15

2’emîn Forûma Civakî ya Mezopotamyayê wê îsal di 21-25’ê îlonê de bi dirûşima “Wê mirovahî li hemberî kapîtalîzm û dagirkeriyê qezenç bike” li Amedê tê lidarxistin.

Wê forum bi meşa ku wê di 21’ê îlonê de were lidarxistin dest pê bike. 2’emîn Forûma Civakî ya Mezopotamyayê wê îsal di 21-25’ê îlonê de, li SûmerParka Amedê bê lidarxistin.

18

Projeya Şaredariya Sûrê ya bi navê “3 ziman, 3 kolan, 3 pirtûk” bi kokteylê hate nasandin.

Projeya Şaredariya Sûrê ya Amedê ya bi navê “3 ziman, 3 kolan, 3 pirtûk”, li Restoranta Cezayîrê bi kokteyleke hate nasandin. Di çarçoveya projeyê de berhema Naum Faîk Palak a bi navê “Beth Nahrîn” kurdî, tirkî û suryanî, berhema Şeymus Dîken a bi navê “Amed dest dihejîne”, kurdî, tirkî û îngîlîzî û berhema Mîgîrdîç Margosyan ya bi navê “Taxa Gavur” kurdî, tirkî û ermenkî hatin wergerkirin. Di kokteylê de sînevîzyona li ser navçeya Sûrê hate temaşêkirin. Karsaz Osman Kavala, Prof. Gencay Gursoy, Rojnamevan Nuray Mert, Parlamanterê BDPê yê Stenbol Sirri Sureyya Onder û gelek kes tevlî kokteylê bûn.

‘Nasname winda bibin dê hemû kes winda bike’

Şaredarê Sûrê Abdullah Demîrbaş, di kokteylê de axivî û diyar kir ku bajar bi nasnameyên xwe tên naskirin. Demîrbaş, anî ziman ku dema nasname winda bibin dê hemû kes wê demê winda bike. Piştî Demîrbaş Sirri Sureyya Onder jî, axivî û bal kişand ser zimanê dayikê. Onder wiha axivî: “Zimanê neyê ferbûn dê winda bibe. Şaredarên li Kurdistanê ji bo zimanê kurdî bedelên giran dan. Zimanê kurdî tê qedexêkirin û tê asîmîlekirin. Mirovê zimanê dayikê neaxive, dê lal bibe. Qedexekirina zimanê dayikê bidome, dê nifşên zimanê dayika xwe nizanin derkevin holê.”

Piştî axaftinan kokteyl bi guhdarkirina stranan dawî bû.

10

Biryar e, îro, Dezgeha Aras ya Çap û Belavkirinê sîmînareke nirxandinê ji bo pirtûka “Kurd û Siyaseta Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê” ya lêkolera Yonanistanê Mariana Kharudaka saz bike.
Sîmînar dê îro saat 5ê êvarî (bi dema Iraqê) bi amadebûna hejmarek dîplomat, konsulên welatên biyanî, siyasetmedar û rewşenbîr li avahiya Dezgeha Aras li bajarê Hewlêrê, bê lidarxistin.

18

Hunermend Seda Sayan sedema çima heta niha bi Kurdî stran negotine bi wê yekê ve girê dide ku bi salan rêvebirên kanalan zext li wan kirine û qedexekirine.

Sayan, ku di heman demê de bi stranbêjîya xwe tê naskirin, dibêje ji salên 90-î ve ji ber zextên rêvebirên kanalan nikariye hunermendên Kurd vexwîne bernameyên xwe û ew bi xwe jî bi Kurdî bistirîne.

Seda Sayan wiha dibêje ‘‘Ji ber guşarên rêvebirên xwe me nikarî ne hunermendên Kurd vewxînin bernameyan û ne jî bixwe bi Kurdî bistirînin. Evna jî yek ji wan bûyeran bû ku herî zêde xembar dikirim. Ji ber niha vê yekê eşkere dikim, pir kêfxweş im. Bila herkes bizane ku hemû nerazîbûn û zext ji rêveberên kanalan dihat. Bûyerên ku 21 sal e dijîm şahidê min in. Rêveberên girîng ên her kanaleke ku min lê program çêkirine stranên Kurdî û hunermendên Kurd qedexe kirin.’’

 Divê hunermend hemû stranekê bibêje

Li gor babakus.com Seda Sayan da zanîn ku êdî hertişt ji berê baştir e û wiha dawî li axaftina xwe tîne: ‘’Herwiha divê wiha be û wiha jî bimeşe. Divê hunermend hemû stranekê bixwîne. Zimanê wî/wê her çi be  ferq nake, huner huner e.’’ Seda Sayan, heta niha di gelek kanalên wek TGRT, Kanal D û Show TV de bername çêkirine.

Ji Rudaw’e

13

Avesta çapkirina berhemên Şêrzad Hesen ku yek ji nivîskarên kurdî ê herî balkêş û serketî ye didomîne. Romana wî “Xewnî Çalçalokekan” bi navê “Xewna Pîrepindan” ji aliyê Besam Mistefa ve ji soranî bo kurmancî hate wergerandin. Berî demekê jî berhevokeke ku ji sê çîrokan pêk dihat bi navê “M” derketibû.

36

Endamên lijneya hilbijêr a 2-min Mîhrîcanê ya Yilmaz Guney ku ji aliyê Şaredariya Elihê ve dê 14 û 19ê mijdarê bê lidarxistin diyar bûn.

Endamên lijneya hilbijêr a 2-mîn Mîhrîcana Yilmaz Guney ku ji aliyê Şaredariya Elihê ve îsal 14 û 19ê mijdarê de tê darxistin li salona Civînan a Meclîsa Şaredariyê hatin eşkerekirin.

Cîgirê Şaredar Serhat Temel, diyar kir ku serlêdanên mijarên pêşbazîkirinê berê heta 3 Îlonê diyar kirine, lê ji ber daxwazên ku dema serîlêdanê bê direj kirin zêde ne, dema serîlêdanê ya dawî heta 30-ê îlonê dirêj kirine.

Temel, da zanîn ku mîhrîcan di 14 û 19ê mijdarê de dest pê dike û we 6 rojan berdewam bike û îsal asta mîhrîcanê bilind kirine. Lijneya hilbijartina mîhrîcanê ya beşa flîm û belgefîlman ji Parlamenterê Eniya Ked, Azadî û Demokrasî Sirri Sureyya Onder, gerînende-senarîst Yuksel Yavuz, gerînende Seren Yuce, gerînende-lîstikvan Nazmî Kirik û yapimci Sevîl Demîrcî pêk tên.

Endamên lijneya hilbêjêr a flîmên kurt û çîrok jî, ji gerînende-senarîst-nivîskar Ahmet Soner, rêxnedarê flîman Zahît Atam, nivîskar Mehmet Sebatlî, senarîst Onder Çakar û nivîskar Mehmet Şarman pêk tên.

Ji Rûdaw ê

11

Hat zanîn, meha bê dê 3yemîn Festîvala Sînemayê ya Navdewletî ya Bexdayê li bajarê Bexdayê were sazkirin.

Birêveberê Festîvalê Tahir Elwan di daxuyaniyeke rojnamegerî de ragihand ku festîval dê destpêka meha bê li dar keve û dê bêtirî 140 fîlmên ji 30 welatan ku hin ji wan cara yekemîn e tên pêşandan, di festîvalê de beşdar bin.

Elwan amaje kir ku 3yemîn Festîvala Sînemayê ya Bexdayê, xaleke verçerxanê ye di dîroka festîvalan de li Iraqê, ji ber festîvala herî berfireh û mezine li Iraqê.

Elwanî xuya kir ku di festîvalê de dê pêşbirka fîlmên dirêj, kurtefîlm û belgefîlman hebe û dê piştre zanyariyê zêdetir derbarê fîlmên beşdar bêne ragihandin.

Elwanî bal kişand ku her wiha dê çend sîmînar derbarê rewşa sînemayê li Iraq û dinyayê di festîvalê de bêne sazkirin, tevî ku dê çend beşên festîvalê bo derhênerên jin û ciwan ên Iraqê be.

Ji AKnews’e

36

DBŞT 2. Pêşbaziya Nivîsandina Lîstikên Kurdî ya Ebdurehim Rehmi Hekkarî ya navnetewî li dar dixe. Kesên dixwazin di nivîsandina lîstikên Kurdî de hunera xwe nîşan bidin, divê heta êvara 27’ê çileya 2012 de berhemên xwe bigihînin Şanoya Şaredariya Mezin a Amedê (DBŞT).

VIDEO