Şanoya Bajar ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi promiyera lîstika ‘Qeyd’ ve perdeya xwe vekir. Lîstika Qeyd ku ji aliyê Zana Jarr ve hatiye nivîsandin û derhêneriya lîstikê Ruknettîn Gun kiriye yekem car li Amedê bi promiyerê derket li hemberî şanohezan.
Di lîstikê de wekî lîstikvan, Yavuz Akkuzu, Leyla Batqî, Rêzan Kaya, Vural Tantekîn, Berfîn Emektar, Mehmet Musaoglu, Hakan Karsak û Mesut Erencî cih digirin. Sahne ji aliyê Serdar Geren, cil û berg ji aliyê Îsmaîl Oyur, ronahî ji aliyê Bayram Can û afîş ji aliyê Bahar Demîrtaş ve hatine amadekirin.
Qeyd bûbû yekemîn
Par Şanoya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo tekstnivîsîna şanoyê ji bo pêş bixe pêşbaziyeke ku îsal jî li dar dixe amadekiribû. Tekstên lîstika ‘Qeyd’ di nav 22 tekstên şanoyê de bûbûn yekemîn. Hatibû gotin ku lijneya repertuarê ya DBŞT’ê dê lîstikan binirxîne û lijneyê biryar da ku ev lîstik bê lîstin. Naveroka lîstikê bi kurtasî wiha ye; lehengê lîstikê di nexweşxaneya dînan de ye û hişê xwe winda kiriye. Jina leşkerê ku zilamê wê hatiye kuştin bi zanebûn tê nexweşxaneyê û dibêje ev kujerê zilamê min e û dixwaze kujer bê darizandin. Lê dema li qeydên seansên hîpnozê tê guhdarkirin, dibînin ku zilamê hişê xwe windakirî travmayeke zarokatiyê dijî. Sedema kujeriya wî jî travmaya ku di zarokatiyê de veşartiye.
Derhênerê lîstikê Ruknettîn Gun diyar kir ku bi qasî du meh û nîv li ser lîstikê xebitîne û wiha behsa amadekariyên lîstikê kir: “Di dema amadekariya lîstikê de pêvajoyeke bi stres re derbas bû. Hevalên me yên lîstikvan ên ku di amedakariyê de ked dane, me hewl da ku vê teksta ku li gorî min teksteke xurt e em jê lîstikeke baş derxin.”
Mijareke rojevî
Derhêner Gun balkişand ser rojevbûna lîstikê û wiha got: “Ev lîstik bi naveroka xwe û bi rojane bûna xwe balê dikişîne. Dema me lîstik xwend, gelek heval jî di heman fikrê de bûn, mijara Esat Oktay dihat bîra me. Esat Oktay gelek êş û îşkence dan kişandin. Em di lîstikê de vê ya dibînin; lehingî ku me gelek travma jiyane.” Gun bilêvkir ku gelek kesan heman travma di zarokatiya xwe de jiyaye.
ÇETÎN ALTUN/AMED
Comments are closed