286

Li Tirkiyeyê, hunermenda kurd a muzîka Rap Dezz Deniz, bû namzeda Tirkiyeyê di hevrikiya strangotinê ya Ewropayê Eurovizyonê ya 2012ê de.  Deniz, got, dê di strana xwe de, ku bi înglîzî ye, dê peyvên tirkî û kurdî bi kar bîne û wiha axivî, “Ez bawer im, dê bi awayekî herî baş, gelê kurd û tirk temsîl bikim.”

Di Eurovizyona îsal, ku li bajarê Dusseldorfê yê Almanyayê hatibû lidarxistin, Koma Sadakat a Tirkiyeyê, beriya ku bigihê fînalê, ji rêzê derketibû.

Hunermenda kurd a muzîka Rap Dezz Deniz, ku ji Almanyayê hatiye Diyarbekirê, ji AKnewsê re got, ew dixwaze sala bê, bi stranek kurdî, temîsla Tirkiyeyê bike.

Deniz, daxuyand, Tirkiyeyê, dê serkeftina ku heq kiriye, bi dest bîne û wiha anî ziman, “Ez dixwazim bi vê yekê, him welatê xwe temsîl bikim û him jî bi navê kurdan û tirkan, beşdarî vê hevrikiyê bibim.”

Dezz Deniz, bo qebûbûna namzediya xwe, ji rayedaran xwest, hişyar bin.

Dezz Deniz 1984ê li navçeya Mîdyadê ya Mêrdînê ji dayik bûye û ji 12 saliyê ve li Almanya dijî. Deniz, nêzîkî 10 sal e bi hip-hopê re eleqedar dibe û albuma wê ya yekem bi navê “Ew Kî Bû” derket. Albuma nû ya Denizê jî, dê vê zûtiriyê derkeve. Çendek beriya niha, klîba bi navê  “Evîn û Xiyanet” weşandibû.

jêder: (AKnews)

19

Bernameya 11’emîn Festîvala Xweza û Çandê ya Mûnzûrê hat eşkerekirin. Festîval bi diruşma “Kilîta çiya, diyarê elewiya, axa azadî û agir ya qedîm, ji bo zelalî, jiyandin û azadiyê li Dêrsimê vegere” wê bi panel, konser, semîner, fîlm û gelek şahiyên din  roja 28’ê vê mehê dest pê kir.

Festîvala ku ji aliyê Şaredariya Dêrsimê ve tê organîzekirin heta 31’ê vê mehê dê li dar be. Vaye bernameya festîvalê:

28 Tîrmeh (saet 08.00-22.00):

Ji bo destpêkirina festîvalê li Pertekê pêşwazîkirin. Lîstika folklorê ya YÇKM’ê, lidarxistina pêşengeha wêneyan, gotûbêj, panel, konser û nîşandayîna fîlm.

29 Tîrmeh (saet 12.00-22.00):

Panela li ser çand û dîroka Dêrsimê, helbestxwendin, panela “Li dijî qirkirina jinê rêxistinkirina jinê û peymana civakî”, konser, nîşandayîna fîlm

30 Tîrmeh  (saet 14.00-22-00):

Helbestxwendin, panela li ser pirsgirêka kurd, makeqanûna nû û konseya aştiyê, şano, konser, nîşandayîna fîlm

31 Tîrmeh (14.00-22-00):

Panela li ser gorên komî û winda, panela li ser pirsgirêkên Dêrsimê û derdorê yên bendav û xwezayê, meşa derdorê, nîşandayîna fîlm û konsera dawî ya festîvalê.

ji DİYARNAME

İşte  Festival Programı

MUNZUR FESTİVAL PROGRAMI

28 TEMMUZ PERŞEMBE

Pertek’te açılış, karşılama
YÇKM Folklor Ekibi
Saat : 08.00

SERGİ AÇILIŞLARI
SERGİLER ve ATÖLYE ÇALIŞMALARI
GKM – Başak Kültür ve Sanat Vakfı Atölye Çalışmaları

Resim ve Seramik Sergisi
Yer: Kışla Avlusu
(Resim ve Seramik(28-31 Temmuz) Atölye Çalışmaları Celal Doğan Parkı’nda Yapılacaktır.)

Sinema Gösterimi: 28-29 Temmuz 2011
Saat: 16:00- 17:00
Yer: GKM Sinema Salonu

SÖYLEŞİ

DERSİM DİVANI
“38’i Yaşayanlar Anlatıyor”

Saat : 15.30
Yer : Kışla Avlusu

PANEL
Dersim’de Kızılbaş Alevilik
Dinamikler-karşı dinamikler, Cemevleri ve Cemaatleşme
Moderatör : Yalçın ÇAKMAK
Katılımcı : Erdoğan Aydın(Araştırmacı-Yazar),
Turabi Saltuk (Araştırmacı Yazar)
Mehmet Bayrak (Tarihçi-Yazar),
Kemal BÜLBÜL (Türkiye Aleviler Federasyonu Başkanı),
Latif Qalferat ( Araştırmacı- Yazar )

Yer : Kışla Avlusu
Saat : 17.00

AÇILIŞ KONSERİ
Konuşmacılar
Edibe Şahin (Belediye Başkanı)
Özkan Tacar (DEDEF Genel Başkanı)
(Kurumlar adına ortak bir metin)
BDP Eşbaşkanı ve Vekilleri
Yerel Sanatçılar
Belediye Çocuk Korusu
Ali ihsan Doğan
Koma Gulen Xerzan
Sena Dersimi
Grup Yorum
Grup Arjen
Yer : Stadyum
Saat : 19.00

BELGESEL FİLM
Filmin adı : Tertele
Yönetmen : Doğan MUNZUROĞLU
Yer : Yeraltı Çarşısı Üstü
Saat : 22.00

29 TEMMUZ CUMA

PANEL
Dersim’de Kültür ve Edebiyat
Katılımcılar : Ahmet Cemil, Fadıl Öztürk, Ender Can Cevahir, Sibel Taş, Sevim Yağmaz (Bêzûwar Dergisi) Salih Aydemir (Öteki Sanat ve Edebiyat Dergisi), Ezmani Kari

Moderatör : Burhan Gündoğan
Yer : İsmet paşa Parkı
Saat : 12.00–14.00

DİNLETİ
Grup Roya
Çiçek
Yer : Kışla Avlusu
Saat : 15.00–16.30

PANEL

Kadın Kırımına Karşı Kadın Örgütlülüğü ve Toplumsal Sözleşmesi

Moderatör : Figen Aras (Ceren Kadın Danışmanlık Merkezi Aktivisti)

Katılımcılar : Eylem YILDIZ (DKH Temsilcisi), Av. Eylem SARIOĞLU(EMEP) Selma ŞAHİN (Yeni Demokrat Kadın Dergisi) Hülya Gerçek (SKM Temsilci Sözcüsü), Sebahat TÜNCEL (BDP İstanbul Milletvekili) Hamdiye AKBAYIN (Almanya Sosyal Dem. Part. Miltvk.)

Yer : Kışla Avlusu
Saat : 17.00–19.00

KONSER

Yerel Sanatçılar
Mehmet Ekici
Grup Şiar
Deniz Deman
Zelê Melê

Yer : Stadyum
Saat : 19.30

BELGESEL FİLM
Filmin adı : “Pres”
Yönetmen : Sedat Yılmaz
Yer : Yeraltı Çarşısı Üstü
Saat : 22.00

30 TEMMUZ CUMARTESİ

DİNLETİ

Yerel Sanatçılar
Bülent Çetindağ
Maviş Güneşer (Dersim Ağıtları)

Yer : Kışla Avlusu
Saat : 14.00

PANEL

Türkiye’nin Yeniden Yapılandırılması; Kürt Sorunu, Barış ve Anayasa Konseyi Işığında Çözüm Arayışları

Moderatör : Edibe ŞAHİN (Tunceli Belediye Başkanı)
Katılımcı : Bengi YILDIZ( BDP Batman Milletvekili) Selma GÜRKAN (EMEP Genel Başkanı) Celalettin CAN (Gazeteci-Yazar), Nuray MERT (Gazeteci-Yazar), Kenan ÖZYÜREK (Partizan), Ozan DOĞAN (DHF Temsilcisi), Ziya ULUSOY (Yazar), Alper TAŞ (ÖDP Genel Başkanı), Temel DEMİRER (Araştırmacı –Yazar)

Yer : Kışla Avlusu
Saat : 17.00

TİYATRO

BSV. : Sokak Tiyatrosu- Sokak Fabl
Yer : Yer altı çarşısı üstü
Saat :19.30

KONSER
Yılmaz Çelik
Grup Vardiya
Şengül Pak
Erdoğan Emir
Ahmet Aslan

Yer : Stadyum
Saat : 19.30–23.30

BELGESEL FİLM

Filmin adı : Kara Vagon
Yönetmen : Özgür FINDIK
Yer : Yeraltı Çarşısı Üstü
Saat : 22.00

31 TEMMUZ PAZAR

PANEL
Karakollaşma, Kayıplar ve Toplu Mezarlar

Moderatör : Av. Özgür ULAŞ KAPLAN
Katılımcılar : Sıtkı GÜNGÖR (Gazeteci-Yazar),
Av. Taylan TANAY,
Raci BİLİCİ (Diyarbakır İHD Şube Başkanı),
MEYADER,
Cafer DEMİR (Araştırmacı-Yazar)

Yer : Kışla Avlusu
Saat :12.00

PANEL

Dersim de Çevre Sorunları, Barajlar, Dereler ve Halklar
Moderatör : Celal TURNA
Katılımcılar : Gaye YILMAZ,
Özer AKDEMİR (EMEP),
Yaşar AYDIN (Derelerin Kardeşliği Yürütme Kurulu Üyesi)
Ercan AYBOĞA (Hasankeyfi Yaşatma Girişimi), Av. Barış YILDIRIM, Yusuf CENGİZ (TTSO)

Yer : Kışla Avlusu
Saat :16.30

ÇEVRE YÜRÜYÜŞÜ

Gola Çetu’ya Ateş Yakmaya
Toplanma Yeri : Seyit Rıza Meydanı
Saat :18.30

KAPANIŞ KONSERİ

Enver Çelik
Kardeş Türküler
Rojda
Mikail ASLAN
Grup Munzur
Davros (Ermeni Halk Dansları Grubu)

Yer : Stadyum
Saat :19.00

Başak Kültür ve Sanat Vakfı Müzik Performansı
Yer : Kışla Avlusu
Saat :21.00

BELGESEL FİLM

Proje Tanıtımı “Munzur Gözeleri Islahı ve Çevre Düzenlemesi”
Yer : Yeraltı Çarşısı Üstü
Saat:22:00

Filmin adı : Suyun Altındakiler
Yönetmen : Seher Sağlam
Yer : Yeraltı Çarşısı Üstü
Saat : 22.10

19

Li bajarê Wanê, 2emîn Festîvala Xweza û Çand û Hunerê ya Gola Wanê, ku her sal ji aliyê şaredariyê ve tê sazkirin, dest pê kir.

Merasîma vekirina festîvala Gola Wanê, ku dê 3 rojan bidome, bi lêdana erbanê û meşê hat destpêkirin û piştre broşurên festîvalê di nav bajêr de hat belavkirin. Di meşê û belavkirina broşuran de, Şaredar Wanê Bekir Kaya û cîgirên şaredar û rêveberên BDP yên Wanê jî beşdar bûn.

Li gelek deverên bajêr, afîş û posterên festîvalê hatin daliqandin û di gelek cihan de jî, pankartên “Bixêr Haitn”, bi kurdî û tirkî hatin daliqandin.

Serê êvarê jî, dê li Kelha Wanê, festival bi fermî dest pê bike. Di festîvalê de, panel, helbest û mûzîk, her wiha pêşangeh û şano û çalakiyên folklorî dê bên lidarxistin.

Gelek nivîskar û rewşenbîrên kurd ên ji çar perçeyên Kurdistanê bo festîvalê hatine vexwendin. Karbidestên şaredariyê, diyar kirin, ji ber mêvanan, otelên bajêr hemû tijî bûne û hinek mêvan jî, ji ber nebûna cih, çûne malên welatiyan.

14
Derhênerê kurd Özkan Küçük, jiyana siyasetmedara kurd Leyla Zana ku di nava jinên kurd de bûye sembol, dike belgefîlm.

Derhêner Özkan Küçük ku heta niha çend belgefîlmên din jî kişandiye, derbarê belgefîlma ku çêdike de axivî.

Li gorî Aknewsê, Küçük bi bîr xist ku siyasetmedara kurd Leyla Zana deh salê xwe di girtîgehê re derbas kiriye û wiha got:

 “Leyla Zana keseke wisa ye ku hem jiyaneke dijwar derbas kiriye hem jî gelek tiştên serkeftî bi dest xistine. Derheqê siyaseta kurd, siyaseta azadiyê û têkoşînê de kêm kes hene ku evqas tişt bijîn û evqas tişt bizanibin. Ev qas jî bandora xebatên wan li ser jiyana wan be. Çalakiyên ku tevli bûye, kar û xebatên ku meşandiye gelek tişt ji jiyana wê sitandine. Gelek êş û azar kişandiye lê dev ji kar û xebata xwe bernedaye.”

‘Zana sembola cîhanê ye’

Küçük, bal kişand ku Leyla Zana ne tenê di nava kurdan de, li cîhanê jî bûye semboleke moral û motîvasyona têkoşîn û berxwedanê. Küçük, destnîşan kir ku Leyla Zana xwe weke “zimanê gelê xwe” dibîne û ji ber vê yekê wan jî navê “Ez zimanê gelê xwe me” li belgefîlmê kirine.  

Küçük, aşkera kir ku zimanê belgefîlmê ji sedî 90 bi kurdî ye û wiha berdewam kir: “Leyla Zana dê bi zimanê gelê xwe, yanî bi kurdî behsa xwe, behsa xebatên ku ji bo gelê xwe kiriye, bike. Dixwazim heta niha çi jiyaye, çi hatiye serê wê, çi wenda kiriye, çi qezenç kiriye, derxim holê. Di belgefîlmê de dê tenê Leyla Zana behsa xwe bike û li aliyekî ve jî em ê wêne û dîmenan bi kar bînin.”

‘Taybetiyên Zana pir in’

Küçük, gotinên Leyla Zana yên “Ez di têkoşîna kurdan de arşîv im” bi bîr xist û wiha axivî: “Em li aliyekî li Leyla Zana dinêrin lê ev pêvajo di heman demê de dîroka kurdan e jî. Ez jî dixwazim ew weke arşîvek di fîlmê de cih bigre. Lê taybetiyên Leyla Zana pir zêde ne. Ev yek mirov ditirsîne jî. Di nava fîlmekî de gelo ez ê bikaribim hemû taybetiyên Zana bidim? Vê pirsê ji xwe dikim. Ez van taybetiyan çiqas zêde bixim nava fîlm, ez ê xwe ewqas serkeftî bibînim.”

Küçük, derbarê dirêjahiya belgefîlmê de jî got ew difikirin belgefîlm bi qasî 75-80 deqe be.

15

Van rojan zarokên familyeya Bansal û Kanodia zava Deepak û bûk Payal li Antalya li Mardan Palace Otelê zewicîn û mesrefa daweta wan gehişt pênc milyon dolaran û malbava keçikê 15 milyon ewro jî wek next da malbava zava.

Li gor nûçeyeka ajansa Cihanê dawetê pênc rojan berdewam kir û ji Hindistanê û Tirkiyê 170 aşpêjan xwarin ji bo mêvanan amade kir. Zava Deepak li hespekê boz siwar bû û hat cihê dawetê û bûk Payal jî li erebeyeka golfê siwar bû û hat.

Zava û bûk li gor adetên hindistaniyan bi ayîneka taybet hatin cem hev û piştî ayînê seremoniyeka şîltaqhilavêtinê hat çêkirin. Mirovên herdu familyeyan fotoyên xwe digel bûk û zava girtin. (nefel)

53

Koma Mahabad a Muzîkê ku di bin banê Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) de li Li Tirkiye bajarê Mêrsînê xebatên xwe dimeşîne, bi albûma “Xelek” derket pêşberî guhdaran.
Albûma ku ji Kom Muzîkê derket, ji 10 sitranan pêk tê û piraniya sitranan ji aliyê endamên komê ve hatine nivîsandin.


Solîstê Koma Mahabad Yeqîn H, derbarê albûmê de agahî dan AKnews’ê û diyar kir ku wan di encama xebateke dûvedirêj de albûm çêkirine û ji guhdaran xwest ku xwedî li albûmê derkevin. Yeqîn H, destnîşan kir ku ew niha xebata albûmeke din dimeşînin û dê piştî demekê bi albûmeke din ji guhdaran re surprîzek bikin.

Sitranên di albûmê de ev in: “Keçika Mahabadî, Gewrê, Xet û Xelek, Dilo, Ev û Yar, Malan Bar Kir, Pel û Payîz, Bêrîtan, Rabe Lawo û Delîla.”

15

Xelata muzîka cîhanî ya îsal gihîşte hunermendê Kurd Şivan PERWER. Komîteya xelatê ya Akademiya Charles Cros, bi minasebeta CDya Şivan ya dawîn “Min bîrîya te kiriye” ev xelat di roja 18ê meha 11an de li Parîsê pêşkêşî wî kirin. Şivan ji vê xelatê re layîq hate dîtin ji ber ku wî muzîk xistiye xizmeta azadiya milletê xwe.
Xelat di bin parastina serokomarê Fransayê Jacques Chirac de ji alî komîteyekê ve hate dayîn.
Di merasima xelat dayinê de rewşa milletê kurd ya îroyîn, êş û dijwarîyên ku kurd dibînin û hêvî û gumanên wan ji pêşerojê û ji cîhanê hat behskirin û bîranîn. Herwisa di van hissîyetên kurdan de rola muzîka Şivan çiye hat behskirin. Şivan jî bi axaftineke kurt û gotina strana ”Ferman e, ferman e, fermana me kurdan e” spasî komîtê û Jacques Chirac kir. Di merasimê de Kamuran Ji-Kîkan, wek sekreterê instituya Kurdî û werger beşdar bûbû. Me Birêz Kikan li Diusburgê di şahiya 30 saliya damezrandina PSK de dît û li ser girtina xelatê jê agadarî girtin, wextê Şivan tenê ji bo kişandina fotoyekê hebû….
Em hunermendê gelê kurd ê mezin Şivan PERWER ji bo xelata wî ya nû pîroz dikin, û hêvîdar in ku ew hela hê gelek xelatên mezin bigre.

Charles Cros (1842-1888) kî ye?

Charles Cros ê fransî, mirovekî ne nexwende û nenivîser bûye, lê di warê muzîkê de hunermendekî piralî û şareza bûye. Ew herweha şairekî hezkirî jî bûye, lê tiştê ku ew li cîhanê daye naskirin ew e ku, wî cara yekemîn Gramafon îcat kirîye. Ji bextreşiya wî re hevalekî wî yê nêzîk fikra wî diziye û li ser navê xwe qeyd kirîye. Ango wî di şûna Cros de xwe wek îcatkarê Gramafonê daye naskirin û bûye xwediyê patentê. Dûra hatiye tesbîtkirin ku xwediyê fikra gramafonê yê rastî Charle Cros e.

Navê Charles Cros li Akademiya Muzîkê kirine. Her sal bi nave wî ji hunermend yan jî berhemên hunerî yên bijartî yên salê re xelat tên dayîn. Xelat di bin parastina serokomarê Fransayê de ji alî komîteyekê ve tê dayîn.

JARNAME
Dîwarekî spî, pir mezin, rût, tevde rût
Li ser diwêr nerdewanek, bilind e bilind
Li ber dîwêr çilazek, jar e jar
Zilamek ji wê da hat, destên wî qilêr in qilêr
Hildaye destê xwe çakûç û bizmarek, serî tûj e tûj
Glokek jî bend, saxlem e saxlem.

Hilkişiya ji pêpelûkê, bilind e bilind
Bizmarê tûj kuta, teq teq teq
Li ser tepelûka dîwêr, rût e rût.

Çakûç ji destê xwe avît, ket ha ket
Serê bizmar, bend avîtê, dirêj e dirêj
Bi serî ve girêda çilazo, jar e jar

Dîsa daket xwarê ji pêpelûkê, teq req teq req
Li piştê çakûç û pêpelûk, giran e giran
Lêxist çû dereke din, dûr e dûr.

Ew roj ev roj e, çilazo belengazo jar e jar
Guneho bi serê bend ve, dirêj dirêj
Bi nazikî li ba dibe, dibe ha dibe.

Min ev çîrok ji ber xwe ve çêkir, hêsan hêsan
Bila har bibin hin kes, cidî cidî
Û ji boy ku zarok bikenin, biçûk biçûk.

Charles Cros

(Wergera ji zimanê tirkî: Haluk Ozturk)

16

Kirîna berçavkekê riya şuhretê jêre vekir û niha li Çînê yek ji mankenên meşhûr e Mehmet Söyler Kurdekî ji Bîngolê ye, ji bo xwendinê çûbû Çînê. Xwendina xwe temam nekir, lê belê niha yek ji meşûrtirîn modelan e, li Çînê. Söyler (28), bi riya xalê xwe ku ligel Taiwanê bi karê bazirganiyê radibû, ji bo xwendinê di sala 1994 de çû Çînê. Mehmet Söyler li Çînê dest bi xwendina computerê kir, li wir ligel dostekî xwe, dema ku çûbû ji xwe re berçavkekê bikire, jêre teklîfa mankêntiyê hat û deriyê çansekî mezin jêre vebû.

VIDEO