“Albuma Ax ji bo dermankirina birînan bû”

146

”Min albuma Ax ji bona gelê xwe derxist. Ev album ji bo dermankirina birînan bû. Ji ber wê di wê pevejoyê de min kilama Jinên Şengalê çekir diviya bû ku ez birina jina Kurd û herwiha birîna xwe îfade bikim

 

Hunermenda Kurd Tara Mamedova beriya êrîşên hov ên bi ser gelê Kurd de albuma xwe ya bi nave Ax çêkiribû. Lê bi gotinên wê ji ber ku dil û mejiyê wê bi Şengal û Kobanê wê albuma xwe da aliyekî. Suna Alanê di biwara huner, jiyan û albuma wê ya dawî pê re peyivî.

Peywendiya we û muzîkê kengî dest pê kir, kê  tesîr li we kir? 
Ez sala 1983´yan li Kirgizistanê di serdema Sovyetê de li bajarê Kok-Yangakê ji dayîk bûm. Di nav malbateka Kurd, welethez da mezin bûm, ji dayîkbûnê û pê ve heya sala 1993´yan li Kirgizistanê mezin bûm. Piştî hilweşandina Soveyetê dewleta Kirgizan em neçar hiştin ku em dev ji warê xwe berdin û biçin. Sala 1993´yan em koçberî Rûsyayê bûn; jiyaneke zor û zehmet li pêşîya me bû. Kurdên Kirgizistanê bi eslê xwe ji Serhedê ne, û her kesî hez ji dengbêjiyê dikir.
Tesîra çanda Rûsyayê ya klasîk û çanda Kurdî ya klasîk ji zaroktiyê ve li min çêbû, ez bi wan mezin bûm. Lê belê bandora herî mezin a diya min mamosta Gorchek Abdulaevna bû. Dayîka min him mamosta bû û di heman demê de hûnermendeke baş bû. Dayîka min yekemin Navenda Çanda Kûrdi A Elegezê li Soveyetê ava kir û 10 salan berpirsîyariya wê kir, heya ku Sovyet hilweşîya. Yanî dixwazim bibêjim ku malbata min di nav xebatên çandî de bû û min jî pir ji muzîk şano û dansê hez dikir. Jiyan hevî û xeyalên min tev li ser hunerê bûn. Ji 6 saliya xwe ve di dibistanan de û li her cihê ku muzîk, şano dans lê hebû, ez jî li wir bûm. Dîya min ew siberoj û hêz di min de didît û pir alikariya min dikir. Ez deyndarê diya xweya şîrîn im.

We kengî bi awayekî profesyonel dest bi muzîkê kir? 
Sala 1993´an gava em hatin Rûsyayê şert û mercên jiyana me pir hatin guhertîn. Edî derfetê me tunebûn ku em baş bijîn, bixwînin û her tiştê xwe bidin hûnerê. Feqîr bûn bû para me, me koçî gundên wendayî kirin û em fêrî sermê, bager û tazîbûnê nebûbûn. Lê belê dayîka min disa hewl da ku em rabin ser nigan û jiyana me dom kir.

Sala 1997´an Navenda Çanda Medya li Rûsyayê ava bû û dayîka min ez şandim NÇHM´ê ku bixwînim baş fêrî zimanê xwe bibim û bibim muzîkjeneke Kurd. Min perwerdeyeke gelekî baş dît, ez sipasîya Navenda Çanda Hunera Medyayê dikim û tevahî mamosteyên ku em perwerde kirin.

Piştre ez çûm Parîsê û min jiyana muzîkê li wir bi awayekî profesional destpê kir. Ez bi gelek muzîkjenên baş re xebitim ku ji hemû miletan bûn, ez ji wan fêrî gelek tiştan bûm û min di warê çanda cihanî de hewl da ku xwe bi pêş bixim. Armanca min ew bû ku fêrî gelek zimanan bibim, çanda cihanî hîn bibim, xwe bi pêş bixim û paşê bixim xizmeta muzîk û zimanê Kurdî.

Biryara albumê çawa bi pêş ket? 
Min biryara albumê berîya bi 5 salan dabû lê belê ez di hemû waran de ne amade bûm. Ji bo albumê kedeke mezin divê. Divê ku ez baş bifikiriyama ji ber ku muzîk ji bona min ne hobî bû lê jiyana min bû. Ji ber wê min nelezand, ez fikirîm û xebitîm berîya ku dest bi vê albumê bikim..Muzîk ji bona min xuliqandin e, fedakarî ye û kedeke bê hempa ye. Gelek zor e, lê belê gava evîna mirov mezin be, mirov bi ser dikeve. Ji bona ku ez muzîkê bidomînim û xwe bi pêş bixim diviyabû ku şerekî mezin bikim, di vî şerî de gelek caran baskên min birîndar bûn, ketim û rabûm lê fêrî vî şerî bûm… û bawer dikim, ez ê heya dawîya jiyana xwe hewl bidim ku bi zimanê Kurdî bi zimanê diya xwe di warê hunerê de serketî bim.
Sala 2013´an min biryar da ku dest bi albumê bikim û ez li ser repertûwara xwe xebitîm. Çûm Kurdistanê ku li welatê xwe klamên xwe binivîsim. Her wiha diviyabû ku ez di warê aborî de jî xwe amade bikim, ez xebitîm û di herdu waran de min xwe amade kir. Di despêka 2014´an de min dest bi qeyîda albuma Ax kir.

Çima ‘Ax’?  Stranên we çi dibêjin?
Min navê albuma xwe kir “Ax” hem di weteya axê û herwiya axînê de. Ez di nav xerîbîyê de ji dayîk bûm û xerîbîyê, xerîbîya me her roj bi me jiyand. Me zanîbû ku em bê war in û xerîb in em di nav bîr û hesreta welatê xwe de mezin bûn ji ber wê “Ax” ji bona min pir girîng bû.Herwiha Axînî, mixabin jiyana me zêdetirî xwe bi axîniyê derbas bû, bi kurtasî Navê albuma min navê jiyana min e. Ji ber wê min kir Ax.

Albuma Ax ji 10 stranan pêk tê. 5 ji wan min bi xwe nivîsandin. Strana yekêmîn Ax, helbet çîroka wê heye; min strana Ax li ser zaroktiya xwe nivîsand. Li ser koçberiyê bi çavê keçeke 9 salî… Herwiha Bes e, Lawo, Çîroka Çûk û Gulê…  Çîroka her stranê heye. Min xwest zêdetir stranên xwe bi zimanê Kurdî û bi zimaneki hêsiyan binivîsim. Min xwest bi hestê xwe yani hestê jinekê kilamên evînê bibêjim wek ku ji dilê min tê.Stranek a mamosta Kerem Gerdenzerî ye (Esmera Farê) spasiya wî dikim. Album bi 3 zaravayên Kûrdî ye, Kurmancî, Soranî û Kirmanckî. Kilama Soranî Wesêtim min ji bo bibîranîna hevala xwe ya nemir Elenya got. Tokê Çina bi Kirmanckî ye ku hevalê min Hesen Agirdag bi taybetî ji bona min nivîsand. Herwiha 2 stranên min birazîyên min Ferhat Patîev û Ferman Patîev nivîsandin, ez ji wan re spasdar im.

Albuma min gava derket şer li Şengalê qewimî. Li Başûr û Rojavayê Kurdistanê şerê ku qewimî hişt ku ez albuma xwe daynim aliyekî. Min album ji bîr kir û wek tevahiya gelê Kurd hiş û mejiyê min li ser Şengal û Kobanê bû û ez ji ber vî tiştî ne xemgîn im. Min albuma Ax ji bona gelê xwe derxist. Ev album ji bo dermankirina birînan bû. Ji ber wê di wê pevejoyêde min klama Jinên Şengalê çêkir diviyabû ku ez birîna jina Kurd û herwiha birîna xwe îfade bikim.

Xelkê album çawa dît, rexne çawa bûn?
Bi gelemperî min rexneyên pozîtif li ser albumê wergirtin ku dilê min kêfxweş kir. Rexnedarên bi nav û deng li ser albumê axivîn û pesnê wê dan; ev ji bo min kêfxweşîyeke mezin bû û her wiha hemû kesên ku di vî warî de piştgiriya min kirin ji wan re spasdar im, bi taybetî jî malavahiya aranjorê xwe Hakan Akay dikim ku keda wî jî tê de ye.

Projeyên we yên siberojê hene? 
Di dema pêş de gelek proje hene ku ji niha va ez di nav de me û herwiha di serê min de jî projeyeke girîng heye ku dixwazim pêk bînim; ez ji bo wan projeyan dixebitim. Lê belê di nav muzîka Kurdî de divê ku çanda konseran bi pêş bikeve û herwiha çanda piştgiriya muzîkjenan û hemû beşên çandî de, ev kêmasîyek e ku ez dibînim ji ber em tev gelek zor û zehmetîyan dikişînin. Ez xwe weke mirova dikê dihesibînim, ez bêyî dikê nikarim bijîm, bêyi gel, bêyî stran gotinê nikarim bijîm. Ji ber wê armanca min ew e ku li tevahî Kûrdistanê bi gelê xwe re hevdîtineke çandî çêkim û stran, hest û xebata xwe bi wan re parve bikim. Herwiha yekitiya me hûnermendên Kurd gelekî giring û pêwist e, yekîtiya me wê bibe serketina çanda Kurdî.

Di dawî de ez dixwazim tevahiya şervanên azadîyê ku li Başûr û Rojavayê Kurdistanê berxwedaneke bê hempa dimeşînin, silav dikim. Bejna xwe li ber tevahiya şervanên azadîyê ku jiyana xwe di rêka azadiyê de ji dest dane û herwiha gelê Kurdistanê ditewînim.

SUNA ALAN/LONDON

“Ax ji bo derman kirina birînan bû”