LI BAKUR PIRSGIRÊKÊN ŞANOGERİYA KURDÎ

26

Stenbol her wekî gelek warên civakî-ramyarî-siyasî-çandî; di warê hunerî de jî qadeke girîng e di jiyana kurdan e. Şano ango tiyatro yek ji xalên bingehîn a hunera kurdî ye.

Ji ber ku hîmê Şanogeriya Kurdî ango giraniya Şanoya Kurdî li Stenbolê hatiye avêtin û kirin, me di vê dosyaya xwe de giraniya boçûnan ji şanogerên kurd ên li stenbolê wergirtin. Tenê şanogerek heye ku ramanên xwe ji Kopenhaga Danîmarkayê bo me ragihandiye ku ew bixwe jî, di salên 1990-î de yek ji hîmdarên Şanoya Kurdî bûye li Stenbolê.

Bêyî ku em gotina xwe dirêj bikin û ji mijarê awarê bibin, dosyaya xwe dispêrin we. Fermo hûn û Li bakurê welêt pirsgirêkên Şanoya Kurdî… 

Erdal Cevîz

Derhênerê Şanoyê

Teatra Seyr-î Mesel, StenbolLi bajarekî hebûna şanoyê, bi qasî hebûna kolanekê girîng e!..

Gava mirov li bakur behsa Şanoya Kurdî bike, divê mirov hay ji rastiya xwe hebe. Şanoya Kurdî jî, wekî tevahiya saziyên kurdan sazîbûna xwe nebiriye serî ango temam nekiriye. Kurd hê jî têkoşîna nasnameya xwe didin û ji bo vê yekê şer dikin. hê nikarin zimanê xwe bi azadî biaxivin. Di nava egerên wisa de em behsa Şanoya Kurd dikin.

Nirxên çandî, nirxên hunerî ji hêla kesên din ve li kurdan têne empozekirin. Her çiqas bi heman zimanî mijûl bibin û xwediyê nirxên hevpar ên dîrokî bin jî; li bakur, başûr, rojhilat û rojava çandeke hevpar a kurdan tuneye. Li bakur û li başûr nêzîktêdayîna kurdan li ser hunerê ne yek e. Li heman tiştî nakenin. Bo heman tiştî nagirîn jî. Ji bo kurdekî li Batmanê û kurdekî li Stenbolê jî rewş heman tişt e. Di nava vê rastiyê de em behsa Şanoya Kurdan dikin ku hewl dide bijî.  Gava em bala xwe didinê, bi awayeke eşkere derdikeve holê ku Şanoya Kurd li Stenbolê teşe girtiye. Ango di nava gelê xwe de nexemiliye, nekemiliye. Li Stenbolê hûn di nava zor û zehmetiyên giran de hewla çêkirina şanoyê didin. Hûn diçin ber piyê temaşevan û temaşevan tînin şanoyê.

Ev rewş, rewşa berovajîkirina rastiya me bixwe ye. dibe ku em pêşketina heyî wekî pêşketineke sunî (çêkirî) binirxînin. Lê heye ku carinan nûbûnek li dijî vê yekê be. Têkoşîna azadiyê hinek jî ev e.

Gava şano bandorek biafirîne, beramberî xwe tiştên din jî tîne. Wê demê bi qefleyan dê endamên şanoger qesta şanoyê bikin. Gava di dilê wan de şanogerî hebe, dê heta sax bin vî karî bimeşînin. Wê jiyana xwe goriyê şanoyê bikin. Lê di nava kurdan de kesên ku jiyana xwe goriyê şanoyê bikin qet tunene, derneketine. Sedem ew e ku şanogerek çend salan dike û dev jê berdide. Bi kurtasî hinek kes dikarin rabin û bêjin sedem aborî ye.  lê di rastiya xwe de sedem ne aborî ye. kurd, miletekî xizan in lê ji bo têkoşîna rizgariyê ji tu tiştî texsîr nekirine. Her tiştên xwe dane. Bi mal, bi can. Ev 25-30 sal in ku têkoşîna rizgariyê dimeşînin û çi lazim e dikin. Lê bi sedan sal in ku têdikoşin. Lewre jî pirsgirêka sereke ne ekonomîk e.

Vê gavê li Tirkiyeyê li ser şanoya kurdî qedexebûneke fermî tuneye. Lê nêrîneke dewletê û nêrîneke civakê heye. Ev dikarin bêne şikênandin. Mesele li vir ev e; di serî de kesên ku şanoya kurd dikin, divê gelek baş kar bikin. Divê rê li ber temambûna hunerê, li ber temambûna leyistikan, temambûna repertuaran û temambûna derdoreke ku piştgirî dide wan bê vekirin. Herkesek di nava vê hunerê de dikare van pirsgirêkan çareser bike, lê nayê û gav navêje.

Pêwîst e gavên baş bêne avêtin. Kom bêne zêdekirin. Rast e zêdebûn dê bi xwe re girîftan jî bîne. Lê bi vî awayî kesên ku bi şanoyê re eleqedar dibin jî dê zêde bibin. Kesên ku dinivîsin, dikarin metnên şanoyê amade bikin. Mesele ev e; hunereke dramê ya kurdan heye? Televizyon dikeve nava vê hunerê. Hunerên sehneyê hemû dikevin nava vê hunerê. Bo nimûne; gava em behsa çavkaniyên şanoya kurdî dikin, di serî de behsa dengbêjan tê kirin.  Lê di rastiya xwe de tu pêşeroja dengbêjan di roja me ya îroyîn de nemaye. Dengbêjên mayî kal bûne. Dengbêjên nû dê ranebin. Berdewamiya wan ne mimkûn e. Lewre divê em kevneşopiyeke hunera dramê biafirînin. Nirxên kevneşopî bi tenê di nava sehneyên modern de dikarin hebûna xwe biparêzin.

Şanoya Kurd a niha bi zimanê kurdî hebûneke teatral dikare heta çi radeyê modernîze bike? Lîstîkvanên wê, repertuarên wê heta çi radeyê dikare lîstikên modern derxe holê? Dikare bibe xwedî repertuareke çawa? Temeşavanên xwe dikare çawa bidest bixe. Şanoya Kurd di 20 salên dawî de ev yek afirandiye. Lê divê ev têrê neke. Divê ji sînorên xwe derkeve. Bo nimûne, komeke şanoyê dema derdikeve, du lîstik amade dike û beşdarî festîvalekê dibe çiqas têrê dike? Ev ji bilî bûyereke siyasî ne tu tişt e. Ha we komeleyek ava kiriye û ji şahiyekê heta şahiyeke din şanoyek pêşkêş kiriye; ha we ji festîvalek heta festîvalek şanoyek pêşkêş kiriye. Tu ferq tuneye!..  

Divê çawa bibe? Divê komên rêkûpêk hebin û lîstikan pêşkêş bikin. Li her bajarî divê gelek kom li gelek deveran gelek lîstikan pêşkêş bikin. Divê ev berdewamî her hebe. Her wiha divê li Tirkiyeyê polîtîkayeke teatral hebe. Divê polîtîkayeke bi vî rengî yê saziyên çandî hebe. Divê rêveberiyên herêmî di vî warî de karê dikeve ser milên wan bikin. Li bajarên wan divê şano hebin. Heger tunebe dê çi bibe? Pêwîst be emê herin li koşeyên qehwexaneyan û hunera xwe pêşkêş bikin ku bi salan e em wisa dikin. Li bajarekî hebûna şanoyê, bi qasî hebûna kolanekê girîng e.

Heger dewleteke me hebûya, dê şanoyeka me jî hebûya. Dê dibistanên şanoya wê jî hebûya. Encam ev e: kesên ku Şanoya Kurd ava kirin, ne kesên ku zimanê vî gelî dizanibûn, ne jî li dibistan û akademiyan xwendibûn. Lewre saziyên wisa yên kurdan tunene. Ji ber vê yekê gelek kes şanogehan vediguhêzin dibistan û akademiyan. Kurdan ji ber vê şano kir; gotin zimanê min heye, çanda min heye, nasnameya min heye, em jî dikarin vî karî bikin’.. pêvajo wisa destpê kir. Lewre jî gava em dibêjin pirsgirêkên Şanoya Kurd, em behsa pirsgirêkên naxweyî yên şanoyê dikin.

Di salên 90-î de çi derfetên şanoya ku ava dibû hebû? Ma Şanoya Kurdî hebû ku derfetên wê hebin? Şanoya Kurd tunebû. Lîstikvanên hazir hebûn, derhênerên hazir hebûn, salonên hazir hebûn û hin kesan got fermo, werin şano bikin? Nexêr! Pêvajoyeke wisa bû ku qet nedihate pejirandin û naskirin. Şano li jêrzemînên xaniyan (bodrom) de dihate kirin. Em ji wan rojan hatin.

Gava em îro li pişt xwe dinêrin em digihêjin vê qeneatê; Şanoya Kurd li gorî wan rojan li paş e, derfetên îro zêdetir in.  Wan rojan kesî bawer nedikir ku mirov dikare bi zimanê kurdî şano çebike.  Lê îro bi vî zimanî bi dehan lîstikên baş hene.  Lê dîsa jî giraniyek, xurtbûneke şanoyê nehatiye pê.

Êdî ji bo şanoyê hewce nake mirov bimire. Riyên zagonî êdî hene. Wan rojan di destên kurdan de şaredarî tunebûn îro hene. Festîvalên çandî-hunerî tunebûn, îro hene. Problem ev e: Ev derfet çawa têne bikaranîn? Kê û bi çi awayî van derfetan birêxistin dike? Di vî warî de pirsgirêk derdikevin.

Di civakên wekî civaka kurd de, her kes her tiştî dizane. Herkes xwedî maf e ku mirovan darizîne. Lewre zagonên me tunene. Bi mantiqeke olî –ku ev mantiqa afarozê ye- her tişt an pîroz e an jî binalet e! Navbera vê tuneye. İro tu pîroz î, sibê tu dikarî bêyî naletkirin. Ji ber ku ev yek nayê nirxandin, tenê gava em li kadroyan dinêrin, tê dîtin ku kadro tarûmar bûne. Kadroyan berê xwe dane çanda serdest a popûler. Ev zeafiyetek e. Xetereya xerabûna hevîrtirşê ye.

Şanoya Kurd gava xwediyê vê zanînê be dê biqede: ‘Bila şert û mercên şanoyê pêk were, ezê şanoyê bikim!’. Şanogerî ev e ku tu derfet tunebe mirov şanoyê bike. Dewlet butçe bide kesekî li qehwexaneyekê jî, ew dikare çalakiyên şanoyê bike.

Bi dehan sazî hene. Bi vî awayî şano nabe. Kesek ku bi kurdî dizane rabe tekstek ji ber bike, derhênerek bibîne, ronahîsazek peyda bike, şanoyek li dar bixe û bibêje; ‘min şanoya kurdî kir!’… Ev ne normal e. Gava tu tiştekî wisa bikî divê tu piraniya şanoyên cîhanê binasî, lê bikolî. Ji Yewnana Antîk heta Comedia De’ l Arte’ê tevahiya pêşketinan divê bizanibî. Ji Moliere heta Sheakspeare; ji pêvajoya şanoya epîk ya Bretch heta  pêvajoya şanoya absurt ya Grotosvkî zanîna te hebe. Ji Stanislavski heta Meyerhold û dawiya trajîk ya Arteud bê zanîn.

Dîsa jî rewş zêde ne kambax e. Şanoya heyî xwediyê hêzekê ye ku dikare van kêmasiyan ji holê rabike. Divê mirov hay ji vê hêzê hebe û piştgo neke…

***

Kemal Orgun

Derhênerê Şanoyê

Navenda Çanda Mezopotamyayê, Stenbol

Pêşketina civakekê, bi hejmara kursiyên şanoyê derdikeve holê

Jibo ku mirov bersiva vê pirsê bide divê mirov di bin banê çend beşan de bîne zimên. 

Pirsgirêkên perverdehiyê. 

Pirsgirêkên piştgiriyê

Pirsgirêkên nebûna avahiyên şanoyê

Pirsgirêkên zimanê kurdî

Pirsgirêkên aborî

Li Bakurê Kurdistanê di destpêka avakirina şanoyê da xebat bi awayên amatorî destpê kirin. Ne tenê bi metodên amatoriyê, di pîvanên beşdariya şanoyê de jî amatorî û pirsgirêk hebûn. Li seranserê dinyayê kesên ku dixwazin şanoyê bikin, pêvîst e li gorî pîvanên şanogeriyê tevbigerin. Gelo kesên ku dixwaze tev li şanoyê bibe xwediyê dengekî çawa ye, fizîka wî ji bo şanoyê çiqas guncav e? Wekî din di warê entelektuliyê de tê nirxandin. Lê di destpêka Şanoya Kurdî li bakur de, dema kesek bixwesta tev li şanoyê bibûya tevahiya van pîvanan dihat binpêkirin. Kesî guh nedida van pîvanan.

Gelo pîvana me çi bû? Pîvan ew bû ku, ew kes çiqas welatparêz e!.. Yanê tekane pîvan welatparêzî bû. Ew yek bû sedema xetereyên mezin. Bo nimûne dibe ku kesek welatparêz û kedkar be lê me didît ku tu bingeha vî ya şanoyê tuneye. Welatparêzî têrî hunera şanoyê nake. Dibe ku tu welatparêz bî lê te pirtûkek nexwendiye. An jî di jiyana xwe de tu neçûyî şanoyê û te li lîstikeke şanoyê temaşe nekiriye. Welatparêz e lê  guhê wî giran e, fizîka wî ne li cîh e, dengê wî xirab e, bê rîtm e. Niha rewş cûdatir e. Mirov li ba têkoşîna rizgariyê cih negire jî, divê mirov ne li dijî be jî.

Şanoya Kurdî bêyî perverdehiyê hate avakirin. Gava me dest bi Şanoya Kurdî kir em hemû bêperwerde bûn. Konservatûarên me yên şanoyê tunebûn. Di aliyê teknîkê de, di aliyê lîstikvaniyê de, di aliyê nivîskarî û entelektueliyê de jî rewş wiha bû. Dekor, ronahî, kostum hemû bi pirsgirêk bûn. Di roja me ya îro de jî, ji ber  ku avahiyên me hê jî tunene, ev pirsgirêk hê jî berdevam in.

Mesela ev 16 sal in ku em Şanoya Kurdî dikin.  Hê jî siyasetmedarên kurd û hemû rêvebirên kurdan gava ku tê gotin, dibêjin li darê dinyayê 40 milyon kurd hene. Rast e, 40 milyon kurd hene lê hê jî dibistaneke wan a şanoyê tuneye… Hê jî holeke wan a şanoyê tuneye. Ew tê çi wateyê? Tê wê wateyê ku pirsgirêk berdevam e. Ji bo perverdehiyê şert û merc nehatine bicihkirin. Ew pirsgirêkeke civakî ye û divê civak li ser vê pirsgirêkê raweste.

Pirsgirêka din, pirsgirêka piştgiriyê ye. Me li Navenda Çanda Mezopotamyayê dest bi şanoyê kir. Di nav şert û mercên wê demê de gelek lîstikên xweş jî hatin afirandin. Şanoyên ku hate kirin bandoreke mezin li gel kir. Lê tiştê ku wê demê dihatin kirin, piraniya wan îro nayên qebûlkirin . Ji ber ku temaşavan jî guherî. Êdî naçe her listîkê. Hildibijêre. Bêjingê dike.

Şanoyê, pêşî li Stenbolê destpê kir, paşê li gelek bajarên Kurdistanê,li şaxên NÇM di bin serbana van şaxan de komên şanoyê hatin damezirandin. Lê heta niha, her şanoyek bi serê xwe hereket kir. Yekitîyeke xurt di nav şanoyên kurd de çênebû. Divê em banek ava bikin ku tevahiya wan koman werin cem hev, pirsgirêkên xwe bibînin û li çareseriyan bigerin. Di warê rêxistinî de yekitiyeke Şanoya Kurd tuneye.   Komên şanoyê perçe perçe ne. Divê em rêxistînî û yekitiya şanoyê pêk bînin.

Pirsgirêka din kêmasiyên avahiyên şanoyê ye. Konservatuvar nehatine avakirin, cihê ku mirov lê perverde bibe venebûne. Wekî din dibistan û salonên Şanoya Kurd tunene. Şanoya Kurd bê kursî ye, kursiyên Şanoyên Kurd jî tunene. Pêşketina civakekê, bi hejmara kursiyên şanoyê derdikeve holê. Ji bo Tirkîyê jî wisa ye. Rewş ji bo kurdan kambaxtir e.

Pirsgirêka din wekî min got pirsgirêka ziman e. Ji ber ku zimanê kurdî bi salane hatiye qedexekirin, perwerdehî jî nehatiye kirin. Ew yek tesîra xwe li şonoyê jî dike. Şanoger divê ji temaşavanan zêdetir hakimê ziman bin. Bi tirkî fikirîn û kurdî lîstin û di civakê de her wiha di nava şanogeran de jî serdestiya zimanê tirkî problemê dijwatir dike.

Pirsgirêkek jî pirsgirêka aborî ye. Li tevahiya dinyayê komên şanoyê bi fonan, bi butçeyên mezin şanoyê xwe pêşkeş dikin. Alîkariya dewletê û alîkariya fonan girîng in. Dewlet tu alîkariyê nade Şanoya Kurd. Kurd hemwelatiyên komara Tirkiyeyê ne. Leşkeriya xwe dikin, baca xwe didin. Lewre jî di nava butçeya Şanoya Dewletê de baca Kurdan jî heye lê mixabin deriyên Şanoya Dewleta Tirk ji Şanoya Kurd re girtî ye. Ew trajedî û nakokiyeke mezin e. Ji bo ku Şanoya Kurd bê butçe ye, di warê pêşketina şanoyê de pirsgirêkên mezin derdikeve holê. Mesela gelek projeyên me hene. Bo nimûne projeya Evdalê Zeynikê. Ez li tevahiya bajarên Bakurê Kurdistanê geriyam û min li ser lêkolîn kir. Her tişt amade ye lê ji ber bêderfetiya aboriyê, em nikarin projeya xwe bibin sêrî.

Kî tê piştî demeke diçe. Lê divê kesê ku vî karî bike dabara xwe jê bike. Ji ber ku nikare dev jê berdide û diçe. Yanê bi tevahî helwesteke amatorî heye li ser Şanoya Kurd.

***

Berfîn Zenderlîoglu

Şanogera Teatra Seyr-î Mesel, Stenbol

Hê jî em şanogerî wekî ‘qeşmerî’ dibînin!..

Pirsgirêk wisa mezin in ku em nikarin wisa bi çend sohbetan behsa wan bikin. Lewre jî divê sazîbûneke wisa bê avakirin ku ev kêşe herdem were nîqaşkirin. Bo nimûne, pêwîst e di zûtirîn demî de li Bakur ‘Yekîtiya Hunermendên Kurd’ were avakirin.

Pirsgirêka hunera kurdî li bakurê welatê me gelek êş û jan dibîne. Di nav beşên hunerê de jî, rewşa şanoyê bi gotineke di cih de ‘karesat’ e. Ligel ku şano ango tiyatro hunereke pîroz e, di nav gelê me de ev yek ne wisa ye. Şano pîroz nayê dîtin.

Pirsgirêkên şanoya kurdî li bakur gelek zêde ne. Di serî de pirsgirêka ziman heye. Kurd belawela bûne, penaberiya wan her diçe zêde dibe. Di rewşa penaberiyê de derbeya mezin ziman dixwe. Gelek kesên ku îro şanoya kurdî dikin, zimanê xwe yê zikmakî baş nizanin. Beşek ji şanogeran heye ku piştî jiyana şanoyê; li jiyana derve de têkilî û danûstandinên xwe hemû bi zimanê tirkî dimeşîne. Ji ber vê yekê jî, di pêşkêşkirina hunera xwe de ew kes zêde serketî nabe. Em şanogerên kurd hemû ji vê derdê muzdarîb in.

Helbet em nabêjin kesê şanoya kurdî dikin divê sedî sed hakimê zimanê kurdî bin. Na; ji xwe ev vê demê ne mimkûn e. Lê mesele ew e ku ew bikarin bêyî ku kêmasiyên mezin rû bidin, hunera xwe pêşkêşî hunerhezan bikin. 

Kêşeyeke din jî, fikirandina bi tirkî ye. Piraniya hunermendan gava hunera kurdî dikin bi tirkî diramin, difikirin û bi kurdî hunera xwe pêşkêş dikin. Wê demê jî, hunereke seqet derdikeve holê. Pêwîst e şanoger û hunermendê kurd bi kurdî bifikire, kurdewar be û di sazkirina têkiliyên xwe yên civakî de zimanê kurdî ji xwe re bingeh werbigire.

Tunebûna belge ango arşîvê jî bi serê xwe pirsgirêk e. Em ji arşîveke wisa bêpar in ku em nikarin li ser dîroka Şanoya Kurdî rastî kitêbek ango belgeyan werin. Di vî warî de rewşa başûr jî, ji rewşa bakur ne baştir e. Mînakekê bidim; gava em li başûr bûn, mamosteyekî şanoya kurdî ji me re got ku bes kitêbek li ser şanoya kurdî heye, lê ew jî bi zimanê erebî ye. hê jî li kurdî nehatiye wergerandin û neketiye destê me.

Di warê reklam, danasînê de jî em ji gelek tiştan bêpar in. Promosyona şanoyê nayê kirin. Kesek xwe nade ber vî karî. Sponsorî qet tuneye mesela. Gelek caran tenê muzîk wekî huner tê hesibandin di nava kurdan de. Reklam, danasîn ji bo muzîkê tê kirin. Sponsor têne peydakirin lê kes xwe nade ber karê şanoyê.

Siyasetmedarên kurd dikarin ji bo siyasetê gelek propoganda bikin, gelek derfetan seferber bikin lê gava tê xwestin ku ji bo hunera kurdî jî hinek xwe hewl bidin, vê yekê nakin. Siyasetmedar jî baş dizanin ku gava hunera neteweyek tunebe, zimanê wê tunebe, ew wekî netewe nayê hesibandin.  

Li gorî baweriya min problema temaşevanan tuneye. Herdem kesên ku werin û li şanoya me temaşe bikin hene. Mesele tunebûna salonan e. Li bajarên kurdan bi dehezaran kes hene ku li benda lîstikên şanoyê ne. Gava em diçin em bi vê yekê dihesin jixwe. Lê ligel ku îro li herêmê gelek şaredarî di destên kurdan de ne jî, salonên ku em hunera xwe lê pêşkêş bikin wekî tiliyên destan kêm in.

Kêmbûna kadroyên ku şanoya kurdî bikin jî kêmasiyeke mezin e. Kadro zû bi zû nayên gihandin. Tê û piştî 2-3 lîstikan dev jê berdide. Helbet ev ne kêmasiya wan e. Mafê wan jî heye. Ji ber ku tu hatina (aborî-dabar) wî/ê ji şanoyê tuneye. Divê dabara xwe bike. Li bajarekî wekî Stenbolê rabûn û rûniştin jî bi pereyan e. Mirov divê karekî din bikin ku dabara xwe bikin. Ji ber vê yekê jî lîstikvan ango kadroyên şanoyê di destên me de namînin.

Gava dewleta te tunebe tu nikarî li ser piyan bimînî. Her wiha butçeya te divê hebe heta tu karê hunerî bibî serî û bi ser bikevî. Em ji van egeran bêpar in. Aborî belaya serê me hunermendan e. Di karê hunerê de gava tuj pere qezenc nekî tu nikarî bibî profesyonel jî.

Li gorî baweriya min, hunera em dikin hunereke ‘pîne’ ye. gava tu serê sibê herî di karekî de bixebitî, êvarê jî werî karê hunerê bikî, hunera derdikeve holê jî dibe hunereke ‘pîneyî’!.. kengê em ji vê pînebûnê xelas bûn, wê gavê em dikarin bibêjin em ‘hinek’ gerdûnî û profesyonel bûne.

Kêmbûna lîstikvanên jin kêmasiyeke mezin e û dibe egera yek ji aloziyan. Malbat, ol, civak nahêle ku jin derkeve qada hunerê. Di  şanoyê de ev rewş kambaxtir e!..  ne wekî berê be jî, derketina ser sehneya şanoyê hê jî wekî ‘qeşmerî’ tê hesibandin. Gelek caran keçên ku dikevin qada hunerê bi taybetî qada şanoyê, nikarin êdî biçin mala xwe. Têkiliyên wan û malbata wan xera dibe. Ew rewş li başûr jî ne cuda ye mixabin.

Pirsgirêkek jî di qada siyasî de derdikeve holê. Sazî, dezgeh, partî û rêxistin gelek caran ferq û meyliyan dikin. Bo nimûne bi salan e ku li bakurê welêt festîvalên hunerê çêdibin, li gel ku em serî lê didin jî em nayên vexwendin ango dawetkirin. Ez li sedema vê yekê difikirim tênagihêm çima wisa dibe. Lewre em jî şanoya kurdî dikin, em jî kurd in…

*** 

Metin Turan

Lîstikvanê Şanoyê, Stenbol�
Şanoya Kurd ne tenê pirsgirêka şanogerên kurd e

 
Em dizanin ku li Tirkiyeyê, temenê Şanoya Kurdî li herî zêde 17 sal e. beriya sala 1990-î xebata şanoyeke domdar çênebûye. Ji 1990-î heta niha bi dehan komên şanoyê ava bûne û bi dehan şanoger û lîstikvan gihîştine.

Ji van kom û şanogeran hinek ji wan xebata xwe didomînin. Gelek ji wan jî, ji ber zor û zehmetiyên jiyanê û şanoyê karên şanoyê berdane û winda bûne. Bêguman ji bo şanogerên kurd, xizanî û bêderfetî ne hincet e. Wekî tê zanîn di nava hunera cîhanê de nimûneyên hunerî û hunermendiyê hene. Ji ber vê jî, dîtina min ew e ku, xizanî ne sedema bêafiraneriyê ye, huner bê pere jî çêdibe. Helbet, di nava avabuna şanoya kurdî de, divê hêla aborî jî bê fikirandin. Di nava avubûna Şanoya Kurdi de beşên cûr bi cûr hene ku li benda avabûnê ne. Bi ditîna min, ji wan beşên ku li benda avabunê ne, lîstikvanî û derhênerî ye. Piştre jî ziman, lîstik, sazûman, werger, nivîskariya şanoyê, piştgiriya şanoyê û perwerdehî rêz dibe. Bêguman, derhênerî di avabuna Şanoya Kurdî de gelek girîng e. Li gorî min hewcedariya derhênerîyê, ji lîstikvaniyê zêdetir e. Çava ku şano bê temaşevan nabe, lîstikvan jî bê derhêner nabe, her du girêdahiyê hev in.

Di nava wan komên avabuyî de gelek şanoger gihîştin. Bi rastî jî komên Şanoya Kurdî, wekî Dibistana Şanoya Kurdî kar kirin. Kesên ku di nava wan komên avabuyî de kar dikirin, hem mamoste bûn, hem jî şagirt bûn. Şagirtên Şanoya Kurdî bibûn mamosteyên xwe. Heta niha 17 sal derbas bûn. Di nava van 17 salan de gelek tişt hîn bûn û ji bo domdariya Şanoya Kurdî azmûneke girîng û pêwîst hiştin bo şanogerên nûhatî. Ji ber vê jî, ji niha û pê ve tiştên ku di van 17 salan de hatine çêkirin, hewce ye derbixin holê û deriyê azmûneke nû  vekin. Bila mamosteyê me ew 17 sal be. A niha diyar e ku azmûneke Şanoya Kurdî heye. Pirs ev e; em şanogerên Kurd ji niha û pê ve dikarin çi bikin?

Divê armanc ew be ku şanoger her zêde bibin, di nava vê zêdebûnê de jî têkiliya di navbera wan de xurt û geş bibe. Armanc ew e ku şanoger xwe bigihîne gel.  Ji bo em bi awayeke pratîk behsa şanoyê bikin, divê ev yek hebe. Helbet Şanoya Kurd ne tenê pirsgirêka şanogerên kurd e. Pirsgirêka saziyên kurdan e jî.  Pirsgirêka siyasetê ye jî. Di vî warî de divê bernameyên tevahiya van saziyan hebin û ji hev sûd werbigirin. Gava em behsa vê yekê dikin, divê em xemên teatral, hunerî û estetîk li derveyî vê mijarê nehêlin. Ev ne domdariyeke 3-4 salan e; divê mirov behsa domdariya 30-40 salan bike.  Heta em xeyala 30-40 sal paşê nekin, em nikarin Şanoya Kurdî kar bikin. 

*** 

Yildiz Gultekîn

Kevneşanogera Teatra Jiyana Nû, Kopenhag

 

Şanoya Kurdî populer nîne, ji ber ku pere qezenc nake!

Berî her tistî,ez dixwazim behsa gotinen hinek şanogeran bikim. Gelo Şanoya Kurdî heye,an na? Çima di serî de min ev got? Ji ber ku çend meh beriya îro, yekî bi xwe digot; ‘Ez şanogerekî kurd ê herî baş im!..

Lê gotinên wî û kirinên wî qet jî hevdu ne digirtin. Ew bi xwe kare şanogeriye dike; ji aliyekî ve jî dibêje Şanoya Kurdî tuneye. Yekser li ber televizyonê ez şas mam. Min got; ‘Ev camêrê hanê behsa çi dike? Ew çi dibeje? Ewê ku van gotinan dibêje, çima ji xwe re dibeje ez şanoger im? Çima derdikeve ser televizyonan, çima hevpeyvinan bi rojnameyan re çedike? Ma ne şerm e, hem şanogertiyê bike, ji xwe re beje ez şanoger im, paşê jî bibêje Şanoya Kurdî tuneye!? Ma tu kor î! Here rupelên dîrokê veke be ka Şanoya Kurdî beri çend salan dameziriye. Ji ber van gotinan ez gelekî qehirîm. Mirovekî ji xwe re bêje ez şanogerekî kurd ê pispor im, dûre jî bêje Şanoya Kurdî tuneye! Qehirbûna min ji ber ve yeke ye. Heyran, qurban wê çaxê çima tu ji xwe re dibejî ez şanoger im? Bêje ez lîstikvan im, bi awayeke pak ji nav
derkeve here, ev ci gotin in?

Belê, Şanoya Kurdî heye,lê pirsgirêkên wê jî hene. Karê şanoyê her tim bi�
pirsgirek in, ev fikra min e. Ji sala 1946-an virde pirsên Şanoya Kurdi tu caran ne
hatiye careserkirin. We demê em bêjin Şanoya Kurdî nû bû û nikaribû xwe
ber bi pêsve bibe. Yan jî wê demê Komara Mehabad hê nû ava bibû, ji ber vê
avabûnê, wan nedikarî yekser bingeha şanoyê saxlem bikin, xurt bikin an jî
şanogerên pispor bigihînin van rojan. Ew dem demeke giran û zehmet bû. Ji ber
vê jî şano bi ser neket.

Şanoya li Bakure Kurdistanê, ji sala 1992-yan heta niha, hem xwe gihande merheleyeke
mezin, hem jî şanogerên pispor gihandin ve rojê. Kesek nikare bibeje Şanoya
Kurdî û şanogerên kurd tunene. Ev meseleyeke din e. Niha meseleya me pirsgirekên şanoyê ne.

Ev pirsgirêk çi ne? Divê em bala xwe bidin van meseleyan. 60-70 sal beriya niha
teksta şanoyê hatiye nivîsandin, lê belê mixabin nehatiye lîstin. Ew teksta şanoyê ne bûye lîstik û derneketiye peşberî temaşevanan. Wê demê dibe ku derfet tunebûn, le niha derfetên lîstikvaniye û yên şanoyê hene. Em dibejin ev hemû jî hene, le belê fînans tuneye ku şano xwe bi pêşve bibe, an jî şanogeren nû derxe holê. Dema şanoya kurdî ya li  Bakure Kurdistanê hate damezirandin, hemû şanoger an xwendevan bûn, an jî karker bûn. haya kesî ji Şanoya Kurdî û şanoya cihane tunebu. lê wan di her alî de xwe gihandin. Bersiva hemû tiştan didan, lê tenê hinek problemeke wan hebû; aborî. Tunebûna aboriyê pêşiya pir tiştan digire.

Niha tu dibejî emê lîstikeke nû derxin. Temam derxin, le hune ji aliyê ve aborî çawa bikin? Dema we dest bi derxistina lîstikê kir, wê deme pirsgirêk jî hêdi hêdî derdikevin. Berî her tiştî dekora listikê, muzik, aksesuar, kostum û ya heri giring jî sehne…

Li Tirkiyeyê dema tu Şanoya Kurdî ava biki û bi zimanê kurdî bilizî, ev
meseleyeke pir mezin e.

Yek; Tu nikarî bi rehetî bi zimanê kurdî şanoyê bikî.
Dudu; Heke sehneyeke te tunebe, kesek salon û sehneya xwe nade te.
Sisê; Berî her tiştî ji bo derxistina listikekê, gerek e aboriya te baş be, an
jî hin kesên xwedî kar alîkariya te bikin.

Çar; Ya herî girîng heke tu giredayî saziyeke kurd nebî, an jî di bin tesîra
hinekan de neminî,tu carî tu nikarî bi pêşve herî.

Di saziyeke kurdan de tu dikarî lîstikan jî bilîzi, komên şanoyan jî ava bikî, lê belê pêşveçûna te ne mimkûn e. An pirsgirêkên saziyê derdikevin pêşberî te. heke tu şanogeriya xwe û koma şanoyê hinekî bi pêşve bibî, ji te re dibêjin; ‘Evqas peşveçûn ne baş e, komên me yên din li paş dimînin!..’ Wê demê tu çi bikî jî nikarî tiştekî bikî. An fikrên te nayên pejirandin an tu dûrî kurdewariyê yî an tu rasterast li ser xeta kurdîtiyê nînî an jî tu dibî oportunîst… An jî, ji te re dibêjin te çend heb pirtûkên felsefîk  xwendine, tu li serê me bûyî feylesof!..  Niha li Kurdistana bakur Şanoya Kurdî  nikare bi pêşve here. Çima nikare? Min li jor got, heta ku ev pirsgirêk neyên çareserkirin, Şanoya Kurdî jî bi pêşve naçe.

Pirsgirêka herî girîng jî dewleta te tuneye. Saziyên te hene, lê belê ew
sazî nikarin pirsgirêkan çareser bikin. H eke dewleteke me  hebûya, ev pirsgirêk jî nedibûn. Şanoya Kurdî populer nîne. Çima? Ji ber ku Şanoya Kurdî pere qezenc nake! a heri populer Muzîka Kurdî ye, lewre ew pere bi saziya xwe dide qezenckirin.

Şanoyên Tirk çima li pêş in? An jî lîstikvanên wan çima zû bi zû têne naskirin? Ji ber ku saziyên wan û radyo û televizyonên wan pir in, derfetên wan zedetir in. Wezerata Çandî her tim li pişta wan e. Kî li pişta me heye? Şanogerên me yên hêja hene, lîstikên me yên
baş  hene, lê derfetên me tunene. Komên me yên şanoyê pir in, lê belê nikarin zêde tiştekî bikin, nikarin lîstikên mezin û balkêş pêk bînin. Ne sehneyên wan hene,ne jî salon. Her koma şanoyê finansmana xwe bi xwe dike. Derdê koman tu kes nakişîne, an jî saziyekî me alîkariyê nade wan. 

Diyar e ev qedera Şanoya Kurdî û şanogerên kurd e…

*** 

Aydin Orak
Şanogerê Teatra Avesta

  

Xwedê alîkariya me bike!..

Li Kurdistana Tirkiyeyê rewşa Şanoya Kurdî ji aliyekî ve baş e, ji aliyekî ve xerab e. Sedem ew e ku li cihên wekî Stenbol û metropolên ku kurd lê dijîn, şanogerên kurd li şanoyên biyanî temaşe dikin û li gorî xwe estetîkeke şanoyê diafirînin. Xwe û nêrîna xwe pêş de dibin. Dixwazin xwe bigihînin asta şanoya cîhanî. Aliyê ne baş jî ew e ku, di mêjî, afirandin, aborî û hin tiştên din de pir tiral in.

Xwendin, nivîsîn, lêkolîn û lêpirsîn di warê şanogeriyê de pir kêm e, ya rast em dikarin bibêjin ku qet tuneye. Bikaranîna zimanê kurdî pir qels e û şaş tê bikaranîn.

Di şano û şanogeriyê de pirsgirêka aborî di heyama me ya îroyîn de mixabin astengiya sereke ye. Li ciyeke wekî Kurdistana Tirkiyeyê ku girêdahî dagiriya Tirkiyeyê ye, tevî înkar û qedexeyên fiîlî, hem ji aliyê cihê ku şano tê lê sehnekirin ango salonên şanoyê û hem helwesta çapemenî, ewlekarî û şaredariyên tirk, şanogeriyê dixe rewşeke neyînî. Li bakurê welêt, helwesta siyasetmedar, karsaz û şaredariyên kurd jî em wek nehisguhiyê dikarin bilêv bikin. Mixabin di warê şanogeriya kurd a li Bakûrê Kurdistanê de ji erêniyê bêhtir neyînî li hola sehneya şanoya kurd e.

Mijareke din a sereke ew e ku tu caran di navbera kurdan de yekitî çênebûye. Her wiha di navbera şanogeriya kurd de jî yekitî tuneye. Yekîtiya şanoya kurdên bakur, başûr, rojhilat û kurdên li diyasporayê jî tuneye. Yek ji pirsgirêkên din jî têkiliya şanogerên bakûr bi hev re tuneye. Ji têkîliyeke erênî bi wêdetir; çavnebarî, hesûdî û neyartî mixabin di nav me de heye. Em şanogerên bakûr ji dêvla ku alîkarî bidin hev, gora hev dikolin. Ji dêvla ku em kar bikin, em hev dixwin. Xwedê alîkariya me bike!..

Salihê Kevirbirî

rojnameger@hotmail.com
Çavkani: Netkurd