiştên nû di nava muzîka xwe de bi kar tînim.

Tu ji korsanan ditirsî yan na?

Ya rastî tiştên ku ez jê bitirsim tune. Tenê tirsa min ew e, her çend ku korsan bi hêz dibe, muzîka kurdî jî ew qas qels û lawaz dibe. Yanî paşketina muzîka kurdî jî girêdayî bihêzbûna şîrketên korsan e. Ew jî girêdayî gelê me ye. Heger nexwazin çanda wan paş bikeve bila li berhemên korsan guhdarî nekin.

Tu difikirî klîban çêbikî? Ger tê çêbikî ji bo kîjan stranê tu dixwazî çêbikî?

Ez dixwazim cara yekem ji bo du strana klîbê bikişinim yeke tirkî û yeke kurdî. Hinekî girêdayî guhdaran e, ez ê li gorî hezkirina wan hilbijêrim.

Tu ji siyasetê hez dikî yan na?

Mirov hez bike yan neke, mirov bê siyaset pûç û vala ye. Pêwîst e ku mirov tiştekî biparêze.

Tu difikirî ku rojekê bi awayekî aktîv bikevî nava xebatên siyasî?

Na Na Na Bêguman na… (Wê carê bi rastî dikene). Siyasetmedarên kurd ger bi dil û can bixebitin, ne tenê têra kurdan têra Rojhilata Navîn hene.

Navbera te û magazînê çawa ye? Gava nûçeyên magazînî li ser te derdikevin, tu aciz dibî yan na?

Heta niha nûçeyeke ku min aciz bike, derneketiye. An jî min nebihistiye û neditiye. Lê magazîna ku ez fêm dikim, jiyana ku ne taybet, aliyê hunermendên biyanî, ez meraq dikim. Magazîn bi hebûna sînoran baş e û pêwîst e ku hebe jî…

Bi dîtina te di nava civaka kurd de jî pêdivî bi rojname û malperên magazînî heye yan na?

Di nava civaka kurd de, jiyaneke magazînî tune ye. Loma ne ew dikarin xebateke magazînî têr bikin û ne jî xebatên magazînî dikarin bingeheke wisa amade bikin. Lê hebûn ji tunebûnê baştir e.

Tu heya niha bûyî evîndar an na?

(Bikene û bi xwe bawer dibêje) Belê, belê yekî ku ez jê hez dikim heye û ez hêvîdar im ku di demeke nêzik de zewaca me jî çêbe.


Em bi sohbeta te pir kêfxweş bûn. Hêvîdar im ku hûn ji me aciz nebûbin…

Ez pir kêfxweş bûm. Hêvidar im ku xwendevan jî kêfxweş bibin. Silav û rêz… 

ÎKRAM BALEKANÎ
çavkani:www.muzikkurd.com

15

Polîs jê Helîmcanê dixwaze
Heyran wan rojan mirov li Stenbolê bi ku de diçe, li dengê Rojdayê diqelibe… Ma tenê Stenbol, tvyên kurdî ji bo Rojdayê dixebitin!.. Ev yek bi serê xwe têrî dike ku em berê xwe bidin Rojdayê…

Min telefona wê zû peyda kir ez hema lê geriyam. Xwedê jê razî be wê ez neşikandim û vexwendina min qebûl kir. Me ji bo roja şemiyê seet di 13:00’an soza civanê da hev û me yê li NÇM’ê hev bidîta, ji wir jî em ê biçûna bin Pira Galatayê ya dîrokî.

Roj bû şemî, min hevala xwe Dildar da dû xwe em ber bi cihê hevpeyvînê ve meşiyan. Na na em nemeşiyan. Em li otobusê siwar bûn, di nav trafîka Stenbolê de em li ser “7 tepe”yan re derbas bûn û dûre bi keştiyê li ser Tengava Marmarayê re derbas bûn û cardin li Tunelê tranvayê siwar bûn û gihiştin NÇM’ê.

Saet hê ji 13:00’an re 10 deqe hebû. Ez li Rojda geriyam min got “Ez hatim bila haya te jê hebe”. Tirsa min rast derket. Rojda dereng mabû (Ez dizanim ev yek ji bo we jî ne sûrprîz e). Me berê xwe da ber bi Pira Galatayê. Em çûn li wir rûniştin. Saet: 13:30 Rojda nehat. 13.50 êş ket serê min, lê hê jî ew nehat. Me jî di vê navê de ji bo ku em ji bîr nekin hema li ser hev pirsên xwe dubare kir! Heta ji bo ceribandinê me çend heb jî fotoyên xwe kişand, lê dîsa ew nehat. Saet 14.00 me pirsên xwe ji bîr kir ew nehat. Saet 14.30 aha ser xêrê way xuya kir. Şikir ji Xwedê re piştî sekinîna saet û nîvekê êdî Rojda hatibû û me dikaribû em dest bi hevpeyvîna xwe bikin.  

Lê çi feyde me pirsên xwe ji bîr kiribûn! Neyse, çawa hebe pirseke klasîk a ku bi hawara hemû rojnamegeran ve tê heye di bîra min de mabû. Min jî ji bo despêkirinê berê wê pirsa ‘qicix’ da Rojdayê, “Rojda kî ye?” Ê Rojdaya ku diyar e heta niha gelek caran bi vê pirsê re rû bi rû maye û êdî pisporekî bersiva wê pirsê ye, hê gotina min xilas nebibû wê bersiva xwe avêt holê:

  

Rojda keseke pir hestiyar e. Rojda li dinyayê çi bibîne di bin bandora wê de dimîne. Mesela dema ku fîlmekî hestyar seyr dike digirî. Lê ji bilî van jî di hundirê wê de bager radibin. Bi hirs e, bi ezîm e û dixwaze xwe li gor dilê xwe biguherîne. Gava ku ev têr nekin hestiyar dibe û vedikişe qalikê xwe. Yani Rojdayek heye her dem bi xwe re têdikoşe. Rojdayek bextewar heye. Lê bextewarî dîtiye. Gava ku karên min baş diçin û Rojdayek bextewar, bi coş li pêşberî we ye! Niha Rojda dikare li ser piyên xwe bisekine, bi xwe bawer dimeşe, û bi biryarên cidî jiyana xwe didomîne.”

Ê hazir em rastî kurdeke wiha bextewar hatin ma em sedemên nepirsin dibe, me pirsî û wê jî got: Yek mêrê wê, yanî bi qewlê Mêrdîniyan zilamê wê, ya din jî muzîk e. Em li Rojdayê guhdarî dikin: Yekem sedema bextewariya min hebûna hevserê (mêr) min e û ew bedêlî dinyayê ye. Ji ber ku jiyana mirov a taybet çiqas bi hizûr û bextewar be mirov ew qas kêxweş û afirîner dibe. Ya duyem jî karê min e. Gava ku ez di muzîkê de bi ser dikevim ev min gelek şad û kêfxweş dike. Ji bilî van herduyan, tabî tiştên din jî hene… Lê bi giştî yên girîng ev in.”


Nizane xwarinan çêke

Me meraq kir ku ‘Helîmcan’a me, di demên xwe yên vala de çi dike, li mal dimîne, ku li mal bimîne xwarinê çêdike, kîjan xwarinan dizane çêke û gelek pirsên di wî warî de me da ser hev: “A rast ez nizanim xwarinê çêkim û di çêkirina xwarinê de gelek bêkêr im. Car caran hin xwarinan diceribînim. Êdî Alaadîn (navê zavayê me ye) ji min re dibêje, ‘te min kiriye kobayê xwarinên xwe’. Ji ber ku ez zaroka malê ya biçûk bûm, diya min tu karek bi min nedida kirin û digot bila zarokek me ya ‘şûm’ hebe. Xwişkên min ên mezin ji vê gotina diya min hesûdî dikirin. Ez pir ezîz mezin bûm.”

Îcar dor hate ser lîstikên wê yê zaroktiyê, xeyalên wê yên zaroktiyê…

“Belkî ji we re pir klasîk were lê min dixwest ez bibim stranbêj û mamoste. Mamosteyek me yê kurd hebû lê jina wî tirk bû. Wî û jina wî gelek ji min hez dikirin. Nizanim di nava wan zarokan de ez gelek bi aqil bûm, yanî nizanim bo çi lê ez vê dizanim gelek ji min hez dikirin. Îcar stranbêjî jî, ku televîzon nû hatibû ketibû jiyana me. Di wir de gîtar di destê kurikên por dirêj de ji xwe re lê dixistin û stran digotin. Min jî simnik dida destê xwe û bi zimaneke nediyar bizarê wan dikir.”

Wekî ku em tev dizanin, piştî salên 90’î jiyana me tevan bi gelek awayan tevlihev bû, yanî wan salên girî û ken di bi hev re li ser rûyê me bû, di jiyana me de riyeke din vebû, statuya me guherî, em guherîn, navên me guherîn. Wê, di demek wiha de dest bi karên muzîkê kir. Dema ku muzîka kurdan qedexe bû û hunermendiya kurdan qedexe bû. Di wê demê de diviya navek kod li xwe bike. Bêyî ku bifikire hema ji devê wê Rojda derket. Ji wê rojê pêveye em wê wekî Rojda nasdikin. Bi gotina wê; “Ez bawerim li min tê. ”  


Stenbol û hunermendî


Guhê me lê… ka cara yekem ya derketina ser dikê çi hîs kiriye, çend salî bûye, bîranînek wê yê balkêş heye?

“Min di salên 90’î de mekteb xelas kir ez hatim vir. Stenbol. Bajarek nû, derdorek nû, hevalên nû. Ji bo kurdan salên gelek girîng bûn ez di salên wiha germ de hatim Stenbolê. Wê demê birayê min Çiya koma bi navê Gulên Xerzan re dixebitî. Ji min re got tu dixwazî bi me re bixebitî. Min bêyî ku bifikirim qebûl kir. Ez wê rojê bûme endama Koma Gulên Xerzan. Û bi vê biryarê min di nava jinên malbata me tiştek gelek girîng kir. Min gav avêt hunermediyê. Wekî jinek ez vê biryarê gelek girîng dibînim. Hûn jî dizanin ez Sêrtî me. Sêrt bajarek oldar e. Tu derfetên jinan nîn in ku xwe îfade bikin an jî daxwazên dilê xwe bînin cih. Min bi vê biryarê ji desthilatiya ku jinan qebûl nake re got na.”

Pirsek û bersivek ne xerîb. Me pirs kir gelo tu bi kîjan hunermedî mezin bûyî, wê got, ‘Şivan Perwer.’

Çend sal berî niha hunermendek gelek bi qîmet a tirk ji bo ku gelek kêm kes hatine konseran wê, wê konser betal kiribû. Nizanim tirseke ‘wê hindik kes werin konsera min’ pêre heye yan na. Me bersiveke ji dil girt; “Miheqeq mirov carinan tiştên wisa difikire. Lê ême cihê ye. Konserên me yê solo gelek kêm çêdibin. Ez bi giranî beşdarî şahiyan dibin, ew şahî jî dibin serhildan. Em tu car derneketine pêşberî girseyek hindik.”


Polîs dixwazi Helîmcanê bistre


Bi Helîmcan polîs anîye rayê. Dîsa salên 90’î, dîsa hunermed tên girtin. Rojda jî di nava wan de ye. Êdî ew qas tên girtin, polîs hînî wan dibin. Yek ji wan polîsan her dem kesên din dide sekinandin û ji wê dixwaze Helîmcan bistire. Ev guhdarvanê wê yê tirk e û li ser guhdarên biyan wisa didomîne; “
Ya herî girîng rihê muzîkê ye. Zimanê muzîkê tune ye. Di nava dilan de pir heye, heke ku we ew pir derbas kiribe pir hatiye avakirin. Ya herîng ew e ku hunermed çi stranê dibêje bila bêje, divê berî her tiştê hîs bike. Ku ew hîs nekir nikare bi tu kesan bide hîskirin.”

Ma bê xeyalan dibe, xeyal xemla jiyana me ye. Xeyal carna dilrehetî ye, carna diltengî ye lê bê xeyalan nabe. Ew di kîjan serdema xeyalên xwe de ye?

“Ez li xeyalên xwe yên gund im. Di nava wê de dijîm. 

Rojda dixwaze li kîjan bajarê bijî?

Stenbol.

Çima Stenbol?

Ez li gelek deverên dinyayê geriyam. Li Kurdistanê geriyam. Gund bi gund, bajar bi bajar geriyam. Lê hewa Stenbolê cihê ye.

  

Çi heye li vir?

Na, ya rast Rojda li vî bajarî heye. Erê zarokatiya min li deverek din e. Lê Rojda li vir e. Li vir hîn bû, tiştên ku bên jiyîn tev li vir hîn bû,  min li vir çavên xwe vekir. Ji ber van yekan ez xwe aîdê vir hîs dikim.


Helîmcan bû derman

Dibêje ku Meryemxan jina ewil e ku lê guhdarî kiriye. Dema ku li ‘Helîmcan’, ‘Yadê Rebenê’ û ‘Domamê’ guhdarî kiriye xwe berdaye nava xeyalên dûr û kûr. Piştî ku li Helîmcan guhdarî kiriye biryar daye ku wê bibêje. Ka em mesela Helîmcanê jê guhdarî bikin: “Dema min Helîmcan got em wekî gel di pêvajoyek gelek zehmet de derbas dibûn, ev wekî endama vî gelî, weke muzîskarek kurd bandor li me jî dikir. Îcar gava min Helîmcan digot ev dibû derman ji birînên min re. Helîmcan derman bû. Min hîs dikir ku ez vê stranê bêjim wê jiyana min biguhere. Piştî ku min di televîzyonê de Helîmcan got êdî navê min bû e Helîmcan û wisa ma.”

Demek dirêj li muzîka tirkî guhdarî nekiriye. Lê niha dibêje, ‘Ez ji klasîkên Sezen Aksu û “Gulum seni koparmişlar” a Îbrahîm Tatlîses hez dikim.’ Û wan di aliyê şiroveyê de gelek serketî dibîne.

  

Helîmcan an jî Rojda xwe weke hunermeda kê dibîne:  “Ez hunermende têr bêhna kurdewariyê jê tê me. Ez hunermenda kurd im. Mirov bi zimanê ku hewa distîne û digirî dixwaze hunerê çêbike. Niha ez bi îngilîzî Helîmcanê bistirêm wê tişek çawa derkeve holê. Ezê çawa hestên Helîmcana bi kurdî bi îngilîzî bidim? Min bi zimanên din jî gotiye. Di vê albuma min a dawî de stranek bi tirkî heye. Lê gava ez bi zimanê dayika xwe dibêjim ev hesteke gelek cihê ye. Yanî ez li ber stranên kurdî digirîm, lê nayê bîra min ku ez li ber stranek tirkî giriya me. Ez xwe di vî zimanî de dibînim loma wê tercîh dikim.” Ev şîrove dibe bersivek ji kesên piştî 7 saliya xwe hînî tirkî bûne û dibêjin “Heval ben kendimi Kürtçe ifade edemiyorum (Heval ez nikarim bi kurdî dîtinên xwe bînim ziman)”.

 

Wele min her dem meraq kiriye hunermendek dema ku li ser dikê be çi difikire, an jî ji çi ditirse. Rojda serê benê da destê me; dema ku hin tiştan dibêjin ditirsin ku em guhdarvan çi difikirin. Ox dilê min hinek rihet bû. Ev bû bersivek ji bo pirsa min.

Bi du peyvan evîn çi ye?

Evîn nefes e.

 

Ê ku evîn nefes be, ka te kengê ferq kir û NEFES stend. Dîsa em berê mîkrofonê didin wê; “Ew kes bi qasî nefesa ku distînin nêzîkî xwe hîs bikin evîn ew e. Ez her dem vê hestê dijîm. Ji ber ku ew di jiyana min de ye loma ez ew qas serkeftî me. Kes gava di jiyana xwe de bextewar bin di karê ku dikin de serkeftî dibin. Hinek dereng bû, lê min dît.”

 

Nizanim rekabetek di nava wê û mêrê wê yê hunermed de heye. Min bi xwe nekarî wê pirsê jê kir. Ez bawerim ev pirs li xweşa wê neçû hema zû got; “Ew jî navdar e, ê yanî ev pazdeh sal in ez derdikevim ser dikê.”

Tiştên ku dixwaze bike û bêyî ku bike bimire­ ditirse, ji mirinê ditirse…

 

Xweziyên Rojdayê çi ne?

Xwezî ez bi merê xwe re zûtir bizewiciyama,

Xwezî min zûtir albuma solo derxista,
Xwezî ev nasnameya hunermendiya kurd wisa zehmet nehata

Xwezî….

Hevpeyvîn: Aysel Kazici  �
xakda@hotmail.com
Çavkani: Diyarname

28

Di çarçoveya Festîvala Fîlman a Stenbolê ya Navnetewî de, filma Behmen Qubadî ya bi navê “Nîvê Heyvê” li Stenbolê ket vîzyonê. Behmen Qubadî ku tevlî hemî astengiyên desthilatdar û kelepora paşveru ya civakî ve, neynik daye ber rastiya kurd û hêjayiya filmên xwe bi gelek xelatên navnetewî daye îspatkirin, li Stenbolê eleqeyek mezin dît. 
        

Ez ne dixwazim qala wî , ne ya filmên wî bikim niha ji we re. Min xwest ez li afirînêrek kurd ku me gelek diêşîne, diramîne, hêrs dike, bi hêvî û bextewar dike, Behmen Qubadî guhdar bikim û bi we re par bikim. Hêvîdar im hûn jî bi qasî min kêfxweş bibin bi vê hevpeyvînê.

Fatma Savci: Gelek kes we û filmên we dinase. Lê dîsa jî ez dixwazim we ji we bibihîzim. Hûn dikarin bi kûrtayî xwe bidin nasîn?

Behmen Qubadî: Ez ji xelkê Baneyê me. Bane bajarekî biçûk e û li ser sînorê Îran û Îraqê ye. Dayika min ji Baneyê ye, bavê min xelkê Sînê ye. Ez hîna yazdeh salî bûm, malbata min ji ber şerê navxweyî çu bajarê Sînê. Ez li Sînê mezin bûm. Sînê bajarekî mezin bû, ciyê cand û hunerê bû. Ez jî di vî bajarî de, bi kulturê gihîştim. Min hêdî hêdî fotgraf naskirin. Wê demê zanîngeh tunebû, lê enerjiyek min hebû. Berî panzdeh salan encex ez çûm zanîngehê. Min zanîngeh li Tahranê xwend, lê min neqedand. Lewra tiştek fêr nedikirin, min dev jê berda, çûm pratika vî karî. Pratîkê tecrubeyek baştir bi min re afirand. Min di pratîkê de 30-35 kûrtefilm çêkirin û asîstaniya 200 derhêneriyê kir. Û heya niha min çar filmên dirêj çêkirine.

F.Savci: Mîna ku tu bi her filmê xwe tolekê dihilînî, hestek tolê dibînim di filmên te de, ji kê û ji çi dihilînî vê tolê ?

Behmen Qubadî: Ez mêrekî pir bi hêrs im. Zor esebî me. Di dilê min de pir êş hene. Dixwazim biqîjim, bikim hewar. Her filmêkî min qîjînek min e. Wek ku bibêjim “Aaaaaa!” ev e her filmek min. Bes hin caran mecbur im pir letîf û bêdeng û şaîrane film çêbikim. Lê dîsa jî tundî heye. Di filmên min de tundî heye lewra di jiyana min de tundî heye. Ji wextê ku ji dayik bûme, heya mezin bûme wekî kes, wekî malbat min tundî dîtiye. Min êş dîtiye. Vê êşê di xwîn, can û giyana min de cî girtiye. Ez hewl Didim kompleksa van 36-37 salên xwe bidim der, xwe vala bikim, van qîjînên nava xwe derxim derve. Înşeleh wê rojek bê ku ev qîjînên min biqedin, wê demê ez ê filmên tenhatir çêbikim. Bawer bike ev filmên min kêm dimînin ji qîjînen min re. Ku film li gor qîjînên min bin, divê filmên mezintir û kurtir bin. Hin caran ez xwe bi xwe sansur dikim. Ez ji bo Kurdan sansur dikim, ji bo hûkûmeta Îranê, ji bo îslamê xwe sansur dikim. Ev yek nahêle ku qîjîna min yanî filmê min mezintirîn bibe. Ev ne zemaneke ku tu li gor dilê xwe filmekî çêbikî mixabin. Ji sedî pêncî dikarim bibêjim di filmên xwe de civaka kurd, hûkûmeta Îran û ya Tirkiyê yên nîjadperest sedema sansurê ne. Ez jî hez nakim şax bi şax bibim, xwe bikim beş bi beş. Hez nakim bi tundî şer bikim bi van eniyan re. Bi dûrbîn gilî dikim, henek dikim, îtîraz dikim qîjînan didim.

F. Savci: Em ên din fam dikin bê ji bo çi dibin sedema sansuran. Lê gelo kurd bi çi awayî dibin sedema sansûrê ji bo te?

Behmen Qubadî: Problemên kurd gelek in. Ez çi çêbikim dê cemaetek biçûk îtîraz bike bêje bo çi wiha dikî? Hinek dibêjin; “bo çi jin stranan di filman de dibêjin, guneh e”. Hinek dibêjin; “tu bo çi zarokên bê dest û pê nîşanê cîhanê didî ku kurd wihan in?” Dixwazim li ser mafê jinan film çêbikim, lewra zilm û tundiya mêrên kurd li ser jinê heye, divê filmên van çêbibin. Lê hinek kes hene dibêjin kurdan wisa nîşanî alemê nede. Ferhengek, kulturek, dîrokek kurdan a payebilind, berz heye, lê kultura sînemayê tune ye mixabin. Yê me bes kelam heye, gotin heye. Ne pirtûk hene, ne wêne hene. Bes gotin heye. Bi kurtayî ez nikarim her sahneyê li gor dilê xwe çêbikim. Nikarim du kesên ku hevdû radimûsin, bi hev şa dibin têkim sahneya xwe. Ev qedexe ye bo min, lewra kurd îtîraza vî tiştî dikin. Tenê filmên hûmanîst çêdikim, bes ewqas.

F. Savci: Dema tu filman çêdikî, ji nivîskar, çîroknûs û romannûsên kurd sûde werdigrî gelo?

Behmen Qubadî: Na. Bes yek mirovî dinasim M. Eta Nîha. Kurekî pir zîrek û baş e. Bes divê em senarîstan peyda bikin. Senarîstên me Kurdan tune ne. Nivîskar û senarîstî du şaxên hûnerî yên cuda ne, du ilmên cuda ne. Encex pênc – deh salên din senarîstên wek min ji nav me derên. Ez niha bêjim Şêrko Bêkes ka bo min helbestekê binivîse, nabe. Ez bi xwe dertêm nava civakê, dibînim, ka mesele çi ye, mijar çi ye, çawa dikarim bikim fîlm. Lê lazim e, pir pir lazim e ku divê ez ji edebiyata kurd, ji dîroka kurd sûde werbigirim. Min heya niha çar film çêkirine. Niha ez hewl didim li ser çîrok û kompleksên xwe filman çêbikim. Bes înşeleh du salên din pênc salên din, prodiksiyonên mezin ên kurdan çêbibin û ez filmên dîroka kurdan çêbikim, filmên romanên kurdan çêbikim û ji nivîskarên kurd jî kar werbigirim. Lê ji bo me teqez senarîst lazim in. Divê yên ku teknîka senaryoyê dizanin hebin. Gelek çîrokên me hene lê divê ev li gor teknîka senaryoyê bin ku em bikaribin sûde werbigrin. Birayekî min heye li Fransayê beşa senaryo dixwîne mesela, eger vî ilmî baş fêr bibe dê alîkariya min bike.

F. Savci: Birêz Qubadî, piştî her qedandina filmekî hûn çi hîs dikin? We di nav axaftina xwe de got ku ez film ji êşa xwe, ji qîjîna xwe çêdikim. Ku we her filmek çêkir, ango her qîjînek da hûn hinek rehet nabin?

Behmen Qubadî: Qet na, qet! Hîç rehet nabim piştî qedandina filmê. Lewra piştî filmê tiştên zor destpêdikin. Divê ku paşî em bidin naskirin, herim festîvalan, hevpeyvînan û tiştên din bikim.Ev ji çêkirina fîlman pir zehmetir in li ba min. Zemanê min ê herî baş ew dema ku li ser filmê dixebitim e.Bawer bike yek roja min bi rehetî derbas nebûye. Na, na na, qîjînên min qet kêm nabin. Her dixwazim bêtir kar bikim loma. Niha şeş projeyên min hene, dixwazim her şeşan xelas bikim. Piştî ku min ev qedandin bêyî ku yek rojê rehet bibim ez ê dest bi projeyên din bikim. Bawer bike, rojeke min a xweş çênebûye li jiyanê. Ez yekî tamakar im, her tiştên mezintir dixwazim, ez hewl didim ku dema ez bimirim bîst filmên min hebin, ne pênc- şeş. Loma ji Xwedê dixwazim ku temenê min dirêj bike.

F.Savci: Hûn karektera jinan xweş didin û aşînayên êşên wan in. Jin bo we çi ye?

Behmen Qubadî: Jin ji bo min Xweda ye. Xwedaya li ser erdê ye. Jin Xweda bi xwe ye, afirînêr e. Dayika min ez dam, ez çêkirim. Xwedaya min dayika min e. Li dûv Xweda, Xwedaya erdê dayika min e. Navê dayika min Îran e, navê wê, welatê ku ez lê dijîm e. Dayika min çavên min li dinyayê vekirin û şîrê xwe da min. Li cem min jin li jor, pir li jor û mêr pir li jêr in. Li cem min pir ji hev cuda ne jin û mêr. Lingek jinê li jor, yek li jêr e, tiştek wek ferîşte ye bo min. Jin him tiştekî erdî, him esmanî ye.

F.Savci: Projeyên we li ser jiyana Bakurê Kurdistanê hene kak Qubadî?

Behmen Qubadî: Projeyeke min he ye li ser çîroka jin û mêrekî ku jiyana wan li girtîgehê derbas dibe. Ji sedî heft li Stembolê, ji sedî çil li Diyarbekirê derbas dibe film. Lê hîna ez li ser senaryoyê dixebitim. Îhtîmal heye ku biguhere. Projeyeke mezin e û hêvîdarim wê encamek baş bide. Lewra piştî filma “Yol” ê Yilmaz Guney ne heq e ku filmên biçûk li vir çêbibin. Ev gelek sal in li ser kurdên Tirkiyê filmên baş nehatine çêkirin, hêvîdar im ku bikaribim filmekî mezin çêbikim.

F. Savci: Mîna ku mêla Kurdistana Îranê bêtir li ser sînemayê heye, ne wisa?

Behmen Qubadî: Rast e, wisa ye. Bandora sînemaya Îranê jî li ser civaka me heye, em nikarin vê rastiyê înkar bikin. Ez nêzî sêsed, belkî zêdetir ciwanên kurd dinasim ku bi sînemayê re eleqedar in. Ev ciwan li Banê, li Sînê, li Mahabadê dijîn, hemî jî filman çêdikin û dixwazin çêbikin. Ceribandinên xwe yên baş hene, ev ê pêş bikeve. Li Kurdistana Îraqê jî ev eleqe pêşdikeve, baştir bûye. Ez dibihîzim ku li nav kurdên Tirkiyê jî ciwan dixwazin filman çêbikin, lê kes piştgiriya wan nake, Tirkiye piştgiriya wan nake. Înşeleh dê rojekê piştgiriyek baş çêbibe û sînemaya beşê Kurdistanê yê mezin gelek baş çêbibe.

F. Savci: Wisa difikirim ku berhema her hûnermendî li ber dilê wê/ wî qedrekî xwe yê cuda heye. “ Nîvê Heyvê” bo te çi ye?

Behmen Qubadî: Kurdîtirîn filmê sînemaya kurd “ Nîvê Heyvê “ ye dibêjim. Pir nêzîkî jiyana kurd a îroyîn e. Filma min a herî profesyonel e. Filmeke civakî ye.

F.Savci: Di çapemeniyê de hat gotin ku hin pirsgirêkên we yên tenduristî hene. Derbasî be, hûn dikarin bo vê mijarê hin agahî bidin hezkiriyên xwe, meraqa we dikin lewra.

Behmen Qubadî: Ez di meha duduyan de li Avusturyayê bûm, pir nexweş bûm. Hefteyekê li nexweşxaneyê raketim. Serêşeke pir pîs bi min girt. Nizanim ew çi bû. Lazim e du hefteyên din dîsa herim kontrolê li Tehranê. Hişê xwe gelekî diêşînim, pir hêrs û bi coş dibim, pir bê kontrol kar dikim, dibe ku ji vê yekê be.

F. Savci: Derbasî be car din, hêvî dikim hemî xeyalên we bi cî werin û her serketî bin. Bo hevpeyvînê jî gelek spas dikim.

Behmen Qubadî: Ez jî gelek spas dikim

Hevpeyvîn: Fatma Savcî – ( www.amidakurd.com)

21

Tu dikarî piçekî behsa xwe bikî?
Ez di sala 1972’an de li gundê Kizilca ya ser bi Depê (bi Tirkî Karakoçan) ve hatim dinê. Ku dema ez hatime dinê malbata min pir feqîr bûye. Tevî min em şeş bira û şeş xwişk in. Min dibistana seretayî li gund xwend.

Bi piştre ji bo xwendina xwe ya navîn çûm bajarokê Depê. Kekê min di sala 1984’an de li Ewropayê tevî têkoşîna neteweyî bûbû. Sala 1987’an dema ez li lîseyê di sinifa yekem de bûm, kekê min li bajarê Dêrsimê şehîd ket. Ji ber vê yekê ez mecbûr mam û min terka dibistanê û ya bajarokê Depê kir. Piştî ku ji Depê veqetiyam, ez rasterast çûm Ewropayê cem bavê xwe. Bavê min di salên 1970’î de çûbû Ewropayê, li Elmanyayê bi cihûwar bûbû. Ez li Elmanyayê pêşî fêrî zimanê Elmanî bûm. Bi piştre di dawiya perwerdehiya sê salan de min wek asîstanê fizîkê lîseyê xelas kir. Paşê min xwendina zanîngehê heq kir û di sala 1993’an de dest bi beşê komputerê kir. Min di sala 1999’an de wek muhendîsê komputerê bi serfirazî beşê komputerê xelas kir. Heft sal in ez di şîrketeke taybet a Elmanî de wek muhendîsê komputerê dixebitim.

Eleqeya te bi muzîkê re kîngê çêbû?

Belê, ev ji bo hin kesan pirseke pir girîng e. Di van demên dawî de gava di televîzyon an rojnameyan de ji hunermendên ku albumên wan nû derketiye an hunermendên nû dest bi muzîkê kirine ev pirs tê kirin, bersiva wan ev e; “min ji biçûkatiya xwe guhdariya hostayên wek Kawîs Axa, Meryem Xan, Mihemed Arifê Cizîrî kir û bi wan re eşqa min ji muzîkê re çêbû, muzîk bû hewesa dilê min.

” Belkî jî tenê navê wan hostayan bihîstine lê mixabin bersivên wan ewha ye. Mixabin me van hozanên gel di salên 1990’î de nas kir.

Mixabin ez ne ji wan hunermendên ji zarokatiya xwe de qusiyayî me. Eleqeya min bi muzîkê re di biçûkatiya min de dest pê dike. Min pêşî guhdariya muzîka Tirkî dikir, lê belê piştî ku ez li têkoşîna rizgariya neteweyî varqilîm û şiyar bûm êdî min guhdariya muzîka Kurdî kir. Kasetên ku cara yekem min lê guhdarî kirin ên Şivan Perwer û Koma Berxwedan bûn. Dema ez li gund bûm, min guhdariya radyoya Erîwanê û dengbêjên herêma me dikir. Lê ew guhdarîkirina min ne guhdarîkirineke bi zanatî bû. Lê belê piştî ku ez li Elmanyayê bi cihûwar bûm min xwe fêrî tembûrê kir û bi piştre min eleqeya xwe bi muzîkê re pêşde bir.

Dema te hîn dest bi muzîkê nekiribû tu di bin tesîra kîjan hunermendan de mabû?

Dema min hîn dest bi muzîkê nekiribû min guhdariya Şivan Perwer dikir, ku terza wî terzeke cuda bû. Li aliyê din min guhdariya solîstên hêja yên Koma Berxwedan dikir, ku piştî min û wan me hevdu nas kir ez gelekî di bin tesîra wan de mabûm. Ew ji bo min bûbûn wekok. Lê min di salên 1990’i de guhdariya hunermendên wek Erdewan Zaxoyî, Tehsîn Taha, Nîzamettîn Ariç û Aramê Tîgran dikir. Ji bo ku piyaseya muzîkê bişopînim ez guhdariya hemû kasetên Kurdî dikim.

Li nav malbatê ji xeynî te kesê ku eleqeya wî bi muzîkê re heye an distrê heye?

Mixabin di malbata min de xeynî min kes bi muzîkê mijûl nabe. Beriya ez bêm Elmanyayê min digot tembûr heram e û min destê xwe qet bi tembûrê nedabû. Mixabin wê demê ez ewha difikirîm.

Enstrumaneke ku tu lêdixî heye?

Belê, ez bi baxlemeyê dizanim. Piçekî jî bi orgê dizanim lêbixim. Lê min pir dixwest ez meyê lêbixim. Tesîra wê gelek li ser min heye.

Te kîngê bi awayê profesyonelî dest bi muzîkê kir?

Li gorî min muzîka Kurdî di gihaneka amatoriyê de ye û hîn derbasî gihaneka profesyoneliyê nebûye. Piştî ku di sala 1999’an de min zanîngehê xelas kir ez bi giranî li ser muzîkê xebitîm. Min bi sê hevalê xwe re komeke muzîkê ava kir û em çûn çalakiyên wek dawet û şahiyan. Min bi albuma xwe ya yekem “Gula Baxçê Min” re dest bi muzîka profesyonelî kir, lê ez bi albuma xwe ya duwem “Min Bêriya Te Kir” re di warê muzîka Kurdî de bûm xwedîcih, ku bi vî awayî di riya profesoneliyê de gihîştim merhaleyekê. Dema mirov dibe profesyonel, hîngê berpirsiyariya mirovî li pêşberî muzîka Kurdî û guhdaran zêdetir dibe. Hunermendên Kurd ên bi profesyonelî karê hunerê dikin divê li her derê bi helwest û sekna xwe ya welatparêzî hunera Kurdî pêşde bibin.

Besteyên te yên pir xweş hene. Te kîngê dest bi karê besteyan kir?

Wek hin hunermendan di albuma min de 9-10 stranên ku gotin û muzîkên wan aîdî min nînin. Lê belê heta niha min di her albuma xwe de çend stranên xwe jî xwendiye. Stranên ku ez çêdikim bi piranî li ser problemên civakî, hesreta welêt an hesreta ewled a li ser dayikê û yên evînî ne.

Albuma te Gula Baxçê Min û bi taybetî albuma Min Bêriya Te Kir gihîşt piraniya gel. Gelê Kurd ji dengê te, ji terz û şexsiyeta te gelek hez kir. Sedema vê hezkirinê çi ye?

Belê, ez vê nirxandina te parve dikim. Bi taybetî albuma min a bi navê Min Bêriya Te Kir ji aliyê guhdaran ve pir hate hezkirin. Sedema vê ya yekem ev bû; hate dîtin ku ez di albumê de problemên gel tînim ziman ango qêrîna dilê wan li ser zimanê min deng vedide. Ya duwem; guhdarên min dîtin ku ez jî ji wan im, ji hêla hestên neteweyî ve di nava me de tu ferq tuneye.

Gava tu derdikevî pêşberî temaşevanan tu dikevî heyecanê?

Belê, ev heft sal in wekî ku cara yekem derdikevim ser dikê dikevim nav heyecaneke mezin. Ji ber ku ez her dem karê xwe bi cidîyet dikim di min de heyecan pêktê. Lê belê ez niha li xwe mukir têm, ku min dixwest ez li ser dikê piçekî rehet û dilfireh bûma.

Tu zêdetir ji hunermendên Kurdan kîjanî diecibînî?

Ez hurmeta xwe nîşanî hunermendên ji bo muzîka Kurdî xebitîne û keda xwe rijandine didim û bi kêfxweşî guhdariya wan dikim. Hozanên gel ên ji hêla milet ve tên guhdarîkirin ji bona min gelek girîng in; ku ez jî bi neşmîtî guhdariya wan hozanan dikim. Lê belê di nav wan de yê ji bo min bûye mînak Hozan Serhat e. Mixabin wî di lûtkeya hunerê de jiyana xwe ji dest da. Ew di warê muzîka Kurdî de ekolek bû.

Qasî ku ez dizanim tu ji albuman, ji konsêran qet pere kar nakî. Tu debara xwe çawa dikî?

Min li jorê jî behs kiribû, li derveyê muzîkê ez xwedî-pîşe me. Ez wek muhendîsê komputerê dixebitim û bi vî awayî debara xwe dikim.

Te dest bi albuma sêyem kir? Heger te dest pê kiribe di kîjan merhaleyê de ye? Ev xebata te ya nû dê dîsa dewama du albumên te yên berê be?

Belê, min dest bi xebata albuma xwe ya sêyem kir. Xebata albuma min niha di merhaleya binesaziyê de ye. Armanca me ew bû ku album di Newrozê de derketa pêşberî muzîkhezan. Lê ji ber hin sedeman dê piçekî derengî çêbibe û ji ber vê yekê ez difikirim albumê di meha gulanê de derbixim. Ji ber ku guhdar terz û repertuara min diecibînin ez bi dû lêgerînên cuda neketim. Ez di vê xebata xwe de bi muzîkeke dewlemendtir û bi dengekî hêzdartir dixebitim. Ez naxwazim wek hinên din terza Rojavayî tevî xebata xwe bikim.

Tu qet çû Kurdistana Federe an ên wir te vexwendin? Diyaloga te bi hunermendên Kurdistana Federe re heye?

Mixabin nebû qismet ku ez biçim Kurdistana Federe. Lê ji wan jî tu teklîf nehat. Ez pir dixwazim biçim wê derê. Par ez ji bo Newrozê çûbûm Sûriyeyê. Ez li wir li pênc cihan wek hunermendekî Bakurî beşdarî şahiya Newrozê ya bi coşûperoş bûm. Ez pir dixwazim heman coşdariya Newrozê li welatên din jî bijîm.

Tu rewşa muzîka Kurdî ya îroyîn çawa dibînî? Problemên muzîka Kurdî li Ewropayê û li Bakur çi ne?

Mixabin muzîka Kurdî îro di rewşeke nebaş de ye. Ji ber ku ez li Ewropayê dijîm rewşa vê derê ji nêz ve dişopînim. Lê rewşa muzîka Kurdî ya li Ewropayê ji welêt cuda nîne. Li welêt çi problem hebin heman problem li vê derê jî hene. Ji bo ku muzîka Kurdî pêşde biçe cehd û xebat nîne. Li vê derê hin meyl hene, ku dixwazin muzîka Kurdî bikin muzîkeke Rojavayî. Li gor fikra min muzîka me di rewşa ji koka xwe dûrketî de ye, bi wendakirina orîjînalîteya xwe re rû bi rû maye. Mînak: sirf ji bo ku kêfa hin terefan xweş bikin straneke gelêrî digirin, li gor terza Rojavayê lêdixin û stranê ji orîjînalîteya xwe dûr dixin. Li gor fikra min ev rewşa hanê tu feydeyekê nagihîne muzîka me. Belê, dibe ku stranên me bi orkestraya mezin bê lêxistin û strandin, lê belê divê mirov bala xwe bide hin krîterên bingehîn û wan krîteran hemet bike, lê xwedî derbikeve. Ez di albumên xwe de van krîteran diparêzim, li wan xwedî derdikevim.

Di warê muzîkê de cihê ku te divê tu bigihîjê kuder e?

Ez dixwazim bi hunera xwe ji hêla gel ve bêm ecibandin. Ji aliyekî din jî ji bo ku muzîka Kurdî pêşde biçe û bibe muzîkeke profesyonel ez ji dil dixebitim. Ji ber ku ez bi pêwistiya van tiştan bawer dikim min van tiştan ji xwe re kiriye armanc. Lê hedefa min a herî mezin ev e; ku min divê ez di warê muzîka Kurdî de bibim ekol.

Planên te ji bo demên bê, ji bo dahatûyê hene?

Belê, divê mirov di jiyana xwe ya hunerî de armancekê bide pêşiya xwe û ji bo wê armancê her tim bixebite. Di mijara muzîkê de armancên min jî hene. Armanca min a yekem; li Kurdistanê an li cihên ku Kurd lê dijîn derbikevim ser dikê û li pêşberî gelê Kurd hunera xwe îcra bikim. Armanca min a duwem; ez dixwazim bi her albuma xwe ya nû re ji aliyê gelê Kurd ve bêm hezkirin, bi hunera xwe reh û rîçik berdim nav dilê gel. Armanca min a sêyem; min divê di derbarê muzîka herêman de arşîvekê pêkbînim.

Ez ji bo vê hevpeyivînê gelek sipas dikim.

Sipas xweş!

Hevpeyivîn: Mustafa Gazî
netkurd

VIDEO