22

Jan Arslan derbarê albûma xwe ya dawîn û li ser jiyana xwe ji HAWAR NET/MuzîkKurd’ê re axifî..

“Qeydên albûmê li Hambûrgê hate qedandin û bi muzikjenên herî navdar re em xebitîn”
HAWAR NET: Birêz Jan Arslan hûn albûma xwe ya pêşî derxistin. Hûn dikarin hûn xwe hinekî xwendevanên me bidin nasîn. Çawa biryara albûmê dan, çawa pêşket? Kîjan şîrket albûma te çêkir û pêvajoya amadekariya albûmê bi kurtî çawa pêşket?…
Jan Arslan: Ez li navçeya Mêrdîn Qoserê, ji dayik bûme. Min dibistana seretayî, dibistana navîn û lîseyê li Qoserê xwend. Li Zaningeha Dîcle min beşa endezyarîye ya avahîyê qedand. Di sala 2002 an de min li bajarê Mêrdînê dest bi xebata endezyarî yê kir.
Heta zaningehê ez guhdarvanê muzikê bûm. Gava ku min dest bi zaningehê kir, min dest bi muzîkê jî kir. bi gitareke erzan û bê kurs xwe bi xwe bi amatorî min gav avêt muzikê.
Pêşî min stranên hunermendên Kurd xwand di civînên hevalan de.

Gava min dest bi xebata endezyarîyê kir li ofîsê di demên wala de min li gitarê dixist. “Min stranên xwe da Ayhan ku ew van stranan, di produksiyonên ku amade dike de bi kar bîne lê, Evcî pêşniyar kir ku van stranan ez bixwînim”
Awazsazî bi amatorî di wan deman de destpêkir. Awaz a yekem min ji bo helbesta Keçaperî çêkiribû. Min stran pêşkeşî hevalên xwe kir pirr hat ecibandin. Piştî vê min hêdî hêdî awazên din jî çekir.
Di sala 2006 an de di mihrîcana şaredarîya Qoserê min Ayhan Evcî nas kir. Piştî vê nasînê min, stranên xwe da Ayhan ku ew van stranan, di produksiyonên ku amade dike de bi kar bîne. Lê, Ayhan Evcî pêşniyar kir ku van stranan Ez bixwînim. Piştî demekê projeya albumê derket holê û xebatên me destpê kir.
Album bi şirîkatîya SONY MUZİK û PELRECORDS ê derket. Pelrecords şîrketeke nû ye di nav muzîka Kurdî de. Bi piştgirîya Sony Muzikê bi tenê ji bo berhemên Kurdî hatiye avakirin. Qeydên Albumê bi tevahî li bajarê Hambûrgê me kedand. Li vî bajarê bi Muzikjenên herî navdar re em xebitîn. Prodiktor û aranjor ê berhemê Ayhan Evcî ye.

“Albûm di malperên firotinê de ket rêza 4’emîn”

-Albûma we ya “Evînperwer” di medyayê de deng veda. Lê navê te demekê dirêj bi stranên demo ve li Youtube belav bûbû ne wisa….

Raste. Pêşî me stranên demo di internetê de pêşkeşî guhdarvanên xwe kir. Paşê ev stranên demo û 10 stranên di me di berhemê de berhevkirin û me pêşkêşî guhdarvanan kir.
Albûm di malperên firoştinê(D&R) de ket rêza 4 e mîn. Eleqedarbûn a medya yê baş bû. Ez bawerim di demek kurt de wê Evînperwer bighîje guhdavanê xwe..

Hûn ji eleqeya ser albûma xwe çawa dibînin, li gorî we albûma we gihêşt cihê ku layiq dikir? Di aliyê reklam û nasandinê de hewlên pêwîst hatin dayîn? Hûn bi kîjan zehmetiyan re rûbirû tên?

Em nikarin niha bêjin ku albûm giheşt cihê xwe an na. Di nav demê de wê ev dîyar bibe. Reklam û nasandin/danasîn pirsgirêkek herî mezine ji bo muzikjen û hunermendên Kurd. Qedexebûna li ser ziman û çanda Kurdî dom dike. Di tv yan de klip nayên weşan. Rojnameyên bi Tirkî, bi berhemên Kurdî re zêde eleqeder nabin. Lê rojname û malperên bi Kurdî cih dan Evînperwer. Bi saya we ez spasîya xwe jî pêşkeşî wan hevalan dikim..
“Evînperwer; evîna Kurdekî Bajarîye, tenêtîye, windabûne di nav pêlên jînê de”
-Evîna “Evînperwer”ê em dikarin bibêjin ku êdî evîneke bi temamî bajarî ye gelo?…
Raste evîneke bajarîye. Evînperwer; evîna Kurdekî Bajarîye, tenêtîye, windabûne di nav pêlên jînê de

-Aranjorê albûma we Ayhan Evcî ye. Hûn bixwe xwestin ku bi wî re kar bikin. Di demên dawî bi taybetî gellek hunermedên nû bi Ayhan Evcî’yê re dixebitin. Gelo li gorî te albûmên Evcî aranje dike her diçe zêdetir naşibin (wekî hev bûn) hevûdin?

Aranjor û prodiktorê albumê Ayhan Evcî ye. Berî ku em bi hevre bi xebitin têkîlîyen me hebû. Ez û Ayhan Em hevalê hevin. Bi hevre me biryar da ji bo xebatê. Li gorî min xebatên wî balkêşin. Di muzîkê de sînornenase. Ji ber ku tarz a albûmên ku çêdike “pop” e , dibe ku hinek guhdarvan wisa bifikirin. Li gorî min naşibe hevdû, ji ber ku stran ji hev cuda ne..
-Hûn klîbek jî kişandin an na?

Xebatê klibekê me xelaskir. Ji bo strana bi navê” jîn “ klîp hatîye çêkirin. Di demek kurt de dê bê weşan.
“Hevalên bi muzika Kurdî re eleqedarin ji alî aborîyê qelsin. Kes piştgirîya wan nake(sponsor û hwd)”
– Hûn nava kurdan de eleqeya ser mûzîka modern a Kurdî çawa dibînin?

Eleqeya li ser Muzika modern ya Kurdî ne zêde ye. Pirr Nifşên nû hatîye bikaranîn(Pop,rock,hip-hop) lê guhdarvanên van nifşan ne zêdeye. Bitenê di nav xortên Kurd yê di zaningehan de eleqe dibîne. Di pêşerojê de li gorî min wê ev xebat zêdetir bibin. Lê di demek dirêj de. Ji ber ku hevalên bi muzikê re eleqedarin ji alî aborîyê qelsin. Kes piştgirîya wan nake(sponsor,şirketên muzikê û hwd).

-Gotinên stranan ya we ye. Tu kengî dest bi nivîsandina stranan kir û çavkaniya te ya hestî çiye?

Gotinê 10 stranan min nivîsandiye. Di berheme de helbestek CegerxWin û helbestek Bro omerî jî heye. Li gorî stnanan, ku ez dikaribim ez dinivîsim. 4-5 sal ê min dest bi nivîsê kiriye. Çavkanîya van gotinan zêdetir xeyaliye.
“Jiyanekî Kurdî bi azadîyê mimkune”

-Hunermedên mûzîka Kurdî ên ji bakûrê Kurdistanê di jiyana xwe ya rojane de zimanê Tirkî bikar tînin, hûn vê yekê çawa dibînin û gelo beyî jiyaneke bi Kurdî mimkune hûnera ser hîma Kurdî were pêşxistin?

Ev rewşek pirr xerabe. Ev pirsgirêkeke mezine.Asimilasyon û qedexeya li ser ziman bi sedsalan didome. Hê jî ranebûye. Ev jî bûye sedema vê pirsgirêkê. Ji ber vê yekê di jîyana rojane de ne bitenê hunermend gelek kes bi Kurdî naaxivin. Ziman Hebûne. Divê herkes li zimanê xwe xwedî derkeve. Jîyanek e Kurdî mimkune bi azadîyê mimkune. .
-Li gorî we rola medyaya Kurdî ser pêşketina muzîka Kurdî divê çawa be?

Medyaya Kurdî gerek piştgirîyê bide Muzikjenên Kurd. Danasîna wan bike û alîkarîyê bide wan. Ji bo huner pêşbikeve piştgirî pêwiste.


“Di nav hunermendên Kurdan de cihê Ciwan Haco pirr giringe ji bo min”
-Tu herî zêde kîjan hunermendan gûhdarî dikî?

Ji ber ku ez nifşên nû dişopînim ez li pirr hunermendan guhdardikim. Bi giranî Hunermendên biyanîne.. Di nav hunermendên Kurdan de cihê Ciwan Haco pirr giringe ji bo min. Ez dev ji stranên wî bernadim. Hevalên me yên muzikjen, Mirady, Hivron, Koma Rewşen, Rodî, Rojdaû hevalên din jî bi kêfxweşî guhdar dikim.
“Di demekî nêzîk de albûmên 2 muzikjenên nû; Rosna û Cesur Rekawt derdikevin”
– Rojên pêşde çi projên we heye? Mizgînîyeke te heye bo xwendevanên me?…

Li gorî çûna albumê wê qonser dîyar bibin. Stranên nû pirr in. Di sala nû de di berhemeke tevlihev de ezê 2 stranên nû pêşkeşî guhdarvanan bikim. Di albumên du hevalên mi de stranên min hene. Du muzikjenê nû; Rosna û Cesur Rekawt di demek nêz de ew jî wê xebatên xwe pêşkeş bikin..

-Xewna we ya bextewariyê çiye?

Xewna bextewarîyê, jîyanek azad û jîyanek bi Kurdîye.
-Tiştekî ku we herî eciz dike çiye?.

Girîye. Çi jin, çi mêr , çi zarok gava kû digirî ez pirr aciz dibim.

-Rojekî normal ya Jan Arslanê çawa derbas dibe? Ji xeynî mûzîkê tu herî zêde bi çi re mijûl î?

Rojên min bi giranî din nav malbatê derbas dibe. Ez zêde dernakevim devre. Gava ku derdikevim jî dost û hevalên xwe dibînim, bi wan re diaxivim û rûdinim li cihekî.. Ji bilî vê bi xwendina pirtûkan û temaşekirina tv ye rojên min derbas dibin. Ev demek kurte ji boy xebatên muzîke ez ji endezyarîye dûr ketime. Ezê dîsa dest bi xebatên endezyarîyê bikim di demek nêz de . wê gavê di jîyana rojane de ezê zêde bi endezyarîyê mijûl bibim..

-Di dawiyê de hûn çi dixwazin bêjîn ji xwendevanên me re û lê zêde bikin…

Ez bi saya we slavên xwe ji xwendevanên we re pêşkeş dikim. Ji xebatkarên HAWAR NET’ê re jî serkeftin dixwazim.

-Em wek HAWAR NET spasiya we dikin. Di dawiyê de hûn dixwazin tiştek bêjîn û lê zêde bikin?

Spas xweş.
(HAWAR NET – Bi nîşandayîna çavkaniyê wekî “HAWAR NET” ev hevpeyvîn dikare bê bikaranîn.)

26

Dîlber Hêma yek ji wêjevanên nifşên nû ye ku bi riya helbesta kurmancî hest û ramanên xwe radixe ser pelên kaxezan. Helbestvana ciwan a Qoserî nêzîkî 10 sal in ku di nava edeba kurdî de ye. Çendek berê berhema wê ya yekem bi navê “Medûsa”, li Stenbolê ji nav Weşanên Avestayê, wekî “Rêzepirtûka Şahmaranê” ronahî dît.

“Medûsa ji helbestên min ên 8-9 salan pêk hatiye.” Dibêje Dîlber Hêma. Pirsa min a bi rengê; “Çima Medûsa?” bi nazikî û henûniya helbestvanekê wiha dibersivîne: “Medûsa; jineke pir xweşik, lê pir hatiye çewisandin. Ji hêla hemcinsa xwe Athena ve hatiye lanetkirin. Rûbirûyî komployan hatiye. Sedem jî zilamek e: Phoseîdon… Ez gelek di bin bandora “Efsaneya Medûsayê” de mame.”

Bandoreke wisa ku dibe sedema van gotinan: “Qêrîna Medûsayê ku di cihekê de asê û nîvco maye, dixwazim biqîrim. Ji ber vê yekê navê kitêba min Medûsa ye…”

Dîlber Hêma kitêba xwe bi sê beşan diyariyê me dike: MED+Û+SA. Dixwazim ku van beşan rave bike, texsîr nake û dibêje:

MED: Welat e. Welatê min. Helbestên li ser welat hatine nivîsandin.

Û: Însan, valahî, her cure haletî rûhiyeya însên.

SA: Zindiyên din ên ji bilî mirovan. Sewal û giyanewer. Her tiştê têkildarê jiyanê.

Dîlber Hêma di sala 1981-ê de li Qosera Mêrdînê ji dayik bûye. Dibistanên seretayî, navîn û lîseyê li Qoserê xwendiye. Niha li Zanîngeha Anadoluyê, Fakulteya Hîndekariya Ji Derve (Açıkogretîm), Beşa Berêweberiya Gelemperî dixwîne.

Fermo hûn û gotûbêja bi Dîlber Hêma re…

(Salihê Kevirbirî): Dîlber Xan di serî de dixwazim tu behsa serpêhatiya xwe ya kurdî/kurmancî bikî; yekem car te kengê dest bi nivîsandinê kir, di nav şert û mercên çawa de te destpê kir?

(DÎLBER HÊMA): Mixabin jiyana min a nivîsandinê ne bi zimanê kurdî lê bi zimanê tirkî destpê kir. 18 salî bûm dema min bi zimanê tirkî dinivîsand. Helbet sedemên tirkînivîsandinê eyan û berbiçav in. Her kesê li vî welatî dijî, dizane ku nivîsandina bi zimanê kurdî rastî astengiyên dijwar hatiye û hê jî tê. Helbet perwerdehiya bi zimanê tirkî ku mecbûrî ye, yek ji sedemên bingehîn e ku min sereta bi wî zimanî nivîsand. Lê tiştekî balkêş jî ew bû ku li devereke wekî Qoserê (Qiziltepe), di nava malê de dayîka min bi tirkî bi min re diaxivî…

Qey diya te tirk bû?

Na!.. Dayîka min kurd bû helbet… Lê bi min re bi kurdî qise nedikir. Ez zaroka herî biçûk bûm. Bawer im ji ber vê yekê dixwest bi tirkî qise bike. Bi rastî jî balkêş e, li devereke wekî Qoserê, di nava malê de û axaftina bi zimanê tirkî… Xwarzî-birazî jî dikarim bibêjim ku bi tirkî mezin bûn. Lewre gelek caran min diya xwe sûcdar kiriye. Çima, ji bo çi zimanê tirkî…

Êş û azarên van salan û çûnûhatinên ber deriyên zindanan û bendewarî gelek bandor li me dikir ku em hay ji kurdbûn û nasnameya xwe hebin. Yanî serê pêşîn kurdbûn hebû û paşîn nivîsandina bi kurdî.

Baş e. Ez dîsa vegerim ser pêvajoya nivîsandinê… Dema yekem ku te destpê kir û bi zimanê tirkî helbest nivîsandin, li hin deveran hatin weşandin an na?

Helbet!.. Wê demê li Qoserê bes bi tenê rojnameyek derdiket ku navê wê “Perspektif” bû. Yekem helbesta min a ku di wê rojnameyê de derket, wekî niha li bîra min e: “Peçelî Toprak” (Axa Birûpûş).

Zanîna ku ez dizanim, piştî 18 saliyê hevnasiya te bi derdoreke kurdî/kurdewar re çêdibe. An ez şaş im?..

Na, rast e!.. Min di destpêkê de behsa diya xwe kiribû ku bi min re bi zimanê tirkî dida û distand. Lê li hêla din kurdiya me jî hebû. Em ji kurdî ji binî ve ne-mehrûm bûn. Bavê me bi me re bi kurdî diaxivî. Li derdorê kurdî her di guhê me de bû. Li hêla din, eleqeya min li ser çand-huner-edebê hebû. Bes tiştên me dixwendin, bi zimanê tirkî bûn.

Wekî te jî kerem kir, piştî ez bûm 18 salî û pê ve, êdî min derdoreke kurmancîaxêv/kurmancînivîs/kurmancîfikar hebû. Kesên ez di civata wan de bûm, rabûn û rûniştina wan serdanpê bi kurdî bû. Wan deman jiyana min kete nava merhaleyeke nû. Pêvajoya kurmacîaxêv û kurmancînivîsandina min her ew pêvajo ye.

Sal?..

Hema bêje sala 1998 bû…

Wê salê te dest bi nivîsandina kurdî kir. Nivîsên te nivîsandin, çend ji wan jî hatin weşandin. Kovara “Kevan” li bîra min e ku min bixwe yekem car navê “Dîlber Hêma” li wir dît.

Di sala 2002-yan de helbesta min a bi navê “Nepeniya Bêperde” di hejmara 1-em de; helbesta bi navê “Pinpinîkên Hişk-kirî” di hejmara 3-yem a kovara Kevanê de derket ku li ku li Mersînê dihate weşandin. Hema di wan deman de, ne şaş bim di adara 2002-yan de bû, helbesta min a bi navê “Mizgînxêrkê” di Rojnameya Azadiya Welat de hate weşandin.

Di vî warî de kesên piştgir hebûn ji bo te? Bi gotineke din kî û kê bûn ew kesên “kurmancîaxêv/kurmancînivîs/kurmancîfikar” ên li derdora te?

Civateke me hebû wê demê. Em li sendîkaya mamosteyan Egitim-Senê diqesidîn. Me li wir qesta hev dikir, em li hev diciviyan. Wekî nav Rênas Jiyan û Yaqob Tilermenî hebûn ku ez di bin bandora wan de mam. Danûstandinên vê civatê her bi kurdî bû. Dabaşên mijarên me li ser edebiyat, huner û çanda kurdî bû. Civateke xweş û geş bû bi rastî. Carcaran Îrfan Amîda ji Mêrdînê dadiket Qoserê, em li ser helbest û edebiyatê diaxivîn. Niha mirov bêriya wan civat û caqiyan dike…

Tarifa helbestê li ba Dîlber Hêma çi ye? Ji bo çi helbest. Ji bo te helbest xwediyê wateyên çawa ne?

Kurt û kurmancî; helbest ji bo min “jiyaneke rengîn e”. Helbest bi ya min “lingê jiyanê” ye. Ya ku jiyanê li ser lingan dihêle, helbest bixwe ye. Helbest “qam û qidûmê jiyanê” ye… hem ling e, hem mil e. Helbest ji bo min deşîfrekirina xewn û xeyalan û vekirina deriyên binhiş û paşxaneyan e. Û hilberîna lêgerîna wateyên nû ye. Nimûne; hilweşandina fikrên ku di malan de hatine kedîkirin; serîrakirina li hemberî pergala baviksalariyê ye…

Car heye ku helbest dikeve xewna te?

Belê çawa!.. Çavkaniya çend helbestên min xewnên min bixwe ne. Car hebûye ji xew hişyar bûme, rabûme min dest avêtiye kaxez û pênûsê û dest bi nivîsandina helbestê kiriye. Hêmayên xewnên min, paşê bûne hîm û bingeha helbestên min. Helbest ji jiyana min derxin, wê beşek ji laş û jiyana min kêm bibe. Ezê bibim xwediya jiyaneke “kêmendam”. Divê mirov afirîner û hilberîner be. Di vî warî de mirov xwe berpirsiyar hîs dike. Lewre jî ez hewl didim berpirsiyariya xwe, bi afirenêriya helbestê pêk bînim.

Kes hene ku di warê derbirîn û îfadekirina di nava civakê de xwe baş nikarin bidin fêmkirin. Lewre jî bi rêgeya nivîsandina helbestê hewla xweîfadekirinê didin. Ji bo te jî wisa ye an?

Siheta te xweş, eynî wisa ye!.. Ez bixwe jî gelek caran tiştên ku dixwazim di nava civatê de bînim ziman nikarim pêk bînim. Lewre jî serî li helbestê didim. Jixwe xwe bi zeliqandin û israra bo helbestê ji ber vê sedemê ye. Gelek caran mirov ditengije xwe bi kesê li hember bide pejirandin. Mirov di warê parvekirinê de astengiyan dikişînin. Lewre bi riya helbestê parvekirina tê xwestin, pêk tê. Di rastiya xwe de ev, veşartineke din a kesayetiyê ye. Bi ya min kesayetiya heyî tiştek e, kesayetiya helbestê tişteke din e…

Tu bixwe kesayetiya xwe bi helbestê didî der?

Belê belê!.. Ez bi helbestê kesayetiya xwe didim der. Ji ber ku tu bi awayeke tevahî û kemilandî nikarî kesayetiya xwe bidî pejirandin. Lewre kesayetiya rasteqîn li gorî bîr û baweriya min, kesayetiya helbestê ye.

Gava tu dest bi nivîsandina helbestê dikî, dikevî nava “haletî rûhiyetek” e çawa? Bo nimûne; tu xwe ji derdorê-jiyanê dişoyî an li dorhêla te bi milyonan kes hebin ne xema te ye, an jî dixwazî derî-pencereyên xwe mifte bikî?

Di rewşeke wisa de kitêb li dora min hebin bes e. Gava ez dest bi nivîsandina helbestê dikim, çavên xwe li odeyeke tije pirtûk digerînim. Divê ez li wê odeyê tenê bim û bêdengiyek li dar be. Her wiha divê guhên min li ser muzîkê be û aramî hebe. Kitêb û muzîk hebe, helbestnivîsandina min hêsantir dibe.

Gelek kes hene dibêjin; “’îlham”. Ez bi “îlham” nanivîsim. Ev hêma li ba min tuneye. Carinan wêneyek, carinan stran/kilamek dibe îlhama nivîsandina min. Bi ya min îlham, êşandina mejî ye. Mesela ez li her derî nikarim binivîsim. Bi awayeke din bibêjim; gava zarok diwelide dayîk çawa diêşe, bi ya min dema mirov helbestekê diafirîne, divê êşê bikişîne.. Gava ez bixwazim helbestekê binivîsim, beriya her tiştî ji helbestvanên cihê cihê 3-4 helbestan dixwînim.

Car bo te hene ku ji bo nivîsandina helbestekê “10 caran” kaxezan biçirînî biavêjî?

Demên wisa pir çêdibin. Jixwe divê mirov kaxezan biçirîne biavêje. Ji bo rûpeleke nû tu binivîsî, divê tu rûpelan biçirînî. Gelek caran tiştên ewil têne nivîsandin, ne yê daqurtandinê bin û bi serê te nekevin helbet divê bêne çirandin û avêtin. Ji ber ku ew “reşnûs” bixwe ne. Ez bixwe ne tekûzperest im û deh caran kaxezan naçirînim/navêjim. Lê belê ji bo nivîsa min bi dilê min be, pêwîst be ezê bibim “qesasê” kaxezan…

Herçi kurdî, herçi biyanî di warê helbestê de “delalên ber dilên te” kî ne?

Delalên ber dilên min; Rimbaud, Bachmann, Baudelaire, Mayakovskî, Anna Ahmatova, Lîna Salamandra, Sylvia Plath, Edîp Cansever, Cemal Süreya, Ece Ayhan, Küçük İskender, Murathan Mungan, Enis Batur, Furûx. Di helbesta kurdî/kurmancî de Cegerxwîn, Ehmed Huseynî, Arjen Arî, Feqiyê Teyran…

Ji nifşên nû?..

Rênas Jiyan û pirtûka wî “Janya”, “Şopa Neşûştî” ya Îrfan Amîda, Kejal Ehmed.

Bîr û boçûnên te li ser helbesta kurdî ya nûjen ango modern bi çi rengî ne?

Helbesta modern di serî de xwediyê honandineke azadiyane ye. (Di helbesta modern de watezanî, zimanzanî û helbestzanîyeke bi rêkûpêk heye. Vegotineke hundirîn a mirovê parçebûyî dinimîne. Lêgerîna hêmayên hebûna nû ye. Bi van hêlên xwe ji helbesta klasîk vediqete. Ji ber ku sînorên di klasîkbûnê de hatine danîn, bi zanebûn tên hilweşandin. Îcar helbesta kurdî ji vê hêlê ve cudatiyeke wê ji helbesta cîhanê heye. Hin helbestvan ne tê de, bi gelemperî helbesta kurdî ya ku berê wê li modernbûnê ye, pişta xwe bi zexmî daye helbesta kevn. Lê bi hêvî me ku helbestên tên nivîsandin/bên nivîsandin dê bi hêsanî têkeve qada bezandinê ya helbesta cîhanê.

Kurd nanivîsin. Nexasim jinên kurd ku dinivîsin wekî tiliyên destan kêm in. Derbarê vê yekê de fikra te çi ye?

Ne tenê di nava kurdan de, her wisa li tevahiya cîhanê rêje û asta pênûsa jinê kêm e. Helbet sedemên vê yekê gelek in. Lê astengiyên li ber derbirina fikir û ramanê, kêmbûna demokratîkbûyînê, mixabin ji mêran bêhtir bandora xwe li ser jinan dike. Di şertên wisa de jin dê çawa binivîse. Di nav civakên rojavayî de rewş hinek baştir e. Lê di nav rojhilatiyan de, di warê dabaşa mijarê de rewşa jinê kambax e. Kurd jî ji berk u yek ji neteweyên rojhilatî têne hesibandin, rewşa heyî rewşeke karesatî ye.

Her çiqas kêm be jî, di demên dawî de di nav jinên kurd de pênûsên xurt derketine pêş. Piraniya wan jî helbestvan in. Hêvî ew e ku hejmara wan zêde bibe…

Naxwe di pêvajoyeke wiha de, rêzepirtûkên jinan ku Weşanxaneya Avestayê bi navê “Şahmaran” pêşkêşî dêhn û bala edebiyathezên kurd dike şayanê pesindanê ye. Ez bixwe wiha difikirim. Di bin vê banê de heta niha 15-16 pirtûkên jinên kurd hatin weşandin. Wisa xuya ye di demek enêz de ev hêjmar dê derkeve 20-î…

Belê bi rastî jî ev xizmet, xizmeteke pesindanê ye ku Weşanxaneya Avestayê daye ber xwe. Ev yek dê rê li ber jinên kurd veke. Bi ya min xebatên wiha dikin ku jin pênûsa xwe ya rengîn ku li “qul û qewêran” veşartine, derxin holê. Jixwe kitêba min ji berê de amade bû. Lê min bixwe nedixwest weşanxaneyeke din çap bike. Ji ber ku min pir qedir û qîmet da “Rêzepirtûkên Şahmeran”. Ez serfiraz im ku pirtûka mim “Medûsa” di nav vê rêzê de ronahî dît.

***

Çend helbest ji Dîlber Hêma*:

serşoka şoreşê
gelo li vî welatî bager çêdibûn
şer ji xwezayê re dilopeke aramiyê dihişt
gelo çivîkên dara jêkirî dixeyidîn ji pênûsan

gelo ji bilî pejirandina zagona evînê
tu tişt pejirandibû emma goldmanê
û gotina wê:
“ger ez ê nikaribim dansê bikim
dê ev şoreş ne ya min be”
çiqasî jin diwelidandin

piştî ew qas pirsan
salnameya dahatûyê nexwaz keça min
ji ber ku ew li dû te man
rûbar ji miriyan re bûye serşok
tasika mirovahiyê li hewayê maye

min pêlîstokên xwe giş li derve hişt
ji ber ku vegera zarokiyê
di bin axê de mabû
malzaroka xerabiyê
dizê
qulqulî dibin çîrokên hevşabûnê

bikêrhatina nameyan ne bi xêra çeperkeran e
bi xêra hibra pirtûkan e
gelo em ê dîsa hez bikin ji daran

Kanûn 2007, Mersîn

&&&

bi min re bijî

çav diqirpîne helbesta min
rêzikek ji helbesta anna ahmatovayê:

“payîz di navbera darkevotan re
dikir pistepist û digot: bi min re bimire!”*

rûpelên windayî bi qasî temenê payîzê
zer li ser maseyê
şopên di berfê de
reş dixeniqîne çûyînan
lê bîranînên spî
dadigire şûna şopan

bi wêneya rojê ve dizeliqe
xwekuştina masî
pênûs diperpite
kaxiz ber bi reşbûnê ve diçe
zimanê tenêtiyê
li dû hezkiriyan tenê dimîne

dara pirtûkê di taldeya kuçeyan de
pel bi pel diweşe
ser bêdengiya kolanan
vediniciqim-
pelek jê dikeve destê min
bi xwendina rû(pel)an
bêriya dahatûyan dikim
dahatû kesk
di kefa destên min de

li odeyê rûpelên zer
hezkiriyên qerebalix
dara bêpel
dahatûyên hûrbûyî

helbesta min ji derve rûyê xwe da
xumamiya paceya li hundir
bi temena helbesta ahmatovayê re bişirî û got:

“ligel temenê helbesta te yê 94 salî
bi min re bijî!”

28. 03. 2005, Mersîn
* Anna Ahmatova, Strana Hevdîtina Dawiyê

&&&

medûsa

xwîn dibe baran
dineqişe bi dilopan
çavên xezalê
xezal
li xweşikbûna xwe
mikur tê

xwîn dibe jahr
pê vedide
porê medûsayê
digirî sarinca bin erdê

xwîn dibe bahr
di xew(n)ên arî de
kevz digre
deqên dayikê

ji şevên bêkolan
sîlueta keçekê didize
xezala beza
û
ji bilî bêjeyên bêjî
namîne stêrk li asîmanan

dilên dil(ber)keçik
dipengize ji malên kavil
û
ji pêsîrên medûsayê
diherike xwirêza jiyanê

baran
li dû xwe dihêlê
xweşikbûna xwe
bar dike ji bajaran

jahr
xwe jahrdadayî dike
bi bargiraniya welatekî gulîsor

bahr
bi med-cezîra botanê
tewaf dike tirba mem û zînê
û dimiçiqe (bi hawar)

li xwînê dilikumim
helbesta qîzanî
di xwînê de dihêlim
û diherim

Gulan 2003, Qoser

* Medûsa, Weşanxaneya Avesta, Kurdî, Stenbol

rojnameger@hotmail.com

GOTÛBÊJ: SALIHÊ KEVIRBIRÎ

37

STRANBÊJ AYFER DUZDAŞ: Radyoyeke me ya biçûk hebû. Li her derê radyo tunebû. Li malên teketuk hebû. Ji zarokan re qedexe bû ew radyo. Bes balkêş e ligel ku zarok bûm, destûra min hebû ji bo guhdarîkirina radyoyê. Muzîk çêj û tehma jiyanê ye!.. Eyşe Şan delala ber dilê min e… Min sê salan bêrîvantî kir, li ber pez min stran û kilam digotin!..     

Ayfer Duztaş; Hunermenda kurd a ciwan û dengxweş… Ev 12 sal in ku li Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) di nava muzîk, deng û awaza kurdî de ye. Yek ji hunermendên xwediyê şêwazeke cuda ye. Li gorî baweriya min, di dengê Ayferê de, êş, jan û zêmarên kurdan veşarî ne. Ligel ku bi salan e dinasim, heta roja gotûbêj û sohbeta me jî, ji min kirî ku zaravayê wê kirmançkî (zazakî) ye, lê wê got ku ew kurmanc e. Piştî xebata salên dirêj, yekem albûma wê ya soloyê, ji hêla Kom Muzîkê, bi navê “Leylan”* derket. Piştî derketina albûmê, ez û Ayfer Duztaş em li hev civiyan; min pirsî Ayfer Duztaş bersivand. Di dawiya sohbeta me de ev gotûbêj derket holê…     


SALIHÊ KEVIRBIRÎ: Ayfer Duztaş ji ku ye, di malbateke çawa de mezin bûye, navbera malbatê bi muzîkê re çawa ye, wê çend xwişk û bira hene, perwerdehiya xwe li ku derê/deran kiriye?

 

AYFER DUZTAŞ: Ez ji Sêwazê me. Em Kurmanc in. Li gundê Aldîwazê ya bi ser Hafikê ve ye hatime dinyayê. Min du xwişk û du bira hene. Mezina me xwişka me ye. Ez a duyemîn im. Heta neh  saliya xwe li Sêwazê mam. Min dibistana seretayî heta pola sisêyan, li gund xwend. Paşê me bi malbatî koçî Stenbolê kir. Li Stenbolê, min xwendina xwe ya seretayî û navîn temam kir…

Ayferxan, te got Sêwaz… Malbata te çawa tê naskirin? Wekî malbat, wekî ber û eşîr?

  

Ez ji malbateke berfireh têm. Ji Eşîra Kurmêşan im. Em Elewî ne…

Kurmêşan? Ev eşîr li Dêrsimê jî heye bawer im…

 

Belê rast e. Jixwe ber û pêşiyên me, piştî berxwedana Dêrsimê, bi gotineke din piştî karesata 38-an, ji Dêrsimê reviyane çûne Erzinganê, ji wir jî hatine Sêwazê…

Belê… Têkiliya te û muzîkê li gund destpê kir an?

Belê rast e, li gund destpê kir… Wekî min got, heta neh saliya xwe li gund mam. Wekî tu jî dizanî, berê pîlaq hebûn. Kaset nû derketibûn, lê zêdetir pîlaq dihatin guhdarîkirin.

Jixwe piştî guhdarîkirina wan pîlaqan eleqeya min a li ser muzîkê destpê kir. Li hêla din, li gund ji bilî çûyîna dibistanê, em diçûn ber pez jî. Me bêrîvanî dikir. (Bi ken dibêje) Di jiyana min de sê salan bêrîvantî heye!.. Li ber pez min stran û kilam digotin…

Te bi çi zimanî digot, te çi digot?..

  

Me li malê bi zaravayê kurmancî xeber dida. Wê demê min ji pîlaqên Abdullah Papur kilamên kurdî li ber pez digot. Her wiha stranek hebû ku min herdem digot. Bi zimanê tirkî bû. Strana Edîp Akbayram ya bi rengê; “Anama ana diyesin / babama baba diyesin / sen bize gelin gelesin / nerde kaldın kibar gelin”  bû…

Bi vî awayî, min xwe li ser sehnê didît, sehne dihat ber çavên min. Zarokatiyeke wisa sade lê xweş… (Kurtekeserek dikişîne û berdewam dike) Dizanî, bêriya wan rojan dikim…

Radyoyeke me ya biçûk hebû. Li her derê radyo tunebû. Li malên teketuk hebû. Ji zarokan re qedexe bû ew radyo. Bes balkêş e ligel ku zarok bûm, destûra min hebû ji bo guhdarîkirina radyoyê. Herdem radyo di destê min de bû, min guhdarî dikir û stran û kilamên dihatin gotin ji ber dikirin…

Tiştekî balkêş heye ez ji te re bejîm?

Helbet, kerem bike…

 

Wekî min got di nava malbatê de zimanê axaftinê kurmancî bû. Carcaran çend pîlaq tên ku çend kilam-stranên kurdî tê de hene. Ez jî li dibistanê her stranan dibêjim, lê stranên tirkî. Hestek li min peyda bûye ku dixwazim bi kurdî bistirêm. Di dilê xwe de dibêjim; “Madem em kurd in, bi kurdî/kurmancî dipeyivin nexwe çima ez bi kurdî stranan nabêjim?..”

Ez rabûm min çi kir?

Te çi kir?

  

Min stranên tirkî dikir kurdî û distira. Min li gorî xwe werdigerande kurdî û min digot… Yek ji wan stranan, strana Îzzet Altinmeşe bû ku digot; “Kaşlarini kaldirirsin / Birbirine değdirirsin / Guzelligin yoktur ama / Sen kendini sevdirirsin”. Min kiribû kurdî û distira. Gelek stranên min ên bi vî rengî hebûn…

Helwesteke balkêş e bi rastî… Ayfer tu jî dizanî, di zarokatiya me de jî hebûn; baş tê bîra min, hinek zarok û şagirt (xwendevan) hebûn ku li dibistana seretayî û navincî, mamosteyan bi hewl û zextan ew derdixistin ser dik û sehneyan. Kilam û stran bi wan didan gotin. Tu jî yek ji wan zarokan bûyî an na?

  

Belê ez yek ji wan zarokên ku te behs kir bixwe bûm. Herdem li ber çavan bûm. Her sal min di nava xebatên koroyê de cih digirt. Min bi tena serê xwe stran-kilam digotin, lê bi zimanê tirkî. Ji ber ku ne mimkûn e ku mirov li dibistanan bi zimanê kurdî bibêje…

Carcaran dema ku di nava wan xebatan de min cih nedigirt, xew nediket çavên min. Di ketim nava psikolojiyeke xerab. Çawa ku ez sûcdar û tawanbar bim, moralê min xerab dibû. Xemgîn dibûm. Min digot, “Çima ez di nava vê xebatê de tuneme?”. Min her dixwest li ser sehnê bim û bistirêm…

Pîlaqên Abdullah Papur hebûn, ew dihatin guhdarîkirin. Her wiha Hasan Erdogan hebû, wî bi tirkî digot, lê Abdullah Papur bi kurdî jî digot. Me lê guhdarî dikir.  

Li gund û di nava malbatê de, stranbêj/kilambêjên din hebûn gelo?

Li nava gund merasîmên cemê hebûn. Di van merasîman de, pîr ango dedeyên me li tembûrê dixist û stran digotin. Her çi di nava malbatê de ye, Mamê min (apê min) Huseyîn Duztaş hebû, bi awayê amator kilam digot. Niha êdî nabêje. Dengê dayîka min gelek xweş e. Tesîreke mezin li ser min hiştiye. Kilamên xemgîniyê, kilamên êş û şewatê dibêje…

Kilamên ku te ji dayîka xwe girtine hene?

Helbet gelek in… Mesela min dixwest di vê albûma xwe de, kilameke ku min ji dayîka xwe wergirtiye, bistirêm. Lê belê nebû qismet. Bi hêvî me careke din ezê bistirêm.  Sedema ku niha di vê albûmê de cih negirtin, cudabûna konsepta albûma me bû…

Dayîka te li ser êş û janên 1938-ê kilamên xwe dibêje an?

Na, zêdetir li ser êş û janên malbatê kilamên wê hene. Li gorî hêz û qeweta xwe distire feqîrê… Mesela li ser birayê xwe stran gotiye. Di ciwaniyê de birayê wê jiyana xwe ji dest daye. Zêdetir li ser wî gotiye/dibêje. Zêmarên (agıt) dayîka min gelek hestiyar in mesela…

Heger li bîra te hebe, dikarî bendekî ku dayîka te dibêje, bibêjî?

  

Himmm, mixabin niha li bîra min tuneye…

  

Baş e ne xem e. Ezê li ser muzîkê berdewam bikim; Yekem car nîv-profesyonel be jî hevnasiya te û muzîkê li ku derê û çawa destpê kir? Kes an kesên ku piştevaniya te kir hebûn. Seruvena te ya muzîkê bi çi rengî destpê kir?

  

Ya rast ez bibêjim tu kesek piştgiriya min nekir dema min dest bi karê muzîkê kir… Ji malbatê jî tu kesek yarmetiya min nekir, mala wan ava hê jî nakin! Ji ber ku malbata min naxwaze ez bi muzîkê re eleqedar bibim. Nexasim bi tu awayî alîgirî nakin ku ez bi muzîka kurdî rabim. Li dijî min derdikevin û naxwazin ez bi muzîka kurdî re eleqedar bibim…

Waaa?

Belê mixabin!… Malbata min malbateke Kemalîst e, ji kevneşopiya CHP-ê (Partiya Komarê ya Gel) tê. Diya min hinek nêzîkê min e û hestên neteweyî hinek pêre hene. Dema min li Navena Çanda Mezopotamyayê (NÇM) dest bi xebatê kir, di nava malbatê de problemên mezin derketin. Reaksiyon ango bertekên mezin nîşanî min dan. Demek dirêj min bi bavê xwe re xeber neda li ser vê meselê, pê re nepeyivîm…  Belkî tu bawer nekî lê li ser vê meseleyê carek bavê min, ligel dayîka min avêtibû ser NÇM-ê!.. Ji wan re digot; “Ka we keça min bi ku ve biriye?” Ji ber ku ez çûbûm turneyê û min ji wan re jî gotibû…

Beriya hatina NÇM-yê te çi dikir, li ku bûyî? Li gor zanîna min xwendina te ya Dibistana Hunerên Bedew jî heye wan deman…

Belê rast e… Beriya hatina NÇM-yê di kargeheke taybet de min karê muhasebeyê dikir. Her wiha diçûm dibistanê. Piştî min lîse temam kir, neçûm zanîngehê. Ji derve min xwend. Çûm Lîseya Perayê ya Hunerên Bedew (Pera Guzel Sanatlar Lîsesî). Min li wê derê perwerdehiya şanê, perwerdehiya kemanê wergirt. Min perwerdehiya nota-solfejê li wir dît, lê min li NÇM-ê berdewam kir.

Li vê derê dixwazim tu behsa hatina xwe ya NÇM-yê bikî…

Di sala 1996-ê de ez hatim NÇM-yê. Salek me perwerdehiya notayê dît. Salek paşê jî ango di sala 1997-an de “Koma Vengê Sodirî” ava bû. Ez tevli vê komê bûm. Salek em di komê de xebitîn, me prove kirin bi rojan. Salek paşê jî (1998) me li avahiya NÇM-ya Beyogluyê konsera xwe ya yekem pêşkêş kir. Strangotina min a li dibistanan ne tê de, cara yekem min li NÇM-yê li ser sehnê stran gotin…  Min wê rojê kilamên “Tew Veyvikê” û “Usenê Min” li wê derê strabû… Wê şevê xew neketibû çavên min… Bawer bike niha jî wisa ye, gava konserek hebe, xew nakeve çavên min… Jixwe ev hest bi te re tunebe tu nikarî vî karî bikî. Lewre ez her dem biheyecan im…

Roja ku tu hatî NÇM-yê tê bîra te? Psîkolojiya te ya wê rojê çawa bû?

  

Belê wekî îro tê bîra min… Cihê avahiyê li Tarlabaşiya Beyogluya Stenbolê bû. Avahiyeke kevin bû. Ji bo ku ez qeyda xwe ji bo kursa baxlemayê bikim çûbûm wê dere. Heyecana min gelek bû wê rojê…

Ji zarokatiya te heta niha hunermend û dengxweşên “delalên ber dilê te” kî ne?

  

Min behsa Abdullah Papur kiribû jixwe. Cara yekem min ji wî strana kurmancî guhdarî kir. Yekem car du kaset hebûn ku piranî an giranî stranên kurdî lê hebûn min peyda kirin, kasetên Firat Başkale û Aram Tîgran. Straneke Firat Başkale hebû bi navê “Lorî lorî”, ew her di bîra min de ye… Her wiha strana Aramê Tîgran a bi navê; “Newroz e Newroz e, Bihar e Newroz e”…

Paşê ji stranbêjên kurd, min guh da hunermend Şivan Perwer… Min gelek ji Şivan perwer hez dikir. Lê Eyşe Şana gorbihuşt delala ber dilê min e bi rastî… Herkes li aliyekê Eyşe Şan li aliyekê… Piştî guhdarîkirin û hevnasiya bi dengê Eyşe Şanê re, ez pê hesiyam ku divê dengbêjan nas bikim. Lewre min bala xwe da dengbêjan. Dengbêj di jiyana min de ciheke taybet digirin…

Muzîk ji bo Ayfer Duztaş çi ye? Di jiyana te de çiqas girîng e? Karekî din heye ku tu tercihê muzîkê bikî? Ji te re bibêjin dev ji karê muzîkê berde tê çi bikî?

  

(Dibe pirkêniya wê dikene) Herhal ezê bêkar bimînim!.. Destê min ji muzîkê bikin, ez xwe ji ser banê navêjim, lê bawer im dê heyecana min a jiyanê jî nemîne… Ez tu karî tercihê karê muzîkê nakim. Muzîk bo min gelek tişt e. Çêj û tehma jiyanê ye muzîk…

Muzîk dikeve xewna te carcaran?

Helbet, gelek caran dikeve xewna min…

Te di nava komên muzîkê yên NÇM-ê de gelek sal borandin. Dema tu niha li wan deman dinêrî, wendahiyên te û destkeftiyên te çi ne? Roj çêbû ku te di nava wan koman de got; “Êdî bes e, nema dikarim bikim!..”

  

Salih wekî tu jî dizanî yekem xebata min a hevpar (kollektîf) bi Koma Vengê Sodirî destpê kir, paşê bi Koma Asmîn –Koma jinan ku ji 11 jinan pêk dihat- berdewam kir. Bandora erênî û neyînî yên van koman li ser min çêbû. Aliyê erênî ew e ku hûn pratîk dikin, perwerdehiya xwe didomînin. Gelek derfet dikevin destên we di warê muzîkê de. Di vî warî de gelek aliyên baş û sûdewar hebûn…

Aliyê neyînî ew bû ku, min ji zarokatiya xwe ve dixwest bi awayê hunermendeke soloyê bistirêm. Koman kir ku ez ji vê daxwaza xwe bêpar bimînim. Karê kollektîv, karê kesayetî dikuje. Enerjiya te ya heyî, di nava komekê de winda dibe diçe, an jî belav dibe. Bo nimûne, deh sal berê min dest bi soloyê bikira, niha ez li devereke bilindtir bûm…

Lewre jî, heger xebateke xweser (taybet) nebe, ez tu caran naxwazim vegerim xebata koman…

Em vegerin ser xebata te ya nû. Serxêrê be!.. Bi derengî be jî albûma te “Leylan” derket… Hinek behsa vê xebatê bike ji kerema xwe re…

  

Belê albûma min bi derengî derket. Divê Newrozê li ber destê guhdaran bûya, lê ji ber sedemên taybet û teknîkî 4 meh bi derengî derket. Gelek hunermendên hêja keda xwe tevli albûmê kir. Di salekê de temam bû. Aranjorî û derhêneriya albûmê Mustafa Bîber kir. Me gelek amûr û enstrumentên baş bi kar anî. Sentezeke baş derkete holê. Sentezeke ji çar aliyên welêt di albûmê de tê dîtin. 13 kilam di albûmê de hene ku 12 heb kurmancî, dimilkî (zazakî) û soranî ne. Kilamek bi tirkî-kurdî ye. Me ji strana “Dotmam” (Kilama Çewlikê) re klîbeke xweş çêkir. Strana “Leylo Leylo Ziravê” ya Eyşe Şanê, bi şanazî min xwendiye ku di albûmê de heye…

Rast e, pirsa min li ser wê jî heye… Te berê jî “Sallana sallana neçe seravê” ya Eyşe Şanê strabû û klîba wê çêkiribû. Her du kilam jî tirkî-kurdî ne û yên Eyşe Şanê ne. Çima tirkî-kurdî, çima Eyşe Şan?

  

Dema me ji kilama “Sallana sallana neçe seravê” re klîb çêkir, di konserên li bajarên kurdan de ji min re wiha digotin; “Tu keça Eyşe Şan î?” Gelek kes min wisa dizanin. Ev bo min rûmetek e. Bi rastî jî di warê manewî de ez xwe wisa hîs dikim. Ez wê wekî dayîk ji xwe re dihesibînim. Gelek jê hez dikim, ji dengê wê gelek hez dikim. Tesîreke mezin li ser min hiştiye Eyşe Şan. Lewre di vê albûmê de min straneke wê bi kar anî. Min dixwest dengê wê bi kar bînim, lê di warê teknîkî de pêk nehat…  Çi albûm, kaset û pîlaqên wê hene li ber destên min hene. Didim hev. Eyşe Şan cuda ye ji bo min… Xwezî dem li me biziviriya û min bi Eyşe Şanê re duet bikira…

Bi awayê giştî rewşa muzîka kurdî çawa dinirxînî. Her ku teknîk bipêş dikeve, dezenformasyon jî zêde dibe. Fikra te çi ye di vî warî de?

Rast e, ez jî wekî te difikirim. Ji bilî dezenformasyonê, arabeskbûn û xitimînek jî heye… Mixabin ku berhemên arabesk jê difûre, zêdetir eleqe dibînin, li hêla din albûmên baş, xweser û biqelîte ji eleqeyê bêpar in û nayên firotin…

Min rexneyek heye, beriya ku ji bîr bikim bibêjim; ji nifşên ciwan gelek hunermendên kurd hene ku rabûn û rûniştina wan li ser zimanê tirkî saz dibe. Huner û strangotina wan bi kurdî ye, lê wekî din jiyana wan serdanpê (ji serî heta binî) bi tirkî ye! Hunermendê kurd heye ku dema derdikeve ser sehnê, pêşkêşkirina kilam/strana xwe bi vî awayî dike: “Değerli dinleyiciler siradakî şarkimiz, Mihemed Şêxo’dan ‘Ay lê Gulê’..” (Guhdarên hêja, strana me ya di dorê de ji Mihemed Şêxo ‘Ay lê Gulê’ ye). Piştî vê banga bi tirkî, destpê dikin strana xwe bi kurdî dibêjin… Bavo çima pêşkêşiya xwe bi kurdî nakî?.. Tu jî yek ji wan stranbêjan î gelo? Zimanê kurdî di jiyana te de çiqas serdest e?

 

Beriya her tiştî spas ji bo pirseke wiha… Helbet tu mafdar î. Ev kêmasî heye di nava hunermendên kurd de. Her çi ez im heta ji min tê, dixwazim kurdî/kurmancî di jiyana min de hebe. Jixwe her bi kurdî stranên xwe dibêjim. Çi kurmancî, çi soranî, çi dimilkî (zazakî). Lê tiştên tu dibêjî jî gelek rast e. Lê tiştekî din heye ku bibêjim, ev demek e ku em hunermendên Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) hewl didin ku di civînên xwe de jî bi kurdî biaxivin. Gelo ev têrê dike? Helbet na, divê kurdî zêdetir bikeve jiyana me. Di serî de jî jiyana min…

Her wiha polîtîkaya dewletê tê zanîn. Tesîra vê polîtîkayê ya li ser malbatê eşkere ye. Lê dîsa jî, divê ev yek ji bo hunermendên kurd nebin hincet. Li aliyê din, divê neyê jibîrkirin ku em ji dewreke wisa hatin ku fîkandina bi kurdî (!) bixwe jî qedexe bû…

Navbera te û amûrên muzîkê ango enstrûmanan çawa ye?

Baş e, ne xerab e!.. Ez li baglamayê dixim. Her wiha li kemanê dixim. Li curayê dixim.  Dixwazim li ser sehnê baştir bi kar bînim. Yek ji xeyalên min ên sereke jî ev e…

Pirsa dawî; xeyala te ya herî mezin çi ye?

 

Xeyala min a herî mezin ew e ku rojek were ez koroyeke mezin a jinan ava bikim…

Ayfer Duztaş, hêvîdar im rojek ew xeyala te pêk were… Gelek spas ji bo bersivdayîna pirsan û vê sohbeta xweş…

Ez gelek kêfxweş bûm bi rastî, spasdarî û malavayî ji min…

Kunyeya Albûmê:

Leylan, Ayfer Duztaş, Kom Muzîk, 2008 Stenbol

Aranjor/Derhêner: Mustafa Bîber

Edît: Ercan Tanriverdî, Mustafa Bîber, Ozgur Ozkan Mete

Mîx: Îhsan Apça, Ozgur Ozkan Mete

Masterîng: Cem Buyukuzun

Studyo: Sound, Ada

Bilûr/Ney/Zirne: Eyup Hamîş, Osman Aktaş

Baxlama, Tomîr, Çoyur, Dîwan: Engîn Arslan

Qilarnet: Kîrpî Bulent

Kemançe: Kadîr Verîm

Ûd: Yildiran Guz

Çello: Tîmûr Atasever

Keman: Adnan Karadûman

Mey, Zirne: Ertan Tekîn

Dengên Elektronîk: Mustafa Bîber

Klasîk Gîtar, Elektronîk Gîtar: Mustafa Bîber

Bas Gîtar, E. Bow, Gîtara Bêperde: Abdullah Şakar

Perkusyon: Ugur Goregen

Vokal: Meral Tekçî, Zelal Gokçe, Eylem Aktaş, Alî Geçîmlî, M. Bîber, Ercan Tanriverdî, Kamer Erdogan, Tacettîn Karagoz, Ayfer Duztaş

Ji bo têkilî û danûstandinê:

www.ayferduztas.com


HEVPEYVÎN: SALIHÊ KEVIRBIRÎ
ÇAVKANÎ: NETKURD


rojnameger@hotmail.com

© Salihê Kevirbirî, 2008

10

Muzîkvanê Rockê Kerem Gerdenzerî: xeyala Amedê pêk hat niha dora Hewlêrê ye Muzîkjenê rockê Kerem Gerdenzerî ku beşdarî mîhrîcana Amedê bû, da zanîn ku xeyala wî ya Amedê pêk hatiye û niha jî dora çûyîna Hewlêrê ye. Ji bo başûrê Kurdistanê surprîzeke Kerem Gerdenzerî jî heye. Muzîkjenê rockê Kerem Gerdenzerî ku beşdarî mîhrîcana Amedê bû û ji bi hezaran kesî re stran got, peyamên girîng dan PNA’yê. Me pirsî Kerem Gerdenzerî bersiv da.     

Hûn hinek dikarin destpêka Koma Wetan bikin?

Me Koma Wetan 1973’an de ava kir. Di wê komê de pênc-şeş heval hebûn. Berpirsyarê Koma Wetan ez bûm. Min jî bas gîtarê lêdixist û stranan digot. Em li bajarên Gurcistanê beşdarî gelek festîvalan, radyo û televîzyonan dibûn. Di televîzyonên sovyetê de jî me stran digotin. Em li bajarê Tîbrîsê bûn. Ez li Tîbrîsê hatim dinê.

Ev meraqa we ya muzîkê ji ku hat?

Em ciwan bûn, xwîna me zêde dikeliya. Min di zaroktiyê de muzîkên ewropî û amerîkî guhdar dikir. Şêwe û awaza muzîkên ku min guhdar dikirin, tesîreke mezin li ser min kir. Jixwe zêdetir min muzîka rockê guhdar dikir. Ez di 11 saliya xwe de çûm dibistana muzîkê û bas gîtar hîn bûm. Min li gîtarê dixist û ez piyano hîn bûm. Min ew dem ji xwe re stran jî çêdikirin. Di cemaetan de min ji hevalan re stran digotin. Piştre ez fikirîm min got; gelo çima ez bi kurdî muzîk çênekim?

Dema te dest bi Koma Wetan kir û kaset derxist, gelo gotin û muzîk aîdê te bûn?

Melodî û stran min bi xwe çêdikirin. Piştre em bi hevalên komê re rûdiniştin û me li ser stranê nîqaş dikir. Melodî û awazê xwe me diyar dikir. Piştre ji bo stranê formuleke baş didît.

Lê min gelek gotinên stranên xwe ji berhemên Ordîxanê Celîl, Ezîzê Îsko û Mikaîlê Reşîd jî girtine. Di dilê min de hebû me plaq derxista. Ew dem kaset tunebûn. Li sovyetê fîrmayeke pir bi nav û deng a plaqê hebû. Navê wê Fîrmaya Melodiyan bû. Hemû dengbêj û stranbêjên bi nav û deng ên sovyetê di Şîrketa Melodiyan de plaqên xwe derdixistin. Dilê me jî hebû ku em plaqa xwe ji wê şîrketê derbixin. Taybetiyeke vê şîrketê hebû; ji her kesî re plaq çênedikir. Desteya wan a hilbijêr hebû, wan muzîk û stranan guhdar dikir û biryara derxistin an jî nederxistina plaqê didan. Ger Komîsyona Muzîkê ya Gurcistanê biecibanda, îcar behrem ji Komîsyona Muzîkê ya Moskovayê re bi rê dikir. Ger wan jî biecibanda ew dem plaq derdiket. A me hate ecibandin û me di sala 1990’î de çêkir.

Bawerim we heqê telîfa plaqê ji bo malbatên qurbaniyên Helepçeyê şandibû…


Wan birek pere da me. Ew dem komkujiya Helepçeyê di rojevê de bû. Di televîzyonê de nîşan didan. Cesed, term, hejarî, êş û elema Helepçeyê dilê me diperpitand. Em gelek diêşiyan. Ji ber vê yekê dema şîrketê heqê telîfê (pereyê behremê) da me, me got em pere naxwazin. Me got pereyên ku hûn didin me, ji malbatên qurbaniyên Helepçeyê re bişînin. Wan jî ev daxwaza me qebûl kir û vî pereyî şandin Helepçeyê. Li ser plaqê jî nivîsandin ku Koma Wetan pereyê vê plaqê ji qurbaniyên Helepçeyê re şandiye. Ji ber ku yekemîn koma rockê ya kurdî Koma Wetan bû, li ser plaqê behsa vê yekê jî kiribûn. Di muzîka kurdî de weke nûjeneyê hatibû binavkirin û behsa vê nûjeniya me dikirin. Lê mixabin dema ku di sala 1991-92’an de rejîma sovyetê hilweşiya, Koma Wetan jî belav bû. Min jin û zarokên xwe birin Moskowê û ez li wir bi cih bûm. Hêj jî malbata me li wir e.

Dema ku we muzîka rock çêkir, ew dem dengbêjî zêdetir li pêş bû. Bi taybetî jî li sovyetê wisa bû. Çima ne dengbêjî çima muzîka rockê?

Li ba me gelek dengbêj hebûn. Lê me muzîkên gurcikî, ingilizî û rûsî guhdar dikir. Li welatên ewropî û amerîkî rock populer bû. Ciwanan ji vê muzîkê pir hez dikir. Erê derdora me zêdetir dengbêj bûn lê ciwanan muzîka rockê guhdar dikir. Mirov zêdetir kîjan muzîkê guhdar bike, ew muzîk li ser mirov tesîr dike û mirov piştî demekê wê muzîkê çêdike.

Di giyana muzîka rockê de protest heye. Weke raperînê tê binavkirin. Di navbera ciwaniya te û ciwanên kurdên din ên Gurcistanê de ew dem çi cudahî hebû?

Gelek kes vê pirsê ji min dikin. Rojekê di bernameya Barzan a di Roj TV’yê de, wî jî heman pirs ji min kir. Got; ciwanên ku li muzîka te guhdar dikin dibêjin qey porê te heta nava pişta te dirêj e, tu guhar dixî guhên xwe û cil û bergên cuda lixwe dikî. Lê em li te dinêrin ku lixwekirina te pir sade ye. Min jî got dema ez ciwan bûm wisa bûm, lê niha por tuneye ku ez porê xwe dirêj bikim û guhar bixim guhên xwe. Ez êdî kal bûme. Ger porê min hebûya min ê wisa kiriba. Lê giyana rockê bi min re heye û wê tim hebe…

We heta niha 3 kaset derxistine ne wisa?

Di sala 1992’an de li Moskowê êdî ez bi tenê xebitîm. Min ew dem CD çêkir. Mîr Muzîkê di sala 1998’an de CD’ya min weşand. Piştre Mîr Muzîkê kaseteke din jî derxist. Navê yekî Azadî û navê yekî jî Hawar bû. Min CD’yek jî di şîrketa Fransayê de derxist. Lê ev CD ‘Stranên Bijarte’ bûn. Di gelek marketên muzîkê yên Fransayê de têne belavkirin.

Em hinek behsa Amedê bikin. We Amed çawa dît?

Ez li Amedê gelek geriyam. Ev der gelek xweş e. Ji her derê bêhn û tama dîrokê dibare. Min ji Amedê pir hez kir. Beşdarbûna mîhrîcaneke wiha ji bom in rûmet e. Ya rast hatina min a Amedê ji bo min xewn û xeyalek bû. Hatina li vir ji bo min hesreteke mezin bû. Lê ez gihiştim miradê xwe, xeyala min bi cih hat. Niha Amed pêk hat îcar dora Hewlêrê ye. Çûyîna Hewlêrê jî ji bo min xewnek e.

Niha di turîkê we de projeyeke çawa heye? Hinekê em behsa amadekariyên we yên pêşerojê bikin…

Niha amadekariya albûmeke nû dikim. Min dil heye vê albûmê li başûrê Kurdistanê çap bikim. Min li ser nemir Mele Mustafa Barzanî jî stranek amade kiriye. Min xwest bi vê stranê fedekarî, bedel û têkoşîna ku Barzaniyê nemir daye bi riya muzîkê bi bîra hemû kesî bixim. Di vê albûmê de li ser evînê û pîrozkirinê jî gelek stran hene.

11

Aram Tîgran: Ez niha di xewnekê de me. Ev ji bo min xewn bû. Min di xewnên şevan de jî bawer nedikir ku ez ê bêm Amedê. Min tu ji bîr nekirî Amed, ez hatim dîtina te.  Te jî deriyê xwe li min vekir. Rojbaş Amed! Hunermendê ‘bilbilan’ Aram Tîgran li Amedê ye. Em jî bi heyecanek mezin wekî bi milyonan hezkiriyên wî, ji roja xebera hatina wî derketî heta niha li bendê bûn.

Ji ber ku gelek daxwazên ropartajê ji mamoste Tîgran hebûn, piştî xirecirek mezin û dirêj me karî em randevuyê bigirin. Dema me ji bo randevoyê riya avahiya Midûriyeta Çandê ya Şaredariya Bajarê Mezin girt jî, di rê de bi hevalan re heyecana me hindî diçû zê de dibo. Dawiya dawiyê de, li baxçeyê Midûriyeta Çandê em bi mamoste Tîran re rûniştin. Lê çawa Mamoste Tîgra hatina xwe ya Amedê wekî ‘Xewnek rave dikir’, dîtina me ya bi wî re jî ji bo me xwenek bû.

Cihê wî cuda bû

Gelek hunermendên ji me dûr û bi salan em li bendê mayîn hatibûn cem me. Lê tu hunermendan wekî mamoste Tîgran bandor li ser me nekiribû. Li gel ku em bi xwediyê dengê xerîb, evîna bilbilan re, xwediyê stranên, ‘Ez ciwan bûm tubaş zanî’, ‘Ey Dîlberê’, ‘Şev çû’ bûn, gelek taybetiyên wî yên din jî hebûn. Lewre hatina Tîgran wekî wî, ji bo bi milyonan hezkerên wî jî, wekî xwenekê bû. Tîgran dê carek din li hemberî sûrên Amedê, bi hemû esaleta xwe li bilbilên xwezaya erdnîgariya welatê Rojê bistire. Aram ku tevahiya jiyana xwe li ser wesiyeta bavê xwe di ber çanda gelê kurd de daye û her tim li cem gelê kurd cih girtiye, carek din dê hewil bide derd û kulên gelê kurd bîne ziman. Tîgran ku di nav çanda gelê ermenî û kurd de sembola herî ber bi çav ya hevgiriya çandan û biratiya gelan e, derbarê jiyan, huner, hatine xwe ya Amedê, hêvî û ramanên xwe de pirsên DÎHA’yê bersivandin.

Bingeha dostaniya we û kurdan çawa dest pê kir?

Em berî her tiştî gelên kurd û ermenî ji gelên herî qedîm ên vê axê ne. Bi salan wekî biran jiyan e. Qenciyên gelên kurd li bavê min bûne. Bavê min her tim digot ez bi xêra kurdan li ser rûyê dinyayê ma me. Ji ber ku di dema qetilkirina ermeniyan de malbatek kurd ew xilas kiribûn. Ji ber vê yekê xwe ji gelê kurd re deyndar dihesiband. Ji ber vê yekê her tim ji min re digot, “Kurê min heta tu hebî alîkarê gelê kurd be. Tu jî niha saxî û li ber çavê min î. Ev yek bi saya serê kurdan e. Ji bo wê tu dê her tim di xizmeta wan debî. Bi hunera xwe û keda xwe dostaniya wan her bidomînî”. Min jî weysiyeta bavê xwe bi cih anî. Min gotina wî ji xwe re wekî şiyar girt.

Mamoste Tîgran çawa dest bi jiyana hunerê kir?

Ez di 1934’an de li Bajarê Qamişloyê ji dayîk bûme. Di 18 saliya xwe de dema min dibistan qedand. Bavê min rojekê gazî min kir û got ‘hind gotinên min ji te re hene’. Hingê dibistan heta pola 6’an bû. Piştre dîploman didan û dibistan diqediyan. Gelek kesan heta sala 9’an dixwend. Min jî ligel her tiştî heta 9’an xwend. Lê bavê min piştî min dibistana pola 9’an qedand, got êdî ez te naşînim dibistanên pêşiyî. Min jê re got çima got ez dixwazim êdî tu bi hunerê re eleqedar bibî. Got ez jî wekî tu dibînî li bilûrê dixim, hunermend im. Tu jî dê bibî hunermend. Min jî got ser çavan. Çû ji min re udek kirî anî û ez danîm ber destê mamosteyekî. Heta 6 mehan ez hinekê pêş de çûm. Dema emrê min bû 20 salî, ez baş pêş ketim. Min dest pê kir êdî ez diçûm şevan. Me bi 3 zimanan digot. Kurdî, erebî, ermenî.

Mamoste we pêşiyê bi udê dest bi hunerê kiriye, lê hûn bi cimbûşê tên nasîn.?

Dema min dest bi udê kir, hingê mîna niha cîhaz, teknîk tune bû. Ji ber vê yekê me zora xwe dida ser dengê xwe. Me zor dida udê lê dengê wê nizm e. Carek ez çûbûm dawetekê, min dît ku ji Amedê komek anîne. Li wir çavê min bi cûmbûş ket. Dengê wê pir bilind û lezîz bû ji min re. Min pir meraq kir û lê nêrî. Min dît ku têlên wê û yên udê heman in. Yek jî bilind bûne dengê wê bandorek mezin li ser min kir. Min biryar da ku ez ji xwe re cûmbûşekê peyda bikim. Piştre min ji Tirkiyeyê yek anî û dest bi cûmbûşê kir.

Kurdiyek we ya pir zelal heye.?

Raza vê yekê ew e ku bavê min û diya min bi kurdî diaxivîn. Her tim di malê de zimanê wan ê sereke kurdî bû. Tu caran min carek nedît ku bi ermenî axivîn. Yek jî zimanê kurdî pir xweş diaxivîn. Em jî kurdî ji wan hîn bûn. Bavê min helbstvan bû ji xwe. Ji bo min helbest dinivîsandin. Stranên Bilbilo, Diçim Diçim, Bi Hestera Yerîvanê ji min re nivîsandin. Gelek stranên din jî wî ji min re nivîsandin.

Di stranên we de bilbil her tim li pêş e, sedema vê çiye ?

Di kilamên min de rast e. Bilbil li pêş e. Meseleya bilbil û ya kurd, ermen, suryanî û gelê din ên bindest yek e. Bilbil ji bo min her tim bi hestera welatê xwe dixwîne. Ev gelên Rojhilata Navîn ên qedîm jî, her tim li ser axa xwe penaber, xerîb û sirgûn bûne. Bilbil hêlîna wî xirab bûye. Hêlîna wî tune ye. Em jî wekî bilbil bê hêlîn bûn.

Dema hatina we ya Amedê zelal bû, we çi hîs kir?

Ez berî bêm Amedê min xelatek ji bo Amedê çê kiriye. Hatina min a Amedê niha ji bo min xwenek e. Ez niha di xwenekê de me. Min gelê kurd ê qedîm cardin li vir dît. Yanî hestên min bi gotinan nayê ziman. Ez dixwazim bi strana ku min ji bo diyariya Amedê çêkiriye bi çend çarînan hestên xwe bînim ziman. Ez dê vê yekê di roja festîvalê de bêjim. “Di nav xwenên şevan de min qet bawer nedikir ez bibînim bajarê Diyarbekir. Roj baş Diyarbekir, me te jibîr nekir, em hatin te bibînin te derî li me vekir”. Ez dibêjim roj baş Diyarbekir.

Dema tu ji Ewropayê hatî çi daxwaz ji te hatin kirin?

Dema ez hatim gelek hunermendên hevalên min, nas û niyasên min ji min xwestin ku ez li hemû deverên dîrokî yên Amedê, li her kuçeya Amedê wêneyan bikişînim û ji wan re bibim. Xwestin ku ez bi hesreta dilê xwe wêneyan ji wan re li vir bikişînim. Min got ez dê biçim stranan bêjim hûn jî di televîzyonê de lê temaşe bikin. Hemûyan gotinên, “Xwezî em jî bi te re bûne, rihê me bi te re bûye” hestera dilê xwe anîn ziman.

Ligel axa Ermenîstanê ya azad çima Mamoste Tîgran li xerîbiyê dijî?

(Bi rûye xemgîn) Min heta niha bi dehan ropartaj kirine lê yekem car e ev pirs ji min tê kirin. Ez naxwazim bersiva vê yekê bidim. Raste Ermenîstan welat e, cihê ermeniya ye, lê cihê ez lê ji dayîk bûme Qamişlo ye. Derketina me ya Ermenîstanê jî wisa bû nesîb. Gelek welatên min hene. Ez dê bi mêvanî êdî bigerim (dikene)

Mamoste dixwaze li Amedê bi cih bibe

Ez dê her tim werim Amedê bibînim. Lê ez heta niha ne fikirî me.

Xebatek niha di destê we de heye?

Ez dixwazim li Amedê albûmek derxim. Her wiha dixwazim qilîbek jî çê bikim. Ji xwe min ji bo diyariya Amedê stranek çê kir. Ez dê di konsera mîhrîcanê de bixwînim. Heta niha min 12 qaset derxistin. Ez dixwazim hêj hunerê çê bikim.

E. BOZKURT/ÎBRAHÎM AÇIKYER/ DÎHA/AMED

YENİ ÖZGÜR POLİTİKA

24

Yekemîn albûma solo ya muzîsyena kurd Ayfer Duztaş ku salên dirêj di komên cuda yên muzîkê ku di bin banê Navendên Çanda Mezopotamyayê (NÇM) de xebat dikin de cih girtiye, di demeke nêzîk de derdikeve piyaseya muzîkê. Ayfer Duztaş di sala 1996’an de li NÇM’ê dest bi perwerdehiya muzîkê û baxlemayê kir. Di sala 1998’an de li Lîseya Hunerên Bedew a Perayê dest bi perwerdehiya şan û kemanê kir. Piştî perwerdehiya du salan di Koma Venge Sodirî ku bi zaravayê zazakî muzîkê dike û di Koma Asmîn ya ji 11 jinan pêk hatibû de cih girtiye.

Di albûma Şahiya Stranan 1-2 de cih girt. Her wiha di albûmeke ‘Wayir’ ku bi zaravayê zazakî ye de cih girtiye. Ayfer Duztaş dê bi albûmeke ku çîrok, êş û hestên kurdên ku li her çar parçeyên Kurdistanê dijîn, hene. Duztaş, çîroka xwe ya muzîkê û albûmê ji DÎHA’yê re vegot.

– We berî vê jî di komên mûzîkê yên NÇM’ê de cih girt û gelek xebatên baş kirine. Hûn dikarin serpêhatiya xwe ya bi van koman re bi kurtasî ji me re bêjin?– Ger ku em bên ser albûma we ya solo, we bi gelek komên baş re xebat kir, lê hûn niha xebateke serbixwe dimeşînin û hûn albûma solo amade dikin. Em dikarin hewcehiya we ya bi albûma solo hîn bibin?

Bi rastî dema min nû dest bi xebatên li NÇM’ê kir jî di hişê min de albûma solo hebû û kom jî ji vê re bûn wesîle. Ji bo min xebata bi koman re tecrûbeyek bû. Dikarim bêjim wekî dibistanekê bû.

– Li gorî we xebata bi koman re an jî xebata bi tenê xweştir e, yanî hûn ji kîjanê encamê digirin?

Li gorî min herdu şiklê xebatan jî bi keyf e û ez dikarim bêjim herdu jî bi encam in. Lê di xebata bi koman re de hewceye ku mirov hişên xwe bike pênc alî. Çimkî kom ji aliyê çend kesan ve têne avakirin û wê çaxê mirov neçar e ku bi hevalên di komê de re yekbûnekê pêk bîne. Lê di xebata soloyê de ev hêsantir e. Wê çaxe tu ne neçarî ku enerjiya xwe parçe bikî. Ev jî di warê muzîkê de serkeftineke şexsî pêk tîne.

– We di albûma xwe ya solo de zêdetirîn cih daye stranên kîjan herêman? Em ê bikarin çîroka ku derê di albûma we de bibihîzin?

Bi rastî di repertûara albûmê de me çîrok, êş û hestên kurdên ku li her çar parçeyên Kurdistanê dijîn, hene. Mirov dikare bêje ku ev albûm kombûna êşên kurdên çar parçeyan e. Ji erdnîgariya Tirkiyeyê zêdetir stranên Çewlik, Amed, Varto û yên Dêrsim di albûmê de cih girtine. Di albûmê de 13 stran hene û ji van 5 dimilkî ne. Dîroka derketina albûmê ne diyar e, lê ez dixwazim bigihînim Newrozê.

– Her wiha hûn muzîka alternatîf bi kar tînin. Kesên ku mûzîka alternatîf pêk tînin bi pirsgirêken çawa re têdikoşin? Hûn di warê aborî û teknîkî de bi kîjan pirsgirêkan re rû bi rû dimînin?

Weleh, nêzî 4 salan e ku li ser vê albûmê dixebitim. Ew keda xebata 4 salan e. Ji NÇM’e gelek hevalên ku bi vî avayî dixebitin hene. Di vî warî de bi taybetî jî hevalên jin piştgiriyê nabînin. Xwediyên şîrketan bi avayekî germ nêz nabin. Sponsorî pêş neketiye. Ji bo vê jî di warê aborî de em bi gelek pirsgirêkên fireh re têdikoşin.

– Di warê sansurê de rewş çi ye? Demeke dirêj bi taybetî li ser muzîka kurdî sansur hebû. Dema we bi koman re xebat dikirin an jî niha sansurê di ku dera jiyana we de cih girt?

Beriya 10 salan rewşa sansurê rastiya jiyana me bû. Konser û albûmên me dihatin qedexekirin. Lê mirov niha nikare bêje ku sansur bi awayekî fîzîkî heye.

– Di salên dawî de li piyaseya muzîka kurdî bereketek çêbûye. Gelek hunermend û albûm derketin holê. Ev bereket çawa di qalîteya muzîkê de cih digire?

Bi rastî ez vê rewşê wekî bereketekê bi nav nakim. Li gorî min muzîka kurdî, bi taybetî jî çend salên dawî, di nav xitimînekê de ye û rewşeke arabeskî li ser muzîka kurdî didome. Heke wiha bidome, dê ji bo pêşeroja kurdî bibe mirin. Ev çi hale ez nizanim, kesên ku vê rewşê dimeşînin ji aliye çapemenî, sazî û xwediyên şîrketan ve piştgiriyê dibînin.

– Ger ku mirov di navbera muzîka kurdî ya kevneşopî û muzîka niha de muqayeseyekê bike, mirov dikare bibêje ku ji muzîka kurdî niha êş û trajedî radibe?

Ez nafikirim ku êş û trajediya li ser gelê kurd ji aliyê muzîkê ve rabûye. Piştî zagonên di ahengiya Yekitiya Ewropayê de zordariya li ser nasnameyên cuda rabû û ev jî bû sedema piyasebûna trajediya kurdan. Deverên ku armanca wan tenê kar e, bi piştgiriya çapemeniyê dibin sedema dezenformasyona muzîka kurdî.

– Di dema çêkirina albûman de di warê teknîkî û teorî de tecrûbeyek ku têrî dike heye? Muzîka kurdî di vî warî de di çi rewşê de ye? We paşerojeke çawa derbas kir?

Kesê ku aranjeya albûma min dike ne kurd e, ermen e. Ermen e, lê di mijara muzîkê de xebatên girîng bi kar anîne. Di aliyê muzîka kurdî de jî xebatên girîng û cidî dimeşine. Gelek navên ku tecrubeyeke baş di destê wan de ye jî li ser muzîka kurdî xebat dikin.

– We bi derxistina albûma soloyê riyeke nû ji xwe re vekir. Êdî hûn dê bi tenê riya xwe bidomînin, an xebata bi koman re jî heye di pêşerojê de?

Di hişê min de xebata bi koman re tune ye. Ez êdî di koman de cih nagirim. Lê ku projeyên taybet derkevin dibe ku ez cih bigirim. Lê ez alîgira xebatên serbixwe me.


Îsmaîl YILDIZ
DÎHA/Azadiya Welat
çavkani: Dİyarname

Min di sala 1996’an de serî li kursa sazê ya ku NÇM’ê vekiribû da û min salekê li vir li ser bikaranîna sazê û notayan ders girtin. Piştî salekê Koma Vengê Sodirî hate avakirin û min jî tê de cih girt. Piştre jî min di Koma Asmîn a di bin banê NÇM’ê de hate avakirin de cih girt. Her wiha ez beşdarî gelek şahiyên li hundir û derveyî welat bûm. Piştî wê projeya bi navê Şahiya Staranan 1, 2 hate çêkirin û min jî dîsa tê de cih girt. Me bi van projeyan zêdetirîn stranên ku eslê xwe kurdî ne, lê ji aliyê TRT’ê ve bi tirkî hatine bikaranîn, ji nû ve bi kurdî gotin.

20

“Ez guhdariya hunermendên amator ên herêmî jî dikim, lewre ev hunermendên amator ji bo min dibin wek çavkanyeke dewlemend.”    �
Ji kerema xwe re tu dikarî piçekî behsa xwe bikî?

 Ez li Bedlîsê, li qeza Tetwanê, li gundê Corsinî, li mezra Axkîsî ji diya xwe bûme. Tevî min em heft bira û xwişkek in. Min dibistana seretayî û ya navîn li Tetwanê xwend. Bi pişt re çûm Avustralyayê û min çar salan li  bajarê Sîdneyê, li Koleja Tafeyê zimanê Îngilizî xwend. Heşt sal e li Avustralyayê dijîm. Lê dema dibe bihar û havîn ez têm welêt û li wir zemanê xwe dibuhurînim. Xebatên xwe yên hunerî bi giranî li Avustralyayê didomînim.

Serpêhatiya te ya muzîkê çawa dest pê kir?

Serpêhatiya min a muzîkê di zarokatiya min de dest pê kir. Wê demê xeyala min hunermendî bû. Min wan çaxan her tim guhdariya radyoya Erîwanê dikir. Digel vê min guhdariya radyoya Bexdayê beşa Kurdî jî dikir. Lê belê tesîra dengbêjan û kilamên wan li ser min zêde çêbû. Bi ser de ez dikarim viya bibêjim, ku yek ji sedemên hunermendbûna min tesîra wan radyoyan e. Wê demê zimanê Kurdî qedexe bû, me tenê karibû li herêmê, li dawet û şahiyan bistra, lê mixabin piştî demekê warê jiyanê li me hate tengkirin. Ez di salên 1980’î de çûm Îstenbolê. Li wir jiyan piçekî din rehet bû. Piştî sala 1990’î Kurd hêdî hêdî bûn xwediyên saziyên netewî. Sala 1991’ê Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) vebû û min jî xebatên xwe yên hunerî heman salê li bin banê NÇMê meşand heta sala 1999’an. Bi pişt re çûm Avustralyayê û karê xwe yê hunerî îja li wir domand.

Di nav malbata we de yên bi muzîkê mijûl dibin an dengxweş hene?

Birayekî min baxleme lêdixe, birayekî min jî gîtarê lêdixe. Birayên min ên dengxweş jî hene, lê belê ev her du birayên min tenê di vî warî de dixebitin, bi muzîkê mijûl dibin. Birayekî min jî hem nivîskar û lîstikvanê şanoyê ye hem bestekar e. Ku ev birayê min gelek salan di girtîgehê de ma, niha li derveyê welêt e. Ez bi kurtahî dikarim eviya bibêjim; malbata me bi piranî bi çand û hunerê mijûl dibe.

Tu ji xeynî muzîkê karekî din dikî?

Ez ji xeynî muzîkê tu karekî din nakim. Lê belê ez dikarim viya bibêjim em di vê mijarê de gelek zorî û zehmetiyan dikişînin, rewşa me ya aboriyê qet ne baş e, lewre ji bav û kalê me ne pîşeyek ne jî tu mîratek ji me re ma. Rewşa jiyana hunermendên Kurd melûm e. Bi rastî ev rewşa neyînî zorê dide me. Were 22 salan ji bo muzîka Kurdî keda xwe birjîne, xwe feda bike, tenê bi vî karî mijûl bibe û bi pişt re jî here di karekî bê eleqe de bixebite, ma ewha dibe? Lê xwezî pêwistiya hunermendan ji xeynî hunerê bi karekî din neba. Lewre eger em bi karekî din mijûl bibin em ê ji hunerê dûr bikevin û muzîka Kurdî dê paşve biçe. Divê hunermend bi karê hunerê mijûl bibe û di wî warî de bi awayekî profesyonelî bixebite. Lê di van mijaran de problem hene. Niha gelek kes stranan dibêjin lê mirov nikare bibêje her kesê ku stranan dibêje hunermendekî baş e. Lewre ji bo ku mirov bibe hunermend divê bixebite, xwe pêşve bibe, keda xwe birjîne. Divê mirov bigere, zehf lê bikole, Kurdan baş nas bike û bi zimanê Kurdî baş bizanibe, li wê erdnîgariyê çi diqewimin mirov pê zanibe. Divê mirov bi taybetiyên wek olî, mezhebî, perçebûniya gel, sirgûnî ku bûye bizanibe. Bi kurtahî divê mirov ji bo ku dîroka xwe û hunerê nas bike hewl bide. Ger ne ewha be kesên ku bistrên û karê strandinê tenê ji bo debara xwe bikin nikarin bi hunera vî miletî mijûl bibin. Ji ber vê yekê hunermendî karekî zehf dijwar e. Eger em ji vê nuxteyê bi rê kevin û bipirsin; ka çend kes dikarin muzîka me ya netewî temsîl bikin an îcra bikin?

Tu di bin tesîra kîjan hunermendan de ma?

Ez her dem di bin tesîra dengbêjên Kurdî de me. Çavkaniya min ew in. Ez bi dewamî dengbêjên wek Şeroyê Biro, Kawîs Axa, Reso, Şakiro û  Ebdilkerîmê Wanî dişopînim. Digel vê yekê ez guhdariya hunermendên amator ên herêmî jî dikim, lewre ev hunermendên amator ji bo min dibin wek çavkanyeke dewlemend. Ez guhdariya hunermendên îro jî ji hêla muzîkî de dişopînim. Wan tetkîk dikim, ka kîjan di karê xwe de gelek pispor in, kîjan ji hêla teknîkî ve pêşve çûne.

Gava tu derdikevî ser dikê li pêşberî girseya gel dikevî heyecanê?

Beriya ku derkevim ser dikê, ji ber ku ez ê li pêşberî gel hunera xwe îcra bikim dikevim heyecanê. Lê belê gava derdikevim ser dikê heyecana min qet namîne. Lewre gelek sal in ez derdikevim ser dikê, fêrî dikê û girseyê bûme êdî. Lê heyecana her dikekê jî cuda ye. Jixwe di hunermendan de heyecaneke bi vî awayî pêkneyê mimkûn nîne ku berdewam bikin. Lewre hin kes bi xeyalên cuda dikevin rê, bi ser de album jî çêdikin lê bi pişt re mîna agirê pûş dibuhurin û têne ji birvekirin. Eger heyecan, cehd, ked û zanîn nebe huner nabe.

Te heta niha çar album çêkir. Her albumeke te ji ya din xweştir e. Tu dikarî behsa wan albumên xwe bikî?

Belê, min heta niha çar album çêkir. Xwezî derfetên min hebûna û min karibûya hê bêtir çêbikira. Min ji 6 salan carekê albumek çêkiriye, belê ev ne karekî rehet e, mesrefên albumên min gelek gelek zêde ne. Ez bi awayekî tîcarî li karê albumê nanihêrim û tu carî jî ez ê bi awayê tîcarî nefikirim. Şert xirab in, zorî û zehmetiyan dikişînim, lê ez her dem bi vî awayî tevgeriyam û heta û heta ez ê ewha tevbigerim.
Albumên ku min heta niha çêkirine ev in; Mizgîn Gul Sor bûne (1991), Welatê Rojê (1996), Arzeba (2002), Mêvan im (2007)

Ji bo albumeke nû tu xebatên te hene?

Belê xebatên min hene, xebatên min dê her tim berdewam bikin. Lê carna îmkanên min dest nadin ku ez bi dewamî albuman çêbikim, lewre mesrefa albumekê gelek zêde bûye, korsan zehf pêşve çûye, şîrketên ku bi vî karî mijûl in ji ber şertên neyînî êdî nikarin wek berê produktoriya albuman bi rê ve bibin. Bi piranî em mesrefê ji bêrîka xwe didin û bi wî awayê albuman çêdikin. Mixabin di vî warî de sponsor peyda nabin. Lê digel vê yekê divê dîsa jî album bên çêkirin, bi mercê ku bi kalîte be û xîtabê çanda me ya netewî bike. Divê muzîka Kurdî neyê dejenerekirin, neyê arabeskkirin an neyê biyanîkirin, ên dixwazin nûjen bikin, pêşve bibin divê wê ji hêsina wê dûr nexin. Eger di vê çarçoveyê de be divê bi dewamî album bên çêkirin.

Album ji bo te çi îfade dike?

Album vîtrîna hunermend e, berhema wî ye, mêweya wî ye, di nava wî û gel de pira têkiliyê ye, bi kurtahî entîkexaneya wî ye, gencîneya wî ye. Arşîveke me ya nivîskî an qeydkirî tuneye, ji ber vê yekê Kurdan berhemên çandî yên devkî bi saya bav û kalê xwe, bi saya dengbêjên xwe heta îro gîhandine. Ez dikarim di vê çarçoveyê de bînim zimanî, ku şertên me yên îro ji do zehf çêtir in û afirandina berhemên çandî û hunerî êdî ji hêla saziyan dikarin bên qeydkirin û parastin.  Lê belê di van demên dawiyê de her tişt tevlihev bûye. Hêvî dikim ev tevliheviya hanê dê bi dawî bibe. Divê berhemên me bila bi kalîte bin û ji bo nifşên nû bibin nimûne. Ku ev ji bo min dê tişteke girîng û nirxdar îfade bike.

Gelek hunermendên Kurd ji bo ku di rojevê de bimînin li pey hev klîban didin çêkirinê. Tu vê rewşê çawa dinirxînî?

Di wê mijarê de ez nikarim ji kesî re tiştekî bibêjim. Belê, ji bo hunermendekî gelek girîng e ku di rojevê de bimîne, lê divê belaheq rojevê îşxal neke. Klîbên ku tên çêkirin an xebatên bi wî awayî eger di televîzyon û hwd. de bên nîşandan, divê birêvebiriyên tv’yan wan klîb û xebatên ewha ji hêla civakî, çandî û exlaqî de  baş kontrol bikin, an na yê ku hema dilê wî bixwaze albumeke bê kalîte çêbike û pişt re here li baxçê bi awayekî amatorî klîban çêbike û klîbên wî di televîzyonan de bê weşandin, ev dê tesîreke neyînî li ser zarokên me yên nûgihîştî pêkbîne. Divê em ji nifşên nû re berhemên baş û bi kalîte bihêlin. Çawa ku em bi salan e ji dêngbêjên xwe îlhamê digirin divê nifşên nû jî ji me îlhamê bigirin. An na em ê bikevin rewşên xirab. Divê mekanîzmayeke kontrolê hebe. Ev li her welatî heye. Hekena herkes li gor xwe tevbigere, kontrol nebe em ê xwe asîmîle bikin. Divê miheqeq herkes bala xwe bidê vê yekê.

Têkiliyên te bi Kurdên Başûrî re heye? Tu qet çû Başûr?

Belê têkiliya min bi Kurdên Başûrî re heye. Wek her hunermendî hezkiriyên min li wan deran gelek hene. Klîbên min li wir tên weşandin, albumên min tên firotin. Belê ez çûm Başûr. Li derveyê welêt jî ez û Başûrî hevdu dibînin, em di şevên şahiyan de bi hunermendên Başûrî re heman dikê parve dikin, têkiliyan datînin. Gelê me bi sedan sal in di nava derd û kul û êşan de perîşan bûye, parçebûniyê jiyaye; ku tenê mirovên wek hunermend û ronakbîr dikarin di nava gel de wezîfa pirê bibînin. Divê têkiliyên me berdewam bikin. Hêvî dikim têkiliyên me, hevdîtinên me di demên pêş de hê çêtir bin.

Tu rewşa muzîka Kurdî ya îro çawa dibînî?

Eger em bi awayekî objektîf binêrin em dikarin bi rehetî bibêjin muzîka Kurdî pêşve diçe û dê hê jî pêşve biçe. Lê hin xisûs hene divê mirov bala xwe bidê. Dema yek albumekê çêdike divê di mijara bikaranîna zimanê Kurdî, gotinên stranan û xwendina stranan de bi hendazeyî tevbigere. Di van mijaran de sazî ava bûne, mirovên xwedî-wesf gihîştine, yên albuman çêdikin dikarin ji wan alîkari bixwazin, ku ev jî kedek e, hindikê xwe divê mirov rêzdar be. Lewre di warê muzîkê de wek lêgerîna nasnameyê lêgerîneke mezin heye. Lêgerîn dê hebin lê divê zêde neyê tevdan, lewre di demên dawî de êdî ewha bûye, ku di muzîkê de harmonîbûniyek pêkhatiye; muzîka Rojhilata Navîn, ya Rojava û ya Ereban. Belê eger bi zanatî bê çêkirin elbet dê sentez hebin, tenê bi jiberkirinê nabe. Bi min ên ku bi muzîkê mijûl dibin divê terzên xwe diyar bikin û bizanibin aîdî ku ne. Gotineke Cîgerxwîn heye ewha dibêje; “Ez bêjim ez, tu bêjî ez, wê gur bikeve li nav pez!” Divê mirov dîqet bike. Belê di nav Kurdan de keç û xortên behremend digihîjin. Yanê wek her warî di warê muzîkê de jî keç û xortên me digihîjin, pêşve diçin, bi ser dikevin. Bi min di vî warî de wezîfa mezin dikeve ser milê saziyên çandî û hunerî. Divê gelê me jî li berhemên bi kalîte xwedî derkevin. Divê ev xwedîlêderketina hanê di her warî de çêbibe. Di van demên dawî de hin kes dixebitin ku bi terza arabesk, fantazî hestên gelê me îstismar bikin. Lê divê tenê hest nebe, bila fikir jî hebe û divê ev wezîfa me ya bingehîn be.

Di warê muzîkê de cihê ku te divê tu bigihîjê kuder e?

Ez dixwazim her xebata xwe bi gelê xwe parve bikim, her tim bi wan re bim, bi dewamî li welatê xwe bi awayekî serbest bigerim û hunera xwe li wir berdewam bikim. Ji xeynî vê hin projeyên min hene lê nizanim ji bo wan îmkanên min dê çi qas qîm bikin. Eger îmkanên min ên madî hebûna min ê fîlm û belgefîlman çêbikira, ji bo zarokên Kurdî weqf ava bikira. Ji alîyê din jî ez dixwazim layiqê gelê Kurd bim.

Xeyala te ya herî mezin çi ye?

Çêkirina xeyalan tişteke baş nîne, mirov li gor mantixa xwe tevbigere çêtir e, lê carna mirov dikare bibêje “xwezî!” Di wê wateyê de xeyala min tenê ev e; bila zarokên me hê azadtir bin, demokrasî hê çêtir be, bila şer tunebe, bila aşitî bi temamî hakimê her derê be û em bi nasnameya xwe, bi rengên xwe hezkirina dilê xwe biraçînin û di nav aşitiyê de li ba hev bijîn.

Te divê tu mesajeke çawa bidî heyranên xwe?

Ez ji cihekî dûr ji hemû dost û hezkiriyên xwe re bi dilgermî dibêjim merheba. Qismet be ez ê di demeke nêz de werim cem wan û wek berê bi wan re bim. Ez hêvî dikim ew wek her warî li warê çand û hunerê jî xwedî derkevin, bila herkes ji hêla çandî û exlaqî de berpiriyariya ku li para wî dikeve bîne cih. Divê em li hemû nirxên xwe xwedî derkevin. Rêz û silavan pêşkêşî hemû heyranên xwe dikim. Dirûşma me bila azadî, aşitî û ewletî be.

Ji bo vê hevpeyivînê gelek sipas dikim.

Ez jî ji bo vê eleqe û keda we gelek sipas dikim û ji bo we serkevtinê dixwazim.

Amadekar:Hevpeyivîn : Mustafa Gazî
Çavkanî : NETKURD

16

Em Koma Mazlûm nêzîkî 20 salan e bi muzîka Kurdî mijûl dibin. Ji sala 1988’an û virde ye em bi gelek muzîsyenan re dixebitin.

Ji kerema xwe re hûn dikarin piçekî behsa xwe?Em Koma Mazlûm nêzîkî 20 salan e bi muzîka Kurdî mijûl dibin. Ji sala 1988’an û virde ye em bi gelek muzîsyenan re dixebitin. Gelek eleman tevî koma me bûn û di nav pêvajoyê de hinek ji ber sedemên cuda ji me veqetiyan. Me di salên 1990’î de li bin banê Navenda Çanda Mezopotamyayê demekê xebatên xwe domand. Em niha bi 3 elemanê esil û bi çend hevalên enstrumanîst re di riya hunera Kurdî de pêşve diçin.

Tuncay Yalçin, Faysal û Suleyman Oktay û Saadettîn Karaaslan di komê de wek solîst cih digirin. Lêderê baxlemeyê Veysî, lêderê baxlemeya elektro Baran, lêderê gîtaran Ýrmak û lêderê bateriyê jî hevalê me Xalit e. Elemanên komê yên esil hemû mezûnên dibistana seretayî ne lê belê ji derve li cem mamostayên muzîkê, li cem mamostayên akademîsyen xwe dan perwerdekirin û bi wî awayî îro xizmeta muzîka Kurdî dikin. Enstrumanîstên komê xwendekarên konservatuarê ne. Ew hemû esilkurd in û li bajarê Antalyayê, li vê metropola Tirkan ji bo ku muzîka Kurdî bê jiyandin keda xwe dirjînin.

Hin kes ji we re dibêjin “Koma Mazlûman.” Gelo sedema vê çi ye?

Tu eleqeya me bi Koma Mazlûman tuneye. Koma Mazlûman piþtî me li Edenê ava bû. Esas mafê fermî yê navê Koma Mazlûm ê me ye. Ew koma hanê gava hê nû ava bûye bêyî xebera me navê me bi kar aniye, mixabin haya wan jî ji me tunebûye. Bi piþt re navê xwe guherandin kirin “Koma Mazlûman” û bi wî awayî em ji hev safî bûn. Lê mixabin ji ber ku navê her du koman diþibe hev hin kes hê jî ji me re dibêjin “Koma Mazlûman.”

Albuma we “Esmer/Bîranîn” hê nû derket û ji hêla gel ve gelek hate ecibandin. Ji kerema xwe re hûn dikarin piçekî behsa vê albuma xwe bikin?

Wekî ku we jî got albuma me ji hêla gelê me ve gelek hate hezkirin. Albuma me “Esmer/Bîranîn” di dawiya cehd û kedeke mezin de derket holê. Beriya ku album bê çêkirin em bi awayekî ecêb lê hûr bûn, em bi cehd û qilqaleke mezin tevgeriyan, ku me xwest berhemeke bi kalîte derkeve holê. Em di wê pêvajoyê de bi hostayên muzîkê (yên di vî warî de pispor in) û aranjoran þêwirîn û ketin rê. Di mijara terza xwe û “albumeke çawa pêþkêþî muzîkhezan bikin” de em ketin gengeþiyên fireh. Di encamê de albuma “Esmer/Bîranîn” derket holê. Me gava vê albuma xwe çêdikir ji hêla aboriyê de problem derketin pêþiya me. Hunermend di piyaseya muzîka Kurdî de nikarin pereyan kar bikin, tenê di karên taybet de dixebitin û bi wî awayî jiyana xwe didomînin. Em elemanên Koma Mazlûm jî di karên taybet de dixebitin. Me ji pereyê ku ji wir diket destê me albuma xwe çêkir û bi þanazî pêþkêþî muzîkhezan kir. Beriya vê albumê me bi navê “Felek Felekê” albumeke din çêkiribû, ku ji hêla muzîkhezan ve eleqeyeke baþ dîtibû. Albuma “Felek Felekê” produksiyona þîrketa Bastem Plakçilikê bû. Albuma me ya duwemîn “Esmer/Bîranîn” jî produksiyana Aydin Muzîkê ye. Aranjoriya albuma me ya duwemîn Serkan Yeþîlyurt kiriye. Piraniya stranên vê albumê aîdî Bulent Bekler û Faysal Oktay e. Strana “Lo Lawiko” aîdî Îsmet Dag e. Stranên ku di albuma me ya duwemîn “Esmer/Bîranîn”ê de cih digirin ev in; Esmer, Bîranîn, Felek Felekê, Felek, Bêhna Biharê, Lê Gulê, Lo Lawiko, Dêrsimê, Firar, Esmer (remix), Kevoka Min û Hevala Min.

Ji bo albumeke nû tu xebatên we hene?

Albuma me “Esmer/Bîranîn” xebateke zehf nû ye û em dixwazin bila piçekî din wext di ser re bibuhure. Me divê bila rexne û nirxandinên muzîkhezan diyar bibe, da ku em li gor wan rexne û nirxandinan tevbigerin û ji bo albumeke din riyekê bidin ber xwe. Jixwe piþtî vê albumê armanca me çêkirina albumeke nû ye. Em ê ji bo repertuara albuma nû ji te (Mustafa Gazî) û ji Kalê Kurdisî stranan bistînin.

Hûn qet di bin tesîra kom an hunermendan de man?

Em zêdetir di bin tesîra hostayê kevneþopiya dengbêjiyê Karapetê Xaço, Mirado û helbestkarê Kurd Cegerxwînê nemir de man.

Komeke ku hûn ji xwe re bikin nimûne heye?

Komeke ku em ji xwe re bikin nimûne tuneye. Lewre li warê muzîka Kurdî lêgerînek heye; dê terz çawa be, dê têgihîna muzîkê çawa be û dê girseya muzîkê girseyeke çawa be? Em jî ketine nav lêgerîneke ewha kûr û ji ber vê yekê me komeke ku ji xwe re bikin nimûne nedît.

Gelek hunermend ji ber piroblemên wek aborî, rewþa xirab a sektora muzîkê nikarin albuman çêbikin, lê belê ji bo ku di rojevê de bimînin giraniyê didin klîban. Hunermenda hêja Gulê heta niha tenê albumek çêkiriye lê ez ne þaþ bim ji heft stranên xwe re klîb daye çêkirin. We heta niha çend klîb da çêkirinê?

Ji qewlê we ve ji ber piroblemên wek aborî û rewþa xirab a sektora muzîkê hunermend an komên muzîkan giraniya xwe dane klîban û sirf ji bo klîban bidin çêkirin mecbûr dimînin ji bêrîka xwe bi milyaran pera xerc dikin. Ji ber ku Kurd ji hêla sponsoriyê de qet pêþve neçûne em jî wek herkesî problema aboriyê dijîn. Me heta niha sê klîb da çêkirin; Esmer, Bîranîn û Felek. Me van klîbên hanê bi budceyên zehf buha da çêkirin. Lê belê niha em ji strana Bêhna Biharê û ji ya Lo Lawiko re du klîban bi derhêner Feyzullah Yildirim didin çêkirin. Feyzullah Yildirim ew ê hem ji hêla aboriyê de me neêþîne û hem jî ew ê tiþtekî zehf bi kalîte derxîne holê. Baþ e ku hevalên Kurd ên wek Feyzullah di vî warî de derhênerî dikin, lewre bi saya wan em ji hêla aboriyê de hê rehet in. Di pêvajoya bê de em ê hin klîbên din jî bidin çêkirinê.

Hûn ji xeynî muzîkê tu karekî din dikin?

Belê. Hin hevalên me di warê tekstîlê de, hin jî di warê tûrîzmê de dixebitin. Lewre ji bo ku em debara xwe bikin em mecbûr in li derveyê muzîkê karekî din bikin. Digel vê yekê em mesrefa albuma xwe ji van karan derdixin.

Hûn gava derdikevin ser dikê li pêþberî temaþevanan dikevin heyecanê?

Gava em derdikevin ser dikê li pêþberî girseya gel dikevin heyecaneke cuda, em dilzîz dibin. Lewre li pêþberî me girseyeke mezin heye, temaþeya me dikin, çepikan ji bona me lêdixin, me teqdîr dikin. Ev yeka hanê bivê nevê me dixe heyecanê, me dicoþîne û bi her awayî hêz û moraleke mezin dide me. Em jî bi wê hêz û moralê di warê hunera Kurdî de xebatên xwe hê çêtir dimeþînin.

Têkiliya we bi Kurdên Baþûrî re heye? Hûn qet çûn wî alî?

Têkiliya me bi Kurdên Baþûrî re bi riya albumê çêbû. Albuma me li Baþûr jî tê guhdarîkirin. Lê belê firset pêknehat ku em werin ba hev û hevdu ji nêz ve nas bikin. Eger firset çêbibe ango ew me vexwînin em ê bi kêfxweþî herin cem wan birayên xwe, li pêþberî wan hunera xwe îcra bikin û têkiliyên xwe xurt bikin. Eger tiþteke ewha çêbibe ev dê hem moraleke mezin bide me û hem jî em ê gelek þad û bextewar bin.

Hûn rewþa muzîka Kurdî ya îro çawa dibînin?

Albumên nû, berhemên nû derdikevin holê, ku ev hê jî bê rawestan berdewam dike. Lê belê piraniya van berhemên ku derdikevin holê di van demên dawiyê de diþibin hev û ev yeka hanê bi xwe re xitimandîbûnekê tîne. Komên muzîkan û hunermendên Kurd zêde dibin û ev bi xwe re kalîteyeke baþ jî tîne, lê mixabin ji ber ku gelek berhem diþibin hev pêþiya muzîka Kurdî dixitime. Digel vê yekê hunermendên muzîka Kurdî zehf hindik in, yên hene jî bi heman terzan mijûl dibin, albumên ku çêdikin wek hev in ango eynî ne û ev jî muzîka Kurdî ji pêþveçûnê dûr dixe. Pêwistiya muzîka Kurdî bi awayekî acîl bi derhêner û akademîsyenên muzîkê heye. Divê saziyên ku di warî de çalakiyan dikin vi karî bi awayekî profesyonelî û ji dil bikin. Bi taybetî di van demên dawiyê de kanalên televîzyonên Kurdî gelek bûne û dikarin alîkariya yên di vî warî de xebatên nû derdixin holê bikin û cih bidin dengên nû.

Di warê muzîkê de cihê ku hûn dixwazin bigihîjinê kuder e?

Em dixwazin bigihîjin merhaleyeke wisa, ku bila muzîka me hê nûjen û hê hemdem be û bila eleqeya muzîkhezan zêdetir bikiþîne. Di warê muzîka Kurdî de lêgerîna terzan dewam dike. Em dixwazin di mijara muzîka gelêrî ya Kurdî de koma herî baþ bin.

Xeyala Koma Mazlûm a herî mezin çi ye?

Em dixwazin li welatekî azad bi nasnameya xwe muzîka xwe îcra bikin û hunera xwe bi awayekî xwerû azad bi gelê xwe parve bikin.

Ji bo vê hevpeyivînê gelek sipas dikim.

Em jî li ser navê Koma Mazlûm gelek sipas dikin û ji bo we serkevtinê dixwazin.

Amadekar:Mustafa Gazî
Çavkanî : NETKURD

24

Dema ez hê 7-8 salî bûm min guhdariya stranan dikir û ji nav wan ên ku kêfa min jê re dihatin ji xwe re jiber dikir û dixwend.
Jiyan ji kerema xwe re tu dikarî piçekî behsa xwe bikî?
Ez ji Farqînê me. Tevî min em heft xwişk û birayek in. Ez mezûna Zanîngeha Diyarbekirê, Beşa Otomotîvê ya Mekteba Bilind a Pîşeyî ya Batmanê me.

Serpêhatiya te ya muzîkê çawa dest pê kir?

Dema ez hê 7-8 salî bûm min guhdariya stranan dikir û ji nav wan ên ku kêfa min jê re dihatin ji xwe re jiber dikir û dixwend. Eleqeya min bi muzîkê re bi awayekî ecêb hebû. Dema ez neh salî bûm diya min eleqeya min a bi muzîkê re ferq kir û çû ji min re tembûrek kirrî; ku ew tembûra min a ewil bû. Ji ber ku îmkan tunebû min dersa tembûrê bigirta mecbûrî ez xwe bi xwe hîn bûm. Ewil min demeke dirêj tembûra xwe danî quncikekê. Di vê navbirê de têlên tembûra min zengarî bûbûn. Bi pişt re min tembûra xwe ji wê quncikê derxist û dîsa pê mijûl bûm. Ez niha êdî dikarim li tembûrê xim û pê re jî bistrêm.

Ez ne xelet bim rojekê tu û heka xwe hatibûn MEDKOMê (navendeke çandî-hunerî ya Kurd), cara ewil min û te li wir hevdu nas kiribû. Û ne xelet bim çalakiya te ya ewil a hunerî li wir çêbû, ne?

Rast e, ez û heka xwe hatibûn MEDKOMê. Min cara ewil li pêşberî mirovên li derveyî malbata xwe tembûr lêxistibû, stranên Kurdî xwendibû. Ji ber ku min li wir mirovekî mîna te (Seyda an Mustafa Gazî) hêja û berketî nas kir her weha ez xwe şad û bextewar hîs dikim; lewre te di warê muzîkê de asoya min fireh kir, rê li ber min xist, zehf alîkariya min û ya gelekên din kir.

Di nav malbatê de yên weka te bi muzîkê mijûl dibin an ên dengxweş hene?

Belê. Dengê bavê min zehf xweş e, ez ji dengê wî pir hez dikim. Terza wî piçekî din cuda ye, beytên Melayê Cizîrî gelek xweş dixwîne. Dema ez li tembûrê dixim û distrêm carna xwişka min û heka min jî bi min re distrên, dengê wan jî zehf xweş e.

Tu bi piranî di bin tesîra kîjan hunermendan de ma?

Belê, bi taybetî ez di bin tesîra Zozana Farqînî û Ferhat Tunç de zehf mam, lewre bi saya wan min ji tembûrê hez kir, ew bûn sedema tembûrlêdana min. Ez bi navbeynkariya we sipasiyên xwe pêşkêşî wan dikim, lewre wan em ji cewhera xwe bêpar nehîştin. Ji xeynî wan ez zehf di bin tesîra hunermendên wek Mehemed Şêxo, Eyaz Yûsif, Tehsîn Taha, Seîd Yûsif û Faris Bavê Fîraz de mam.

Qasî ku ez dizanim tu di mijara muzîkê de qet nehatiyî perwerdekirin. Tu ji zikmakî de behremend î. Lê dîsa jî tu qet fikirî dersa şan û solfejê bistînî?

Derfetên min qet çênebûn ku ez di mijara muzîkê de xwe bidim perwerdekirin. Guhdarên min dibêjin qey ez ji hêla muzîkê de profesyonel im. Lê ez difikirim û pir dixwazim di mijara muzîkê de xwe bidim perwerdekirin.

Jiyan, dengê te gelek xweş e. Hewcedariya muzîka Kurdî bi dengên wek te zehf heye, lê belê mixabin şert û îmkan gelek xirab in û mirovên weka te hêja ji ber vê yekê nikarin bigihîjin armancên xwe.

Ez ji bo van gotinên te gelek sipas dikim Seyda! Hîskirina te ya bi vî awayî ji bo min bextewariya herî mezin e, ji ber vê yekê ez gelek dilzîz bûm. Ez hunera xwe bi hezkirineke mezin îcra dikim. Ji ber ku ez bi taybetî ji muzîka klasîk a Kurdî hez dikim û vê hezkirina xwe bi riya îcrakirinê bi mirovan re parve dikim ez hê bêtir dibim dilbesta muzîkê, motîvasyona min pêktê. Lê belê wekî ku te jî anî zimanî ez xebatên xwe yên hunerî bi îmkanên zehf qels û zêfîndar dimeşînim.

Tu çend caran li Diyarbekirê di televîzyoneke herêmî de beşdarî programeke muzîkê bû û gelek hat ecibandin. Herkes bi dewamî te mereq dikin, li te dipirsin û dibêjin “kî ye ew keça dengxweş?” Mirovên me zehf te diecibînin û teqdîr dikin. Li hember vê yekê tu xwe çawa hîs dikî?

Hunermend gava hunerên xwe îcra dikin muzîkhezan şad û bextewar dikin. Ji bo hunermendan hesta herî xweş ecibandin û hezkirina muzîkhezan e.

Ez beşdarî çend programên televîzyon û radyoyên wek MMC, Gun Tv-Radyo û Can Radyoyê bûm. Ji ber ku programa min a ewil pir hate ecibandin ez ji hêla televîzyonan ve li pey hev hatim vexwendin.

Ez te wek nûnera nû ya muzîka klasîk a Kurdî dibînim. Tu stranên hunermendên wek Faris, Mehemed Şêxo, Tehsîn Taha û Seîd Yûsif pir xweş dixwînî. Mirov gava guhdariya te dikin, te û wan hunermendên mezin ên ku tu stranên wan dixwînî qiyas dikin?

Belê, carna min û wan hunermendên mezin qiyas dikin. Hin guhdarên min stranên wan hunermendan beriya wan ji min guhdarî dikin û ji ber vê yekê ji wan bêtir min diecibînin, bi strandina min re ji stranên wan hunermendên mezin hez dikin. Yanê bi kurtahî ez dikarim viya bibêjim; ew mirovên hanê ji ber ku wan stranan cara ewil ji min guhdarî dikin ewha difikirin. Lê bi rastî ez nagihîjim neynoka wan hostayên mezin ên ku navên wan li jorê hatin hejmartin. Ew taca serê min in. Hêvî dikim ez ê karibim heqê peywira ku min hildaye ser xwe bidim; lewre ew qas hêsan nîne mirov wê alê ji wan wergire û pêşve bibe.

Ez te baş nas dikim lê ji ber ku mirov te mereq dikin min divê ez bipirsim; tu ji xeynî muzîkê karekî din dikî?

Ez beriya niha di çend karan de xebitîm, lê niha betal im. Carna karê malê dikim, carna jî bi destkariyê mijûl dibim. Lewre gava ez bi van karan mijûl dibim xem û stres ji min dûr dikevin.

Tu gava derdikevî ser dikê li pêşberî gel dikevî heyecanê?

Ez gava derdikevim ser dikê deqîqeyên pêşî dikevim heyecanê lê bi pişt re heyecan namîne û bi dilrehetî hunera xwe îcra dikim. Bi giştî li cihê ku herkes dikeve heyecanê ez nakevimê, rewşeke ewha di min de pêk nayê. Tiştên ku min dixin heyecanê hindik in.

Tu niha ji bo albumekê dixebitî. Ji bo vê albumê tu çima ew qas dereng ma?

Belê. Nêzîkî mehekê ye ku me dest bi xebata albumê kiriye. Min beriya bîsteke din li jorê jî got, ji ber problemên aboriyê çêkirina albuma min dereng ket. Guhdarên min, hezkiriyên min kîngê ez bidîtama digotin “çima albuma te tuneye?” Bersivandina vê pirsê bi min gelek zor dihat. Lewre ez nikaribûm bibama bersiva xwesteka wan. Welhasil her çi qas şertên min xirab bin jî di encamê de min dest bi xebata albuma xwe ya yekemîn kir.

Di repertuara te de çend stran hene?

Repertuara min ji yanzdeh stranan pêk tê.

Album ji bo te çi îfade dike?

Pirsa te pirseke zehf xweş e. Belkî ez hestên xwe bi temamî nikaribim îfade bikim lê ez dikarim ewha bibêjim; qet nebe guhdarên min kîngê bixwazin dê karibin albuma min peyda bikin. Album dê di nava min û guhdarên min de bibe wek pira hunerê. Album ji aliyekî din jî dê di kategoriya muzîka klasîk a Kurdî de bibe wekok. Ji xeynî wê album eger bi kalîte be, dê ji bo min bibe wek belgeyeke nasnameyê.

Têkiliya te bi Kurdên Başûr re heye? Tu qet çû wî alî an tu ji hêla wan ve hat vexwendin?

Belê, ez vê biharê çûm Başûr. Başûriyan ez vexwendim. Ji xeynî wan ez ji gelek cihan ve jî têm vexwendin. Lê belê ji ber ku heta vê gavê albumeke min tunebû min wan teklîfan nenirxand. Dema album derkeve ez ê li teklîfên vexwendinan bifikirim.

Tu rewşa muzîka Kurdî ya îro çawa dibînî?

Mixabin asîmîlasyona li ser çanda me tesira xwe li ser muzîka me jî pêk aniye. Bi min muzîk nuxteya herî girîng a çand û hunerê ye. Cihê ku herî xweş û bi bandor tê karanîn muzîk e. Niha muzîka Kurdî pir sekinandî ye. Ji xeynî vê jî ez dikarim viya bibêjim; mixabin muzîka me ya xweş û esîl ji reh û rîşikên xwe dûr ketiye. Divê em orjînalîteya muzîka xwe biparêzin, ji bin tesîra muzîkên biyanî xelas bikin.

Di warê muzîkê de cihê ku te divê tu bigihîjê kuder e?

Ber û nirxa jiyanê li gor wext û mekan dikare biguhire. Ez ê hunera xwe her dem îcra bikim. Li malê be jî ez ê muzîka xwe bidomînim…
Lê belê di mijara cihê ku ez dixwazim bigihîjimê de nikarim bersivekê bidim te.

Xeyala te ya herî mezin çi ye?

Min divê cara pêşî nuxteyekê bînim zimanî; îmkanên min pêknehatin ku ez hunermendên mezin ên wek Mehemed Şêxo, Tehsîn Taha, Eyaz Yûsif ji nêz ve nas bikim, ji ber vê yekê pir xemgîn im. Wan navê xwe bi tîpên zêrîn li dîroka muzîka Kurdî dan nivîsandin. Ez dixwazim bi hunermendên ku ez jê zehf hez dikim ên wek Seîd Yûsif, Faris, Ciwan Haco û Armanc re heman dikê parve bikim; lewre ev xeyala min a herî mezin e.

Jiyan ji bo vê hevpeyivînê gelek sipas dikim.

Te ji bo min û gelê min zehf keda xwe rijand; ji ber vê yekê gelek sipas dikim. Ji xeynî vê ez sipasiyên xwe pêşkêşî Netkurd û guhdarên xwe yên berketî dikim.

Hevpeyivîn: Mustafa Gazî
Amadekar:Mustafa Gazî
Çavkanî : Netkurd

22

Siyamed Sîpan: Belê di demên dawî de navê Serhado em gelekî dibihîzin, gelo hun dikarin xwe bidin nasîn? Serhado kiye?

Sarhado: Ez 22 salî me. Li Swêd ji dayik bûme, li bajarê Stokholm û li Stokholm mezin bûm. Dema ez 13 salî bûm min dest bi muzîka Hîp Hop kir û ev bû 2 heta 3 sal min wusa hêdî hêdî bi kurdî got. Ev 13 sale ez dibêjim bi zimanê swêdî, lê niha bi kurdî dibêjim. Albûma mina ku ev nîv sale ji aliyê Kom Muzîk ya li Stenbolê derketiye û niha zêde nema bi swêdî dibêjim, ji xwe dema min destpê kir, daxwaz û armanca min bû ku ez bi kurdî Hîp Hop ê çêbikim. Lê di destpêkê de ez bi xwe ne bawer bû ji ber ku ez tirsiyam ku dibe kurdiya min têrê neke. Nizanim wekî din çawa xwe bidim naskirin.

Siyamed Sîpan: Gelek cûre û stîl hene, gelo çima ji nava hemûyan Hîp Hop?

Dema ez zarok bûm, ji xwe wek min got ez li Swêd çêbûme û mezin bûme, dibe bandora muzîka swêdî an jî muzîkên biyanî jî li ser min bûbe, lê ez nikarim bersiva vê pirsê xweşik bidim, gelek kes ji min dipirse çima Hîp Hop. Dema ez 6 salî bûm hevalekî albûmek diyarî da min albûma koma Chrîs Cross û nizanim ji bo min wusa bi ingîlîzî dibêjin „cool“ yanî xweş û kêfa min ji wan re hat. Çanda Hîp Hop bala min kişand di wê demê de. Ez jî wusa nêzîkî wê çandê bûm. Ji gotinên wan, ji tevgerên wan hez kirim. Ez bûm guhdarvanê wê çandê bûm û piştre min bi xwe destpê kir.

Siyamed Sîpan: Gelo hûn dikarin di derheqê stîla Hîp Hop û dîroka wêde hinek agahî bi xwendevanê mere parve bikin. Hîp Hop çi tîne ziman, çi wata xwe heye?

Serhado: Dibêjin Hîp Hop dengê bindesta ye. Yanî muzîka Hîp Hop muzîka serhildanê ye. Hîp Hop li Emerîka yê di destpêka salên 80 de, di dawiya salên 70 de derket. Di bingeha xwede dibêjin muzîka reşika bû. Wek hemû kes dizane reşik li emerîka gelekî bindestin û hîna jî gelek mafên wan tuneye û bindestin. Hîp Hop çawa bêjim, muzîkek bi hêviye. Di nava Hîp Hop ê de hêvî heye, yanî di hemû stranan de. Mîna muzîka meyî kurdî çi tê serê me em govend digrin, Hîp Hop jî hinekî wusaye, yanî dixwaze gelê xwe rake ser piya û hêviyekê bixe dîlên wan, agirekî bixe dilê wan de. Lê belê Hîp Hop ne tenê muzîka proteste jî, di hemû stranan de dixwaze tiştekî bide guhdarvan. Lê aliyê muzîka protestî têde zêdeye. Ji bo wêjî mirov dikare bêje ku muzîka gel e. Muzîka gelê bindeste. Ji ber ku ji kolanan destpê kir li hemberî sîstemê disekine.

Ji bo me kurda Hîp Hop pêwîste. Wekî din jî gelekî nêzîkî muzîka dengbêjiyê, çanda kemançê ye jî. Tu fikrê xwe û hestên xwe tîne ziman.

Siyamed Sîpan: Hun dikarin bahs bikin bê kîjan hûnermend anjî hozanên kurd bandor li ser we kiriye û hun ji kîjan hunermenda hez dikin?

Serhado: Bi rastî ji gelek hunermenda hez dikim. Ji zaroktiya xwe heta roja îro gelekî li muzîka kurdî guhdarî kirime û gelekî jê hezdikim û herwiha li Hîp Hop ê jî guhdar dikim. Hunermendê ku bala min dikşîne hunermendê ku ji dilê xwe stranan dibêjin. Ji bo min diyare, bê bi rastî ji dil dibê ya na. Dema ez bivînim ji dil dibêje, ev gotinên stranê ji dilê wî tê. Dixwaze bi strana xwe fikrên xwe û tiştekî bîne ziman ango tiştekî ji gel re bêje. Dema ku wusa bi rûh û can bêje, ji dil bêje diyare û ku wulo be ji bo min ferq nake kîjan stîl yajî bi kîjan awayî dibêje. Ji bo min ku ji dil bêje ew bes e, ezê lê guhdarî bikim. Lê dikarim navekî bêjim ku di nava muzîka kurdî de herî zêde jê hezdikim û lê guhdarî dikim Hozan şehîd Serhad e. Ez gelekî ji hozan Serhad hezdikim, ji ber ku ji dil can stranan dibêje. Dûvre hemû kes nabe Hozan, lê belê ew Hozan e, wek hozan wî hinekî din jî hene ku kêfa min ji wan re tên. Dibêjin ku muzîk û kesayetî ne girêdayî hevin, lê hinek hene ku kêfa min ji dengê wan re tên lê dema ez dibînim ku bê prensîp û karaktere ez lê guhdarî nakim

Siyamed Sîpan: Em werin ser albûma we ya yekemîn. Gelo hun dikarin hinekî bahsa naveroka albûma xwe bikin?

Serhado: Beriya salekê min dest bi amadekariyên albûma xwe kir. Ev çend sal bû ku ez li derhênerekî digeriyam. Ji bo min gelekî girîng bû ku derhenerekî ku hinekî ji stîla min fahm bike û herwiha baş ji muzîka kurda fahm bike.

Kar û xebatên amadekariya albûmê pir xweş derbas bû. Di albûmê de 12 stran heye. Di zagonên û qanûnên Hîp Hop ê de mejbûr stranbêj stranên xwe bi xwe binivîsîne, ji ber ku dibê ji dilê te were, ji hestên te were, ji fikrên te were. Di Hîp Hop ê de gelekî li ser deng nasekine, zêdetir li ser naveroka stranê tê sekinandin, ango tu dixwaze bi strana xwe çi bîne ziman û çi bêje. Ji ber wê hemû stranên di albûmê yên min e. Ez gelekî hez ji strana „Lo Dilo“ dikim û min xwest bi mamoste Beytocan re bêjim, min jê pirsî, ew jî pir kêfxweş bû û lewra me ew stran bi hevre çêkir. Wekî din di albûmê de hemû gotin yên min e.

Siyamed Sîpan: Dema albûm ya yekemîn be tirsa firotinê çêdibe. Wekî din hûn dikarin bahsa pirsgrêkên girêdayi derxistina albûmê re bikin?

Serhado: Ez qet jê netirsiyam ku nêbe firotin, ji ber ku min dît di piyasê de ev tişt pêwîste. Ciwanên me li Hîp Hop a elmanî guhdarî dikin, ya swêdî guhdarî dikin ya îngîlîzî guhdarî dikin. Min zanîbû ku çawa derkeve û kîjî derxîne wê ciwanê me jê hez bike û lê guhdarî bike. Ji ber wê tiştê ku ez li ser sekînim ew bû, ku albûm gelekî baş bive. Min xwest stîla Hîp Hop di nava kurdan de belav bive. Min ev albûm hinekî fireh û nerm çêkir. Ji ber ku dema fireh û nerm be hemû kes dikare guhdarî bike. Mirov dikare Hîp Hop emerîkî ji kurdan re bêje, lê cîhê xwe nagre ji ber ku kurdê me jê fahm nakin, jiyana wan cûda ye ya me cûda ye. Di nava Hîp Hop ê de belkî hezar stîl hebe, lê standarda wê jî heye Hîp Hop a kurdî bû tarzek nûh li gora min. Ji ber ku zêdetir girêdayî gel e, girêdayî rêxistina azadiya gel e. Bi vê armancê ez dibêjim ev ji bo me pêwîst bû. Ji bo wê jî heta ku kalên me jî hez muzîka min dike, ji ber ku naveroka wê bi wateye, dixwaze tiştekî bîne ziman, peyamek di naveroka wê deye.

Zêde pirsgrêk û astengî dernketin û min zanîbû ku ewê cîhê xwe bigre. Albûma min pêşî li welat derket. Bi albûma pêşîn min xwest ku ez werim naskirin û di nava muzîkê de cîhê xwe bigrim. Ez bawerim ku cîhê ku armanc dikir jî girtiye.

Siyamed Sîpan: Di dawiyê de hûn dikarin bêjin ku hûn gihîştin armanca xwe?

Serhado: Ez gihîştim armanca xwe. Ji ber ku bi vê albûmê min xwest deriyekî nûh di muzîka kurdî de vekim. Min xwest ku Hîp Hop kurdî were rûniştandin û di piyasê de cîhê xwe bigre. Ji bo min ez gihîştim armanca xwe. Lê dîsa jî nikarim bêjim ku albûm sedî sed li gora dilê min bû. Ji niha û pêde ezê hîna xweştir bikim, yanî ez dixwazim hîn bêtir çanda kurdî, muzîka kurdî têxim nava stîla xwe. Ev armanca mine ji bo albûma dûyemîn.

Siyamed Sîpan: Gelek mirovên meyî kal û pîr gazinan dikin ku di nava van stîlên nûh de çanda bav û kalan ango çanda dengbêjiyê tê wendakirin. Hun li ser vê çi dibêjin?

Serhado: Raste, ez jî tevli wan dibim ji ber ku gelek hunermendê kurd çav piyasa tirkiyê dikin û dest bi arabest dikin.

Gelek kes ji min dipirsin dibêjin çima Hîp Hop ewqas pêşde ketiye. Ez zanim ku ev ne ji nava çanda kurd derketiye, lê tu bivê nebê ciwanên me li Hîp Hop ê guhdarî dikin. Ji dêvla ku ewê li yên elmana yajî yê ingîlîza guhdarî bikin bira li ya kurdî guhdarî bike. Dibê di nava çanda kurd de hemû reng hebin. Dibê em bi hemû rengî hebin. Mirov nikare bêje dibê hemû kes li stranên dengbêjiyê guhdarî bikin. Ku mirov têxe mejbûriyetê ewê ciwan biçin li muzîka biyanî guhdarî bikin. Ji ber wê dibê hemû reng hebin. Koma Rewşen Rock çêdikin wek mînak. Dibê hemû stîl û hemû reng hebe li gora fikra min.

Siyamed Sîpan: Ji ber ku hun bi xwe ciwane û li ewrûpa dijîn. Hun dikarin hinekî bahsa xetereyên li pêşiya ciwanên kurdî ku li ewrûpa dijî bikin?

Serhado: Em li ewrûpa gelek zahmetiyan dikşînin, gelek xetere li hemberî ciwana heye. Barê wan gelekî girane. Ji ber ku li malê em bi çanda kurdî dijîn. Dema ciwan diçe dibistan, zanîngeh yajî kar li wî cîha jî neçar dimîne ku bi çanda ewrûpiyan bijî.

Dema ez diçim welat ji min re dibêjin, tu ewrûpayiye, tu swêdiye, tu çanda me nizane. Dibêjin tu kurde, tu çanda ewrûpiyan nizane. Tevliheviyek wusa derdikeve holê yanî. Ya li vî rexî pir radîkal dibe ya li rexê din pir radîkal dibe.

Ev jî ji bo ciwane pirsgrêkek mezin e. Teww dema tu ciwanekî kurd be xetereyên li pêşiya te hîn mezintir dibe û hîn zêdetir dibe.

Lê ji bo ciwanê kurdî li ewrûpa dijî ev gelekî girînge ku ji çanda xwe, ji zimanê xwe, ji welatê xwe û ji rêxistina azadiya welatê xwe dûr nekevin. Ku ev ciwan xwe dûr bixin, wê demê kurd û kurdistan namîne. Ev armanc û daxwaza dijmine. Ew dixwazin ciwanên kurd vala derxîne ji ber ku ji ciwanên kurd ditirsin. Wek mînakek ku dijmin xistiye nav ciwanên me, zimanê kurdî bûye mîna kompeleksek. Hemû ciwanên me bi zimanên biyanî yajî tirkî diaxive, ji ber hesanî xûya dike. Zimanê ku diaxivin mîna zimanê sosyetîk dibîne û kurdî jî mîna zimanê gundiya dibînin. Lê dibê em gelê kurd û bi taybetî ciwanên kurd ji vî mejiyê ku dijmin xistiye nav me dûr bikeve.

Li ewrûpa hemû şert û merc hene ku ciwan ji bo welatê xwe xizmetê bikin û dibê hemû ciwan hewl bidin ku ji bo welatê xwe tiştekî bike û bive alîkar. Wek mînak ku ciwanekî filîm çêkir bira li ser welatê xwe çêbike, ku pirtûkekê derdixîne dibê bi zimanê xwe derxîne yajî li ser kurda tiştekî çêbike. Her kes dikare tiştekî bike.

Em carna zêdeyî sed hezar kes li Strasbourg yajî li bajarekî din kom dibin, ez nabêjim ku vala ye ji ber ku em wusa hebûna xwe nîşanî cîhanê didin, lê miroveka mîna Feleknas Uca dikare zêdetir bi bandor be.

Wekî din di nava AKP û gelek partiyên tirkî din de kurd hene, lê nabêjin ku em kurdin, naxwazin pirsgrêkê çareser bikin. Kî dimîne, tenê gel. Gelê ku tiştek ji destê wan nayê.

Bi kurtasî dixwazim bêjim ku dibê ciwanê me pêşde bikevin, di her awayî de xwe pêşde bixin û dibê li kurdîtiya xwe xwedî derkeve. Dibê ciwan armanca me ji bîr neke. Tenê wusa em dikarin bi ser bikevin.

Siyamed Sîpan: Li gora ku em zanin ji bo pêşerojê amadekariyên we ji bo albûmek nûh heye, hûn dikarin hinekî bahsa vê projeya xwe ya nûh bikin?

Serhado: Rastî bêjim, min hîna dest bi amadekariyan nekiriye. Di mejiyê min de projeyek heye. Lê ez nizanim ewê çawa be. Albûma 2 ewê were lê hîna min dest bi xebatên wê nekiriye. Di albûma nûh de ez dixwazim stranekê bi kemançê re bêjim. Min dixwest di albûma yekemîn de tiştekû wusa pêk bîne lê derfet çênebûn. Di albûma xwe ya nûh de ez dixwazim hîna zêdetir çanda kurdî, muzîka kurdî hebe û dîsa jî dixwazim vê tarza xwe berdewam bikim. Lê di dawiyê de ewê stranên min, min derxîne holê, ewê hestên min û hestên civakê derxîne holê. Dema ez xwe di muzîka xwede bivînim, wê guhdarvan jî xwe têde bivîne.Ezê ji sedî sed vê stîla xwe ya niha berdewam bikim. Ji ber ku ez jî dixwazim pêşde bikevim, ewê stîla min jî her roja biçe baştir bive.Ji bilî albûmê ez dixwazim gelek konseran bi komeke zindî re jî bidim. Di albûma nûh de bi kurtasî ewê zêde kurdî û zêde hîp hop be.

Siyamed Sîpan: Li gora we kesê ku strana dibêje, kînga dibe stranbêj, hunermend yajî hozan?

Serhado: Hozan ji bo min ewe ku yekemîn bingeha muzîka fahm kiribe û neveroka stranên wî dixwaze peyamekê bide guhdarvana û bi vê peyamê bandorekê li ser guhdarvana bike. Bê gûman dibê bi ruh û canê xwe stranan bêje. Dibê hunermend jî tiştekî bide gel. Gelek kes dikare bive hunermend lê kêm kes dikare bive hozan. Ji ber ku hozantî ne tiştekî hesaniye. Dibê hemû hunermend ji nava civakê derkeve, dakû karibe bive neynik ji pirsgrêkên civakê re, dema civak lê guhdarî bike, dibê xwe têde bivîne. Hunermend hêza xwe ji civakê digre. Hunermend dibê herdem di nava gel de be, di nava jiyana civakê de be. Lê belê Hozan bi kurahiya. Hozan tiştê ku herkes nikare bêje û bivîne dibê bikaribe derxîne. Hunermend diçe tiştê heyî derdixe û dike stran, lê Hozan tiştê ku çav nikare bivîne jî dibê karibe bi stranan derxîne holê.

Gelek kes bi çavên hozan û hunermend li xwe dinerin, lê ez wusa li xwe nanerim. Dema hinek ji min re dibêjin hunermend ez dibêjim ez bi vî çavî li xwe nanerim, dema dibêjin hozan, ez hêrs dibim, ez dibêjim herkes nikare bive hozan. Ez ne hozanim. Stranên ku ez çêdikim hemû yên min e, lê dîsa jî hozantî tiştekî cûdaye.

Gelê me gelekî serê hunermend û hozanê me mezin dikin. Lê ez herdem dibêjim, tu cûdahî di navbera hozanekî û kesekî din de tuneye. Ew jî yek ji gele, tenê tiştên xwe dikare bi stranan bîne ziman. Rojnamevanek yajî nivîskarek jî tişten xwe tîne ziman. Ew jî hunere, û dibê xatir û qîmeta wan û hozanan wek hev be.

Gelê me serê hunermenda mezin dike. Ev ne tiştekî başe. Dikarin hurmetê bidinê û kêfxweş bivim, lê dibê serî li wan mezin nekin. Ji ber ku dema serî li hunermenda mezin bû, cûdahiyê û navberê dixe navbera xwe û gel, dema wusa dike, êdî nikare hestên civakê, hestên gel bîne ziman û êdî mirov nikare bêje ku hunermend e.

Siyamed Sîpan Uğurlu

siyamed@hotmail.com
Çavkani: Kurdshow

VIDEO