23

Li Navenda Ciwanan û Çandê ya Cegerxweîn ya Şaredariya Peyasê Pirtûkxaneya Aynur Artan ya ji sed hezaran pirtûkan hate vekirin. Di pirtûkxaneyê de pirtûkên bi kurdî, tirkî û gelek kovarên çand û hûnerê cih digirin.

Li Navenda Ciwanan û Çandê ya Cegerxwîn ya Şaredariya Peyasê pirtûkxaneya bi sed hezaran pirtûkan hate vekirin. Pirtûkxaneya bi navê Aynur Artan hate vekirin.
Wekîlê Şaredarê Peyasê Mahmut Dag, Alîkarên şaredarê Peyasê Servet Yilmaz, Îhsan Avci, Hevserokên Rêxistina BDP’ê ya Peyasê Aygun Taşkin, Erkan Erencî, Serokê Komeleya Nivîskarên Kurd Şehmuz Sefer, endamên meclîsa şaredariyê, Midûrê Karên civakî û çandî Mahmut Buyukbayram û gelek kesên din tevlî bûn.

Wekîlê Şaredarê Peyasê Mahmut Dag di vekirina pirtûkxaneyê de axaftine kir û diyar kir ku pirtûkxane ji bo alîkariyê bide ciwanan gelek girîng e û wiha got: “Heye niha me li 5 malên piştigiriyê û navendên jinan pirtûkxane vekirin. Lê ev pirtûkxane ji ber pirtûkên wê gelek zêdene û ji hemû kesî re vekiriye gelek girîng e.” Li pirtûkxaneyê pirtûkên kurdî, tirkî û gelek kovarên çand û hûnerê hene. Kesên dixwazin bibin endamên pirtûkxaneyê dikarin pirtûkan bibin malê.

12

Li bajarê Diyarbekirê, pêşangeha kulturên kevin ên bajarê hat vekirin û tê de,
suryanî, ermenî û êzîdî li hev kom bûn.

Pêşangeha bi navê “kulturên berê
yên Diyarbekirê”, ku ji aliyê Osman Koker hatiye amadekirin, li galeriya Amedê
ya Sûmer Parkê de hat vekirin.

Di pêşangehê de, zêdetirî
200 wêne, ku piranî yên dawiya sedsala 19ê û destpêka sedsala 20ê bûn, hatin
nîşandan. Di wêneyan de, ji bilî pêkhateya mîmarî ya wê demê ya Diyarbekirê,
jiyana rojane ya xelkê bajêr jî tê nîşandan.

Di merasima vekirina
pêşangehê de, şaredarê Diyarbekirê Osman Baydemîr, ji cemaeta suryanî Can
Şakarer, qeşeyê dêra Dayikameryem Yusuf Akyuz, serokê civata rêveber a kulturê
ya Anadolu, Osman Kavala, nivîskarê ermenî Migirdîç Margosyan û serokê komela
GUNSÎAD Şah Îsmaîl Bedirhanoglu beşdar bûn.

Amadekarê pêşangehê Osman
Koker, ji AKnewsê re got, di dîroka Diyarbekirê de, xelkê nemisulman roleke
girîng hebûye, lê di dibistanan de behsa vê yekê nayê kirin.
Koker, diyar
kir, ev pêşangeh bo wê hatiye vekirin ku jiyanên ku wenda bûne dîsa bên
dîtin.

Nivîskar Migirdîç Margosyan jî got, dema ez li nav pêşangehê de
geriyam, qet kêfxweş nebûm, ji ber ku min dît me gelek tiştên mezin wenda
kiriye.

Şaredarê Diyarbekirê Osman Baydemîr jî got, xeyala wî ya herî
mezin, ew e ku zimanên suryanî û ermenî dîsa li Diyarbekirê zindî û şîn
bibe.

Pêşangeh dê heta 7ê sibata îsal bidome.

45

Di serê sala nû de koma Ribad dê albûma Warê Me daxe bazarê. Çar parçe muzîk, şeş stran û straneke koralî di vê albûmê de ne. Serokê pişka muzîkê li Koma Ribad diyar dike ku gruba wan yekemîn gruba muzîkê ye ku albûmeke wisa li Dihokê çêbike.
Serokê pişka muzîkê li koma Ribad muzîkjen Mihemed Zekî, li ser navê albûma koma wan ji Rûdawê re diyar kir: “Warê Me, navê parçeyeke muzîkê ya folklorî ye di albûmê de.” Mihemed Zekî bi xwe karê dabeşkirina muzîkê bo vê albûmê kiriye.
Serokê pişka muzîkê li koma Ribad dibêje ku albûm bi awayekî Kurdî û moderin hatiye amadekirin: “Gelek amûrên Kurdî tê de hatine bikaranîn ligel amûrên muzîkê yên rojavayî. Gruba me yekemîn gruba muzîkê ye ku albûmeke wisa bo cara yekê li Dihokê çêdike.” Gruba Ribad bona berhemanîna vê albûmê girêbestek ligel kanala Vîn girêdaye, ew dê du ji berhemên albûmê bikin klîp, ku strana Zimanê Kurdî û strana Bêriyê ne ku ji hozana Ebdulezîz Silêman e, ji awaza Semîr Zaxoyî ye.
“Heke kar neke êdî ji bo çi ye?”
Muzîkjenê navbirî dibîne ku ev albûm bo rêveberiya giştî ya rewşenbîrî û hunerî û rêveberiya muzîkê li Dihokê destkefteke mezin e, herwiha dibêje: “Me kar di albûmê de kiribû heya nîvî, ji nû ve wan butçe bo me veqetand, me hinek karên deng û hinek karên dî yên piçûk li Tirkiyê jî kirine, bi alîkariya Xwedê albûma me serê sala nû dê li bazaran be.”
Derbarê gîrobûna butçeya vê albûmê, rêveberê giştî yê rewşenbîrî û hunerî li Dihokê Adil Hesen got: “Koma Ribad mehane alîkariyê ji rêveberiya me werdigire, ya yekê alîkariya mehane ye, ya duyemîn jî hejmareke zêde ya endamên wê girêbest in li cem me û xwedî meaş in, gava komeke mirov hebe û butçeya xwe ya mehane werbigire û girêbestên xwe jî hebin, vêce heke ew kom kar neke ji ber çi ye, lewma dema ew karekî dikin ew erkê wan e, ger ne tenê dema ku berhemekê çêdikin dê alîkariya wan bikin ne ku mehane, dema koma Ribad albûm çêkir û heya nîvî çûn wan dît diravên li ber destê wan têr nake, lewma li gor bernameya wezareta rewşenbîrî û hunerî ku carna piştgiriya hinek albûm û berheman dike, me beşekî pereyan bo koma Ribad terxan kir da ku albûma xwe pê timam bikin, vêce ji ber çi butçe gîro bûye. Ew kom ne dezgeheke hikûmî ye ku mafê wan li ser me hebe, ya duyem jî em hemû dizanin heya butçeya hikûmetê ji aliyê parlamentoyê neyê pesendkirin, heya weke heyva 7-8an asê dibe, ya sêyem jî gava pere tên veqetandin jî em ji nû ve li gor wan pereyan bernameya xwe ya salê datînin.”
Muzîkjeneke Holendî: Ez kêfxweş im tê de beşdar bûme
Muzîkjena Holendî Shyan, li ser beşdariya xwe di vê albûmê de dibêje: “Navê parçeya muzîkê ku min amade kiriye Elpetuku ye, parçeyeke muzîkê ya folklore Amerîkaya Latîn e, vêce piştî serokê pişka muzîkê li koma Ribad daxwaza amadekirina parçeyeke muzîkê ya rojavayî ji min kir, min li ser daxwaza wan ev parçeya muzîkê amade kir.”
Shyan ku li pişka muzîkê li peymangeha hunerên ciwan li Dihokê mamoste ye, derbarê beşdariya xwe di albûmeke Kurdî de kêfxweşiya xwe nîşan dan û ji Rûdawê re got: “Ez kêfxweş im ku min ev karê piçûk di vê albûmê de kiriye.”
Ew di wê baweriyê de ye ku xelkê Kurdistanê dê guhê xwe bidin parçeya muzîka wê: “Her kesê ji muzîkê hez bike dê guhdariya muzîka hemû cîhanê bike, ez dixwazim bi berdewamî pişkdariyê di çêkirina albumen Kurdî de bikim, hez dikim kar di çêkirina her karekî hunerî de bikim û karê amadekirina jenîn û muzîkê jî bikim.”
Serokê Koma Dihokê: Dirustkirina albûman ne pêşbirke ye
Koma Ribad dibêje ew yekemîn e ku li devera Behdînan albûmeke bi vî rengî çêbike, lê serokê koma Dihokê ya muzîkê Cemal Mihemed Edîb dibêje: “Her grubek gava karekî bicî tîne, vêce ew kar kengî kiribe yan berî hemûyan kirine ne giring e, lê tiştê giring ew e ew karê mirov dike bo çi dike û naveroka wê çi ye. Ez sipasiya her kesekî diikim ku karekî hunerî yê baş kiribe.”
Edîb herwiha got, koma Dihokê salek û nîv e berhemek amade kiriye ku ji 10 trakan pêk tê, ku ji parçeyên muzîkê û stranan pêk tê: “Lê ev sal û nîv e me ew berhem bi nivîsar pêşkêşî rêveberiya hunerî ya muzîkê li Dihokê kiriye, ji bo em jî wê berhemê weke albûm çêkin, lê li wir bi hênceta nebûna pereyan rawestiyaye. Vêce meseleya dirustkirina albûman ne pêşbirke ye ka kî dê berî kî bibeze.”
Rêveberê hunerî yê muzîkê li Dihokê Emîr Sedîq li ser gîrobûna alîkarîkirina vê projeya koma Dihokê got: “Bo sala bê projeya koma Dihokê berdewam e û emê alîkariya wan bikin.”

Ji RUDAW.NET ‘ê

14

Hunermenda opera ya kurd, Mizgîn Tahir, li Diyarbekirê konserek da û bi stranên kurdî, alîgirên xwe kêfxweş kir.
Hunermenda kurd, Mizgîn Tahir, ku bi şêwazê opera stranan dibêje û mûzîkê çêdike, li navenda kulturî ya Cigerxwîn a Diyarbekirê konserek da.
Di konserê de, gelek temaşevan amade bûn û bi stranên kurdî yên Mizgînê kêfxweş bûn. Strana kurdî ya “Lorîka
Adîloş”, ji aliyê temaşevanan ve bi germî hat pêşwazîkirin. Mizgînê, stranên kurdî yên klasî jî got û piştî konserê, rayedarên şaredariya Kayapinarê,
gul dan wê û ew pîroz kirin.

16

Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM), guhdariya muzîka “Diwan-a Dubeytî” ya helbestvanê Kurd ê navdar Baba Tahirê Uryanî Hemedanî pêşkêş kir.

Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM), berhema helbestvanê wêjeya klasîk a kurd Baba Tahirê Uryanî Hemedanî ya bi navê “Diwan-a Dubeytî” bi guhdarên xwe re parve kir. NÇM’ê li Dika Hunerên Pêşandanê Avê guhdariya muzîkê pêşkêşî hunerhezan kir. Hunermendên NÇM’ê, li Amed, Cizîr, Nisêbîn û Qoserê derketin ser dikê. Hunermendên NÇM’ê, ji ber erdheja Wanê bernameyên xwe yên Misirc, Bîsmîl û Stenbolê betal kiribû. Hermena Hemedanî ya ji 13 beytan pêk tê rastî eleqeyek mezin hat.

Di guhdariyê de ji muzîkê zêdetir cil û bergên kevneşopiya kurd dide nîşandan bala temaşevanan kişand ser xwe. Pêşandana ku rastî eleqeyek gelek mezin hat, beşdaran li ser piyan li çepikan xistin. Piştî guhdariyê hunermendê NÇM’ê Serhat Kural, diyar kir ku ew êşa welatiyên Wanê parve dikin û girtina parêzeran şermezar kir. Kural, xwest rojên aştî, aram û wekhevîyê bi ruh bibin û ji bo vê yekê têdikoşin.

Baba Tahirê Hemedanî kî ye

Baba Tahirê Uryanî yê Hemedanî di navbera salên 937 û 1010’an de jiya ye. Ew bi Baba Tahirê Uryanî yê Hemedanî tê naskirin. Ji ber ku ew ji maqûlên ola ehlê heqê (yarsan) bû digotinê Baban ku hevwateya peyva pîr e ya ku ji bo rêberên olî dihat bi karanîn. Wî bawerî bi sofîzmê hebû û ji ber hindê jî navê Uryanî yanî rûtî li xwe kiribû. Ew li Hemedanê ji dayik bûye û her li wê derê jî miriye. Wî bi zaraveya lûrrî nivîsiye, lê goranî jî zaniye û ew carna di helbestên xwe de tevlî zaraveya xwe kiriye. Helbesta wî bi dildariya xudê û afrînerî pir e û bi pesindana ciwaniyê ku belge ye li ser hebûn û yekbûna afirînerî, xudêyî mişt e. Diyar dibe ku wî helbestên xwe bo Yarsaniyan nivîsîne û li cem wan wekî sirûd û stran dihatin gotin. Destnnivîsên Baba Tahirî ya dubetiyên wî di arşîvên cîhanî de hebûn û hindek rojhilatnasan ew di sedsala 19 û 20’an de bi wergera wê bo zimanên xwe yên mîna îngilîzî, fransî û elmanî weşandibûn.

16

Şanoya Bajar ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi promiyera lîstika ‘Qeyd’ ve perdeya xwe vekir. Lîstika Qeyd ku ji aliyê Zana Jarr ve hatiye nivîsandin û derhêneriya lîstikê Ruknettîn Gun kiriye yekem car li Amedê bi promiyerê derket li hemberî şanohezan.

Di lîstikê de wekî lîstikvan, Yavuz Akkuzu, Leyla Batqî, Rêzan Kaya, Vural Tantekîn, Berfîn Emektar, Mehmet Musaoglu, Hakan Karsak û Mesut Erencî cih digirin. Sahne ji aliyê Serdar Geren, cil û berg ji aliyê Îsmaîl Oyur, ronahî ji aliyê Bayram Can û afîş ji aliyê Bahar Demîrtaş ve hatine amadekirin.

Qeyd bûbû yekemîn
Par Şanoya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo tekstnivîsîna şanoyê ji bo pêş bixe pêşbaziyeke ku îsal jî li dar dixe amadekiribû. Tekstên lîstika ‘Qeyd’ di nav 22 tekstên şanoyê de bûbûn yekemîn. Hatibû gotin ku lijneya repertuarê ya DBŞT’ê dê lîstikan binirxîne û lijneyê biryar da ku ev lîstik bê lîstin. Naveroka lîstikê bi kurtasî wiha ye; lehengê lîstikê di nexweşxaneya dînan de ye û hişê xwe winda kiriye. Jina leşkerê ku zilamê wê hatiye kuştin bi zanebûn tê nexweşxaneyê û dibêje ev kujerê zilamê min e û dixwaze kujer bê darizandin. Lê dema li qeydên seansên hîpnozê tê guhdarkirin, dibînin ku zilamê hişê xwe windakirî travmayeke zarokatiyê dijî. Sedema kujeriya wî jî travmaya ku di zarokatiyê de veşartiye.
Derhênerê lîstikê Ruknettîn Gun diyar kir ku bi qasî du meh û nîv li ser lîstikê xebitîne û wiha behsa amadekariyên lîstikê kir: “Di dema amadekariya lîstikê de pêvajoyeke bi stres re derbas bû. Hevalên me yên lîstikvan ên ku di amedakariyê de ked dane, me hewl da ku vê teksta ku li gorî min teksteke xurt e em jê lîstikeke baş derxin.”

Mijareke rojevî
Derhêner Gun balkişand ser rojevbûna lîstikê û wiha got: “Ev lîstik bi naveroka xwe û bi rojane bûna xwe balê dikişîne. Dema me lîstik xwend, gelek heval jî di heman fikrê de bûn, mijara Esat Oktay dihat bîra me. Esat Oktay gelek êş û îşkence dan kişandin. Em di lîstikê de vê ya dibînin; lehingî ku me gelek travma jiyane.” Gun bilêvkir ku gelek kesan heman travma di zarokatiya xwe de jiyaye.

 ÇETÎN ALTUN/AMED

YENİ ÖZGÜR POLİTİKA

54

Hunermenda Tirkiyê ya bi eslê xwe Kurd Hûlya Avşar û hunermendê Kurd Ciwan Haco ji bo aştî û biratiyê bi hev re bi Kurdî stranekê dibêjin.

Hunermenda bi eslê xwe Kurd Hûlya Avşar û hunermendê Kurd Ciwan Haco ji bo aştî û biratiyê bi hev re çûn pêşberî kamerayê. Hûlya Avşar di klîba li gel Ciwan Haco de cilûbergek sembola aştiyê yê bi rengê spî li ber xwe dike.

Haco û Avşar strana “Ne Ağlarsın” bi Kurdî distirên û dibêjin: “Em ji bo aştiyê amadene ku her tiştî bikin.”

15

Amed demsala payîzê bi hunerê pêşwazî dike Amed bi hatina meha cotmehê re ji berhemên çandî û hunerî re dê bibêje merheba. Amediyan tevahî dema havînê bi konser û mîhrîcanên ku li derve pêk tên derbas kir

22

Rewşenbîrê kurd Musa Anter ku 19 sal berê ji aliyê JÎTEM’ê ve hatibû kuştin, bi qurnefîlan hate bibîranîn. Parlamentera BDP’ê Ayla Akat ji bo bîranîna Anter  strana “Apê Mûsa” got.
Merasima bîranînê li ser riya Seyrantepe, li ber abîdeya Apê Mûsa pêk hat. 

VIDEO