Archive for category: Nuçe

Ciwan Haco “Veger”iya
/ 20 Şubat 2012 11:37

Ciwan Haco “Veger”iya

Albûma nû ya Ciwan Haco a bi navê VEGER , ji alîyê şirketa muzîkê ya bi navê “Pelrecords’’ê ve, ku demek berê di muzîka kurdî de bi derfetdayîna dengên nû navê xwe da bihîstin, hatiye hilberandin. Produksiyon û aranjorîya albumê jî Ayhan Evciyê ku ev demeke dirêj e bi Ciwan Haco re dixebite hilgirtiye ser milên xwe

Li Amedê pirtûkxaneyekî nû
/ 16 Ocak 2012 10:32

Li Amedê pirtûkxaneyekî nû

Li Navenda Ciwanan û Çandê ya Cegerxweîn ya Şaredariya Peyasê Pirtûkxaneya Aynur Artan ya ji sed hezaran pirtûkan hate vekirin. Di pirtûkxaneyê de pirtûkên bi kurdî, tirkî û gelek kovarên çand û hûnerê cih digirin. Li Navenda Ciwanan û Çandê ya Cegerxwîn ya Şaredariya Peyasê pirtûkxaneya bi sed hezaran pirtûkan hate vekirin. Pirtûkxaneya bi navê Aynur Artan hate vekirin. Wekîlê

‘Gelên wendayî’ li pêşangehê hatin ba hev
/ 16 Ocak 2012 10:30

‘Gelên wendayî’ li pêşangehê hatin ba hev

Li bajarê Diyarbekirê, pêşangeha kulturên kevin ên bajarê hat vekirin û tê de, suryanî, ermenî û êzîdî li hev kom bûn. Pêşangeha bi navê “kulturên berê yên Diyarbekirê”, ku ji aliyê Osman Koker hatiye amadekirin, li galeriya Amedê ya Sûmer Parkê de hat vekirin.Di pêşangehê de, zêdetirî 200 wêne, ku piranî yên dawiya sedsala 19ê û destpêka sedsala 20ê bûn,

Koma Ribad albûmeke muzîk û stranan li devera Behdînan çêdike
/ 30 Aralık 2011 12:07

Koma Ribad albûmeke muzîk û stranan li devera Behdînan çêdike

Di serê sala nû de koma Ribad dê albûma Warê Me daxe bazarê. Çar parçe muzîk, şeş stran û straneke koralî di vê albûmê de ne. Serokê pişka muzîkê li Koma Ribad diyar dike ku gruba wan yekemîn gruba muzîkê ye ku albûmeke wisa li Dihokê çêbike. Serokê pişka muzîkê li koma Ribad muzîkjen Mihemed Zekî, li ser navê albûma

Li Diyarbekirê kêfa operaya bi Kurdî
/ 30 Aralık 2011 11:53

Li Diyarbekirê kêfa operaya bi Kurdî

Hunermenda opera ya kurd, Mizgîn Tahir, li Diyarbekirê konserek da û bi stranên kurdî, alîgirên xwe kêfxweş kir. Hunermenda kurd, Mizgîn Tahir, ku bi şêwazê opera stranan dibêje û mûzîkê çêdike, li navenda kulturî ya Cigerxwîn a Diyarbekirê konserek da. Di konserê de, gelek temaşevan amade bûn û bi stranên kurdî yên Mizgînê kêfxweş bûn. Strana kurdî ya “Lorîka Adîloş”,

NÇM’ê mûzîka dîwana Baba Tahirê Hemedanî pêşkêş kir
/ 27 Kasım 2011 10:44

NÇM’ê mûzîka dîwana Baba Tahirê Hemedanî pêşkêş kir

Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM), guhdariya muzîka “Diwan-a Dubeytî” ya helbestvanê Kurd ê navdar Baba Tahirê Uryanî Hemedanî pêşkêş kir. Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM), berhema helbestvanê wêjeya klasîk a kurd Baba Tahirê Uryanî Hemedanî ya bi navê “Diwan-a Dubeytî” bi guhdarên xwe re parve kir. NÇM’ê li Dika Hunerên Pêşandanê Avê guhdariya muzîkê pêşkêşî hunerhezan kir. Hunermendên NÇM’ê, li Amed, Cizîr,

Bi ‘Qeyd’ê perde vebûn
/ 12 Ekim 2011 08:43

Bi ‘Qeyd’ê perde vebûn

Şanoya Bajar ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi promiyera lîstika ‘Qeyd’ ve perdeya xwe vekir. Lîstika Qeyd ku ji aliyê Zana Jarr ve hatiye nivîsandin û derhêneriya lîstikê Ruknettîn Gun kiriye yekem car li Amedê bi promiyerê derket li hemberî şanohezan. Di lîstikê de wekî lîstikvan, Yavuz Akkuzu, Leyla Batqî, Rêzan Kaya, Vural Tantekîn, Berfîn Emektar, Mehmet Musaoglu, Hakan

Avşar û Haco ji bo aştiyê bi Kurdî distirên
/ 12 Ekim 2011 08:00

Avşar û Haco ji bo aştiyê bi Kurdî distirên

Hunermenda Tirkiyê ya bi eslê xwe Kurd Hûlya Avşar û hunermendê Kurd Ciwan Haco ji bo aştî û biratiyê bi hev re bi Kurdî stranekê dibêjin. Hunermenda bi eslê xwe Kurd Hûlya Avşar û hunermendê Kurd Ciwan Haco ji bo aştî û biratiyê bi hev re çûn pêşberî kamerayê. Hûlya Avşar di klîba li gel Ciwan Haco de cilûbergek sembola

Li fuara Amedê defîleya cilên neteweyî
/ 05 Ekim 2011 08:03

Li fuara Amedê defîleya cilên neteweyî

Li Navenda Kongre û Fuara Tuyapê ya Amedê mexazaya Heftreng ku navnîşana cil û bergên kurdî ye bi defîleya „Xemla me xemla we ye“ bala beşdarên fuarê kişand li ser cilên kurdî

Li Amedê barana hunerê heye
/ 05 Ekim 2011 07:55

Li Amedê barana hunerê heye

Amed demsala payîzê bi hunerê pêşwazî dike Amed bi hatina meha cotmehê re ji berhemên çandî û hunerî re dê bibêje merheba. Amediyan tevahî dema havînê bi konser û mîhrîcanên ku li derve pêk tên derbas kir