‘Mirov di 17 rojan de fîlm dikişîne!’

26

Derhênerê kurd Umur Hozatli mijara yekem fîlmê xwe yê metrajdirêj “Azadiya Wenda” bo Rûdawê vegot û da zanîn ku ew bi xwe di nava trajediya ser de mezin bûye. Fîlmê Hozatli atmosfera salên 90î ya ku bi kuştinan, girtinan, işkenceyan û tirsa endamên JITEMê ku di nava gel de kûr kiribûn, tîne ser perdeya spî. Hozatli destnîsankir ku ji ber kêmasiya butçeyê ew neçar maye fîlm di 17 rojan de bikişîne.

Fîlmê Umur Hozatli Azadiya Wenda di meha Îlonê de tê sînemayên Ewropa. Hozatli dezavantaja sînemaya azad bi butçe û kadroyên kêm wesif dike û dibêje: ‘’Ez ê meşa xwe wiha bi tenê berdewam bikim.’’   

Rûdaw: Me bi salan we wek rojnamevanekî nas dikir, sedemên ku hûn karekî wiha bidin ber xwe, çi bûn?

Umur Hozatli: Li Tirkiyeyê hemû mirovên zana li ber rastiyên jiyanê dikevin bin barekî giran. Min tiştên ku di fîlmê Azadiya Wenda de vegotiye, bi salan e daye pişta xwe. Ben Ango min hertim xwe di bin barê êş û bûyerên ku JİTEMê, kontrgerillayê, dewleta kûr, Ergenekonê û zalimên din li dijî gelê kurd kirin, dihesiband. Piştê cihekî ev êş û var êdî zêde giran bû. Min jî hêz da xwe û biryar da ku ez vê barê bi gelên Tirkiyê û dinyayê re parvebikim. Min vî karî jî bi hêza sînemayê ya ku xwe dikare bigihîne herkesî, pêkanî. Lewma fîlmê min Kayip Ozgurluk (Azadiya Wenda) li Tirkiyeyê tevlî sê festîvalên herî mezin bû û niha ber bi festîvalên navnetewî ve diçe.

Ango we bixwe senaryo û çîroka fîlm nivîsand? We qet sûd ji kesên din û çavkaniyên din negirtin?

Min piştî xebateke dirêj û narîn senaryo nivîsand. Ji ber mijarek girîng e û behsa wendayan, kuştiyên kujerên wan ne diyar û kiryarên JİTEMê dike, min nêzîka salekê çavkaniyên dewletê, yên sivîl lêkoland, min guh da îtîrafkarên JİTEMê û piştî analîzên dirêj dest bi nivîsandina senaryoyê kir. Piştî ku nivîsandin qediya min senaryoyê da kesên ku mijarê baş dizanin, kesên di sînemayê de xwediyê ezmûn in. Wan jî xwendin û gelek tiştên girîng lê zêde kirin.

We çima bi taybet ev mijar hilbijart?

Tiştê ku Kurd piştî salên 90î dijîn trajediyeke mezin e. Ez jî di nava vê trajediyê de mezin bûm û bûm şahîdê wê, qurbaniyê wê û tohmetbarê wê. Hilbijartina min a yekem ev trajediya ku ez tê de mezin bûm, bînim ziman û di vir de jî derbeya taybet li JİTEMê bixim. Dewletê li himberê gelê kurd tiştê ku hêza artêsê nekir, bi rêya şerê ITEMê bi rêbazên taybet mesand. Lewma JİTEM tetikvanê şerê taybet e. Pêwîst bû ez behsa wê bikim.

We di kişandina fîlm de ji ti dezgehek alîkarî standin?

Min ji yek dezgehekî fermî yan jî ne fermî, sîrketekî ti alîkarî nestand. Min û hevalên xwe me bi derfetên xwe fîlm kisand. Pirsgirêka herî mezin a sînemaya alternatîf, sînemaya serbixwe butçe ye. Ev bû pirsgirêka me ya mezin. Ev jî bi xwe re cendîn pirsgirêkên din tîne. Ji ber vê ez necar mam ku fîlm di 17 roja de bikisînim. Ji bo fîlmek sînemayê ne demeke normal e. Fîlmek di 17 rojhan de nayê kisandin, divê neyê kisandin. Lê eger pereyê we tunebe, hûn ê bi vî rengî xwe ji mesrefên zêde xilas bikin.

Hûn beşdarî 7 festîvalên fîlman bûn. Nêzîkatiya komîteyên festîvalan çawa bû ji bo fîlmê we?

Fîlm li Tirkiyê beşdarî hemû festîvalên mezin bû. Min ev yek çaverê nedikir. Jiber ku li Tirkiyeyê meselaya kurd û mijara JİTEMê hê jî mirovan diêşînin, min digot wê komîteyên festîvalan newêribin fîlmê me pêşkêş bikin.  Lê ez şaş derketim. Li Tirkiyeyê mirov dikare bêje ku êdî komîteyên festîvalên fîlman ji mirovên wêrek pêk tên. Di hinek komîteyên festîvalan de ev fîlm zêde hatiye nîqaşkirin, ango pêşkêş bikin an nekin. Lê piraniya wan bi erênî nêzîk bûn û lewma fîlm di festîvalên mezin de hat nîşandan.

Wekî we gelek derhênerên kurd ên din jî hene. Hûn hewldanên wan çawa dinirxînin?

Beriya hertiştî dixwazim bêjim ku sînemaya kurdî êdî hêviyewke mezin dide. Hêvî ew e ku hevalên bi sînemayê re mijûl in pir enerjîk û xwedî biryar in. Ez xwe di qada şer de dibînim. Min biryara xwe daye ku sînemaya azad çêkim û ez piştgirî bibînim nebînim jî ez ê bi taktîkên gerîlla hîn fîlmên mezin û baştir çêkim. Dezavantaja min a mezin ew e ku ez bi tenê me. Lê ev e sînemaya azad û ez ê bazdana xwe ya azad bidomînim.

Wê “Azadiya Wenda” kengê were sînemayên Ewropa?

Wê di meha Îlonê de bê Almanya û çendîn welatê din ên Ewropa. Ez hêvî dikim ku gelê me yê li Ewrûpa ligel saziyên xwe eleqeyek baş bidin fîlm.

 Umur Hozatli kî ye?

Umur Hozat di sala 1969ê de li Dêrsimê hatiye dinyayê. Tenê dibistana seretayî xwendiye. Di sala 1992ê de dest bi rojnamevaniyê kir.  Di rojnameyên wek Ozgur Gundem, Ozgur Ulke, Yeni Politika, Demokrasi, Ozgur Bakiş ve Yeni Gundemê de peyamnêrî, editorî û nivîskariya quncikan kiriye. Hozatli di sala 1997ê de bi navê “Serfiraz” çîrokek nivîsand û ev çîrok ji NCM Xelata Taybet a Juriyê wergirt, di heman salê de xelata çapemeniyê ya Komîteya Çavdêriya  Helsinki bi dest xist. Hozatli ji hinek kanalên televizyonê yên Tirkiyeyê, Îraqê û Ewropayê re bernameyan amade dike. “Kayip Ozgurluk”, yekem fîlmê wî yê metrajdirêj e. 

KAYIP ÖZGÜRLÜK & LOST FREEDOM

Rudaw.net