89

Em Koma Rewşen wekî duyemîn koma rock muzîka Kurdî nas dikin, lê we ya yekemîn ji Rockê pir cuda bû, û bi albûma duyemîn we cureya muzîka xwe guherand, wekî pirsa yekemîn ez dixwazim vê bipirsim; çima ev guherîn û çima Rock Muzîk? Li cem we Rock muzîkê tê çi wateyê?

122

Stranbêj Loke Zahir ku di demeke kin de karîbû navdariyeke zêde peyde bike, dibeje zêdebûna karên wê bûye sedema navdarbûna wê lê ne xweşikiya wê.
Rûdaw: Di piraniya kovar û rojname û malperan de giringiyeke zêde didin te. Gelo ji ber ciwaniya te ye, yan ji ber karên te yên hunerî ye?

 Loke: Bi min xweş e ku hertim axaftin li ser karên min ên hunerî bê kirin, lê ne li ser min. Ez xwe diwestînim, hertim ligel hunermend Helkewt Zahir bi karê hunerî ve mijûl im. Ji ber zêdebûna karên min di medyayê de, zêde qala min tê kirin.

Ji ber çi tenê hunermend Helkewt Zahir? Awazdaner li vî welatî zaf in.

 

Helkewt Zahir padîşahê muzîk û melodiyê ye li Kurdistanê. Kesekî ligel wî birêzî kar bike, çawa dikare bi karê kesekî din razî be? Dûre ez gelekî mendehoş im bi karên wî û kesekî mîna wî jî şik nabim li Kurdistanê.

Hest bi çi dikî, gava di karekî hunerî de bi ser dikevî û hinek kes di cih de red dikin û weke karekî xerab binav dikin?

 

Hertim cemawerên hêja pêşwaziyeke germ li karên baş dikin. Sipasiya wan dikim, hertim baştirîn pêşwazî li karên min hatiye kirin. Hinek kes jî rexneyan digirin, ew jî asayî ye û divê hebe.

Ne poşmanî ku tu bûyî stranbêj?

Pîşeya strangotinê xewna min a zaroktiyê bû. Hunermend Helkewt Zahir xewna min bicih anî ku bi awayekî profesyonel hatime nav vî warî. Vêga jî zaf kêfxweş im, lewma ji vir sipasiya hunermend Helkewt Zahir dikim ku piştgiriya karên min dike.

Ji ber çi neçûyî peymangeheke hunerî, daku karên te akadîmîk bin di aliyê deng de?

Weke min ragehand, ligel padîşahê muzîka kurdî kar dikim ku ew bi xwe dibistaneke mezin e. Mamoste Helkewt me fêrî her tiştê hunerî dike, ne ku tenê dirustkirina stranan, heya meqaman jî yeko yeko ji me re ron dike. Bername ji me re danîne ku noteya muzîkê fêrî me bike.

Derketina Loke bi hîcabê şokek bû ji beşekî xelkê Kurdistanê re, gelo berdewam dibî?

Hez dikim hemû rengên stranan ji bo xizmeta cemawerên xwe bêjim. Stranên olî jî beşeke ji wan stranan in. Karên min ên nû jî di warê stranên olî de hene.

Te ji bo Xwedê stran gotin, an ji bo navdariyê?

Yekem tişt, ev projeya hunermend Helkewt Zahir bû bo min. Dûre, ev ji bo Xwedayê mezin bû û baweriya min bi Îslamê. Dûre hez dikim di hemû beşên hunerê de xizmeta xelkê bikim û hunera milletê xwe dewlemend bikim, dûrî hemû çavlêkirinekê.

Li Kurdistanê rehetirî yan li Swîsreyê?

Bêguman Kurdistan xweştirîn cihê cîhanê ye li cem min û hertim şanaziyê bi Kurdbûna xwe dikim û hertim hewl didim bi hunera Kurd û Kurdistanê bi hemû dinyayê bidim nasîn.

Wisa belav bûye ku te mêr kiriye, ev rast e?

Na, ev ne rast e û heya vêga bi mêrkirinê neramiyame.

129

Ednan Kerim niha bi Koma Kamkaran re CD yek amade dike û ji aliyê din ve hêviya vegera welat dike. Di nava stranbêjên Rojhilat û Başûr de kesê ku stranên kurmancî bi awaza herî xweş dibêje Ednan Kerîm e. Hunermend Ednan Kerîm bo Rûdawê axivî û behsa destpêkirina karê hunerî heta projeyên xwe yên dahatû kirin.

261

Hunermendê wêneyan Mehmet Masum Süer ku ev demeke dirêj e bi profesyonelî wêneyan dikişîne, heta niha nêzî 100 hezar wêneyên cih û war, cil û berg û navdarên kurdan kişand û di arşîva xwe de qeyd kir.

masumsuerHunermendê wêneyan Mehmet Masum Süer ku ji sala 1976’an dest bi karê rojnamevaniyê kir û piştre bi profesyonelî dest bi kişandina wêneyan kir, jiyana xwe û hunera xwe ji Aknews’ê re vegot.

Meraqa te ya wênekêşiyê kengê dest pê kir?

Meraqa min a wênekêşîyê piştî dibistana seretayî bi stendina wênekêşek û bi kişandina wêneyên endamên malbatê dest pê kir. Wêneyê min ê yekemîn min di sala 1970’ê de kişand. Bav, dayik û xwîşka min di vî wêneyî de bi hev re ne. Ev wêne hêj di arşîva min de heye.

Te kengê bi awayeke profesyonelî dest bi vî karî kir? Te demeke dirêj wênekêşa bi fîlm bi kar anî yan na?

Min di sala 1976’an de di rojnameyeke tirkan de dest bi nûcegihaniyê kir. Û bi vî awayî min dest bi wênegiriyê kir. Min heta îro bi dehan makîne bi kar anîn. Bi awayekî profesyonelî min di destpêka salên 1990’an de dest bi hunera wêneyê kir. Lê belê ji ber rewşa xerab a ku hem Amed û bi tevahî herêma me tê de bû, ez mecbûr mam ku navberê bidim vê xebata xwe. Di van salan de me nikaribû portreya mirovekî, nekaribû avahiyekê û an wêneyê teq an bajarekî bikêşînin.Di dema nûçegihaniyê de ji bo nûçeya bi qasî ku me karibû wêne dikêşandin. Ez ji sala 2005’an vir de bi makîne û alavên profesyonelî, ji derveyî wênekêşiya rojnamevaniyê bi awayekî din wêneyan dikêşînim.

Tu hinek dereng nemayî? De di 76’an de dest pê kiriye lê çima heta 2005’an dom kir?

Beriya sala 2005’an min wêne bikişandana jî zaten bal nedikişand. Weke çawa di wan salan de çîrok, roman, helbest, nîgarsazî, şano û beşên din ên hunerê bal nedikişand wêne jî wisa bal nedikişand. Bazarek me -ne tenê di maneya kirîn û firotinê, weke balkişandina mirovan jî- ya hunerê tunebû. Îro bi kêfxweşî ez dibînim ku di her warê hunerê de bazarek çêbûye. Û roj bi roj ev bazar yanî balkêşî mezin dibe. Li Bakurê welat bi nasnameya kurdî cara yekem ez derketim pêş. A niha bi hezaran şopdarê wêneyên min hene. Ez bi vê yekê kêfxweş û serbilind im.

Tama wênekêşa bi fîlm an ya bi dijîtal baş e? Hêcana vê yekê dikarî bi me re parve bikî?

Bi rastî heyecana wênekêşiya bi fîlm a kevn zêdetir bû. Çimkî we nizanibû ka wêne wê bi çi awayî derkeve. Di kişandina dijîtal de mirov di heman demê de encamê dibîne.

Tu zêdetir wêneyên çawa dikişînî?

masumsuerEz bi zêdeyî wêneyên cih û war û avahiyên dîrokî, portreyên navdarên kurd ji qada huner û polîtîkayê, berhem û nirxên dîrokî û çandî yên kurdewarî weke cil û bergên kurdî dikêşînim. Piştî salên 1990’an, min li derveyî nûçegihanîyê li ser dîrok û çandê hindek lêkolîn kirin. Hindek ji wan di wan salan de hatin weşandin. Meraqa min a dîrok û çandê di wêneyan de jî berê min da van qadan.

Heta niha te li çend bajarên Kurdistanê wêne kişandine û ev wêneyên te heta niha li ku hatine weşandin?

Heta aniha min di serî de û bi giranî li Amed, Wan, Mêrdîn, Semsûr, Tatwan û Heskifê wêne kişandin. Hem li navendên van bajaran û hem jî li navçêyên wan. Giraniya xebata min li ser Heskif û Amedê ye. Wêneyên Heskifê ez ji sala 1996’an û vir de dikişînim. Ji çend salan carakê ez diçim û rewşa avahiyen dîrokî yên li Heskifê dişopînim, wêneyên wan dikişînim.Wêneyên min di van du salên dawî de di rehberên turîzmê yên ku Amed dinasînin de, di salname û kartpostalan de û di hin rojname û kovaran de tên weşandin.

Te heta niha çend hezar wêne berhev kirine? Tu dê di pêşerojê de çi bi van wêneyan bikî?

Hejmara wêneyên ku min kişandine nezî sed hezarî ne. Bi rastî ez niha dikişînim û arşîv dikim. Ji bo pêşerojê planek an planên min ên taybet tune ye. Xebata min bi awayekî weşandina wan e. Di rojname, kovar, pirtûk û berhemên wekî din de. Û bi pêşangehên hem li welat û hem li derveyî welat ez wan derxim pêşiya gelên cîhanê. Û bi vî awayî dîrok û çanda kurd bidim nasandin. 

Di wênekêşiyê de tiştê herî zehmet çi ye? Tu zêdetir kîjan zehmetiyan dikişînî?

Zehmetiya min a herî mezin ev e ku gelek mirov fêm nakin ku ez wêneyan ji bo çi dikişînim. Ez ji wan re çiqas jî îzah bikim nayê fêmkirin. Mirov di destpêkê de dibêjin, “Tu li ser nave kîjan rojname an kovarê dixebitî, tu dê çi bikî ji van wêneyan an wêneyên me wê li ku bên çapkirin?” Dema ku bersiva van pirsan nastînin dikevin şikê.. Zehmetiyeke din jî, derdorên ku min nas nakin ji ber tîpa min, weke polîs an sûbayan dibînin. Porê min dewamî kin e, ez ji porê kin hez dikim.. Cilên min ji spor in.. Di sermê de, ji ber ku li gelek cihan digerim ez botê dixim lingên xwe..

Li gelek welatên cîhanê wênekêşên pir navdar hene, çima heta niha di nava kurdan de (Bakur) kesên pir navdar ji vê hunerê derneketin?

Rast e. Ji ber sedemên ku min li jor anîn ziman yanî ji ber şerê li welatê me hunera me derneket holê û pêş ve neçû.. Dema ku huner nehat kirin, di vî warî de kesên navdar jî dernakevin pêş. Di destpêka salên 1990’an de rojnamegeriya kurd dest pê kir, di vê pevajoyê de rojnamevanên navdar derketin holê. Piştî salên 2000’an kovar û di her qadên wêjeyê de weşandina pirtûkên kurdî dest pê kir û di van salan de jî nivîskarên kurd derketin pêş.

Wêneyên te yên ku xelat girtine hene yan na?

Ez bi xwe heta îro tevî pêşbazîyan nebûm. Lê dîsa ji, serê vê salê sê wêneyên min, ji aliyê kovara  wêneyan a navnetewî Light and Composition’ê ve di cîhanê de weke “Wêneyê Rojê” hatin helbijartin û di malpera vê kovarê de hatin weşandin. Di bin wêneyan de min weke “Wênekêşê Kurd” dan nasandin. Ji bo min rûmeteke mezin bû. Derveyî van xelatan, di malpera herî mezin a parvekirina wêneyan a Tirkiyeyê fotokritik.com’ê de, di hundirê du salan da 9 wêneyên min dîsa weke “Wêneyê Rojê” hatin helbijartin û ez jî di demên cûda de weke “Wenekêşê Rojê” hatim helbijartin. Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê birêz Osman Baydemir, ji ber xebatên min plaketek da min, bi raya min xelata min a herî mezin û girîng ev plaket bû.

Li Diyarbekirê û bajarên din ên kurdan wênegirên baş hene yan na? Bi vê potansiyelê gelo mirov nikare kovarên wêneyan derxe? Çima heta niha hewldaneke wisa çênebûye?

Bi taybetî li Amed, Riha û Sêrtê, ez navan nedim lê belê gelek hevalên me yên wênekêş hene. Xebatên xweş dikin. Li van her sê navendan hevalan di bin sîwana komeleyan de xwe birêxistin kirin. Heta li Rihayê du komeleyên wênekêşan hene. Li Amedê ev salek e komeleya me ku ez jî endamê we me bi nave DÎFAK’ê xebatên xwe didomîne. Bi vê potansiyelê bi hêsanî hindek weşan, weke kovar, karîn bên weşandin. Hûn jî pê dizanin, weşanên wiha bi aboriyê çêdibe. Ji bo aboriyê jî di serî de reklam divê. Di civaka me de hê çanda reklamdayînê baş bi cih nebûye. Ji ber vê sedemê weşanên bi vî avayî nehatine weşandin. 
 
masumsuerDi dema wênekêşiyê de, serpêhatiyeke te ya ku qet tu ji bîr nakî heye?

Serpêhatîyek min a nexweş, berî bi salekê ji bo Mîhrîcanâ Çand û Hunerê ez çûm Silopiyayê. Lê di Mîhrîcana ku bi deh hezaran kes beşdar bûn de, nehiştin ku ez wêneyan bikişînim. Ji ber sedemên ku min anîbûn ziman nehiştin. Di vê mîhrîcanê de destûr dabûn yek makîneyek wêneya û kamerayek televîzyonê. Ez matmayî mam. Roja duyemîn min navçe terk kir.Yek ji serpêhatîyên min ê xweş jî, salek berê li Wanê hevdîtina min û Egîdê Cimo bû. Di zarokatiya xwe de em li ber radyoya Yêrîvanê mezin bûn. Yek ji wan dengên ku ez di bandore wê de ma bûm, dengê bilûra Egîdê Cimo bû. Min pir jê hez dikir. Piştî çil salî em li Wanê li hev rast hatin, di Mîhrîcana Wanê de hem min têr li bilûra wî guhdarî kir û hem jî bi sohbetên wî ya pirreng li wî guhdarî kir. û bi kêfxweşiyek mezin min wêneyên wî kişandin.

Portre / Masum Süer

Mehmet Masum Suer wênekêş û rojnamevanekî serbest ê kurd e, li Amedê dijî. Süer, di sala 1957’an de li gundê Avîna ya bi  ser Stewrêya Mêrdînê hate dinyayê. Perwerdehiya xwe ya seretayî û lîseyê li Mêrdîn, Kayserî û Erziromê qedand. Di sala 1980’an de Enstîtuya Perwerdehiyê ya Amedê qedand û piştre jî beşa wêjeyê ya Zanîngeha Eskîşehîrê qedand. Di 1974’an de des t bi rojnamevaniyê kir. Süer ku di gelek kovar û rojnameyan de xebitî, ji sala 1996’an ve, giraniya xwe da li ser wêneyan. Süer ku ev demeke dirêj e wêneyan dikişîne,  dixwaze di pêşerojê de kovareke wêneyan a bi kurdî derxe.

Maşallah Dekak / AKnews

28

Derhênerê kurd Umur Hozatli mijara yekem fîlmê xwe yê metrajdirêj “Azadiya Wenda” bo Rûdawê vegot û da zanîn ku ew bi xwe di nava trajediya ser de mezin bûye. Fîlmê Hozatli atmosfera salên 90î ya ku bi kuştinan, girtinan, işkenceyan û tirsa endamên JITEMê ku di nava gel de kûr kiribûn, tîne ser perdeya spî. Hozatli destnîsankir ku ji ber kêmasiya butçeyê ew neçar maye fîlm di 17 rojan de bikişîne.

Fîlmê Umur Hozatli Azadiya Wenda di meha Îlonê de tê sînemayên Ewropa. Hozatli dezavantaja sînemaya azad bi butçe û kadroyên kêm wesif dike û dibêje: ‘’Ez ê meşa xwe wiha bi tenê berdewam bikim.’’   

Rûdaw: Me bi salan we wek rojnamevanekî nas dikir, sedemên ku hûn karekî wiha bidin ber xwe, çi bûn?

Umur Hozatli: Li Tirkiyeyê hemû mirovên zana li ber rastiyên jiyanê dikevin bin barekî giran. Min tiştên ku di fîlmê Azadiya Wenda de vegotiye, bi salan e daye pişta xwe. Ben Ango min hertim xwe di bin barê êş û bûyerên ku JİTEMê, kontrgerillayê, dewleta kûr, Ergenekonê û zalimên din li dijî gelê kurd kirin, dihesiband. Piştê cihekî ev êş û var êdî zêde giran bû. Min jî hêz da xwe û biryar da ku ez vê barê bi gelên Tirkiyê û dinyayê re parvebikim. Min vî karî jî bi hêza sînemayê ya ku xwe dikare bigihîne herkesî, pêkanî. Lewma fîlmê min Kayip Ozgurluk (Azadiya Wenda) li Tirkiyeyê tevlî sê festîvalên herî mezin bû û niha ber bi festîvalên navnetewî ve diçe.

Ango we bixwe senaryo û çîroka fîlm nivîsand? We qet sûd ji kesên din û çavkaniyên din negirtin?

Min piştî xebateke dirêj û narîn senaryo nivîsand. Ji ber mijarek girîng e û behsa wendayan, kuştiyên kujerên wan ne diyar û kiryarên JİTEMê dike, min nêzîka salekê çavkaniyên dewletê, yên sivîl lêkoland, min guh da îtîrafkarên JİTEMê û piştî analîzên dirêj dest bi nivîsandina senaryoyê kir. Piştî ku nivîsandin qediya min senaryoyê da kesên ku mijarê baş dizanin, kesên di sînemayê de xwediyê ezmûn in. Wan jî xwendin û gelek tiştên girîng lê zêde kirin.

We çima bi taybet ev mijar hilbijart?

Tiştê ku Kurd piştî salên 90î dijîn trajediyeke mezin e. Ez jî di nava vê trajediyê de mezin bûm û bûm şahîdê wê, qurbaniyê wê û tohmetbarê wê. Hilbijartina min a yekem ev trajediya ku ez tê de mezin bûm, bînim ziman û di vir de jî derbeya taybet li JİTEMê bixim. Dewletê li himberê gelê kurd tiştê ku hêza artêsê nekir, bi rêya şerê ITEMê bi rêbazên taybet mesand. Lewma JİTEM tetikvanê şerê taybet e. Pêwîst bû ez behsa wê bikim.

We di kişandina fîlm de ji ti dezgehek alîkarî standin?

Min ji yek dezgehekî fermî yan jî ne fermî, sîrketekî ti alîkarî nestand. Min û hevalên xwe me bi derfetên xwe fîlm kisand. Pirsgirêka herî mezin a sînemaya alternatîf, sînemaya serbixwe butçe ye. Ev bû pirsgirêka me ya mezin. Ev jî bi xwe re cendîn pirsgirêkên din tîne. Ji ber vê ez necar mam ku fîlm di 17 roja de bikisînim. Ji bo fîlmek sînemayê ne demeke normal e. Fîlmek di 17 rojhan de nayê kisandin, divê neyê kisandin. Lê eger pereyê we tunebe, hûn ê bi vî rengî xwe ji mesrefên zêde xilas bikin.

Hûn beşdarî 7 festîvalên fîlman bûn. Nêzîkatiya komîteyên festîvalan çawa bû ji bo fîlmê we?

Fîlm li Tirkiyê beşdarî hemû festîvalên mezin bû. Min ev yek çaverê nedikir. Jiber ku li Tirkiyeyê meselaya kurd û mijara JİTEMê hê jî mirovan diêşînin, min digot wê komîteyên festîvalan newêribin fîlmê me pêşkêş bikin.  Lê ez şaş derketim. Li Tirkiyeyê mirov dikare bêje ku êdî komîteyên festîvalên fîlman ji mirovên wêrek pêk tên. Di hinek komîteyên festîvalan de ev fîlm zêde hatiye nîqaşkirin, ango pêşkêş bikin an nekin. Lê piraniya wan bi erênî nêzîk bûn û lewma fîlm di festîvalên mezin de hat nîşandan.

Wekî we gelek derhênerên kurd ên din jî hene. Hûn hewldanên wan çawa dinirxînin?

Beriya hertiştî dixwazim bêjim ku sînemaya kurdî êdî hêviyewke mezin dide. Hêvî ew e ku hevalên bi sînemayê re mijûl in pir enerjîk û xwedî biryar in. Ez xwe di qada şer de dibînim. Min biryara xwe daye ku sînemaya azad çêkim û ez piştgirî bibînim nebînim jî ez ê bi taktîkên gerîlla hîn fîlmên mezin û baştir çêkim. Dezavantaja min a mezin ew e ku ez bi tenê me. Lê ev e sînemaya azad û ez ê bazdana xwe ya azad bidomînim.

Wê “Azadiya Wenda” kengê were sînemayên Ewropa?

Wê di meha Îlonê de bê Almanya û çendîn welatê din ên Ewropa. Ez hêvî dikim ku gelê me yê li Ewrûpa ligel saziyên xwe eleqeyek baş bidin fîlm.

 Umur Hozatli kî ye?

Umur Hozat di sala 1969ê de li Dêrsimê hatiye dinyayê. Tenê dibistana seretayî xwendiye. Di sala 1992ê de dest bi rojnamevaniyê kir.  Di rojnameyên wek Ozgur Gundem, Ozgur Ulke, Yeni Politika, Demokrasi, Ozgur Bakiş ve Yeni Gundemê de peyamnêrî, editorî û nivîskariya quncikan kiriye. Hozatli di sala 1997ê de bi navê “Serfiraz” çîrokek nivîsand û ev çîrok ji NCM Xelata Taybet a Juriyê wergirt, di heman salê de xelata çapemeniyê ya Komîteya Çavdêriya  Helsinki bi dest xist. Hozatli ji hinek kanalên televizyonê yên Tirkiyeyê, Îraqê û Ewropayê re bernameyan amade dike. “Kayip Ozgurluk”, yekem fîlmê wî yê metrajdirêj e. 

KAYIP ÖZGÜRLÜK & LOST FREEDOM

Rudaw.net

27

Ozkan Kuçuk heta niha çend belgefîlm kişandine. Herî dawî belgefîlmekî bi navê “Seyîd” kişand. “Seyîd” li ser bavê Kuçuk bi xwe ye ku bavê wî “Dede”yekî (Pîrekî) elewiyan e. “Seyîd” îsal di Festîvala Fîlman a Stenbolê de hat nîşandayîn û ecibandin. Derhêner Kuçuk ku niha li Amedê di bin banê Navenda Çanda Cegerxwîn de karê sînemayê didomîne me pêre hevpeyvîneke li ser “Seyîd” û belgefîlmkariya kurd pêk anî.

Ez dixwazim pêşî vê bipirsim: Dema te ji ‘Dede’ re got ez dixwazim tişteke wisa bikişînim reaksiyoneke çawa nîşan da?

Reaksiyon normal bû. Lê ez bawerim ew jî nedifikiriya tişteke wisa wê derkeve. Zêdetir wî digot belkî em tiştek wekî nasandinê çêbikin. Dibe ku niha jî hê nizane tesîra wî çawa ye. Ji ber ku nekarî li sînemayê lê temaşe bike, nizane temaşevan çawa difikirin, çi hîs dikin. Ew bixwe di dinyayekî din de ye. Ji aliyê wî ve mesele tişteke din e. Ji bo min ez fîlmekî çêdikim, dixwazim hin kes fêrî hin tiştan bibin, lê ji aliyê wî ve ev e; min hin tişt jê pirsîne, ew bi zarokê xwe re axivî ye.

Diya te çi got?

Dema me li mal temaşe kir, diya min ji bo hin tiştan got; Çi hewceye tu qala malbatê dikî? Min jî got; Ji bo mijarê lazim e. Wî ev kar kiriye lê çawa kiriye? Ew ji nav nakokiyên çawa derketiye? Cemevî  (Cemxane) çawa çêkiriye? Dema tu qala kesek bikî, tu mecbûr î li ser nakokiyên wî jî, li ser pirsgirêkan jî bisekinî.

Di belgefîlm de PÎR’ek (DEDE’yek) heye. Pîrek, zimanek û dîrokek heye.

Rast e.

Tu dixwazî temaşevan kîjan aliyê derxin pêş, kîjanê fêm bikin?

Tu nikarî ji hev qut bikî, ji hev ne cuda ne. Ji aliyê olî de, baweriyê de elewîtî her bi paş ve xistine, her tim bi ser de çûne. Aliyê din de zimanê me jî wisa ye. Zimanê kurdî her tim di bin zordariyê de maye. Tu nikarî wî Pîrî jî qut bikî. Jiyana wî di nav van de diçe. Di nav van zordarî de, tiştên wisa de hat û çû. Hemû jî lazim in. Ew bi xwe ji alî olî de tiştan dike, lê li aliyê din divê di nav jiyanê de bi zimanê xwe derdê xwe bîne ziman. Mesele ev e.

Çima te xwest belgefîlmekî wisa çêbikî?

Li aliyekî, ji aliyê dokumanteran ve tu dinêrî bi hin mirovan re têkiliyên te hene; ew malbata te be jî, hevalên te bin jî, têkiliyên te hene, lê tu zêde li ser nasekinî, tu zêde hin tiştan par ve nakî. Tu li eynî malbatê bî, eynî karî bikî, tu heval bî jî hev zêde nas nakî. Ev belgefîlm zêdetir ji bo vê tişteke baş e. Ji bo parvekirin, ji bo hev du naskirinê û nasandina wan a ji bo kesên din baş e. Ji bo van ez li ser sekinîm. Bi vê re, têkiliyeke min a nû bi bavê min re çêbû. Ji aliyê din ve jî pêdivî pê hebû. Wî gelek tişt kiriye ji aliyê baweriyê ve, gelek tiştên muhîm jî kiriye, min nexwest ev veşarî bimînin. Min xwest bêne naskirin, bêne dîtin. Lê ne wekî qehreman, dibe ku ne qehreman be jî lê bi îtîqat karê xwe kiriye, ev tişteke muhîm e. Divê milet bibînin. Loma di bin navê “Çîrokên ji derdora me” ez dikişînim. Berê min “Pîlava Binok” kişandibû, niha jî ev. Bi nêrîneke din mêzekirina li der û dora xwe.

Di belgefîlm de wekî min got pîrek, zimanek û dîrokek heye. Belgefîlm bi kurtahî qala wan dike. Lê wekî ku 30 salên paşî yên kurdan zêde neketine nav belgefîlm. Mînak di belgefîlm de firokek li ezman difire, tu dizanî ew nîşaneya 25-30 salên dawî ye lê wekî din tiştek tune ye. Gelo te xwest tu xwe sansur bikî?

Na. A rast ne sansur e. Di belgefîlm de jî heye, cihekê ew (Pîr) dibêje kamerayê bigire. Li wir ew qala wan tiştan dike, qala hin tiştan dike. Wî nedixwest hin tiştan li ber kamerayê bibêje, min jî nexwest eşkere bikim, min hurmet nîşanî dîtina wî da. Dibe ku wî aliyê xwe de sansurek kir, min jî got ev nêrîna wî ye, bila wisa be. Lê ez bawerim mirov bifikire, ji vê jî mirov dikare hin tiştan derxe holê. Min bi temamî qut nekiriye. Ji aliyê dîrokê de jî, dibêjin: Dîrok dubare ye. Dîsa heman tişt hene. Ji aliyekê ve sirgûn, qetlîam, tiştên wisa her di jiyana me de derketine holê. Di belgefîlm de ev hemû hatine, bi ser mirovekî re em qala dîrokekî dikin. Mînak li aliyê Elewîtî ve heta Kerbelayê diçe. Aliyê din ve hem Elewîtî, hem kurdîtî. Dîsa 30 salên dawî, hin pirsgirêkên malbatê derketine. Ji ser jiyana mirovekî tu dikarî dîrokê bibînî.

Di medreseyan de jiyan jî, perwerdehî jî bi kurdî bû. Di Cemxaneyan de her çiqas ew kurd bin jî wekî ku bi tirkî be. Di fîlm de jî ev hinekî xwe nîşan dide. Gelo Elewîtî tirkîtî ye? Yan jî çima wisa ye?

Ez bawerim hinekî mecbûr mane. Mecbûr mane li ser zimanê resmî biçin. Ji xwe ji her alî de bi ser wan de hatine. Belkî fikirîne ku bi vî awayî xwe biparêzin. Ez zêde nizanim tam çawa bûye. Aliyekî di nav Elewîtî de, li nav Elewîtiya Anatoliyê de tirkî pir heye. Tirk jî zêde ne. Bandor lê kirine. Zemanekî gelek bandor li elewiyên Anatoliyê jî, li yên Dêrsimê jî kirine. Îhtîmal e ji wir zêdetir tirkî bandor li îbadeta wan kirine. Li aliyekê sedema wê ya ji dîrokî heye, aliyekê de xwestine xwe biparêzin.

Baş e. Ez wisa bipirsim: Ew dikarin bi kurdî îbadeta xwe bikin?

Belê, ev ne pirsgirêk e. Ew dikarin. Lê sedemên wê hene.

‘Dede’ dibêjin ‘Zimanê me hat qedexekirin’?..

Belê. Ew ne tişteke biçûk e. Tiştek muhîm e. Tiştên ku wan li dû xwe hiştine tiştên mezin in. Asîmîlasyon (Pişaftin). Asîmîlasyona ku li ser kurdan hatiye kirin, herî zêde jî li Dêrsimê hatiye kirin. Baweriya min ev e. Dibe ku ev jî zêde tesîr lê kirine. Lê hin Elewiyên Dêrsimê hene bi zazakî îbedeta xwe dikin. Min wisa dît, kurmancên wir zêdetir bi tirkî îbadetê dikin, lê yên zaza, zêdetir zazakî bikar tînin. Yanê xwestine Dêrsimê asîmîle bikin lê hemû nebûne. Ev jî mijareke din e, dibe ku mirov li ser vê jî bisekine.

Di belgefîlmên te de mirov li pêş in. “Karkerên Avahiyan”, “Pîlava Binok”, “Seyîd”. Navenda mijara te mirov in. Tu dikarî li ser vê tercihê çi bibêjî?

Ez ji vê hez dikim. Ez dixwazim wekî portre li ser mirovan bisekinim. Tiştek din jî; di belgefîlm yan jî sînemayê de, divê tu mirovan nas bikî, têkilî deynî, hev nas bikî û parve bikî. Dibe ku çanda Elewîtî jî wisa ye ku mirovan digire navendê. Dibe ku ji wir jî hatiye. Ez jê hez dikim. Ez naxwazim qala tiştê ku her kesî dîtiye bikim. Tiştên ku her kesî nedîtiye. Tiştên ku her kesî bi mirovan re nedîtiye jî dikare tiştan bîne ziman. Ev muhîm e. Tu dikarî yên herî qehreman jî bikişînî, lê jiyana li quncikek veşarî maye tu dikarî wê jî bînî ziman. Huner mirovahî tîne ziman, ez jî wê dikim.

Ez dema li kunyeya Ozkan Kuçuk dinêrim, heta niha belgefîlm kişandine. A- Tu dixwazî ji belgefîlman xilas bibî, dev ji wan berdî yan na? B- Tuyê kengê ji belgefîlm derbasî fîlm bibî?

Niha ez li ser fîlmekî metrajdirêj dixebitim, ez senaryoya wî dinivîsim. Ji Fona Balkan jî piştgirî min girt. Navê fîlm “Bexçeya Porteqalan” e. Ez li ser dixebitim lê ez naxwazim dest ji dokumanterê berdim. Ez fîlmên metrajdirêj bikişînim jî li aliyê din ez dixwazim dokumanteran bidomînim. Dibe ku rojek bê deh, bîst heb dokumanterên “Çîrokên ji derdora me” derkevin holê. Ez dixwazim bidomînim, yan jî kesên dixwazin vî karî bikin ez bi wan re bikim, alîkarî bidim wan. Jixwe li Amedê gelek “Çîrokên ji derdora me” hene. Lê di nêzîk de ger derfet hebin ezê vî fîlmî bikişînim…

Wekî ku tu ji fîlm zêdetir qîmetê didî belgefîlman…

Belgefîlm zêdetir rastiyên însanî tînin ziman. Ev rastiyek e û ez ji vê hez dikim. Di fîlmên ‘kurmaca’ (vesazkirî) de her tiştî tu ava dikî û nîşan didî. Ev pirsgirêk e. Tu dinyayekî çêdikî, nîşan didî û dibêjî ev rastî ye. Lê ew ne rastî ye. Di dokumanterê de jî tam ne rastî ye, kamera heye, vesazkirin çêdibe, nizanim çi heye, lê dîsa jî zêdetirîn nêzîkê rastiyê ye. Ev terciha min e. Dema ez fîlmê metrajdirêj çêbikim ez bawerim ewê jî li vî alî be hinekî. Ne zêde ‘kurmaca’ be.Wê zêdetirîn xwerû û bi xwezayî derkeve holê.

Tu kesek ji Dêrsimê û elewî yî. Dêrsim û Elewîtî ji bo te, ji bo hunera te tê çi wateyê?

Ew der axa ku şikil daye min e. Niha, hemû tevger û rawestana min, her tişt ji wê axê hatiye girtin. Ez mecbûr mame zimanê xwe yê dayikê ji bîr bikim û paşê dîsa ez hînê wê bûme. Parçeya çanda ji kalên xwe ku navenda baweriyekê bûn jî min girtiye. Ji van tiştan ez vê encamê derdixim: Qîmetê didim mirov. Pejirandina mirovbûnê û li ser navê mirovahiyê mirov tiştinan bike. Hem di Elewîtî de ev heye, hem li Dêrsimê, li gor xwezaya kurdan ev heye. Ew tên cem hev; hevdîtineke gelek baş e. Baweriya min ev e.

Her belgefîlmkar şêweyeke wî/ê heye. Tu ji şêweya belgefîlmên kî hez dikî? Wisa kesek ku tu bibêjî ez gelek jê hez dikim hene?

A rast ne ji bo belgefîlm lê ji bo sînemayê hin derhêner hene di nav dîroka sînemayê de ku me ji wan feyz girtiye. Hin mamosteyên me jî hebûn wekî mamoste Ahmet (Soner), Semir (Aslanyurek) û Hüseyin Kuzu, me ji wan jî gelek tişt girtiye. Tiştê ku ez difirikim, li ser şêweya sînemayê, şagirtên din jî wisa difikirin. Mînak Ozcan (Alper), Kazim (Oz), dibe ku Huseyîn (Karabey), ev nêzî hev difikirin. Dibe ku ji vir şêweyeke sînemayê derkeve. Ev ne tenê ji bo belgefîlm, ji bo sînemayê. Mînak şêweya Brecht. Mînak dibêje “Ji biyanîbûnê, biyanîkirin”. Di nav sînemayê de Godard gelek bikar aniye. Yekî fransî ye. Di nav fîlmê metrajdirêj de kameramanê nîşan dide. Yanê derdê wî çi ye, dibêje ku ev fîlmekî ye tu seyr dikî. Ew ne xeyal e. Rastî tenê ev e ku ‘Em li fîlmekî temaşe dikin’. Lewma ew şikil dide şêweyê. Ez jî di nav fîlmên xwe de car caran kamerayê nîşan didim, carinan hin problem hene divê tu nîşan nedî di montajê de, lê ez wisa nakim, ez wan jî nîşan didim. Di wir de ez dixwazim bi kêmasiyên xwe re jî rû bi rû bimînim.
Birayên Taviani hene, dîsa Theo Angelopoulos heye ez ji wan hez dikim, lê di belgefîlm de kesek ez bikevim bin bandorê nîn e. Li gor şertên taybet ez bi şêweyeke dikişînim. Dikim tiştek li gor xwe, dibe ku aliyên wî yên xweser hebin.

Rewşa belgefîlmkarên kurdan çawa ye?

Baş e. Mînak di Festîvala Stenbolê ya îsal de gelek belgefîlmên kurdî hebûn. Hemû jî li ser meseleyên kurdan bûn. Ew dixwazin derdê xwe bînin ziman. Ev jî wê şêweyan derxe holê. Ev tişteke muhîm e. Dema 95-96-97’an de me dest pê kir, belgefîlmekî kurt bi kurdî tune bû. Niha tenê di nav vê festîvalê de 6-7 belgefîlm hebûn. Qala meseleyên kurdî dikin. Zimanê sînemayê diceribînin. Gelek baş e. Û tiştên baş wê ji vir derkevin. Vî alî de ez dibêjim baş e.

Li Amedê, li Navenda Cegerxwîn we beşa sînemayê vekiriye. Hûnê çi bikin?

Emê dibistaneke sînemayê ava bikin. Emê li ser wê bixebitin. Hin tişt hê ne zelal in lê em dixwazin wekî ekoleke (nifşek) dibistaneke çêbikin. Ne dibistaneke sînemayê ya ji rêze, ekoleke sînemayê. Ev ekol jî heta îro me çi kiriye ji wir wê derkeve holê. Yanê me çi ji mamosteyên xwe dît, me çi li wan zêde kir û em bi sînemayê dikarin çi bikin, dikarin çawa bikin? Li ser vê gelo em dikarin zimanekî sînemayê wekî ekol derxin holê? Û li Amedê gelek kes hene dixwazin karê sînemayê bikin, bibin sînemager. Ji bo wan em dixwazin dibistaneke ava bikin.

Hûnê pirtûkên sînemayê wergerînin kurdî…

Rast e. Di vê dibistana sînemayê de em dixwazin dersên sînemayê bi kurdî bidin. Zêdetir bi kurdî. Ger mêvanên me hebin, biyanî bin û bên ji bo dersdayînê, dibe bi tirkî, bi îngilîzî yan bi zimanê din be lê wê dersên me zêdetir bi kurdî bin. Çend pirtûkên bingehîn ên li ser sînemayê em dixwazin wergerînin kurdî û li ser wan dersan bidin. Hin pirtûkên li ser senaryoyê, li ser vesazkirin û hin tiştên din hene lê hê ne diyar e emê kîjanan wergerînin. Ez bawerim li nav kurdên Tirkiyeyê wê yekem car sînema bi kurdî bê nasîn, kurdî ders bê dayîn, pirtûkên sînemayê bêne wergerandin.

Kazim Oz “Dûr” kişandiye li ser malbata xwe. Rodi Yuzbaşi “Miraz” kişandiye dîsa li ser koç û birê wî ye. Te “Seyîd” kişandiye li ser bavê xwe. Belgefîlmkarên me çima mijarên wan her malbata wan e?

Tiştên ku tu baş pê dizanî, tu dikarî baş bînî ziman. Dibe ku ji wir tê. Derdora xwe baş dizanin. Meseleya kurdan jî wisa ye. Kurd niha li der û dora xwe dinêrin. Her tişt li der û dora te ye, ne dûr e, nêzî te ye. Li wir ji aliyê însaniyetê, aliyê dîrokê ve her tişt heye. Belkî tu bi xwe yî jî. Tu gavek din bavêjî dibe ku tu qala xwe bikî. Lê li derdora te her tişt heye.

Pirsa dawî: Hin kes dibêjin kî çi dikişîne hema bila bikişîne. Baş an xirab. Tu jî wisa dibêjî?

Belê ez jî wisa dibêjim lê li vir pirsgirêkek heye. Her kes divê bikişîne, bigihîje wê derfetê. Derfeta kişandin û nîşandayînê bi dest bixe lê divê her kes berpirsî jî bigire ser milên xwe. Yanê mesele dikişînin, lê berpirsiyarî nagirin ser milê xwe. Zû dibêjin ‘Temam, em bûn’. Divê zû nebêjin em bûn. Her tişt bila ji bo kemilîbûnê bibe gaveke. Ev girîng e. Divê mirov nebêje ez kemilîm, ez temam bûme. Divê bifikire ez baştir dikarim çawa bikim? Bi kesek din re çawa dikarim parve bikim û em tiştên baş bikişînin? Ev girîng in. Li nav me jî hene, tiştek kişandiye, lê reklamê wî tiştî zêdetir pêş e, fîlm li dû diçe. Ev ji bo pêşerojê jî bi talûke ye. Ev reklam lêgerîna li tiştê baştir ji holê radike. Divê mirov her gav tiştên baştir bikin.

***

Ozkan Kuçuk kî ye?

Derhêner Ozkan Kuçuk di sala 1975’an de li Dêrsimê hatiye dinê. Ji Beşa Endazyariya Hawirê ya Zanîngeha Yildiz Teknîkê di sala 1997’an de mezûn bûye. Bi teça xwe ya bi navê “Salên 90’î de Sînemaya Tirkiyeyê” li Beşa Radyo-Televîzyon û Sînemayê ya Zanîngeha Marmarayê lîsansa xwe ya bilind kiriye. Ji sala 1999’an ve li Kolektîfa Sînemayê ya Mezopotamyayê xebat kiriye, û nivîsên li ser sînemayê nivîsandiye.

Fîlmên wî:

2005 – “Pîlava Binok”, Video-Belgefîlm, 45 dq.,
2005 – “Li Serxaniyên Diyarbekirê”, Video-Belgefîlm, 27dq.
2004 – “Mamoste Arsen”, Video-Belgefîlm, 29 dq.,
2003 – “Yillar Sonra, İşte DİYAR-i BEKİR” (Piştî Salan Vaye Diyar-ê Bekir), Video-Belgefîlm, 70 dq.
1999 – “Karkerên Avahiyan”, Video-Belgefîlm, 23 dq. (Xebata komî)

Xelatên ku wî girtine:
“Li Serxaniyên Diyarbekirê”
– Festîvala Hawirê ya PAM, 2005: Xelata duyemîniyê
– Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Enqereyê, 2006: Xelata sêyemîniyê.
– Festîvala Fîlman a ji bo Aştiyê, 2006: Xelata Hawirê

Hevpeyvîn: Cemil Oguz
Jêder: DİYARNAME

23

Hunermenda Kurd Aynûr Dogan derbarê êrîşa komeke nijadperestên Tirk ku li dijî wê kirîn, bersiva pirsên nivîskara Radikalê Pinar Ogunç da.

Li wê şevê her du stranên ku we karî bistirîne, çi dianî ziman? Strana we dixwest bêjê û we negot, kîjan bû?

Aynûr: Her 3’ê jî, stranên evînê bûn. Yek ji wan “Rewend” bû ji alboma min a dawî. Behsa derûna herî nebaş a tê serê însan dike di koçberiyê de. “Delalê” straneke evînî ye ji herêma Xoresanê ye. Ya 3’yan jî “Dew dew” e. Straneke ku Jinên kar dikin û ji mêrên bê xiret re dibêjê…Ango, yek ji wan naveroka xwe ya siyasî nebû.

Li dema ji temeşevanan dengê protostu û dirûşme bilind bûn, tam di wê kêliyê de çi di mejiyê re derbaz bû?

Aynûr: Li dema derbazî strana 3’yê bûm, tevlîheviyek çêbû. Baş tênegihiştim çi çêdibe. Lê, divê mirov vê bibêjê, li hemberî wan kesên ez protostu dikirim, piraniya nerazîbûn destnîşan kir. Li gor li wir 4 hezar û 500 kes amadebûbûn, ji wan dibe ku 400 – 500 kesan protostu dikir. Li gorî min, piraniya kesên hatîn wir kesên şiyar bûn û hatibûn mûzîkê guhdar bikin.

Berî hûn derkevin ser dikê, gomanek di bi we re hebû ku wê tevlîhevî derkeve?

Aynûr: Ne tenê duhî, li Tirkiyê, li her dema derketina ser dikê, însan gomana dike. Di bingeh de, hunermend dixwaze ji sedî sed di nava mûzîkê de derkeve ser dikê. Lê, negengaze ku mirov gomanê neke ku li vî welatî pirsgirêk berdewam dikin û jibo ku ez stranên Kurdî distrînim. Bi giştî li Tirkiyê, tam neketîm nava mûzîkê bi vê derûnê derdikevim ser dikê. Bi vî karê ku em dikin, dûrbûnê dike nava me. Bi vê gomanê, ti çend dikare rast û samîmî be?

Ji bûyerên bûyîn re hûn şaş man?

Aynûr: Em behsa vestîvala Cazê dikin. Li benda însnanên zêdetir yekbûnê çêdikin, karin yekbûnê girêbidin, karin zêdetir cuda binêrin, bawerên bi hêza huner ya yekbûnê, bûm. Di nava min de vê nerazîbûnê, matmayîn çêkir. Tevlîhev bûm. Ya ez xemgînkirîm ji protostu zêdetir, heta niha ev tişt têne jiyan kirin bû. Netehemûlkirina ji straneke evînî re jî re, ez xemgîn kirim.

Wê kêliyê hûn ponijîn tiştekê bêjin? Yan bila bûyer mezin nebin û we baş dît ku hûn wir bihêkin? Tam li wir çi çêbû?

Aynûr: Li wê kêliyê de ti diponije; çi dibe, em bi kûve diçin? Em pêşve diçin an li cihê xwe de dimînin? Min nizanî ka pêdiviye ez çi bikim. Lê, dîsa jî, hewl didim hêviyên xwe winda nekim. Jiber tişta şevê din min ferqkirî evan di hindikayîyê de ne. Bi rastî piraniya wan alîgirên aşitî û biratiyê ne. Ji xwe ya bi salan pirsgirêk mezin kirî ku hindikan ji me re bi piranî dane destnîşankirin.

We gotiye “Min ew ên protostu kirîn efo dikim”

Aynûr: Ez wan efo dikim, lê ya giring ew xwe efo bikin..

Wan mûzîkjenên din çi gotin? Bûyer bi zimanekî din, mirov dikare ji biyanî re şîrove bike?

Aynûr: Wan jî, tu wate neda, şaşman. Gotin, “Me şermkir.” Bê goman zehmete tu ji wan re bide xuyakirin. Divê ji duhî heta îro dîroka Tirkiyê ji wan re bibêjê.

Li gor we, divê Tirkiyê çawa li vê bûyerê binêre?

Aynûr: Li gor min, pêdiviye em hemû jê ders bigirin. Eger, mûdaxelaya cihê herî pak û hesas tê kirin, jibo siyasetek rantê tê bikarînan, divê em tev li ser biponijin. Li wir; bi Rûmî, Îspanî, Ladîno hate gotin. Lê, tehemûlî ji zimanê gelê ku bi sedê salan bi hev re jiyan dikin, nehate kirin.

Tu dibe gazind hebû “Te straneke bi Tirkî jî, bigotane”?

Aynûr: Lê, ez jibo stranên Kurdî kirim nava vê projeyê. Hemen demê de alboma projeyê jî derket. Ez dikarim bi hunermendekî Afrqî re jî stranê bêjim. Di bin vê de li wateyekê lêgerîn nabe! Li hemû vestîvalên dinyayê ku digerim stranên Kurdî dibêjim. Lê jobo wanderan , wek hunermendeke ji Tirkî, Tirkiyayî têm vexwandin. Heta li demeke nêzîk wê vestîvalek li Hamburg çêbibe. Welatê mêhvandar Tirkiyê ye û ez ê 2 konsêran li dar bixim.

Di çapemaniyê de yên hûn protosu kirîn yan jî yên piştgiriya wan dikin, vê dibêjin: Peçvûneke hêj pir nû heye, cenaze ji nû hatin rakirin. Herî kêm derbarê bûyerê de hevokek girêdabane…Li gorî te di vê wateyê de peywireke hunermend ên Kurd heye?

Aynûr: Ez ji vêna bawer nakim. Eger peyamên bi mûzîkê re, bi hunerê tên dayîn neyên fêmkirin, yekbûn bi van re nebe, ji xwe ti çi bibêjê wateya xwe nîne. Ne tenê duhî, êşên berî wê bi salan tên jiyan kirin hene. Ez hewl didim bi hêvî bim. Li vî welatî xemgînbûna kesên dixwazin aşitî û biratî were welat dixwazin, min jî xemgîn dike. Ez jibo hemû însanên dimirin xemgîn dibim, jibo her kesên êşê dikşînin xemgîn dibim. Êdî divê ev pirsgirêk were çareser kirin. Hêjî ti ev î, ti ew î…Êdî divê em mejiyê xwe bi van re mijûl nekin û dinya ber derên cuda ve diçe. Em paşve dikevin dema bê hal bin. Çima ev çend dûrbûnê dikin navbera xwe, çima dîwarên wiha dikin nava xwe? Berî 2 – 3 rojan em li vestîvala herî mezin ya Cazê li Holenda bûn. Ez nêzîkbûnên wir û vir tînim beramber hev. Bi rastî jibo xwe xemgîn nabim, lê ji vî welatî re xemgîn dibim.

Hevpeyvîn: Pinar Ogunç
Werger: Avestakurd

50

Hunermenda navdar a Kurd Alîn bi albûma xwe ya nû a bi navê “Hêviyên Westiyayî” derket pêşberî hezkiriyên xwe. Me wek HAWAR NET’ê bi Alîn re derbarê jiyana wê, albûma nû, rewşa mûzîka Kurdî û pêşketinên di rojeva Kurdan de axifîn.

-HAWAR NET: Hûn dikarin xwe hinekî xwendevanên me bidin nasîn, Alîn kêye? Hûn dikarin derbarê destpêkirina xwe ya bi muzîkê bikin…

Alîn: Berî her tiştî ez spasiya Rojnama Hawar Net’ê dikim û piştî destûra cenaben we, ez ê dixwazim bersiva cenaben we bidim. Belê, ez bi xwe li Zaxo  dayik bûm e û li Kurdistana rojava li deşta Hesena mezin bûm e. Min Zanko di mejara Seydela de temam kirîye û her weha min Instituta Muzîk e jî li Elmanya bi dawî kiriye. Bê goman her hunermend bi cewra li dûra xwe û bi taybet li jingeha cevakî, a ku te de mezin dibet, bi bandor dibe. Ji ber ku malbat di nava karê têkoşîna rizgarîye de bû û di nava tevgera Kurd e bû, loma ez jî ji keçkatiya xwe ve bi derd û êşen gelen Kurd êşam û ev bû rêbaz û bingeha sereke ji hestên min, yên hunerî û muzîkî.

 “Ez jî wek her Kurdek welatparêz û hunermendek dilsoz li per komployan rast hatim”

-HAWAR NET: Birêz Alîn we albûma xwe ya duyem derxist. Ka hinek behsa “Hêviyên Westiyayî” bikin.

Alîn: Ev pirsek zor balkeşe û di heman demê de jî zor xemgin e, lê ez e bersîva pirsa we li ser albuma xwe, a duyemin bi nave”Hevîyen westîyayî” bidim.

Gava mirov bi del û can wek ku Hoşemîn dibeje “Eger mirov ji dil û can tekoşine bo rizgariya gelê xwe neke, mirovê hertim barê bindistîyê bikşîne” ez wek wek keçek welatparezek Kurd, ku min di keçkatiya xwe de û di hemû jin û jiyana xwe de himyeta mezin da fekir, huner û tekoşina rizgarîye. Lê mixabin, ez wek her Kurdek welatparêz û hunermendek dilsoz li per komployan rast hatim û qidera min ev bû, kû ez bi xwe di dawîye de li berxwe bidim û îradek tekoşerî wek jinek tene û hunermendek bilindar li ber xwe bidim û derdê gelê bilindar jî tevlî jiyana xwe, a hundir bikim.

Li alîyek din, keça Kurd û hunermenda Kurd û kesayetîya we hin ji derdê sîstemên kevne perest û hovane di cevaka feodal de, dinale. Albuma min bersivek hunerî û edebî ye li ser ve rastîye.

– HN: Çima hêvî “westiya” ne?!

ALÎN: Hevî bi xwe naveroka şoreştîya sîkolocîa mirove û gava ku, bê xwedî û te ne dimîne, hevî û bê bawerî bi hev re dikevin şer û li dijî yek û du pevçûna bê dawî bi qasî qelenê jiyana azad, berdîlye dixwaze. Car caran têre dike û car caran jî têre nake û winda dibe!

“Strana “Min bihistî” temsîla birîna gele Kurd û mirovahîya balkeş dike..”

– Di albûma we ya pêşîn de strana bi navê “Min Bihîstî” – ku ya Mihamed Şêxoyê ye- ku bi Xêro abbas re duet çêkiribûn gellek deng veda bû. We hêvî dikir ewqas deng vede ew stran?

Strana “Min bihistî  tu nexweşî” bi rastî temsîla brîna gelê Kurd û mirovahîya balkeş dike. Ev berîn, berîna bê bextîya komploya navdewletî li dijî îrada rezgarîya gelê Kurd di sala 1975 an carek din di çarcova vê strana min de, xwe ji nû ve jîn kir.

Lê jibir ku, ez wek hunermindek Kurd jin, min ji jana vê birîne û ji jana mirovahîya xemgin ji dil û can strand û bi wê re jiyan dibim û bi rûndekin (hêstirên) çavan û hevîyen westayî û bi gorgor strand!
Hunermend gerek e ji dil û can û bi hestên mirovahî û xwezayî derd û realîta jiyan e bîne ziman, huner li ver ser dikeve û li ver di keve di nava wijdana mirovahîye de, loma min texmin dikir, ku ev stran ne wek te stranen din bê û birînen bê derman carek din kewyî bike!

“5 klîpen nû amade ne”


 
– We klîbek jî kişand an na?


Belê, min 5 klîpen nû kişandin e û yek min bi Hunermend Kawa re kişandîye û 4 ren den, wê di demek nêzik de bên e weşandin.Wek ku, hun dizanen, min 3 klîp li Kurdistan e kişandine û 2 li Almanya kişandiye.

– Wek tê zanîn êdî bi saya medyaya înternetê û torên sosyal de êdî hunermedn dikarin bi avayekî erzan xwe bigehênin gûhdarvanên xwe. Gelo hûn jî hewl didin ku medyaya înternetê baştir bikarbînin. Gelo malperekî we heye an na?

 
Ev gavek zor giring e jibo hunere û mîna perek yekser e. Ez bi taybet Facebook e bi kar tînim. Di demek nîzik de, ezê malperek zor bi rêk û pêk amade bikim.

“Divê di muzîka Kurdî de bi sîstemen akademî xebat bên meşandin”

– Derbarê pêşketin û kêmasiyên salên dawî a di muzîka Kurdî de nêrînên we çiye? Mûzîka Kurdî li gor ve ber bi ku ve diçe û divê ber bi ku ve biçe? Fikrên we  ser vê meseleyê çine? Pêşniyarên we çi ne?
Huner bi xwe medresa jiyan e ye û ev medrese ne mulke xwe ye û divê herdim bi derde gel û mirovahîye berdewam be. Lê di heman demê de, ev medrese divê bi sîstemen akademî û rek û pek be te saz kirin û nama xwe bighinet gele xwe.

“Hunermend e, ku te ne bi Kurdî distrê û di jiyan e de bi tirkî qise dike, ew ticaran nikare hunera rewa û ji bo pêşxistina ziman û hunera Kurdî pêk bîne…”

– Hunermedên ku Kurdî distrên di jiyana xwe ya rojane de zimanê Tirkî an jî zimanên din bikar tînin, hûn vê yekê çawa dibînin û gelo beyî jiyaneke bi Kurdî mimkune hûnera ser hîma Kurdî were pêşxistin?

Mixabin, ev pers min zur tiştên û zor bandorek negetîv li ser pêşxistina hunera Kurd dike. Jiber ku huner û zargotîna rast û muzîka rast û dige rast bi zimanê dayeke ve û zimanê jiyana rojane ve girêdayî ye. Ew hunermend e, ku te ne bi Kurdî disteret û di jiyan e de bi tirkî qise dike, ew ticaran nekare hunera rewa û hese hunere û ziman e hunere jibo pêşxistina zimanê Kurdî û hunera Kurdî pek bîne.

Raste, zor baş e, ku hunermend bi zimanên biyanî bizanet, lê em wek kurd, ku huner, ziman û nasnama me qedexe ye û aîmîlasyon dibe, berî her tiştî ji hunermendan dixwaze, bibin leheng û sîmbolen evîna huner û zimanê Kurdî di jiyane gel de!

Di nêrîna min de, ew hunermendek ji dilê û ne durest e û nesuhî ye gava di jiyan e de bi zimanê xwe qise neke. Ez bi xwe çend zimanan dizanim, lê ez hertim di jiyane de zimane Kurdî bi kar tînim!

– Hûn pêşketinên siyasî û rojevê dişopînin?

Bê goman, ez wek welatparezek û hunereindek Kurd polîtika dişopînim û heta kare muaasesatî jî û diplomasî jî dikim.

“Banga min ew e ku zimane Kurdî li Bakur bibe zimanê jiyane, male û zarokan!.”

Tenê jîbo agahîyan, ez hunermendek Kurdim û derdê gelê Kurd li her çar parçan Kurdistanê tînim ziman. Lê her çawabe, ezê bersîva we bidim.

– Kurd li bakûrê Kurdistanê di gellek warên cûda de xwebirexistin dikin û mafên xwe bidest dixin. Ji şaredariyan heta navendên çandê gellek saziyên Kurdan hene. Li gorî we sazî û dezgehên han rolên xwe yên ser pêşketina çand, huner û zimanê Kurdî de dileyzin? Li gor we kêmasî an jî çewtiyên bingehîn çine? Hêviyên we çine?

Li Kurdistana Bakur mixiben, serî kû jimarek zor mezin xwe digihîne25 mîlyon Kurd hin jimarek mizin bi kurdî neizanin û hin jimarek mezin serî bi kurdî dizanin jî, lê bi tirkî qise dikin. Heta bi zaroken xwe re û heta di mal da! Ev yek bandorek pir nîgetîv li ser pêşketina zimanê Kurdî dike. Serî kû, her çawa be, hinek pêşketin çê bû ye, lê ne gorî merhele ye û ne gorî paya rizgarîya ziman  û nasname ye.
Loma banga min ewe, kû zimane Kurdî li Bakur bibet zimanê jiyane, male û zarokan!

– Tu herî zêde kîjan hunermendan (Kurd û biyanî) gûhdarî dikî?

Ez hunermedên de nemir Mihemed Sêxo, Eyşes Şan, Meryem xan, Shan, Ardewan Zaxolî, Şivan Perwer, Eyaz Yusif, Tahsin Raha   zor hez dikim.

Ez bi muzîke, hunere, karê xwe rek û pek di mijara Seydela de û karê dîplomasî û muaasesatî de mijul dibim. Programek min nû ji bo konsertan heye.

– Tiştekî ku we herî eciz dike çiye?

Derew, dû rûtî û îxanet.

– Felsefeya we ya jiyanê çiye?

Felsefa min di jiyan e de ew e, kû ez ji başîyen gelen biyanî li Ewropa fêrbibim û ji nebaşîyen wan dûr herim û her weha ez tishtên baş peşve bidim û tiştên ne baş di jiyan e de jibîr bikim û sûde ji wan wergerim û dubare nekim.

– Di dawiyê de derveyî pirsên vê hevpeyvînê hûn dikarin tiştek bêjîn ji xwendevanên me re û lê zêde bikin…?

Ez temîna xwe li hemû xort û keçên Kurdan dikim, ku bixwinin û xwe bi fekir û qelê peşve bidin û li xwe û doza xwe hertim xwedî derkeven.
 
– Em wek HAWAR NET’e spasiya te dikin û di karên we de serkeftin û pêşketinê dixwazin…

Û ez di dawîye de zor sopasîya rojnama Hawar Net’ê dikim û hemû rengên pêşveçûn û seketinê bo kar û tekoşîna we a hunerî, çandî û kurdewarî dixwazim. Zor spas. (HAWAR NET – servîsa çand û hunerê)

VIDEO