Arşîvkarê çand û folklora kurdan: Wênegir Masum Süer

251

Hunermendê wêneyan Mehmet Masum Süer ku ev demeke dirêj e bi profesyonelî wêneyan dikişîne, heta niha nêzî 100 hezar wêneyên cih û war, cil û berg û navdarên kurdan kişand û di arşîva xwe de qeyd kir.

masumsuerHunermendê wêneyan Mehmet Masum Süer ku ji sala 1976’an dest bi karê rojnamevaniyê kir û piştre bi profesyonelî dest bi kişandina wêneyan kir, jiyana xwe û hunera xwe ji Aknews’ê re vegot.

Meraqa te ya wênekêşiyê kengê dest pê kir?

Meraqa min a wênekêşîyê piştî dibistana seretayî bi stendina wênekêşek û bi kişandina wêneyên endamên malbatê dest pê kir. Wêneyê min ê yekemîn min di sala 1970’ê de kişand. Bav, dayik û xwîşka min di vî wêneyî de bi hev re ne. Ev wêne hêj di arşîva min de heye.

Te kengê bi awayeke profesyonelî dest bi vî karî kir? Te demeke dirêj wênekêşa bi fîlm bi kar anî yan na?

Min di sala 1976’an de di rojnameyeke tirkan de dest bi nûcegihaniyê kir. Û bi vî awayî min dest bi wênegiriyê kir. Min heta îro bi dehan makîne bi kar anîn. Bi awayekî profesyonelî min di destpêka salên 1990’an de dest bi hunera wêneyê kir. Lê belê ji ber rewşa xerab a ku hem Amed û bi tevahî herêma me tê de bû, ez mecbûr mam ku navberê bidim vê xebata xwe. Di van salan de me nikaribû portreya mirovekî, nekaribû avahiyekê û an wêneyê teq an bajarekî bikêşînin.Di dema nûçegihaniyê de ji bo nûçeya bi qasî ku me karibû wêne dikêşandin. Ez ji sala 2005’an vir de bi makîne û alavên profesyonelî, ji derveyî wênekêşiya rojnamevaniyê bi awayekî din wêneyan dikêşînim.

Tu hinek dereng nemayî? De di 76’an de dest pê kiriye lê çima heta 2005’an dom kir?

Beriya sala 2005’an min wêne bikişandana jî zaten bal nedikişand. Weke çawa di wan salan de çîrok, roman, helbest, nîgarsazî, şano û beşên din ên hunerê bal nedikişand wêne jî wisa bal nedikişand. Bazarek me -ne tenê di maneya kirîn û firotinê, weke balkişandina mirovan jî- ya hunerê tunebû. Îro bi kêfxweşî ez dibînim ku di her warê hunerê de bazarek çêbûye. Û roj bi roj ev bazar yanî balkêşî mezin dibe. Li Bakurê welat bi nasnameya kurdî cara yekem ez derketim pêş. A niha bi hezaran şopdarê wêneyên min hene. Ez bi vê yekê kêfxweş û serbilind im.

Tama wênekêşa bi fîlm an ya bi dijîtal baş e? Hêcana vê yekê dikarî bi me re parve bikî?

Bi rastî heyecana wênekêşiya bi fîlm a kevn zêdetir bû. Çimkî we nizanibû ka wêne wê bi çi awayî derkeve. Di kişandina dijîtal de mirov di heman demê de encamê dibîne.

Tu zêdetir wêneyên çawa dikişînî?

masumsuerEz bi zêdeyî wêneyên cih û war û avahiyên dîrokî, portreyên navdarên kurd ji qada huner û polîtîkayê, berhem û nirxên dîrokî û çandî yên kurdewarî weke cil û bergên kurdî dikêşînim. Piştî salên 1990’an, min li derveyî nûçegihanîyê li ser dîrok û çandê hindek lêkolîn kirin. Hindek ji wan di wan salan de hatin weşandin. Meraqa min a dîrok û çandê di wêneyan de jî berê min da van qadan.

Heta niha te li çend bajarên Kurdistanê wêne kişandine û ev wêneyên te heta niha li ku hatine weşandin?

Heta aniha min di serî de û bi giranî li Amed, Wan, Mêrdîn, Semsûr, Tatwan û Heskifê wêne kişandin. Hem li navendên van bajaran û hem jî li navçêyên wan. Giraniya xebata min li ser Heskif û Amedê ye. Wêneyên Heskifê ez ji sala 1996’an û vir de dikişînim. Ji çend salan carakê ez diçim û rewşa avahiyen dîrokî yên li Heskifê dişopînim, wêneyên wan dikişînim.Wêneyên min di van du salên dawî de di rehberên turîzmê yên ku Amed dinasînin de, di salname û kartpostalan de û di hin rojname û kovaran de tên weşandin.

Te heta niha çend hezar wêne berhev kirine? Tu dê di pêşerojê de çi bi van wêneyan bikî?

Hejmara wêneyên ku min kişandine nezî sed hezarî ne. Bi rastî ez niha dikişînim û arşîv dikim. Ji bo pêşerojê planek an planên min ên taybet tune ye. Xebata min bi awayekî weşandina wan e. Di rojname, kovar, pirtûk û berhemên wekî din de. Û bi pêşangehên hem li welat û hem li derveyî welat ez wan derxim pêşiya gelên cîhanê. Û bi vî awayî dîrok û çanda kurd bidim nasandin. 

Di wênekêşiyê de tiştê herî zehmet çi ye? Tu zêdetir kîjan zehmetiyan dikişînî?

Zehmetiya min a herî mezin ev e ku gelek mirov fêm nakin ku ez wêneyan ji bo çi dikişînim. Ez ji wan re çiqas jî îzah bikim nayê fêmkirin. Mirov di destpêkê de dibêjin, “Tu li ser nave kîjan rojname an kovarê dixebitî, tu dê çi bikî ji van wêneyan an wêneyên me wê li ku bên çapkirin?” Dema ku bersiva van pirsan nastînin dikevin şikê.. Zehmetiyeke din jî, derdorên ku min nas nakin ji ber tîpa min, weke polîs an sûbayan dibînin. Porê min dewamî kin e, ez ji porê kin hez dikim.. Cilên min ji spor in.. Di sermê de, ji ber ku li gelek cihan digerim ez botê dixim lingên xwe..

Li gelek welatên cîhanê wênekêşên pir navdar hene, çima heta niha di nava kurdan de (Bakur) kesên pir navdar ji vê hunerê derneketin?

Rast e. Ji ber sedemên ku min li jor anîn ziman yanî ji ber şerê li welatê me hunera me derneket holê û pêş ve neçû.. Dema ku huner nehat kirin, di vî warî de kesên navdar jî dernakevin pêş. Di destpêka salên 1990’an de rojnamegeriya kurd dest pê kir, di vê pevajoyê de rojnamevanên navdar derketin holê. Piştî salên 2000’an kovar û di her qadên wêjeyê de weşandina pirtûkên kurdî dest pê kir û di van salan de jî nivîskarên kurd derketin pêş.

Wêneyên te yên ku xelat girtine hene yan na?

Ez bi xwe heta îro tevî pêşbazîyan nebûm. Lê dîsa ji, serê vê salê sê wêneyên min, ji aliyê kovara  wêneyan a navnetewî Light and Composition’ê ve di cîhanê de weke “Wêneyê Rojê” hatin helbijartin û di malpera vê kovarê de hatin weşandin. Di bin wêneyan de min weke “Wênekêşê Kurd” dan nasandin. Ji bo min rûmeteke mezin bû. Derveyî van xelatan, di malpera herî mezin a parvekirina wêneyan a Tirkiyeyê fotokritik.com’ê de, di hundirê du salan da 9 wêneyên min dîsa weke “Wêneyê Rojê” hatin helbijartin û ez jî di demên cûda de weke “Wenekêşê Rojê” hatim helbijartin. Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê birêz Osman Baydemir, ji ber xebatên min plaketek da min, bi raya min xelata min a herî mezin û girîng ev plaket bû.

Li Diyarbekirê û bajarên din ên kurdan wênegirên baş hene yan na? Bi vê potansiyelê gelo mirov nikare kovarên wêneyan derxe? Çima heta niha hewldaneke wisa çênebûye?

Bi taybetî li Amed, Riha û Sêrtê, ez navan nedim lê belê gelek hevalên me yên wênekêş hene. Xebatên xweş dikin. Li van her sê navendan hevalan di bin sîwana komeleyan de xwe birêxistin kirin. Heta li Rihayê du komeleyên wênekêşan hene. Li Amedê ev salek e komeleya me ku ez jî endamê we me bi nave DÎFAK’ê xebatên xwe didomîne. Bi vê potansiyelê bi hêsanî hindek weşan, weke kovar, karîn bên weşandin. Hûn jî pê dizanin, weşanên wiha bi aboriyê çêdibe. Ji bo aboriyê jî di serî de reklam divê. Di civaka me de hê çanda reklamdayînê baş bi cih nebûye. Ji ber vê sedemê weşanên bi vî avayî nehatine weşandin. 
 
masumsuerDi dema wênekêşiyê de, serpêhatiyeke te ya ku qet tu ji bîr nakî heye?

Serpêhatîyek min a nexweş, berî bi salekê ji bo Mîhrîcanâ Çand û Hunerê ez çûm Silopiyayê. Lê di Mîhrîcana ku bi deh hezaran kes beşdar bûn de, nehiştin ku ez wêneyan bikişînim. Ji ber sedemên ku min anîbûn ziman nehiştin. Di vê mîhrîcanê de destûr dabûn yek makîneyek wêneya û kamerayek televîzyonê. Ez matmayî mam. Roja duyemîn min navçe terk kir.Yek ji serpêhatîyên min ê xweş jî, salek berê li Wanê hevdîtina min û Egîdê Cimo bû. Di zarokatiya xwe de em li ber radyoya Yêrîvanê mezin bûn. Yek ji wan dengên ku ez di bandore wê de ma bûm, dengê bilûra Egîdê Cimo bû. Min pir jê hez dikir. Piştî çil salî em li Wanê li hev rast hatin, di Mîhrîcana Wanê de hem min têr li bilûra wî guhdarî kir û hem jî bi sohbetên wî ya pirreng li wî guhdarî kir. û bi kêfxweşiyek mezin min wêneyên wî kişandin.

Portre / Masum Süer

Mehmet Masum Suer wênekêş û rojnamevanekî serbest ê kurd e, li Amedê dijî. Süer, di sala 1957’an de li gundê Avîna ya bi  ser Stewrêya Mêrdînê hate dinyayê. Perwerdehiya xwe ya seretayî û lîseyê li Mêrdîn, Kayserî û Erziromê qedand. Di sala 1980’an de Enstîtuya Perwerdehiyê ya Amedê qedand û piştre jî beşa wêjeyê ya Zanîngeha Eskîşehîrê qedand. Di 1974’an de des t bi rojnamevaniyê kir. Süer ku di gelek kovar û rojnameyan de xebitî, ji sala 1996’an ve, giraniya xwe da li ser wêneyan. Süer ku ev demeke dirêj e wêneyan dikişîne,  dixwaze di pêşerojê de kovareke wêneyan a bi kurdî derxe.

Maşallah Dekak / AKnews